Âl-i İmrân
Ayet: 175Rûpel: 72
Ha ev şeytan, enceq bikaribe dostên xwe bitirsîne. Jê netirsin! Eger hûn mûmîn in bitenê ji min bitirsin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 175Rûpel: 72
Ha ev şeytan, enceq bikaribe dostên xwe bitirsîne. Jê netirsin! Eger hûn mûmîn in bitenê ji min bitirsin.
Ayet: 112Rûpel: 141
Her wiha me ji her pêxemberî re şeytanên ji cin û însanan kirine dijmin. Ji bo ku hev bixapînin gotinên xemilandî telqîn dikin/pistepistê dikin. Eger Rabbê te bixwesta nikaribûn ev bikirana. (Nexwe) tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Ayet: 142Rûpel: 145
Ji heywanan hinekan ji bo bar kişandinê û hinek jî ji bo binraxê/doşekê (ji bo hirîya wan xuliqandîye, ew e.) Ji rizqê ku Allah daye we bixwin, nedin pey gavê şeytan. (Lewre) ew (şeytan) neyarê we yê eşkere ye.
Ayet: 22Rûpel: 151
(Bi van weswese û sondan) wan xapand û (her duyan jî) xiste tora/tevna xwe. Dema ku ji wê darê tam kirin, cihê wan ên awretê ji wan re hatibû xuyakirin. Wan jî bi pelê cennetê dest bi nixumandina xwe kirin. Rabbê wan wiha gazî wan kiribû: “Ma min ev dar li we qedexe nekiribû? Min negot ku ‘Şeytan ji we re dijminekî eşkere ye?”
Ayet: 27Rûpel: 152
Gelî zaroyên Âdem! Şeytan çawa ebeweyn (dê û bav) ê we ji cennetê derxist û ji bo ku awretên wan nîşanî hevdu bide libasên wan dabû derxistin, bila we jî nexe fitneyê/we jî nexapîne. (Lewre) ew (şeytan) û êla xwe, we ji cihê ku hûn wan nabînin dibînin. Bêguman me şeytan ji wan ên ku îmân neanîne re kiriye dost/heval.
Ayet: 48Rûpel: 182
Dema şeytan amelên wan (derketina şer) ji wan re xemilandibû û gotibû: “Îro ji însanan kesê ku zora we bibe tune û ez jî ji we re alîkar im.” Dema her du artêş/ordî hatin hemberî hev, ew (şeytan) li ser her du panîyên xwe paş de vegerîyabû û gotibû: “Bêguman ez ji we dûr im/berî me. Tiştê ku hûn nabînin, ez dibînim. Ez ji Allah ditirsim.” Allah ew ê ku ezabê wî dijwar e.
Ayet: 5Rûpel: 235
Got: “Kurê min! Nebe ku tu xewna xwe ji birayên xwe re bibêjî! (Ji ber ku wê fezîleta te bihesidin û zerar bidin te, ji bo te) wê kemînek deynin. Lewre şeytan ji bo însan dijminekî vikîvekirî ye.”
Ayet: 22Rûpel: 257
Piştî ku îş/kar pêk hat û qedîya şeytan jî wiha dibêje: “Bêguman Allah ji we re ya rast wead kir û min jî sozek da we lê ez li ser soza xwe nemam. Li ser we qet tu hêzekî min tune bû. Min bi tenê gazî we kir û we jî îcabetî banga min kir. (Nexwe) lomeyan li min nekin. Bi tenê xwe bixwe bilomînin. Ne ez dikarim we xelas bikim û ne jî hûn dikarin min xelas bikin! Bi rastî, jixwe ji berê de jî şirîkatîya ku we bi min dikir min nas nekiribû/min red kiribû. Bêguman ji bo zaliman ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 98Rûpel: 277
Dema ku tu Qur'an bixwînî xwe ji şeytanê qewirandî/ricimandî bispêre Allah.
Ayet: 99Rûpel: 277
Bi rastî ew kesên îmân anîne û tewekkulê Rabbê xwe kirine qet tu hakimîyeta wî (şeytan) li ser wan tune.
