Sêhr
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
(Wê demê) Allah dê bibêje: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Nîmetên ku min daye te û dêya te bi bîr bîne. Tê bîra te, min bi Ruhu'l Qudûs (bi Cibrîl) piştgirîya te kiribû. Tu di dergûşê de û di kamiltîya xwe de bi însanan re diaxivî. Min Kitêb û hîkmet û Tewrat û Încîl hînî te kiribû. Te ji herîyê sûretê çivîkê/teyrê çêdikir û pifdikirê, bi îzna min dibû çivîk/teyr (a zindî). Dîsa bi îzna min te nexweşê gurî û kor baş dikir. Bi îzna min te mirî (ji gora/ji qebira wan) divejand/sax dikir. Dema ku tu bi delîlên eşkere ji Benî Îsraîl re hatibûyî, ji wan ên kafir hinekan digotin: “Ev ji sêhrê pê ve ne tiştekî din e” û bi astengkirina ji wan (min tu mihafeza kiribû).
Eger me ji te re Kitêbeke li ser kaxizê nivîsandî nazil bikirana û wan destên xwe jî lê bidana (dîsa jî) ew ên kafir wê bigotana: “Ev, ji sêhreke eşkere pê ve ne tiştekî din e.”
(Çi balkêş!) Qey ji mirovan re ecêb hatîye? Ji ber ku me zilamekî ji nava wan re wehîy kiriye û qotîye: “Însanan hişyar bike û mizgînê bide mumînan ku bi rastî ji wan re li bal Rabbê wan meqamên mezin hene.” Kafiran gotin: “Bêguman ev sêhrbazekî eşkere ye.”
Dema ji wan re ji bal me ve heq hat, gotibûn: “Bêguman ev sêhreke eşkere ye.”
Mûsa jî gotibû: “Dema ku heq ji we re hat, hûn dibêjin ‘Ev sêhr e?’ Halbukî sêhrbaz nagihîjin felahê/xelasîyê.”
(Wan jî) gotibûn: “Qey ji bo ku ji wê rêya me bav û kalên xwe li serê dîtin tu me vegerînî û li ser rûyê erdê mezinayî/otorîte ji we herduyan tenê re be ji me re hatî? Em bi we herduyan jî îmân naynin.”
Firewn got: “Ji min re hemû sêhrbâzên zana bînin.”
Dema sêhrbaz hatin Mûsa got: “De bavêjin (em bibînin) ya ku hûn ê bavêjin.”
Dema wan (tiştên destê xwe de) avêtin, Mûsa got: “Ev tiştê ku hûn dikin sêhr e. Bêguman Allah dê wê sêhrê betal bike. (Lewre) Allah, karê mufsîdan islah nake/nabe serî.”
Ji bona ku we îmtîhan bike/derêxe holê ka hûn kîjan amelên xweşik dikin, ew ê erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye ew (Allah) e. Wê demê arş li ser avê bû. Bi rastî eger tu ji wan re bibêjî, hûn ê jî piştî mirinê dîsa bên vejandin, wê kafir wiha bêjin: “Ev sêhreke vikîvekirî ye”.
Qet tu guman tune ku (dê wiha bibêjin:) “Çavên me hatine perde kirin. (Nexêr,) dibe ku em civakeke ku bi sêhrê ketibin in.”
Dema ew li te (bi dizî) guhdarî dikin ka ew gûh didin çi û dema ew ên zalim di nav xwe de pistepistê dikin û dibêjin: “Hûn ji mirovekî ku bi sêhrê ketîye pê ve nadin pey tu kesî” em pir qenc dizanin.
Sond be me neh ayetên/mucîzeyên eşkere dane Mûsa. Bipirse ji Benî Îsraîlîyan! Dema Mûsa ji wan re hatibû, Firewn jê re got: “Ya Mûsa! Ez bawer im ku tu muheqeq mirovekî sêhrkirî yî.”
Got: “Ya Mûsa! Ma tu ji me re hatî da ku bi vê sêhra xwe me ji welatê xwe nefîy bikî/derxînî?”
“Muheqeq em ê jî bi sêhreke weke sêhra te ji te re bînin. Herwiha di navbera me û xwe de demeke hevdîtinê diyar bike. Da ku ne em û ne jî tu (ji soza xwe) vegerin. (Cihê ku tu diyar bikî) bila nêzîkî me hemûyan be/cihekî navrast be.”
Gotin: “Ev herdu sêhrbaz in û bi sêhra xwe dixwazin we ji warê we nefîy bikin/derxînin û ew pergala we ya mengî/îdeal (ku we hetanî îro bi keda xwe ava kiriye) dixwazin xera/tune bikin.”
Got: “(Na!) Bilekîs, pêşî hûn bavêjin!” (Paşê çi bibîne) ben û gopalên wan ji ber sêhra wan wekî ku birastî direvin, jê re xûya bû.
“Wî yê di destê xwe yê rastê de bavêje! Wê ew çêkirînên wan biqurtîne. Tiştê ku wan çêkiriye bi tenê hîleyeke sêhrbazî ye. Û sêhrbaz her çi bike jî bi ser nakeve/xelas nabe.”
(Li ser vê yekê) hemû sêhrbaz bi hev re çûn secdê û wiha gotin: “Me îmân bi Rabbê Mûsa û Hârûn anî.”
