Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
Digel ku Kitêbê dixwînin jî Cihûyan gotin: “Ew ên Fille ne li ser tu tiştî ne.” Filleyan jî gotin: “Ew ên Cihû ne li ser tu tiştî ne.” Her wiha ew ên nezan jî wekî wan digotin. Allah, roja qiyametê der heqê wê mesela ku tê de îxtîlaf kirine, wê di nava wan de hukmê xwe bide.
Bêşik ew kesên heqîqetên ji Kitêba ku Allah nazil kiriye vedişêrin û di muqabila bihayekî besît/bêqedir difroşin, ew zikên xwe bitenê bi agir tije dikin. Allah roja qiyametê bi wan re napeyive/mijul nabe û wan paqij nake û ji wan re ezabekî pir biêş û jan heye.
Heyata dinyayê ji bo kafiran hatîye xemilandin û ew tinazên xwe bi mumînan dikin. Lê ew ên mutteqî, roja qiyametê wê serdestî wan bin. Allah ji kî re bixwaze rizqeke bêhed/bêhisab didê.
(Bi bîr bînin!) Dema Allah gotibû: “Ya Îsâ! Ez ê te bidim wefatkirin û rakim/hilînim cem xwe û te ji kafiran (ji dek û hîleyên wan) paqij bikim. Ez ê wan ên didin pey te heta roja qiyametê di ser kafiran re bigirim. Paşê wê vegera we tenê bi bal min ve be. Di mijarên ku hûn tê de îxtîlafê dikin de ez ê hukim bikim.”
Ew ên ehd dabûn Allah û wê ehda xwe bi berdêleke erzan firotine hene! Ji wan re li axîretê qet tu par nîne. Roja qiyametê Allah bi wan re napeyive û li rûyên wan nanêre û wan paqij jî nake. Ji bo wan ezabeke biêş û jan heye.
Ji tu pêxemberî re nabe ku (bi veşartina wehîyê an jî bi neheqî xwarina ji malên xenîmetê) li emanetan îxanet bike. Kî jî di îxanetê de be roja qiyametê bi tiştê ku îxanet kiriye re tê (hizûra Allah). Piştre her nefis çî qezenc kiribe, bêkêmasî wê jê re bê dayîn û qet neheqî jî li wan nayê kirin.
Ew ên ku Allah ji lutf û îhsana xwe (nîmetan) daye wan û qesîsîyê dikin hene, bila zen nekin ku (ev qesîsî) ji bo wan xêr e. (Nexêr, ne wisan e.) Berevajî ev ji wan re şer e. Wê roja qiyametê, tiştê ku pê temahî dikirin wê di sitûyê wan de bê pêçandin. Mîrasa/Pêmayîya erd û esmanan aîdê Allah e. Allah, ji tiştên ku hûn dikin agahdar e.
Her nefis wê mirinê tehm bike/biçêje. Û roja qiyametê tiştên ku we kirine wê bê kêmasî ji we re bên dayîn. Kî jî ji agir bête dûrxistin û têkeve cennetê, qet tu guman tune ku wî qezenc kiriye. Jixwe heyata dinyayê ji metayek xapandinê pê ve ne tiştek e.
“Rabbê me! Tiştên ku te ji pêxemberên xwe re wead kiribû bide me û me roja qiyametê riswa neke. Bêguman tu ji soza xwe navegerî.”
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Di roja qiyametê de ku tê de qet guman tune dê we bicivîne. Ma ji Allah çêtir xwedî gotina rast kî heye?
Heydê em bibêjin ku we di heyata dinyayê de ew parastin! Belê, roja qiyametê li hember Allah wê kî wan biparêze an jî kî wê ji wan re wekîltîyê bike?
Ew (munafiq) çavnêrîya rewşa we dikin. Dema ji we re ji îndallah fethek (serkeftin û xenîmet) bê, wiha dibêjin: “Ma em jî ne bi we re bûn?” Lê eger serkeftin bibe nesîbê kafiran (wê demê jî ji wan re wiha) dibêjin: “Ma me piştgirîya we nekir û me hûn ji mumînan neparastin?” Allah, roja qiyametê wê di navbera we de hukmê xwe bide. Allah, li hemberî mumînan qet rêyekî nade kafiran. (Hûn jî di mijara rêveberîya li ser xwe de û di îmamtîya nimêjê de û di zewacê de rayeya welayetê nedin wan û destûr nedin wan ku di der heqê jiyana we de bibin xwedî soz û raye.)
Hemû kesên Ehlê Kitêb, berîya mirina xwe muheqeq wê bi wî îmân bînin. (Îsa jî) wê roja qiyametê di aleyha wan de şahidîyê bike.
