Xîzanî/Feqîrtî û Kesên Feqîr
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
(Rojî) rojên hejmartî ne. Ji we kî nexweş be an jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe), bila di rojên din de bigire. Ew ên (di rewşa ji rêzê/normal de) quweta wan digihê jî (ji ber nexweşiyekî ku pê girtîye û hamîletî û ixtîyarîyê rojî nagirin) bila di berdêla rojekî de feqîrekî ter bikin. Lê belê her kî (bi daxwaza xwe) qencîyekî bike, ev ji bo wî bixêrtir e. Eger hûn bizanibin girtina rojîyê ji bo we herî bixêrtir e.
Ji te dipirsin ka (di rêya Allah de) bila çi înfaq bikin? Ji wan re bibêje: “Xêra ku hûn didin; ew ji bo dê û bav û eqrebeyan û sêwî û xîzan û rêwîyên di rê de mane re (bidin). Hûn çi xêrê bikin bêguman Allah pê dizane.”
(Piştî ku we nîkaha xwe çêkir, lê) berîya ku hûn bi wan re bikevin munasebetê û berî hûn mehra wan diyar bikin, di berdana wan de ji bo we mehzûr tune. Ew ê dewlemend li gorî hêza xwe û ew ê feqîr jî li gorî quweta xwe (debarekê bide wan û) munasibê urfê ewana sûdmend bike/alîkarîyekî madî bide wan. Ev, wezîfeyeke li ser muhsînan (ew kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin) e.
Şeytan (ji bo ku hûn malê xwe yên birûmet û layiqê înfaqa fîsebîlîllah nedin) we bi feqîrtîyê/bi xizanîyê ditirsîne û emrê fuhşîyatê/xerabîyê li we dike. Allah jî ji cem xwe mexfîret û lutfê wead dike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
(Kesên li ser wan înfaq û sedeqeyên we herî zêde xwedî maf; ew ên ku bi dilsozî xwe dane dawa îslâmê û ji ber pêkanîna cîhadê û ji ber xebat û xizmeta dawa îslâmê îmkan û fersenda wan ji bo danûstendinê çênabe û ji ber van karên fîsebîlîllah, pir neyartî li wan tê kirin û ji bo ticaretê) nikarin li ser rûyê erdê bigerin û ew feqîrên di rêya Allah de hatine menkirin in. Kesên ku bi wan nizanin jî ji ber îffeta wan dibêjin qey ew dewlemend in. Lê tu wan (ji hin elametên feqîrtîyê) ji sîmayê wan/ji rûyê wan nas dikî. Bi rûreşî xwestekîya/parsekîya însanan nakin (û ji wan tiştekî naxwazin). Wek xêr we her çi kiribe, bêguman Allah pê dizane.
Sond be, Allah peyva wan kesên ku gotin: “Allah feqîr e, em dewlemend in” bihîst. Em ê van gotinên wan û bi neheqî çawa pêxemberên xwe kuştine binivîsin û em ê bibêjin: “De ezabê agirê sotîner tehm bikin/biçêjin.”
Heta dema berzewacê sêwîyan biceribînin. Eger hûn (li ser zewacê) gihiştîbûna wan/kemilîbûna wan bibînin êdî malên wan bidin wan. (Bi tirsa) wê mezin bibin (û malên xwe bistînin) bi lezgînî û bi îsrafê malên wan nexwin. Ew ên dewlemend e (bila ji malên wan nexwe û) bi îffet tevbigere. Ew ê xîzan jî bila li gorî urfê bixwe. Dema hûn (bibînin ku kemilîne û) malên wan bidin wan ji xwe re şahid bigirin. Ji hisab dîtine re Allah bes e.
Di parvekirina (mîras) de eger eqreba û sêwî û belengaz/hewcedar li wê derê amade bin, ji wî (mîrasê) wan sûdmend bikin û gotinên xweş ji wan re bibêjin.
