Bakara
Ayet: 119Rûpel: 17
Bi rastî me tu wek mizgînvan û hişyarker bi heqî şand. Ew ên (ne bawermendê heqê û) ehlê cehennemê ne tu ne (mesûlê wan î) û qet tu jêpirsîn/pirsyarî li te nayê kirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 119Rûpel: 17
Bi rastî me tu wek mizgînvan û hişyarker bi heqî şand. Ew ên (ne bawermendê heqê û) ehlê cehennemê ne tu ne (mesûlê wan î) û qet tu jêpirsîn/pirsyarî li te nayê kirin.
Ayet: 252Rûpel: 40
Ev, ayetên Allah in ku em ji te re li ser heqîyê dixwînin û bi rastî tu bixwe jî ji pêxemberên (ji hêla/ji alîyê Allah ve) hatine şandin î.
Ayet: 144Rûpel: 67
Muhammed, bitenê Rasûlek e. Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Ma qey dema ew bimire an jî bê kuştin, hûn ê li ser panîyên xwe paş de vegerin? Kî li ser panîyên xwe (ji dînê xwe an ji amelên xwe yên salih) paş de vegere, êdî ew qet nikare zerarekî bide Allah. Allah wê şikurdaran xelat bike.
Ayet: 159Rûpel: 70
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Ayet: 105Rûpel: 94
Ji bo tu di navbera însanan de wekî ku Allah nîşanî te daye hikum bikî me Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji xayînan re ne be alîgir/parêzvan.
Ayet: 106Rûpel: 95
Ji Allah mexfîretê bixwaze! Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 67Rûpel: 118
Ya Rasûl! Tiştê ku Rabbê te ji te re nazil kiriye (ji însanan re) teblîx bike. Eger tu vêya nekî êdî te wezîfeya (hinarîya) rîsalet (a Allah) teblîx nekiriye/pêk neanîye. Allah, wê te ji însanan biparêze. Bêguman Allah, hîdayet li qewmekî kafir nake.
Ayet: 99Rûpel: 123
Ji teblîxkirinê pê ve li ser pêxember tiştek tune. Allah bi tiştên hûn eşkere dikin jî û yên hûn vedişêrin jî dizane.
Ayet: 19Rûpel: 129
Bibêje: “Ma şahidîya kî herî mezin e?” Bibêje: “Di navbera min û we de Allah şahid e. Ev Qur'ana ji min re hatîye wehîykirin ku ez we û kesên deng bigihîje wan, pê hişyar bikim. Nexwe hûn şahidî dikin ku ji xeynî Allah hin îlâhên din hene?” Bibêje: "Ez tu carî şahidî li vêya nakim.” Bibêje: “Bêguman ew yek îlâhekî bi tenê ye. Ez ji tiştên ku hûn jê re dikin şirîk, berî me.”
Ayet: 48Rûpel: 132
Em pêxemberên xwe bi tenê, wek mizgînvan û hişyarker dişînin. Kî îmân bîne û isleh bike, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayet: 158Rûpel: 169
Bibêje: “Gelî însanan! Bêguman ez Rasûlê Allah im ku ji we hemûyan re hatime (şandin). Ew (Allahê ku) serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew vedijîne/sax dike û dimirîne. Werin, bi Allah û bi Nebîyê ummî ku Rasûlê wî ye îmân bînin. Ew (Nebî) îmân bi Allah û bi kelîmeyên wî anîye. Bidin pey wî/tabiê wî bibin ku hûn bigihîjin hîdayetê.”
Ayet: 2Rûpel: 220
(Ev ayetên ji hêla/ji alîyê Allah ve muhkemkirî û bi teferûet beyankirî ne, sebebê wê ev e ku) hûn ji Allah pê ve îbadetê tiştekî din nekin. Bêguman ez ji terefê wî (Allah) ve ji bo we bi hişyarkerî û mizgînvanî hatime şandin.
Ayet: 7Rûpel: 249
Ew ên kafir dibêjin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihata daxistin?” Bêşik tu enceq hişyarkerek î, yê ku rênîşanderê her qewmî (ew Allah e ku Hadî ye).
Ayet: 89Rûpel: 276
Em ê wê rojê ji nava wan ji her ummetekî re şahidekî bivejînin. Wê rojê em te jî li ser wan (li ser ûmmeta te wek) şahid tînin. Me ji te re wek hîdayet û rahmet û mizgînî ev Kitêb nazil kir da ku tu di nava muslîman de her tiştî beyan bikî û rêya rast nîşan bidî.
