Bakara
Ayet: 28Rûpel: 4
Ew Allahê ku hûn mirî bûn û we vejand (ji tunebûnê heyî kir) û paşê dîsa dê we bikuje û carekî din bivejîne û piştre hûn ê lê bêne vegerandin, ka hûn çawa li dij wî dibin kafir? Piştre hûn ê bi bal wî de bêne vegerandin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 28Rûpel: 4
Ew Allahê ku hûn mirî bûn û we vejand (ji tunebûnê heyî kir) û paşê dîsa dê we bikuje û carekî din bivejîne û piştre hûn ê lê bêne vegerandin, ka hûn çawa li dij wî dibin kafir? Piştre hûn ê bi bal wî de bêne vegerandin.
Ayet: 45Rûpel: 6
Bi sebr û nimêjê (ji Allah) alîkarî bixwazin. Bêguman ev (alîkarîya bi sebr û nimêjê) ji ehlê xuşûyê pê ve li ser wan kesên din barekî mezin/giran e.
Ayet: 46Rûpel: 6
Ew in (ehlê xuşûyê) ku; bi agahîyekî qethî dizanin wê leqayî Rabbê xwe bên û ew ê lê vegerin.
Ayet: 223Rûpel: 34
Jinên we, zevîyê we ne. (Çawa ku zevî çandinî şîn dide, ew jî zarokan tînin). Hûn çawa daxwaz dikin wisa herin zevîyê xwe. Ji bo xwe amelên (ku wê di pêş de feyde bidin we) teqdîm bikin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin ku bêşik hûn ê (rojekê) rastî/leqayî wî bên. Mizginî bide mumînan.
Ayet: 245Rûpel: 38
Ma kî ye ew ê (bextewar) ku deynekî xweşik/rind bide Allah. Wê Allah jî qat bi qat zêdeyî deynê wî şûn de bide wî. Allah (rizqê we) kêm jî dike û zêde jî dike. Hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
Ayet: 285Rûpel: 48
Pêxember, bi wehîya ku ji cem Rabbê wî jê re daxistîye îmân anî. Mumînan jî (îman anîn). Hemûyan bi Allah û bi melâiketên wî û bi Kitêbên wî û bi pêxemberên wî îman anîn (û gotin:) “Em cudahî naxin navbera pêxemberên wî.” Gotin: “Me bihîst/seh kir û me îtaet kir. Rabbê me! Em efûya te dixwazin. Veger bi bal te ve ye.
Ayet: 28Rûpel: 52
Bila mumîn dev ji mumînan bernedin û kafiran ji xwe re nekin dost. Kî wiha bike (li ser navê îman û îslamê) tu têkilîya wî bi Allah re namîne. (Eger hûn endîşe bikin ku dê zerar bidin can û mal û namûsa we û hwd.) ji bo hûn xwe ji wan biparêzin (bi gotinên xwe, xwe ji wan re wek dost nîşan dayîn) ne tê de. (Heke hûn vê ruhsetê bikin hincet/bahane û cihên dibe nabe de tawîz bidin û hûn ji bo dostanîya kafiran bihemikin) Allah, hûn ji nefsa xwe dide parastin (emr dike ku hûn ji wî bitirsin). Veger ji Allah re ye.
Ayet: 55Rûpel: 56
(Bi bîr bînin!) Dema Allah gotibû: “Ya Îsâ! Ez ê te bidim wefatkirin û rakim/hilînim cem xwe û te ji kafiran (ji dek û hîleyên wan) paqij bikim. Ez ê wan ên didin pey te heta roja qiyametê di ser kafiran re bigirim. Paşê wê vegera we tenê bi bal min ve be. Di mijarên ku hûn tê de îxtîlafê dikin de ez ê hukim bikim.”
