Bakara
Ayet: 2Rûpel: 1
Ev Kitêb (Qur’an), tê de qet guman tune (ku ji alîyê Allah ve hatîye şandin) û ji bo Mutteqîyan rehber e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 2Rûpel: 1
Ev Kitêb (Qur’an), tê de qet guman tune (ku ji alîyê Allah ve hatîye şandin) û ji bo Mutteqîyan rehber e.
Ayet: 159Rûpel: 23
Bêguman piştî ku me di Kitêbê de ji însanan re beyan kir pê ve ew kesên delîlên eşkere û hîdayeta ku me nazil kiriye vedişêrin (hene!), Allah lanetê li wan dike û hemû lanetkar jî lanetê li wan dikin.
Ayet: 177Rûpel: 26
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
Ayet: 285Rûpel: 48
Pêxember, bi wehîya ku ji cem Rabbê wî jê re daxistîye îmân anî. Mumînan jî (îman anîn). Hemûyan bi Allah û bi melâiketên wî û bi Kitêbên wî û bi pêxemberên wî îman anîn (û gotin:) “Em cudahî naxin navbera pêxemberên wî.” Gotin: “Me bihîst/seh kir û me îtaet kir. Rabbê me! Em efûya te dixwazin. Veger bi bal te ve ye.
Ayet: 3Rûpel: 49
(Allah) ji te re Kitêbek ku Kitêbên berî xwe tesdîq dike, bi heqî nazil kiriye. Tewrat û Încîl jî wî nazil kiriye.
Ayet: 7Rûpel: 49
Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.
Ayet: 105Rûpel: 94
Ji bo tu di navbera însanan de wekî ku Allah nîşanî te daye hikum bikî me Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji xayînan re ne be alîgir/parêzvan.
Ayet: 113Rûpel: 95
Eger lutf û rahmeta Allah li ser te nebûya, komekê ji wan dixwestin ku te bixerifînin. Ew bitenê dikarin xwe bixerifînin û qet nikarin zerarê bidin te. Lewre Allah ji te re Kitêb û hikmet nazil kir û tiştên ku te pê nizanîbû hînî te kir. Lutf û îhsana Allah li ser te pir mezin e.
Ayet: 127Rûpel: 97
Ew, der heqê jinan de ji te fitûyê dixwazin. Bibêje: “Allah ji we re der heqê wan de fitûyê dide.” Der heqê tiştên ji wan keçên sêwî re (di Kitêbê de) hatine nivîsandin ku we nedaye wan û (ligel vê) hûn dixwazin bi wan re bizewicin û der heqê zarokên aciz û sêwî de, ji bo ku edaletê li wan bikin, di Kitêba ku ji we re tê xwendin (di ayetan) de hene (ma ji we re ne bes in?) Hûn çi xêrê bikin Allah muheqeq pê dizane.
Ayet: 130Rûpel: 98
Eger (mêr û jin) hev berdin, Allah ji firehîya xwe wê herduyan jî dewlemend bike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 140Rûpel: 99
Bêguman (Allah) di Kitêbê de ji we re (vê hukmê) daxistibû: “Dema we bihîst ku ayetên Allah tên înkarkirin û tinaz bi wan tên kirin heta ew dest bi axaftina mijareke din nekin bi wan re (di heman cîvatî de) rûnenin. (Eger hûn wê mijarê red nekin an wê cîvatê terk nekin) hûn ê jî bibin (ji kafir/ji muşrîk ên) weke wan.” Bêguman Allah ew e ku, wê temamê kafir û munafiqan di cehennemê de li hev kom bike.
Ayet: 15Rûpel: 109
Gelî Ehlê Kitêb! Pêxemberê me ji we re hatîye ku; gelek tişt (hukim) ên ku hûn ji Kitêbê vedişêrin ji we re beyan dike û ji beşeke pirzêde jî dibore/li ser wan nasekine. Bêguman ji we re ji Allah nûrek û Kitêbeke mûbîn (eşkere) hatîye.
Ayet: 114Rûpel: 141
(Bibêje:) “Digel ku wî, Kitêb ji bo we bi berfirehî/mufesselbûyî nazil kiriye, ma ez ê ji Allah pê ve li dadwerekî/li hakemekî (ku di navbera min û we de hukim bide) bigerim?” Ew ên me Kitêb daye wan dizanin ku ew (Qur'an) bi rastî ji Rabbê wan nazil bûye. Êdî tu nebe ji gumandaran.
