Hişyarker

DÎN - RÊYA RAST - ÎSTÎQAMET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

43ayet hatin dîtin
Hişyarker
1

Bakara

Ayet: 119Rûpel: 17

Here Ayetê

Bi rastî me tu wek mizgînvan û hişyarker bi heqî şand. Ew ên (ne bawermendê heqê û) ehlê cehennemê ne tu ne (mesûlê wan î) û qet tu jêpirsîn/pirsyarî li te nayê kirin.

2

Bakara

Ayet: 213Rûpel: 32

Here Ayetê

Hemû însan berê de (li ser tewhîdê) yek ummetek bûn. (Ketin îxtîlafê.) Allah (ji bo îxtîlafa wan biborîne) gelek pêxemberên mizgînvan û hişyarker şandin. Bi wan re Kitêbên heq jî şandin da ku di navbera mirovan de li ser a bi hev ketine de hukim bidin. Ji xeynî yên Ehlê Kitêb di rastîya vê heqîyê de kes nekete îxtîlafê; piştî delîlên eşkere ji wan re hatin ji ber çavnebarîtîya/bitirtîya di navbera xwe de der heqê wê (Kitêbê) de ketin îxtîlafê. Allah bi destûra xwe, yên îmân anîne gihande rastîya tiştên ku wan li ser îxtîlaf dikirin. Allah ji bo kî daxwaz bike wî digihîne rêya rasterast.

3

Nisâ

Ayet: 165Rûpel: 103

Here Ayetê

Me bi hişyarkerî û mizgînvanî Rasûlan şand. Heta ku bila di piştî hatina wan pêxemberan de li hemberî Allah (ku bibêjin “Me seh nekiribû” an jî “Em nizanin” wek hincet) tu delîlekî wan nemîne. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

4

Mâide

Ayet: 19Rûpel: 110

Here Ayetê

Gelî Ehlê Kitêb! Dema di navberekê de şandina pêxemberan ji hev qût bibû (û rawest/fasila kete navbera wan de) ji bo ku hûn nebêjin: “Ji me re mizgînvan û hişyarker nehatîye,” Rasûlê me yê raveker hat. Bêguman ji we re mizgînvan jî û hişyarker jî hatîye. Allah li ser her tiştî qadir e.

5

A'râf

Ayet: 184Rûpel: 173

Here Ayetê

Ma ew qet nafikirin? Ku di hevalê wan (ew Nebîyê ji wan re hatîye şandin) de qet tu dînîtî tune. Ew, her hişyarkerekî eşkere ye.

6

A'râf

Ayet: 188Rûpel: 174

Here Ayetê

Bibêje: “Ji daxwaza Allah pê ve ez ji xwe re jî ne hêza feyde û zerarê me. Eger min bi xeybê zanîbûya, min ê ji xwe re pir xêr bikira û ji ya bizerar jî min ê xwe bida paş. Ez ji bo qewmekî bawermend bi tenê hişyarker û mizgînvan im.”

7

Hûd

Ayet: 12Rûpel: 221

Here Ayetê

Ji ber ku gotine: “De bila xezîneyek jê re bihata daxistin an jî melâîket pê re bihatana” ma qey wê singa te teng bibe û tu yê dev (ji vegotina) qismek ji wan tiştên ku ji te re wehîy bûne berdî? Tu, enceq hişyarkerek î. Allah, wekîlê li ser her tiştî ye.

8

Ra'd

Ayet: 7Rûpel: 249

Here Ayetê

Ew ên kafir dibêjin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihata daxistin?” Bêşik tu enceq hişyarkerek î, yê ku rênîşanderê her qewmî (ew Allah e ku Hadî ye).

9

Hicr

Ayet: 89Rûpel: 265

Here Ayetê

Bibêje: “Bêşik ez, (belê) ez her hişyarkerekî vikîvekirî me.”

10

Kehf

Ayet: 56Rûpel: 299

Here Ayetê

Em pêxemberan (ne ku ji bo îcabetî daxwazên wan bikin,) bitenê wek mizgînvan û hişyarker dişînin. Lê ew ên kafir (li dij heqê) bi batil têdikoşin û dixwazin heq tune bikin/pîyê wî bişemitînin. Ew henekên xwe bi ayetên min û tiştên ku pê hatibûn hişyarkirin dikin.