Ayet: 110Rûpel: 303
Bibêje: “Ez jî enceq wekî we beşerek im. Ji min re wiha tê wehîy kirin ku: ‘Îlâhê we enceq yek îlâh e.’ Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”
Ayet: 107Rûpel: 330
Me tu ji hemû aleman re bitenê wek rahmet şandîye.
Ayet: 49Rûpel: 337
Bibêje: “Gelî însanan! Bi rastî ez ji we re tenê hişyarkarek im.”
Ayet: 56Rûpel: 364
Me tu wek mizgînvan û hişyarker şandîye.
Ayet: 91Rûpel: 384
(Bibêje:) “Emir li min hatîye kirin ku ez enceq ji Rabbê vî bajarî (Mekke) re ku wî ev der rûmetdar/pîroz kiriye îbadetê bikim. Û bi vê jî hatime emirkirin ku ez bibim ji evdên muslîm/ew ên şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah.”
Ayet: 92Rûpel: 384
“Û bi xwendina Qur'anê (hatime emirkirin). Kî bigihîje hîdayetê, ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî xerifîbe (tu wiha) bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im.’ ”
Ayet: 93Rûpel: 384
Bibêje: “Hamd ji Allah re ye. Wê ew ê ayetên xwe nîşanî we bide û hûn ê wan (ayetan) nas bikin. Rabbê te ji amelên we ne xafil e.”
Ayet: 28Rûpel: 430
Me tu ji hemû însanan re wek mizgînvan û hişyarker şandîye. Lê belê pirên însanan nizanin.”
Ayet: 24Rûpel: 436
Me te bi mizgînvanî û bi hişyarkerî bi heq şand. Ji her ummetê re muheqeq hişyarkerek hatîye û borîye.
Ayet: 3Rûpel: 439
Bêşik tu, ji pêxemberên hatine şandin/mursel î.
Ayet: 4Rûpel: 439
(Bêguman tu,) li ser rêya rast î.
Ayet: 5Rûpel: 439
(Ew Qur'an,) ji alîyê (Allahê) ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser abdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e hatîye daxistin.
Ayet: 6Rûpel: 439
Ji bo tu qewmekî ku bavên wan nehatîye hişyarkirin û di nava xefletê de ne hişyar bikî (hatî şandin).
Ayet: 69Rûpel: 443
Me helbest/şiîr hînê wî nekiriye, ev ne babetê wî ye jî. Ew, bitenê zikrek/şîretek û Qur'aneke vikîvekirî ye.
Ayet: 7Rûpel: 482
Herwiha ji bo ku tu Ummu’l Qurâ/Dêya Bajaran (Mekke) û hawîrdorê wê hişyar bikî û (însanan) bi wê Roja Civînê hişyar bikî me ji te re Qur'aneke Erebî wehîy kir. (Roja Qiyametê) komek li cennetê ye û komek jî di nav agirê ku alavên bi erjeng/bi dehşet direşîne de ne.
Ayet: 8Rûpel: 510
Bêguman me tu wek şahid û mizgînder û hişyarker şand.
Ayet: 9Rûpel: 510
Ji bo ku îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û piştgirîya wî bikin û rêzdarî/hurmet nîşanî wî bidin û hûn sibeh û êvar (Allah) tesbîh bikin.
Ayet: 12Rûpel: 550
Ya Nebî! Eger jinên mûmîne ji bo beyatê bên cem te, ew qet tu tiştî ji Allah re nekin şirîk û dizîyê nekin û zinayê nekin û zarokên xwe nekujin û di nav lingên xwe de îftîrayekê neynin (zarokekî ku xeyrimeşrû welidandibin nisbetê mêrê xwe nekin) û di marûfê/qencîyê de ji te re îsyan nekin (li ser van mijara) beyata wan qebûl bike û ji bo wan ji Allah mexfîretê daxwaz bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 8Rûpel: 560
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah re bi tobeyeke nasuh (bi ezma carekî din lênevegera gunehan) tobe bikin. Hêvî heye ku Rabbê we qisûrên we binixumîne û we bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin. Wê rojê Allah, pêxemberê xwe û mûmînên ligel wî riswa nake. Nûra wan di pêşîya wan de dibeze (û diberiqe). Ji milê xwe yê rastê (defterên xwe yên amelê sitendine.) Dibêjin: “Rabbê me! Nûra me temam bike û gunehên me bibexşîne. Lewre tu, li ser her tiştan qadir î.”
Ayet: 9Rûpel: 560
Ya Nebî! Bi kafir û munafiqan re şer bike û li dijî wan dijwar be. Sitargeha/hêwirgeha wan cehennem e. Ew der çi cihlêvegereke xerab e.