Âl-i İmrân
Ayet: 90Rûpel: 60
Bêguman ew ên piştî îmanê înkar kirine û paşê di kufra xwe de zêde pê de çûne (di sefên kafiran de cih girtine û neyartî li mumînan kirine an jî li ser îrtîdadê mirine); tobeya wan qebûl nabe. Ew ên rêşaş ew bixwe ne.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 90Rûpel: 60
Bêguman ew ên piştî îmanê înkar kirine û paşê di kufra xwe de zêde pê de çûne (di sefên kafiran de cih girtine û neyartî li mumînan kirine an jî li ser îrtîdadê mirine); tobeya wan qebûl nabe. Ew ên rêşaş ew bixwe ne.
Ayet: 88Rûpel: 91
Ma çi bûye ji we ku hûn der heqê munafiqan (ew ên hîcret nekirine) de bûne du firqe (û di mumîntî an kafirtîya wan de nîqaşê dikin)? Lê bele Allah ji ber tiştên ku bi dest xistine wan (munafiqan) serberjêr kiriye. (Nexwe hûn) dixwazin ku ew ên Allah wan xerifandîye bigihînin hîdayetê? Eger Allah kesekî bixerifîne êdî tu nikarî ji bo wî rêyekî (xelasîyê) bibînî.
Ayet: 136Rûpel: 99
Gelî ew ên îmân anîne! Bi Allah û bi pêxemberê wî û bi Kitêba ji pêxemberê xwe re nazil kiriye û bi Kitêba ku berê de nazil kiriye re îmân bînin. Kî jî înkara Allah û melâiketên wî û Kitêbên wî û pêxemberên wî û roja axîretê bike, bêguman ew di nava xerîfîyeke kur (ku vegera wî ya bi heqê ve pir zor) de ye.
Ayet: 143Rûpel: 100
Evana di navbera (îman û kufrê de) di dudilîyê de ne. Ne (bitemamî) ji van (mumînan) in û ne jî ji wan (kafiran) in. Allah her kî şaş bike tu ji bo wî qet rêyekî nabînî.
Ayet: 125Rûpel: 143
Allah, bixwaze kî bigihîne hîdayetê (ji bo pejirandina wî) singa wî/qelbê wî (li îslâmê) fireh dike. Bixwaze kî bixerifîne jî wekî ku ber bi asîmanan ve bilind dibe singa wî teng dike û dişidîne. Herwiha Allah, wî kesê ku îmân neanîye wiha mehkûmê ricsê/gemarê/ezabê dike. (An jî ricsê li ser kesên îmân neanîne kom dike.)
Ayet: 140Rûpel: 145
Ew ên bi nezanî û bêhişî zarokên xwe kuştine û ew ên bêbextîyê li Allah dikin û rizqên ku (Allah) daye wan (ji cem xwe) heram kirine; bi rastî ew di xusraneke qethî de ne, muheqeq ew xerifîne û rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 30Rûpel: 152
(Wî) hîdayet daye hinekan û hinek jî rêşaşîtî li ser wan bûye heq. (Lewre) ewana dev ji Allah berdan û şeytanan ji xwe re kirin dost û digel vê zen dikin ku ew li ser heqîyê ne.
Ayet: 178Rûpel: 172
Allah, her kî hîdayet kiribe wî, hîdayet dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî ew ên bi xusranê ketine ew bixwe ne.
Ayet: 186Rûpel: 173
Allah her kî bixerifîne êdî yê ku wî hîdayet bike tune. Wan di nava tuxyanê de bi şaşîtî dihêle.
Ayet: 115Rûpel: 204
Piştî ku Allah qewmekî hîdayet kiribe heta tiştên (hukmên) ku xwe jê diparêzin ji wan re eşkere neke, wan naxerifîne. Bêguman Allah bi her tiştî dizane.
