Ew pirsa hîvan/heyvan (ji rewşên hîvê) ji te dikin. Bibêje: “Ew ji bo însanan û ji bo heccê amrazekî weqtê/demê ye. Qencî ne ew e ku hûn di pişt xanîyan de têkevin hundir, lê esil qencî xwedî teqwabûn e. Ji alîyê derîyan ve bikevin xanîyên xwe. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.
Meha heram, di berdêla meha heram de ye. Rêzgirtin/maf/destnedayînî (ku çavdêrîtîya wan pêwist e, ew) jî berhemberê hev in. Kî li dij we ji hedê xwe bibore û êrîşî we bike hûn jî êrîşî wî bikin û misil bi misil berdêl bidin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Û bizanibin ku Allah, bi Mutteqîyan re ye.
Heyata dinyayê ji bo kafiran hatîye xemilandin û ew tinazên xwe bi mumînan dikin. Lê ew ên mutteqî, roja qiyametê wê serdestî wan bin. Allah ji kî re bixwaze rizqeke bêhed/bêhisab didê.
Bibêje: “Ma ez agahîya ku ji vêya bixêrtir e bidim we? Ji bo Mutteqîyan li bal Rabbê wan cennetên di binî de çem diherikin û wê tê de ebedî bimînin hene. Hevjînên pakîpaqij û razîbûna Allah jî heye. Allah, li ser evdên xwe bînende/basîr e.
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) dibêjin: “Rabbê me! Bêguman me îmân anî. Gunehên me efû bike û me ji ezabê cehennemê biparêze.”
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) ew ên sebirvan û sadiq/dilrast û ji dilûcan (ji Allah re) îtaetê dikin û înfaq dikin û berbangê de/serê sibehê de îstîxfarê dikin in.
Bi bal mexfîreta Rabbê xwe ve û bi bal wê cenneta ku firehîya wê bi qasî erd û esmanan e ve bilezînin/bibezin. (Ew,) ji bo Mutteqîyan hatîye amadekirin.
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Û ew (mutteqî ne) ku; dema xerabîyekî dikin an jî (bi gunehkarîyê) li nefsa xwe zilmê bikin, hema Allah tînin bîra xwe û daxwaza efûkirina gunehên xwe dikin. Ma ji Allah pê ve kî dikare gunehan efû bike? Û ew li ser amelên xwe (yên xerab) de bi zanebûn israr nakin.
Xelata wan li cem Rabbê wan mexfîret û cennetên ku di binî de çem diherikin û di wir de ebedî ne. Mikafata (yên ji bo rizaya Allah bi dest bixin dixebitin) xebatkaran çi qas xweş e.
(Ew in ku; li Uhudê) piştî ku birîndar bibûn jî îcabetî banga Allah û Rasûlê wî kirin. Ew ên (ji wan in û) evdîtîya xwe herî xweşik dikin û ditirsin û xwe diparêzin re ecirekî mezin heye.
Allah, hetanî xebîsîyê û paqijîyê ji hevdu neveqetîne, mumînan di wê rewşa ku hûn li ser in de nahêle. Allah we ji xeybê agahdar nake. Lê Allah (ji bo agahdarîya xeybê) ji pêxemberên xwe kîjanî bixwaze, wî hildibijêre. Bi Allah û bi pexemberên wî îman bînin. Eger hûn îmân bînin û bitirsin û xwe biparêzin ji we re ecirekî mezin heye.
Bila çûn û hatina kafiran (bi awayê quretî) li war û welatan te nexapîne.
(Ev halê wan) sûdwergirtineke hindik e. Paşê sitargeha/hêwirgeha wan cehennem e. Ew der çi wargeheke xerab e!
(Heçî) ew ên xwe ji Rabbê xwe parastine jî ji wan re cennetên di binî de çem diherikin hene û wê di wir de ebedî bimînin. (Ev ji wan re) wek îkrameke ji Allah e (hatîye dayîn). Ji bo Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) jî nîmetên li îndallah/li cem Allah bi xêrtir e.
Gelî ew ên îmân anîne! Sebir bikin û di sebrê de pêşbazîyê bikin/ji hevdu re şîreta sebrê bikin û di ribatê de bin/nobet bigirin. Ji Allah bitirsin da ku hûn bigihîjin xelasîyê/rizgarîyê.
