Bakara
Ayet: 27Rûpel: 4
Ew (fasiq) in ku; piştî zeximandina wê, ehda ku dane Allah xera dikin û (pêwendî) yên ku Allah emrê pevgihandinê kiribû ji hev diqetînin û li ser rûyê erdê fesadîyê derdixin. Ha ew ên ku xisirîne ev bixwe ne.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 27Rûpel: 4
Ew (fasiq) in ku; piştî zeximandina wê, ehda ku dane Allah xera dikin û (pêwendî) yên ku Allah emrê pevgihandinê kiribû ji hev diqetînin û li ser rûyê erdê fesadîyê derdixin. Ha ew ên ku xisirîne ev bixwe ne.
Ayet: 121Rûpel: 18
Ew ên ku me Kitêb daye wan (û bi naveroka wê bawer in û bi pêwistên wê amel dikin); ewana bi heqî wê Kitêbê dixwînin û îmân pê tînin. Kî jî li dij wê bibe kafir, ehlê xusranê ew bixwe ne.
Ayet: 85Rûpel: 60
Kî ji îslâmê pê ve li dînekî din bigere (bila bizanibe ku) ew (dîn) jê nayê qebûlkirin û ew (kes) li axîretê jî di zîyanê de ye.
Ayet: 119Rûpel: 96
“Ez ê wan bixerifînim û di nava wasewasên (pûç) de wan egle/eware bikim û ez ê jêkirina guhê dewaran û guherandina tiştê (fitreta) ku Allah xuliqandîye li wan emir bikim.” Kî dev ji Allah berde û wî şeytanê asî ji xwe re bike dost, bêguman ew ketîye nava zîyaneke eşkere.
Ayet: 120Rûpel: 96
Ji wan re weadan dike û wan di nav gumreşîyên (pûç û betal) de digerîne. Weada şeytan ya ku ji wan re dike, ji xapandinê pê ve ne tiştekî din e.
Ayet: 121Rûpel: 96
Sitargeha wan/hêwirgeha wan cehennem e. Ji wê derê cihê revê nabînin.
Ayet: 5Rûpel: 106
Îro ji we re tiştên paqij hatine helalkirin. Wekî ku xwarina Ehlê Kitêb û (heywan) ên wan gurandîye ji we re helal in, xwarinên we jî ji wan re helal e. Ji jinên mumîne ên bi îffet û ew jinên ku berî we Kitêb ji wan re hatine dayîn ên biîffet jî bi şertê ku hûn binamûs bin û bi dizî ji xwe re dostan negirin û hûn heqê (mehra) wan bidin, zewaca bi wan re ji we re helal e. Kî îmanê înkar bike (li dij îmanê helwestên kufrê têxe holê) amelên wî betal bûye û ew li axîretê ji zîyandaran e.
Ayet: 52Rûpel: 116
(Digel ku Allah biqethî heramkirîye) ew ên di qelbê wan de nexweşî heye (ji bo Cihûyan û Filleyan ji xwe re dost bigirin) diçin nav wan û wiha dibêjin: “Em ditirsin ku mûsîbetek were serê me”. Hêvî heye ku Allah, fethekî/serfirazîyekî an jî ji bal xwe ve karekî (hukmekî) bîne û ji ber tiştê ku wan di nava xwe de veşartine ew poşman bibin.
Ayet: 53Rûpel: 116
Ew ên mumîn dibêjin: “Ma ew ên ku bi hemû hêza xwe sondan dixwarin û digotin: ‘Em bi we re ne’ (dostên we yên ku ji bo we qet tu tiştekî nekirin) ev in?” Amel (ên wan) pûç bûne û ew bûne ji ew ên ku xesirîne.
Ayet: 12Rûpel: 128
Bibêje: “Tiştên li erd û esmanan aîdê kî ne?” Bibêje: “Aîdê Allah in.” Wî, rahmetê li ser xwe nivîsandîye. Sond be roja qiyametê ya ku tê (di rabûna wê) de qet tu guman tune, dê we hemûyan li hev bicivîne. Ew ên ku xwe xisirandine/zerar kirine! Ew îmân nayînin.
Ayet: 20Rûpel: 129
Ew ên me Kitêb daye wan her wekî ku zarokên xwe nas dikin, wî (û sifetên pêxemberîya wî) jî nas dikin. Lê ew ên xisar/zerar dane nefsa xwe, îmân nayînin.
Ayet: 31Rûpel: 130
Rastî ev e ku; ew ên leqayîhatina Allah diderewînin, bi ber xusranê ketine. Wisan ku; dema ji nîşka ve qiyametê bi ser wan de tê, gunehên xwe li pişta xwe bar dikin û dibêjin: “Li ser vê texsîrîya ku me ya (li dinyayê) sistayî dikir, xwelî li serê me!” Baldar bin/Dîqat bikin! Ew barê (gunehên) ku hilgirtine çiqas xerab e.