Ji wan ên ku digotin: “Bêşik em Fille ne” jî me ehdeke qethî sitendibû. Wan para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. Ji ber vêya me jî (wek ceza) kîn û neyartîyekî heta qiyametê di navbera wan de bidome (me ew bi hevdu xistin). Wê Allah wan ji kar û kirinên wan haydar bike.
Bêguman ew ên înkar kirine eger hemû tiştên li ser rûyê erdê û qatekî bi qasî wî jî yê wan be û ji bo ku ji ezaba roja qiyametê xelas bibin, (wê malê) tevde wek fidye bidin dîsa jî ji wan nayê qebûlkirin. Ji bo wan ezabekî biêş û jan heye.
Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.
Bibêje: “Tiştên li erd û esmanan aîdê kî ne?” Bibêje: “Aîdê Allah in.” Wî, rahmetê li ser xwe nivîsandîye. Sond be roja qiyametê ya ku tê (di rabûna wê) de qet tu guman tune, dê we hemûyan li hev bicivîne. Ew ên ku xwe xisirandine/zerar kirine! Ew îmân nayînin.
Bibêje: “Ma rizqên paqij û zînetên ku Allah ji bo evdên xwe derxistîye kî heram kiriye?” (Û dîsa) bibêje: “Ew, di heyata dinyayê de ji bo mumînan e. Li axîretê jî bitenê ji mumînan re ye.” Em bi vî awayî ji bo civakekî zana re ayetên xwe wiha bi kitekit/bi hûrgilî beyan dikin.
Wê gavê Rabbê te (vê heqîqetê) ragihande wan ku heta roja qiyametê hinek kesên ku îşkenceya/tehdehîya herî xerab li wan dike di ser wan de bişîne/muselletê wan bike. Bi rastî cezadayîna Rabbê te pir lezgîn e. Bêguman ew (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
(Bi bîr bîne!) Dema ku Rabbê te ji pişta Âdem zurîyeta wan girtibû û ji nefsa wan re kiribû şahid (û ji wan re got:) “Ma ez ne Rabbê we me?” Hemûyan gotin: “Belê (Tu Rabbê me yî), em ji vêya re şahid in.” (Ev,) ji bo ku hûn roja qiyametê nebêjin: “Em ji vêya ne haydar bûn”.
Ew ên derewan li hev tînin û bêbextîyê li Allah dikin, gelo di heqê roja qiyametê de hêvîya wan çî ye? (Ka gelo dizanin ku ezabekî çawa lihêvîya wan e?) Bêguman Allah li ser însanan xwedî lûtif/îhsan e. Lê pirên wan (însanan dîsa jî) şikur nakin.
Sond be, me Benî Îsraîl li welatekî xwezî lê hatî bi cih kiribû û bi xwarinên paqij me ew riziqandibûn. Heta ku ji wan re ilm nehatibû neketin îxtîlafê. Bêguman roja qiyametê Rabbê te li ser mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Hem li vê dinyayê û hem jî li axîretê ber bi lanete ketin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman qewmê Âdem Rabbê xwe înkar kirin. Baldar bin/Dîqat bikin! (Qewmê) Ad ku qewmê Hûd e, (ji rahmeta Allah) hate dûrxistin.
(Firewn) roja qiyametê dide pêşîya qewmê xwe û wan dibe agir. Ew cihê ku çûnê çi cihekî xerab e!
Ewana (li vê dinyayê û) roja qiyametê li ber lanetê ketin. (Laneta ku pê ketine) çi xelateke pîs e!
(Gotina wan a vê peyvê) ji bo ku roja qiyametê hemû gunehên xwe û qismek gunehên wan kesên li ser nezanînê xerifandine hilgirin. Dîqat bikin/bala xwe bidin, tiştê ku hilgirtine çi qas xerab e!
Paşê (Allah) roja qiyametê dê wan riswa bike û bibêje: “Ew şirîkên min (ên we ji min re çêdikirin) û we ji bo wan (bi mumînan re) pozberî/berberî dikirin ka li ku ne?” Ew ên ku ji wan re ilim hatîye jî dibêjin: “Riswatî û xerabî îro li ser kafiran e.”
Hûn jî (soza xwe ya ku we li ser navê Allah zeximandibû bi xerakirina wê) nebin weke wê jina ku piştî hirîya xwe zexm hunandîye/rêsandîye û paşê jî veçirendîye (û anîye rewşa berê). Ji bona ku komek (bi mal û hejmara xwe) ji koma din zehftir e, di nava xwe de sondên xwe nekin navgîna hîle û fesadîyê. Allah (bi wan soz û sondên we) enceq we îmtîhan dike. Dê Allah roja qiyametê tiştên ku hûn der heqê wî de ketine îxtîlafê, helbet wê ji we re eşkere bike.
(Qedexeya) roja şemîyê/roja sebtê, ji ew ên li ser ketibûn îxtîlafê re hate ferzkirin. Bêşik wê Rabbê te roja qiyametê di navbera wan de li ser tiştên ku îxtîlaf kirine wê hukmê xwe bide.
