Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re got: “Ez ê li ser rûyê erdê xelîfeyekî bixuliqînim.” Gotin: “Ma tu yê yekî wisan ku li wê derê xwînê birjîne û fesadîyê derêxe bixuliqînî (bikî xelîfe)?” Hal ev e ku em te ji her sifetên kêmasîyê tenzîh dikin û ji te re hemd dikin û te teqdîs dikin. (Allah) got: “Bêguman tiştê ku hûn pê nizanin, ez dizanim.”
(Li ser heyînan) hemû navan hînî Âdem kir. Û paşê ew nîşanî melaîketan da û ji wan re got: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka navê van ji min re bibêjin?”
Gotin: “Em te ji hemû sifetên kêmasîyê tenzîh dikin. Ji xeynî tiştên ku te hînî me kiriye pê ve tu îlmê me tune. Bêguman tu (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.
(Allah) got: “Ya Âdem! Navê van tiştan ji wan re bibêje” Dema ku (Âdem) navê wan (tiştan) ji wan re salox da (Allah) got: “Ma qey min ji we re negotibû ku ez bi xeyba erd û esmanan dizanim û ez bi tiştê ku hûn eşkere dikin jî û bi yên ku hûn vedişêrin jî dizanim.”
(Bi bîr bîne!) Wê demê me ji melaîketan re got: “Ji Âdem re herin secdê.” Ji xeynî Îblîs hemûyan secde kirin. Lê wî xwe qure kir û rû vegerand û bû ji kafiran.
Kî jî dijminê Allah û melaîketên wî û pêxemberên wî û Cebraîl û Mîkaîl be (bila bizanibe ku) bêguman Allah, dijminê kafiran e.
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Muheqeq ew ên kafir in û li ser kufrê mirine (hene!), laneta Allah û melaîketan û hemû însanan li ser yên wisan in.
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
Qey ew (ên ji rêya heqîyê vegerîya ne) li bendê ne ku ji xeynî (ezabê) Allah û melâîket ji bo wan ji nava sîyên ewran de werin û her tişt biqede? (Ew a ku li hêvîyê ne, ji wê lehzeya erjeng pê ve ne tiştekî din e.) (Di heqîqetê de) karûbar bi bal Allah ve vedigerin.
Pêxemberê wan ji wan re got: “Nîşana rêvebertîya wî ew tabuta ku dê ji we re bê hatin e. Di nava wê (tabûtê) de ji we re ji bal Rabbê we sekînetek (ku tirs û xema însanan diborîne û wan rihet dike) û ji (eşyayên) malbata Mûsa û Harûn bermayî heye. Melaîket wê (tabûtê) hildigirin. Eger hûn mumîn bin, di vê de ji bo we ayetên (îbret girtinê) hene.”
Allah û melâîket û alimên ku edaletê qayîm dikin şahidî kirin ku ji Allah pê ve qet tu îlâh (ji xeynî wî yê ku îbadetê/evdîtîyê heq dike) tune. Ji wî pê ve qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
(Bi bîr bînin!) Dema ku melâîketan (ji Meryem re) gotin: “Ya Meryem! Bêguman Allah tu hilbijart û pakîpaqij kir û di ser jinên aleman re girt.”
(Bi bîr bînin!) Wê demê melâîketan gotin: “Ya Meryem! Allah, mizgîna kelîmeyekî ji xwe dide te. Navê wî Îsâ Mesîhê kurê Meryem e. Li dinya û li axîretê bi rûmet e û ew, ji wan ên nêz (î Allah) in.
(Ew pêxember) fermanê nade we ku hûn melâîket û pêxemberan ji xwe re bikin Rab. (Tiştekî heyirî!) Piştî ku hûn bûne muslîm wê çawa berê we bide kufrê?
(Ew ên ha hîdayetê heq nakin.) Cezayên wan ev e: Laneta Allah û melâîketan û hemû însanan li ser wan e.
Sond be, digel hûn li Bedrê bêquwet/bêhêz bûn jî Allah alîkarîya we kiribû. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bibin ji şikurdaran.
(Bi bîr bîne!) Wê demê te ji mumînan re digot: “Ma Rabbê we (ji esman) sê hezar melâiketên ji bo piştgirîya we daxistîye ne besî we ye?
Belê, eger hûn sebir bikin û xwe biparêzin –ew ji nîşka ve êrîşî we bikin jî- wê Rabbê we bi pênc hezar melâiketên binîşan alîkarîya we bike.