Ayet: 140Rûpel: 145
Ew ên bi nezanî û bêhişî zarokên xwe kuştine û ew ên bêbextîyê li Allah dikin û rizqên ku (Allah) daye wan (ji cem xwe) heram kirine; bi rastî ew di xusraneke qethî de ne, muheqeq ew xerifîne û rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 9Rûpel: 150
Wezina kî jî (di amelên salih de) sivik bikişe, ji ber ku ewana li ayetên me neheqî kirine/rûmeta pê hewce nedanê xwe bixwe xusirandine.
Ayet: 53Rûpel: 156
Ma ew, ji tewîla/ji pêk hatina wê (heqîqeta ku agahîya wê daye) pê ve li hêvîya tiştekî din in? Roja ku tewîla/pêk hatina wê tiştê (ku pê agahdar bûn) were, ew kesên berê ku ew ji bîr kiribûn wê bibêjin: “Bêguman Rasûlên Rabbê me ji me re ya heq anîbûn. Gelo aniha şefaetvanên ku li me şefaetê bikin (ji bo em ji ezabê Allah xelas bibin) heye? An jî em ê şûnde (li dinyayê) bihatana vegerandin û ji ên ku me berê kiribûn cuda amelên din (amelên ku Allah ji wan razî ye) bikirana?” Muheqeq ewana xwe bixwe xisirandine û ji ber xwe ve bêbextî (û xurafe) yên lihev anîbûn (û li Allah kiribûn) winda bûn çûn.
Ayet: 92Rûpel: 161
Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); her wekî ku qet li wê derê bi dewlemendî bi cih nebibin... Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); ew ên esil bi xusranê ve ketibûn ew bixwe bûn.
Ayet: 99Rûpel: 162
Nexwe ew, ji mekrên/ji dafikên Allah ewle/emîn bûn? Lê ji civaka ku li ber zîyanê ketîye pê ve kes ji dafikên Allah emîn nabe.
Ayet: 178Rûpel: 172
Allah, her kî hîdayet kiribe wî, hîdayet dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî ew ên bi xusranê ketine ew bixwe ne.
Ayet: 36Rûpel: 180
Bêguman ew ên kafir ji bo ku (însanan) ji rêya Allah vegerînin malên xwe xerc dikin. Wê xerc bikin jî… Paşê wê ev ji wan re bibe poşmanî (yeke ku dilê wan disotîne) û piştre wê mexlûb bibin. Ew ên kafir wê bên civandin û ber bi cehennemê ve bêne ajotin.
Ayet: 37Rûpel: 180
Ev jî ji bo wê ye ku Allah, yên mirdar û yên paqij (mumîn û kafir û tiştên di rêya Allah de an jî li ser batil tê xerckirin) ji hevdu veqetîne û mirdaran li ser hev kom bike û hemûyan di cehennemê de bicivîne ser hev. Evana, ew ên bi xusranê ketine bixwe ne.
Ayet: 69Rûpel: 197
Hûn jî wekî wan (munafiq û kafir) ên berîya xwe ne. Ew ji we bihêztir bûn û mal û zaroyên wan ji we zêdetir bûn. Wan bi qasî nesîbê xwe (para xwe) kêf û sefa kirin. Weke wan ên berîya xwe ku bi qasî nesîbê xwe kêf û sefa kiribûn, hûn jî bi qasî nesîbê xwe kêf û sefa dikin. Û çawa wekî ku ew noq (î lîstok û şahîya dinyayê) bibûn hûn jî noq bûn. Kar û kirinên wan li dinyayê û li axîretê berhewa bûye. Û her ew in yên xisirîne/yên di zîyanê de ne.
Ayet: 45Rûpel: 213
Roja ku wan (vedijîne û) li hev kom dike, her wekî (li dinyayê) ji xeynî seateke rojê qet li wir nesekinîbin. Wê hevdû nas bikin. Bêguman ew ên leqayîbûna/derketina hizûra Allah derewandine di xusranê de ne. Ewana rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 95Rûpel: 218
Û nebe tu bibî ji wan ên ku ayetên Allah diderewînin. Nexwe wê tu bibî ji yên xisirî/bi ber ketî.
Ayet: 21Rûpel: 223
Ewana, xwe bixwe xisirandine. Ew tiştê (bi navê dîn) lihev anîne jî li ber wan winda bûn, çûn.
Ayet: 22Rûpel: 223
Bêşik, ew ên li axîretê herî zêde dixisirin ha ev bixwe ne.
