Îbrahîm (îslâmê) ji zarokên xwe re wesîyet kir. Yaqûb jî wiha kir (û got:) “Zarokên min! Allah ji bo we ev dîn (ê îslâmê) hilbijartîye! Û bitenê wek muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) bimirin!”
Heta fitne/şirk nemîne û dîn/otorîte bibe aidê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev ji karen xwe berdin êdî ji zaliman pê ve ji kesekî din re dijminahî tune.
Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.
Di dîn de kotekî/zorî tune. Rêya heq ji rêya batil (bi awayekî qethî) veqetîyaye. Kî (bi awayê înkar kirin û tekfir kirin û jê dûr ketin) taxût înkar bike û îmân bi Allah bîne; wî, xwe bi qulpeke zexim ya ku qetandin jê re tune (bi kelîmeya tewhîdê ve) girtîye (û ketîye dînê îslâmê). Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Muheqeq li îndallah/li cem Allah dîn (ê muteber) îslâm e. Ew ên ku Kitêb ji wan re hatîye dayîn, piştî ku bûn xwedî ilim ji ber bitirî û hesûdî û daxwaza komek ku ji ya din serdesttir be di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Her kî li dijî ayetên Allah bibe kafir, bila bizanibe ku Allah serîu’lhisab e (hisab dîtina wî sivik e).
(Sebebê vê rêşaşîtîya wan ev) gotina wan e: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Ev bêbextîya (ku li ser navê Allah bi nezanîn) lihev anîne, der heqê dînê wan de, ew xapandin.
Qey ew ji dînê Allah pê ve (li dînekî din) digerin? Digel ku hemû tiştên li erd û esmanan bi dilê xwe an jî bi zorê ji wî re teslîm bûne/situxwar in?! Wê bi bal wî vê bên vegerandin (û wê hisabê karûkirinên xwe bidin).
Kî ji îslâmê pê ve li dînekî din bigere (bila bizanibe ku) ew (dîn) jê nayê qebûlkirin û ew (kes) li axîretê jî di zîyanê de ye.
Hin kes ji Cihûyan, kelîmeyan ji cihê wan diguherînin û (ji xeynî maneyê wan bikar tînin û) texrîf dikin. Dev û lêvên xwe xwaromaro dikin û davêjin dîn û dibêjin: ‘Me bihîst û me îsyan kir!’ û ‘Me bibihîze, ku tu qet nebihîzî!’ û ‘Râîna! (me bajo!). Eger wan bigota: ‘Me seh kir û me îtaet kir.’ û ‘Unzurnâ! (li me gûhdar be û li me binêre!)’ wê ji bo wan herî çêtir û rasttir bûna. Lê belê Allah, ji ber kufra wan lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) ew pir kêm îman tînin.
Ma ji wî kesê wek muhsîn/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dike û rûyê xwe teslîmî Allah dike û daye pey milletê Îbrahîmê henîf qenctir xwedî dîn, kî heye? Lewre Allah, Îbrahîm ji xwe re kiribû dost.
Ew ên tobe kirine û halê xwe (xetayên xwe) sererast kirine û bi Allah ve girtine û ew ên dînê xwe (bê tevlîhevîya şirk û rîyayê) ji bo Allah xalis kirine; ha evana (ne bi munafiqan) bi mumînan re ne. Û Allah wê ecirekî mezin bide mumînan.
