Ayetên Şîreta Bîr Birinê Dikin

ÎLIM, BÎR BIRIN/AQILMENDÎ, TEFEKKÛR, ÎBRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

44ayet hatin dîtin
Ayetên Şîreta Bîr Birinê Dikin
1

Bakara

Ayet: 44Rûpel: 6

Here Ayetê

Digel ku hûn Kitêbê jî dixwînin, hûn emrê marûfê/qencîyê li însanan dikin û hûn xwe bixwe ji bîr dikin. Hûn aqil nagirin?

2

Bakara

Ayet: 73Rûpel: 10

Here Ayetê

Me wiha emir kir: “Bi perçeyekî ji wê heywanê li cesedê bidin.” (Ew jî bi zar û ziman bû û navê kujerê/qatilê xwe got.) Allah bi vê awayê mirîyan vedijîne û ayetên xwe nîşanî we dide da ku hûn aqil bigirin.

3

Bakara

Ayet: 75Rûpel: 10

Here Ayetê

Digel ku komek ji nav wan gûh didin kelâmullah û qenc fêm dikin û bi zanebûn ew texrîf dikirin, ma hûn hêvî dikin ku wê bawerî bi we bînin?

4

Bakara

Ayet: 76Rûpel: 10

Here Ayetê

Dema ku ew leqayî mumînan tên, dibêjin: “Me jî îmân anîye.” Lê dema tenê bi serê xwe dimînin dibêjin: “Ji bo çi ew sirrên ku Allah ji we re vekirîye hûn ji wan re dibêjin? Ji bo ku li cem Rabbê we di aleyha we de bikin delîl (hûn dibêjin)? Hûn aqil nagirin?

5

Bakara

Ayet: 164Rûpel: 24

Here Ayetê

Bêguman, di xuliqandina erd û esmanan de û di guherîna şev û rojê de û di keştîyên/gemîyên ji bo menfaeta însanan di behrê de dikişin/diherikin de û di ava ku Allah ji asîmanan dadixîne û bi wê avê ew erda mirî sax dike de û di her cureya candaran ku li wê derê belav kiriye de û di beralîkirina bayê de û di wan ewrên ku di navbera erd û esmanan de digerin de (ji bo li ser bê fikirîn ku yê evana xuliqandîye îlâhek tenê ye û hewcetîya evdîtîya wî îlâhê wahîdu’l qahhar re) ji bo kesên aqilmend re delîl hene.

6

Bakara

Ayet: 170Rûpel: 25

Here Ayetê

Dema ji wan re tê gotin: “Tabîê wan tiştên ku Allah nazil kiriye bibin” wiha dibêjin: “(Nexêr!) Berevajî, em ê bidin pey tiştên ku me ji bav û kalên xwe dîtine (me ji xwe re kiriye adet û em hîn bûne).” Erê ma bav û kalên wan bi tiştekî fêm nekiribin û rêya rast nedîtibin jî (wê bidin pey wan)?”

7

Bakara

Ayet: 171Rûpel: 25

Here Ayetê

Rewşa wan kafiran (û pêxemberê ku wan gazî îslâmê dike) dişibe rewşa wî (şivanê ku) gazî wan (heywan) ên ji qêrînê pê ve ji tiştekî fêm nakin. Ew, ker in û lâl in û kor in. Êdî ew (ji ber van taybetîyên xwe) aqil nagirin/tênagihîjin.

8

Bakara

Ayet: 242Rûpel: 38

Here Ayetê

Allah ayetên xwe bi vî awayî ji bo we beyan dike da ku hûn aqil bigirin.

9

Âl-i İmrân

Ayet: 65Rûpel: 57

Here Ayetê

Gelî Ehlê Kitêb! Digel ku Tewrat û Încîl di pey wî de nazil bûne ma hûn der heqê Îbrahîm de (li ser mijara “Gelo ew Cihû bû an Fille bû?”) çima dikevin nîqaşê? Ma hûn fêm nakin?