Dema melâîket rohê wan kesên ku li nefsa xwe zilim kirine distîne, dibêjin: “Hûn di çi karî de bûn/hûn di kîjan sefî de bûn?” Dibêjin: “Em li ser erdê mustezef (ew ên bi kotekî di sefên muşrîkan de û bêçare) bûn.” (Melâiket) dibêjin: “Ma qey erdê Allah ne fireh bû ku we hîcret bikirana?” Sitargeha wan cehennem e. Ew der çi cihekî xerab e!
(Ew ên Cihû dibêjin: “Ji pêxembertîya te re tu agahîya me tune ku em şahidî bidin.) Lê belê Allah bi (Qur'an) a ji te re nazil kiriye şahidî dike ku, wî ev bi îlmê xwe nazil kiriye. Melâiket jî şahidî dikin. Wek şahid Allah bes e.
Ne Mesîh û ne jî melâiketên muqerreb/nêzîkkirî tu carî ji evdîtîya Allah xwe nadin paş. Kî ji îbadeta Allah xwe bide paş û quretîyê bike, wê (Allah) wan hemûyan (bivejîne û) di hizûra xwe de bicivîne.
Gotin: “Ma ne diva ku melâîket jî li ser nazil bibûna?” Eger ji wan re melâîket nazil bibûna (wê demê) îş/kar diqedîya/qiyamet radibû û êdî muhlet jî li wan nedihate dayîn.
Eger me ew bikira (pêxemberekî) melek, bêguman me yê ew (di sûretê însanekî) de bikirana melaîketekî zilam. Û muheqeq me yê dîsa ew bixistana wê gumana ku di navê de ne.
Bibêje: “Ez ji we re nabêjim ku xezîneyên Allah li cem min in û ez bi xeybê jî nizanim û ji we re nabêjim ez melâiketim jî. Ez ji tiştê ji min re wehîy bûye pê ve nadim pey tiştekî din.” Bibêje: “Erê ma kor û bînende dibin wekhev? Ma qey hûn nafikirin?”
Eger me melâiketan ji wan re daxistana û mirî jî bi wan re biaxivîyana û me hemû tişt pêşberî wan bicivanda, heta ku Allah daxwaz neke dîsa jî îmân nedianîn. Lê belê pirên wan cahiltî dikin.
Ma ew (ên ayetên Allah tekzîb dikin/diderewînin û berê însanan jê vedigerînin) qey (ji van pê ve) li hêvîya tiştekî din in ku melâiket an Rabbê te an jî hinek ayetên Rabbê te werin? Roja ku hinek ayetên Rabbê te hatin ew kesê berê de îmân neanîbe an jî bi îmana xwe xêrek bi dest nexistibe, êdî îmana wî feyde nadê. Bibêje: “(De ka) li bendê bisekinin/li hêvîyê bimînin. Bêguman em jî li hêvîyê ne/li bendê ne.”
Sond be, me hûn xuliqandin û paşê sûret da we û me ji melâîketan re got: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî iblîs hemûyan secde kirin. Ew, nebû ji secdebiran.
(Axir şeytan) ji bo ku cihê wan ên awretê ku nuxamtî bû derêxê holê, wasewas da (dilê) wan. Û got: “Rabbê we ji bo ku hûn nebin melaîket an jî hûn nebin ji wan ên ku ebedîyen dijîn, xwarina ji vê darê ji we re qedexe kiriye.”
Bi bîr bînin! We ji Rabbê xwe alîkarî xwestibû wî jî wiha îcabetî dûayê we kiribû: “Bêguman ez ê bi hezar melâiketên ku di pey hevdu de dadikevin re alîkarîya we bikim.”
Rabbê te ji melâîketan re wehîy kiribû û gotibû: “Ez bi we re me, (hûn) sebatê bidin mumînan. Ez ê tirseke bişîdet têxim dilên kafiran. (Nexwe) li sitûyê wan bixin û li hemû tilîyên wan bixin!”
Xwezî dema ku melâîket rohê wan kafiran distînin te rewşa wan bidîta! Li rûyê wan û li pişta wan dixin û (dibêjin:) “De ezabê sotîner ku diperitîne biçêjin/bitamînin.”
Ji ber ku gotine: “De bila xezîneyek jê re bihata daxistin an jî melâîket pê re bihatana” ma qey wê singa te teng bibe û tu yê dev (ji vegotina) qismek ji wan tiştên ku ji te re wehîy bûne berdî? Tu, enceq hişyarkerek î. Allah, wekîlê li ser her tiştî ye.