Ji xeynî ew ên (li gorî serjêkirina şer’î) we gurandine pê ve; xwarina goştê (heywan) a mirarbûyî û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî navê Allah li ser navê (heyînekî din) serjê bûye û goştê heywana fetisandî û yê bi lêxistina serê wê hatibe kuştin û yê ji jor de ketibe û yê bi qiloça (mirar) ketibe û yê ku cinawiran ew parçe kiribe û yê ku li ber pûtan hatine serjêkirin û siûd gerîna bi tîrên falan jî ji we re hatine heram kirin. Ev (ên hejmartî) hemû fisq in (derketina ji rêya heq e). Îro ew ên kafir ji dînê we (ji tune kirina îslâmê) hêvîya xwe birîne. (Nexwe) ji wan netirsin, bitenê ji min bitirsin. Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart. Kî jî di dema birçîbûnê de neçar/mecbûr bimîne û bê meyîldarîya gunehkarîyê (ji wan ên hejmartî bixwe) ji wî re guneh tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn wan ên berîya we Kitêb ji wan re hatîye dayîn ku dînê we dikin mijara tinazê û wan kafiran ji xwe re nekin dost. Eger hûn mumîn in, ji Allah bitirsin.
Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Hûn bi neheqî di dînê xwe de piroletî/aşirîtî nekin. Nedin pey hewayê wan ên ku berî vê xerifîne û gelek kes jî bixwe re xerifandine û ji rêya rasterast jî dûr ketine.”
Bibêje: “Bêguman Rabbê min ez gihandim ser rêya rasterast. Dînê Îbrahîm, ya ripîrast/qewî û henîf. Ew ne ji muşrîkan bû.”
(Dîsa) bibêje: “Rabbê min edaletê emir kiriye. Di her çûna cihê sicûdê/mescîdê de berê xwe bidin wî û dînê xwe bitenê ji bo wî xalis bikin û ji wî re dûa bikin. Çawa ku wî hûn cara pêşîn xuliqandibû (hûn ê dîsa bi bal wî ve) vegerin.
Ew (kafir) in ku dînê xwe ji xwe re kirine lîstik û şahî û heyata dinyayê ew xapandine. Ji ber ku ewana rasthatina vê rojê ji bîr kiribûn û ayetên me înkar dikirin em ê jî îro wan ji bîr bikin.
Heta (li ser rûyê erdê) fitne/şirk nemîne û dîn (otorîte/desthilatî) bibe yê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev jê (ji şirk û kufrê) berdin, bizanibin ku Allah kar û kirinên wan dibîne.
Wê demê munafiqan û ew ên di qelbê wan de merez/nexweşî heye digotin: “Dînê wan ew xapandin.” Lê kî xwe bispêre Allah, bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Bêguman ew ên îmân anîne û hîcret kirine û bi mal û canên xwe fîsebîlîllah cîhad kirine û ew ên (van di warên xwe de) hewandine û alîkarîya wan kirine, ha evana dostên hevdû ne. Ew ên îmân anîne û hîcret nekirine jî heta hîcret nekin tu welayeta we bi wan re tune. Lê eger di mijara dîn de alîkarîyê ji we bixwazin, bi şertê ku ne li dijî qewmekî ku di navbera we û wan de peyman heye, hingê li ser we ferz e ku hûn alîkarîya wan bikin. Allah, karê ku hûn dikin dibîne.
Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin êdî ew di dîn de birayên we ne. Em ji bo civakeke zana ayetên xwe wiha bi hûrgilî/bi teferûet beyan dikin.
Eger di piştî peymanên xwe de ew sonda xwe bişkênin û zimanê xwe dirêjî dînê we bikin (bi vir de wir de xeber bidin) êdî hûn serokên kufrê bikujin (bi wan re qîtalê bikin). Lewre sond/ehd ji wan re tune. Hêvî heye ku dev jê (ji van fiêlên xwe) berdin.
Hûn, ew ên ji Ehlê Kitêb in û yên îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîne û yên tiştên ku Allah û Rasûlê wî heram kirine wek heram napejirînin û dînê heq (îslâm) ji xwe re nekirine dîn, heta ew bi destê xwe bi kêmrûmetî/biçûkketî cîzyeyê nedin we, bi wan re şer bikin.
Her çiqas muşrîk nexwazin jî ji bo ku dînê xwe di ser hemû dînan re hâkim bike, yê ku Rasûlê xwe bi hîdayetê û bi dînê heq şandîye ew e.
