Rahmeta Allah (ac)

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

49ayet hatin dîtin
Rahmeta Allah (ac)
1

Bakara

Ayet: 63Rûpel: 9

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Wê dema me peymaneke zexim ji we stendibû û çiyayê Tûr li ser serê we rakiribû. (Û me gotibû): “Bi wê (Kitêb) a ku me daye we zexim bigirin û (şîret) ên di navê de bi bîr bînin da ku hûn xwe biparêzin.

2

Bakara

Ayet: 64Rûpel: 9

Here Ayetê

Piştî vê (soza xwe) we (dîsa) rû vegerand. Eger li ser we fedl û rehma Allah nebûna, hûn ê bibûna ji ehlê xusranê.

3

Bakara

Ayet: 178Rûpel: 26

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Di bûyerên kuştinê de hukmê qisasê li ser we hatîye ferz kirin. Mirovê hûr/azad di muqabilê hûr/azad de û yê kole di muqabilê kole de û yê jin di muqabilê jin de (qisasê bikin). Lê eger ji kî re ji terefê birayê wî tiştek bê bexişandin (dev ji qisasê berdin) êdî bila (xwedîyên meqtûl dîyetê) li gor urfê bixwazin. (Qatil jî) bi xweşikayî bide. Ev, ji hêla/ji alîyê Rabbê we (ji bo we) barsivikî û rahmet e. Kî jî piştî vê yekê ji hedê xwe bibore, êdî ji wî re ezabekî biêş û jan heye.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 157Rûpel: 69

Here Ayetê

Sond be, eger hûn bimirin an jî bên kuştin, mexfîretek û rahmetek ji Allah, helbet ji ya ku dicivînin bi xêrtir e.

5

Nisâ

Ayet: 83Rûpel: 90

Here Ayetê

Dema ji wan re xeberek (der heqê) ewlehîyê de an jî li ser tirsê dihat, (ne digotin ka bandora vê xeberê di encamê de qenc e an xerab e) di cih de wê belav dikin. Eger ku wan ew xeber (berî ku ji hinekan re vebibêjin) ji pêxember re an jî ji rêveberên xwe re bibirana, ji wan ew ên ku jê hikum derdixistin û bi heqîqeta wê jî bizanibûna (ka ev xeber rast e an derew e û bi feyde ye an jî zerar e). Eger li ser we fedl û rahmeta Allah nebûna, ji hindikî we pê ve dê we hemûyan bida pey şeytan.

6

Nisâ

Ayet: 96Rûpel: 93

Here Ayetê

(Ev ecira mezin) ji Allah derecât û mexfîret û rahmet e. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

7

Nisâ

Ayet: 113Rûpel: 95

Here Ayetê

Eger lutf û rahmeta Allah li ser te nebûya, komekê ji wan dixwestin ku te bixerifînin. Ew bitenê dikarin xwe bixerifînin û qet nikarin zerarê bidin te. Lewre Allah ji te re Kitêb û hikmet nazil kir û tiştên ku te pê nizanîbû hînî te kir. Lutf û îhsana Allah li ser te pir mezin e.

8

En'âm

Ayet: 12Rûpel: 128

Here Ayetê

Bibêje: “Tiştên li erd û esmanan aîdê kî ne?” Bibêje: “Aîdê Allah in.” Wî, rahmetê li ser xwe nivîsandîye. Sond be roja qiyametê ya ku tê (di rabûna wê) de qet tu guman tune, dê we hemûyan li hev bicivîne. Ew ên ku xwe xisirandine/zerar kirine! Ew îmân nayînin.

9

En'âm

Ayet: 16Rûpel: 128

Here Ayetê

“Ew kesê wê rojê ji ezabê bête vegerandin, (Allah) rehma xwe lê kiriye. Ha ev, qezenceke vikîvekirî ye.”

