Bakara
Ayet: 14Rûpel: 2
Dema ku leqayî mumînan dibin dibêjin: “Me îmân anîye!” Lê dema ku bi şeytanên xwe re tenê dimînin dibêjin: “Em bi we re ne, bes em henekên xwe/tinazên xwe bi wan dikin.”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 14Rûpel: 2
Dema ku leqayî mumînan dibin dibêjin: “Me îmân anîye!” Lê dema ku bi şeytanên xwe re tenê dimînin dibêjin: “Em bi we re ne, bes em henekên xwe/tinazên xwe bi wan dikin.”
Ayet: 15Rûpel: 2
(Birastî) Allah tinazê xwe bi wan dike û ji bo ku ew di nava bitirbûna xwe de bi tewşîtî (jiyana xwe bidomînin) muhletê dide wan.
Ayet: 212Rûpel: 32
Heyata dinyayê ji bo kafiran hatîye xemilandin û ew tinazên xwe bi mumînan dikin. Lê ew ên mutteqî, roja qiyametê wê serdestî wan bin. Allah ji kî re bixwaze rizqeke bêhed/bêhisab didê.
Ayet: 140Rûpel: 99
Bêguman (Allah) di Kitêbê de ji we re (vê hukmê) daxistibû: “Dema we bihîst ku ayetên Allah tên înkarkirin û tinaz bi wan tên kirin heta ew dest bi axaftina mijareke din nekin bi wan re (di heman cîvatî de) rûnenin. (Eger hûn wê mijarê red nekin an wê cîvatê terk nekin) hûn ê jî bibin (ji kafir/ji muşrîk ên) weke wan.” Bêguman Allah ew e ku, wê temamê kafir û munafiqan di cehennemê de li hev kom bike.
Ayet: 5Rûpel: 127
Dema heq ji wan re hat helbet, ew derewandin. Xebera (ew tişta) ku tinazê xwe pê dikirin wê ji wan re bê (ew çax wê fêm bikin ku tinazê xwe/henekê xwe bi çi kirine).
Ayet: 10Rûpel: 128
Sond be, bi pêxemberên berî te re jî tinaz hatibû kirin. Ew tinazkar bi wê (tiştê) ku tinazê xwe pê dikirin hatin dorpêçkirin.
Ayet: 64Rûpel: 196
Munafiq ditirsin ku wê der heqê wan de sûreyek nazil bibe ku ya di dilê wan de jê agahdar bike. Bibêje: “Hûn tinazên xwe bikin! Bêguman Allah, ew tiştên ku hûn jê ditirsin wê derxîne (holê).”
Ayet: 65Rûpel: 196
Sond be, dema ku tu ji wan bipirsî wê bibêjin: “Em ketibûn nav xeberdanê û me xwe pê mijul dikir.” Bibêje: “Erê ma we tinazên xwe bi Allah û bi ayetên wî û bi Rasûlê wî dikir?”
Ayet: 79Rûpel: 198
Ew ên ji malên xwe (ji xeynî ferz, wek nafîle û nabêjin kêm zêde) înfaq dikin re bi çav û birûyan tinazên xwe dikin û wan kêm dibînin (hene)! Allah (wan hêdî hêdî û hay jê nemayî nêzî ezabê dike û) tinazê bi wan dike. Ji bo wan ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 8Rûpel: 221
Eger em heta demeke diyarkirî ezab ji ser wan bidin paş, teqez wê bibêjin: “Ka çi ye nahêle ku ew (ezab) were?” Baldar bin/Dîqat bikin! Roja ku ezab were carekê din ji wan nayê zivirandin. Û ew tiştê tinazê xwe pê dikin wê wan hawîrdor dorpêç bike.
Ayet: 38Rûpel: 225
(Li ser emrê Allah) keştîyê çêdikir. Her cara ku giregirên qewmê wî serî lê didan tinazên xwe pê dikirin. Got: “Eger hûn tinazên xwe bi me bikin çawa ku hûn tinazên xwe bi me dikin em ê jî tinazên xwe bi we bikin.”
