Heta tu tabiê dînê wan nebî Cihû jî û Fille jî ji te razî nabin. Bibêje: “Bêşik rêya rast bitenê rêya hîdayeta Allah e.” Piştî vê îlmê ku ji te re hatîye; eger tu bidî pey hewayên/daxwazên wan, ji alîyê Allah ve ji bo te (yê ku ji ezabê wî biparêze) ne tu dost û ne jî alîkar heye.
Sond be tu ji ew ên Kitêb ji wan re hatîye dayîn re hemû delîlan bînî jî ew (dîsa jî) berê xwe nadin qibla te. Tu jî berê xwe nadî qibla wan. (Rastî ev e ku) ew jî berê xwe nadin qibla hevdu. Sond be piştî vê îlmê ku ji te re hatîye; eger tu bidî pey hewayên/daxwazên wan, muheqeq wê gavê tu yê bibî ji zaliman.
Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.
Allah û melâîket û alimên ku edaletê qayîm dikin şahidî kirin ku ji Allah pê ve qet tu îlâh (ji xeynî wî yê ku îbadetê/evdîtîyê heq dike) tune. Ji wî pê ve qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Muheqeq li îndallah/li cem Allah dîn (ê muteber) îslâm e. Ew ên ku Kitêb ji wan re hatîye dayîn, piştî ku bûn xwedî ilim ji ber bitirî û hesûdî û daxwaza komek ku ji ya din serdesttir be di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Her kî li dijî ayetên Allah bibe kafir, bila bizanibe ku Allah serîu’lhisab e (hisab dîtina wî sivik e).
Piştî ilim ji te re hat, her kî di wê mijarê de bi te re bikeve nîqaşê, tu bibêje: “De werin em gazî zarokên xwe û zarokên we û jinên xwe û jinên we û nefsên xwe û nefsên we bikin. Paşê em bi hev re mûlaane/nifiran bikin û em wiha bibêjin: ‘Laneta Allah li ser derewkeran be.’ ”
Lê ji wan ên di ilmê de pêş de çûne û îmân anîne, îman bi ya ku ji te re nazil bûye û bi yên berî te nazil bûne re îmân tînin. Ew ên nimêja xwe îqame/rasterast dikin û zekâta xwe didin û bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin… Em ê ecirekî mezin bidin wan.
Qewmê wî bi wî re kete nîqaşê, (Îbrahîm) got: “Digel ku wî (Allah) ez gihandime hîdayetê jî ma hûn ê di heqê Allah de bi min re bikevin nîqaşê? Eger Rabbê min der heqê min de tiştek daxwaz kiribe ne tê de, ez ji wan tiştên ku hûn pê şirîkatîyê dikin natirsim. Îlmê Rabbê min her tiştî dorpêç kiriye. Ma hûn şîret nagirin?
Ma çi bûye ji we hûn ji ew (heywan) ên ku navê Allah li ser hatîye zikirkirin, naxwin? -Ew ên hûn ji bêçareyî dixwin ne tê de- wî (Allah) tiştên ku ji bo we heram in bi eşkerehî beyan kiriye. Bi rastî pirên wan bi nezanî û li gorî hewayên xwe (însanan) dixerifînin. Bêguman Rabbê te bi yên ji hedê xwe borîne çêtir dizane.
(Allah) heşt cot (heywan xuliqandine). Ji mêşin du cot û ji bizin jî du cot. Ji wan re bibêje: “Ma (Allah) her duyên nêr (yê mêşin û bizin) an jî herdû mê yan jî tiştên di rehma her du yên mê de ne (li we) heram kirine? Eger hûn di lihevanînên xwe (yên ku hûn dibêjin ‘Ev helal e û ev heram e’) de rastin, ka vêya bi zanebûn/li ser ilmekî ji min re bibêjin.”
Ew ên ji Allah re şirîkan çêdikin wê bibêjin: “Eger Allah bixwesta ne me û ne jî bav û kalên me (jê re) şirîk çêdikir. Û me tiştek jî heram nedikir. Ew (muşrîk) ên berî wan (jiyîbûn) jî heta ezabê me tehm kirin bi vê awayê derewandin. Bibêje: “Li cem we ilmekî ku hûn ji me re têxin holê heye? Hûn bitenê didin pey zenê û hûn tenê bi texmîn kar/îş dikin.”
Û em ê wan ji (karûkirinên) wan bi ilim agahdar bikin. Em (ji wan) ne bêxeber in.
