Bakara
Ayet: 28Rûpel: 4
Ew Allahê ku hûn mirî bûn û we vejand (ji tunebûnê heyî kir) û paşê dîsa dê we bikuje û carekî din bivejîne û piştre hûn ê lê bêne vegerandin, ka hûn çawa li dij wî dibin kafir? Piştre hûn ê bi bal wî de bêne vegerandin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 28Rûpel: 4
Ew Allahê ku hûn mirî bûn û we vejand (ji tunebûnê heyî kir) û paşê dîsa dê we bikuje û carekî din bivejîne û piştre hûn ê lê bêne vegerandin, ka hûn çawa li dij wî dibin kafir? Piştre hûn ê bi bal wî de bêne vegerandin.
Ayet: 30Rûpel: 5
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re got: “Ez ê li ser rûyê erdê xelîfeyekî bixuliqînim.” Gotin: “Ma tu yê yekî wisan ku li wê derê xwînê birjîne û fesadîyê derêxe bixuliqînî (bikî xelîfe)?” Hal ev e ku em te ji her sifetên kêmasîyê tenzîh dikin û ji te re hemd dikin û te teqdîs dikin. (Allah) got: “Bêguman tiştê ku hûn pê nizanin, ez dizanim.”
Ayet: 6Rûpel: 49
Ew e yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 1Rûpel: 76
Gelî însanan! Xwe ji (bêemrîya) wî Rabbê xwe ku hûn (hemû) ji yek nefsekê xuliqandîyê û ji wî jî hevjîna wî xuliqandîye û ji her duyan gelek mêr û jin (li ser rûyê erdê) belav kiriye bitirsin û xwe biparêzin. Ji wî Allahê ku hûn bi qedrê navê wî daxwazê ji hevdu dikin û ji qetandina têkilîya di navbera mirovatîyê xwe biparêzin. Bêguman Allah li ser we reqîb e/çavnêr e.
Ayet: 2Rûpel: 127
Ew ê ku hûn ji herîyê xuliqandîyê û paşê ji we re (ji bo dema mirina we) ecelek danîye ew e. Muddeya (dema vejînê) jî li cem wî ye. Paşê hûn (hê jî) guman dikin.
Ayet: 98Rûpel: 139
Ew (Allah) e ku hûn ji nefsekê/ji Âdem xuliqandîye. Ji bo we cihêkî mayînê û cihekî (ku bi emanetî) hûn tê de bimînin heye. Bêguman ji bo civakeke fêmdar me ayetên xwe bi berfirehî beyan kiriye.
Ayet: 11Rûpel: 150
Sond be, me hûn xuliqandin û paşê sûret da we û me ji melâîketan re got: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî iblîs hemûyan secde kirin. Ew, nebû ji secdebiran.
Ayet: 189Rûpel: 174
Ew e, yê ku hûn ji yek nefsekî (ji Âdem) xuliqandîye û ji bo bigihîje sekînetê ji wî jî hevjîna wî çêkiriye ew e. Dema xwe lê rapêçand/nuxamt (çû balê) hevala wî barekî sivik hilgirt (bi hemil bû û demekî) pê re gerîya. Dema hemla wê giran bû her duyan ji Allahê Rabbê xwe re wiha dûa kirin: “Eger tu (ewladekî) qenc/salih bidî me sond be em ê bibin ji şikurdaran.”
Ayet: 26Rûpel: 262
Sond be, me însan ji hişkeherîyeke bêhndayî û reşeguherî xuliqand.
Ayet: 28Rûpel: 262
Bi bîr bîne, Rabbê te ji melâîketan re gotibûn: “Bêşik ez ê ji hişkeherîyeke reşeguherî însanekî bixuliqînim.”
Ayet: 4Rûpel: 266
(Wî) însan ji nûtfeyekê/avikê xuliqand. (Lê tu çi bibînî!) Ew (însan li dij xaliqê xwe) bûye dijminekî eşkere.
Ayet: 72Rûpel: 273
Allah ji bo we, ji nefsên we hevalan (jinan) xuliqand. Ji hevjînên we jî zarokan û nevîyan xuliqand. We bi tiştên xweşik da riziqandin. (Her ku rewş ev e) ma ew hêj jî bi batilê îmân tînin û nîmetên Allah înkar dikin?
Ayet: 55Rûpel: 314
Me hûn ji wê (axê) xuliqand û em ê dîsa vegerînin wê û em ê carekê din we ji wir derxînin/bivejînin.
