(Bi bîr bînin!) Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! We bi (îlâh) girtina golikê zilim li nefsa xwe kir. Ji xaliqê xwe re tobe bikin û nefsên xwe bikujin. Ev, ji bo we li cem xaliqê we çêtir e.” Piştre (Allah) we ji tobê re muweffeq kir/tobeyên we qebûl kir. Bêguman ew (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bêguman piştî ku me di Kitêbê de ji însanan re beyan kir pê ve ew kesên delîlên eşkere û hîdayeta ku me nazil kiriye vedişêrin (hene!), Allah lanetê li wan dike û hemû lanetkar jî lanetê li wan dikin.
Ew ên (ji gunehê xwe) tobe dikin û (xetayên kirine ji însanan re) eşkere dikin ne tê de (ji vê lanetê îstisna) ne. Ez tobeya wan qebûl dikim. Û ez (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm im.
Der heqê heyzê (bênimêjîya jinan) de ji te dipirsin. Bibêje: “Ew (heyz/bênimêjîya jinan) ezîyet e.” Di dema heyzê de ji (nêzbûna) jinên xwe dûr bimînin. Dema (heyz qedîya û) paqij dibin (ji bo cîmayê) nêzî wan nebin. Dema (xwe şûştin û) paqij bûn, êdî ji cihê ku Allah li we emir kiriye nêzî wan bibin. Bêguman Allah ji wan kesên ku pir tobe dikin hez dike. Ji kesên xwe pir paqij dikin jî hez dike.
Ma qey Allah qewmekî ku îmân anî û şahidî dan ku pêxember heq e û delîlên eşkere ji wan re hatin, piştre bi nankorî dîsa kafir bibin wê çawa bigihîne hîdayetê? Allah qewmekî zalim nagihîne hîdayetê.
(Ew ên ha hîdayetê heq nakin.) Cezayên wan ev e: Laneta Allah û melâîketan û hemû însanan li ser wan e.
Wê di vê (lanetê de) ebedî bimînin. Ezabê wan jî nayê sivikkirin û ji wan re qet rûmet tune/ji wan re muhlet nayê dayîn.
Lê ew ên tobe dikin û paşê (rewşa) xwe rast dikin (ew) ne tê de. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bêguman ew ên piştî îmanê înkar kirine û paşê di kufra xwe de zêde pê de çûne (di sefên kafiran de cih girtine û neyartî li mumînan kirine an jî li ser îrtîdadê mirine); tobeya wan qebûl nabe. Ew ên rêşaş ew bixwe ne.
Ji nav we ew ên ku zinayê dikin, ezîyetê bidin wan. Eger tobe bikin û xwe rast bikin êdî dev ji ezîyetê berdin. Lewre Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ew tobeya ku Allah (ji bo qebilandina wê soz daye û) li ser xwe girtîye tobeya wan kesane ku bi nezanîn gunehan dikin û paşê ji gunehên xwe vedigerin. Allah tobeya wan qebûl dike. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Lê ew ên (bê tobedarî) xerabîyê dikin û dema mirin bi ser wan de digire dibêjin: ‘Min a niha tobe kir’ û ew ên li ser kufrê dimirin, tobeya wan tune. Me ji wan re ezabekî biêş û jan hazir kiriye.
Bêguman munafiq, di agir de di tebeqê herî jêrîn de ne. Tu ji bo wan qet alîkarekî jî nabînî.
Ew ên tobe kirine û halê xwe (xetayên xwe) sererast kirine û bi Allah ve girtine û ew ên dînê xwe (bê tevlîhevîya şirk û rîyayê) ji bo Allah xalis kirine; ha evana (ne bi munafiqan) bi mumînan re ne. Û Allah wê ecirekî mezin bide mumînan.
