Âl-i İmrân
Ayet: 122Rûpel: 65
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku ji we du taife hindik mabû ji hev belav bibûna. (Lê) Allah, dostê wan herduyan bû. Bila mumîn bitenê tewekkûlê Allah bikin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 122Rûpel: 65
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku ji we du taife hindik mabû ji hev belav bibûna. (Lê) Allah, dostê wan herduyan bû. Bila mumîn bitenê tewekkûlê Allah bikin.
Ayet: 159Rûpel: 70
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Ayet: 160Rûpel: 70
Eger Allah alîkarîya we bike, êdî tu kes nikare we têk bibe. Eger we bêalîkarî bihêle ma kî dikare (digel Allah) alîkarîya we bike. Bila mumîn bitenê tewekkulê Allah bikin.
Ayet: 81Rûpel: 90
Dibêjin “Em ê îtaet bikin. Lê dema ji cem te derdikevin diçin, qismekî wan bi dizî/di şevê de, tiştên ku te gotibû, diguherînin/pevgirêdidin. Allah ew tiştê ku ewana bi şev/bi dizî pevgirêdabûn dinivîse. Tu rû ji wan vegerîne û tewekkulê Allah bike. Wek wekîl Allah bes e.
Ayet: 11Rûpel: 108
Gelî ew ên îmân anîne! Nîmetên Allah yên ku li ser we ne bînin bîra xwe! Dema civatekî qesd kir ku (ji bo şer) destê xwe dirêjî we bikin lê (Allah) destê wan ji we da kişandin (vê teşebûsa wan betal kir). Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bila mumîn bi tenê tewekkulê Allah bikin.
Ayet: 23Rûpel: 110
Du zilamên (ku ji Allah) ditirsîyan ên ku Allah nîmet dabû wan gotin: “Di derî de biavêjin ser wan. Eger hûn bikevin hundir, êdî hûn ê serkeftî bin. Eger hûn mumîn in tewekkulê Allah bikin.”
Ayet: 89Rûpel: 161
“Pîştî ku Allah em jê xelas kiriye eger em dîsa vegerin ser dînê we, wê demê dibe ku li ser navê Allah me neweyî/bêbextî kiriye. Daxwaza/meşîeta Allahê Rabbê me ne tê de, teqez ne mimkûn e ku em carekî din vegerin ser wê (dînê) we. Rabbê me bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye. Me bitenê ji Allah re tewekkul kiriye. Rabbê me! Tu di navbera me û qewmê me de bi heqî hukmê xwe bide. Tu bi xêrtirê hikumdaran î.”
Ayet: 2Rûpel: 176
Mumîn enceq ew kes in ku; dema Allah tê zikirkirin qelbê wan dilerize. Dema ayetên wî ji wan re tên xwendin îmana wan zêdetir dibe û ew bi tenê tewekkulê Rabbê xwe dikin.
Ayet: 49Rûpel: 182
Wê demê munafiqan û ew ên di qelbê wan de merez/nexweşî heye digotin: “Dînê wan ew xapandin.” Lê kî xwe bispêre Allah, bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 61Rûpel: 183
Eger ew ber bi sulhê ve hatin tu jî meyl (a sulhê) bike û xwe bispêre Allah. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 51Rûpel: 194
Bibêje: “Ji xeynî ku Allah ji bo me nivîsandîye pê ve qet tiştek nayê serê me. Ew mewlayê/dostê me ye. (Nexwe) bila mumîn bitenê xwe bispêrin Allah.”
Ayet: 129Rûpel: 206
Eger ew rûyê xwe vegerînin, bibêje: “Allah ji min re bes e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min xwe sipartîye wî/tewekkulê wî kiriye. Ew, Rabbê arşê azîm e.”
Ayet: 71Rûpel: 216
Ji wan re xebera Nûh bixwîne. Bi bîr bîne ku wî ji qewmê xwe re (wiha) gotibû: “Gelî qewmê min! Eger mayîna min di nav we de û şîreta min a bi ayetên Allah bi we giran bê, bizanibin ku min xwe sipartîye Allah. Êdî hûn û şirîkên xwe li hev bicivin û (der heqê min de) qerara xwe bidin. (Karên ku hûn der heqê min de bikin) bila ji we re nebe derd. Paşê qet nesekinin û qerara xwe li ser min tetbîq bikin/çav li min venekin.”
