Bakara
Ayet: 3Rûpel: 1
Ew ên (mutteqî) bi xeybê îmân tînin û nimêja xwe rasterast/îqame dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 3Rûpel: 1
Ew ên (mutteqî) bi xeybê îmân tînin û nimêja xwe rasterast/îqame dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 43Rûpel: 6
Nimêjê rasterast/îqame bikin û zekâtê bidin. Û bi rukûvanan re rukû bikin.
Ayet: 45Rûpel: 6
Bi sebr û nimêjê (ji Allah) alîkarî bixwazin. Bêguman ev (alîkarîya bi sebr û nimêjê) ji ehlê xuşûyê pê ve li ser wan kesên din barekî mezin/giran e.
Ayet: 83Rûpel: 11
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
Ayet: 110Rûpel: 16
Nimêja xwe rasterast/îqame bikin û zekâta xwe bidin. Bizanibin her xêra ku hûn di pêşîya xwe de teqdîm bikin, hûn ê li îndallah/li cem Allah bibînin. Bêguman Allah tiştê ku hûn dikin dibîne.
Ayet: 153Rûpel: 22
Gelî ew ên îmân anîne! Bi sebr û bi nimêjê (ji Allah) alîkarîyê bixwazin. Bêşik Allah bi sebirvanan re ye.
Ayet: 177Rûpel: 26
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
Ayet: 238Rûpel: 38
Nimêjan biparêzin! Nimêja navînê jî (biparêzin û herî zêde ehemmîyetê bidin). Bi dilekî safî di hizûra Allah de rabin qiyamê.
Ayet: 239Rûpel: 38
Eger hûn bitirsin peya an jî siwar (nimêjên xwe bikin). Dema ku (rewşa tirsê bihûrî û) hûn gihîştin ewlehîyê her wekî berê ku we pê nizanîbû wî nîşanî we dabû, Allah zikir bikin.
Ayet: 277Rûpel: 46
Bêguman ew ên îmân anîne û amelên salih dikin û nimêja xwe îqame dikin û zekâta xwe didin, li cem Rabbê wan ji bo wan xelat heye. Ji wan re tirs tune û ew xemgîn nabin.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 162Rûpel: 102
Lê ji wan ên di ilmê de pêş de çûne û îmân anîne, îman bi ya ku ji te re nazil bûye û bi yên berî te nazil bûne re îmân tînin. Ew ên nimêja xwe îqame/rasterast dikin û zekâta xwe didin û bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin… Em ê ecirekî mezin bidin wan.
Ayet: 12Rûpel: 108
Sond be, Allah ji Benî Îsraîl peyman girtibû û me ji wan radiwazde nûner/temsîlkar tayîn kiribû. Allah ji wan re wiha gotibû: “Bêguman ez bi we re me. Eger hûn nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û bi pêxemberên min îmân bînin û piştgirîya wan bikin û qerzê hesen bidin Allah (di rewşa hewcetîyê de bê faîz, ji bo rizaya Allah deyn bidin kesên di tengezarîyê de) ez ê gunehên we binixûmînim û ez ê we têxim cennetên ku di binî de çem diherikin. Piştî vêya ji we kî înkar bike êdî ew ji rêya heq xerifîye/averê bûye.
Ayet: 55Rûpel: 116
Dostê we Allah û Rasûlê wî û ew mumînên ku nimêj dikin û zekâtê didin û rûkuvan in.
Ayet: 58Rûpel: 117
Dema hûn ji bo nimêjê bang didin ew wê (bangê) dikin mijara lîstik û tinazê. Ev, ji ber ku ew qewmekî bîrnebir/bêhiş in wisan dikin.
Ayet: 91Rûpel: 122
Şeytan dixwaze ku bi şerabê (bi xemr û araqê) kîn û neyartîyê têxe nava we û we ji zikirkirina Allah û ji nimêjê bide paş. Êdî we dev ji wan (xerabîyan) berda ne wisa?
