Bakara
Ayet: 21Rûpel: 3
Gelî însanan! Ji wî Rabbê xwe yê ku hûn û yên berî we xuliqandîyê re îbadet/evdîtî bikin, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 21Rûpel: 3
Gelî însanan! Ji wî Rabbê xwe yê ku hûn û yên berî we xuliqandîyê re îbadet/evdîtî bikin, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.
Ayet: 63Rûpel: 9
(Bi bîr bînin!) Wê dema me peymaneke zexim ji we stendibû û çiyayê Tûr li ser serê we rakiribû. (Û me gotibû): “Bi wê (Kitêb) a ku me daye we zexim bigirin û (şîret) ên di navê de bi bîr bînin da ku hûn xwe biparêzin.
Ayet: 103Rûpel: 15
Eger wan îmân bianîna û xwe (ji sêhrê) biparastina, wê li cem Allah ew ji bo wan bixêrtir bibûna. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 179Rûpel: 26
Di qisasê de ji we re heyat/jiyan heye, gelî aqilmendan! Hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.
Ayet: 183Rûpel: 27
Gelî ew ên îmân anîne! Rojî çawa li ser wan ên berîya we hatibû ferzkirin, li ser we jî hatîye ferzkirin. Hêvî heye ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin).
Ayet: 187Rûpel: 28
Di şevên rojîyê de nêzbûna/çûyîna cem jinê xwe, ji we re hatîye helalkirin. Ew libasên we ne û hûn jî libasên wan in. Allah pê dizanibû ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma tewba we qebûl kir û hûn efû kirin. Hûn êdî dikarin nêzî wan bibin û li tiştên ku Allah ji we re nivîsandîye (û kiriye para we) bigerin. Dema fecrê/şefeqê heta tayê spî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê rojîyê hetanî şevê bidomînin. Dema ku hûn di mizgeftan de dikevin îtîkafê ligel wan nebin. Ev, hidûdên/sînorên (qedexeyên) Allah in. Ji van (hidûdan) neborin. Allah ayetên xwe ji însanan re bi vê awayê beyan dike, da ku ew xwe biparêzin.
Ayet: 194Rûpel: 29
Meha heram, di berdêla meha heram de ye. Rêzgirtin/maf/destnedayînî (ku çavdêrîtîya wan pêwist e, ew) jî berhemberê hev in. Kî li dij we ji hedê xwe bibore û êrîşî we bike hûn jî êrîşî wî bikin û misil bi misil berdêl bidin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Û bizanibin ku Allah, bi Mutteqîyan re ye.
Ayet: 197Rûpel: 30
Hecc, di mehên malûm de ye. Kî di wan mehan de (bikeve îhramê û) hecc li ser xwe ferz bike; (bila bizanibe ku) di heccê de nêzîkbûna jinan û fisq û nîqaş tune/divê tune be. Hûn çi xêrê bikin Allah pê dizane. Qût/Zewade bi dest bixin! Qûtê herî bixêr, teqwa ye. Hew ji min bitirsin û xwe biparêzin, gelî aqilmendan!
Ayet: 223Rûpel: 34
Jinên we, zevîyê we ne. (Çawa ku zevî çandinî şîn dide, ew jî zarokan tînin). Hûn çawa daxwaz dikin wisa herin zevîyê xwe. Ji bo xwe amelên (ku wê di pêş de feyde bidin we) teqdîm bikin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin ku bêşik hûn ê (rojekê) rastî/leqayî wî bên. Mizginî bide mumînan.
Ayet: 25Rûpel: 52
Gelo di wê roja ku (pêk hatina wê) bêgumane de, dema ku em wan dicivînin wê (rewşa wan) çawa çêbe? Paşê her nefs, çi bi dest xwe xistibe wê bê kêmasî jê re bê dayîn; neheqî jî li wan nayê kirin?
Ayet: 76Rûpel: 58
(Nexêr, ne wisan e!) Kî ehda xwe pêk bîne û (ji Allah) bitirse û xwe biparêze, Allah hez Mutteqîyan dike.
Ayet: 120Rûpel: 64
Eger qencîyek bigihîje we, ew wan xemgîn dike, lê musîbetek bi serê we de bê, ew bi vê kêfxweş dibin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin, kemînên wan tu zerarê nade we. Bêguman Allah, li ser amelên wan (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.
Ayet: 125Rûpel: 65
Belê, eger hûn sebir bikin û xwe biparêzin –ew ji nîşka ve êrîşî we bikin jî- wê Rabbê we bi pênc hezar melâiketên binîşan alîkarîya we bike.