Ayet: 84Rûpel: 217
Mûsa got: “Gelî qewmê min! Eger we bi Allah îmân anîbe û hûn ji dil teslîm bubin bi tenê tewekkulê wî bikin.”
Ayet: 85Rûpel: 217
(Li ser vêya wan jî) gotibûn: “Me tewekkulê Allah kir/me xwe sipartîye Allah.” “Rabbê me! Me ji bo qewmekî zalim neke fitne. (Eger serdestê me bibin wê zen bikin ku yê li ser rêya heqîyê ew in. Bi vê awayê em ê ji bo wan bibin fitne.)”
Ayet: 56Rûpel: 227
“Bêguman min tewekkulê wî Allahê kir ku ew Rabbê min û (Rabb) ê we ye jî. Perçema hemû zindîyan/candaran (ew ê wan kontrol û beralî dike) ew (Allah) e. Beşik Allah li ser rêya rast e.”
Ayet: 88Rûpel: 230
Gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn çi difikirin? (Ka bibêjin!) Eger ez ji cem Rabbê xwe li ser delîlekî bim û wî jî ji bal xwe ve min bi rizqekî xweşik xelat kiribe? Naxwazim tiştên ku min ji we re qedexe kiriye (ez bikim û) muxalefeta we bikim. Meqseda min bitene ew e ku bi qasî quweta xwe islah bikim. Muweffeqîyeta min (bi alîkarîya) Allah e. Min tewekkulê wî kiriye û ber bi wî de vedigerim.”
Ayet: 123Rûpel: 234
Xeyba erd û esmanan aîdê Allah e. Hemû kar û bar bi wî ve tên vegerandin. Îbadetê wî bike û xwe bispêre wî. Allah ji kar û kirinên we ne xafil e.
Ayet: 67Rûpel: 242
(Yaqûb) got: “Gelî kurên min! Hûn hemû di derîyekî de nekevin (bajêr). Di derîyên ji hev cuda têkevinê. (Ev, bi tenê tedbîrek e. Nexwe eger Allah ji bo we musîbetek daxwaz kiribe) ez tiştên ji Allah bê nikarim ji we dûr bixim. Hikum bi tenê aîdê Allah e. Ez tim xwe dispêrim wî. Ew ên tewekkul dikin jî bila xwe bispêrin wî.”
Ayet: 30Rûpel: 252
Her wiha me tu ji ummetekî re (bi rîsalet) şandî ku berî wan gelek ummet borîne û ji bo ku me tiştê ji te re wehîy kiriye tu ji wan re bixwînî. Lê ew Rahmân înkar dikin. Bibêje: “Ew Rabbê min e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min bi tenê tewekkulê wî kiriye û toba min/vegera min jî jê re ye.”
Ayet: 11Rûpel: 256
Pêxemberên wan ji wan re gotin: “(Belê,) bi rastî em jî yekî wekî we beşer in. Lê Allah ji evdên xwe ji kîjanî re bixwaze (bi dayîna nubûwetê) qencîyê lê dike. Hetanî destûra Allah tune be qet ne mimkûn e ku em ji we re delîlekî/mûcîzeyekî bînin. Bila mumîn bi tenê tewekkûlê Allah bikin.”
Ayet: 12Rûpel: 256
“Ma em ê çima tewekkûlê Allah nekin? Bêguman wî, rêyên me (yên rasterast) nîşanî me daye. Helbet ji ber wan ezîyetên ku hûn li me dikin em ê sebir bikin. Ew ên tewekkûl dikin bila ji bitenê ji Allah re tewekkûlê bikin.”
Ayet: 42Rûpel: 270
Ew (ehlê hîcretê) ku; sebir dikin û xwe sipartine Rabbê xwe.