Ayet: 106Rûpel: 124
Gelî ew ên îmân anîne! Dema yek ji we kete ber mirinê, di dema amadekirina wesîyetê de bila ji we du kesên adil/dadwer şahidî bikin. Eger hûn di rewşa rêwîtîyê de bin û bikevin ber mirinê, du kesên ku ne ji we ne bikin şahid. Eger hûn der heqê (şahidîya) wan de bikevin gumanê, wan piştî nimêjê bisekinînin û bila bi sonda li ser navê Allah wiha bibêjin: “Eqrebayên me bin jî em qet sonda xwe bi tiştekî din naguherînin. Em şahidîya Allah naveşêrin. (Eger em veşêrin) wê gavê em ê bibin ji gunehkaran.”
Ayet: 72Rûpel: 135
(Wekî din wiha li me hate emirkirin;) nimêj bikin û ji wî îttîqa bikin/bitirsin û xwe biparêzin. (Hûn ê bên vejandin û) ew ê ku di hizûra wî de bêne civandin, ew (Allah) e.
Ayet: 92Rûpel: 138
Ev (Qur'an) jî ji bo ku Ummu’l Qurâ (Mekkeyê dêya bajaran) û însanên li dora wê hişyar bikî me ji te re nazil kiriye û ya berîya xwe (Tewrat) tesdîq dike û pîroz/mubarek e. Ew ên bi axîretê îmân anîne, bi vê (Kitêbê) jî bawer in û ew nimêjên xwe (bi awayê baldarî li ser wext û rukun û şert û huşû û adabên wê) diparêzin.
Ayet: 162Rûpel: 149
Bibêje: “Bêguman nimêja min û qurbana min û jiyana min û mirina min ji bo Allahê Rabbê aleman e.”
Ayet: 170Rûpel: 171
Ew ên (bi her çar lepan) bi Kitêbê girtine û nimêjên xwe rasterast dikin hene! Bêguman em mikafata muslîhan/ehlê salahê winda nakin.
Ayet: 3Rûpel: 176
Ew in ku; nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 35Rûpel: 180
Li ber Beytê (Kâ'beyê) nimêja/dûaya wan ji fîkandin û çepikan pê ve ne tiştek e. (Nexwe) ji ber kafirtîya xwe ezabê tam bikin (em binêrin).
Ayet: 5Rûpel: 186
Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 11Rûpel: 187
Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin êdî ew di dîn de birayên we ne. Em ji bo civakeke zana ayetên xwe wiha bi hûrgilî/bi teferûet beyan dikin.
Ayet: 71Rûpel: 197
Mêrên mumîn û jinên mumîne dostên hevdu ne. Emrê bi’l marûf/emrê qencîyê dikin û ji munkerê/ji xerabîyê jî men dikin. Nimêja xwe dikin û zekâtê didin û îtaetî Allah û Rasûlê wî dikin. Allah wê rahmetê li wan bike. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 87Rûpel: 217
Me ji Mûsa û ji birayê wî re wisa wehîy kiribû: “Ji bo qewmê xwe li Misrê malan amade bikin. Malên xwe bikin qiblegeh (ên ku di nava wan de nimêj tê kirin). Nimêja xwe rasterast bikin. Mizgînê bidin mumînan.”
Ayet: 114Rûpel: 233
Di her du alîyên rojê de û ji şevê jî di seatên nêz (î rojê) de rasterast nimêj bike. Bêguman qencî xerabîyan jê dibe. Ev, ji bo wan ên (Allah) zikir dikin re şîretek e.
Ayet: 22Rûpel: 251
Ew in ku, ji bo razîbûna Rabbê xwe sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji wê rizqa ku me daye wan bi dizî û eşkere (sereqet/daîma) înfaq dikin û xerabîyê bi qencîyê def dikin. Ji wan re aqûbeta warê (axîretê ya xweşik) heye.