Ez ji we re nabêjim xezîneyên Allah li cem min in. Ez bi xeybê jî nizanim. Ez nabêjim ‘ez melâîket im’ jî. Wekî din (ji bo ku hûn ji min qayîl bibin) ez ji bo wan ên ku hûn di çavên xwe de bênirx/kêm dibinin jî nabêjim Allah qet xêrekî li wan nake. Allah çêtir bi tiştê di nefsan de dizane. (Eger ez van tiştan bibêjim) bêguman ez ê bibim ji zaliman.
Dema fendên (gotegotên der heqê wê de kirine) bihîst ji wan re (qasidek) şand û ji bo rihetîya wan hawîr amade kir û her yekê ji wan kêrekê da destê wan. (Ji Yûsuf re) got: “Derkeve hizûra wan.” Dema ew dîtin (li bedewbûna wî) heyirîmabûn û (ji ber vê) destê xwe birîbûn. Gotin: “Haşa ji Allah! Ev ne beşer e. Hebe nebe ev melâîketekî pir bi rûmet e.”
Gurîna ewrê bi hamd û melâîket jî ji xofa/ji tirsa xwe wî tesbîh dikin. Birûskan dişîne û bi wana ji kîjanê der heqê Allah de nîqaşê dikin re bixwaze li wî dixe. Ew (Allah,) ê ku zeftkirina wî ya bi ezabê pir dijwar e.
(Ew aqûbet jî ev e:) cennetên Adn in ku wê bikevinê. Ji bavên wan û ji hevjînên wan û ji zurîyeta wan ew ên salih in jî dê bikevin wê derê. Û melâîket jî ji her derîyê/dergehê ve dikevin cem wan.
“Eger tu rast dibêjî ma ne hewce bû ku te ji me re melâîketan daxistana.”
Em melâîketan her bi heqî dadixînin. Wê gavê ew nayên sekinandin (di lehzê de wê bên helakkirin).
Bi bîr bîne, Rabbê te ji melâîketan re gotibûn: “Bêşik ez ê ji hişkeherîyeke reşeguherî însanekî bixuliqînim.”
Melâîket bi tevahî çûne secdê.
Ji evdên xwe kî bixwaze bi rûh/bi wehîy melâîketan jê re dadixîne û wiha emir dike ku (wan kafiran wisan) hişyar bikin: “Ji min pê ve (yê ku îbadetê heq dike) îlâh tune, (herwisa) ji min bitirsin û xwe biparêzin.”
Dema melâîket canê wan kesên ku li nefsa xwe zilim dikin distînin, dibêjin: “Me qet tu xerabî nedikir” û mil datînin/teslîm dibin. (Nexêr, ne wisan e!) Qet guman tune Allah, bi kar û kirinên ku we dikir, dizane.
Ew in ku; dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: “Silav li ser we be! Ji ber kar û kirinên xwe bikevin cennetê.”
Ma Rabbê we bi dayîna wan, ji we re zaroyên kurîn û ji bo xwe jî ji melâîketan keç hilbijartîye? Bêşik hûn gotineke pir mezin dibêjin.
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî îblîs hemûyan secde kiribûn. (Îblîs) got: “Qey ez tu cara ji wî kesê ku te ji herîyê xuliqandîye re secde dikim?”
Gotin: “Rahmân ji xwe re zarok girtîye!” Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexêr, ne wisan e! Ew melâîketên ku bi zaroktî nîsbetê Allah dikin) evdên (bi rûmet in û) gihîştine îkramê ne.
Bi peyvên xwe nakevin pêşîya wî û bi emrê wî tevdigerin.
Bi tiştên pêşîya wan jî û li dû wan jî dizane. Ji wan kesên ku ew (Allah) ji wan qayîl e/razî ye pê ve şefaetê li tu kesî nakin. Û qelbê wan ji ber xofa/ji ber tirsa wî direcifin/dilerizin.
Gotin: “Ev pêxemberekî çawa ye? (wekî mirovên ji rêzê) xwarin dixwe û di sûk û bazaran de digere! Ma ne hewce bû ku melâîketeke hişyarker jî pê re daketa?”
Bibêje: “Ew melaîketê mewtê (ku wekîlê rûhstendinê ye) dê we bimirîne. Paşê jî hûn bi bal Rabbê xwe ve tên vegerandin.”
Ew ê ji bo ku we ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne selatê li we dike. Melaîket jî (ji bo hûn bigihîjin pesnê/medhê dûa dikin). Ew, li ser mumînan bi merhamet e.
Hamd, jî wî Allahê re ku wî erd û asîman xuliqandîye û melaîketan bi baskên dudo dudo û sisê sisê û çareçar kiriye qasid/ragihîner. Ew, di xuliqandinê de çi bivê zêde dike. Bêguman Allah, qadirê her tiştî ye.
