Allah (ac) Yek e

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

39ayet hatin dîtin
Allah (ac) Yek e
1

Bakara

Ayet: 163Rûpel: 23

Here Ayetê

Îlâhê we îlâhekî tenê ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (yê ku di nefsa xwe de xwedî merhamet) Rahmân û (yê ku rahmeta xwe li ser evdên xwe direşîne) Rahîm e.

2

Bakara

Ayet: 255Rûpel: 41

Here Ayetê

Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e. Ne dihênije û ne jî xew pê digire. Li erdê û li esmanan her çi hebe yê wî ne. Ma heta îzna wî nebe kî dikare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştên ku mirov dikin û (tiştên ku) kirine pê dizane. Ew ji xeynî tiştên wî xwestî- ye, ji îlmê wî tiştekî fêm nakin. Kursîya wî erd û asîmân di xwe de vehewandîye/zeft kiriye. Parastina wan (erd û asîmanan) ji wî re giran nayê. Ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 2Rûpel: 49

Here Ayetê

Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 6Rûpel: 49

Here Ayetê

Ew e yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

5

Âl-i İmrân

Ayet: 18Rûpel: 51

Here Ayetê

Allah û melâîket û alimên ku edaletê qayîm dikin şahidî kirin ku ji Allah pê ve qet tu îlâh (ji xeynî wî yê ku îbadetê/evdîtîyê heq dike) tune. Ji wî pê ve qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

6

Nisâ

Ayet: 87Rûpel: 91

Here Ayetê

Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Di roja qiyametê de ku tê de qet guman tune dê we bicivîne. Ma ji Allah çêtir xwedî gotina rast kî heye?

7

Nisâ

Ayet: 171Rûpel: 104

Here Ayetê

Gelî Ehlê Kitêb! Di dînê xwe de pîroletî/aşirîtî nekin û ji gotina rast pê ve der heqê Allah de tiştekî nebêjin. Bêguman Îsâ Mesîhê kurê Meryem pêxemberê Allah û (ji bo ku ew bê sebeba bav biwelide bi gotina “Bibe!”) kelîmeya li Meryem îlqa kiriye û rûhekî jê ye. Bi Allah û bi pêxemberên wî îmân bînin. Nebêjin: “(Îlâh) sisê ne.” Dev jê (ji vê batilê) berdin. (Ev) ji bo we bi xêrtir e. Allah yek Îlâhek bi tenê ye. Ew ji zarokgirtinê munezzeh e. Li erd û esmanan çi hebe aîdê Allah in. Ji wekîlîyê re Allah bes e.

8

En'âm

Ayet: 19Rûpel: 129

Here Ayetê

Bibêje: “Ma şahidîya kî herî mezin e?” Bibêje: “Di navbera min û we de Allah şahid e. Ev Qur'ana ji min re hatîye wehîykirin ku ez we û kesên deng bigihîje wan, pê hişyar bikim. Nexwe hûn şahidî dikin ku ji xeynî Allah hin îlâhên din hene?” Bibêje: "Ez tu carî şahidî li vêya nakim.” Bibêje: “Bêguman ew yek îlâhekî bi tenê ye. Ez ji tiştên ku hûn jê re dikin şirîk, berî me.”

9

En'âm

Ayet: 102Rûpel: 140

Here Ayetê

“Ha ew Allahê ku Rabbê we ye, ev e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew xaliqê her tiştî ye. (Nexwe) bitenê ji wî re evdîtî bikin. Ew, li ser her tiştî (çavnêr û venihêrvan û rêvebirê karûbaran) Wekîl e.”

10

Tevbe

Ayet: 31Rûpel: 190

Here Ayetê

Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.

11

Hûd

Ayet: 14Rûpel: 222

Here Ayetê

Eger dîsa bersiv nedin (daweta) we, bizanibin ku ev (Qur'an) bi ilmê Allah nazil bûye. Û ji wî (ji Allah) pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Êdî hûn bûne ji muslîman (ji wan evdên ku terka şirkê kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah)?