Ayet: 31Rûpel: 258
Ji evdên min ên îmân anîne re bibêje: “Bila nimêja xwe rasterast bikin. Hêj ew roja ku tê de ne bazirganî/tîcaret û ne jî dostanî heye nehatîye, bila ji wê rizqê ku me daye wan bi dizî û bi eşkerehî înfaq bikin.”
Ayet: 37Rûpel: 259
“Rabbê me! Bêguman ji bo ku nimêjê rasterast bikin, min hinek zarokên xwe li cem Beytu'l Herama te (li Kâ'be yê), li newaleke bê çandin bi cih kirin. Rabbê me! Êdî tu dilê hinek însanan meylî wan bike û wan bi hinek fêkîyan birizqîne. Hêvî heye ku şikur bikin.”
Ayet: 40Rûpel: 259
“Rabbê min! Tu min û zurîyeta min di nimêjê de daîmî bike. Rabbê me! Tu dûayê min qebûl bike.”
Ayet: 55Rûpel: 308
Emrê nimêj û zekâtê li ehlê xwe dikir. Ew li cem Rabbê xwe evdekî jêrazîbûyî bû.
Ayet: 14Rûpel: 312
“Bêguman ez, (erê) ez Allah im. Ji min pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ji min re îbadetê bike. Ji bo bîranîna/zikirkirina min nimêj bike.”
Ayet: 132Rûpel: 320
Tu emrê nimêjê li ehlê xwe/li malbata xwe bike û tu jî tê de sebirvan/biryardar be. Em ji te riziq naxwazin. Em (in yê ku) riziq didin te. Aqûbet/encama xêrê ji bo Mutteqîyan e. (Ji bo kesên xwedî teqwa ne.)
Ayet: 73Rûpel: 327
Me ew bi emrê xwe kirin îmamên ku digihînin hîdayetê. Me ji wan re wehîy kir ku karên qenc/amelên bixêr bikin û nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin. Wan her ji me re îbadet/evdîtî dikirin.
Ayet: 35Rûpel: 335
Ew in ku; dema navê Allah tê zikirkirin, qelbê wan dilerize û ji ber tiştên tê serê wan sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqên ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 78Rûpel: 340
Di rêya Allah de bi heqî/bi awayê lêhatî cîhad bikin. Wî hûn hilbijartîye. Di dîn de tengasîyek/zorahîyek li we bar nekirîye. (Bidin pey) milletê ceddê/bavûkalê xwe Îbrahîm! Wî (Allah) hem di berê de û hem di vê de we bi navê muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) navandîye ku, pêxember li ser we û hûn jî li ser însanan şahidî bikin. Nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin û xwe bi Allah ve bigirin. Ew, mewlayê we ye. Çi mewlayekî rind û çi dostekî xweşik!
Ayet: 2Rûpel: 341
Ew in ku; di nimêjên xwe de di xuşûyê de ne.
Ayet: 9Rûpel: 341
Û ew, (wext û şert û rûkn û xuşû û sinnetên) nimêjên xwe diparêzin.
Ayet: 37Rûpel: 354
Ewana zilam (ên wisan) in ku ne tîcaret û ne jî danûsitendin, wan ji bîranîna Allah û ji kirina nimêjê û ji dayîna zekâtê paş ve nahêle. Ew ji roja ku qelb û çav (ji toqînê) têne qelibandin, ditirsin.
Ayet: 56Rûpel: 356
Nimêjê rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta pêxember bikin da ku merhamet li we bê kirin.
Ayet: 3Rûpel: 376
Ew (mumîn) in ku nimêja xwe rasterast dikin û zekâtê didin û li ser yeqînê îman bi axîretê jî tînin.
Ayet: 45Rûpel: 400
Wê Kitêba ku ji te re hatîye wehîykirin bixwîne û nimêja xwe rasterast bike. Bêguman nimêj, însan ji fuhşîyatê û ji munkeratê dide paş/diparêze. (Di muqabilê nimêjê de) zikirkirina we ya Allah (ku we zikir bike) herî mezintir e. Allah bi ya ku hûn dikin dizane.