Ayet: 33Rûpel: 252
Ma ji wî (Allah) ê ku li ser kesba her nefsî çavdêr e (re şirîk çêdikin)? Lê wan ji Allah re şirîkan tayîn kirin. Bibêje: “De (wan şirîkan) binavînin (em binêrin).” (Allah, ne raye daye van heyînan û ne jî evana wek şirîk girtîye.) Nexwe, qey hûn agahîyên tiştên ku Allah pê nizane didin wî? An jî ev (navên hanê) peyvên gotinî yên pûç û vala ne? (Nexêr, ne wisan e!) Bilekîs kemînên wan kafiran ji wan re xemilandî hate xûya kirin û ji rêya (rasterast) hatin menkirin. Allah, her kî bixerifîne êdî kesê ku wî bigihîne hîdayetê tune.
Ayet: 56Rûpel: 264
Got: “Ji kesên xerifî pê ve kî ji rehma Rabbê xwe bêhêvî dimîne?”
Ayet: 37Rûpel: 270
Tu çi qas hîdayeta wan bixwazî jî Allah tu car kesên ku xerifandîye nagihîne hîdayetê. Alîkarê wan jî tunin.
Ayet: 48Rûpel: 285
Ka binêre der heqê te de (wekî mecnun û sêhrkirî) çawa mîsalan didin! Êdî ew nikarin/hêza wan nagihîje ku rê (ya rast) bibînin.
Ayet: 97Rûpel: 291
Allah her kî hîdayet bike, wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne, êdî tu ji wî pê ve ji wan re welîyan/dostan nabînî. Roja qiyametê em ê wan deverû/serdevkî, wek kor û lal û ker heşr bikin. Sitargeha wan cehennem e. Çi dema ku agirê wê kêm dibe, alavên bi erjeng/bi dehşet em ji bo wan zêde dikin.
Ayet: 98Rûpel: 291
Ev, cezayê wan e. (Sedema wê jî) înkar kirina ayetên me û ev gotina wan e: “Piştî wê dema em bibin hestî û tevlî ax û xwelîyê bibin, ma em ê bi xuliqandineke nû bên vejandin?”
Ayet: 17Rûpel: 294
Dema roj dertê tu dibînî ku tîrêja tavê li rexê rastê dikeve, dema diçe ava jî li kêleka çepê dixist û diçû. Ew bixwe jî (di şikeftê de) di qada fireh de bûn. Ev jî ji ayetên Allah in (ku delaleta qudret û ezameta wî dike). Allah her kî hîdayet bike wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî tu ji bo wî dostekî ku wî rasterê bike nabînî.
Ayet: 51Rûpel: 298
Lê min ne di xuliqandina erd û esmanan de û ne jî di xuliqandina wan de ew nekirin şahid. (Min ji wan piştgirî ne sitendîye.) Ez ji wan ên ku ji rê derdixînin jî piştgirîyê nastînim.
Ayet: 75Rûpel: 309
Bibêje: “Kî di xerifîyê de be û Rahmân muhleta wî heta heta dirêj jî bike... Dema wê ezaba ji wan re hatîye weadkirin an jî qiyametê bibînin, wê bi yeqînî fêm bikin ka rewşa kî herî xerab e û ji hêla leşkerî ve/ji hêla alîkaran ve herî qelstir e wê baş bizanibin.
Ayet: 3Rûpel: 331
Ji însanan hin kes hene ku der heqê Allah de bi nezanî nîqaş dikin û didin pey her şeytanên rikdar.
Ayet: 4Rûpel: 331
Der heqê wî de ev (hukim) hatîye dayîn/nivîsandin: “Kî wî ji xwe re dost bigire ew (şeytan) wî dixerifîne û berê wî dide ber bi agirê har ve.”
Ayet: 103Rûpel: 347
Mêzêna/terezîya kî jî sivik bikişe evana; xwe bixwe xisirandine û yên di cehennemê de bêdawî bimînin jî ew in.
Ayet: 104Rûpel: 347
Agir rûyên wan dialêse/bi alastinê dişewitîne. (Lêvên wan bi qemçika/piştestûyê wan ve tê vezilandin û bi diranên xwe yê qîçbûyî) di nava wê de wekî qîçbeşkirî behitî dimînin.
Ayet: 105Rûpel: 348
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Dema ku ayetên min ji we re dihatin xwendin, ma ew ên diderewandin ne hûn bûn?”
