Bakara
Ayet: 52Rûpel: 7
Piştî vê (bûyerê) bi hêvîya ku hûn şikur bikin, me hûn efû kirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 52Rûpel: 7
Piştî vê (bûyerê) bi hêvîya ku hûn şikur bikin, me hûn efû kirin.
Ayet: 56Rûpel: 7
Paşê ji bo ku hûn şikur bikin, piştî mirina we/bêhiş ketina we (ya ji ber birûskê) me hûn ji nû ve sax kir.
Ayet: 152Rûpel: 22
(Di muqabilê nîmetên min de bitenê) min bi bîr bînin da ku ez jî we bi bîr bînim. Û ji min re şikur bikin, nankorîyê nekin.
Ayet: 172Rûpel: 25
Gelî ew ên îmân anîne! Ji wî rizqê helal û paqij ku me daye we bixwin. Eger hûn bitenê jê re evdîtî dikin ji Allah (tenê) re şikur bikin.
Ayet: 185Rûpel: 27
Meha Remezanêye ya ku Qur’an tê de nazil bûye. Ew (Qur’an) a ku ji bo însanan hîdayet û rehber e û delîlên heq û batilê ji hev vediqetîne. Ji we kî bigihîje wê mehê bila rojî bigire. Kî jî nexweş be an jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din de bigire. Allah ji bo we hêsanîyê/rihetîyê dixwaze, zorahîyê/zehmetîyê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo vê yê ku hûn wan rojên bi hejmar temam bikin û ji ber ku we hîdayet kiriye hûn Allah tekbîr/berz bikin û hûn şikur bikin.
Ayet: 123Rûpel: 65
Sond be, digel hûn li Bedrê bêquwet/bêhêz bûn jî Allah alîkarîya we kiribû. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bibin ji şikurdaran.
Ayet: 144Rûpel: 67
Muhammed, bitenê Rasûlek e. Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Ma qey dema ew bimire an jî bê kuştin, hûn ê li ser panîyên xwe paş de vegerin? Kî li ser panîyên xwe (ji dînê xwe an ji amelên xwe yên salih) paş de vegere, êdî ew qet nikare zerarekî bide Allah. Allah wê şikurdaran xelat bike.
Ayet: 145Rûpel: 67
Heta Allah destûr nede ne mimkûn e ku kes bimire. Mirin li gorî ecelekî hatîye nivîsandin. Kî xêra dinyayê bixwaze em ê bidinê. Kî jî xêra axîretê bixwaze em ê (ji tiştên dixwaze) bidinê. Em ê şikurdaran xelat bikin.
Ayet: 147Rûpel: 100
Eger hûn şikur bikin û îmân bînin, Allah wê çima we bide ezabê? Allah (ew ê spasîyê li evdên xwe dike û mikafata şikurdaran bi zêdehî dide) Şekûr û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 6Rûpel: 107
Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn rabûn nimêjê rûyên xwe û heta enîşkan/ligel enîşkan destên xwe bişon. Serê xwe mesh bikin û heta her du panîyên xwe, pîyên xwe jî (bişon). Eger hûn cinûb bin xwe (bi xuslê) paqij bikin. Lê hûn nexweş bin an rêwî bin an jî ji we yek ji avrêjê hatibe yan jî we dest dabe jinan û (di vê rewşê de) we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemmûm bikin. Bi wê (axê) rûyên xwe û destên xwe mesh bikin. Allah, (di mijara dîn de) naxwaze ji we re zorahî derxîne/we bide zorê. Lê Allah, ji bo hûn şikur bikin dixwaze we paqij bike û nîmetên xwe li ser we temam bike.
Ayet: 89Rûpel: 121
Allah, ji ser sondên we yên lexw/bêhemdî (wek hînbûnîya ziman yên bê qesd û bê nîyet) we mesûl nagire. Lê ji ber sondên we yên ku we bi hemdê xwe xwarîye we mesûl digire. (Eger hûn sondên xwe yên rewacdar xera bikin) kefareta wê, ji wê xwarina ku hûn didin malbata xwe deh kesên feqîr têr bikin an jî bi cil û libas bikin an jî koleyekî azad bikin. Kî jî nikaribe yekê ji van bike, bila sê roj rojî bigire. Ev, dema hûn sond dixwin kefareta sondên we (yê ku we xerakiri) ye. Ehdên xwe/sozên xwe biparêzin! Ji bo ku hûn şikur bikin Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.
