Bakara
Ayet: 281Rûpel: 46
Ji wê roja ku hûn ê bi bal Allah ve bêne vegerandin bitirsin û xwe biparêzin. Paşê her nefis ji bo xwe çi qezenc kiribe wê bêkêmasî jê re bê dayîn û wê zilim jî li wan neyê kirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 281Rûpel: 46
Ji wê roja ku hûn ê bi bal Allah ve bêne vegerandin bitirsin û xwe biparêzin. Paşê her nefis ji bo xwe çi qezenc kiribe wê bêkêmasî jê re bê dayîn û wê zilim jî li wan neyê kirin.
Ayet: 25Rûpel: 52
Gelo di wê roja ku (pêk hatina wê) bêgumane de, dema ku em wan dicivînin wê (rewşa wan) çawa çêbe? Paşê her nefs, çi bi dest xwe xistibe wê bê kêmasî jê re bê dayîn; neheqî jî li wan nayê kirin?
Ayet: 108Rûpel: 62
Ev (ayetên hanê) ayetên heq yên Allah in ku em ji te re dixwînin. Allah, ji bo aleman zilim/neheqî daxwaz nake.
Ayet: 117Rûpel: 64
Rewşa înfaqên ku li vê dinyayê kirine, weke mesela bayekî biseqem û kur e. Li çandinîya qewmekî ku (bi masîyetan) li xwe zilim kirine dikeve û wê (çandinîyê) diqerimîne/kambax dike. Allah (bi cezadayîna wan) zilim li wan nekir. Lê (bi noqîbûna masîyetan heq kirina helakê) wan bixwe zilim li xwe dikirin.
Ayet: 161Rûpel: 70
Ji tu pêxemberî re nabe ku (bi veşartina wehîyê an jî bi neheqî xwarina ji malên xenîmetê) li emanetan îxanet bike. Kî jî di îxanetê de be roja qiyametê bi tiştê ku îxanet kiriye re tê (hizûra Allah). Piştre her nefis çî qezenc kiribe, bêkêmasî wê jê re bê dayîn û qet neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 182Rûpel: 73
Ev (ceza), berdêla/gerewa (kirinên) ku we teqdîm kiriye ye. Bêguman Allah, li dij evdên xwe ne zilimkar e.
Ayet: 40Rûpel: 84
Bêguman Allah bi qasî zerreyekî jî li tu kesî neheqîyê nake. Eger qencîyek hatibe kirin, wê qat bi qat zêde dike û ji bal xwe ve ecirekî mezin dide wî.
Ayet: 49Rûpel: 85
Ma te wan kesên ku nefsa xwe pîrûpak nîşan didin nedît? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, Allah kî bixwaze wî pak dike. Û bi qasî mûyekî jî neheqî li wan nayê kirin.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 124Rûpel: 97
Çi mêr be çi jin, kî wek mumîn amelên salih bike, ha evana dê bikevin cennetê û bi qasî muyekî jî neheqî li wan nayê kirin.
Ayet: 160Rûpel: 149
Kî bi qencîyekê bê (hizûra Allah) ji wî re bi qasî deh qatî wê berdêl bê dayîn. Kî jî bi xerabîyekê were ew ê tenê bi qasî wê bê cezakirin. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 51Rûpel: 182
Ha ev (ezab), ji ber wan tiştan e ku we bixwe bi destê xwe teqdîm kiriye. Bêguman Allah ji evdên xwe re ne zilimkar e.
Ayet: 60Rûpel: 183
Heta ji we tê, li hemberî wan (dijminên xwe) hêz û (ji bo cîhadê) hespên xwedîkirî/girêdayî amade bikin. Bi vêya dijminên Allah û dijminên xwe û ji van pê ve dijminên hûn pê nizanin lê Allah pê dizane (dijminên we yên dizî) bitirsînin. Hûn di rêya Allah de her çi xerc bikin bêkêmasî ji we re tê dayîn û neheqî jî li we nayê kirin.
Ayet: 70Rûpel: 197
Ma ji wan re agahîyên qewmên berîya wan, qewmên Nûh û Âd û Semûd û Îbrahîm û ehlê Medyen û Mu’tefîkat (ku warên wan hatibû serûbin kirin) nehatîye? Rasûlên wan ji wan re bi delîlên eşkere hatibûn. Allah li wan zilim nekir, lê wan li nefsa xwe zilim dikirin.