Bêguman ji roja ku erd û esman xuliqandîye pê ve li gorî Kitêba Allah, hejmara mehan li îndallah/li cem Allah dozdeh in. Çar ji wan mehên heram in (ku di wan de şer qedexeye). Ha dînê rasterast ev e. Êdî di wan mehan de (bi binpêkirina hudûdullah) zilmê li xwe nekin. Çawa ku muşrîk tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re bi tevahî şer bikin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.
(Xelata cîhada fîsebîlîllah ew qas mezin be jî) koma mumînan nabe ku bi tevahî derkevin şer. Ma ne hewce bû ku ji her qewmekî komek li paş bimînin û ji bo ku di dîn de zanyar bibin û dema ku qewmê wan (ji şer) vegerîyan wan hişyar bikin? Hêvî heye ku xwe biparêzin.
Ew ê ku we di ber û behrê de digerîne ew e. Heta dema ku hûn di keştîyê de bin, bayekî xweş (wan ên di keştîyê de ne) bikişîne û çaxê ew jî ji vê rewşê kêfxweş bibûn; ji nîşka ve bayekî gur/dijwar bi keştîyê digire û ji her alî de pêl bêne ser wan û êdî guman kirine ku bi pêlan hawîrdor dorpêç bûne. (Ha wê gavê) êdî bi nîyeteke xalis ji Allah re dûa dikin. (Û dibêjin:) “Sond be eger tu me ji vê (tengezarîyê) xelas bikî, bêguman em ê bibin ji şikurdaran.”
Û bi henîftî berê xwe bide dîn! Nebe tu bibî ji muşrîkan!
“Ew tiştên ku hûn ji xeynî wî ji wan re îbadet dikin, Allah der heqê wan de qet tu delîl neşandîye û ji hinek navên ku bavûkalên we li wan kiriye pê ve ne tiştek in. Hukim bitenê aîdê Allah e. Wî emir kiriye ku hûn evdîtîyê/îbadetê jê pê ve ji tu kesî re nekin. Ha ev e dînê rasterast. Lê pirên însanan nizanin.
Li erd û esmanan çi hebin bitemamî aîdê wî ne. Dînê mayînde jî (Îbadeta/Evdîtîya bênavber û serwerîya mutleq aîdê Allah e.) Ma hûn ê ji xeynî Allah ji tiştekî din bitirsin û xwe biparêzin?
Di rêya Allah de bi heqî/bi awayê lêhatî cîhad bikin. Wî hûn hilbijartîye. Di dîn de tengasîyek/zorahîyek li we bar nekirîye. (Bidin pey) milletê ceddê/bavûkalê xwe Îbrahîm! Wî (Allah) hem di berê de û hem di vê de we bi navê muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) navandîye ku, pêxember li ser we û hûn jî li ser însanan şahidî bikin. Nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin û xwe bi Allah ve bigirin. Ew, mewlayê we ye. Çi mewlayekî rind û çi dostekî xweşik!
Jinê zinakar û zilamê zinakar her yekî ji wan sed darî li wan bixin. Eger hûn bi Allah û bi roja axîretê bawer in, dema hûn li ser wan hukmê/qanûna Allah tetbîq dikin li ber wan herduyan nekevin. Bila komek ji mumînan li ser cezayê wan bibin şahid.
Dema ku ew li keştîyê siwar dibin, dîn ji Allah re xalis dikin (bê şirîk çêkirin) bi dilekî safî ji Allah re dûa dikin. Dema ku wan xelas dike û bi silametî derdixîne bejîyê, (tu dibînî ku) di heman demê de şirîkan çêdikin.
Rûyê xwe wek (muwehhîdê ku qet tu tiştî ji Allah re şirîk çênakin) vegerîne dînê henîf. (Bide pey) wê fitreta ku Allah însanan li ser xuliqandîye. Di xuliqandina Allah de guherandin tune. (Herkesî li ser fitreta tewhîdê xuliqandîye.) Ha dînê rasterast ev e. Lê belê pirên însanan nizanin.
