Fâtiha
Ayet: 3
(Ew) Rahmân û Rahîm e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 3
(Ew) Rahmân û Rahîm e.
Ayet: 4Rûpel: 1
Û ew (ên mutteqî) bi Kitêba ku ji te re nazil bûye îmân tînin û bi (tiştên ji pêxember) ên berî te re nazil bûne jî bawer in û ew li ser yeqînê îmân bi axîretê jî tînin.
Ayet: 8Rûpel: 2
Ji însanan hin kesên ku (di heqîqetê de) ne mumîn in wiha dibêjin “Me bi Allah û bi roja axîretê îmân anîye.”
Ayet: 46Rûpel: 6
Ew in (ehlê xuşûyê) ku; bi agahîyekî qethî dizanin wê leqayî Rabbê xwe bên û ew ê lê vegerin.
Ayet: 48Rûpel: 6
Xwe ji wê rojê biparêzin ku; (ew roj) qet tu kes nakeve şûna kesekî din û şefaet ji tu kesî nayê qebûlkirin û ji tu kesî fidye nayê sitendin û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 86Rûpel: 12
Ewana kesên wisan in ku axîreta xwe di muqabilê heyata dinyayê de firotine. Ezab li ser wan sivik nabe û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 94Rûpel: 14
Bibêje: “Eger li îndallah/li cem Allah, heyata axîretê ne ji însanan re ji bo we tenê be û hûn jî di vê îdîaya xwe de rast bin, de ka mirinê daxwaz bikin (em binêrin).”
Ayet: 102Rûpel: 15
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 123Rûpel: 18
Xwe ji rojeke wisan biparêzin ku (ew roj) qet tu nefis nakeve şûna nefsekê din (kes di ber kesekî de nayê cezakirin) û ji tu kesî fidye nayê qebûlkirin û şefaet bi kêrî kesî nayê û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 130Rûpel: 19
Ma ji wî kesê sefîh (hişsivik/kêmaqil) pê ve ji dînê/ji milletê Îbrahîm kî rû vedigerîne? Bi sond me ew li dinyayê hilbijartîye û ew muheqeq li axîretê jî ji salihan e.
Ayet: 200Rûpel: 30
Dema we îbadetên xwe (yên heccê) qedand, her wekî ku we (di cahilîyê de) bav û kalên xwe bi bîr dianî, yan jî jê hêjî zêdetir Allah zikir bikin/bi bîr bînin. Ji însanan hinek (dema ku dûa dikin wiha) dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê bide me.” Ji yên wiha re li axîretê tu parek tune.
Ayet: 201Rûpel: 30
Hinek ji wan jî (dema ku dûa dikin) wiha dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê jî û li axîretê jî xweşîyê bide me û me ji ezabê agir biparêze.”
Ayet: 217Rûpel: 33
Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.
Ayet: 220Rûpel: 34
(Allah, ji bo ku hûn bifikirin) hukmên xwe yên der heqê dinya û axîretê de ji we re rave dike. Der heqê wan sêwîyan (ew ên welîtîya wan li ser we ye û bi we re dijîn û hûn malê wan bikartînin) de ji te dipirsin. Bibêje: “Islahkirina (parastin û zêdekirina malê) wan ji bo wan bixêrtir e. Eger hûn malê wan tevlî malê xwe bikin), ew birayên we ne. (Di vê de mehzûrek tune.) Allah (ji we) kesên mufsîd û yên muslîh ji hevdu vediqetîne. Eger Allah daxwaz bikira (bi gotina ‘destê xwe nedin malê wan, ger hûn destê xwe bidin malê wan ji tiştên zayî bûyî hûn ê mesûl bibin’) dikaribû we têxe zorê. Muheqeq Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 22Rûpel: 51
Ewana ew kes in ku amelên wan li dinya û axîretê pûç (û betal) bûne û ji wan re, tu alîkar jî tune.