10

Âl-i İmrân

Ayet: 118Rûpel: 64

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji xwe pê ve tu kesî (ku hûn sirrên xwe parve bikin û karên xwe yê di nav xwe de agahdar bikin) ji xwe re nekin hemsir/hemraz. (Lewre ew kafir) ji bo êşandina we tu carî xwe nadin paş. Kîna/Buxza wan di devê wan de eşkere ye. Lê tişt (kîn) a ku di singên wan de veşartî ye hê jî mezintir e. Eger hûn aqilmend in, birastî me ayetên xwe ji we re beyan kirine.

11

Mâide

Ayet: 58Rûpel: 117

Here Ayetê

Dema hûn ji bo nimêjê bang didin ew wê (bangê) dikin mijara lîstik û tinazê. Ev, ji ber ku ew qewmekî bîrnebir/bêhiş in wisan dikin.

12

Mâide

Ayet: 100Rûpel: 123

Here Ayetê

Bibêje: "Tu li piranîya/zehfbûna tiştê mirdar ecêbmayî bimînî û (ew tiştê hanê) li xweşa te here jî mirdar û paqij nabin wekehev. Gelî aqilmendan, ji Allah bitirsin da ku hûn bigihîjin felahê/xelasîyê.”

13

En'âm

Ayet: 32Rûpel: 130

Here Ayetê

Jiyana dinyayê bes ji lîstik û şahîyê pêkhatî ye. Ji wan kesên ku (ji ezabê Allah) ditirsin re, axîret bixêrtir e. Erê, ma hê jî hûn aqil nagirin?

14

En'âm

Ayet: 126Rûpel: 143

Here Ayetê

Ev, rêya Rabbê te ya rasterast e. Bêguman em ji qewmekî ku şîretan digirin û difikirin re ayetên xwe bi kitekit/mufesselbûyî beyan dikin.

15

En'âm

Ayet: 151Rûpel: 147

Here Ayetê

Bibêje: “Werin ez tiştên ku Rabbê we ji we re heram kiriye bixwînim. Qet tu tiştekî jê re nekin şirîk, li dê û bavê xwe qencîyê bikin, ji tirsa feqîrtîyê zarokên xwe nekujin -em we jî û wan jî dirizqînin-. Dizî dibe eşkere dibe nêzî fuhşîyatê nebin. Bi neheqî canê ku Allah (kuştina wî) heram kiriye nekujin.” (Allah) van li we ferman kiriye da ku hûn têbigihîjin/aqil bikin.

16

A'râf

Ayet: 169Rûpel: 171

Here Ayetê

Di pey wan de hin kesên (ne qenc) ji Kitêbê re bûne waris. Ewana malê dinyayê yên bêqîmet distendin/digirtin û wiha digotin: “Ji xwe (çawa be jî) wê gunehên me bên bexişandin!” (Qaşo/goya digel toba xwe) dema ku malê dinyayê yên bêqîmet ji wan re dihat, dîsa digirtin/distendin. Erê ma di Kitêbê de peyman ji wan nehatibû sitendin ku ew li ser (navê) Allah ji rastîyê pê ve tiştekî din nebêjin? Halbûkî ewana ew kes bûn ku tiştên di Kitêbê de bênavber dixwendin. Ji bo Mutteqîyan warê axîretê bixêrtir e. Ma hûn aqil nagirin?

17

Enfâl

Ayet: 22Rûpel: 178

Here Ayetê

Li îndallah/li cem Allah şerîrê/şerûdê candaran ew ên (li dij heqîyê) ker in û lal in û kesên tênagihîjin/bêhiş in.

18

Ra'd

Ayet: 4Rûpel: 248

Here Ayetê

Li ser rûyê erdê parzemînên hevcîran û rezên tirî û çandinî û darxurmeyên yekkok û kokcuda hene. Hemû bi yek avê têne avdan. (Lê) em di lezzeta wan de hinekan ji hinan çêtir digirin. Bêguman di vê de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.

19

Nahl

Ayet: 12Rûpel: 267

Here Ayetê

Şev û roj û tav û hîv ji bo (xizmeta) we amade kiriye. Stêrk jî bi emrê wî (ji însanan re) stuxwar in. Bêguman di vê de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.