Ayet: 155Rûpel: 148
Ev a ku me nazil kiriye Kitêbeke pîroz e. Bidin pey wê û bitirsin û xwe biparêzin da ku rahmet li we bê kirin.
Ayet: 2Rûpel: 150
(Ev) Kitêb (Qur'an), ji bona ku tu pê însanan hişyar bikî û ji mumînan re jî bibe şîret, me ji te re nazil kiriye. (Nebe ku) ji ber wê di singa te de tengasiyek çêbibe.
Ayet: 196Rûpel: 175
“Bêguman welîyê min/dostê min Allah e ku (wî) Kitêb nazil kiriye. Ew, salihan (ji bo xwe) welî digire.”
Ayet: 1Rûpel: 207
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên Kitêba bi hukim/hikmet dagirtî ne.
Ayet: 1Rûpel: 220
Elif, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbeke wisan e ku ayetên wê muhkem in, paşê ji alîyê Allahê (xwedî hukim û hikmet) Hakîm û (ji her tiştî agahdar) Xebîr ve bi teferûet hatîye beyankirin.
Ayet: 1Rûpel: 234
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên Kitêba ronak/eşkere ne.
Ayet: 1Rûpel: 248
Elîf, Lam, Mîm, Re. Ha evana, ayetên Kitêbê ne. Û ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye heq e. Lê belê pirên însanan îmân naynin.
Ayet: 1Rûpel: 254
Elîf, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbek e, ji bo ku tu bi destûra Rabbê wan, însanan ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxînî û wan bigihînî rêya (wî Allah ê) Hamîd û Azîz ve me ji te re nazil kiriye.
Ayet: 1Rûpel: 261
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên vê Kitêbê û Qur'an’a mûbîn/vikîvekirî ye.
Ayet: 6Rûpel: 261
Gotin: “Hê ew ê ku zikir (Qur'an) li ser wî hatîye daxistin! Bi rastî tu dînekî ku bi cinan ketî yî.”
Ayet: 9Rûpel: 261
Bêguman me zikir/Qur'an nazil kiriye. Qet tu guman tune ku parêzvanê wê jî em bixwe ne.
Ayet: 44Rûpel: 271
(Me pêxemberan) bi delîlên eşkere û bi Kitêb (şand). Ji te re jî zikir/Qur'an nazil kir ku, tiştên ji wan re hatîye daxistin tu beyan bikî. Hêvî heye ku bifikirin.
Ayet: 64Rûpel: 272
Me ev Kitêb ji te re nazil kir, da ku tiştê tê de ketine îxtîlafê tu ji wan re beyan bikî û ji komeke ku îman anîne re jî bibe hîdayet û rahmet.
Ayet: 89Rûpel: 276
Em ê wê rojê ji nava wan ji her ummetekî re şahidekî bivejînin. Wê rojê em te jî li ser wan (li ser ûmmeta te wek) şahid tînin. Me ji te re wek hîdayet û rahmet û mizgînî ev Kitêb nazil kir da ku tu di nava muslîman de her tiştî beyan bikî û rêya rast nîşan bidî.
Ayet: 1Rûpel: 292
Hemd, aîdê Allah e ku ji evdê xwe re Kitêb nazil kir û di wê de qet tu çewtî/xeletî tune.
Ayet: 50Rûpel: 325
Ev (Qur'an), zikreke pîroz/mubarek e ku me nazil kiriye. Ma qey hûn ê ew înkar bikin?
Ayet: 1Rûpel: 358
Ew (Allah) ê ji bo ku ji aleman re bibe hişyarker Furqan (Kitêba heq û batil ji hevdu vediqetîne) li ser evdê xwe daxistîye çiqas berz û çiqas mubarek e.
Ayet: 2Rûpel: 366
Ev, ayetên Kitêba vikîvekirî/raveker in.
Ayet: 1Rûpel: 376
Ta. Sîn. Ev, ayetên Qur'anê û Kitêba vikîvekirî ye.
Ayet: 2Rûpel: 384
Ev, ayetên Kitêba mubîn/vikîvekirî ne.
Ayet: 86Rûpel: 395
Tu ne hêvîdar bûyî ku wê Kitêb ji te re bê wehîy kirin. Lakîn (ew) wek rahmeteke ji Rabbê te (ji te re hate wehîykirin). (Herwiha) tu ji kafiran re nebe piştevan.