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Gelî ew ên îmân anîne! Di aleyha we û dê û bavê we û eqrebayên we de be jî edaletê bê kêmasî pêk bînin û ji bo Allah şahidîya (bi edalet) bikin. (Ew ê hûn ji bo wan şahidî dikin) dewlemend bin an jî feqîr bin (ne li gorî zengînî û feqîrîyê binirxînin) Allah nêziktirê her duyan e. Nedin pey hewayên xwe û bi edaletîyê nekin. Eger hûn gotinê li ser zimanê xwe bigilgilînin an jî (ji edaletê) rû vegerînin bêguman Allah, li ser amelên we (ji tiştên ku hûn dikin agahdar) Xabîr e.
Allah, ji ser sondên we yên lexw/bêhemdî (wek hînbûnîya ziman yên bê qesd û bê nîyet) we mesûl nagire. Lê ji ber sondên we yên ku we bi hemdê xwe xwarîye we mesûl digire. (Eger hûn sondên xwe yên rewacdar xera bikin) kefareta wê, ji wê xwarina ku hûn didin malbata xwe deh kesên feqîr têr bikin an jî bi cil û libas bikin an jî koleyekî azad bikin. Kî jî nikaribe yekê ji van bike, bila sê roj rojî bigire. Ev, dema hûn sond dixwin kefareta sondên we (yê ku we xerakiri) ye. Ehdên xwe/sozên xwe biparêzin! Ji bo ku hûn şikur bikin Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.
Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn di îhramê de bin nêçîrê nekujin. Ji we kî wê bi qesd bikuje heywaneke wekî ya kuştîye cezayê wî heye, ev jî qurbaneke ku digihîje Kâ'beyê û di nava we de du kesên adil/dadwer hikum didin. Kefareta wê an têrkirina feqîran e an jî bi qasî wê rojîgirtin e. (Ev cezayên hanê) ji ber wê ye ku webalê karê xwe bitamînin. Allah tiştên borîye efû kiriye. Kî (carekî din li vê heramîyê) vegere Allah heyfê jê distîne. Allah (ew ê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku heyfê distîne) Zuntîqam e.
Bibêje: “Werin ez tiştên ku Rabbê we ji we re heram kiriye bixwînim. Qet tu tiştekî jê re nekin şirîk, li dê û bavê xwe qencîyê bikin, ji tirsa feqîrtîyê zarokên xwe nekujin -em we jî û wan jî dirizqînin-. Dizî dibe eşkere dibe nêzî fuhşîyatê nebin. Bi neheqî canê ku Allah (kuştina wî) heram kiriye nekujin.” (Allah) van li we ferman kiriye da ku hûn têbigihîjin/aqil bikin.
Gelî ew ên îmân anîne! Kesên muşrîk enceq necis/pîs in. Êdî piştî vê salê û pê de bila nêzîkî Mescîdu'l Heram nebin. Eger hûn (bi ramana ji ber ku wê muşrîk neyên Mescîdu'l Heramê ji kesadîya/bêbazarîya tîcareta xwe û) ji feqîrtîyê bitirsin (qet netirsin!). Eger Allah daxwaz bike dê we ji lutf û îhsana xwe dewlemend bike. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Sedeqe (malên zekâtê) ji cem Allah ferzeke diyarkirî ye û bitenê ji bo feqîran û miskînan û memûrên zekâtê û ew ên dilê wan li îslâmê tên germkirin û koleyan û deyndaran û ji bo ew ên di rêya Allah de ne û ji bo rêwîyan e. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Heqê eqrebayan û miskînan/xîzanên muhtac û rêwîyên di rê de mane bidin wan, lê bi vir de wir de nereşîne/belav neke.
Ji tirsa xîzanîyê/feqîrtîyê zarokên xwe nekujin. Rizqê wan jî û rizqê we jî em didin. Bêşik kuştina wan, gunehekî zehf mezin e (cirmekî pir giran e).
“Heçî ew keştî, ya hin xebatkarên xîzan/feqîr bû ku ew di behrê de dixebitin. Min xwest ku ez eybekê/qisûrekê lê bixim. (Lewre) li pêşîya wan hikumdarekî zalim hebû ku her keştî (ya saxlem) bi zorê ji wan distend.
(Bila bi gazîya te werin heccê da ku;) li ser berjewendîya/menfaeta ji bo xwe bibin şahid. (Wekî din) bila li ser heywanên (ji bo qurbanê) ku wan riziqandîye/daye wan di rojên diyarkirî de navê Allah zikir bikin. Ji wan bixwin bi feqîrên di tengezarîyê de mane jî bidin xwarin.