Ayet: 172Rûpel: 71
(Ew in ku; li Uhudê) piştî ku birîndar bibûn jî îcabetî banga Allah û Rasûlê wî kirin. Ew ên (ji wan in û) evdîtîya xwe herî xweşik dikin û ditirsin û xwe diparêzin re ecirekî mezin heye.
Ayet: 179Rûpel: 72
Allah, hetanî xebîsîyê û paqijîyê ji hevdu neveqetîne, mumînan di wê rewşa ku hûn li ser in de nahêle. Allah we ji xeybê agahdar nake. Lê Allah (ji bo agahdarîya xeybê) ji pêxemberên xwe kîjanî bixwaze, wî hildibijêre. Bi Allah û bi pexemberên wî îman bînin. Eger hûn îmân bînin û bitirsin û xwe biparêzin ji we re ecirekî mezin heye.
Ayet: 186Rûpel: 73
Sond be, hûn ê der heqê malên xwe û canên xwe de bêne ceribandin û hûn ê ji Ehlê Kitêb û ji muşrîkan pir gotinên xemdar/peyvên kesernak bibihîzin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin bêguman ev, ji karên hêjayê melavîyê/biryardarîyê ye.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 128Rûpel: 98
Eger jinek ji serkêşîya mêrê xwe an jî ji rûvegerandina (ji dûrketina wê) bi tirs be ji wan herduyan re tu guneh tune ku di navbera xwe de sulhekê bikin. Sulh (ji vebijêrkên zewaca bi pirsgirêk an jî ji berdan û ji serkêşîyê) herî bi xêrtir e. (Ligel vê yekê) di nefsan de çavnebarî û hesûdî dike. Eger hûn (qencîyê) li hevdu bikin û hûn xwe (heqên xwe yên berhemberê hevdu de) xwe ji Allah biparêzin, bêguman Allah ji karûkirinên we agahdar e.
Ayet: 129Rûpel: 98
Hûn çi qas bixwazin jî di navbera jinan de (di mijara hezkirinê de) nikarin edaletê pêk bînin. (Teqez hûn ê zêdetir hez yekê ji wan bikin.) Nexwe bi temamî meyla xwe nedin yekê û ya din jî wek girêdayî be (di navbera weke ku ne bi mêr be û ne jî berdayî be) nehêlin. Eger hûn navbera wan çêbikin û (ji Allah) bitirsin û xwe biparêzin Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqûbeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 8Rûpel: 107
Gelî ew ên îmân anîne! Ji bo Allah bi şahidîyeke adil heqîyê qaîm bikin (rakin pîya). Buxza/kîna we ya li hemberî qewmekî bila we ji edaletê nevegerîne. Dadwer bin/Adil bin! Lewre ev (adilbûn) nêzîktirê teqwayê ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, ji amelên ku hûn dikin agahdar e.
Ayet: 65Rûpel: 118
Eger Ehlê Kitêb îmân bianîya û ji (Allah) bitirsîyana û xwe biparastana me yê qisûrên wan binuxamta û ew bixistana cennetên Naîm.
Ayet: 93Rûpel: 122
(Eger hûn ehwalê wan kesên berî heramkirina wê vexwaribûn û ji wan ên mirine meraq dikin, bizanibin ku) ji ew ên îmân anîne û amelên salih kirine re, -dema ku îmân anîbin û xwe parastibin û amelên salih kiribin û paşê îmân anîbin û xwe parastibin û piştre (dîsa) xwe parastibin û amelên salih kiribin- ji ber tiştên ku (berîya bê heramkirin) tam kirine (berê de vexwarine), ji wan re guneh tune. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 32Rûpel: 130
Jiyana dinyayê bes ji lîstik û şahîyê pêkhatî ye. Ji wan kesên ku (ji ezabê Allah) ditirsin re, axîret bixêrtir e. Erê, ma hê jî hûn aqil nagirin?
Ayet: 51Rûpel: 132
Tu ew (mumîn) ên ditirsin ku wê di hizûra Rabbê xwe de bêne civandin bi wê (Qur'anê) wan hişyar bike. Ji wî (ji Allah) pê ve ji bo wan ne dost û ne jî şefaetvan heye. (Wan bi Qur'anê hişyar bike ku) hêvî heye bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 69Rûpel: 135
Ji Mutteqîyan re, ji hisabê wan (muşrîkan) qet tu mesûlîyet tune. Lê (ji bo wan ên ku noqî ayetên Allah bûne) ji bo ku xwe biparêzin bibîrxistin divê/hewce ye.
