Bakara
Ayet: 23Rûpel: 3
Eger hûn der heqê (Qur’an) a ku me ji evdê xwe re nazil kiriye de di gumanê de bin, de ka hûn jî sûreyekî weke wê bînin (em bibînin). Û eger hûn rastgo bin (ji bo alîkarîyê) ji xeynî Allah gazî hemû şahidên xwe jî bikin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 23Rûpel: 3
Eger hûn der heqê (Qur’an) a ku me ji evdê xwe re nazil kiriye de di gumanê de bin, de ka hûn jî sûreyekî weke wê bînin (em bibînin). Û eger hûn rastgo bin (ji bo alîkarîyê) ji xeynî Allah gazî hemû şahidên xwe jî bikin.
Ayet: 24Rûpel: 3
Eger hûn nikaribin vêya bikin -ku qet tu demê hûn ê nikaribin bikin jî- nexwe, ji wê agirê ku ardûya/şewateka wê însan û kevir in, xwe biparêzin. (Ew agir) Ji bo kafiran hatîye amadekirin.
Ayet: 12Rûpel: 50
Tu ji kafiran re bibêje: “Di nêzîk de hûn ê mexlûb bibin û ber bi cehennemê ve bêne ajotin.” Ew der çi warekî xerab e!
Ayet: 106Rûpel: 62
Ew roj (a qiyametê) hinek rû spî/ronahî dibin û hinek rû jî reş/tarî dibin. Heçî ew ên rûreş jî (ji wan re wiha tê gotin:) “Qey hûn piştî îmanê vegerîyan bi ser kufrê ve? De ji ber kufra xwe ezab tam bikin/biçêjin (em bibînin)!”
Ayet: 56Rûpel: 86
Bêguman ew ên der heqê ayetên me de noqî kufrê bûne em ê wan bixin nava agir. (Agir) çi cara çermê wan bipijîne, ji bo ku jana ezabê biçêjin/tam bikin em ê çermên wan (bi çermê nû ve) biguherînin. Bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 36Rûpel: 153
Lê ew ên ayetên me derewandine û li hemberî wan quretî kirine ehlê agir in û ew di wir de ebedî dimînin.
Ayet: 38Rûpel: 154
(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”
Ayet: 41Rûpel: 154
Ji wan re ji cehennemê doşekekî (bi alav) û li ser wan jî lihêfekî ji agir (ku wan dinixumîne) heye. Ha em zilimkaran wiha didin cezakirin.
Ayet: 36Rûpel: 180
Bêguman ew ên kafir ji bo ku (însanan) ji rêya Allah vegerînin malên xwe xerc dikin. Wê xerc bikin jî… Paşê wê ev ji wan re bibe poşmanî (yeke ku dilê wan disotîne) û piştre wê mexlûb bibin. Ew ên kafir wê bên civandin û ber bi cehennemê ve bêne ajotin.
Ayet: 37Rûpel: 180
Ev jî ji bo wê ye ku Allah, yên mirdar û yên paqij (mumîn û kafir û tiştên di rêya Allah de an jî li ser batil tê xerckirin) ji hevdu veqetîne û mirdaran li ser hev kom bike û hemûyan di cehennemê de bicivîne ser hev. Evana, ew ên bi xusranê ketine bixwe ne.
Ayet: 34Rûpel: 191
Gelî ew ên îmân anîne! Bêguman ji ehbar (haham) û ruhbanan (keşeyan) pirên wan malên însanan bi neheqî dixwin û pêşî li rêya Allah digirin. Ew ên zêr û zîvan kom dikin û di rêya Allah de înfaq nakin hene, mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.
Ayet: 35Rûpel: 191
Wê rojê ew (zêr û zîvên ku zekâta wan ne didan) di agirê cehennemê de têne sorkirin û enîya wan û kêlekên wan û pişta wan bi wan têne daxkirin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Ha ew ên we ji bo xwe komkirine ev in. Êdî ezabê van tiştên we kom kirine tam bikin!”
Ayet: 16Rûpel: 256
Li pey (têkçûna dinyayê) cehennem heye. Û ew ji ava bikêm/biavxûn/biedab tê avdan.