Ji ber (xerabî) yên kirine û wek cezayekî ji Allah destê mêr û jinên diz jêbikin. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Kî di piştî zilma/neheqîya ku kiriye de tobe bike û (xetayên) xwe sererast bike bêşik Allah tobeya wî qebûl dike. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Dema ew ên îmân bi ayetên me anîne tên cem te (ji wan re) bibêje: “Silav li ser we, Rabbê we rahmet li ser xwe nivîsandîye. (Wisan ku:) Ji we kî bi nezanî xerabîyekê bike û piştî vêya tobe bike û (xetayê xwe) rast bike, bêguman ew (Allah, yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”
Mûsa, hat cihê kifşkirî û dema Rabbê wî pê re axivî/peyivî (wiha) got: “Rabbê min! Xwe nîşanî min bide, ez te bibînim.” (Allah) got: “Tu nikarî min bibînî. Lê belê li vî çiyayî binêre. Eger ew di cihê xwe de bimîne tu yê min bibînî.” Dema Rabbê wî tecellîyê çiya kir ew parçe parçe bû û Mûsa xeriqî/jidilborî û tera bû. Dema hate ser hişê xwe wiha got: “Ez te (ji hemû kêmasîyan) tenzîh dikim. Ez ji te re tobe dikim û ez pêşîkê mumînan im.”
Ew ên amelên xerab kirine û piştre tobe kirine û îmân anîne jî; bêguman Rabbê te piştî vêya (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji bo wexta ku me danîbû Mûsa ji qewmê xwe heftê zilam hilbijartibû. (Ji bo vê gotina wan “Heta em Allah bi eşkerehî nebînin em îmân bi te naynin” wek ceza) erdhêja dijwar bi wan girt, (Mûsa) got: “Rabbê min! Eger te bixwesta tu yê min û wan hêj berê de helak bikirana. Ma tu yê a niha ji ber çend heb sefîhên/kêmaqilên di nava me de, tu yê me helak bikî? Lê ev bûyer/hadîse ji îmtîhana te pê ve ne tiştekî din e. Bi vê tu kî bixwazî dixerifînî û kî jî bixwazî digihînî hîdayetê. Dostê me/Welîyê me tu yî. Êdî me efû bike û rahme li me bike. Tu bixêrtirê Xafûran/Efûkaran î.”
“Ji me re li vê dinyayê jî û li axîretê jî hasenatê/qencîyê binivîse. Bêguman (bi tobê û bi hêvîya hîdayetê) me berê xwe daye te.” (Allah) got: “Ez ezabê xwe ji kî re daxwaz bikim tînim serê wî. Lê rahmeta min her tiştî dorpêç kiriye. Ez ê wê (rahmetê) ji ew ên xwe diparêzin û zekâtê didin û bi ayetên me îmân tînin re binivîsim.”
Ew der heqê mumînan de ne li eqrebatîyê dinêrin ne jî peymana ku dane nas dikin. Ha ew, yên ji hedê xwe borîne bixwe ne.
Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin êdî ew di dîn de birayên we ne. Em ji bo civakeke zana ayetên xwe wiha bi hûrgilî/bi teferûet beyan dikin.
Sond be Allah, li ser Nebî û Muhacir û Ensarîyan tobe îhsan kir. Wê gavê di nava wan de hindik mabû dilê hinekan biterişîya. Lê Allah tobeya wan qebûl kir. Lewre ew li ser wan (evdên xwe pir bi şefqet) Raûf û (pir bi merhamet) Rahîm e.
Her wiha (tobeya) her sê kesên ku ji şer paş mabûn jî (pejirand). Wisan ku bi hemû firehîya xwe dinya li wan teng bû û bêhn li wan çikîyayî bû/ji ezaba wijdanê gevizîn/perpitîn. Fêm kirin ku ji Allah pê ve qet tu melce/sitargeh tune. Paşê (Allah), ji bo ku tobe bikin wan ji tobê re muweffeq kir. Bêguman Allah (ew ê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Elif, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbeke wisan e ku ayetên wê muhkem in, paşê ji alîyê Allahê (xwedî hukim û hikmet) Hakîm û (ji her tiştî agahdar) Xebîr ve bi teferûet hatîye beyankirin.