Ayet: 47Rûpel: 401
(Çawa ku me ji wan re Kitêb daxistîye) me ji te re jî Kitêb nazil kir. Ew ên ku berê de me Kitêb dabû wan, îman bi wê (Qur'anê) tînin. Di nav wan (Mekkîyan) de jî yên ku îman anîne hene. Ji xeynî kafiran tu kes ayetên me înkar nake.
Ayet: 51Rûpel: 401
Kitêba ku me ji te re nazil kiriye û ji wan re tê xwendin ma qey têra wan nake? Bêguman di vê de ji bo civakeke ku îman anîye rahmet û şîret heye.
Ayet: 2Rûpel: 410
Ev, ayetên Kitêbeke xwedî hikum û hikmet e.
Ayet: 2Rûpel: 414
(Ev) Kitêb, ya ku qet guman/şûbhe tê de tune, ji alîyê Rabbê aleman ve hatîye daxistin.
Ayet: 69Rûpel: 443
Me helbest/şiîr hînê wî nekiriye, ev ne babetê wî ye jî. Ew, bitenê zikrek/şîretek û Qur'aneke vikîvekirî ye.
Ayet: 29Rûpel: 454
Ev (Qur'an) Kitêbeke pîroz e, me ji te re daxistîye da ku li ser ayetên wê bifikirin û yên aqilmend jê şîret bigirin.
Ayet: 87Rûpel: 457
“Ew, bitenê ji aleman re şîretek e.”
Ayet: 1Rûpel: 457
(Ev) Kitêb, ji terefê wî yê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm ve hatîye daxistin.
Ayet: 2Rûpel: 457
Bêguman me (ev) Kitêb li ser heq ji te re nazil kiriye. (Nexwe) dîn bitenê ji Allah re xalis bike û îbadet bike.
Ayet: 23Rûpel: 460
Allah, herî xweşiktirê peyvan (Qur'an) wek Kitêb daxistîye ku hin ji wan (ayetan) dişibin hevdu û hin (ayet) jî dubare dibin. Ji ber vê, ew ên ji Rabbê xwe ditirsin çermê wan direcife/mûyê canê wan digijgije. Paşê qelbên wan û çermên wan ji zikra Allah re aram/nerm dibe. Ha ev, hîdayeta Allah e. Ji kî re bixwaze bi wê hîdayet dike. Allah her kî averê kiribe, êdî qet tu kesekî ku rêya rast nîşanî wî bide tune.
Ayet: 3Rûpel: 476
(Ev,) ji qewmekî zana re Kitêbek e ku ayetên wê bi Erebî tên xwendin û wek mufesselbûyî/kitekitbûyî hatîye ravekirin.
Ayet: 41Rûpel: 480
Bêguman, dema ji wan re Zikir/Qur'an hat û wê înkar kirine (dê berdêla van helwestên xwe bibînin). Hal ev e ku ew, Kitêbeke bi îzzet/bi şeref/bi rûmet e.
Ayet: 52Rûpel: 488
Bi vî awayî me ji emrê xwe rûhek/Qur'an li te wehîy kir. Te nizanîbû Kitêb û îman çî ye. Lê, me ew kir nûrek ku bi wê em ji evdên xwe ji kî re bixwazin wî digihînin hîdayetê. Bêguman tu, digihînî ser rêya rasterast.
Ayet: 2Rûpel: 488
Sond be bi wê Kitêba vikîvekirî/raveker ku;
Ayet: 2Rûpel: 495
Sond bi vê Kitêba vikîvekirî/raveker be,
Ayet: 2Rûpel: 501
Nazilkirina Kitêbê ji alî (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm ve ye.
Ayet: 12Rûpel: 502
Berîya wê de bi Kitêba Mûsa jî ku rehber û rahmet e (îman neanîbûn). Ev (Qur'an) jî Kitêbek e ku ji bo ew ên zilimkar hişyar bike û ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin re bibe mizgînî û (ji bo ku ji wan kitêbên berîya xwe re) bibe tesdîqkar, bi zimanê Erebî hatîye daxistin.
Ayet: 2Rûpel: 522
Bi Kitêba ku rêz bi rêz hatîye nivîsandin,
Ayet: 78Rûpel: 536
Di Kitêbekê (ji însanan) veşartî (û parastî) de nivîsandî ye.
Ayet: 81Rûpel: 536
Ma qey hûn niha vê peyvê diderewînin?
Ayet: 8Rûpel: 555
Îman bi Allah û bi pêxemberê wî û bi nûra ku me daxistîye bînin. Allah, ji karên we agahdar e.