Ayet: 4Rûpel: 207
Vegera we hemûyan bi bal wî (Allah) ve ye. Weada Allah heq e. Ew (Allah) dest bi xuliqandinê dike, paşê ji bo ku bi edaletî mikafata wan bide wan, (piştî mirinê) ew ên ku îmân anîne û amelên salih kirine (divejîne û) dixuliqîne ew e. Ew ên kafir jî ji ber ku bûne kafir ji wan re ji ava kelandî vexwarinek û ezabeke biêş û jan heye.
Ayet: 44Rûpel: 213
Bêguman Allah, qet tu neheqîyê li însanan nake. Lê belê ew bixwe li nefsa xwe zilmê dikin.
Ayet: 47Rûpel: 213
Ji her ummetekê re pêxemberekî wê heye. Dema ku pêxemberên wan ji wan re tê di nava wan de bi edaletê tê hukim kirin. Ew, tu neheqîyê jî nabînin.
Ayet: 54Rûpel: 214
Kesên ku li xwe zilim kirine hemû tiştên li ser erdê bûna jî (ji bo ku ji ezab xelas bibin) wê hemû di ber xwe de/wek fidye bidana. Dema ew ezabê dibînin, poşmanîya xwe vedişêrin. Lê wê dîsa jî di nava wan de bi edalet bê hikumkirin û zilim li wan nayêkirin.
Ayet: 101Rûpel: 232
Me, li wan zilim nekir; lê wan li xwe bixwe zilim dikirin. Dema emrê Rabbê te (bi helaka wan) hatibû, qet tu feydeya îlâhên ku wan dev ji Allah berda bûn û ji wan re lavayî dikirin çênebû. (Belê) ji wan re ji zerarê pê ve tiştek li wan zêde nekirin.
Ayet: 111Rûpel: 233
Bêguman Rabbê te wê hemberê/berdêla amelên wan bêkêmasî bide wan. (Lewre) ew, ji amelên wan agahdar e.
Ayet: 117Rûpel: 233
Eger ehlê bajar mirovên muslîh/islahkar bin, Rabbê te wan (sirf) bi zilimkarî helak nake.
Ayet: 33Rûpel: 269
(Ew ên li nefsa xwe zilim dikin) ma qey lihêvîya tiştekî din in ku melâîket ji wan re bên an jî emrê Rabbê wan ji wan ras were? Ew ên berîya wan jî wiha kiribûn. Allah, zilim li wan nekir. Lê wan zilim li xwe dikirin.
Ayet: 111Rûpel: 279
Ew roj her nefs tê û ji bo xwe (xelas bike) dixebite. Û keda her kesî bi temamî/bê kêmasî tê dayîn. Û neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 118Rûpel: 279
Ew tiştên ku me berê ji te re behs kir, me ji cihûyan re heram kiribûn. Me zilim li wan nekiriye. Lê belê wan zilim li xwe dikir.
Ayet: 71Rûpel: 288
Wê rojê, bi îmamên wan/bi serokên wan em gazî her civaka însanan dikin. Êdî Kitêba kî ji milê rastê ve bê dayîn ewana (di nav kêf û mizgînîyê de) Kitêba xwe dixwînin û bi qasî mûyekî be jî neheqî li wan nayê kirin.
Ayet: 49Rûpel: 298
Kitêb (a ku qencî û xerabî tê de nivîsandî ne) hatîye danîn. Tu dibînî ku gunehkarên mucrîm ji ber tiştê ku tê (di Kitêbê) de ne bitirs û bifikare ne. Dibêjin: “Hey wax li me! Çi bûye bi vê Kitêbê ku ne tiştekî biçûk û ne jî tiştekî mezin nehiştîye û her tiştî jimartîye?” Amelên ku kiribûn hemû li ber xwe amade/hazir dibînin. Rabbê te li tu kesî zilim nake.”
Ayet: 60Rûpel: 308
Lê ew ên tobe dikin û îmân anîne û amelên salih kirine ne têde. Wê ew bikevin cennetê û qet tu neheqî li wan neyê kirin.
Ayet: 61Rûpel: 308
(Ew) cennetên Adn ku; Rahmân ew bi xiyabî ji evdên xwe re wead kiriye. Bêguman dê weada wî were cih.
Ayet: 112Rûpel: 318
Kî jî wek mumîn amelên salih kiribe, ew ji neheqîyê jî û ji binpêkirina heqê xwe jî natirse.
Ayet: 47Rûpel: 325
Em roja qiyametê mêzênên/terazîyên edaletê datînin. Li tu kesî neheqî nayê kirin. Eger bi qasî giranîya heba xerdelê (tiştekî bê qîmet) be jî em ê wê bînin. Ji hisab dîtine re em bes in.