Ayet: 30Rûpel: 53
Wê rojê (roja qiyametê) hemû nefs, qencî û xerabîyên ku kirine dê li ber xwe amadekirî bibînin. Lê (ew kes) dixwaze ku di navbera wî û xerabîyên wî de dûrîngeke/mesafeyeke dirêj hebe. Allah, we ji nefsa xwe dide parastin (emir dike ku hûn jê bitirsin). Bêguman Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Ayet: 45Rûpel: 54
(Bi bîr bînin!) Wê demê melâîketan gotin: “Ya Meryem! Allah, mizgîna kelîmeyekî ji xwe dide te. Navê wî Îsâ Mesîhê kurê Meryem e. Li dinya û li axîretê bi rûmet e û ew, ji wan ên nêz (î Allah) in.
Ayet: 56Rûpel: 56
“Ew ên kafir hene, ez ê wan li dinyayê jî û li axîretê jî bi ezabekî dijwar bidim ezabkirin. Wê tu alîkarê wan jî tûne be.”
Ayet: 106Rûpel: 62
Ew roj (a qiyametê) hinek rû spî/ronahî dibin û hinek rû jî reş/tarî dibin. Heçî ew ên rûreş jî (ji wan re wiha tê gotin:) “Qey hûn piştî îmanê vegerîyan bi ser kufrê ve? De ji ber kufra xwe ezab tam bikin/biçêjin (em bibînin)!”
Ayet: 107Rûpel: 62
Heçî ew ên rûyên wan spî/ronahî ne jî di nava rahmeta Allah de ne. Û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 74Rûpel: 88
(Nexwe) ew ên ku heyata dinyayê (feda kirine û di) berdêlê de axîretê sitendine bila fîsebîlîllah qîtal/şer bikin. Kî di rêya Allah de şer bike û bê kuştin an jî bi ser bikeve (xalib bibe), em ê mikafateke mezin bidinê.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 134Rûpel: 98
Kî xêr û xelata dinyayê dixwaze, bêguman xêr û xelata dinya û axîretê li cem Allah e. Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ayet: 5Rûpel: 106
Îro ji we re tiştên paqij hatine helalkirin. Wekî ku xwarina Ehlê Kitêb û (heywan) ên wan gurandîye ji we re helal in, xwarinên we jî ji wan re helal e. Ji jinên mumîne ên bi îffet û ew jinên ku berî we Kitêb ji wan re hatine dayîn ên biîffet jî bi şertê ku hûn binamûs bin û bi dizî ji xwe re dostan negirin û hûn heqê (mehra) wan bidin, zewaca bi wan re ji we re helal e. Kî îmanê înkar bike (li dij îmanê helwestên kufrê têxe holê) amelên wî betal bûye û ew li axîretê ji zîyandaran e.
Ayet: 33Rûpel: 112
Cezayê wan ên ku li hemberî Allah û Rasûlê wî şer dikin û li ser rûyê erdê fesadîyê/berhevdanê derdixînin; an têne kuştin an têne daleqandin an dest û pîyên wan çeprastî tên jêkirin an jî ji cihê ku tê de ne tên ajotin/tên nefî kirin. Ev (ceza) riswayîya wan a li dinyayê ye. Li axîretê jî ji bo wan ezabekî mezin heye.
Ayet: 41Rûpel: 113
Ya Rasûl! Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin! Ew in ku bi devê xwe dibêjin: “Me îmân anîye”. (Hal ev e ku) wan bi qelbê xwe îmân ne anîne. Ji wan Cihûyan hin kes gûh didin derewan. Ew ên nayên cem te (ji bo ku ji Cihûyan re gotinan bigerînin) gûh didin te. Piştî ku Allah kelîmeyan di cihên xwe de bi cih kirine, ew diguherînin û texrîf dikin. Dibêjin: “Eger (tiştên ku we texrîf kiriye û guherandîye) ji we re bê dayîn bistînin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin!” Kesê ku Allah ji bo wî fitne daxwaz bike tu nikarî li hemberî Allah tiştekî jê re bikî. Evana ew kes in ku, Allah paqijîya qelbên wan nexwestîye. Ji wan re di dinyayê de rezîlî û li axîretê jî ezabeke mezin heye.