Ayet: 47Rûpel: 226
(Nûh) got: “Rabbê min! Ji ber tiştên ku zanîna min pê tûne, ez xwe bi te diparêzim. Rabbê min! Eger tu mexfîret û rehmê li min nekî ez ê bibim ji zîyandaran.”
Ayet: 108Rûpel: 278
Ev ên hanê ew kes in ku Allah qelbên wan û guhên wan û çavên wan mohr kiriye. Evana, xafil bixwe ne.
Ayet: 109Rûpel: 278
Çare tune! Bêguman ew ên li axîretê xesirîne ew bixwe ne.
Ayet: 103Rûpel: 303
Bibêje: “Ma em ji we re wan ên ku ji ber amelên xwe herî zêde zîyan kirine, bibêjin?”
Ayet: 104Rûpel: 303
Ew in ku; hemû keda wan a di heyata dinyayê de pûç û betal bûye jî lê dîsa zen dikin ku ew amelên qenc dikin.
Ayet: 105Rûpel: 303
Evana ew kes in ku ayetên Rabbê xwe û leqayîhatina wî înkar kirine, (herwiha) amelên wan pûç û betal bûye. Em roja qiyametê qet tu rûmetê nadin wan.
Ayet: 106Rûpel: 303
Ev cehennem, ji ber ku înkar kiribûn cezayê wan e. (Hem) tinazê bi ayetên min û rasûlên min kiribûn.
Ayet: 11Rûpel: 332
Ji însanan hin kes hene ku îbadetekî ne ji dil (bi gumanbarî û pîyê wî erd negirtî) ji Allah re dikin. Eger xêrek bigihîje wî, bi wê mutmeîn dibe. Lê eger fitneyek/îmtîhanek bigihîje wî, ew ser rû tê vegerandin (dizivire ser rewşa xwe ya berê). Ew dinyayê jî û axîretê jî winda dike. Ha ev, xesareta eşkere bixwe ye.
Ayet: 12Rûpel: 332
Ew dev ji Allah berdide û ji wî yê ku ne dikare zerarekî an jî feydeyekî bide wî re dûa/lavahî dike. Xerifîya kûr ev bixwe ye.
Ayet: 13Rûpel: 332
Ew, lavahîya wî (tiştê) dike ku zerara wî ji feydeya wî nêzîktir e. Ew, çi dostekî xerab û çi hevalekî nebaş e.
Ayet: 103Rûpel: 347
Mêzêna/terezîya kî jî sivik bikişe evana; xwe bixwe xisirandine û yên di cehennemê de bêdawî bimînin jî ew in.
Ayet: 104Rûpel: 347
Agir rûyên wan dialêse/bi alastinê dişewitîne. (Lêvên wan bi qemçika/piştestûyê wan ve tê vezilandin û bi diranên xwe yê qîçbûyî) di nava wê de wekî qîçbeşkirî behitî dimînin.
Ayet: 105Rûpel: 348
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Dema ku ayetên min ji we re dihatin xwendin, ma ew ên diderewandin ne hûn bûn?”
Ayet: 106Rûpel: 348
Wê bibêjin: “Rabbê me! Dilneşadîya me bi ser me ket û em qewmekî xerifî bûn.”
Ayet: 107Rûpel: 348
“Rabbê me! Me ji vê derê derîne. Eger em careke din (li jiyana xwe yên berê) vegerin êdî em ji zaliman in.”
Ayet: 108Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Dengê xwe bibirin/biqeşitin! Bi min re neaxivin.”
Ayet: 109Rûpel: 348
Bi rastî, komek ji evdên min wiha digotin: “Rabbê me! Me îman anî, bi mexfîret û bi merhameta xwe bi me re bike! Tu bixêrtirê Rahîman î.”
Ayet: 110Rûpel: 348
We tinazên xwe bi wan dikir. Heta ku (tinazkarîya we ya bi wan) zikirkirina min bi we dabû ji bîr kirin. Hûn tim bi wan dikenîyan.
Ayet: 111Rûpel: 348
Min jî ji ber sebra wan îro ew xelat kirin. Bêguman ew ên biqezenc ew bixwe ne.
Ayet: 112Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Hûn li ser rûyê erdê çend salan man?”
Ayet: 113Rûpel: 348
Wê bibêjin: “Rojek an jî bi qasî danekî rojê. Ji yên ku jimartine bipirse.”
Ayet: 114Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Eger we zanîbûna hûn pir hindik mane.”
Ayet: 115Rûpel: 348
“Nexwe we zen dikir ku me hûn bêhûde/belesebep xuliqandine û hûn ê nezivirin hizûra me?”
Ayet: 4Rûpel: 376
Bêguman ew ên bi axîretê nebawer in, me amelên wan ji wan re xemilandî nîşan daye. Her wiha ew di nava şaşîtîyê de digevizin.