Ayet: 5Rûpel: 331
Gelî însanan! Eger hûn ji vejandinê (ya piştî mirinê) di gumanê de ne; (bizanibin ku) bêşik me hûn ji axê xuliqandîye. Ji bo em ji we re beyan bikin (da ku ew ê van kiriye, qadirê vejandina ji nû ve ye jî) piştre ji dilopek av û paşê ji xwîna meyandî (ji elaq/ji embriyo) û paşê ji parçeyek goşt ku xuliqandina wê diyar nediyar e... Em ya daxwaz bikin di malzarokan/di rahîman de digirin. Paşê em we wek dergûş/şîrmij (bebek) ji wir derdixin û paşê jî ji bo ku hûn bibin gihaştî/gihîyayî (em umir didin we). Ji we hinek dimirin û hinek jî di piştî zanîn (û hîn bûnê) bi tiştekî nizanibe û vegere, em wî digihînin dema ketinê. Tu erdê hişk û hola dibînî lê dema em avê di ser de dibarînin (pêşî) dilerize û (paşê) hildipeke û ji her hêşînahîyan cotên dilkêş derdixe.
Ayet: 12Rûpel: 341
Sond be, me însan ji herîyeke sefandî/darivandî xuliqand.
Ayet: 13Rûpel: 341
Paşê me wek dilopek av/nutfe di qerargehekî zexim/malzarokê de bi cih kir.
Ayet: 14Rûpel: 341
Paşê me ew nutfe wek xwînpareyekê (alaqê) xuliqand. Paşê me ew alaq wek parçeyek goştê cûtî (mudxe) xuliqand. Paşê me ew parçeya goşt vegerande bi hestî ve û piştre jî me goşt li hestî kir. Paşê me ew wek heyîneke herî cûda/cihêreng ava kir. Allahê ku xweşiktirînê xaliqan e, çi qas berz/bilind e.
Ayet: 79Rûpel: 346
Ew ê ku hûn li ser rûyê erdê belav dike/zêde dike ew e. Û hûn ê ji wî re heşir bibin/bên vejandin û di hizûra wî de bicivin.
Ayet: 54Rûpel: 363
Ew ê ku ji avê însan xuliqandîye û ew kiriye xwedî neseb/nîjad û bi sixrîyetê/bi rêya nîkahê (pêwendîya eqrebatîyê) pêk anîye ew e. Rabbê te (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Ayet: 19Rûpel: 405
(Ew) yê sax ji yê mirî derdixe û yê mirî jî ji yê sax derdixe. Piştî mirina wî, heyat dide erdê. Hûn ê jî ha wisan (ji gorên xwe) bên derxistin.
Ayet: 20Rûpel: 405
Xuliqandina we ya ji axê û paşê (bi zêdebûna) wek însan belavbûna we jî ji ayetên wî ne (ku dibe delîlê qudret û ezameta wî).
Ayet: 54Rûpel: 409
Ew ê ku we ji zeîfîyê xuliqandîye û piştî zeîfîyê quwet daye we û piştî vê quwetê we digihîne zeîfî û ixtîyarîyê Allah e. Ew çi daxwaz bike dixuliqîne. Ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Ayet: 34Rûpel: 413
Bêguman agahîya qiyametê (ka wê qiyamet kengê rabe) li îndallah/li cem Allah e. (Ew) baran dibarîne û tiştê di rehîmân de ye dizane. Qet tu kes nizane ka wê sibê çi bi dest xwe bixe. Qet tu kes jî nizane ka wê li ku derê bimire. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ayet: 7Rûpel: 414
Ew (Allah) ku; çi tiştê xuliqandîye herî xweşik û herî zexim çêdike û di serê pêşîn de ji herîyê dest bi xuliqandina însan kiriye.
Ayet: 8Rûpel: 414
Paşê nesla/zurîyeta wî, ji xwerûya aveke hekîr/bêqîmet xuliqandîye.
Ayet: 9Rûpel: 414
Paşê wî bi awayekî kâmil sererast kir û ji rûhê xwe pifkiriye. Ji bo we guhan û çavan û qelban xuliqandîye. Hûn çiqas hindik şikur dikin!
Ayet: 11Rûpel: 434
Allah, we ji axê û paşê ji dilopek av xuliqand. Piştre hûn kirin cot/jin û mêr. Beyî zanîna wî ne tu mê/jin avis/bi heml dimîne û ne jî dizê/diwelidîne. Umirdirêjîya candarekî û umirkurtîya wî jî muheqeq di Kitêbekî de nivîsandî ye. Bêguman ev, ji Allah re hêsan e.
Ayet: 36Rûpel: 441
Ew (Allahê) ku ji tiştên ax heşîn dike û ji nefsên wan û ji ew (heyîn) ên pê nizanin cot bi cot xuliqandîye, ji hemû kêmasîyan munezzeh e/pak e.
Ayet: 77Rûpel: 444
Qey însan nabîne ku me ew ji dilopek av xuliqandîye? (Niha ew) bûye dijminekî vikîvekirî.
Ayet: 11Rûpel: 445
Ka ji wan bipirse (em binêrin)! Ma qey ya herî zortir xuliqandina wan e an (weke erd û esman û çiya) mexluqatên me yên din in? Bêguman me ew ji herîyeke zeliqandî xuliqand.