“Pîştî ku Allah em jê xelas kiriye eger em dîsa vegerin ser dînê we, wê demê dibe ku li ser navê Allah me neweyî/bêbextî kiriye. Daxwaza/meşîeta Allahê Rabbê me ne tê de, teqez ne mimkûn e ku em carekî din vegerin ser wê (dînê) we. Rabbê me bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye. Me bitenê ji Allah re tewekkul kiriye. Rabbê me! Tu di navbera me û qewmê me de bi heqî hukmê xwe bide. Tu bi xêrtirê hikumdaran î.”
Sond be, me Benî Îsraîl li welatekî xwezî lê hatî bi cih kiribû û bi xwarinên paqij me ew riziqandibûn. Heta ku ji wan re ilm nehatibû neketin îxtîlafê. Bêguman roja qiyametê Rabbê te li ser mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Dema Yûsuf giha kemala xortanîya xwe me hukim û îlim daye. Em muhsînan (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin) wiha xelat dikin.
Weke ku bavê wan li wan emir kiribû ketin bajêr. Bi vê awayê ketina wan a bajêr li hemberî Allah tu feyde nedida wan. Lê (ketina bi vê awayî) daxwazek bû di dilê Yaqûb de (axir) ji dilê xwe deranî. Bêguman ew (Yaqûb), bi saya tiştên me hînî wî kiribûn xwedî ilmeke (dorfireh) bû. Lê pirên însanan vê nizanin.
Me ew (Qur'an) wek (kitêbeke) hukmê ya bi Erebî şand. Eger piştî ku ev ilim ji te re hatîye tu bidî pey hewayên/hewesên wan, li hemberî Allah de tu yê ji xwe re (ji bo alîkarîyê) ne dostek û ne jî parêzvanek bibînî.
Paşê (Allah) roja qiyametê dê wan riswa bike û bibêje: “Ew şirîkên min (ên we ji min re çêdikirin) û we ji bo wan (bi mumînan re) pozberî/berberî dikirin ka li ku ne?” Ew ên ku ji wan re ilim hatîye jî dibêjin: “Riswatî û xerabî îro li ser kafiran e.”
Der heqê rûh ji te dipirsin. Bibêje: “Rûh, di bin emrê Rabbê min de ye. Ji bo we ji tiştekî hindik pê ve tu ilim nehatîye dayîn.”
Bibêje: “Dixwazin pê îmân bînin û dixwazin (pê îman) neynin! Dema ew ji yên berî we re ku ilim ji wan re hatîye dayîn dihat xwendin li ser çenên xwe (deverû) diçûn secdê.”
(Li wê derê) evdek ji îbadên me dîtin. Me ji cem xwe rahmetek dabûyê û ilim hînî wî kiribû.
“Bavê min! Bi rastî ilmê ku ji te re nehatîye ji min re hatîye. Êdî tu jî bide pey min da ku ez te bigihînim ser rêya rast.”
Îlâhê we bitenê Allah e... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Wî) her tiştî bi îlmê xwe dorpêç kiriye.
Me hikum/hikmet û ilim da Lût. Me ew ji bajarekî (û ji ehlê wê derê) ku fiêlên kirêt/xebîs dikirin xelas kir. Bêguman ew, qewmekî ji fasiqan (pêkhatî) û xerab bûn.
Me ew hikum (a biîsabet/licih) bi Suleyman dabû fêhmkirin. Me hikum/hikmet û ilim dabû her yek ji wan. Me çiyan û teyran xist bin emrê Dawûd da ku (pê re) tesbîh bikin. Yê (ku van) dikin em in.
(Wekî din) ji bo ku ew ên ilim ji wan re hatîye dayîn bizanibin ku ev (Qur'an) ji Allah e û bi wê îmân bînin û qelbê wan bi dilnizmî teslîmî (hukmên wê) bibe (wiha dike). Bêşik Allah, mumînan li ser hîdayetê rasterê dike.
Sond be, me ilim dabû Dawûd û Suleyman. Gotin: “Hamd ji bo wî Allahê re be ku em di ser gelek evdên xwe yên mumîn de girtine.”
Dema ku (jin) hat jê re hate gotin: “Textê te jî wisan e?” Got: “Her wekî ew bixwe ye. Jixwe berîya vê (li ser nubuweta Suleyman) ji me re ilim hatibû dayîn û em bibûn ji evdên muslîm/ew ên şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah.”
Dema gihaştibû û giha kemala xwe, me hukim û ilim dayê. Em muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik pêk tînin wiha xelat dikin.