Ayet: 32Rûpel: 130
Jiyana dinyayê bes ji lîstik û şahîyê pêkhatî ye. Ji wan kesên ku (ji ezabê Allah) ditirsin re, axîret bixêrtir e. Erê, ma hê jî hûn aqil nagirin?
Ayet: 92Rûpel: 138
Ev (Qur'an) jî ji bo ku Ummu’l Qurâ (Mekkeyê dêya bajaran) û însanên li dora wê hişyar bikî me ji te re nazil kiriye û ya berîya xwe (Tewrat) tesdîq dike û pîroz/mubarek e. Ew ên bi axîretê îmân anîne, bi vê (Kitêbê) jî bawer in û ew nimêjên xwe (bi awayê baldarî li ser wext û rukun û şert û huşû û adabên wê) diparêzin.
Ayet: 67Rûpel: 184
Heta bi dijminên xwe re şer neke û nebe xwedî hêz/quwet ji pêxemberekî re nabe ku dîl/êsîr bigire. Hûn dinyatîya bihorbar/muweqet dixwazin. (Lê belê) Allah (ji bo we) warê axîretê (ya ebedî) daxwaz dike. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 19Rûpel: 188
Ma hûn avdayîna hacîyan û avakirina Mescîdu'l Heram, mîna (karê) wî kesê ku bi Allah û roja axîretê îmân anîye û di rêya Allah de (bi mal û canê xwe) cîhad kiriye weke hev digirin? Ew, li îndallah/li cem Allah ne wekhev in. Allah civata zaliman hîdayet nake.
Ayet: 38Rûpel: 192
Gelî ew ên îmân anîne! Ma çi bûye bi we ku dema ji we re tê gotin: “Di rêya Allah de derkevin şer” hûn di cihê xwe de çik dibin dimînin? Qey we di şûna heyata axîretê de qîma xwe bi heyata dinyayê anîye? Lê feyda heyata dinyayê li ber axîretê pir kêm e.
Ayet: 69Rûpel: 197
Hûn jî wekî wan (munafiq û kafir) ên berîya xwe ne. Ew ji we bihêztir bûn û mal û zaroyên wan ji we zêdetir bûn. Wan bi qasî nesîbê xwe (para xwe) kêf û sefa kirin. Weke wan ên berîya xwe ku bi qasî nesîbê xwe kêf û sefa kiribûn, hûn jî bi qasî nesîbê xwe kêf û sefa dikin. Û çawa wekî ku ew noq (î lîstok û şahîya dinyayê) bibûn hûn jî noq bûn. Kar û kirinên wan li dinyayê û li axîretê berhewa bûye. Û her ew in yên xisirîne/yên di zîyanê de ne.
Ayet: 26Rûpel: 211
Jî muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) re El-Husna (cennet) û hê zêdetir (rûyetullah/dîtina Allah) heye. Ne rûreşî bi wan digire û ne jî zillet. (Rûyên wan ronahî ye.) Evana ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 27Rûpel: 211
Ew ên karên xerab kirine jî cezayê xerabîya wan bi qasê gunehên wan (cezakirin) e. (Ji her alîyê ve) bi rûreşî û bi zilletê nuxamtî ne. Tu kesek tune ku wan ji Allah biparêze û li ber wan bikeve. Rûyê wan wisa reş e ku, tu dibêjî qey perçeyekî ji (tarîtîya) şevê ye. Evana ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 28Rûpel: 211
Em ê wê rojê hemûyan li hev bicivînin. Em ê ji yên şirîkatî dikirin re bibêjin: “Hûn û şirîkên xwe di cihê xwe de bisekinin/ji cihê xwe nelebitin.” Em wan ji hevdû vediqetînin. Ew ên ku (wan) şirîk çêdikirin (wiha) dibêjin: “We ji me re îbadet nedikir.”
Ayet: 64Rûpel: 215
Di heyata dinyayê de jî û li axîretê jî mizgînî ji wan re ye. Di gotinên/di hukmên Allah de qet guherîn tune. Ha, xelasîya mezin ev bixwe ye.