(Wekî din) ji wan re qiseya her du kurên Âdem a heq bixwîne. Dema ku wan qurbanek teqdîm kiribûn û (qurbana) yekî hatibû pejirandin û ji ya din nehatibû qebûlkirin. (Ew ê qurbana wî nehatibû qebûlkirin) ji yê din re gotibû: “Muheqeq ez ê te bikujim.” (Birayê wî) got: “Allah bitenê ji wan ên mutteqî qebûl dike.”
Jiyana dinyayê bes ji lîstik û şahîyê pêkhatî ye. Ji wan kesên ku (ji ezabê Allah) ditirsin re, axîret bixêrtir e. Erê, ma hê jî hûn aqil nagirin?
Gelî zaroyên Âdem! Dema ji nava we, pêxemberên ji we re ayetên min dixwînin/vedibêjin hatin her kî xwe bisitirîne û (nefsa xwe) islah bike, ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn/mehzun jî nabin.
Mûsa ji qewmê xwe re (wiha) got: “Ji Allah alîkarîyê bixwazin û sebir bikin. Bêguman ser rûyê erdê/dinya aîdê Allah e. Ew ji evdên xwe ji bo kî bixwaze dide wî/dike waris. Aqûbet/dawîya xweş yê Mutteqîyan e.”
“Ji me re li vê dinyayê jî û li axîretê jî hasenatê/qencîyê binivîse. Bêguman (bi tobê û bi hêvîya hîdayetê) me berê xwe daye te.” (Allah) got: “Ez ezabê xwe ji kî re daxwaz bikim tînim serê wî. Lê rahmeta min her tiştî dorpêç kiriye. Ez ê wê (rahmetê) ji ew ên xwe diparêzin û zekâtê didin û bi ayetên me îmân tînin re binivîsim.”
“Ew in ku; didin pey wî Rasûl Nebîyê ummî ku hatina wî di Tewrat û Încîla li cem wan de nivîsandîye. Ew (pêxember) emrê qencîyê dike û ji xerabîyê jî men dike. Tiştên paqij helal û tiştên mirdar jî heram dike. Barên wan ên giran û qeyd û zincîrên wan radike. Ew ên bi wî îmân anîne û piştgirîya wî kirine û yên hurmet û rûmet dane wî û yên dane pey nûra (Qur'ana) ku jê re nazil bûye hene... Ha ew ên xelas bûne her ew bixe ne.”
Lê ew (muşrîk) ên ku we bi wan re peyman danîye û paşê tiştek jê (ji wê peymanê) kêm nekirine û di aleyha we de piştgirîya tu kesî nekirine ne tê de; peymanên wan heta dema diyarkirî temam bikin. Bêguman Allah ji Mutteqîyan hez dike.
Ji xeynî ew ên ku we li cem Mescîdu'l Heram bi wan re peyman çêkiribû, ma wê ji bo muşrîkan çawa li cem Allah û Rasûlê wî peyman hebe? Heta ew der heqê we de rast bin, hûn jî ji wan re rast bin. (Lewre) Allah, hez Mutteqîyan dike.
Bêguman ji roja ku erd û esman xuliqandîye pê ve li gorî Kitêba Allah, hejmara mehan li îndallah/li cem Allah dozdeh in. Çar ji wan mehên heram in (ku di wan de şer qedexeye). Ha dînê rasterast ev e. Êdî di wan mehan de (bi binpêkirina hudûdullah) zilmê li xwe nekin. Çawa ku muşrîk tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re bi tevahî şer bikin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn bi kafirên nêzî xwe re şer bikin û bila di we de dijwarî bibînin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.
Ew ên ku îmân anîne û xwedî teqwa ne.
Evana ji xeberên xeybê ne ku em ji te re wehîy dikin. Berê ne te û ne jî qewmê te (bi van agahîyan) dizanîbûn. (Nexwe) sebir bike! Bêguman aqûbet bes ji Mutteqîyan re ye.
Bêguman ji ew ên îmân anîne û (ew ên) ji Allah ditirsin re mikafata axîretê bixêrtir e.
Gotin: “(Erê,) bi rastî ma tu Yûsuf î?” Got: “Ez Yûsuf im, ev jî birayê min e. Allah kerem bi me kir. Bêguman her kê xwe biparêze û sebir bike Allah mikafata muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) zayî nake.”
Gotin: “Em bi navê Allah sond dixwin ku; Allah tu di ser me ragirtî û bi rastî em jî di xeletîyê de/ji gunehkaran bûn.”