Ayet: 100Rûpel: 277
Hakimîyeta wî enceq li ser wan kesên (îtaeta wî dikin û) wî ji xwe re dikin dost û li ser wan ên (bi kirina emrê wî ya kufrê û amelên şirkê û) wî (ji Allah re) şirîk çêdikin re ye.
Ayet: 27Rûpel: 283
(Lewre) kesên ku vir de wir de direşînin/îsraf dikin, birayên şeytan in. Lê şeytan bixwe li dij Rabbê xwe pir nankor e.
Ayet: 53Rûpel: 286
Ji evdên min re bibêje: “Bila (di têkilîyên navbera xwe de) gotina herî xweşik bibêjin. Lewre şeytan (bi peyvên diemilînin re) dixwaze navbera wan xera bike. Bêşik şeytan, ji bo însan dijminekî eşkere ye.
Ayet: 61Rûpel: 287
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî îblîs hemûyan secde kiribûn. (Îblîs) got: “Qey ez tu cara ji wî kesê ku te ji herîyê xuliqandîye re secde dikim?”
Ayet: 62Rûpel: 287
(Îblîs) got: “Tu wî yê ku te ew ji min çêtir girtîye dibînî? Eger tu hetanî roja qiyametê muhletê bidî min ez ê ji hindikên wan pê ve yên mayîn têxim bin emrê xwe.”
Ayet: 63Rûpel: 287
(Allah) got: “Here! Êdî kî ji wan bide pey te, bêşik wê cehennem ji bo we bibe cezayê bêkêmasî.”
Ayet: 64Rûpel: 287
“Ji wan hêza te digihîje kîjanê, bi dengê xwe wan fît bike/biazirîne û bi (artêşên) siwarî û pîyadeyên xwe bi ser wan de here û di mal û zarokên wan de bibe şirîk û weadan li wan bike.” Tiştê ku şeytan li wan wead dike ji xapandinê pê ve ne tiştekî din e.
Ayet: 50Rûpel: 298
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re herin secdê” ji xeynî Îblîs hemûyan secde kiribûn. Ew (Îblîs) ji cinan bû û ji emrê Rabbê xwe derketibû. Erê ma digel ku ew neyarê we ye hûn ê dev ji min berdin û xwe bi dostanîya wî û zurîyeta wî ve bigirin? Ev (tiştê bi dostanîya Allah) veguhertin çi qas xerab e.
Ayet: 44Rûpel: 307
“Bavê min! Ji şeytan re perestî/evdîtî neke! Bi rastî şeytan ji Rahmân re bû serxwerabûyî/bû îsyankar.”
Ayet: 83Rûpel: 310
Ma qey te nedît ku me şeytanan di ser wan de şandin da ku wan (arasteyî şirkê û îsyana ji Allah re) fît bikin û tevbigerînin?
Ayet: 52Rûpel: 337
Me berîya te her çiqas rasûl û nebîyên şandine dema dest bi xwendina (Kitabullah) kiriye muheqeq şeytan her hewl daye/daxwaz kiriye ku hin tiştan tevlî xwendina wî bike. Lê Allah, tişt (weswese û guman) ên wî (şeytan) daxwaz kiriye ku tevlî wê bike, pûç dike/diborîne û piştre ayetên xwe muhkem/zexm dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 53Rûpel: 337
Allah (wiha dike da ku) bi wan tiştên şeytan dixwaze tevlî wê bike, ew ên di qelbê wan de nexweşî hene û ew ên qelbê wan hişk bûne re bike fitne/îmtîhan. Bêguman ew ên zilimkar di cudahîyeke kûr de ne (ku civandina wan a li cem hev û vegera wan a bal bi heqîyê ve pir zor e).
Ayet: 97Rûpel: 347
Bibêje: “Rabbê min! Ji dapellandinên/(ji bo masîyetê) lê ketinên şeytan, ez xwe bi te diparêzim.”
Ayet: 98Rûpel: 347
“Û bihevrebûyîna wan ya bi min re jî ez xwe bi te diparêzim Rabbê min!”
Ayet: 29Rûpel: 361
“Sond be, piştî ku ew zikir/Qur'an ji min re hat, wî ez ji wê averê kirim. Şeytan (pêşî weadan dike û piştre) însanan di nîvê rê de bêalîkarî dihêle.”