Ayet: 71Rûpel: 456
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re wiha gotibû: “Muheqeq ez ê ji herîyê însanekî bixuliqînim.”
Ayet: 6Rûpel: 458
(Wî) hûn, ji yek nefsekê xuliqandin û paşê jê jî hevjîna wî heyî kir. Ji bona we, ji heywanan heşt cot daxist/xuliqand. We di zikê dêya we de di nava sê tarîtîyan de û ji (merheleya) xuliqandinekî ber bi (merheleya) xuliqandineke din ve derbas dike û dixuliqîne. Ha ev, Rabbê we Allah e. Hakimîyet/Serwerî bitenê aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Ayet: 67Rûpel: 474
Wî; hûn ji axê û paşê ji dilopek av û piştre ji xwînpareyekê (alaqê) xuliqandîye. Paşê hûn wek bebek (ji zikê dêya we) derdixe û paşê ji bo ku hûn bigihîjin çaxa gihandinê û piştre hûn ixtîyar bibin (umir/temen dibexşîne). Hinek ji we hêj berê de canê wan tên sitendin. (Allah, teqdîra jiyanê wiha kiriye da ku) ji bo hûn aqil bigirin û bigihîjin demeke diyarkirî.
Ayet: 4Rûpel: 498
Di xuliqandina we de û di heyînên li ser rûyê erdê belav bûyî de jî ji bo civakeke bawermend ayet hene.
Ayet: 16Rûpel: 518
Sond be, me însan xuliqand û nefsa wî çi wasewasê dide wî em çêtir dizanin. Em jê re ji rahjîyana/ji şahreha wî nêztirin.
Ayet: 45Rûpel: 527
Bêguman yê ku cotan wek nêr û mê xuliqandîye ew e.
Ayet: 46Rûpel: 527
Ji dilopek ava spermê (ya ku li rahîmê tê avêtin).
Ayet: 57Rûpel: 535
Me hûn xuliqandin. Ma ne hewceye hûn tesdîq bikin (ku em ê bivejînin)?
Ayet: 58Rûpel: 535
Erê, ma ew menîya/avika ku hûn dirijînin we dît?
Ayet: 59Rûpel: 535
Ma qey hûn wê dixuliqînin an na yê xaliq em in?
Ayet: 14Rûpel: 570
“Lê wî, hûn merhele merhele xuliqandîye. (Merheleya nutfeyê û ya embriyoyê…)”
Ayet: 37Rûpel: 577
Ma ew, ne dilopek ji ava menîyê ya ku dihat rêtin/rijandin bû?
Ayet: 38Rûpel: 577
Paşê (ma qey ew nebû) alaq (embriyo/goştpare? Allah) ew xuliqand û kir xwedî sûret.
Ayet: 39Rûpel: 577
Ji wî du sinifên ku nêr û mê ne xuliqand.
Ayet: 1Rûpel: 577
Di ser însan re, demekî wisan dirêj derbas bû ku; ew (di vê demê de) ne tiştekî hêjayê bibîrxistinê/zikirkirinê bû.
Ayet: 2Rûpel: 577
Bêguman me însan, ji aveke tevlîhevbûyî (ya jin û mêr) xuliqand. Em wî diceribînin/îmtîhan dikin. (Ji ber vê jî) me ew kir heyînekî bihîstkar û bînende.
Ayet: 20Rûpel: 580
Ma qey me hûn ne ji aveke bêqîmet xuliqandin?
Ayet: 21Rûpel: 580
(Paşê) me we li ciheke zexm (di rehmê) de bicih kir.
Ayet: 22Rûpel: 580
Heta demeke diyarkirî.
Ayet: 18Rûpel: 584
(Allah) ew ji çi tiştî xuliqand?
Ayet: 19Rûpel: 584
Ji dilopek av xuliqand û teqdîr kir.
Ayet: 20Rûpel: 584
Paşê rê jê re hêsan kir.
Ayet: 5Rûpel: 590
(Herwiha) bila însan binêre ka ji çi hatîye xuliqandin?
Ayet: 6Rûpel: 590
Ji aveke ku bi şid tê avêtin hatîye xuliqandin.
Ayet: 7Rûpel: 590
(Ew,) ji navbera hestîyê piştê û perasî de derdikeve
Ayet: 1Rûpel: 596
Sond be bi hejîr û zeytûnê,
Ayet: 2Rûpel: 596
Bi çiyayê Tûr a li Sînayê,
Ayet: 3Rûpel: 596
Û bi vî bajarê ewledar.
Ayet: 4Rûpel: 596
Qesem bibe ku, me însan di suretekî herî xweşik de xuliqand.
Ayet: 5Rûpel: 596
Paşê me ew qulibandîye esfele’s-safilînê (jêrtirînê jêran).
Ayet: 2Rûpel: 597
Ew e, yê ku însan ji gilêya/gincîya xwînê xuliqand.