(Firewn) got: “Nexwe berîya ku ez destûr bidim we îmân bi wî anî ha? Bêguman ew, mezinê we ye ku sêhrbazî hînî/fêrî we kiriye. Ez ê dest û pîyên we bi çeprastî jê bikim û we di qurmê darên xurman de daleqînim. Bi vê awayê hûn ê bibînin ka ezabê kî dijwartir û mayîndetir e.”
Gotin: “Em te qet di ser delîlên eşkere ku ji me re hatine û di ser (Allahê) xaliqê xwe re nagirin. Her çi hukmê didî bide! Bitenê tu dikarî li vê heyata dinyayê hukmê xwe biborînî.”
“Ji bo ku gunehên me/xetayên me û ew sêhrbazîya ku te bi zorê bi me dida kirin bibexşîne/efû bike, me îmân bi Rabbê xwe anîye. Allah herî bi xêrtir û mayîndetir e.”
Qelbê wan di lîstikê de ye... Ew ên zilimkar (di navbera xwe de) bi dizîka pistepistê dikin: “Ma ev ê ha jî ne mirovekî wekî we ye? Qey hûn ê ber bi çavan re bi sihrê bikevin (hûn ê teslîm bibin)?
“Ma ne hewce bû ku xezîneyek jê re bihata dayîn an jî bexçeyekî wî hebûna da ku jê bixwara?” Zaliman gotin: “Hûn bitenê didin pey zilamekî bi sêhrê ketîye.”
(Firewn) ji bijarteyên/neqaneyên derdora xwe re (got:) “Ev sêhrbazekî zana ye/pispor e.”
Sêhrbaz hatin cem Firewn û gotin: “Eger em (li dij Mûsa) bi ser bikevin êdî wê tu yê xelatekî (têrbaş) bidî me, ne wisan?”
Hemû sêhrbaz çûne secdê.
(Firewn) got: “Berîya ku min destûr daye we hûn îman pê tînin?” Bêguman ew mezinê we ye ku sêhr hînî we kiriye. Pir nêz de hûn ê bibînin/fêm bikin (Ka ez ê çi bînim serê we). Muheqeq ez ê dest û lingên we çeprastî jê bikim û ez ê we daleqînim.”
Gotin: “Bi rastî tu ji ew ên ku sêhr li wan hatîye kirin î.”
Gotin: “Bi rastî tu yek ji wan ên ku bi sêhrê ketine yî.”
Çi dema ku ayetên me yên dûrebîn/bibesîret dikin ji wan hat, gotin: “Ev, sêhreke apaşkere ye.”
Dema Mûsa bi ayetên me yên eşkere ji wan re hat, gotin: “Ev, ji sêhra lihevanînî pê ve ne tiştekî din e. Me tiştekî wiha ji bav û kalên xwe yên pêşîn nebihîstîye.”
Dema ku ji wan re ayetên me yên vikîvekirî têne xwendin wiha gotin: “Ev, dixwaze ji (îlâhên we) yê ku bavên we îbadet li wan dikirin, we rabigire pê ve ne zilamekî din e. Û wiha digotin: “Ev, bitenê bêbextîyeke lihevhatî ye.” Ew ên kafir, dema ku heq ji wan re tê, wiha gotin: “Ev, ji sêhreke vikîvekirî pê ve ne tiştekî din e.”
Û dibêjin: “Ev, ji sêhreke vikîvekirî pê ve ne tiştekî din e.”
Ji Fîrewn û Haman û Qarûn re… Gotin: “Sêhrbazekî pirzêde derewker e.”
Dema ku heq ji wan re hat wiha gotin: “Ev, sêhr e û em wê înkar dikin.”
Gotin: “Ya sêhrbaz! Ji bo me bi xatirê wê ehda daye te (ku wê dûayê te qebûl bike) ji Rabbê xwe re dûa bike. (Ger ezabê biborîne) bêşik em ê bibin ehlê hîdayetê.”
Dema ayetên me yên vikîvekirî ji wan re tên xwendin, ew ên kafir ji bo heq a ku ji wan re hatîye re wiha gotin: “Ev sêhrekî vikîvekirî ye.”
Wî bi hemû hêza xwe rû vegerand û wiha got: “(Ew) sêhrbaz an jî dîn e.”
Ew ên berîya wan jî her çiqas pêxemberek ji wan re hatibe (wekî ku ev dikin) jê re gotin: “Sêhrbaz an jî dîn.”
“Erê ma ev jî dibe ku sêhr be? Nexwe qey hûn nabînin?”
Eger ew ayetek/mucîzeyek bibînin rû vedigerînin û wiha dibêjin: “Ev, sêhreke ku rêya xwe didomîne/mehkûmê tunebûnê ye”.
Demekî Îsayê kurê Meryem jî wiha gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Bêguman ez rasûlê Allah im ku ji bo we (şandî) me. Ez Tewrata berîya xwe dirastînim û mizgînvanê wî pêxemberê me ku wê li pey min were û navê wî Ahmed e.” Gava delîlên vikîvekirî ji wan re hat wiha gotin: “Ev, sêhreke xipxûya/vikîvekirî ye.”
Û got: “Ev ji sêhreke (ji sêhrbazan) hatîye neqilkirin pê ve ne tiştekî din e.”