Ayet: 31Rûpel: 406
Hûn bibin ji munîban/ji wan ên ku berê xwe dane wî (Allah). Jê bitirsin û xwe biparêzin. Nimêja xwe rasterast bikin û nebin ji muşrîkan.
Ayet: 4Rûpel: 410
Ew (muhsîn) in ku nimêja xwe rasterast dikin û zekâta xwe didin û li ser yeqînê bi axîretê bawer in.
Ayet: 17Rûpel: 411
“Kurê min! Tu nimêja xwe rasterast bike û emrê qencîyê bike û ji xerabîyê re bibe asteng û li ser tiştê u tê serê te sebir bike. Bêguman ev ên hane ji wan karanin ku jê re ezîm/wêre/cehd lazim e.”
Ayet: 33Rûpel: 421
Di malên/di xanîyên xwe de bimekinin/rûnin. Hûn jî weke jinên dewra cahilîya pêşîn nekin ku wan (ji bo nîşandayîna xwe) xeml û zînetên xwe vedikirin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin. Ya Ehlê Beyt! Allah, dixwaze ku qirêj (ên manewî) ji we bibe û we têrpaqij bike.
Ayet: 18Rûpel: 435
Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Kesê ku barê wî (yê gunehan) giran e, ji bo (barê wî) hilgire gazî yekî din bike eqrebayê wî be jî gunehê wî lê nayê barkirin. Tu bitenê ew ên (digel ku nabînin an jî tu kes wan nabîne) di xeybê de ji Rabbê xwe ditirsin û nimêja xwe rasterast dikin hişyar dikî. Kî jî xwe pak bike, enceq ji bo xwe paqij dibe. Veger bitenê bi bal Allah ve ye.
Ayet: 29Rûpel: 436
Bêguman, ew ên Kitêba Allah dixwînin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan bi dizî û bi eşkerehî înfaq dikin; ew bazirganîyeke ku tê de qet zerar tune hêvî dikin.
Ayet: 13Rûpel: 543
Ma qey berîya axaftinên xwe yên bi dizî hûn ji dayîna sedeqeyan tirsîyan? Madem we nekir, Allah toba we qebûl kir. (Di wê rewşê de) nimêja xwe bikin û zekâtê bidin û îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin. Allah, ji karûkirinên we agahdar e.
Ayet: 22Rûpel: 568
Lê ew ên nimêj dikin ne tê de.
Ayet: 23Rûpel: 568
Ew in ku di nimêjên xwe de daîmî ne.
Ayet: 34Rûpel: 568
Ew nimêjên xwe (bi baldarîya wext û şert û rukn û xuşû û sunnetên wê) diparêzin.
Ayet: 20Rûpel: 574
Bêguman Rabbê te dizane ku tu û hinek mûmînên ligel te, di sêyeka şevê nêzî du paran de, di nîvê wê de û di sêyeka wê de (ji bo nimêjê) radibin. Yê ku şev û rojê teqdîr dike Allah e. Wî zanîye ku hûn nikarin (bi dirêjahîya şevê nimêj) bikin. (Li ser vê) tobeyên we qebûl kir. Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Wî zanîye ku dê ji nav we yên nexweş bikevin çêbin û yên din jî dê li ser rûyê erdê li lutfa Allah digerin û hinekî din jî dê di rêya Allah de şer bikin. (Herwiha) Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û qerzê hesen/deynekî xweşik bidin Allah. We ji bo xwe wek xêr her çi teqdîm kiribe hûn ê wê li cem Allah herî bixêrtir û wek xelatekî mezintir bibînin. Lewre Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 5Rûpel: 598
Hal ev e ku, ewana hatibûn fermankirin ku ew wek henîfan dîn bitenê jê re xalis bikin û îbadetê Allah bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin. Ha dînê rasterast ev bixwe ye.