Me (sahîfeya nivîsandî ya) amelên însan bi sitûyê wî ve daleqandîye. Em ê roja qîyametê jê re Kitêbekê derêxin. Ew jî wê (Kitêbê) li ber xwe vekirî dibîne.
Qet tu bajar (ê gelê wî zalim in) tune ku an berî roja qiyametê em ê wan helak nekin an jî em ezabekî zor û asê li wî wan nekin. Ev, di Kitêbê (di Lewhu’l Mehfûzê) de nivîsandî ye.
(Îblîs) got: “Tu wî yê ku te ew ji min çêtir girtîye dibînî? Eger tu hetanî roja qiyametê muhletê bidî min ez ê ji hindikên wan pê ve yên mayîn têxim bin emrê xwe.”
Allah her kî hîdayet bike, wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne, êdî tu ji wî pê ve ji wan re welîyan/dostan nabînî. Roja qiyametê em ê wan deverû/serdevkî, wek kor û lal û ker heşr bikin. Sitargeha wan cehennem e. Çi dema ku agirê wê kêm dibe, alavên bi erjeng/bi dehşet em ji bo wan zêde dikin.
Evana ew kes in ku ayetên Rabbê xwe û leqayîhatina wî înkar kirine, (herwiha) amelên wan pûç û betal bûye. Em roja qiyametê qet tu rûmetê nadin wan.
Û ew hemû roja qiyametê wê yek bi yek bêne hizûra wî.
Kî jî rûyê xwe jê vegerîne bêşik ew ê roja qiyametê gunehekî hilgire.
Ew di bin wê (barê) de bêdawî bimînin. Ew roja qiyametê ji bo wan çi barekî (hilgirînin) xerab e.
“Kî jî ji zikra min (ji Kitêba ku min şandîye) rû vegerîne bêşik ji bo wî jiyaneke teng û tarî heye û em ê wî roja qiyametê wek kor bivejînin/heşir bikin.
Em roja qiyametê mêzênên/terazîyên edaletê datînin. Li tu kesî neheqî nayê kirin. Eger bi qasî giranîya heba xerdelê (tiştekî bê qîmet) be jî em ê wê bînin. Ji hisab dîtine re em bes in.
Ji bo (însanan) ji rêya Allah vegerîne di rewşeke bi quretî û ji xwe razî vêya dike. Jî wî re li dinyayê riswatî heye. Li axîretê jî em ezabekî şewate pê ditamînin.
Bi rastî Allah roja qiyametê di navbera mumînan û cihûyan û sabiîyan û filleyan û muşrîkan de wê hukmê xwe bide. Bêşik Allah li ser her tiştî şahid e.
Allah, li ser mijarên ku we tê de îxtîlaf dikir de wê roja qiyametê hukim bide.
Paşê hûn ê roja qiyametê de bêne vejandin.
Roja qiyametê wê ezabê wî qat bi qat zêdetir bibe û (di nava ezabê de) bi rewşeke kêmxistî wê bêdawî bimîne.
Me ew kirin ji wan rehberan/serokan ku wan gazî agir dikin. Wê roja qiyametê jî alîkarî li wan neyê kirin.
Me li dinyayê lanet xiste dû wan. (Kesên mumîn çiqas wan bi bîr bînin lanetê li wan dikin û) roja qiyametê jî (li rûyên wan nayê mêzandin û di rewşeke kerixî de) kirêtkirî ne.
(Wiha bifikirin: Li alîyekî) ew kesê ku me weadeke xweşik daye wî û (di dawî de) wê rastî wê (weadê) bibe; (li alîyê din) kesekî ku me ew li heyata dinyayê (bi nîmetên derbasdar/muweqet) îstîfade kiriye û roja qiyametê (ji bo cezakirinê) wê derkeve hizûrê... (Niha bibêjin: Ev herdu qet dibin weke hevdu?)
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger Allah heta roja qiyametê şev li ser we daîmî bihêle, ji Allah pê ve ka kîjan îlâh heye ku bikaribe ji we re ronahîyê bîne? Ma hûn nabihîzin?
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger Allah heta roja qiyametê roj li ser we daîmî bihêle, ji Allah pê ve ka kîjan îlâh heye ku bikaribe ji we re şeva ku ji bo we dema îstirahetê ye bîne? Ma hûn nabînin?
Bêguman wê ew, ligel barên xwe barên wan (kesên ku xerifandine) jî wê hilgirin. Û roja qiyametê jî ji tiştên ji ber xwe ve lihevanîne jî teqez wê bikişin hisabê.
Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”
Bêguman Rabbê te, li ser mijarên ku di wan de îxtîlafê kiribûn de wê roja qiyametê di navbera wan de hukim bide.