Ayet: 83Rûpel: 59
Qey ew ji dînê Allah pê ve (li dînekî din) digerin? Digel ku hemû tiştên li erd û esmanan bi dilê xwe an jî bi zorê ji wî re teslîm bûne/situxwar in?! Wê bi bal wî vê bên vegerandin (û wê hisabê karûkirinên xwe bidin).
Ayet: 18Rûpel: 110
Fille û Cihû dibêjin: “Em zarokên Allah û hezkirîyên wî ne.” Bibêje: “(Madem wisan e) çima Allah ji ber gunehên we ezab li we dike?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hûn jî beşer in ku wî hûn xuliqandîye. Ew kîjanê bixwaze mexfîret dike û kîjanê bixwaze jî ezab lê dike. Milkê erd û esmanan û yên navbera her duyan jî aîdê Allah in. Veger jê re ye.
Ayet: 48Rûpel: 115
Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur'anê) bi heqî nazil kir. Di navbera wan de bi ya ku Allah daxistîye hukim bike. Şûna heqîya ku ji te re hatîye nede dûv hewesên wan (yên ku wê te bixerifînin). Me, ji bo her yek (ummetek) ji we re şerîetek û rêbazek danîye. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ummetek (ku şerîet û rêbaza wan yek e). Lê tiştê daye we ji bo îmtîhanê/ji bo ceribandinê ye. Nexwe di xêran de pêşbazîyê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. (Allah,) xebera ew tiştên ku hûn li ser wan ketibûn îxtîlafê dê bide we.
Ayet: 105Rûpel: 124
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nefsa xwe mesûl in. Heta hûn li ser rêya rast bin, ew ên rêşaş/ên xerifî zerarê nadin we. Vegera we bi tevahî bi bal Allah ve ye. Ew, dê we ji kar û kirinên we agahdar bike.
Ayet: 36Rûpel: 131
Enceq ew ên (ji bo têbigihîjin) guhdar in îcabetê (daweta te) dikin. Yên mirî jî Allah dê wan (roja qiyametê) vejîne û paşê ber bi wî de bêne vegerandin.
Ayet: 60Rûpel: 134
Her ew e yê ku bi şev we dimirînê û bi roj jî ka hûn çi dikin pê dizane. Paşê hetanî ecelê we yê diyarkirî temam bibe we (bi roj) divejîne. Paşê vegera we jê re ye. Paşê wê agahîya karûkirinên we bide we.
Ayet: 61Rûpel: 134
Ew, li ser evdên xwe (yê ku ji her tiştî re sitû dide tewandin) Qahir e. Ji we re (melâiket) ên parêzkar dişîne. Dema yek ji we dikeve ber mirinê hingê qasidên me (meleku’l mewt) rûhê wî distînin. Û ew wezîfeyên xwe bi awayekî bêqisûr dikin.
Ayet: 62Rûpel: 134
Paşê, wê ew (rûh) ber bi Allah ve (yê ku çavkanîya heq û heqîqetê ye û) mewlayê Heq ve bên vegerandin. Baldar bin/Dîqat bikin! Hikum bitenê aîdê Allah e. Û ew, yê ku pir zû hisab dibîne/serîul hisab e.
Ayet: 108Rûpel: 140
Hûn çêran (siqêf û xeberan) bi (wan tişt) ên ku ji xeynî Allah ji wan re dûa (û pîrozwerîyê) dikin re nekin. Da ku ew jî bi nezanî û bi serxwe re çûyî ji Allah re çêran nekin. Ha wisan, me amel (ên xerab) yên her ummetekî di çavên wan de xemilandîye. Paşê vegera wan bi bal Rabbê wan ve ye. Û (Allah,) dê wan ji amelên wan agahdar bike.
Ayet: 164Rûpel: 149
“Digel ku ew Rabbê her tiştî ye, ma dibe ku ez ji xeynî Allah li Rabbekî din bigerim?” Keda/qezenca her kesî ji wî re ye. Qet tu kesê sûcdar cirma yekî din hilnagire. Paşê vegera we bi bal Rabbê we ve ye. Û ew, ji tiştên ku hûn li ser bi hev nakin (çi heq û rast e) dê we haydar bike.”