Ayet: 26Rûpel: 152
Gelî zaroyên Âdem! Me ji we re libasên ku awretê we dinuximîne û hûn pê dixemilin daxist. Lê libasa teqwayê herî bi xêrtir e. (Hûn çawa derveyî xwe bi libasê dixemilînin qelbê xwe jî bi teqwayê bixemilînin. Ev ji bo we bi xêrtir e.) Ev (nîmet) ên hanê, ji bo ku ew bifikirin û şîret bigirin ji ayetên Allah in.
Ayet: 35Rûpel: 153
Gelî zaroyên Âdem! Dema ji nava we, pêxemberên ji we re ayetên min dixwînin/vedibêjin hatin her kî xwe bisitirîne û (nefsa xwe) islah bike, ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn/mehzun jî nabin.
Ayet: 63Rûpel: 157
Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin û merhamet li we bê kirin, ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye?
Ayet: 65Rûpel: 157
Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ma hê jî hûn natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 96Rûpel: 162
Eger ehlê wan welatan îmân bianîna û xwe (ji Allah) biparastana, me yê di ser wan de ji erd û esmanan (derîyê) bereketê vekira. Lê wan derewandin. Me jî ji ber tişt (guneh) ên ku bi dest xwe xistibûn bi (ezab) wan girt.
Ayet: 128Rûpel: 164
Mûsa ji qewmê xwe re (wiha) got: “Ji Allah alîkarîyê bixwazin û sebir bikin. Bêguman ser rûyê erdê/dinya aîdê Allah e. Ew ji evdên xwe ji bo kî bixwaze dide wî/dike waris. Aqûbet/dawîya xweş yê Mutteqîyan e.”
Ayet: 156Rûpel: 169
“Ji me re li vê dinyayê jî û li axîretê jî hasenatê/qencîyê binivîse. Bêguman (bi tobê û bi hêvîya hîdayetê) me berê xwe daye te.” (Allah) got: “Ez ezabê xwe ji kî re daxwaz bikim tînim serê wî. Lê rahmeta min her tiştî dorpêç kiriye. Ez ê wê (rahmetê) ji ew ên xwe diparêzin û zekâtê didin û bi ayetên me îmân tînin re binivîsim.”
Ayet: 164Rûpel: 171
Dema ku ji wan komekî gotin: “Hûn ji bo çi ji qewmekî wisa re şîretan dikin ku Allah dê wan helak bike an jî wê bi ezabekî dijwar wan bide ezabkirin? (Şîretkaran) gotibûn: “Ji bo ku li cem Rabbê we bibe mazeret û hêvî dibe ku xwe biparêzin”.
Ayet: 169Rûpel: 171
Di pey wan de hin kesên (ne qenc) ji Kitêbê re bûne waris. Ewana malê dinyayê yên bêqîmet distendin/digirtin û wiha digotin: “Ji xwe (çawa be jî) wê gunehên me bên bexişandin!” (Qaşo/goya digel toba xwe) dema ku malê dinyayê yên bêqîmet ji wan re dihat, dîsa digirtin/distendin. Erê ma di Kitêbê de peyman ji wan nehatibû sitendin ku ew li ser (navê) Allah ji rastîyê pê ve tiştekî din nebêjin? Halbûkî ewana ew kes bûn ku tiştên di Kitêbê de bênavber dixwendin. Ji bo Mutteqîyan warê axîretê bixêrtir e. Ma hûn aqil nagirin?
Ayet: 171Rûpel: 172
(Bi bîr bînin!) Demekî me çiya (yê Tûr) weke sîwanekî di ser wan de rakiribû û wan guman dikir ku wê di ser wan de bikeve. (Me ji wan re wiha şîret kir:) “Tiştên min daye we bi bîr bînin û zexm bigirin ku hûn xwe biparêzin.”
Ayet: 29Rûpel: 179
Gelî ew ên îmân anîne! Eger hûn ji Allah bitirsin û xwe biparêzin wê furqan (a ku hûn pê heq û batil û ya bi feyde û bi zerar ji hevdu veqetînin) bide we û qisûrên we binixûmîne û we efû bike. Allah xwedîyê lutf û îhsana mezin e.
Ayet: 36Rûpel: 191
Bêguman ji roja ku erd û esman xuliqandîye pê ve li gorî Kitêba Allah, hejmara mehan li îndallah/li cem Allah dozdeh in. Çar ji wan mehên heram in (ku di wan de şer qedexeye). Ha dînê rasterast ev e. Êdî di wan mehan de (bi binpêkirina hudûdullah) zilmê li xwe nekin. Çawa ku muşrîk tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re bi tevahî şer bikin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.