Ayet: 10Rûpel: 332
Tiştên ku destên te (pêk anîye) teqdîm kiriye, ev in. Bêguman Allah ji evdên xwe re ne zilimkar e.
Ayet: 62Rûpel: 345
Em li tu kesî barekî ku nikare hilbigire bar lê nakin. Li cem me Kitêbeke ku rastîyê dipeyive heye. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 208Rûpel: 375
Çi bajarekî ku me helak kiribe, her ji wan re hişyarkerek hebûye.
Ayet: 209Rûpel: 375
(Ev) bibîrxistinek û şîretek e. Em (tu car) nebûne ji zilimkaran.
Ayet: 59Rûpel: 391
Rabbê te heta ji navêndên welatan re/ji serbajaran re pêxemberekî ku ayetên me dixwîne neşîne, civaka welatekî helak nake. Û em, ji xeynî welatê ku xelkê wê zilimkar in pê ve helak nakin.
Ayet: 39Rûpel: 400
(Me) Qarûn û Firewn û Haman jî (helak kir). Sond be Mûsa ji wan re delîlên vikîvekirî anî. Li ser rûyê erdê quretî kirin. Lê ew nikarin bikevin pêşîya (ezabê) me (nikaribûn jê re bibin asteng).
Ayet: 40Rûpel: 400
Me her yekî ji wan bi gunehê wî girt. Me bi serê hin ji wana bahozeke ku keviran dibarîne şand. Bi hinan jî qîrînekî girt (ku guhan ker dike). Me hin ji wan jî binerd kirin. Hinan jî xeniqand. Allah zilim li wan nedikir, lê wan bixwe zilim li xwe dikirin.
Ayet: 9Rûpel: 404
Ma ew li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên berîya wan (jîyîne) çawa bûye? Ew (ên berê de jîyîne), ji wan herî zêde xurttir bûn. Erd serûbinî hev kiribûn (û çandinî/dexil diçandin û sitargehan çêdikirin û zengînîyên binerd derdixistin). Ji avakirîyên wan hê zêdetir avahîyan çêkiribûn. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ev tiştên hanê bi tevahî ew ji ezabê Allah xelas nekir.) Allah, zilim li wan nedikir. Lê belê, (bi şirîk çêkirina ji Allah re û bi derewandina pêxemberan) wan bixwe zilim li xwe dikirin.
Ayet: 25Rûpel: 430
Bibêje: “Di cirmên ku me kirine de tu berpirsîyarîya we tune; di kirinên we de jî tu mesûlîyeta me tune.”
Ayet: 26Rûpel: 430
Bibêje: “Rabbê me we em hemû li cem hev bicivîne û paşê wê bi ya heq hukim bide û navbera me bifesilîne. Ew, (yê ku di navbera evdên xwe de hukim dide û fetih û serkeftinê îhsan dike) Fettah û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 54Rûpel: 442
Îro, qet li tu nefsî neheqîyekî herî biçûk jî nayê kirin û ji xeynî kirinên xwe pê ve hûn tu gerew/berdêl nabînin.
Ayet: 17Rûpel: 459
Ji ew ên ku xwe ji evdîtîya taxût diparêzin û berê xwe didin Allah re mizgînî heye. Mizgînê bide evdên min.
Ayet: 20Rûpel: 459
Lê belê ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe diparêzin re xurfeyên/odeyên (ji bo mêvanên taybet hatine amadekirin) hene û li ser wan jî xurfeyên avakirî hene ku di binê wan de çem diherikin. Weada Allah… Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Ayet: 30Rûpel: 460
Muheqeq, wê tu jî bimirî û ew jî dê bimirin.
Ayet: 31Rûpel: 460
Piştre jî hûn ê, roja qiyametê di hizûra Rabbê xwe de doz li hevdu bikin.
Ayet: 46Rûpel: 480
Her kî amelê salih bike, ew di leha wî de ye/jê re baş e. Kî jî xerabî bike, di aleyha wî de ye. Rabbê te li ser evdên xwe ne zilimkar e.
Ayet: 22Rûpel: 499
Allah, erd û esman bi heqî û ji bo ku her nefs berdêla tiştên bi dest xwe xistîye jê re bê dayîn xuliqandîye. Zilim li wan nayê kirin.
Ayet: 19Rûpel: 503
Ji bo her yek ji wan (di berdêla) amelên wan de mertebeyên wan hene. Heta ku amelên wan wê ji wan re bêkêmasî bê dayîn û neheqî li wan nayê kirin.
Ayet: 29Rûpel: 518
“Li cem min peyv nayê guherandin û ez ne ew im ku zilim li evdên xwe bikim.”