Sond be me Kitêb dabû Mûsa û me di pey wî re pêxemberan li pey hevdu şand. Me mûcîze dan Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudûs (Cibrîl) jî piştgirîya wî kir. Êdî pêxember çi dema bi tiştên ku qîma we pê nayê ji we re hatibe; hûn ê li hemberî wî quretîyê bikin û hûn ê qismek ji wan (pêxemberan) biderewînin û hinekan jî bikûjin?
Dema ji cem Allah ji wan re pêxemberek ku Kitêba li cem wan tesdîq dike hatibe, komek ji Ehlê Kitêb, her wekî ku qet pê nizanin, Kitêba Allah diavêjin pişt guhên xwe.
Bi rastî me tu wek mizgînvan û hişyarker bi heqî şand. Ew ên (ne bawermendê heqê û) ehlê cehennemê ne tu ne (mesûlê wan î) û qet tu jêpirsîn/pirsyarî li te nayê kirin.
“Rabbê me! Pêxemberekî ji nava wan ji wan re bişîne ku; ayetên te ji wan re bixwîne û Kitêb û hikmetê hînî wan bike û wan paqij bike. Bêşik tu (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.
Me ji nav we Rasûlek şand. Ew, ji we re ayetên me dixwîne û we paqij dike û Kitêb û hîkmet û tiştên hûn pê nizanin hînî we dike.
Çi qencîya ku bigihîje te ew ji cem Allah e. Lê her xerabîyeke tê serê te, ji te bixwe ye. Me tu, bi pêxemberî ji însanan re şand. Ji şahidîyê re Allah bes e (ku tu pêxemberê heq î).
Gelî însanan! Bêguman pêxember ji we re ji Rabbê we bi heq hatîye. Îmân (pê) bînin. (Ev) ji bo we ya herî bi xêrtir e. Eger hûn înkar bikin, bêguman li erd û esmanan çi hebe hemû aîdê Allah in. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Gelî Ehlê Kitêb! Pêxemberê me ji we re hatîye ku; gelek tişt (hukim) ên ku hûn ji Kitêbê vedişêrin ji we re beyan dike û ji beşeke pirzêde jî dibore/li ser wan nasekine. Bêguman ji we re ji Allah nûrek û Kitêbeke mûbîn (eşkere) hatîye.
Allah, kesê ku pê (bi Kitêb û pêxember re), tabiê rizaya wî dibe digihîjîne rêya herî rast û bi îzna xwe wan ji tarîtîyan derdixîne ronahîyê û li ser rêya rast hîdayet dike.
Gelî Ehlê Kitêb! Dema di navberekê de şandina pêxemberan ji hev qût bibû (û rawest/fasila kete navbera wan de) ji bo ku hûn nebêjin: “Ji me re mizgînvan û hişyarker nehatîye,” Rasûlê me yê raveker hat. Bêguman ji we re mizgînvan jî û hişyarker jî hatîye. Allah li ser her tiştî qadir e.
Ji ber vê yekê me li ser Benî Îsraîl (wiha) nivîsand: Kî mirovekî ne berdêla/ne bi qisasa mirovekî din de an jî li ser erdê fesadî/berhevdanî kiribe, wî bi neheqî bikuje; wekî ku hemû însanan kuştibe. Kî jî mirovekî îhyâ bike (bê sebebekî meşrû destê xwe ji kuştina mirovekî bikşîne) her wekî ku wî hemû însanan îhyâ (xelas) kiribe. Sond be, Rasûlên me bi delîlên eşkere ji wan re hatin. Lê piştî vê jî dîsa pirên wan li ser rûyê erdê pîrole ne/aşirî ne.
(Dema ku Allah roja qiyametê dibêje:) “Gelî civaka cin û însanan! Ma ji nava we pêxemberên ku ji we re ayetên min dixwendin û hûn bi vê roja ku hûn leqayî wê hatine hişyar dikirin nehatibûn?” (Ew jî wiha dibêjin:) “Em di aleyha nefsên xwe de şahid in.” Heyata dinyayê ew xapandin û li kafirtîya xwe bixwe şahidî kirin.