Ayet: 53Rûpel: 133
Ji ber ku bibêjin: “Ma ji nav me ev ên (xîzan û kole) ne ku Allah wan layiqî lutfa xwe dîtîye?” û bi vî awayî me hinekên wan bi hinên din re îmtîhan kir. Erê ma yê ku bi şikurdaran çêtir dizane ne Allah e?
Ayet: 10Rûpel: 150
Sond be, me hûn li ser rûyê erdê bi cih kirin û li wê derê ji bo derfetên debarê (jiyanborandinê) da we. Hûn çi qas hindik şikir dikin!
Ayet: 58Rûpel: 157
Gîhayê bajarê rind bi îzna Rabbê te derdikeve. Ji yê (bajarê) xerab jî ji gîhayekî bêkêr/bê feyde pê ve tiştek dernakeve. Ji bo civakeke şikurdar em a wiha ayetên xwe cur bi cur beyan dikin.
Ayet: 144Rûpel: 167
(Allah jê re) got: “Ya Mûsa! Bi rîsaleta ku min daye te û bi kelama (axaftina) xwe min tu di nav însanan de serdest/bijare girtîye. Tiştê ku min daye te bigire û bibe ji şikurdaran.
Ayet: 189Rûpel: 174
Ew e, yê ku hûn ji yek nefsekî (ji Âdem) xuliqandîye û ji bo bigihîje sekînetê ji wî jî hevjîna wî çêkiriye ew e. Dema xwe lê rapêçand/nuxamt (çû balê) hevala wî barekî sivik hilgirt (bi hemil bû û demekî) pê re gerîya. Dema hemla wê giran bû her duyan ji Allahê Rabbê xwe re wiha dûa kirin: “Eger tu (ewladekî) qenc/salih bidî me sond be em ê bibin ji şikurdaran.”
Ayet: 26Rûpel: 179
Bi bîr bînin! Hûn li ser erdê bi jimara xwe hindik bûn û zeîf bûn. Hûn ditirsîyan ku wê xelk (ên muşrîk) bi we bigirin û birevînin. Wî (Allah) hûn (li Medîneyê) bi cih kirin û bi alîkarîya xwe piştevanîya we kir û bi tiştên paqij hûn riziqandin da ku hûn şikur bikin.
Ayet: 22Rûpel: 210
Ew ê ku we di ber û behrê de digerîne ew e. Heta dema ku hûn di keştîyê de bin, bayekî xweş (wan ên di keştîyê de ne) bikişîne û çaxê ew jî ji vê rewşê kêfxweş bibûn; ji nîşka ve bayekî gur/dijwar bi keştîyê digire û ji her alî de pêl bêne ser wan û êdî guman kirine ku bi pêlan hawîrdor dorpêç bûne. (Ha wê gavê) êdî bi nîyeteke xalis ji Allah re dûa dikin. (Û dibêjin:) “Sond be eger tu me ji vê (tengezarîyê) xelas bikî, bêguman em ê bibin ji şikurdaran.”
Ayet: 60Rûpel: 214
Ew ên derewan li hev tînin û bêbextîyê li Allah dikin, gelo di heqê roja qiyametê de hêvîya wan çî ye? (Ka gelo dizanin ku ezabekî çawa lihêvîya wan e?) Bêguman Allah li ser însanan xwedî lûtif/îhsan e. Lê pirên wan (însanan dîsa jî) şikur nakin.
Ayet: 38Rûpel: 239
“Min da pey dînê bavên xwe Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb. Ji me re nabe ku em bi tiştekî ji Allah re şirîkan çêbikin. Ev hem ji me re hem jî ji însanan re lutf û îhsana Allah e. Lê pirên însanan şikur nakin.”
Ayet: 5Rûpel: 254
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe ya: “Qewmê xwe ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxîne û rojên Allah bîne bîra wan.” şand. Bêguman di vêya de ji bo ew ên pir sebirvan û pirzêde şikurdar in re ayetên (bi îbret) hene.
Ayet: 6Rûpel: 255
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Nîmetên Allah yên ku li ser we ne bînin bîra xwe. Wî hûn ji malbata Firewn xelas kiribû. Wan îşkenceyên herî xerab li we dikirin û zarokên we yên kur serjê dikirin û qîzên we sax dihiştin. Di vêya de ji bo we îmtîhanek mezin a ji Rabbê we heye.”