Me heywanên qurbanê jî ji we re kiriye nîşanên/şîarên Allah. Ji bo we di wan de xêr heye. Nexwe (ji bo qurbankirinê re) dema li ser pîyan in navê Allah zikir bikin. Dema ku bi ser kêleka xwe ve ketin (serjê bûn) ji wan bixwin û bi yên ku dixwazin û yên qenaetkar in (naxwazin) jî bidin xwarin. Me ew (heywan) ji we re bikêr/berdest kirine da ku hûn şikur bikin
Ji nav we ew ên xwedî fezîlet û dewlemend in, bila sond nexwin ku wê (ji malên xwe) nedin eqrebayên xwe û miskînan/hewcedaran û xîzanan û kesên fîsebîlîllah hîcretê kirine. Bila efû bikin û xweş bibînin (karên ku kirine li nedîtinê deynin). Qey hûn naxwazin ku Allah we efû bike? Allah (ew ê gunehên wan dibexşîne û disitirîne û evdên xwe ji aqubeta gunehên xerab mihafeza dike) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji nav we ew ên azib/nezewicî ne, bi carîye û koleyên salih/qenc re bizewicînin. Eger feqîr bin, wê Allah wan bi lutfa xwe dewlemend bike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Nexwe tu heqê eqrabeyan û yê miskîn/belengaz û rêwîyê ku di rê de maye bide. Ji bo wan ên ku razîbûna Allah hêvî dikin re ev, herî bixêrtir e. Ew ên digihîjin xelasîyê jî ha ev in.
Gelî însanan! Hûn muhtacê Allah in. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Ha, rewşa we ev e: Hûn hatine gazîkirin ku malên xwe fîsebîlîllah înfaq bikin, lê ji nav we hinek qesîsîyê dikin. Her kî qesîsîyê bike, ew bitenê di aleyha xwe de qesîsî dike. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy e. Yên hewcedar hûn in. Eger hûn rû vegerînin wê (di şûna we de) qewmekî din bîne û (paşê) ew nabin wekî we jî. (Îtaetî Allah dikin.)
Di malê wan de ji parsek û xîzanan re parek hebû.
“(Na!) Ya rast, em bêpar hatin hiştin.”
Fey ên ku Allah ji welatên (fetihkirî) ji pêxemberê xwe re (îhsan kiriye); ji bo Allah û Rasûlê wî û eqrebayên nêz û sêwîyan û feqîrên miskîn/hewcedar û rêwingên di rê de mayî ne. Bi vî awayî bila (malê xenîmetê) nebe malekî ku bitenê di destê dewlemendan de digere (û ew ên maldar jî bi vî awayî li ser xîzanan serdestîyeke daîmî bi dest nexin). Pêxember, her çi bide ber we pê bigirin û ji bo we her çi qedexe kiribe jî hûn dev jê berdin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Qet guman tune Allah ew e ku, cezadayina wî dijwar e.
(Wekî din fey,) ji feqîrên muhaciran ku ji welatên xwe hatine derxistin û malên wan jî (ji dest wan hatîye sitendin) û ew ên li lutf û razîbûna Rabbê xwe digerin û alîkarîya Allah û rasûlê wî dikin re ye. Ha ewana yên sadiq/rast bixwe ne.
“Nebe ku îro xîzanek/feqîrek were cem we!”
“(Na!) Ya rast, em bêpar hatin hiştin.”
“Xwarindayîna xîzanan jî teşwîq nedikir.”
Ji bo (xîzan) ên xwazok û mehrûm.
“Me kesên miskîn/xîzanên hewcedar têr nedikir.”
Hûn hevdu ji bo têrkirina feqîran teşwîq jî nakin.
An jî miskînekî/feqîrekî hewcedar (destteng) ê li erdêmayî.
Ma dema ku tu feqîr bûyî, wî tu dewlemend nekir?
Û tu kesên daxwazker neazirîne/erzê wan neşikêne!
Teşwîqa têrkirina feqîran jî nake.