Qur’an
QUR'AN Û KITÊBÊN SEMAWÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Wan tiştên ku dema ji we re bê beyankirin û hûn pê xemgîn bibin nepirsin. Wextê ku Qur'an nazil dibe hûn bipirsin wê ji we re bê ravekirin/îzahkirin. Allah ew efû kiriye. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Eger me ew bikira (pêxemberekî) melek, bêguman me yê ew (di sûretê însanekî) de bikirana melaîketekî zilam. Û muheqeq me yê dîsa ew bixistana wê gumana ku di navê de ne.
Bêguman Allah di muqabilê cennetê de can û malên mumînan ji wan kiriye. Ew di rêya Allah de şer dikin û dikujin û têne kuştin. (Ev) di Tewrat û Încîl û Qur'anê de weada Allah e. Gelo ji Allah çêtir kî heye ku weada xwe bîne cih? (Her wiha) ji ber vê danûsitandina xwe kêfxweş bin. Xelasîya herî mezin ev bixwe ye!
(Çi balkêş!) Qey ji mirovan re ecêb hatîye? Ji ber ku me zilamekî ji nava wan re wehîy kiriye û qotîye: “Însanan hişyar bike û mizgînê bide mumînan ku bi rastî ji wan re li bal Rabbê wan meqamên mezin hene.” Kafiran gotin: “Bêguman ev sêhrbazekî eşkere ye.”
Dema ayetên me yên eşkere ji wan re têne xwendin, ew ên hêvî nedikirin ku wê leqayî me bibin dibêjin: “An ji xeynî vêya Qur'anekê bîne an jî vêya biguherîne.” Bibêje: “Ez nikarim wê ji ber xwe ve biguherînim. Ez tenê didim pey tiştên ji min re wehîy bûne. Eger ez ji Rabbê xwe re îsyan bikim, bêguman ez ji ezabê roja mezin ditirsim.”
Qet nabe ku ev Qur'an ji xeynî Allah, ji alîyê hinekên din ve hatibe nazilkirin. Ew, (Kitêb) ên berî xwe tesdîq dike û Kitêb jî bi teferûet beyan (qismekî ayetan bi qismek ayetên din îzah) dike. Di wê de qet tu guman tune, ew ji hêla/ji alîyê (Allah ê) Rabbê aleman ve ye (ji alî wî ve nazil bûye).
Tu di çî karî de dibî bibe û ji Qur'anê kîjan ayetê bixwînî û hûn çî karî bikin, dema ku we xwe da îşekî muheqeq em li ser we şahid in. Bi qasî misqalê zerre be jî ne li erdê û ne jî li esmanan tiştek ji Rabbê te re veşartî namîne. Dixwazî bila ji vêya (ji zerreyê) biçuktir an mezintir jî be, hemû di Kitêba mûbîn (Kitêba apaşkere) de nivîsandî ye.
Eger (bi kitêbeke ku tê xwendin re) çiya bihata meşandin an bi wê erd bihata parçekirin an jî pê bi mirîyan re bihata peyivandin (bêguman dê ev Qur'an bûya) (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hemû emir/raye aîdê Allah e. Ma qey mumînan hêj jî fêm nekirine ku, eger Allah bixwesta wê hemû însanan bigihanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve heta weada Allah tê wê ji nîşka ve belayek bê serê kafiran ku wan serûbin bike an jî wê li nêzî malên wan de biqewime. Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên vê Kitêbê û Qur'an’a mûbîn/vikîvekirî ye.
Sond be, me heft ayetên têne dubarekirin/sebu’l mesanî (Sûreya Fatîhe) û Qur'ana azîm/mezin da te.
Ew in ku (Bawerîya bi qismekî û redkirina bi qismekî jê) Qur'an parçe parçe ji hev veqetandin.
Dema ku tu Qur'an bixwînî xwe ji şeytanê qewirandî/ricimandî bispêre Allah.
Sond be, ji bo ku şîretan bigirin me di vê Qur'anê de (heqîqetan) bi gelek awayî ji wan re beyan kir. Lê belê (ev ê ha,) rev û dûrbûna wan zêdetir kir.
Dema tu Qur'anê bixwînî, em di navbera te û ew ên bi axîretê îmân naynin de perdeyekê nexuyaye/manewî dikişinin.
Sond be me di vê Qur'anê de ji însanan re ji her mîsalê raveyên/îzahatên pircûre kiriye. Lê pirên însanan (şûna/dêla ku şîret bigirin) di kufrê de di ber didin/israr dikin.
Sond be di vê Qur'anê de, ji însanan re me ji hemû mîsalê beyanên/îzahatên pircûre kiriye. Însan ji her tiştî zêdetir nîqaşker e.
Ev Qur'an ne ji bo ku tu di tengezarîyê de bimînî me ji te re daxistîye.
Ew Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û ( heq û heqîqetê) Haq, berz e/bilind e. Hetanî ji te re wehîya Qur'anê (ku ji te re tê) neqede (ji bo jiberkirina wê) nelezîne! Bibêje: “Rabbê min, îlmê min zêde bike.”