Ayet: 7Rûpel: 255
(Dîsa bi bîr bînin ku) Rabbê we, wiha bi we dabû zanîn: "Sond be eger hûn şikur bikin ez ê muheqeq zêdetir bikim û eger hûn nankorî bikin (bizanibin ku) ezabê min pir dijwar e.”
Ayet: 37Rûpel: 259
“Rabbê me! Bêguman ji bo ku nimêjê rasterast bikin, min hinek zarokên xwe li cem Beytu'l Herama te (li Kâ'be yê), li newaleke bê çandin bi cih kirin. Rabbê me! Êdî tu dilê hinek însanan meylî wan bike û wan bi hinek fêkîyan birizqîne. Hêvî heye ku şikur bikin.”
Ayet: 14Rûpel: 267
Ji bo ku hûn goştê teze jê bixwin û zînetan jê derînin wî behr xistîye ber xizmeta we. Tu dibînî ku keştî (avê) diqelişînin û li ser dikişin. (Evana) hemû ji bo we ne ku hûn li lutf û îhsana Allah bigerin û jê re şikur bikin.
Ayet: 78Rûpel: 274
Allah, hûn ji zikê dayîkên we deranîn ku we qet bi tu tiştekî nizanîbû. Ji bo ku hûn şikûr bikin (Allah) guhan û çavan û dilan daye we.
Ayet: 114Rûpel: 279
Ji tiştên ku Allah we pê riziqandîye wek helal û paqij bixwin. Eger hûn bi tenê ji Allah re îbadet dikin, ji nîmetên wî re şikur bikin.
Ayet: 121Rûpel: 280
Ji nîmetên wî (Allah) re şikur dikir. (Allah) ew hilbijart û wî gihande rêya rast.
Ayet: 3Rûpel: 281
Gelî zaroyên wan kesên ku me ew bi Nûh re (di keştîyê de) kişandibû! Bêguman ew (Nûh) evdekî pir şikurdar bû.
Ayet: 80Rûpel: 327
Me çêkirina zirx hînî wî kir da ku (hûn bi wê zirxê) xwe di şer de biparêzin. Erê ma êdî hûn (ji van nîmetan re) ne şikurdar in?
Ayet: 78Rûpel: 346
Ew ê ku ji bo we guhan û çavan û qelban xuliqandîye, ew (Allah) e. Hûn çi qas hindik şikur dikin!
Ayet: 62Rûpel: 364
Ew ê ji yê ku bixwaze şîret bigire an jî şikur bike re, şev û roj di pey hev re tîne ew e.
Ayet: 19Rûpel: 377
(Suleyman), li ser gotina wê (mîroyê) besimî û kenîya. Got: “Rabbê min! Ji ber van nîmetên ku te daye min û dê û bavê min, îlhamê bide min ku ez şikur bikim/min berhêla şukrê bike. Min li ser amelên salih muweffeq bike. Û bi rahmeta xwe min bixe nava evdên xwe yên salih.”
Ayet: 40Rûpel: 379
Ew kesê ku ji Kitêbê ilmek li cem wî hebû jî wiha got: “Berîya ku tu çavê xwe vekî û bigirî ez dikarim wê ji te re bînim.” Dema (textê wê) li cem xwe bicihbûyî dît (got:) “Ev, lutf û kerema Rabbê min e. Ji ber ku ka ez ê şikur bikim an jî ez ê bibim ji nankoran, min îmtîhan kir. Her kî şikur bike, wî ji bo xwe şikur kiriye. Kî jî nankorî bike, bêguman Rabbê min (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê destvekirî û lutfa wî zêde) Kerîm e.
Ayet: 73Rûpel: 382
Bêguman Rabbê te li ser însanan xwedî lutf û kerem e. Lê pirên însanan şikur nakin.