11

Hac

Ayet: 49Rûpel: 337

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî însanan! Bi rastî ez ji we re tenê hişyarkarek im.”

12

Furkân

Ayet: 1Rûpel: 358

Here Ayetê

Ew (Allah) ê ji bo ku ji aleman re bibe hişyarker Furqan (Kitêba heq û batil ji hevdu vediqetîne) li ser evdê xwe daxistîye çiqas berz û çiqas mubarek e.

13

Furkân

Ayet: 7Rûpel: 359

Here Ayetê

Gotin: “Ev pêxemberekî çawa ye? (wekî mirovên ji rêzê) xwarin dixwe û di sûk û bazaran de digere! Ma ne hewce bû ku melâîketeke hişyarker jî pê re daketa?”

14

Furkân

Ayet: 51Rûpel: 363

Here Ayetê

Eger me bixwesta, me yê ji her bajarî re hişyarkerekî bişanda. (Lê belê, me tu ji hemû însanîyetê re şandîye.)

15

Şuarâ

Ayet: 115Rûpel: 371

Here Ayetê

“Ez bitenê hişyarkerekî vikîvekirî me.”

16

Şuarâ

Ayet: 194Rûpel: 374

Here Ayetê

Ji bo ku tu bibî ji hişyarkeran li ser qelbê te (wehîy kir).

17

Şuarâ

Ayet: 208Rûpel: 375

Here Ayetê

Çi bajarekî ku me helak kiribe, her ji wan re hişyarkerek hebûye.

18

Neml

Ayet: 92Rûpel: 384

Here Ayetê

“Û bi xwendina Qur'anê (hatime emirkirin). Kî bigihîje hîdayetê, ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî xerifîbe (tu wiha) bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im.’ ”

19

Kasas

Ayet: 46Rûpel: 390

Here Ayetê

Dema ku me gazî (Mûsa) kir jî tu ne li cem Tûr bûyî. Lê bi rahmeteke Rabbê te (em van ji te re wehîy dikin ku) qewmê berî te ku qet hişyarker ji wan re nehatine tu wan hişyar bikî. Hêvî heye ku şîret bigirin.

20

Ankebût

Ayet: 50Rûpel: 401

Here Ayetê

Gotin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihatibana?” Bibêje: “Ayet, enceq li îndallah/li cem Allah in. Û ez bitenê hişyarkerekî eşkere me.”

21

Secde

Ayet: 3Rûpel: 414

Here Ayetê

Nexwe ew dibêjin: “Wî, ew ji ber xwe ve lihev anîye?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew (Qur'an), rastîyeke ji Rabbê te ye, ji bona tu qewmên ku berîya te hişyarker ji wan re nehatine înzar/hişyar bikî. Hêvî heye ku bigihîjin hîdayetê.

22

Ahzâb

Ayet: 45Rûpel: 423

Here Ayetê

Ey Nebî! Me tu wek şahid û mizgînvan û hişyarker şandîye.

23

Sebe'

Ayet: 28Rûpel: 430

Here Ayetê

Me tu ji hemû însanan re wek mizgînvan û hişyarker şandîye. Lê belê pirên însanan nizanin.”

24

Sebe'

Ayet: 34Rûpel: 431

Here Ayetê

Me ji kîjan welatî re hişyarkerekî şandibe muheqeq her dewlemendê rûdîtî yên di nav wan de dijîn wiha gotin: “Em, ew tiştê ku hûn pê hatine şandin înkar dikin.”

25

Sebe'

Ayet: 44Rûpel: 432

Here Ayetê

Me, Kitêbekî ku pê ders (û talîm) bikin nedaye wan. Berîya te me ji wan re tu hişyarker jî neşandine.

26

Fâtır

Ayet: 23Rûpel: 436

Here Ayetê

Tu bitenê hişyarkerek î.