Ayet: 32Rûpel: 252
Sond be bi pêxemberên berî te (hatibûn) re jî tinaz hate kirin. Min muhlet da wan kafiran û paşê min bi wan girt. Ka çawa bû cezadayîna min?
Ayet: 11Rûpel: 261
Çi dema pêxemberek ji wan re dihat, wan her tinazên xwe pê dikirin.
Ayet: 95Rûpel: 266
Em li dij wan kesên ku tinazê xwe bi te dikin, besî te ne.
Ayet: 34Rûpel: 269
Amelên wan ên xerab (wek musîbet) hat serê wan. Tiştên ku tinazên xwe pê dikirin bi çaralî wan dorpêç kirin.
Ayet: 41Rûpel: 324
Sond be bi wan pêxemberên berîya te jî tinaz hatibû kirin. Ew (ezab) ê ku tinazê xwe pê dikirin ji her alî ve wan dorpêç kir.
Ayet: 110Rûpel: 348
We tinazên xwe bi wan dikir. Heta ku (tinazkarîya we ya bi wan) zikirkirina min bi we dabû ji bîr kirin. Hûn tim bi wan dikenîyan.
Ayet: 6Rûpel: 366
Muheqeq wan (vê zikrê/bibîrxistinê jî) derewandin. Wê di pêş de agahîya ew tiştê ku tinazê xwe pê dikirin wê ji wan re were.
Ayet: 10Rûpel: 404
Paşê aqûbeta xeraban, bû herî xerabtirê aqûbetan. Ayetên Allah derewandin û tinazên xwe pê kirin. (An jî; “Ji ber derewandin û tinazkarîya ayetan bi aqûbeta herî xerab ve ketin.”)
Ayet: 30Rûpel: 441
Xwelî li serê (wan) îbadan be! Çi dema ji wan re qasidek bê, hema tinazên xwe pê dikirin.
Ayet: 12Rûpel: 445
Tu (bi pê nebawerîya wan a Qur'an û axîretê) şaş mayî. Lê ew tinazê xwe dikin.
Ayet: 14Rûpel: 445
Wextê ku ayetek dibînin, ew dikin mijara tinazê.
Ayet: 48Rûpel: 463
Ew xerabîyên ku kiribûn ji bo wan derkete holê û bi wê (ezab) a ku tinazê xwe pê dikirin re hatin dorpêçkirin.
Ayet: 56Rûpel: 463
Berîya ku her nefs bêje: “Ji ber qisûrên min ên der heqê Allah de weyl li min be û ez bi rastî ji tinazkaran bûm.” (Berê xwe bidin Allah û bibin tabiê yên ku nazil kiriye).
Ayet: 7Rûpel: 488
Çi dema ji wan re pêxember dihat, muheqeq wan tinazên xwe pê dikirin.
Ayet: 33Rûpel: 501
(Aqubeta) kirinên wan ên xerab ji bo wan derkete holê û ew (ezab) a ku tinazên xwe pê dikirin hawîrdor wan dorpêç kir.
Ayet: 26Rûpel: 504
Sond be, hêza/desthilatdarîya/îmkanên ku ji we re nehatîye dayîn, me dabû wan. Me gûh û çav û qelban dabû wan. Ne guhên wan û ne çavên wan û ne jî qelbên wan qet tu feyde neda wan. Lewre wan ayetên Allah înkar dikirin. Û ew (ezab) a ku tinazên xwe pê dikirin, hawîrdor ew dorpêç kir.
Ayet: 11Rûpel: 515
Gelî ew ên îman anîne! Bila qewmek tinazê xwe/henekê xwe bi qewmekî din neke. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Bila jin jî bi jinan re tinazê xwe/henekê xwe nekin. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Hûn nefsên hevdu şermezar nekin û navnûçikan/leqeban li hevdu nekin. Piştî îmanê fasiqî çi navekî xerab e. Kî jî tobe neke, evana zalim bixwe ne.
Ayet: 30Rûpel: 588
Dema ku rastî wan dihatin bi çav û birûyên xwe ew nîşan didan (tinaz bi wan dikirin).
Ayet: 1Rûpel: 601
Weyl li wan kesên sebker û xeybker û bi îşaretên çav û birûyan tinazkar be!