Ayet: 16Rûpel: 222
Ji bo vana li axîretê ji agir pê ve nesîbek/tiştek tune. Kar û kirinên wan berhewa bûye. Jixwe tiştê ku kirine jî batil in.
Ayet: 19Rûpel: 222
Ew in ku; ji rêya Allah men dikin û di wê de daxwaza çewtîyê dikin. Ew ên ku axîretê înkar dikin ew bixwe ne.
Ayet: 22Rûpel: 223
Bêşik, ew ên li axîretê herî zêde dixisirin ha ev bixwe ne.
Ayet: 103Rûpel: 232
Beşik di vê (vegotinên me) de ji bo kesên ku ji ezabê axîretê ditirsin re ayetek (e bi îbret) heye. Ew roj civîna hemû însanan ji bo wê ye. Û ew roj (rojeke wisan e ku hemû heyîn) di wê rojê de wê şahidî bikin.
Ayet: 37Rûpel: 238
Got: “Xwarina ku hûn pê hatine riziqandin hê ji we re nehatîye teqez ez ê tabîra wê ji we re bibêjim. Ev tabîr ji wê ilmê ye ku Rabbê min hînî min kiriye. Bêguman min dînê qewmekî ku bi Allah îmân naynin û roja axîretê înkar dikin terk kir.”
Ayet: 57Rûpel: 241
Bêguman ji ew ên îmân anîne û (ew ên) ji Allah ditirsin re mikafata axîretê bixêrtir e.
Ayet: 101Rûpel: 246
“Rabbê min! Bêguman te milk/serwerî da min û tabîra xewnan hînî min kir. Ey xaliqê erd û esmanan! Li dinyayê û li axîretê jî dostê min/welîyê min tu yî! Tu min wek muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) bimirîne û min têxe nav evdên xwe yên salih.”
Ayet: 109Rûpel: 247
Me berîya te ji xelkên bajaran re, ji wan zilamên ku me jê re wehîy kiriye pê ve kesekî (wek rasûl) ne şandîye. Gelo qey li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên pêşîya wan çawa bûye? Bêguman warê axîretê ji bo Mutteqîyan re bixêrtir e. Hûn aqil nagirin?
Ayet: 26Rûpel: 251
Allah ji kî re bixwaze rizqê wî fireh dike û ji kî re jî bixwaze rizqê wî teng dike. Ew bi heyata dinyayê dilxweş bûn (û bi ser xwe de çûn). (Hal ev e ku) heyata dinyayê li ber axîretê ji feydeyekî (besîd/bêqedir) pê ve ne tiştekî din e.
Ayet: 34Rûpel: 252
Di heyata dinyayê de ji wan re ezab heye. Ezaba axîretê jî hêrî dijwartir û asêtir e. Û ji bo wan qet tu kesekî ku wan li dij Allah biparêze jî tune.
Ayet: 10Rûpel: 282
Û ew kesên îmân bi axîretê neanîne jî (bi vê heqîqetê) mizgînê bide wan ku me ji wan re ezabekî biêş û jan amade kiriye.
Ayet: 19Rûpel: 283
Kî jî warê axîretê bixwaze û ji bo wê wek mumîn bixebite, xebata wan wê bi zêdehayî bê pejirandin/qebûlkirin.
Ayet: 21Rûpel: 283
Binêre! Me çawa hinekên ji wan di ser hinekan re girtine. Bêguman derece û serdestîya axîretê herî mezintir e.
Ayet: 45Rûpel: 285
Dema tu Qur'anê bixwînî, em di navbera te û ew ên bi axîretê îmân naynin de perdeyekê nexuyaye/manewî dikişinin.
Ayet: 75Rûpel: 309
Bibêje: “Kî di xerifîyê de be û Rahmân muhleta wî heta heta dirêj jî bike... Dema wê ezaba ji wan re hatîye weadkirin an jî qiyametê bibînin, wê bi yeqînî fêm bikin ka rewşa kî herî xerab e û ji hêla leşkerî ve/ji hêla alîkaran ve herî qelstir e wê baş bizanibin.