Gelî zaroyên Âdem! Dema ji nava we, pêxemberên ji we re ayetên min dixwînin/vedibêjin hatin her kî xwe bisitirîne û (nefsa xwe) islah bike, ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn/mehzun jî nabin.
Me di singa wan de ji kînê/ji kerbê/ji xezebê her çi hebe bitevahî derxistîye/sitendîye. Di binê wan de çem diherikin. (Û wiha) dibêjin: “Hemd ji wî Allahê re be ku em gihandine vê. Eger Allah me negihîştandiba van (nîmetan) ji ber xwe ve gihîştina me (ya van nîmetan) ne mimkûn bû. Sond be Rasûlên Allah bi heq ji me re hatin.” Wê li wan wiha bê bangkirin: “Ji ber amelên we (yên salih) ew cenneta hûn jê re bûne waris, ev e.”
Ma ew, ji tewîla/ji pêk hatina wê (heqîqeta ku agahîya wê daye) pê ve li hêvîya tiştekî din in? Roja ku tewîla/pêk hatina wê tiştê (ku pê agahdar bûn) were, ew kesên berê ku ew ji bîr kiribûn wê bibêjin: “Bêguman Rasûlên Rabbê me ji me re ya heq anîbûn. Gelo aniha şefaetvanên ku li me şefaetê bikin (ji bo em ji ezabê Allah xelas bibin) heye? An jî em ê şûnde (li dinyayê) bihatana vegerandin û ji ên ku me berê kiribûn cuda amelên din (amelên ku Allah ji wan razî ye) bikirana?” Muheqeq ewana xwe bixwe xisirandine û ji ber xwe ve bêbextî (û xurafe) yên lihev anîbûn (û li Allah kiribûn) winda bûn çûn.
Sond be me Nûh jî ji qewmê wî re (wek pêxember) şand û gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin, ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Bi rastî ez ji bo we ji ezabê rojeke mezin ditirsim.”
(Nûh jî) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de qet tu şaşîtî/xerifîtî tune. Lê ez qasidek im ji hêla/alîyê Rabbê aleman ve (ji hêla/ji alîyê Allah ve hatime şandin).”
Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ma hê jî hûn natirsin û xwe naparêzin?”
Ji giregirên qewmê wî ew ên kafir gotibûn: “Bi rastî em te yekî wek kêmaqil dibînin û em dibêjin qey tu mirovekî derewker î.”
(Hûd) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de kêmaqilî tune. Lê bi rastî ez qasidek im ku ji (hêla/alîyê) Rabbê aleman ve (hatime şandin).”
Mûsa (ji Firewn re) gotibû: “Hê Firewn, bêguman ez Rasûlekî ku ji terefê Rabbê alemê ve (şandî) me.”
Her çiqas muşrîk nexwazin jî ji bo ku dînê xwe di ser hemû dînan re hâkim bike, yê ku Rasûlê xwe bi hîdayetê û bi dînê heq şandîye ew e.
Sond be ji we re, ji nava we pêxemberekî wisan hatîye ku; tiştên hûn pê tengezar dibin ji wî re giran tê û mirîye we ye/dilê wî bi we ve ye û ji mumînan re bi şefqet û bi merhamet e.
Eger ew rûyê xwe vegerînin, bibêje: “Allah ji min re bes e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min xwe sipartîye wî/tewekkulê wî kiriye. Ew, Rabbê arşê azîm e.”
Piştre li pey wî me gelek pêxember ji gelên wan re şandin. (Pêxemberan) ji qewmên xwe re beyyînat/delîlên eşkere anîbûn. Lê tiştê ku berê de derewandibûn pê îmân nedianîn! Em qelbê wan ên ji hedê xwe borîne a wiha mohr dikin.
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîlên (xurt û) eşkere şand.
Me berîya te ji xelkên bajaran re, ji wan zilamên ku me jê re wehîy kiriye pê ve kesekî (wek rasûl) ne şandîye. Gelo qey li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên pêşîya wan çawa bûye? Bêguman warê axîretê ji bo Mutteqîyan re bixêrtir e. Hûn aqil nagirin?