Ayet: 17Rûpel: 256
Ji bo ku qurt bi qurt dabiqurte wê bixebite (lê) di qirika wî de bi hêsanî nabore. Wê di hemû alî de ji wî re mirin were, lê ew namire. Piştre ezabekî hêj girantir/dijwartir heye.
Ayet: 43Rûpel: 263
Bêguman, cihê lihevcivîna wan hemûyan cehennem e.
Ayet: 44Rûpel: 263
Heft derîyên wê hene. Ji nav wan her komek para derîyekî ye (dê ji wê derîyê têkevin cehennemê).
Ayet: 127Rûpel: 320
Em wan ên zêdegavî dikin û îman bi ayetên me naynin jî wiha ceza dikin. Bêguman ezabê axîretê herî dijwartir û mayîndetir e.
Ayet: 98Rûpel: 329
Bêguman hûn û ew ên ku we ji xeynî Allah dihebandin/îbadet li wan dikirin, şewatekê/ardûyê cehennemê ne. Hûn ê têkevin wê derê.
Ayet: 100Rûpel: 329
Li wê derê ji wan re bêhn sitendineke bi zorahî/nalîn û zarîn heye. Û li wê derê nabihîzin jî.
Ayet: 19Rûpel: 333
Evana du dijmin in ku der heqê Rabbê xwe de nîqaş dikin. (Ji van herduyan) ji bo ew ên kafir re cilên ji agir hatine dirûtin. Di ser serê wan de jî ava kelandî tê rijandin.
Ayet: 22Rûpel: 333
Ji bo ku ji derda/xema wê derê (xelas bibin) her cara ku dixwazin ji wir derkevin, ber bi wê de têne vegerandin û (ji wan re tê gotin): “Dê ezaba şewatok bitamînin.”
Ayet: 11Rûpel: 359
(Nexêr, ne wisan e!) Jixwe wan roja qiyametê jî derewandibûn. Û me ji bo yên roja qiyametê derewandine re agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Ayet: 14Rûpel: 360
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Îro ne carek tenê helakê bixwazin. (Berevajî) gelek caran daxwaza helakê bikin.”
Ayet: 20Rûpel: 415
Cihwarê fasiqan jî agir e. Her cara ku dixwazin ji wir derkevin, ew carekî din ji wir têne vegerandin. Û ji wan re tê gotin: “Wê ezabê ku we diderewand bitamînin (em binêrin).”
Ayet: 36Rûpel: 437
Ji kafiran re jî agirê cehennemê heye. Ne hukmê mirina wan tê dayîn û ne jî ezabê (agirê) li ser wan tê sivikkirin. Em, hemû nankoran ha wisan ceza dikin.
Ayet: 37Rûpel: 437
Li wê derê bi qîrînê alîkarî dixwazin. (Dibêjin ku:) “Rabbê me! Me ji vir derîne ku em ji xeynî karên xwe yên berê (wek cuda) amelên salih bikin.” Ma bi qasî ku kesê tê de bifikire û jê şîret bigire temenek/umrek me ne dabû we? Hişyarkerek jî ji we re hatibû. (Ezabê) bitamînin! Qet tu alîkarê zilimkaran tune.
Ayet: 60Rûpel: 447
Bêguman ev, (ha ev bixwe) qezencek û rizgarîyeke mezin e.
Ayet: 61Rûpel: 447
Ew ên wê bişixulin bila ji bo vê bixebitin.
Ayet: 62Rûpel: 447
(Aniha bibêjin:) Ezimandineke/mêvandarîyeke wiha bixêrtir e an jî dara zequmê?
Ayet: 63Rûpel: 447
Me ew, ji bo zilimkaran re kiriye fitne.
Ayet: 64Rûpel: 447
Bêguman ew, darek e ku binê dojehê de hêşîn dibe.
Ayet: 65Rûpel: 447
Fêkîyên wê, wekî serên şeytanan e.
Ayet: 66Rûpel: 447
Bêguman ew, wê jê bixwin û wê zikên xwe (ji wê) tije bikin.
Ayet: 67Rûpel: 447
Piştî wê (xwarina zeqûmê) de, ji wan re vexwarineke kelandî ya têkilek heye.