Ayet: 44Rûpel: 193
Ew ên bi Allah û bi roja axîretê îmân anîne û bi can û malên xwe di rêya Allah de cîhadê bikin (ji bo li paş bimînin) ji te destûr naxwazin. Allah bi Mutteqîyan dizane.
Ayet: 108Rûpel: 203
Tu, li wê derê ebedîyen (ji bo nimêjê) nesekine! Sekna te ya (ji bo nimêjê) li wê mizgefta ku ji roja ewil pê ve li ser teqwayê hatîye avakirin çêtir e. Li wir zilamên ku hez paqijîyê dikin hene. Allah, ji wan ên ku xwe paqij dikin hez dike.
Ayet: 109Rûpel: 203
Erê, ma ew kesê ku rikna avahîya/mizgefta xwe li ser teqwa û rizaya Allah çêkiriye bixêr e; an jî ew ê avahîya xwe di kevîya kortalekî de çêkiriye û bi wî re gêrî agirê cehennemê dibe (bixêrtir e)? Allah civaka zaliman hîdayet nake.
Ayet: 123Rûpel: 206
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn bi kafirên nêzî xwe re şer bikin û bila di we de dijwarî bibînin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.
Ayet: 6Rûpel: 207
Bêguman di guherandina şev û rojê de û di tiştên ku Allah li erd û esmanan xuliqandîye de ji bo qewmekî ku xwe biparêze ayetên/delîlên (ku delaleta/rênîşanîya hêz û ezameta Allah dikin) heye.
Ayet: 31Rûpel: 211
Bibêje: “Ew ê ku ji erd û esmanan riziq dide we kî ye? guh û çavan kî ye? Ew ê ji mirîyan zindî û ji zindîyan jî mirî derdixe kî ye? Îş û karan kî digerîne/birêve dibe?” Wê bibêjin: “Allah” Bibêje: “Her wiha hûn natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 49Rûpel: 226
Evana ji xeberên xeybê ne ku em ji te re wehîy dikin. Berê ne te û ne jî qewmê te (bi van agahîyan) dizanîbûn. (Nexwe) sebir bike! Bêguman aqûbet bes ji Mutteqîyan re ye.
Ayet: 90Rûpel: 245
Gotin: “(Erê,) bi rastî ma tu Yûsuf î?” Got: “Ez Yûsuf im, ev jî birayê min e. Allah kerem bi me kir. Bêguman her kê xwe biparêze û sebir bike Allah mikafata muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) zayî nake.”
Ayet: 109Rûpel: 247
Me berîya te ji xelkên bajaran re, ji wan zilamên ku me jê re wehîy kiriye pê ve kesekî (wek rasûl) ne şandîye. Gelo qey li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên pêşîya wan çawa bûye? Bêguman warê axîretê ji bo Mutteqîyan re bixêrtir e. Hûn aqil nagirin?
Ayet: 52Rûpel: 271
Li erd û esmanan çi hebin bitemamî aîdê wî ne. Dînê mayînde jî (Îbadeta/Evdîtîya bênavber û serwerîya mutleq aîdê Allah e.) Ma hûn ê ji xeynî Allah ji tiştekî din bitirsin û xwe biparêzin?
Ayet: 128Rûpel: 280
Bêşik Allah, bi Mutteqîyan re û bi muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) re ye.
Ayet: 113Rûpel: 318
Her wiha me li ser zimanê Erebî ev Qur'an nazil kir. Me tiştên bi xewf in (waîdan/tehdîdan) bi eşkerehî beyan kir, hêvî heye ku xwe biparêzin an jî şîret bigirin.
Ayet: 37Rûpel: 335
Ne goşt û ne jî xwîna wan (qurbanan) digihîje Allah. Lê teqwa we digihîje Allah. Herwiha ji ber ku wan (heywanan ji bo hûn bi rihetî serjê bikin) ji we re sernerm kiriye û we hîdayet kiriye da ku hûn jî di muqabilê vê de Allah tekbîr/berz bikin. Mizgînê bide muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin)!
Ayet: 23Rûpel: 342
Sond be, me Nûh ji qewmê wî re şand. “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Hûn (ji Allah) natirsin?”
Ayet: 31Rûpel: 343
Paşê me li dûv wan de neslekî din ava kir.
Ayet: 32Rûpel: 343
Me ji wan re jî ji nav wan bixwe pêxemberek şand (da ku wiha gazî wan bike:) “Ji Allah re îbadetê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Hûn (ji Allah) natirsin?”
Ayet: 86Rûpel: 346
Bibêje: “Rabbê heft asîman û erşê azîm kî ye?”