Ew ên ku ilim ji wan re hatibû dayîn (wiha) gotin: “Xwelî li serê we be! Ji bo wan kesên îman anîne û amelê salih dikin re xêra/sewaba Allah bixêrtir e.” (Li hember xeml û şatafata dinyayê ya bihûrbar de di pêşandina vê helwestê de) enceq ew ên sebirkar muweffeq dibin.
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew (Qur'an), di singên wan ên ku ilim ji wan re hatîye dayîn de ayetên vikîvekirî ne. Ji zaliman pê ve kesên din ayetên me înkar nakin.
Ew ên ku ilim û îman ji wan re hatîye dayîn wiha dibêjin: “Sond be, hûn bi dirêjahîya dema nivîsandî (yanê,) heta roja ji nû ve vejandinê mane. Ha ev, roja vejandinê ye. Lê we pê nizanibû.”
Ew ên ji wan re ilim hatîye dayîn, dizanin tiştê ku Rabbê te ji te re daxistîye heq bixwe ye û li ser rêya (yê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd ya rasterast ve hîdayet dike.
Ew ên erşê hildigirin û li dora wê ne, Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û îman pê tînin û ji bo mûmînan daxwaza bexişandinê dikin: “Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye. Tu wan ên tobe kirine û didin pey rêya te mexfîret bike û wan ji ezabê cehennemê biparêze.”
Dema pêxemberên wan bi delîlên vikîvekirî ji wan re hat, ew bi sedema ilma/zanîna/teknolojîya li cem xwe bi şaqizîtî nepixîn. (Lê belê) ew (ezaba ku) tinazê xwe pê dikirin wan ji her alî ve dorpêç kir.
Ew piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber ji harîtî/hesûdî/çavnebarîya xwe, di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Eger heta demeke diyarkirî ew ehda ku Rabbê te dabû nebûya, wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ew ên di pey wan de ji Kitêbê re bibûn waris, di nava gumanekî de ne ku bêaramîtî dide wan.
Bêguman ew (Îsa) ji bo qiyametê agahî ye (ji nêzîkahîya rabûna qiyametê re elamet e). Nexwe tê de qet li ber gumana nekevin û bibin tabiê min. Ev, rêya rasterast e.
Sond be me wan, li ser ilmê ji aleman re serdest girtibû.
Me ji emrê (bi naverokîya helal û heram ê) delîlên vikîvekirî dane wan. Lê piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber harîtî/hesûdî/daxwaza serdestîya li komên din, di navbera xwe de ketin îxtilafê. Rabbê te, roja qiyametê li ser wan mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Ma te nedît, ew ê ku hewayê xwe ji xwe re kiriye îlâh û Allah li ser ilmekî ew xerifandîye û gûh û dilê wî mohr kiriye û perde avêtîye ser çavên wî? (Niha) ji Allah pê ve kî dikare ew hîdayet bike? Hûn şîret nagirin?
Bibêje: “Ew ên ji xeynî Allah we dûa li wan dikirin we dît? De nîşanî min bidin ka wan li ser rûyê erdê çi xuliqandine an jî qey hevkarîyeke wan di esmanan de heye? Eger hûn rastbêj in, de ka kitêbeke ku berîya vê (Qur'anê) hatibe an jî berhemekê ji ilmê (pêşîyan) ji min re bînin.
Got: “Agahî (ya li ser dema hatina ezabê) li îndallah/li cem Allah e. Ez ew (heqîqet) ên ku pê hatime şandin ji we re radigihînim/teblîx dikim. Lê belê ez we, wek qewmekî ku xwe li cahiltîyê datînin, dibînim.”
Ji wan hin jî li te guhdarî dikin. Dema ji cem te derdikevin jî ji wan ên xwedî ilim re wiha dibêjin: “Wî, berî niha çi got?” Evana, ew kes in ku Allah qelbê wan mohr kiriye û ew tabiê hewayên/hewesên xwe dibin.
Ev, asta/mertebeya ku di ilmê de gihîştinê ya dawî ye. Bêguman Rabbê te bi wan ên ku xerifîne jî û yên li ser hîdayetê ne jî herî çêtir dizane.
Gelî ew ên îman anîne! Dema ku ji we re hate gotin: “Di cîvatê de rê vekin/Xwevekin!” hûn rê vekin da ku Allah jî ji we re (di cennetê de) cih veke. Dema (di mijara îtaeta Allah û Rasûlê wî de) ji we re hate gotin: “Rabin!” hûn jî rabin da ku Allah mûmînên ji we û ew ên ilim ji wan re hatîye dayîn bi dereceyan berz/bilind bike. Allah, ji karên we agahdar e.