Ayet: 68Rûpel: 447
Paşê cihê ku lê vedigerin helbet, wê agirê dojehê be.
Ayet: 69Rûpel: 447
Ya rast ev e ku; wan bavûkalên xwe wek rêşaşan dîtin.
Ayet: 70Rûpel: 447
Ew bixwe jî di şopa wan de dibezîyan.
Ayet: 24Rûpel: 460
Ew ê roja qiyametê hewl dide (ji ber ku dest û mile wî girêdayî ne) bi rûyê xwe ji ezabê xerab xwe biparêze (qet dibe wekî wî yê ku ketîye cennetê û ji ezabê rizgar bûye?) Ji zaliman re wiha tê gotin: “Tiştê ku we qezenc kiriye bitamînin.”
Ayet: 25Rûpel: 460
Ew ên berîya wan jî derewandin û ezab ji alîyekî ku qet haya wan jê tunebû, ji wan re hat.
Ayet: 47Rûpel: 462
Eger hemû tiştên li ser rûyê erdê û bi qasî wê jî ji zilimkaran re hebûya, ji ber xerabîya ezaba roja qiyametê (xelas bibin) wê feda bikirana. (Lewre ew roj) ya ku qet hisab nedikirin ji hêla/ji alîyê Allah ve tê eşkere kirin.
Ayet: 48Rûpel: 463
Ew xerabîyên ku kiribûn ji bo wan derkete holê û bi wê (ezab) a ku tinazê xwe pê dikirin re hatin dorpêçkirin.
Ayet: 70Rûpel: 474
Ew ên Kitêb û (wehîy) a ku me pêxemberan pê şandîye, derewandine wê pir nêz de bizanibin/fêm bikin.
Ayet: 71Rûpel: 474
Bi toqa di sitûyên wan de û bi zincîran tên xirikandin.
Ayet: 72Rûpel: 474
Di nava ava kelandî de… Paşê wê di agir de bên vexistin.
Ayet: 73Rûpel: 474
Paşê ji wan re tê gotin: “Ew ên we bi wan şirîkatî dikirin ka li ku derê ne?”
Ayet: 74Rûpel: 474
“Ji xeynî Allah…” Dibêjin: “Winda bûn, çûn. (Bi rastî, fêm bû ku) me qet ji tu tiştî re dûa nedikir.” Ha Allah, kafiran wiha dixerifîne.
Ayet: 75Rûpel: 474
Ev, ji ber ku bi neheqî şaqizandin û nepixandina we ya li ser rûyê erdê ye.
Ayet: 76Rûpel: 474
Wek mayînde yên bêdawî ji derîyê cehennemê bikevinê. Cihwarê qureyan ya ku wê tê de bimînin çiqas xerab e.
Ayet: 43Rûpel: 497
Bêşik ew dara zeqqum ê,
Ayet: 44Rûpel: 497
Xwarina gunehkaran e.
Ayet: 45Rûpel: 497
Wekî madenê helandî di zikê wan de dikele.
Ayet: 46Rûpel: 497
Wekî pilçînîya/pilçepilça ava kelandî.
Ayet: 47Rûpel: 497
(Wiha tê gotin:) Wî bigirin û bi nîvê cehennemê ve bikişkişînin.
Ayet: 48Rûpel: 497
Paşê ji ezaba ava kelandî di serê wî de birijînin.
Ayet: 49Rûpel: 497
(De heydê, ezab) bitamîne! Kanê (goya) tu pir bi îzzet û bi rûmet bûyî!
Ayet: 50Rûpel: 497
Bêguman ev, ew tişt e ku hûn tê de bi guman ketibûn.
Ayet: 11Rûpel: 522
Ew roj, weyl li halê mukezzîban/derewkaran!
Ayet: 12Rûpel: 522
Ew in ku (di derewandina pêxember û tinazkarîya wî de) noq dibin û pêmijul in.
Ayet: 13Rûpel: 522
Wê roja ku ew bi bal agir ve bişîdet tên kişkişandin,
Ayet: 14Rûpel: 522
(Ji wan re tê gotin:) “Ha ev, ew agirê ku we diderewand e.”
Ayet: 15Rûpel: 523
“Erê ma ev jî dibe ku sêhr be? Nexwe qey hûn nabînin?”