10

En'âm

Ayet: 54Rûpel: 133

Here Ayetê

Dema ew ên îmân bi ayetên me anîne tên cem te (ji wan re) bibêje: “Silav li ser we, Rabbê we rahmet li ser xwe nivîsandîye. (Wisan ku:) Ji we kî bi nezanî xerabîyekê bike û piştî vêya tobe bike û (xetayê xwe) rast bike, bêguman ew (Allah, yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”

11

A'râf

Ayet: 149Rûpel: 167

Here Ayetê

Dema (li serê xwe xistin û) poşman bibûn û fêm kiribûn ku di xerifîyê/di rêşaşîyê de ne, gotibûn: “Eger Rabbê me li me neyê rahme û me efû neke, bi rastî em ê bibin ji zîyandaran.”

12

Yûnus

Ayet: 57Rûpel: 214

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî însanan! Ji we re ji Rabbê we şîretek û ji bo (nexweşînên manewî) ya di singan de şîfayek û ji bo mumînan hîdayet û rahmetek (Kitêbek) hatîye.”

13

Yûnus

Ayet: 58Rûpel: 214

Here Ayetê

Bibêje: “Bila bi lutf û rahmeta Allah, (belê) bi tenê bi van dilxweş bibin. Ev (ji bo wan) ji wî yê ku dicivînin bixêrtir e.”

14

Hûd

Ayet: 43Rûpel: 225

Here Ayetê

Got: “Ez ê hilkişim sere çiyayekî ku ew min ji avê (ji tofanê) biparêze.” Got: “Ji xeynî ew ên ku Allah rehma xwe li wan kiriye îro parêzvan tunin.” Pêl kete navbera wan û ew jî bû ji wan ên xeniqandî.

15

Hûd

Ayet: 47Rûpel: 226

Here Ayetê

(Nûh) got: “Rabbê min! Ji ber tiştên ku zanîna min pê tûne, ez xwe bi te diparêzim. Rabbê min! Eger tu mexfîret û rehmê li min nekî ez ê bibim ji zîyandaran.”

16

Hûd

Ayet: 61Rûpel: 227

Here Ayetê

Me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wî hûn ji erdê (ji axê) xuliqandin û ji ber ku hûn wê derê îmar bikin û heyata xwe bidomînin hûn li wir daye jiyandin. Ji wî mexfîretê bixwazin, paşê jê re tobe bikin. Lewre Rabbê min (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb û (îcabetî dûayan û daxwazan dike) Mucîb e.

17

Hûd

Ayet: 73Rûpel: 229

Here Ayetê

Gotin: “Ma tu li îşê/li kare Allah ecêb dimînî? Rahmet û bereketa Allah li ser we be, gelî ehle malê! Bêguman ew (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd û (lutfa wî fireh û pir rûmetdar û herûdaîm tê pesinandin) Mecîd e.

18

Hûd

Ayet: 119Rûpel: 234

Here Ayetê

Ew ên Rabbê te li wan hatîye rahmê ne tê de. Jixwe (Rabbê te) ew ji bo vêya xuliqandine. Ev gotina/hukmê Rabbê te: “Sond be, ez ê cehennemê bi cin û însanan tije bikim” hate vebirandin.

19

Yûsuf

Ayet: 92Rûpel: 245

Here Ayetê

Got: "Îro ji we re şermezarî/lewm tune. Allah dê gunehên we efû bike. Bêguman ew, rahîmê rahîman/erhamu’r-rahîmîn e.”

20

İsrâ

Ayet: 8Rûpel: 282

Here Ayetê

Hêvî heye ku Rabbê we li we rehmê bike. Eger hûn vegerin (fesadê) em ê jî (bi şandina evdên xwe yên xwedîhêz bi ser we de) vegerin. Me, cehennem ji bo kafiran kiriye girtîgeh/zindan.

21

İsrâ

Ayet: 87Rûpel: 290

Here Ayetê

(Nekirina vê) bi tenê ji ber rahmeta Rabbê te ye. Bêşik lutf û îhsana wî ya li ser te pirzêde ye.

22

Kehf

Ayet: 16Rûpel: 294

Here Ayetê

“Madem we wan û ji ew ên ku ji xeynî Allah dihebînin terikand û dûr ketin (heydê) xwe bavêjin şikeftê da ku Rabbê we rehma xwe li ser we raxîne û karê we hêsan bike.