20

Nahl

Ayet: 67Rûpel: 273

Here Ayetê

Hûn ji fêkîyên (darê) xurme û ji tirî şerab/mey derdixin û rizqekî xweşik bi dest dixin. Ji bo qewmekî aqilmend di vê de ayet hene.

21

Enbiyâ

Ayet: 10Rûpel: 321

Here Ayetê

Sond be me ji we re Kitêbeke wisan nazil kiriye ku (şîretan dihewîne û) nav û rûmeta we tê de ye. Hûn hê jî aqil nagirin?

22

Enbiyâ

Ayet: 67Rûpel: 326

Here Ayetê

“Xwelî li serê we û ew ên ku hûn îbadetê wan dikin jî be! Hûn aqil nagirin?

23

Hac

Ayet: 46Rûpel: 336

Here Ayetê

Erê ma qey ew li ser rûyê erdê nagerin da ku bila ji wan re qelbekî ku pê bifikirin û guhekî ku pê bibihîzin çêbibin? Lewre çav kor nabin. Qelbên di singan de kor dibin.

24

Mu'minûn

Ayet: 80Rûpel: 346

Here Ayetê

Ew ê vedijîne û dimirîne ew e. Guherîna şev û rojê di pey hev dû jî (karê) wî ye. Hûn aqil nagirin?

25

Nûr

Ayet: 61Rûpel: 357

Here Ayetê

Li ser yê kor mehzûr tune û li ser yê qop/kulek mehzûr tune û li ser yê nexweş mehzûr tune. Li ser we jî tu guneh tuneye ku hûn ji mala/ji xanîyên xwe an ji mala bavên xwe an ji mala dayîkên xwe an ji mala birayên xwe an ji mala xuşk û birayên xwe an ji mala apên xwe an ji mala metên xwe an ji mala xalên xwe an ji mala xatîyên xwe an ji malên ku miftên wan di destê we de ne an jî ji malên hevalên xwe xwarin bixwin. Hûn tev bi hev re an ji hev cihê bixwin jî li ser we qet tu gunehek/mehzûrek tune. Dema hûn ketin malan ji alîyê Allah ve silaveke mûbarek û xweş/pak bidin hevdu. Allah, ji bo ku hûn aqil bigirin ji we re ayetan eşkere dike.

26

Furkân

Ayet: 44Rûpel: 363

Here Ayetê

Tu zen dikî ku pirên wan gûh didin/seh dikin û aqil digirin? Ew, bes mîna heywanan in. Nexêr, ew ji wan jî rêşaştir in.

27

Şuarâ

Ayet: 28Rûpel: 367

Here Ayetê

(Mûsa) got: “Eger hûn aqil bigirin ew, Rabbê rojhilat û rojava û tiştên di navbera her duyan de ye.”

28

Kasas

Ayet: 60Rûpel: 392

Here Ayetê

Hemû tiştên ji we re hatîye dayîn, zînet û metaên dinyayê (ya bihorbar) in. Heçî tiştên li cem Allah in herî bixêrtir û baqî/mayînde ne. Hûn aqil nagirin?

29

Ankebût

Ayet: 35Rûpel: 399

Here Ayetê

Sond be, ji bo qewmekî aqilmend me li wir ayeteke eşkere (yê bi îbret) hiştîye.”

30

Ankebût

Ayet: 43Rûpel: 400

Here Ayetê

Em van mîsalan didin însanan. Lê ji zanayan pê ve kes hiş di ber de nabe.

31

Ankebût

Ayet: 63Rûpel: 402

Here Ayetê

Eger tu ji wan bipirsi: “Kî ji esman av dadixîne û ew ê piştî mirina wê heyat/hêşînahî dide ser rûyê erdê?” muheqeq wê bibêjin: “Allah!” Bibêje: “Hamd, ji Allah re ye.” Berevajî, pirên wan aqil nagirin.

32

Rûm

Ayet: 24Rûpel: 405

Here Ayetê

Nîşandina birûskê ya ku nîşanî we dide (û dibe sebebê) tirs û hêvîyê û daxistina avê ku ji esman dadixîne û heyat dayîna wî ya ser rûyê erdê ku piştî mirina wî bi wê (avê) heyat didê jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.