Hûn ji wan re dûa bikin, dûayen we nabihîzin. Bibihîzin jî nikarin bersivê bidin we. Roja qiyametê şirka we red dikin. Tu kes wekî wî yê ku (agahdarê her tiştî) Xabîr e, nikare agahîyê bide te.
(Bibêje:) “Hûn ji xeynî wî kî dixwazin jê re îbadet bikin.” Bibêje: “Bi rastî yên xisirîne ew in ku roja qiyametê xwe û ehlê xwe xisirandine. Baldar bin! Xusrana vikîvekirî ev bixwe ye.”
Ew ê roja qiyametê hewl dide (ji ber ku dest û mile wî girêdayî ne) bi rûyê xwe ji ezabê xerab xwe biparêze (qet dibe wekî wî yê ku ketîye cennetê û ji ezabê rizgar bûye?) Ji zaliman re wiha tê gotin: “Tiştê ku we qezenc kiriye bitamînin.”
Piştre jî hûn ê, roja qiyametê di hizûra Rabbê xwe de doz li hevdu bikin.
Eger hemû tiştên li ser rûyê erdê û bi qasî wê jî ji zilimkaran re hebûya, ji ber xerabîya ezaba roja qiyametê (xelas bibin) wê feda bikirana. (Lewre ew roj) ya ku qet hisab nedikirin ji hêla/ji alîyê Allah ve tê eşkere kirin.
Roja qiyametê tu dibînî ku ew ên li dij Allah derew kirine, rûyên wan reş e. Ma qey di cehennemê de ji qureyan re cih tune!
Wan qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/bi awayê lêhatî rêzdarîya wî negirtin. (Qudret û azameta Allah li gor pêdivîyê fêm nekirin û tênegihîştin.) Hal ev e ku roja qiyametê temamê erdê di qevza wî de ye. Asîman jî di destê wî yê rastê de li hev pêçandî ye. Ew (Allah), ji tiştên ku ew pê şirîk çêdikin munezzeh û berz/bilind e.
Ew ên der heqê ayetên me de meyldarî (ya batilê) dikin, ji me re veşartî namînin. Erê ma ew ê ku bi nava agir ve wê bê avêtin bixêrtir e an ew ê roja qiyametê bi ewlehî tê (bixêrtir e)? Hûn çi divên wê bikin. Bêşik ew, karûkirinên we dibîne.
Dema ew ji agir re tên rapêşkirin tu wan dibînî ku ew ji ber riswatîyê sitûxwar in û di bin çavên xwe de dinerin. Ew ên îman anîne wiha dibêjin: “Bêguman ew ên bi xusranê ketine (ew kes in ku;) roja qiyametê xwe jî û malbata xwe jî bi xusranê xistine.” Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên zalim di ezabekî bênavber de ne.
Me ji emrê (bi naverokîya helal û heram ê) delîlên vikîvekirî dane wan. Lê piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber harîtî/hesûdî/daxwaza serdestîya li komên din, di navbera xwe de ketin îxtilafê. Rabbê te, roja qiyametê li ser wan mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Bibêje: “Allah, we divejîne û paşê dimirîne. Piştre ew roja qiyametê ku tê de qet tu guman tune de wê hûn li hevdu bicivîne. Lê pirên însanan nizanin.”
Ma ew kesê ku dev ji Allah berdide û dûayê wan tiştan dike ku heta qiyametê wê nikaribin îcabetî (dûayên) wî bikin jê rêşaştir kî heye? Ew (ên ku dûa li wan tên kirin) ji wan dûayan bêxeber in.
Ma tu nabînî, ku çi tiştên li erd û esmanan hene Allah bi wan hemûyan dizane? Sê kesên ku di navbera xwe de pistepistê dikin çaremînê wan muheqeq ew (Allah) e. Şeşemînê pênc kesan jî teqez ew (Allah) e. Çi kêmtir û çi zêdetirê wan (ferq nake), her li ku derê bin (Allah) ligel wan e. Paşê roja qiyametê dê wan bi kirinên wan agahdar bike. Bêguman Allah zanayê her tiştî ye.
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Herkes bila binêre ka ji bo sibê çi teqdîm dike. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Bêşik Allah ji karên we agahdar e.
(Li îndallah/li cem Allah) ne feydeyekî eqrebayên we û ne jî (feydeyekî) ewladên we dê ji we re hebe. (Allah) roja qiyametê (der heqê we de hukim dide û) wê navbera we bifesilîne/biveqetîne. Allah, li ser karên we bîner e.
An jî qey ji bo we li ser me heta roja qiyametê sond hatine dayîn ku: “Hûn çi hukim bidin ew dê yê we be?”
Bi roja qiyametê sond dixwim.
Dipirsin, dibêjin: “Qiyamet kengê ye?”