Her wiha me tu ji ummetekî re (bi rîsalet) şandî ku berî wan gelek ummet borîne û ji bo ku me tiştê ji te re wehîy kiriye tu ji wan re bixwînî. Lê ew Rahmân înkar dikin. Bibêje: “Ew Rabbê min e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min bi tenê tewekkulê wî kiriye û toba min/vegera min jî jê re ye.”
Sond be me berîya te jî pêxember şandine û me jin û zarok dane wan. Beyî destûra Allah qet tu pêxember nikare ayetekî bîne. Ji bo her Kitêb (a ku Allah nazil kiriye) re demeke diyarkirî heye.
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe ya: “Qewmê xwe ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxîne û rojên Allah bîne bîra wan.” şand. Bêguman di vêya de ji bo ew ên pir sebirvan û pirzêde şikurdar in re ayetên (bi îbret) hene.
Sond be, me ji wan ummetên berîya te re jî pêxemberan şandîye.
Çi dema pêxemberek ji wan re dihat, wan her tinazên xwe pê dikirin.
Sond be, me ji her ummetê re ji bo ku bibêjin (teblîx bikin): “Ji Allah re îbadet/evdîtî bikin û xwe ji taxût biparêzin.” pêxemberek şand. Bi vî awayî Allah hinekên wan hîdayet kir û li ser hinek ji wan jî rêşaşîtî heq bû. Li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta derewkaran/mukezziban çawa bûye bibînin.
Me berîya te ji zilaman pê ve wehîy nedabû kesekî din û (wek pêxember) neşandibû. Eger hûn nizanin ji ehlê zikrê (ku xwedî agahîya wehîyê ne) bipirsin.
(Me pêxemberan) bi delîlên eşkere û bi Kitêb (şand). Ji te re jî zikir/Qur'an nazil kir ku, tiştên ji wan re hatîye daxistin tu beyan bikî. Hêvî heye ku bifikirin.
Qesem bi Allah be, me ji ummetên berîya te re jî (pêxemberan) şandin. Şeytan amelên wan ji wan re xemilandî nîşan da. Ew, îro jî welîyê/dostê wan e. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye.
Sond be, ji nava wan ji wan re pêxemberek hat. (Lê belê) ew derewandin. Ew hêj di wê rewşê de bûn ku zilma xwe didomandin ezab bi wan ve girt.
Me di berîya te de ew zilamên ku ji wan re wehîy şandîye jî her zilam bûn. Eger hûn nizanin ji ehlê zikir bipirsin.
Me ew nekirin cesedên ku xwarinê naxwin. Ew (li vê dinyayê) ebedî jî namînin.
Me berîya te tu pêxemberek ne şandîye ku me wiha lê wehîy nekiribe: “Bêguman ji min pê ve qet tu îlâh tune. Herwiha bi tenê îbadetê min/evdîtîya min bikin.”
Me tu ji hemû aleman re bitenê wek rahmet şandîye.
Me berîya te her çiqas rasûl û nebîyên şandine dema dest bi xwendina (Kitabullah) kiriye muheqeq şeytan her hewl daye/daxwaz kiriye ku hin tiştan tevlî xwendina wî bike. Lê Allah, tişt (weswese û guman) ên wî (şeytan) daxwaz kiriye ku tevlî wê bike, pûç dike/diborîne û piştre ayetên xwe muhkem/zexm dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Sond be, me Nûh ji qewmê wî re şand. “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Hûn (ji Allah) natirsin?”
Me ji wan re jî ji nav wan bixwe pêxemberek şand (da ku wiha gazî wan bike:) “Ji Allah re îbadetê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Hûn (ji Allah) natirsin?”
Paşê me pêxemberên xwe li pey hevdu şandin. Çi dema ku pêxember ji wan re dihatin, her ummetek ew derewandin. Me jî wan (bi helak kirinê) dane pey hev û (ji bo neslên pey wan re wek wesîqeya îbretê) me ew kirin qiset/hîkaye. (Me got:) “Qewmê ku îman nayne bila (ji rahmeta Allah) dûr bimîne.”
Paşê di pey wan re me Mûsa û birayê wî Hârûn bi ayetên xwe û bi delîlên eşkere şandin.