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re wiha gotibû: “Muheqeq ez ê ji herîyê însanekî bixuliqînim.”
“Dema ku min ew temam kir û ji rûhê xwe pifkirê, hûn ji bo wî herin secdê.”
Hemû melaîketan secde kirin.
Bêguman ew ên dibêjin: “Rabbê me Allah e” û paşê li ser îstîqametê ne, di ser wan de melaîket dadikevin (û dibêjin): “Netirsin, xemgîn jî nebin û bi wê cenneta ku li we hatîye weadkirin re kêfxweş bibin.”
“Em di jiyana dinyayê de jî û li axîretê jî dostên we ne. Li wê derê dilê we her çi bixwaze ji we re ye û hûn li wê derê her çi daxwaz bikin jî yê we ye.”
“Wek ezimandineke/îkrameke ji (Allahê) Xafûr û Rahîm (bikevin wê derê).”
Hema mabû ku esman (ji ber ezameta Allah) biqelişe. Melaîket jî Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û ji bo yên li erdê re mexfîret daxwaz dikin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman Allah, (belê) ew, Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
Nexwe (Allah), ji nava mexluqên xwe keçan (ji bo xwe wek ewlat) girtîye û kuran jî ji we re hilbijartîye?
Lê dema mizgîna wê (zarokê keç) ya ku ji Rahmân re (wek ewlad) layiq didîtin ji yekî ji wan re dihat, rûyê wî ji hêrs û qehrê tirş û tehl/ripûreş dibe.
Nexwe, ew (kêç) ên (nahîf û diltenik û hestîyar ku) di nav xemlê de tên gihandin/mezinkirin û di nîqaşê de nikarin (meqseda xwe) bi eşkerehî beyan bikin (nîsbetî Allah dikin)?
Wan, ew melaîketên ku evdên Rahmân in mê/mak/jin hesibandin. Ma ew ji xuliqandina wan re bibûn şahid? Şahidîya wan tê nivîsandin û ew ê bên pirsyarkirin.
Gotin: “Eger Rahmân daxwaz bikirana me îbadet (li pûtan) nedikir.” Li ser vê mijarê qet tu agahîya wan tune. Ew bi tenê li ser texmînan in.
Eger me bixwesta me yê ji nav we melaîketan bixuliqanda û ew ê li ser rûyê erdê bibûna xelefên/şûngirên we.
Wiha dibêjin: “Ya Malik! Rabbê te bila karê/îşê me biqedîne (rohê me bistîne).” (Malik) dibêje: “Bêguman hûn ê (di nava ezabê de) bimînin.”
Li rast û çepê wî (du melaîketê) runiştî û nivîskar (hene).
Lehzeya ku peyvekê bibêje, li cem wî çavnêreke amade heye.
Serxweşbûna mirinê (sekerat) wek heq tê. (Û ji însan re tê gotin:) “Ew tiştê ku tu jê direvî, ha ev bixwe ye!”
Li asîman gelek melaîket hene ku -ji xeynî wan ên ku Allah destûr daye pê ve- qet tu feyda şefaeta wan tune.
Melaîket li dora wê ne. Wê rojê heşt (melaîket) ên li ser wan de wê erşê Rabbê te hilgirin.
Ew (ezab), ji Allahê xwedîyê esmanan e.
Melaîket û Rûh, di rojekê de (bi bal Allah ve) hildikişin/bilind dibin ku mudeta wê pêncî hezar sal e.
Me ji melaîketan pê ve tu kesî nekiriye muhafizên cehennemê. Me jimara wan, ji bo kafiran kiriye fitneyek. Heta ku ehlê kitêb li ser yeqînê îman bînin û îmana mûmînan zêdetir bibe û ew ên ehlê kitêb û kesên mûmîn nekevin gumanê. (Û ji bo) ew di qelbên wan de nexweşî hene wiha bibêjin: “Bi vê mînakê meqseda Allah çi bû/xwest ku çi bêje?” Ha Allah, kî bixwaze wî dixerifîne û kî jî bixwaze wî digihîne hîdayetê. Ji wî pê ve tu kes bi artêşên/bi ordîyên Rabbê te nizane. Ew, ji bo însanan enceq şîretek e.
Roja ku rûh (Cibrîl) û melaîket sefgirtî rawestî ne, ew ên (li dinyayê) rastgo ye ne tê de kesê ku Rahmân destûra wî dide pê ve tu kes napeyive.