(Ev ayetên ji hêla/ji alîyê Allah ve muhkemkirî û bi teferûet beyankirî ne, sebebê wê ev e ku) hûn ji Allah pê ve îbadetê tiştekî din nekin. Bêguman ez ji terefê wî (Allah) ve ji bo we bi hişyarkerî û mizgînvanî hatime şandin.
Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin û paşê jê re tobe bikin. (Di muqabilê vê de) heta demeke diyarkirî wê bi awayekî rind heyata we bi xweşî û bi feyde bidomîne û dê ji lutf û kerema xwe bide çi kesê xwedî fezîlet in. Eger hûn rû vegerînin, bêguman ez der heqê we de ji ezabê rojeke mezin ditirsim.
“Gelî qewmê min! Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin. Paşê ji wî re tobe bikin ku bila ji asîman di ser we de rahmetê (baranê) bibarîne û hêz li ser hêza we zêde bike. Hûn wek mucrîmên gunehkar rû nevegerînin.”
Me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wî hûn ji erdê (ji axê) xuliqandin û ji ber ku hûn wê derê îmar bikin û heyata xwe bidomînin hûn li wir daye jiyandin. Ji wî mexfîretê bixwazin, paşê jê re tobe bikin. Lewre Rabbê min (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb û (îcabetî dûayan û daxwazan dike) Mucîb e.
Sond be me Kitêb da Mûsa. Paşê di wê de ketin îxtîlafê. Eger di berê de peymaneke Rabbê te tunebûya muheqeq wê di nava wan de hukim bihata danîn. Bi rastî ew di heqê wê (Tewratê) de di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.
Bêguman Rabbê te wê hemberê/berdêla amelên wan bêkêmasî bide wan. (Lewre) ew, ji amelên wan agahdar e.
Tu û ew ên bi te re tobe kirine çawa ku li te hatîye emirkirin rast be (rast bin)! Bitir nebin! (Lewre) ew, kar û kirinên we dibîne.
Paşê bi rastî Rabbê te ji bo yên ku bi nezanî guneh kirine û piştre ji vêya tobe dikin û (rewşa) xwe rast dikin, ji bo wan (kesên wisan re) Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Rabbê we bi tiştên di nefsên we de ye herî qenc dizane. Eger hûn bibin însanên salih, qet tu guman tune ku (Allah) ji bo wan ên ku berê xwe pirzêde didin wî/ji bo wan ên ewwabîn re pir bexşende ye/xafûr e.
Evana, ew in ku Allah nîmet daye wan; pêxemberên ji zurîyeta Âdem in û yên me bi Nûh re (di keştîyê de) kişandine û ji zurîyeta Îbrahîm û Îsraîl (Yaqûb) in û me ew hilbijartine û gihîştandine hîdayetê ne. Dema ku ji wan re ayetên Rahmân têne xwendin bi kelegirî diçin secdê.
Paşê di pey wan de nesleke wisan hat ku nimêj zîyan/îhmal kirin û dane pey şehewatên xwe. Ew ên hanê wê leqayî xayy (cureya ezabekî taybet) bibin.
Lê ew ên tobe dikin û îmân anîne û amelên salih kirine ne têde. Wê ew bikevin cennetê û qet tu neheqî li wan neyê kirin.
(Ew) cennetên Adn ku; Rahmân ew bi xiyabî ji evdên xwe re wead kiriye. Bêguman dê weada wî were cih.
Ew li wê derê peyva batil nabihîzin. (Tiştê ku seh dikin) bi tenê silav e. Û ji wan re sibeh û êvar rizqê wan heye.
Ew cenneta ku em ê bidin evdên xwe yên xwedî teqwa ev e.
Bêguman ez li ser wan ên ku tobe dikin û îmân anîne û amelê salih dikin û gihîştine hîdayetê pir efûkar/mihrîvan im.
Şeytan weswese da wî û jê re wiha got: “Ya Âdem! Ez ji te re dara sermedîyê/bêdawîtîyê (ku dema bixwî tu yê bibî ji nemiran) û milkê ku naqede nîşanî te bidim?