Ayet: 16Rûpel: 523
“Bikevin wê derê. Êdî hûn dixwazin (ji ezabê re) sebir bikin û dixwazin sebir nekin, ji bo we yek e. Hûn ê bitenê berdêla/gerewa amelên xwe bigirin.”
Ayet: 41Rûpel: 532
(Ne hewceyê pirsê ye, lewre) ew ên mucrîm/sûcdar ji rûyên xwe tên naskirin û ji perçem/ji bisk û lingên xwe tên girtin.
Ayet: 43Rûpel: 532
Ha ev, ew cehennem e ku mucrîman ew diderewand.
Ayet: 44Rûpel: 532
(Ew) di navbera vê û ava kelandî de diçin û tên.
Ayet: 41Rûpel: 534
Ew Eshabu’l Şîmal (ên ku defterê amelên xwe ji milê çepê dê bistînin), çi Eshabu’l Şîmal e!
Ayet: 42Rûpel: 534
Ew di nava agirê diqewirîne/diperitîne û ava kelandî de ne.
Ayet: 43Rûpel: 534
Û di nava sîyekî ji dûyê de ne.
Ayet: 44Rûpel: 534
Ne hênik e û ne jî bi feyde!
Ayet: 45Rûpel: 534
Bêguman ew berî niha di nav xweşîyê de bi rûdayî/bi şaqizî dijîyan.
Ayet: 46Rûpel: 534
Di wê guneha mezin (di şirkê) de jî israr dikirin.
Ayet: 6Rûpel: 559
Gelî ew ên îman anîne! Nefsên xwe/Xwe bixwe û malbata xwe, ji wê agirê biparêzin ku ardûya/şewateya wê însan û kevir in. Li ser wê (agirê) melaîketên dijwar û xwedî hêz hene. Li wan çi emir bê kirin ew bêemrîya Allah nakin û ew tiştê ku pê hatine fermankirin dikin.
Ayet: 7Rûpel: 559
Gelî kafiran! Îro uzra/lêborîna xwe nexwazin. Wê bitenê berdêla karên we ji we re bê dayîn.
Ayet: 8Rûpel: 561
(Agir) ji hêrsa dike biteqe û ji hevdu biqelêşe. Her cara ku komek (bi agir ve) tên avêtin, parêzvanên wê derê ji wan dipirsin: “Ma qey hişyarkerek ji we re nehatibû?”
Ayet: 11Rûpel: 561
Gunehên xwe îtîraf kirin. Ehlê agir bila (ji rahmeta Allah) dûr bikevin.
Ayet: 26Rûpel: 575
Ez ê wî bavêjim seqer ê/cehennem ê.
Ayet: 37Rûpel: 575
Ji bo kesên ji we ku dixwaze bi pêş bikeve an jî li paş bimîne.
Ayet: 4Rûpel: 577
Qet guman tune me, ji bo kafiran zincîr (ên ku di stûyê wan de borandî ne) û destbendên/kelepçeyên (li destên wan tên girêdan) û agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Ayet: 21Rûpel: 581
Bêguman cehennem nêrîngehek e (ku ew ên muşrîk tên çavdêrîkirin).
Ayet: 30Rûpel: 581
De biçêjin/tehm bikin (em binêrin)! Êdî ji ezab pê ve em tiştekî din li we zêde nakin.
Ayet: 1Rûpel: 591
Ma agahîya (qiyametê) ya ku her tiştî digire û dinuximîne ji te re hat?
Ayet: 2Rûpel: 591
Ew roj, (hinek) rû di nav tirs û kindê de/zilletê de ne.
Ayet: 3Rûpel: 591
Xebitîye/amel kiriye û betilîye/westîyaye.
Ayet: 4Rûpel: 591
Wê bikeve agirê har.
Ayet: 5Rûpel: 591
Ji (ava) kanîyeke pirzêde kelijî tên vexwarin.
Ayet: 6Rûpel: 591
Ji bo wan ji sitirîya “darî” (ya bi jehr û bêhn pîs û qirik diqelişîne) pê ve xwarinek tune.
Ayet: 7Rûpel: 591
Ne têr dike û ne jî birçîbûnê diborîne.