Dema me (wezîfeya pêxemberîyê dayê û) me kar/îş qedand, (tu) ne li alîyê rojavayê (Çiyayê Tûr) bûyî; (herwiha) tu ne ji şahidan jî bûyî.
Lê me gelek neslan heyî kir û di ser wan de gelek ûmrê dirêj bihûrî. Tu di nava xelkê Medyenê de nebûyî û te ji wan re ayetên me jî nedixwend. Lê belê me (pêxemberan) dişandin.
Sond be, me berî te jî gelek pêxember ji qewmên wan re şandibûn. Ji wan re delîlên eşkere anîbûn. Me heyf/tol ji wan mucrîmên/sûcdarên gunehkar (ên li dij wan derdiketin) sitend. Alîkarîya mumînan li ser me heqek e.
Ey Nebî! Me tu wek şahid û mizgînvan û hişyarker şandîye.
Yâ, Sîn.
Qesem bi Qur'ana xwedî hukim û hikmet be.
Bêşik tu, ji pêxemberên hatine şandin/mursel î.
(Bêguman tu,) li ser rêya rast î.
Tu mîsala gelê wî bajarî bide wan. Wê demê pêxember ji wan re hatibûn.
Wê demê ligel ku me ji wan re du qasid şandibûn jî wan herduyan derewandibûn. Me jî bi yekî sêyem re piştgirî dabû wan. Gotin: “Bêşik, em qasidên ku ji we re hatine şandin in.”
Gotin: “Hûn, bitenê weke me mirov in. Rahmân, qet tu tiştî danexistîye. Hûn bes derewan dikin.”
Gotin: “Rabbê me dizane ku em ji we re hatine şandin.”
“Wezîfeya me bitenê teblîxeke vikîvekirî ye.”
Sond be, me hişyarkeran şandibû navbera wan.
Muheqeq Îlyas jî ji pêxemberên mursel e/şandî ye.
Wê demê ji gelê xwe re got: “Ma hûn (ji Allah) natirsin û xwe biparêzin?”
Muheqeq Lût jî ji pêxemberên mursel e/şandî ye.
Muheqeq Yûnus jî ji pêxemberên mursel e/şandî ye.
Dema ew, revîya û çû keştîya barkirî.
Ew ên di keştîyê de pişk avêtin û ew bû ji yên ku pişklêketî.
(Di rewşeke derûnî ya wisan de bû ku) xwe bixwe dilomand û masî ew daqurtandibû.
Eger ew ne ji wan ên ku tesbîh dikin bûya,
Hetanî roja ji nû ve bê vejandin wê di zikê masî de bimana.
Ew di rewşa nexweşhalîyê de bû, me ew avêt beravê/bejahîyê.
Me li ser wî (pelfireh û bi sî û bi star, cureyeke ji kundirê) dara “yeqtîn” hêşîn kir.
Me ew, ji qewmekî sed hezarî re an jî hêj zêdetir re şand.
Wan îman anîn. Me jî heta demeke diyarkirî wan sûdmend kir.
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîleke vikîvekirî şand.
Sond be me berîya te jî pêxemberan şand. Me ji te re behsa hinekan kir û behsa hinekan jî nekiriye. Heta destûra Allah nebe, tu pêxember nikare ayetek/mucîzeyek bîne. Dema ku emrê Allah bê, bi heq hukim tê dayîn û ehlê batil li wê derê dixisirin.
Eger rû vegerînin bibêje: “Ez, we bi birûskeke wekî birûska qewmê Ad û Semud hişyar dikim.”
Dema ku pêxember bi vê gotina “Bitenê îbadetê Allah bikin” li pêşîya wan û li dû wan hatin, wan wiha gotin: “Eger Rabbê me bixwestana (wek qasid) wê melaîketan daxistana. Bêguman em, tiştê ku hûn pê hatine şandin înkar dikin.”
Ji xeynî wehîykirinê an (axaftina) pişt perdê an jî bi îzna xwe bi şandina qasidek/melaîketek pê ve qet nabe ku Allah bi însanekî re biaxive. Bêguman ew yê ku (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Lê me di navbera wan ên berê de jî gelek pêxember şandine.