Me berîya te ji xelkên bajaran re, ji wan zilamên ku me jê re wehîy kiriye pê ve kesekî (wek rasûl) ne şandîye. Gelo qey li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên pêşîya wan çawa bûye? Bêguman warê axîretê ji bo Mutteqîyan re bixêrtir e. Hûn aqil nagirin?
Mîsala cenneta ku ji Mutteqîyan re hatîye weadkirin wiha ye; di binê wê de çem diherikin û xwarin û sîgehên wê jî bêdawî ne. Ha ev, aqûbeta Mutteqîyan e. Aqûbeta kafiran jî agir e.
Bêguman kesên mutteqî, di cennetan de û li ser kanîyan e.
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Bi silametî û emînî têkevin wê derê.”
Me (hestên neyînî wekî) rik/neyartî/hêrs ji singên wan derxistin. Bi rastî ew li hember hev li ser textan wek birayan runiştî ne.
Li wir ji wan re qet betilandin tune û ji wir nayin derxistin jî.
Dema ji kesên mutteqî re tê gotin: “Rabbê we çi nazil kir?” dibêjin: “Xêr (nazil kir).” Di vê dinyayê de ji kesên qenc re (wek gerew) xweşikayî heye. Lê warê axîretê herî bi xêrtir e. Warê Mutteqîyan çi qas xweş e.
Dikevin cennetên Adn ku di binê wan de çem diherikin û li wir her çi bixwazin ji wan re heye. Allah, xelata/mikafata Mutteqîyan a wiha dide.
Ew in ku; dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: “Silav li ser we be! Ji ber kar û kirinên xwe bikevin cennetê.”
Paşê di pey wan de nesleke wisan hat ku nimêj zîyan/îhmal kirin û dane pey şehewatên xwe. Ew ên hanê wê leqayî xayy (cureya ezabekî taybet) bibin.
Lê ew ên tobe dikin û îmân anîne û amelên salih kirine ne têde. Wê ew bikevin cennetê û qet tu neheqî li wan neyê kirin.
(Ew) cennetên Adn ku; Rahmân ew bi xiyabî ji evdên xwe re wead kiriye. Bêguman dê weada wî were cih.
Ew li wê derê peyva batil nabihîzin. (Tiştê ku seh dikin) bi tenê silav e. Û ji wan re sibeh û êvar rizqê wan heye.
Ew cenneta ku em ê bidin evdên xwe yên xwedî teqwa ev e.
Ji we hemû kes biteqezî dê bê serê wê (cehennem ê). Ev ji bo Rabbê te hukmekî vebirî ye.
Piştre em wan ên xwe (ji Allah) diparêzin xelas dikin. Û em wan zaliman jî li wîr wek çokdayî dihêlin.
Ma qey te nedît ku me şeytanan di ser wan de şandin da ku wan (arasteyî şirkê û îsyana ji Allah re) fît bikin û tevbigerînin?
Ji bo wan nelezîne/acele neke! Em ji wan re (rojên wan) yek bi yek dijmêrin.
Roja ku em Mutteqîyan qefle bi qefle di hizûra Rahmân de dicivînin (heye)!
Em ê gunehkarên mucrîm bi tî bûn bal bi cehennemê ve bajon.
Kî jî îtaetê Allah û Rasûlê wî bike û ji Allah (bi rêzdarî) bitirse û (ji ezabê wî) xwe biparêze, yên kesbdar/biqezenc in, ew bixwe ne.
Bibêje: “Erê ma ev an jî cenneta xuld/cenneta ebedîyetê bi xêrtir e? Lewre ew (cennet) xelat û cihlêvegera wan e.”
Di wan (cennetên) ku tê de ebedî dimînin de çi tiştê dixwazin ji wan re (tê dayîn). Ev weadeke Rabbê te ye ku dihê hêvîkirin/dihê xwestin/hêjayê daxwazê ye.
Ev (ji bo wan) bîranînek/rûmetek e. Bêguman ji bo Mutteqîyan jî cihlêvegerekî xweşik heye.
Cennetên Adn… Derî ji wan re li ser piştê vekirî ne.
Ew tê de (li ser textan) paldayî ne û pirzêde fêkî û vexwarin dixwazin.
Li cem wan, jinên hevsal (ku hemû jî canê ciwan û) çavên wan bitenê li ser (mêrê) wan in hene.
Ev, ji bo roja hisabê ya ku ji we re weadkirî ye.
Bêguman ev, rizqê me ye ku tu carî naqede.
Ma ew kesê ku peyva ezabê li ser heq bûye (û ev ên ha qet dibin wekhev)? Ew ê di agir de ye ma qey tu yê wî xelas bikî?