(Her duyan jî) jê xwarin û hema cihên eyb/ewretên wan ji wan ve hate xuyakirin. Bi pelên cennetê xwe nixumandin. Âdem, ji Rabbê xwe re îsyan kir û rêya xwe şaş kir.
Paşê Rabbê wî ew hilbijart û toba wî pejirand û hîdayet kir.
Kesên ku bêbextîya zinayê davêjin ser jinên bi îffet/bi namûs û paşê nikarin (li ser rastîya îdîayên xwe) çar şahid bînin, hûn heştê dar/şiv li wan bixin û êdî ebedîyen şahidîya wan qebûl nekin. Ha ev ên hanê, fasiq bixwe ne.
Ew ên ku di pey vê de tobe dikin û (rewşa) xwe sererast dikin ne tê de. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji jinên mumînê re jî bibêje: “(Bila) çavên xwe (ji heramîyê) bigirin û îffetên xwe biparêzin.” Ew ên jiber xwe ve derdikevin ne tê de bila zînetên xwe jî dernexin/nîşan nedin. Bila terhîyên/çarikên serê xwe (bi awayê ku ser û sitû û singên wan binuxmîne) di ser berstûka/berqirika xwe de berdin. Bila zînetên xwe ji xeynî mêrên xwe û ji bavên xwe û ji xezûrên xwe û ji zaroyên xwe û ji kurên mêrên xwe (yên ji jinekî din welidî ne) û ji birayên xwe û ji birazîyên xwe û ji xwarzîyên xwe û ji jinên ji mala xwe û ji qerwaşên xwe (yên li ber destê wan in) û ji xizmetkarên xwe yên zilam (ku qet tu hewes û pêdivîya wan bi jinan nemaye) û ji zarokên xwe yên ku hêj bi awreta jinan tênagihîjin pê ve nîşanî tu kesî nedin. Ji bo ku zînetên wan ên veşartî fêm bibe/bê zanîn bila lingên xwe li erdê nedin. Gelî mûmînan! Hûn hemû bi hev re tobe bikin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/felahê.
Ew, ligel Allah ji îlâhekî din re dûa nakin û (weke qisasê, sebebekî şer’î ne têde) bi neheqî canê ku Allah heram kiriye nakujin û zinayê jî nakin. Her kî jî evana bike wê rûbirûyê cezayekî bibe.
Roja qiyametê wê ezabê wî qat bi qat zêdetir bibe û (di nava ezabê de) bi rewşeke kêmxistî wê bêdawî bimîne.
(Lê) ew ên tobe kirine û îman anîne û amelên salih kirine ne têde ne. Allah, gunehên wan bi xêran diguherîne (an jî şirka wan bi îmanê û mêrkujîya wan bi islahê û zinayê wan jî bi îffetê diguherîne). Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Kî jî tobe bike û amelên salih bike bêguman ew ê bi tobeyeke meqbûl bi bal Allah ve vegere.
Wê rojê dê (Allah, wiha) gazî wan bike: “We çi bersiv da pêxemberan?”
Ew roj, agahî bitevahî ji wan re girtî dimînin (nizanin wê çi bersiv bidin). Ew nikarin pirs jî ji hev bikin.
Kî jî tobedar be û îman bîne û amelên salih bike, hêvî heye ku ew bibe ji xelasbûyîyan.
Ji mumînan egîdên/mêrxasên wisan hene ku; bi ehda xwe ya ku bi Allah re çêkirine sadiq mane. Hin ji wan ehda xwe anîn cih (şehîd bûn) û hin jî li hêvîyê ne. (Ehda xwe) qethîyen neguhartine.
Allah, kesên dilrast/sadiq, ji ber rastîya wan ve wê xelat bike; heçî li munafiqan jî eger bixwaze wê ezab li wan bike û bixwaze jî wê tobeya wan qebûl bike. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bêguman me teklîfa emanetê (berpirsîyarîya şer’î/îradeyê û mukellefîyetê) li esman û erd û çiyan kir. Lê ji hilgirtina wê xwe dane paş. Û wan xwe bi fikar/endîşe ve berdan. (Lê) însan ew hilgirt. Lewre ew, pir zalim û pir nezan e.