27

Fâtır

Ayet: 24Rûpel: 436

Here Ayetê

Me te bi mizgînvanî û bi hişyarkerî bi heq şand. Ji her ummetê re muheqeq hişyarkerek hatîye û borîye.

28

Fâtır

Ayet: 42Rûpel: 438

Here Ayetê

Wan bi hemû hêzên xwe sond xwarin (û gotin) “Eger ji me re hişyarkerek bê, em ê ji hemû qewman hêj çêtir li ser rêya heq bin.” Dema ji wan re hişyarker hat (ev rewş), enceq rev û dûrbûna wan zêdetir kir.

29

Saffât

Ayet: 72Rûpel: 447

Here Ayetê

Sond be, me hişyarkeran şandibû navbera wan.

30

Sâd

Ayet: 4Rûpel: 452

Here Ayetê

Ji ber ku hişyarkerek ji nav wan derketîye şaş bûn û kafiran wiha gotin: “Bêguman ev, sêhrbazekî derewkar e!”

31

Sâd

Ayet: 65Rûpel: 456

Here Ayetê

Bibêje: “Ez bitenê hişyarkerek im. Ji wî Allahê (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar pê ve qet tu îlâh tune.”

32

Sâd

Ayet: 70Rûpel: 456

Here Ayetê

“Ji min re tê wehîykirin ku ez bitenê hişyarkerek im.”

33

Fussilet

Ayet: 4Rûpel: 476

Here Ayetê

Wek mizgînvan û hişyarker… Pirên wan rû vegerandin. Ew guhdarî nakin.

34

Ahkâf

Ayet: 9Rûpel: 502

Here Ayetê

Bibêje: “Ez ne ewilê/pêşîvanên pêxemberan im. Û ez nizanim wê çi ji min ji û ji we bê kirin. Ez bitenê didim pey wehîya ku ji min re hatîye. Ez enceq hişyarkerekî vikîvekirî me.”

35

Ahkâf

Ayet: 21Rûpel: 504

Here Ayetê

Birayê (qewmê) Ad (Hûd) jî bi bîr bîne ku wî, qewmê xwe li (cihê ku jê re tê gotin) Ahqâf de hişyar kiribû. Bêşik berîya wî û piştî wî jî gelek hişyarker hatibûn û çûbûn (û wiha gotibûn) “Ji Allah pê ve ji kesekî din re îbadet nekin. Bêguman ez, ji bo we ji ezaba rojeke mezin ditirsim.”

36

Fetih

Ayet: 8Rûpel: 510

Here Ayetê

Bêguman me tu wek şahid û mizgînder û hişyarker şand.

37

Kâf

Ayet: 2Rûpel: 517

Here Ayetê

Ji ber ku hişyarkerek ji nav wan hatîye ew ên kafir şaş man û wiha gotin: “Ev tiştekî ecebmayî ye.”

38

Necm

Ayet: 56Rûpel: 527

Here Ayetê

Ev (Qur'an), ji hişyarkerên berê hişyarkerek e.

39

Mulk

Ayet: 8Rûpel: 561

Here Ayetê

(Agir) ji hêrsa dike biteqe û ji hevdu biqelêşe. Her cara ku komek (bi agir ve) tên avêtin, parêzvanên wê derê ji wan dipirsin: “Ma qey hişyarkerek ji we re nehatibû?”

40

Mulk

Ayet: 9Rûpel: 561

Here Ayetê

Dibêjin: “Belê! Muheqeq ji me re hişyarkerek hat (lê) me ew derewand û (wiha) got: “Allah qet tu tiştî danexistîye, hûn bitenê di nava xerifîyeke mezin de ne.”

41

Mulk

Ayet: 26Rûpel: 562

Here Ayetê

Bibêje: “Îlim (agahîya qiyametê) li îndallah/li cem Allah e. Ez bixwe jî enceq hişyarkerek im.”

42

Nûh

Ayet: 2Rûpel: 569

Here Ayetê

Gotibû: “Gelî qewmê min! Bêguman ez ji bo we hişyarkerekî vikîvekirî me.”

43

Nâziât

Ayet: 45Rûpel: 583

Here Ayetê

Tu enceq wan ên ku jê ditirsin hişyar bikî.