Lê belê ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe diparêzin re xurfeyên/odeyên (ji bo mêvanên taybet hatine amadekirin) hene û li ser wan jî xurfeyên avakirî hene ku di binê wan de çem diherikin. Weada Allah… Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Ew ê ya rast anîye û ew ên ku wî tesdîq dikin jî ha ew yên mutteqî bixwe ne.
Li cem Rabbê wan, ew çi daxwaz bikin ji wan re heye. Ev, xelata muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin e.
Allah, ji bo amelên wan ên xerab yên li dinyayê kirine bibexşîne û di muqabilê ya ku kirine de wan bi ya herî qenc xelat bike (wisan kiriye).
Allah ji ber serkeftina Mutteqîyan (bi rizgarîya cehennemê û bi dest xistina cennetê) wan xelas dike. Xerabî nagihîje wan û ew xemgîn jî nabin.
Ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe biparêzin wê zumre ber bi cennetê ve bên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cennetê) ji wan re dibêjin: “Silav li ser we be, hûn pîrûpak hatin. Êdî wek mayîndarên ebedî têkevin wê derê.”
Dibêjin: “Hamd ji wî Allahê re ku ji weada xwe sadiq ma û em kirin warisê erzê (cennetê) da ku li wê derê em li gor daxwaza xwe tevbigerin. Xelata xebatkaran çi qas xweşik e.”
Eger însan nebûna yek ummetek (ku li ser kufrê dicivin û dînê xwe bi dinyayê didin) me yê binbanê xanîyên wan ên ku Rahmân înkar dikin ji zîvê bikirana û ji bo ku pê bilind bibin silmên (ji zîvê) çêkirana.
Me yê ji wan re (ji zîvê) derîyan û sedirên ku li ser rûnin û palê xwe bidinê çêkirana.
Û (wekî din) xemlan/zînetan… Ev hemû, meta (ên bihûrbar) yên jiyana dinyayê ne. Heçî axîret jî li cem Rabbê te yên mutteqîyan e.
Li wê derê, ji bo we gelek fêkîyên ku hûn ê ji wan bixwin hene.
Bêşik ew ên mucrîm/sûcdar jî wê di ezabê cehennemê de ebedî bimînin.
Qet tu guman tune ku ew ên mutteqî, di cennetan de û li ser kanîyan in.
Tişt (nîmet) ên ku Rabbê wan daye wan, werdigirin. Lewre ew berîya vêga ji wan ên muhsîn/ji kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin bûn.
Ew, di şevê de pir hindik radizan.
Wan di dema berbangê/serê sibehê de îstîxfarê dikirin.
Di malê wan de ji parsek û xîzanan re parek hebû.
Bêguman ew ên mutteqî di nava cennetan û nîmetan de ne.
Ew bi ya (nîmetên) ku Rabbê wan daye wan kêfxweş in. Rabbê wan ew ji ezabê cehennemê parastine.
“Di muqabilê amelên xwe de bi noşîcanî bixwin û vexwin.”
Li ser textên rêzerêzbûyî paldayî ne. Me ew bi horîyên çavxezal re zewicandine.
Bêguman ew mutteqî, di nava cennetan û çeman de ne.
Li cem Melîkekî xwedî qudret/îqtîdar di meqama sidqê/rastîyê de ne.
Qet guman tune, ji bo mutteqîyan li cem Rabbê wan cennetên Naîm hene.
Bêguman ew, ji bo Mutteqîyan şîretek e/bibîrxistinek e.
Bêguman ew ên mutteqî, di binê sîyan û li ser kanîyan in.
Û di nav fêkîyên ku dilê wan dibijîyê de ne.
Di muqabilê amelên we (ên salih) de êdî bi noşîcanî bixwin û vexwin.
Muheqeq em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha xelat dikin.
Qet tu guman tune, ji bo mutteqîyan xelasî/rizgarî heye.
Gelek bexçe û rezên tirî,
Keçên ku singê wan nû gulîk daye û hevsal in,
Û qedehên dagirtî.
Li wê derê peyva vala û derew nabihîzin.
(Ev,) ji Rabbê te xelatek û diyarîyeke kafî ye/bes e.
Kî jî bide û (ji Allah) bitirse û xwe biparêze,
Û ya herî xweşik (Laîlâheîllallah) tesdîq bike,
Em jî jê re ya herî hêsan e (amelê salih û cennetê) hêsan dikin.