(Ew muşrîk in ku) dînê xwe kirine parçe û ew bixwe jî kom bi kom ji hev veqetîyane. Her komek bi ya li cem xwe re kêfxweş dibe û pesnê xwe dide.
(Herwiha) berî ew roja ku tiştê ji Allah tê û qet tu kes nikare vegerîne bê, rûyê xwe bi bal dînê rasterast ve vegerîne. Ew roj însan (wek cehennemî û cennetî) kom bi kom wê ji hevdu bên veqetandin.
Dema wek ewrên reş pêl (ên mezin) wan dorpêç dike ew berê xwe didin wî û dînê xwe bitenê ji Allah re xalis dikin û (bitenê) ji wî re dûa dikin. Çaxê ku wan (xelas dike û) dertîne bejê hin ji wan rêyeke navîn digirin. Ji xeynî wan kesên ku ehda xwe bi piranî xera dikin û îxanetê dikin (yên xettar) û ji ew ên nankor pê ve tu kes ayetên me înkar nake.
Hûn bi navê bavên wan gazî wan (nevîsîyan/kurmarîyan) bikin. Ev, li îndallah/li cem Allah herî çêtir lêhatîyê edaletê ye. Eger hûn bi bavên wan nizanibin, êdi ew di dîn de birayên we û dostên we ne. Di tiştên ku we bi xeletî kiribe de li ser we guneh tune. Lê (guneh), ew tişte ku we bihemdê xwe/biqestî kiriye. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bêguman me (ev) Kitêb li ser heq ji te re nazil kiriye. (Nexwe) dîn bitenê ji Allah re xalis bike û îbadet bike.
Baldar bin/Dîqat bikin! Dînê xalis aîdê Allah e. Ew ên ji xeynî wî welîyan/dostan digirin (wiha dibêjin:) “Ji bo ku me nêzî Allah bikin em îbadetê wan dikin.” Allah, di mijarên ku tê de ketine îxtîlafê de, wê di navbera wan de hukim bide. Bêguman Allah, kesê derewker û kafir nagihîne hîdayetê.
Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.
Nexwe, hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûr nedaye ji xwe re kirine şerîet/qanûn? Eger (li ser paşvexistina/texîrkirina ezaba wan heta qiyametê) ehdeke qethî nebûya, helbet wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ji zilimkaran re ezabekî biêş û jan heye.
Ji bo ku li ser hemû dînan serdest bigire, yê ku pêxemberê xwe bi hîdayet û bi dînê heq şandîye ew e. Wek şahid Allah bes e.
Qet tu guman tune ku dîn/hisab muheqeq wê pêk bê.
Allah, hûn ji qencîkarî û edaleta wan ên ku ji ber dînê we bi we re şer nekirine û hûn ji welatê we dernexistine men/nehiy nake. Lewre Allah, ji kesên dadwer/adil hez dike.
Allah, enceq dostgirtina wan kesên ku ji ber dînê we bi we re şer kirine û hûn ji warên we derxistine û ji derxistina we re bûne alîkar nehiy/men dike. Kî jî wan ji xwe re bike welî/dost ha ew, yên zilimkar bixwe ne.
Welew ew ên muşrîk nerazî/nexoşnûd bin jî ji bo bi ser hemû dînan bikeve yê ku pêxemberê xwe bi heqî û bi hîdayetê şandîye ew e.
Nexêr! Berevajî, hûn hisabê diderewînin.
(Ya însan!) Ma çi tişte ku dîn/hisab bi te dide derewandin?
Hal ev e ku, ewana hatibûn fermankirin ku ew wek henîfan dîn bitenê jê re xalis bikin û îbadetê Allah bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin. Ha dînê rasterast ev bixwe ye.
Ma te wî yê ku (hukmên) Dîn diderewîne dît?
“Dînê we ji we re û dînê min jî ji min re.”
Tu dibînî ku însan, fewc fewc/kom bi kom dikevin dînê Allah.