23

Meryem

Ayet: 2Rûpel: 304

Here Ayetê

Ev (ayetên ku wê bên xwendin) bibîrxistina rahmeta Rabbê te ye ku ji evdê xwe Zekerîya re kiriye.

24

Meryem

Ayet: 21Rûpel: 305

Here Ayetê

(Cibrîl) got: “Ha wisan! Rabbê te got: ‘Ev, ji bo min hêsan e.’ ” (Ev zarok) ji bo ku ji însanan re bibe ayetek/delîlek û ji alî me ve jî bibe rahmetek e. Û biryara vê karê hatibû dayîn û qedîyayî bû.

25

Meryem

Ayet: 50Rûpel: 307

Here Ayetê

Me ji rahmeta xwe (qencîyan/lutfan) da wan. Û me zimanekî/zarekî dirûstî ya herî bilind da wan. (Rastgo ne û ji terefê însanan ve jî bi rastî/bi pesin tên bîranîn.)

26

Meryem

Ayet: 53Rûpel: 308

Here Ayetê

Me ji rahmeta xwe birayê wî Hârûn jî bi pêxembertî ew xelat kir.

27

Enbiyâ

Ayet: 83Rûpel: 328

Here Ayetê

Eyyûb jî (bi bîr bîne)! Dema ku wî ji Rabbê xwe re dûa kir (û wiha gotibû:) “Bêguman ev dert bi min girt/ji her alîyê ve ez dorpêç kirim û tu jî Rahîmtirê Rahîman/Erhamu'rrahîmîn î.”

28

Enbiyâ

Ayet: 84Rûpel: 328

Here Ayetê

Me jî îcabetî dûayên wî kir û tengezarîya li ser wî rakir. Me ji bal xwe ve rahmetek û ji bo wan ên (ji Allah re) îbadet dikin re bibe şîret, malbata wî û bi wî re qatekî din jî da wî.

29

Enbiyâ

Ayet: 107Rûpel: 330

Here Ayetê

Me tu ji hemû aleman re bitenê wek rahmet şandîye.

30

Mu'minûn

Ayet: 75Rûpel: 346

Here Ayetê

Eger em li wan merhamet bikin û tengezarîyên wan biborînin, bêguman (dîsa) wê noqî rêşaşîtîya xwe bibin û ew ê sergêjane bigevizin.

31

Mu'minûn

Ayet: 109Rûpel: 348

Here Ayetê

Bi rastî, komek ji evdên min wiha digotin: “Rabbê me! Me îman anî, bi mexfîret û bi merhameta xwe bi me re bike! Tu bixêrtirê Rahîman î.”

32

Mu'minûn

Ayet: 118Rûpel: 348

Here Ayetê

Bibêje: “Rabbê min bi mexfîret û bi merhameta xwe bi min ra∂ bike. Tu bixêrtirê Rahîman î.”

33

Nûr

Ayet: 10Rûpel: 349

Here Ayetê

Eger fezl û rahmeta Allah ne li ser we bûna û Allah (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm nebûya (wê rewşa we çawa bibûna)?

34

Nûr

Ayet: 14Rûpel: 350

Here Ayetê

Eger li dinya û axîretê fezl û rahmeta Allah li ser we nebûya ji ber (wan gotegotên) ku we xwe noqî wê kiribû, wê ezabekî mezin bi we bigirta.

35

Nûr

Ayet: 20Rûpel: 350

Here Ayetê

Eger fezl û rahmeta Allah ne li ser we bûna û Allah, (li ser evdên xwe pir bi şefqet), Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhemet) Rahîm nebûya (wê rewşa we çawa bibûna)?

36

Nûr

Ayet: 21Rûpel: 351

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Nedin pey pêgavên şeytan. Kî bide pey pêgavên şeytan bêguman ew, emrê fuhşîyat û munkeratê dike. Eger fezl û rahmeta Allah li ser we nebûna ji nav we tu kes ebedîyen pak û paqij nedibû. Lê Allah kî bixwaze wî pak û paqij dike. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

37

Kasas

Ayet: 46Rûpel: 390

Here Ayetê

Dema ku me gazî (Mûsa) kir jî tu ne li cem Tûr bûyî. Lê bi rahmeteke Rabbê te (em van ji te re wehîy dikin ku) qewmê berî te ku qet hişyarker ji wan re nehatine tu wan hişyar bikî. Hêvî heye ku şîret bigirin.