Pêxember dibêje: “Rabbê min! Bêguman qewmê min, ev Qur'an terikandî hiştin.”
Ta. Sîn. Ev, ayetên Qur'anê û Kitêba vikîvekirî ye.
Ji bo mumînan hîdayet û mizgîn e.
Ew (mumîn) in ku nimêja xwe rasterast dikin û zekâtê didin û li ser yeqînê îman bi axîretê jî tînin.
Bêguman ew ên bi axîretê nebawer in, me amelên wan ji wan re xemilandî nîşan daye. Her wiha ew di nava şaşîtîyê de digevizin.
Ji ew ên wisan re ezaba herî xerab heye û yên di axîretê de herî zêde di xusranê de ne jî ew in.
Bêguman tu vê Qur'anê ji wî (Allah) ê (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm distînî.
Bi rastî ev Qur'an; ji Benî Îsraîl re piranîya wan mijarên ku tê de li hev nedikirin de vedibêje (û eşkere dike).
“Û bi xwendina Qur'anê (hatime emirkirin). Kî bigihîje hîdayetê, ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî xerifîbe (tu wiha) bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im.’ ”
Bêguman ew Allahê ku vê (Qur'anê) li ser te (bi xwendin û bi jîyîn û bi cîhada pê û bi gazîkirina lê) ferz kiriye, wê te dîsa vegerîne cihê vegerê (Mekkeyê). Bibêje: “Rabbê min herî çêtir dizane ka kî li ser hîdayetê hatîye û kî jî di nav rêşaşîyeke vikîvekirî de ye.”
Sond be, di vê Qur'anê de ji bo însanan me her cureya mîsalan daye. Eger tu ji wan re ayet/mucîze bînî, ew kafir teqez wê wiha bibêjin: “Hûn, ji wan kesan in ku batil lihev tînin.”
Kafiran gotin: “Em bi vê Qur'anê jî û bi (Kitêb) ên berê de hatine jî îman naynin.” Xwezî dema ku ew zilimkar di hizûra Rabbê te de tên sekinandin te wan bidîtana! Dev davêjin hevdu. Ew ên qels (mustezaf) ji wan ên qure (mustekbîr) re dibêjin: “Eger ne ji we bûya muheqeq em ê mumîn bibûna.”
Qesem bi Qur'ana xwedî hukim û hikmet be.
Me helbest/şiîr hînê wî nekiriye, ev ne babetê wî ye jî. Ew, bitenê zikrek/şîretek û Qur'aneke vikîvekirî ye.
Sâd. Bi vê Qur'ana rûmetdar/tije şîret sond be.
Sond be, me di vê Qur'anê de ji bo însanan gelek mîsalan daye da ku ew jê şîret bigirin.
Me bi vê Qur'ana Erebî (mîsalan da) ku tê de qet tu xwarîtî/şaşîtî tune. Hêvî heye ku bitirsin û xwe biparêzin.
(Ev,) ji qewmekî zana re Kitêbek e ku ayetên wê bi Erebî tên xwendin û wek mufesselbûyî/kitekitbûyî hatîye ravekirin.
Ji bo ku hûn aqil bigirin me ew kir Kitêbeke Erebî.
Em bi gotinên wan (ya li dinyayê) pir baş dizanin. Tu li ser wan ne zordar î. Tu wan kesên ku ji waîdê/tehdîdê min ditirsin re bi vê Quranê şîret bike.
Qur'anê hîn kir.
Qet guman tune ew, Qur'ana Kerîm e.
Ew kafir dema ku Zikir/Qur'an dibihîzin, hema mabû ku bi çavên xwe lingên te bişemitînin (û te biqulibînin). Û dibêjin: “Bêguman ew, dînek e.”
Bêguman Rabbê te dizane ku tu û hinek mûmînên ligel te, di sêyeka şevê nêzî du paran de, di nîvê wê de û di sêyeka wê de (ji bo nimêjê) radibin. Yê ku şev û rojê teqdîr dike Allah e. Wî zanîye ku hûn nikarin (bi dirêjahîya şevê nimêj) bikin. (Li ser vê) tobeyên we qebûl kir. Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Wî zanîye ku dê ji nav we yên nexweş bikevin çêbin û yên din jî dê li ser rûyê erdê li lutfa Allah digerin û hinekî din jî dê di rêya Allah de şer bikin. (Herwiha) Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û qerzê hesen/deynekî xweşik bidin Allah. We ji bo xwe wek xêr her çi teqdîm kiribe hûn ê wê li cem Allah herî bixêrtir û wek xelatekî mezintir bibînin. Lewre Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Qet tu guman tune, ew ê ku Qur'an (parçe parçe) ji te re daxistîye em in.
Dema ku Quran tê xwendin naçin secdê.
Berevajî, ew Qur'aneke Mecîd/bi rûmet e.