Ayet: 5Rûpel: 376
Ji ew ên wisan re ezaba herî xerab heye û yên di axîretê de herî zêde di xusranê de ne jî ew in.
Ayet: 52Rûpel: 401
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Çi tiştên li erd û esmanan hebe bi hemûyan dizane. Ew ên bawerî bi batil tînin û ji Allah re dibin kafir, yên ku xisirîne ha ew bixwe ne.
Ayet: 14Rûpel: 459
Bibêje: “Ez dînê xwe jê re xalis dikim û bitenê evdîtîya wî dikim.”
Ayet: 15Rûpel: 459
(Bibêje:) “Hûn ji xeynî wî kî dixwazin jê re îbadet bikin.” Bibêje: “Bi rastî yên xisirîne ew in ku roja qiyametê xwe û ehlê xwe xisirandine. Baldar bin! Xusrana vikîvekirî ev bixwe ye.”
Ayet: 16Rûpel: 459
Ji wan re di ser wan re tebeqeyên ji agir hene û di bin wan de jî tebeqe (yên ji agir) hene. Ev, ew (cehennem) e ku Allah bi wê evdên xwe ditirsîne. Gelî evdên min! Ji min bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 63Rûpel: 464
Miftên/enextarên (xezîneyên) erd û esmanan yên wî ne. Ew ên ku ayetên Allah înkar dikin ha yên di xusranê de ne ew bixwe ne.
Ayet: 65Rûpel: 464
Sond be ji te re û ji (pêxember) ên berîya te re wiha hatîye wehîykirin: “Eger tu şirîk çêkî wê hemû amelên te pûç bibin û tu yê bibî wan ên xesirî.”
Ayet: 22Rûpel: 478
We (dema îsyan dikir) xwe ji guhên xwe û çavên xwe û çermên xwe nediparast (û hûn tênedigihiştin) ku ew ê şahidî li ser we bidin. Lê belê (ya rast) we wiha zen dikir ku Allah bi piranîya wan tiştên ku we dikir ne agahdar e.
Ayet: 23Rûpel: 478
Ha ev zenna we ya ku we der barê Rabbê xwe de dikir, hûn birin helake. Bi vî awayî hûn bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Ayet: 24Rûpel: 478
Eger bikaribin xwe ragirin, cihwarê wan agir e. Na, eger (dîsa li dinyayê bên vegerandin û) qayîlbûna xwe bivên, (qet tu daxwaza wan nayê cî) û nayên razîkirin jî.
Ayet: 25Rûpel: 478
Ji bo wan hevalên xerab çêkirin (ku bênavber bihevre ne). Tiştê li pêşîya wan (Bawerîya tunebûna axîretê) û ya li pişt wan (ramana ji heyata dinyayê pê ve tiştekî din tune) ji wan re xemilandî nîşan dan. Çawa ku (hukmê ezabê) li ser cin û însanên ji qewmên berê heq bibû, li ser van jî heq bû. Lewre ew, bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Ayet: 45Rûpel: 487
Dema ew ji agir re tên rapêşkirin tu wan dibînî ku ew ji ber riswatîyê sitûxwar in û di bin çavên xwe de dinerin. Ew ên îman anîne wiha dibêjin: “Bêguman ew ên bi xusranê ketine (ew kes in ku;) roja qiyametê xwe jî û malbata xwe jî bi xusranê xistine.” Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên zalim di ezabekî bênavber de ne.
Ayet: 17Rûpel: 503
Ew kesê ku ji dê û bavê xwe re dibêje: “Of ji we re! Digel ku berîya min gelek nifş/nesil hatine û çûne (û tu kes ji wan ji gorê dernehatine) ma hûn bi (vejandin û) derketina ji gorê min tehdît dikin? (Dê û bavê wî) alîkarî ji Allah xwestin û gotin: “Xwelî li serê te be, îman bîne. Bêguman weada Allah heq e.” Lê wî wiha got: “Ev, bitenê çîrokên pêşîyan e.”
Ayet: 18Rûpel: 503
Evana ew kes in; wekî ku ji nava cin û însanan ummetên berîya wan, ezab li ser wan jî heq bûye. Bêşik ew, bi xusranê ketine.
Ayet: 19Rûpel: 543
Şeytan, wan xistîye bin hakimîyeta xwe û zikra Allah bi wan daye ji bîrkirin. Evana alîgirên şeytan in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman alîgirên şeytan yên ku bi xûsranê ketine bixwe ne.
Ayet: 9Rûpel: 554
Gelî ew ên îman anîne! Bila mal û ewladên we, hûn ji zikra Allah paş ve nexin/men nekin. Kî jî wisan bike ha ew, yên ku bi xusranê ketine bixwe ne.