Ayet: 58Rûpel: 364
Xwe bispêre wî yê Hayy (Allah) ê ku qet mirin jê re tuneye! Wî bi hemd/bi sena tesbîh bike. Ji agahdarîya gunehên evdê xwe re ew bes e.
Ayet: 217Rûpel: 375
Xwe bispêre wî (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û ew ê ku (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 79Rûpel: 383
(Her wiha) xwe bispêre Allah! Qet guman tune, tu li ser heqîyeke eşkere yî.
Ayet: 59Rûpel: 402
Ew in ku; sebir dikin û bitenê tewekkulê Rabbê xwe dikin.
Ayet: 3Rûpel: 417
Xwe bispêre Allah. Ji wekîlîyê re Allah bes e.
Ayet: 36Rûpel: 461
Erê ma qey Allah têra evdê xwe nake? Te, ji xeynî wî bi (îlâh) ên (sexte) ditirsînin. Allah her kî averê kiribe, êdî qet tu kesekî ku rêya rast nîşanî wî bide tune.
Ayet: 38Rûpel: 461
Eger tu ji wan bipirsî “Kî erd û esman xuliqandîye?” bêguman wê bibêjin: “Allah!”. Bibêje: “Ew ên ji xeynî Allah ku we ji wan re dûa dikirin, we ew dîtin? Eger Allah ji bo min zerarekî daxwaz bike, ma ew ê zerara wî dê ji ser min rakin? An jî eger ji bo min rahmetekî daxwaz bike ma ew ê ji rahmeta wî re wê bibin asteng?” Bibêje: “Allah besî min e. Ew ên tewekkul dikin, bila bitenê tewekkulê wî bikin.”
Ayet: 10Rûpel: 542
Lê pistepist, ji wan tiştan e ku şeytan (bi teşwîq û xemilandinê) dixwaze mûmînan pê xemgîn bike. Beyî destûra Allah, (şeytan) qet nikare bi tu awayî zerar bide wan. (Nexwe) bila mûmîn, bi tenê tewekkulê Allah bikin.
Ayet: 4Rûpel: 548
Ji we re di Îbrahîm û (mûmîn/rasûl) ên ligel wî de nimûnetîyeke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: “Em, ji we û ji wan ên ku hûn ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin dûr in/berî ne. Em we tekfir dikin (em we û rêya ku hûn li ser in red dikin). Heta ku hûn îman bi Allah tenê bînin di navbera me û we de kîn û neyartîyeke bêdawî dest pê kiriye.” Lê ew peyv ne tê de, ku Îbrahîm ji bavê xwe re (wiha) gotibû: “Bêşik ez ê ji bo te ji Allah daxwaza mexfîretê bikim. (Lê) li dij Allah qet tu feyda/sûda min nagihîje te.” Rabbê me! Me bitenê tewekkulê te kiriye û me berê xwe daye te û vegera me jî bitenê ji te re ye.
Ayet: 13Rûpel: 556
Allah... Ew e ku, ji xeynî wî (yê ku îbadet heq dike) qet tu îlâh tune. (Di wê rewşê de) ew ên mûmîn bila enceq tewekkulê Allah bikin.
Ayet: 2Rûpel: 557
Dema ku mûddeta (iddeya) xwe qedandin êdî an bi xweşikahî li wan vegerin an jî bi qencî wan berdin. Ji nav xwe du şahidê dadwer/adil bigirin û şahidîya xwe ji bo Allah rasterast bikin. Ew ên îman bi Allah û bi roja axîretê anîne re bi vêya şîret tê dayîn. Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke.
Ayet: 3Rûpel: 557
Û ji cihekî ku qet guman nedikir wî dirizqîne. Her kî tewekkulê Allah bike ew, jê re bes e. Bêguman Allah, (kîjan) emrê xwe (daxwaz bike) bicih tîne. Muheqeq Allah, ji bo her tiştî pîvan/wext/wade tayîn kiriye.
Ayet: 9Rûpel: 573
(Ew) Rabbê rojhilat û rojava ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Herwiha tu) wî wekîl bigire.