Ayet: 106Rûpel: 348
Wê bibêjin: “Rabbê me! Dilneşadîya me bi ser me ket û em qewmekî xerifî bûn.”
Ayet: 107Rûpel: 348
“Rabbê me! Me ji vê derê derîne. Eger em careke din (li jiyana xwe yên berê) vegerin êdî em ji zaliman in.”
Ayet: 108Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Dengê xwe bibirin/biqeşitin! Bi min re neaxivin.”
Ayet: 92Rûpel: 384
“Û bi xwendina Qur'anê (hatime emirkirin). Kî bigihîje hîdayetê, ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî xerifîbe (tu wiha) bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im.’ ”
Ayet: 49Rûpel: 390
Bibêje: “Eger hûn rastbêj in, ji îndallah Kitêbekê ku ji herduyan (ji Tewrat û Qur'anê) herî rasttir bînin da ku ez jî bidim pey wê!”
Ayet: 50Rûpel: 390
Eger ew bersivê nedin te bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe. Qey ji wî kesî kî rêşaştir e ku beyî hîdayetekî/spartekekî dide pey hewayê xwe? Bêguman Allah qewmê zilimkar hîdayet nake.
Ayet: 29Rûpel: 406
(Nexêr, ne wisan e!) Ew ên zilimkar, beyî sipartina qet tu agahîyê didin pey hewayên/hewesên xwe. Kesê ku Allah ew xerifandibe kî dikare wî bigihîjîne hîdayetê? Qet tu alîkarên wan jî tunin.
Ayet: 22Rûpel: 440
(Ka bibêjin:) “Ma çi li min qewimîye ku ez îbadetê li wî yê ku min xuliqandîye nekim? Hûn hemû bi bal wî ve bên vegerandin.”
Ayet: 23Rûpel: 440
“Erê ma ez ê ji xeynî Allah hin îlâhên din bigirim? Eger Rahmân ji bo min zerarekî daxwaz bike, şefaeta wan qet tu feyde nade û nikarin min xelas jî bikin.”
Ayet: 24Rûpel: 440
“Wê gavê ez ê, di nava rêşaşîtîyekî eşkere de bim.”
Ayet: 71Rûpel: 447
Sond be berîya wan, gelek qewmên berê jî averê bibûn.
Ayet: 72Rûpel: 447
Sond be, me hişyarkeran şandibû navbera wan.
Ayet: 73Rûpel: 447
Li aqûbeta wan ên hatine hişyarkirin çawa bûye, ka binêre!
Ayet: 74Rûpel: 447
Ji xeynî evdên Allah yên ku muxlas/dilpak/xwedî îxlâs in, ne tê de.
Ayet: 26Rûpel: 453
Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.
Ayet: 22Rûpel: 460
Ma ew kesê ku Allah singa wî ji îslamê re vekiribe û li ser nûreke ji Rabbê xwe be (qet dibe weke wî kesê ku qelbê wî mohrkirî ye û di nava tarîtîyan de ye)? Weyl li halê wan kesan be ku (digel navê Allah tê zikirkirin jî qelbên wan nerm nabe û) qelbên wan ji hêla bêzikrîya Allah ve hişk bûye! Evana di xerifîyeke vikîvekirî de ne.
Ayet: 23Rûpel: 460
Allah, herî xweşiktirê peyvan (Qur'an) wek Kitêb daxistîye ku hin ji wan (ayetan) dişibin hevdu û hin (ayet) jî dubare dibin. Ji ber vê, ew ên ji Rabbê xwe ditirsin çermê wan direcife/mûyê canê wan digijgije. Paşê qelbên wan û çermên wan ji zikra Allah re aram/nerm dibe. Ha ev, hîdayeta Allah e. Ji kî re bixwaze bi wê hîdayet dike. Allah her kî averê kiribe, êdî qet tu kesekî ku rêya rast nîşanî wî bide tune.
Ayet: 36Rûpel: 461
Erê ma qey Allah têra evdê xwe nake? Te, ji xeynî wî bi (îlâh) ên (sexte) ditirsînin. Allah her kî averê kiribe, êdî qet tu kesekî ku rêya rast nîşanî wî bide tune.