33

Rûm

Ayet: 28Rûpel: 406

Here Ayetê

(Ji bo ku hûn tewhîd û şirkê fêm bikin) ji nefsa we bixwe mîsalek da we: Di nav wan koleyên we de; yên di rizqê ku em didin we de hevpar in an wekî ku ji hevdu ditirsin hûn ji wan ditirsin an jî ên ku bi we re wekhev in, hene gelo? Ha bi vê awayê em ayetan ji bo qewmekî aqilmend re rave dikin.

34

Yâsîn

Ayet: 62Rûpel: 443

Here Ayetê

“Sond be, ji we gelek civakan xerifand. Erê ma we qet aqil nedigirt.”

35

Yâsîn

Ayet: 68Rûpel: 443

Here Ayetê

Em umrê kî dirêj bikin, di xulixandinê de me ew serberjêr (piştî hêzdarîyê bi qelsbûnê ve û ji çaxê herî xweşik bi dema herî xerab ve) zivirandîye. (Nexwe bi gotina ‘Ez ê di pêş de bikim’ bila berpirsîyarîyên xwe nedin paş. Hêj ku hêz û quweta wan di cih de ye bila şayestane/bişirjawî evdîtîya Allah bikin.) Ma aqil nagirin?

36

Saffât

Ayet: 138Rûpel: 450

Here Ayetê

Dema şevê jî. Ma hûn aqil nagirin?

37

Zumer

Ayet: 43Rûpel: 462

Here Ayetê

Nexwe ji xeynî Allah (wan ji bo xwe) hin şefaetvanan girtine? Bibêje: “Digel ku ew (ji bo şefaetê) ne xwedî (raye) ne û (li ser îbadeta we ya ji wan re) hiş di ber de nabin jî (hûn ê dîsa wan ji xwe re bikin şefaetvan)?”

38

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 67Rûpel: 474

Here Ayetê

Wî; hûn ji axê û paşê ji dilopek av û piştre ji xwînpareyekê (alaqê) xuliqandîye. Paşê hûn wek bebek (ji zikê dêya we) derdixe û paşê ji bo ku hûn bigihîjin çaxa gihandinê û piştre hûn ixtîyar bibin (umir/temen dibexşîne). Hinek ji we hêj berê de canê wan tên sitendin. (Allah, teqdîra jiyanê wiha kiriye da ku) ji bo hûn aqil bigirin û bigihîjin demeke diyarkirî.

39

Zuhruf

Ayet: 3Rûpel: 488

Here Ayetê

Ji bo ku hûn aqil bigirin me ew kir Kitêbeke Erebî.

40

Câsiye

Ayet: 5Rûpel: 498

Here Ayetê

Di guhartina şev û rojê de û di rizqa/di barana ku Allah ji esman daxistîye û piştî mirinê erd bi wê vejandîye û di gerandina bayê ji bo civakeke aqilmend ayet hene.

41

Hucurât

Ayet: 4Rûpel: 514

Here Ayetê

Bi rastî ew ên di pişt xurfeyan/odeyan de gazî te dikin, pirên wan fehm nakin.

42

Hadîd

Ayet: 17Rûpel: 538

Here Ayetê

Bizanibin ku Allah, piştî mirina wê heyat dide erdê. Ji bo ku hûn aqil bigirin em ayetan ji we re beyan dikin.

43

Haşr

Ayet: 14Rûpel: 546

Here Ayetê

Eger ew ne di bajarên parastî û pişt (sîperên) dîwaran de bin, li dij we bitevahî (serî bi serî/deqe deq) şer nakin. Şerên wan ên di navbera xwe de dijwar e.Tu wan yek (yekgirtî/bihevre) dihesibînî. Hal ev e ku qelbên wan weslewesle/parçe parçe ye. Ev, ji ber vê ye ku ew ne qewmekî aqilmend in.

44

Mulk

Ayet: 10Rûpel: 561

Here Ayetê

Gotin: “Eger me seh bikira an aqil bigirta em nedibûn ji ehlê agirê ku alavên bi erjeng direşîne.”