Ayet: 17Rûpel: 397
“Hûn dev ji Allah berdidin û ji hinek pûtan re perestîyê dikin û derewên ku bêbinî ne lihev tînin. Bêguman ew ên ku hûn dev ji Allah berdidin û perestîyê ji wan re dikin, ne xwedî tu hêzî ne ku ew hûn birizqînin. Rizqê xwe li cem Allah bigerin/bixwazin. Îbadetê wî bikin û jê re şikur bikin. (Lewre di axir de) hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Ayet: 12Rûpel: 411
Sond be me hikmet dabû Luqman. (Ji ber nîmetên ku me dabûyê me wiha lê emir kir:) “Şikur bike.” Her kî şikur bike, wî ji bo xwe şikur kiriye. Kî jî nankorî bike bêguman Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Ayet: 14Rûpel: 411
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hildigire û veqetana wî (ji şîr jî) di nav du salan de ye. Ji min re û ji dê û bavê xwe re şikur bikin. Veger bi bal min ve ye.
Ayet: 31Rûpel: 413
Ma te nedît? Wek nîmetê Allah keştî di behran de diherikin diçin. (Herwiha Allah) hin ayetên xwe yên (ku delaletê qudret û ezameta wî dikin) nîşanî we dide. Bêguman di vêya de ji bo her kesê pir sebirvan û pir şikurdar re ayet hene.
Ayet: 9Rûpel: 414
Paşê wî bi awayekî kâmil sererast kir û ji rûhê xwe pifkiriye. Ji bo we guhan û çavan û qelban xuliqandîye. Hûn çiqas hindik şikur dikin!
Ayet: 13Rûpel: 428
Wan ji Suleyman re li gorî daxwaza wî mabedan û peykeran û cifnîyên/leganên weke hewzan fireh û neqerîyên/qazanên cihgirtî ku ji cihên xwe naleqin çêdikirin. Ya malbata Dawûd! Ji bo şikurdarîyê amel (ên salih) bikin. Ji evdên min yên şikurdar pir kêm in.
Ayet: 15Rûpel: 429
Sond be di warê (qewmê) Sebe’ de, ji bo we (ji îbret girtine re) ayetek heye. (Warên wan) ji alîyê rastê û çepê ve bi du bexçe bûn. Ji rizqê Rabbê xwe bixwin û jê re şikur bikin. Bajarekî xweşik û Rabbekî Xafûr…
Ayet: 12Rûpel: 435
Her du behr jî ne wekehev in. Ev, şêrîn e û vexwarina wê hêsan e; ew jî şor û tehl e. Hûn ji herduyan jî goştê teze dixwin û tiştên ji bo zînetê jê derdixînin û li xwe dikin. Ji bo ku hûn lutf û îhsana wî bi dest xwe bixin, tu dibînî ku keştî (di behrê de) diherikin diçin. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.
Ayet: 35Rûpel: 441
Ji bo ku ew ji fêkîyên wan û ji keda destê xwe bixwin… Hêj jî şikur nakin?
Ayet: 73Rûpel: 444
Û di wan de, ji bo wan vexwarin û feyde (yên din) hene. Ma ew şikur nakin?
Ayet: 7Rûpel: 458
Eger hûn beralîyê kufrê bibin, bêşik hewcedarîya Allah bi we tune û ew ji bo evdên xwe bi kufrê qayîl nabe. Hûn şikur bikin wê jê (ji şukra we) razî bibe. Qet tu gunehkarek, gunehê kesekî din nakişîne. Paşê vegera we bal bi Rabbê we ve ye. Ew, hûn ji karûkirinên we agahdar dike. Lewre ew, tiştê di dilan de veşartî ye dizane.
Ayet: 66Rûpel: 464
Bilekîs, bitenê ji Allah re îbadet bike û bibe ji şikurdaran.
Ayet: 61Rûpel: 473
Allah e; ew ê ku ji bo hûn tê de sikûnetê bibînin şev xuliqandîye û (hûn bişixulin û li rizqê xwe bigerin jî) roj ronahî kiriye. Bi rastî Allah, li ser însanan xwedî lutf û îhsan e, lê belê pirên însanan ne şikurdar in.
Ayet: 15Rûpel: 503
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”
Ayet: 35Rûpel: 529
Ji cem me wek nîmetek… Em kesê şikurdar jî bi heman awayî xelat dikin.
Ayet: 70Rûpel: 535
Eger me bixwesta me yê ew bikira aveke şor. Ma ne hewceye ku hûn şikur bikin?
Ayet: 23Rûpel: 562
Bibêje: “Yê ku hûn ji tunebûnê heyî kiriye û guhan û çavan û qelban daye we ew e. Hûn çiqas hindik şikur dikin!”