(Ev teklîf) ji bo ku Allah ezabê li mêr û jinên munafiq û mêr û jinên muşrîk bike û ji bo tobeya zilam û jinên mumîn qebûl bike (û wan bibexşîne) ye. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Erê ma wan erd û esmanên li pêş û paşîya xwe nedîtin? Eger em bixwazin, em ê wan binerd bikin an jî ji asîman di ser wan de parçekirî daxînin. Bêguman di vêya de, ji bo her evdekî munîb (ên ku berê xwe pirzêde didin Allah) re ayetekî (bi îbret) heye.
Ew ên erşê hildigirin û li dora wê ne, Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û îman pê tînin û ji bo mûmînan daxwaza bexişandinê dikin: “Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye. Tu wan ên tobe kirine û didin pey rêya te mexfîret bike û wan ji ezabê cehennemê biparêze.”
“Wan ji xerabîyan biparêze. Wê rojê te kî ji xerabîyan parastibe, bêguman te merhamet lê kiriye. Û ev, xelasîyeke herî mezin e.”
Ew ê ku ayetên xwe nîşanî we dide û ji bo we ji asîman riziq dadixîne ew e. Ji ew ên ku berê xwe didin Allah pê ve tu kes şîret nagire.
Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”
Ha evana kesên wisan in ku, em amelên wan ên xweşik qebûl dikin û gunehên wan dibexşînin û ew di nava ehlê cennetê de ne. (Ev,) ehda/soza rastîyê ya ku ji wan re hatibû weadkirin e.
Cennet, ji Mutteqîyan re ne dûr e, hatîye nêzîkkirin.
Ev, ji her yekî ji we ku berê xwe daye Allah (û hudûdên wî) diparêze re ya ku hatîye weadkirin e.
Gelî ew ên îman anîne! Dema ku hûn bi dizî/wek xafî (pirsgirêkekî xwe bibin cem) pêxember, berîya ku hûn biaxivin sedeqe bidin. Ev, ji bo we herî bixêrtir û paqijtir e. Eger hûn (ji bo dayînê sedeqeyekî) nebînin, bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ma qey berîya axaftinên xwe yên bi dizî hûn ji dayîna sedeqeyan tirsîyan? Madem we nekir, Allah toba we qebûl kir. (Di wê rewşê de) nimêja xwe bikin û zekâtê bidin û îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin. Allah, ji karûkirinên we agahdar e.
Ji we re di Îbrahîm û (mûmîn/rasûl) ên ligel wî de nimûnetîyeke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: “Em, ji we û ji wan ên ku hûn ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin dûr in/berî ne. Em we tekfir dikin (em we û rêya ku hûn li ser in red dikin). Heta ku hûn îman bi Allah tenê bînin di navbera me û we de kîn û neyartîyeke bêdawî dest pê kiriye.” Lê ew peyv ne tê de, ku Îbrahîm ji bavê xwe re (wiha) gotibû: “Bêşik ez ê ji bo te ji Allah daxwaza mexfîretê bikim. (Lê) li dij Allah qet tu feyda/sûda min nagihîje te.” Rabbê me! Me bitenê tewekkulê te kiriye û me berê xwe daye te û vegera me jî bitenê ji te re ye.
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah re bi tobeyeke nasuh (bi ezma carekî din lênevegera gunehan) tobe bikin. Hêvî heye ku Rabbê we qisûrên we binixumîne û we bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin. Wê rojê Allah, pêxemberê xwe û mûmînên ligel wî riswa nake. Nûra wan di pêşîya wan de dibeze (û diberiqe). Ji milê xwe yê rastê (defterên xwe yên amelê sitendine.) Dibêjin: “Rabbê me! Nûra me temam bike û gunehên me bibexşîne. Lewre tu, li ser her tiştan qadir î.”