Çi dema ji wan re pêxember dihat, muheqeq wan tinazên xwe pê dikirin.
(Bi bîr bînin!) Dema Îbrahîm ji bavê xwe re got: “Bêguman ez, ji wan tiştên ku hûn îbadetê wan dikin dûr im/berî me.”
“Ew (Allah) ê ku ez xuliqandime ne tê de. Bêguman ew, wê min bigihîne hîdayetê (rastîyê).
Wî (van peyvan) li pey wî (Îbrahîm) kir kelîmeyekî mayînde da ku însan lê vegerin.
Nexêr! Hetanî pêxemberekî heq û ravekar ji nav wan were, min ew û bavên wan sûdmend kir.
Ji wan pêxemberên ku me berîya te şandine bipirse (em binêrin), me ji xeynî Rahmân qet tu îlâhên ku îbadet li wan tên kirin çêkiriye?
(Piştî ku ev bela hate serê wan) ka wê çawa şîret bigirin? Hal ev e ku ji wan re pêxemberekî vikîvekirî hatibû.
Bêguman me tu wek şahid û mizgînder û hişyarker şand.
Di (qiseya) Mûsa de (jî ayetên ku îbret jê bên girtin hene). Me ew bi delîleke vikîvekirî bi bal Fîrewn de şandibû.
Sond be me rasûlên xwe (bi delîlên) eşkere şandin. Ji bo ku însan edaletê qayîm bikin me ligel wan Kitêb û mîzan (pîvana edaletê) daxist. (Wekî din) me hesin jî daxist ku tê de hêzek mezin û ji bo însanan gelek feyde hene. Heta ku Allah, di xiyabê de (digel ku tu kes wan nabîne) ew ên alîkarîya Allah û rasûlên wî dikin derxîne holê û wan veqetîne. Bêguman Allah, (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
Sond be ku me Nûh û Îbrahîm jî şand û pêxemberîtî û Kitêb dabû zurîyetên her duyan. Ji wan hinek ehlê hîdayetê ne. Pirên wan jî fasiq in.
Piştre, rasûlên xwe yên peyrevên wan in di pey hevdu de şandin. Me Îsayê kurê Meryem jî di pey wan de şand. Me Încîl dabû wî û di qelbên wan ên bibûn tabiê wî de şefqet û merhamet çêkir. Ew ruhbanîtî (ya dest kişandina ji heyatê û bitenê meşxulîyeta bi îbadetan) wek bîdet xistine holê, me li ser wan ferz nekiribû. Ji bo bi dest xistina razîbûna Allah (di dîn de wek nûyîtîyek/nûjenîyek) kirin lê heqê wê jî pêk neanîn. Me ecira mûmînên ji nava wan daye. Pirên wan fasiq in.
Demekî Îsayê kurê Meryem jî wiha gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Bêguman ez rasûlê Allah im ku ji bo we (şandî) me. Ez Tewrata berîya xwe dirastînim û mizgînvanê wî pêxemberê me ku wê li pey min were û navê wî Ahmed e.” Gava delîlên vikîvekirî ji wan re hat wiha gotin: “Ev, sêhreke xipxûya/vikîvekirî ye.”
Welew ew ên muşrîk nerazî/nexoşnûd bin jî ji bo bi ser hemû dînan bikeve yê ku pêxemberê xwe bi heqî û bi hîdayetê şandîye ew e.
Ew ê ku ji nav ummîyan Rasûlekî ji wan re şand û (ew pêxember) ji wan re ayetên (Allah) dixwîne û wan paqij dike û Kitêb û hikmet hînî wan dike, ew e. Ew, berîya vê di rêşaşîyeke vikîvekirî de bûn.
Û ji ew ên ku ji wan in lê ew hêj negihîştine wan re jî… Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ev, lutfa Allah e. (Allah, lutfa xwe) ji kî re bixwaze dide wî. Ew Allah, xwedî lutfeke mezin e.
Qet tu guman tune, ji bo ku wiha bibêje me Nûh ji qewmê wî re şand: “Berîya ku ezabekî biêş û jan were tu wan hişyar bike.”