38

Kasas

Ayet: 86Rûpel: 395

Here Ayetê

Tu ne hêvîdar bûyî ku wê Kitêb ji te re bê wehîy kirin. Lakîn (ew) wek rahmeteke ji Rabbê te (ji te re hate wehîykirin). (Herwiha) tu ji kafiran re nebe piştevan.

39

Rûm

Ayet: 46Rûpel: 408

Here Ayetê

Ji bo ku ji rahmeta xwe bi we bide tamkirin bi fermana wî çûna keştîyan û ji bo ku hûn ji lutf û kerema wî ji xwe re bigerin wek mizgînî şandina bayê jî ji ayetên wî ne. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.

40

Rûm

Ayet: 50Rûpel: 408

Here Ayetê

Tu li berhemên rahmeta Allah binêre! Piştî mirina wê çawa heyat dide ser rûyê erdê? Bêguman ew (Allah), wê mirîyan jî bivejîne. Ew, li ser her tiştî qadir e.

41

Fâtır

Ayet: 2Rûpel: 433

Here Ayetê

Allah ji rahmeta xwe tiştekî ji bo însanan bexişandibe tu kes tune ku wê ji ber wan bigire û tiştekî ji ber wan bigire jî kes nikare pêşî li ber veke/berde. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

42

Yâsîn

Ayet: 44Rûpel: 442

Here Ayetê

Ji ber rahmeta ku me li wan kiriye heta demeke diyarkirî (ku ecelê wan e) îstîfadekirina me ne tê de.

43

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 7Rûpel: 466

Here Ayetê

Ew ên erşê hildigirin û li dora wê ne, Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û îman pê tînin û ji bo mûmînan daxwaza bexişandinê dikin: “Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye. Tu wan ên tobe kirine û didin pey rêya te mexfîret bike û wan ji ezabê cehennemê biparêze.”

44

Şûrâ

Ayet: 28Rûpel: 485

Here Ayetê

Yê ku piştî hêvîya xwe (ji rahmeta wî) dibirin baranê dibarîne û rahmeta xwe belave dike ew e. Ew, (yê ku evdên xwe dost digire û ji mûmînan re dostekî rast e) Welîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.

45

Şûrâ

Ayet: 48Rûpel: 487

Here Ayetê

Eger rû vegerînin, me tu li ser wan nekiriye çavdêr (ku amelên wan qeyd bikî). Wezîfeya te bitenê teblîx e. Bêguman em, dema ku ji alî xwe ve rahmetekê bi însan ditamînin ji ber vê yekê kêfxweş dibe û rû digire. Lê dema ji ber (amelên keda) destê wî xerabîyek tê serê wî, bi rastî însan dibe ji nankoran.

46

Zuhruf

Ayet: 32Rûpel: 490

Here Ayetê

Ma qey rahmeta Rabbê xwe ew parve dikin? (Hal ev e ku) rizqên wan ên di jiyana dinyayê de me parve kiriye. Ji bo ku kesek bi kesekî din kar/xizmet bide kirin, me hin ji wan ji hinên din bi dereceyan bilindtir girt. Rahmeta Rabbê te ji hemû tiştên civandine û kom kirine bixêrtir e.

47

Duhan

Ayet: 6Rûpel: 495

Here Ayetê

Rahmeteke ji Rabbê te… Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm bixwe ye.

48

Duhan

Ayet: 42Rûpel: 497

Here Ayetê

Ew ên ku Allah rahmetê li wan kirine ne tê de. Bêguman ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm bixwe ye.

49

Mulk

Ayet: 28Rûpel: 563

Here Ayetê

Bibêje: “Fikrê we/Ramana we çiye? (Ka bibêjin!) Eger min û yên ligel min helak bike an jî merhametê li me bike, wê kafiran ji ezaba biêş û jan kî biparêze?”