Ayet: 221Rûpel: 375
Ma ez we agahdar bikim ku şeytan bi ser kî ve dadikevin?
Ayet: 222Rûpel: 375
Ew li ser her kesên zêde gunehkar û pir bêbextîyan dikin re dadikevin.
Ayet: 223Rûpel: 375
(Ev kahîn) gûh didin (şeytanan) û pirên wan jî derewker in.
Ayet: 15Rûpel: 386
Di demekî de haya xelkê wê derê jê tunebû Mûsa ket nava bajêr. Li wê derê dît ku du zilam li hev dixin. Yek ji qewmê wî bû û yê din jî ji neyarên wî bû. Ew ê ji qewmê wî li dij wî (ji Mûsa) alîkarî xwest. Mûsa jî kulmek lê da û ew kuşt. Got: “Ev, ji karê şeytan e. Bêguman ew neyarekî rêşaşkerê vikîvekirî ye.
Ayet: 20Rûpel: 429
Sond be ku Îblîs, di zena xwe (ya ku digot ez ê pirên wan bixerifînim) de mafdar derket.
Ayet: 60Rûpel: 443
Gelî Zaroyên Âdem! Ma min li we wiha ferman nekiribû: “Ji şeytan re evdîtîyê/îbadetê nekin, ew neyarê we yê vikîvekirî ye.”?
Ayet: 74Rûpel: 456
Îblîs ne tê de… Wî xwe qure kir û bû ji kafiran.
Ayet: 75Rûpel: 456
(Allah) Got: “Ya Îblîs! Ya ku min ew bi destên xwe xuliqandîye re, çi tiştî nehişt ku tu bibî ligel secdebiran? Tu bi quretîyê ketî an jî tu xwe ji mezinan dihesibînî (ku te dest bi kêmdîtinê kiriye)?
Ayet: 76Rûpel: 456
(Îblîs) got: “Ez ji Âdem bixêrtir im. (Lewre) te ez ji agir xuliqandim û Âdem jî ji herîyê xuliqand.”
Ayet: 77Rûpel: 456
(Allah) Got: “Ji wir derkeve! Bêguman tu ji yên hatine qewirandin/recimandin î.”
Ayet: 78Rûpel: 456
“Û bêguman heta yewmud’dîn/roja qiyametê laneta min wê li ser te be.”
Ayet: 79Rûpel: 456
(Îblîs) Got: “Rabbê min! Heta roja ku (însan) ji nû de vedijin muhletê bide min.”
Ayet: 80Rûpel: 456
(Allah) Got: “Bêguman tu ji yên muhletdayîyan î.”
Ayet: 81Rûpel: 456
“Hetanî dema diyarkirî ku roja wê tê zanîn.”
Ayet: 82Rûpel: 456
(Îblîs) Got: “Sond bi îzzeta te, ez ê wan hemûyan bixerifînim.”
Ayet: 83Rûpel: 456
“Lê evdên te yên muxlas/dilpak/xwedî îxlâs ne tê de.”
Ayet: 36Rûpel: 491
Kî jî ji zikra Rahmân rû vegerîne, em şeytanek pê ve girê didin (û ew şeytan tim) ligel wî ye.
Ayet: 37Rûpel: 491
Qet tu guman tune ew (şeytan), wan ji rê digire, lê ew zen dikin ku li ser rêya rast in.
Ayet: 38Rûpel: 491
Axir dema ku têne cem me (ji şeytan re wiha) dibêjin: “Xwezî di navbera min û te de bi qasî rojhilat û rojava mesafe hebûya. Tu çi hevalekî xerab î.”
Ayet: 16Rûpel: 546
Wekî rewşa şeytan… Wî ji însan re got: “Bibe kafir!” Dema (ku însan jî) bû kafir wiha got: “Bêguman ez ji te dûr im/berî me. Lewre ez, ji Allahê Rabbê aleman ditirsim.” (Munafiqan, ji Ehlê Kitêb ên dostê wan bûn bi vî awayî xapandin û wiha gotin: “Eger hûn ji warên xwe bên derxistin em ê jî derkevin û hûn bikevin şer de em ê alîkarîya we bikin.” Dema ku şer dest pê kir jî ji wan dûr ketin.)