Ayet: 41Rûpel: 462
Bêguman me ev Kitêb ji bo însanan ji te re bi heqî daxist. Her kî hîdayet bibîne (bide pey heqîyê) ji bo xwe hîdayet dîtîye. Her kî jî (bi rû vegerandina heqîyê) bixerife di aleyha xwe de xerifîye. Tu, li ser wan ne wekîl î.
Ayet: 32Rûpel: 469
“Gelî qewmê min! Bêguman ez, ji bo we ji roja hewar û qêrînê ditirsim.”
Ayet: 33Rûpel: 469
“Wê rojê hûn ê bi pişt xwe ve vegerin û birevin. Tu kesê parêzkar ku we ji Allah biparêze wê tune be. Allah kî xerifandibe, qet tu kesekî ku wî hîdayet bike tune.”
Ayet: 34Rûpel: 470
Sond be, berê de Yûsuf jî bi delîlên vikîvekirî ji we re hatibû. Wê gavê hûn der heqê wan (delîlan) de ketibûn gumanê. Dema ew wefat kir we gotibû: “Allah, wê di pey wî de pêxemberekî neşîne.” Allah, wan kesên gumandar û ji hedê xwe borîne ha wisan dixerifîne.
Ayet: 35Rûpel: 470
Ew in ku; digel ji wan re qet tu delîl nehatîye jî der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin. Hêrsa li îndallah û li cem mûmînan (ji ber van amelên wan) mezin e. Allah, qelbê ew ê zordar û qure ha wisan mohr dike.
Ayet: 73Rûpel: 474
Paşê ji wan re tê gotin: “Ew ên we bi wan şirîkatî dikirin ka li ku derê ne?”
Ayet: 74Rûpel: 474
“Ji xeynî Allah…” Dibêjin: “Winda bûn, çûn. (Bi rastî, fêm bû ku) me qet ji tu tiştî re dûa nedikir.” Ha Allah, kafiran wiha dixerifîne.
Ayet: 52Rûpel: 481
Bibêje: “Fikrê we/ramana we çî ye? (Ka bibêjin! Eger ew Qur'an) ji îndallah be û paşê we ew înkar kiribe! (Di vê rewşê de) ji wî kesî ku di nav cihêbûneke dûr de ye xerifîtir kî heye?”
Ayet: 44Rûpel: 486
Allah her kî bixerifîne, piştî vê ji bo wî (yê ku wî carekî din hîdayet bike) qet tu dost tune. Dema ku ezab dibînin tu dinêrî ku ew ên zilimkar wiha dibêjin: “Ji veger (a dinyayê) re rêyek heye gelo?”
Ayet: 23Rûpel: 500
Ma te nedît, ew ê ku hewayê xwe ji xwe re kiriye îlâh û Allah li ser ilmekî ew xerifandîye û gûh û dilê wî mohr kiriye û perde avêtîye ser çavên wî? (Niha) ji Allah pê ve kî dikare ew hîdayet bike? Hûn şîret nagirin?
Ayet: 5Rûpel: 501
Ma ew kesê ku dev ji Allah berdide û dûayê wan tiştan dike ku heta qiyametê wê nikaribin îcabetî (dûayên) wî bikin jê rêşaştir kî heye? Ew (ên ku dûa li wan tên kirin) ji wan dûayan bêxeber in.
Ayet: 51Rûpel: 535
“Paşê hûn, gelî derewkarên rêşaş!”
Ayet: 52Rûpel: 535
“Helbet, hûn ê ji dara zequmê/rûlê bixwin.”
Ayet: 53Rûpel: 535
“Û hûn ê (ji wê darê) zikên xwe tije bikin.”
Ayet: 54Rûpel: 535
“Hûn ê di ser wê de jî ji ava kelandî vexwin.”
Ayet: 55Rûpel: 535
“Wekî deveyên nexweş ku çiqas vedixwin jî tî bûna wan zêdetir dibe, hûn ê jê vexwin.”
Ayet: 92Rûpel: 536
Lê eger ew ji derewkarên rêşaş be.