Ayet: 85Rûpel: 310
Roja ku em Mutteqîyan qefle bi qefle di hizûra Rahmân de dicivînin (heye)!
Ayet: 74Rûpel: 315
Bêguman her kî wek gunehkarekî mucrîm/sûcdar were cem Rabbê xwe, helbet jê re cehennem heye. Li wê derê ne dimire (ku ji ezabê xelas bibe) û ne jî tê vejandin (ku sûd wergire).
Ayet: 111Rûpel: 318
Hemû rû ji wî yê (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm re bi zelîltî stuxwar in. Muheqeq ew ên zilim hilgirtine (ew ên bi barê zilmê/şirkê hatine) xisirîne/winda kirine.
Ayet: 127Rûpel: 320
Em wan ên zêdegavî dikin û îman bi ayetên me naynin jî wiha ceza dikin. Bêguman ezabê axîretê herî dijwartir û mayîndetir e.
Ayet: 2Rûpel: 331
Roja ku hûn wê bibînin; her dayîka şîrdar, ya ku dimêjîne ji bîr dike û hemla her jina biheml ji ber diçe û tu însanan di rewşa sexweş de dibînî; hal ev e ku ew, ne serxweş in. Lê belê ezabê Allah pir dijwar e.
Ayet: 11Rûpel: 332
Ji însanan hin kes hene ku îbadetekî ne ji dil (bi gumanbarî û pîyê wî erd negirtî) ji Allah re dikin. Eger xêrek bigihîje wî, bi wê mutmeîn dibe. Lê eger fitneyek/îmtîhanek bigihîje wî, ew ser rû tê vegerandin (dizivire ser rewşa xwe ya berê). Ew dinyayê jî û axîretê jî winda dike. Ha ev, xesareta eşkere bixwe ye.
Ayet: 15Rûpel: 332
Çi kesê guman bike ku Allah li dinya û li axîretê wê alîkarîya wî (pêxember) neke bila bi amrazekê/bi navgînekê bigire û bi bal asîman ve hilkişe, paşê bila (alîkarîya ku ji asîman ve tê) bibire. (Piştre) bila binêre, gelo ev çareserîya ku dîtîye hêrsa wî ya (ji îslâm û pêxember re) ji holê radike?
Ayet: 11Rûpel: 359
(Nexêr, ne wisan e!) Jixwe wan roja qiyametê jî derewandibûn. Û me ji bo yên roja qiyametê derewandine re agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Ayet: 87Rûpel: 370
“Di roja vejîn (a însanan) de min riswa neke û kêm nexe!”
Ayet: 89Rûpel: 370
Lê ew ên bi qelbeke pak/selîm tên, ne tê de.
Ayet: 68Rûpel: 382
“Sond be em û bavanên me jî bi vêya hatin tehdîd kirin. Ev, bitenê çîrokên berê ne.”
Ayet: 70Rûpel: 392
Ew, Allah e ku; ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Di ser de (li dinyayê) jî û di dawî de (li axîretê) jî hamd jê re ye. Hukim bitenê aîdê wî ye. Hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
Ayet: 83Rûpel: 394
Ha (ev) warê axîretê ye. Em wê didin wan kesên ku li ser rûyê erdê fesadê naxwazin û çavdêrîya bitirtîyê nakin. Aqûbet (a xweşik) yê Mutteqîyan e.
Ayet: 84Rûpel: 394
Kî bi qencîyekê were (hizûra Allah), jê re ya herî bixêrtir heye. Kî jî bi xerabîyê were, êdî ew ên xerabî kirine tenê bi qasî ya ku kirine berdêla wan tê dayîn.
Ayet: 21Rûpel: 429
Li ser wan qet tu otorîteya (Îblîs) tune bû. (Lê belê) ji bo ku ew ên îman bi axîretê anîne û ew ên tê de di gumanê de ne em wan eşkere bikin (me muhlet da Îblîs). Rabbê te, li ser her tiştî parêzkar e.