Ayet: 123Rûpel: 164
Firewn got: “Hêj min destûr nedayî, we îmân pê anî ha? Bêguman ev dafik/fend e, ji bo ku ehlê vî bajarî ji vir derxînin we (bi Mûsa re) ev kemîn danîye. Lê belê (wê çi bê serê we) hûn ê pir nêz de bibînin/fêm bikin.
Ayet: 124Rûpel: 164
“Bêguman ez ê dest û pîyên we çeprastî jêbikim û paşê ez ê we tevde daleqînim.”
Ayet: 125Rûpel: 164
Gotibûn: “Bêguman em ê vegerin cem bi Rabbê xwe ve.”
Ayet: 94Rûpel: 201
Dema ku hûn ji cîhadê vegerîyan dê werin ji we lêborîna xwe bixwazin. Bibêje: “Lêborîna xwe nexwazin! Em bi we bawerî naynin. Bêguman Allah hemû xeberên we ragihandîye me. Wê Allah û Rasûlê wî hemû kar û kirinên we bibîne û paşê hûn ê bi bal xwedîyê agahîyên xeyb û eşkerehîyê ve bên vegerandin. Dê we ji kar û kirinên we haydar bike.”
Ayet: 105Rûpel: 202
Bibêje: “Amel bikin! Allah û Rasûlê wî û mumînan dê kar û kirinên we bibînin. (Paşê) hûn ê bal bi agahîyên xeyb û eşkerehîyê ve bên vegerandin. Ew ê jî wê agahîya kar û kirinên we bide we.”
Ayet: 4Rûpel: 207
Vegera we hemûyan bi bal wî (Allah) ve ye. Weada Allah heq e. Ew (Allah) dest bi xuliqandinê dike, paşê ji bo ku bi edaletî mikafata wan bide wan, (piştî mirinê) ew ên ku îmân anîne û amelên salih kirine (divejîne û) dixuliqîne ew e. Ew ên kafir jî ji ber ku bûne kafir ji wan re ji ava kelandî vexwarinek û ezabeke biêş û jan heye.
Ayet: 22Rûpel: 210
Ew ê ku we di ber û behrê de digerîne ew e. Heta dema ku hûn di keştîyê de bin, bayekî xweş (wan ên di keştîyê de ne) bikişîne û çaxê ew jî ji vê rewşê kêfxweş bibûn; ji nîşka ve bayekî gur/dijwar bi keştîyê digire û ji her alî de pêl bêne ser wan û êdî guman kirine ku bi pêlan hawîrdor dorpêç bûne. (Ha wê gavê) êdî bi nîyeteke xalis ji Allah re dûa dikin. (Û dibêjin:) “Sond be eger tu me ji vê (tengezarîyê) xelas bikî, bêguman em ê bibin ji şikurdaran.”
Ayet: 23Rûpel: 210
(Lê) dema Allah wan xelas dike (soza xwe nagirin û) li ser rûyê erdê bi neheqî dest bi aşirîtîyê/pîrolîtîyê dikin. Gelî însanan! Pîroletîya/aşirîtîya we di aleyha we de ye. Ev xweşîyek heyata dinyayê ye (hûn demeke kurt jê feyde digirin), paşê vegera we bi bal me ve ye. Em ê we ji karên we agahdar bikin.
Ayet: 30Rûpel: 211
Ha li wir, her nefs ji ber amelên xwe yên berê de wê bikişin hisabê. Paşê wê bi bal Allahê ( heq û heqîqetê) El-Haq ve bên vegerandin û ew tiştên ji ber xwe ve lihev anîne jî ji wan dûr dikevin/winda dibin.