Ayet: 87Rûpel: 346
Wê bibêjin: “Allah.” Bibêje: “Ma hûn natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 52Rûpel: 355
Kî jî îtaetê Allah û Rasûlê wî bike û ji Allah (bi rêzdarî) bitirse û (ji ezabê wî) xwe biparêze, yên kesbdar/biqezenc in, ew bixwe ne.
Ayet: 106Rûpel: 370
Wê demê birayê wan Nûh ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin.”
Ayet: 107Rûpel: 370
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ayet: 124Rûpel: 371
Wê demê birayê wan Hûd ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 125Rûpel: 371
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ayet: 126Rûpel: 371
Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.
Ayet: 142Rûpel: 372
Wê demê birayê wan Salih ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 143Rûpel: 372
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ayet: 144Rûpel: 372
“Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
Ayet: 161Rûpel: 373
Wê demê birayê wan Lût ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin.”
Ayet: 162Rûpel: 373
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ayet: 163Rûpel: 373
“(Nexwe) ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
Ayet: 83Rûpel: 394
Ha (ev) warê axîretê ye. Em wê didin wan kesên ku li ser rûyê erdê fesadê naxwazin û çavdêrîya bitirtîyê nakin. Aqûbet (a xweşik) yê Mutteqîyan e.
Ayet: 123Rûpel: 449
Muheqeq Îlyas jî ji pêxemberên mursel e/şandî ye.
Ayet: 124Rûpel: 449
Wê demê ji gelê xwe re got: “Ma hûn (ji Allah) natirsin û xwe biparêzin?”
Ayet: 27Rûpel: 460
Sond be, me di vê Qur'anê de ji bo însanan gelek mîsalan daye da ku ew jê şîret bigirin.
Ayet: 28Rûpel: 460
Me bi vê Qur'ana Erebî (mîsalan da) ku tê de qet tu xwarîtî/şaşîtî tune. Hêvî heye ku bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 36Rûpel: 509
Jiyana dinyayê ji lîstik û şahîyê pêkhatî ye. Eger hûn îman bînin û bitirsin û xwe biparêzin (Allah,) ecirên we dide û malê we jî naxwaze.
Ayet: 3Rûpel: 514
Qet tu guman tune, ew ên ku li cem Rasûlullah dengê xwe kêm dikin; ew in ku Allah (dilsozîya qelbên wan dît û wan kir ji muxlîsan û) qelbên wan ji bo teqwayê îmtîhan kiriye. Ji wan re mexfîret û xelateke mezin heye.
Ayet: 13Rûpel: 516
Gelî însanan! Bêguman me hûn ji mêrek û jinek xuliqand. Ji bo ku hûn hevdu nas bikin me hûn kirin qewm û qebîleyan. Bi rastî li îndallah/li cem Allah ji we ya herî bi rûmet ew ê pir xwedî teqwa ye. Bêguman Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ayet: 9Rûpel: 542
Gelî ew ên îman anîne! Dema ku hûn pistepistê bikin, li ser gunehkarîyê û dijminahîyê û di îsyana pêxember de pistepistê nekin. (Eger hûn pistepist/kûlîs bikin jî) li ser teqwayê biaxivin. Ji wî Allahê ku hûn ê di hizûra wî de (bên vejandin û) bicivin bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 2Rûpel: 557
Dema ku mûddeta (iddeya) xwe qedandin êdî an bi xweşikahî li wan vegerin an jî bi qencî wan berdin. Ji nav xwe du şahidê dadwer/adil bigirin û şahidîya xwe ji bo Allah rasterast bikin. Ew ên îman bi Allah û bi roja axîretê anîne re bi vêya şîret tê dayîn. Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke.
Ayet: 3Rûpel: 557
Û ji cihekî ku qet guman nedikir wî dirizqîne. Her kî tewekkulê Allah bike ew, jê re bes e. Bêguman Allah, (kîjan) emrê xwe (daxwaz bike) bicih tîne. Muheqeq Allah, ji bo her tiştî pîvan/wext/wade tayîn kiriye.
Ayet: 4Rûpel: 557
Jinên we yên ku ji heyzê hatine birîn û ew ên hêj neketine heyzê -eger hûn bikevin gumanê- iddeya wan sê meh e. Ew ên bihemil jî (iddeya wan) danîna barê wan e (çêbûna zarok e). Kî ji Allah bitirse û xwe biparêze, (Allah jî) karê wî hêsan dike.
Ayet: 5Rûpel: 557
Ev, emrê Allah e ku ji we re daxistîye. Kî ji Allah bitirse û xwe biparêze, (Allah jî) qisûrên wî dinixûmîne û xelata wî mezin dike.