Ayet: 20Rûpel: 445
Dibêjin: “Xwelî li serê me be! Ev, roja dîn/roja hisabê ye.”
Ayet: 9Rûpel: 458
(Ma ev,) an jî ew kesê ku şevên xwe di qiyam û secdê de diborîne û xwe ji (ezabê) axîretê diparêze û bi hêvîya rahmeta Allah ji dil û bênavber (îbadetê Allah dike, bixêrtir e)? Ma ew ê zana û yên nezan qet dibin wekhev? Enceq ew ên aqilmend şîret digirin.
Ayet: 26Rûpel: 460
Allah, di heyata dinyayê de riswatî bi wan da tamkirin. Ezabê axîretê mezintir e. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 45Rûpel: 462
Dema ku navê Allah bi yekane (li ser tewhîdê) tê zikirkirin, qelbê wan ên ku bi axîretê nebawer in bi (kift û) gerizin dikerixe. Lê dema (îlâhên sexte) yên ji xeynî Allah tên zikirkirin (tu dinêrî ku) hema kêfxweş dibin.
Ayet: 48Rûpel: 463
Ew xerabîyên ku kiribûn ji bo wan derkete holê û bi wê (ezab) a ku tinazê xwe pê dikirin re hatin dorpêçkirin.
Ayet: 70Rûpel: 465
Her nefs çi kiribe (berdêla) keda wî bêkêmasî jê re tê dayîn. Ew, bi ya ku wan kiriye herî çêtir dizane.
Ayet: 75Rûpel: 466
Tu dibînî ku melaîketan (bi awayê) dorpêçkirina hawîrdorê erşê, Rabbê xwe bi hamd tesbîh dikin. Di navbera wan de hukim hatîye dayîn û wiha hatîye gotin: “Hamd ji Allahê Rabbê aleman re be.”
Ayet: 7Rûpel: 476
Ew in ku; zekâtê nadin û ew biqethî axîretê jî înkar dikin.
Ayet: 31Rûpel: 479
“Em di jiyana dinyayê de jî û li axîretê jî dostên we ne. Li wê derê dilê we her çi bixwaze ji we re ye û hûn li wê derê her çi daxwaz bikin jî yê we ye.”
Ayet: 20Rûpel: 484
Kî qezenca/xêra axîretê bixwaze (bi amelê xwe xêra axîretê daxwaz bike) em qezenca wî/xêra wî zêde dikin. Kî jî qezenca dinyayê bixwaze (bi amelê xwe xemla dinyayê daxwaz bike), em jî ji wê didin wî. (Lê belê,) li axîretê qet tu nesîbê wî tune.
Ayet: 16Rûpel: 495
Roja bi zeftkirina herî mezin ku em ê zeft bikin, bêguman em tolhildar/heyfsitên in.
Ayet: 40Rûpel: 497
Qet tê de guman tune ku Yewmu’l Fesl/Roja Veqetandinê, dema (vejandina) wan e.
Ayet: 9Rûpel: 498
Eger ji ayetên me tiştekî hîn bibe, ew dike mijara tinazê. Ji bo yên wisan ezabekî riswaker heye.
Ayet: 27Rûpel: 500
Serwerîya/hukimranîya erd û esmanan aîdê Allah e. Roja ku qiyamet rabe, ha wê demê ehlê batil wê bi xusranê bikevin.
Ayet: 28Rûpel: 500
Wê rojê tu her ummetî dibînî ku çokdayî ne. Her ummet bi bal Kitêba xwe ve tê vexwendin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Hûn ê îro berdêla amelên xwe bistînin.”
Ayet: 35Rûpel: 501
“Ev, ji ber vê ye ku; we tinazên xwe bi ayetên Allah dikir û hûn bi jiyana dinyayê xapîyan e.” Îro ji wê derê nayên derxistin û (ji bo amelên ku Allah pê razî bikin daxwaza wan a vegera dinyayê jî) nayê qebûlkirin.