12

Ra'd

Ayet: 16Rûpel: 250

Here Ayetê

Bibêje: “Rabbê erd û esmanan kî ye?” Bibêje: “Allah e!” Bibêje: “(Madem Rabbê erd û esmanan ew e, hûn dîsa) dev ji Allah berdidin û wan heyînên ku ne dikarin feydeyekî bi dest bixin û ne jî dikarin zerarekî ji xwe dûr bikin ji xwe re dikin welî/dost?” Bibêje: “Kor û bînende qet dibin weke hev? An jî zulûmat/tarîti û ronahî dibin weke hev? Nexwe ew şirîkên ku ji Allah re tayîn kirine (wekî Allah) xuliqandine (û xuliqandina Allah û) xuliqandina (şirîkên wan) ji wan re bi hev şibîyane (li ser mijara ‘kî îlâhe’ de serê wan tevlîhev bû)? Bibêje: “Allah xaliqê her tiştî ye. Û ew (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.”

13

Ra'd

Ayet: 30Rûpel: 252

Here Ayetê

Her wiha me tu ji ummetekî re (bi rîsalet) şandî ku berî wan gelek ummet borîne û ji bo ku me tiştê ji te re wehîy kiriye tu ji wan re bixwînî. Lê ew Rahmân înkar dikin. Bibêje: “Ew Rabbê min e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min bi tenê tewekkulê wî kiriye û toba min/vegera min jî jê re ye.”

14

Nahl

Ayet: 22Rûpel: 268

Here Ayetê

Îlâhê we yek îlâhek tenê ye. Ew ên ku îmân bi axîretê naynin qelbê wan înkar dike û ew quretîyê dikin.

15

Nahl

Ayet: 51Rûpel: 271

Here Ayetê

Allah got: “Du îlâhan negirin. Ew, yek îlâhek tenê ye. Enceq ji min bitirsin.”

16

İsrâ

Ayet: 42Rûpel: 285

Here Ayetê

Bibêje: “Eger wekî ku îdîa dikin, (digel Allah) hin îlâhên din hebûna (wê demê ew îlâh) ji bo ku herin cem Rabbê arşê wê li rêyan (wê bi tenê îbadetê wî bikirana û li pey razîbûna wî) bigerîyana.

17

İsrâ

Ayet: 43Rûpel: 285

Here Ayetê

Ew (Allah) ji wan tiştên ku dibêjin munezzeh e/berî ye û herî berz û bilind e.

18

Tâhâ

Ayet: 8Rûpel: 311

Here Ayetê

Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Esmayên/Navên herî xweşik bi tevahî aîdê wî ne.

19

Tâhâ

Ayet: 98Rûpel: 317

Here Ayetê

Îlâhê we bitenê Allah e... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Wî) her tiştî bi îlmê xwe dorpêç kiriye.

20

Enbiyâ

Ayet: 87Rûpel: 328

Here Ayetê

Zennûn/xwedîyê masî jî (bi bîr bîne)! Dema wî bi hêrs (dev ji qewmê xwe berda û) çûbû, zendikir ku em ê wî nexin tengezarîyê. (Çaxê me wî bi hepsa zikê masî ceza kir) di nav tarîtîyan de wiha nîyaz kiribû: “Ji te pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune! Tu ji her kêmasîyan munezzeh/dûr î. Bêşik ez bûm ji zaliman.”

21

Fâtır

Ayet: 3Rûpel: 433

Here Ayetê

Gelî însanan! Nîmetên Allah ya li ser xwe bi bîr bînin. Qey ji xeynî Allah xaliqekî ku ji erd û esman we dirizqîne heye? Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?

22

Saffât

Ayet: 4Rûpel: 445

Here Ayetê

Îlâhê we (îlâhekî) yek û yekane ye.

23

Sâd

Ayet: 65Rûpel: 456

Here Ayetê

Bibêje: “Ez bitenê hişyarkerek im. Ji wî Allahê (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar pê ve qet tu îlâh tune.”

24

Sâd

Ayet: 66Rûpel: 456

Here Ayetê

Rabbê erd û esmanan û yên di navbera wan de ye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e.

25

Zumer

Ayet: 4Rûpel: 457

Here Ayetê

Eger Allah daxwaz bikira ku ji xwe re zarok bigire, ji mexluqatên xwe kîjan bixwesta wê ji xwe re hilbijartiba. Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Ew, (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.

26

Zumer

Ayet: 5Rûpel: 457

Here Ayetê

Wî erd û esman bi heq xuliqand. Şevê li ser rojê dipiçikîne û rojê jî li ser şevê dipiçikîne. Roj/Tav û Hîv ji emrê xwe re stûxwar kiriye. Baldar bin, ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e.

27

Zumer

Ayet: 6Rûpel: 458

Here Ayetê

(Wî) hûn, ji yek nefsekê xuliqandin û paşê jê jî hevjîna wî heyî kir. Ji bona we, ji heywanan heşt cot daxist/xuliqand. We di zikê dêya we de di nava sê tarîtîyan de û ji (merheleya) xuliqandinekî ber bi (merheleya) xuliqandineke din ve derbas dike û dixuliqîne. Ha ev, Rabbê we Allah e. Hakimîyet/Serwerî bitenê aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?

28

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 3Rûpel: 466

Here Ayetê

(Ew, ji alîyê Allahê) gunehan efû dike û tobeyan qebûl dike û xwedî lutf û îhsana zêde ve (hatîye daxistin). Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Veger jê re ye.

29

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 16Rûpel: 467

Here Ayetê

Wê rojê, ew eşkere dibin. Ji wan qet tu tişt ji Allah re veşartî namîne. (Allah wiha gazî dike:) “Îro hakimîyet/serwerî yê kî ye?” Yê Allah e ku ew (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.

30

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 62Rûpel: 473

Here Ayetê

Ha ev, Rabbê we û xaliqê her tiştî Allah e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Digel vê) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?

31

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 65Rûpel: 473

Here Ayetê

Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. (Di wê rewşê de) dîn bitenê ji bo wî xalis bikin û ji wî re dûa bikin. Hamd, bitenê aîdê Allahê Rabbê aleman e.

32

Fussilet

Ayet: 6Rûpel: 476

Here Ayetê

Bibêje: “Ez, enceq weke we mirovek im. Ji min re tê wehîykirin ku îlâhê we yek îlâhek tenê ye. (Herwiha) berê xwe bidin wî û jê mexfîret bixwazin. Weyl li wan muşrîkan…”

33

Zuhruf

Ayet: 84Rûpel: 494

Here Ayetê

Îlâhê li esman jî û îlâhê li erdê jî ew e. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.

34

Duhan

Ayet: 8Rûpel: 495

Here Ayetê

Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Divejîne û dimirîne. Rabbê we û Rabbê bavûkalên we yên berê ye.

35

Haşr

Ayet: 22Rûpel: 547

Here Ayetê

Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Xwedîyê agahîya xeyb û şehadetê/darîçavan e. Ew, (yê ku di nefsa xwe de xwedî merhamet) Rahmân û (yê ku rahmeta xwe li ser evdên xwe direşîne) Rahîm e.

36

Haşr

Ayet: 23Rûpel: 547

Here Ayetê

Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Xwedîyê hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) El-Melîk e. (Ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) El-Quddûs e. (Ew ê ji hemû kêmasî û qisûran munezzeh û selametî dide evdên xwe) Es-Selam e. (Ew ê îman û ewlehîyê dide qelban) El-Mûmîn e. (Ew ê her tişt di bin kontrola wî de ye û otorîteya mutleq û hakimîyetê) El-Muheymîn e. (Ew ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e. (Ew ê dilşikestinan cebr dike/diborîne û her tiştî sitûxwar dike) El-Cabbar e. (Ew ê herî mezin û xwedî kibrîya) El-Mutekebbîr e. Allah, ji tiştên ku ew şirîk çêdikin berî/munezzeh e.

37

Teğabûn

Ayet: 13Rûpel: 556

Here Ayetê

Allah... Ew e ku, ji xeynî wî (yê ku îbadet heq dike) qet tu îlâh tune. (Di wê rewşê de) ew ên mûmîn bila enceq tewekkulê Allah bikin.

38

Muzzemmil

Ayet: 9Rûpel: 573

Here Ayetê

(Ew) Rabbê rojhilat û rojava ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Herwiha tu) wî wekîl bigire.

39

İhlâs

Ayet: 1Rûpel: 604

Here Ayetê

Bibêje: “Ew Allah (di zat û sifet û fiêlên xwe de) wahid/yek e.