Ayet: 46Rûpel: 213
(Eger em bixwazin, ew (ezab) ê ku me ji wan re wead kiriye em ê qismekî jê nîşanî te bidin an jî em ê te bimirînin (dîtina te wê bimîne axîretê). (Di her halukarî de) vegera wan bi bal me ve ye. Paşê Allah li ser ya ku ew dikin şahid e.
Ayet: 55Rûpel: 214
Baldar bin/Dîqat bikin! Hemû tiştên li erd û esmanan aîdê Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Weada Allah heq e. Lê pirên wan nizanin.
Ayet: 56Rûpel: 214
Ew vedijîne û dimirîne. Û hûn ê bi bal wî de bên vegerandin.
Ayet: 69Rûpel: 215
Bibêje: “Ew ên di heqê Allah de bi lihevanîna derewan bêbextîyan dikin nagihîjin xelasîyê.”
Ayet: 70Rûpel: 215
Wê demeke hindik ji dinyayê feyde bigirin û paşê vegera wan bi bal me ve ye. Piştre ji ber kufra wan ve em ê ezabekî biêş û jan bi wan bitamînin.
Ayet: 4Rûpel: 220
Vegera we bi bal Allah ve ye. Ew qadirê her tiştî ye.
Ayet: 29Rûpel: 224
“Gelî qewmê min! (Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we qet malekî naxwazim. Heqê min aîdê Allah e. Ez mumînan ji cem xwe naqewirînim. Bêguman ew ê derkevin hizûra Rabbê xwe. Lê ez dibînim/bawerim ku hûn qewmekî cahiltî dikin in.”
Ayet: 34Rûpel: 224
“Eger Allah daxwaz kiribe ku we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî şîretên min bi kêrî we nayên. Ew Rabbê we ye û hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Ayet: 88Rûpel: 230
Gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn çi difikirin? (Ka bibêjin!) Eger ez ji cem Rabbê xwe li ser delîlekî bim û wî jî ji bal xwe ve min bi rizqekî xweşik xelat kiribe? Naxwazim tiştên ku min ji we re qedexe kiriye (ez bikim û) muxalefeta we bikim. Meqseda min bitene ew e ku bi qasî quweta xwe islah bikim. Muweffeqîyeta min (bi alîkarîya) Allah e. Min tewekkulê wî kiriye û ber bi wî de vedigerim.”
Ayet: 30Rûpel: 252
Her wiha me tu ji ummetekî re (bi rîsalet) şandî ku berî wan gelek ummet borîne û ji bo ku me tiştê ji te re wehîy kiriye tu ji wan re bixwînî. Lê ew Rahmân înkar dikin. Bibêje: “Ew Rabbê min e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min bi tenê tewekkulê wî kiriye û toba min/vegera min jî jê re ye.”
Ayet: 36Rûpel: 253
Ew ên ku me Kitêb dane wan bi wê (Qur'an) a ku me ji te re nazil kiriye kêfxweş dibin. Lê komek di nava wan de heye ku qismekî jê înkar dikin. Bibêje: “Li min hatîye emirkirin ku ez ji Allah tenê re îbadet/evdîtî bikim û qet tu tiştekî ji wî re nekim şirîk. Ez bi tenê dawetî wî dikim û vegera min jî jê re ye.”
Ayet: 40Rûpel: 307
Bêguman em ê bibin warisê erdê û tiştên li ser rûyê wê. (Wê herkes bimire û tiştên ku me daye wan wê dîsa ji me re bimîne) û wê li me bên vegerandin.
Ayet: 35Rûpel: 323
Wê her nefs mirinê bitamine/biçêjîne. Em we bi şer û bi xêr îmtîhan dikin. Û hûn ê li me bên vegerandin.
Ayet: 92Rûpel: 329
Bi rastî ev ummeta we, yek ummetek tenê (ummeta îslâmê) ye. Ez jî Rabbê we me. (Nexwe) ji min re îbadet bikin.
Ayet: 93Rûpel: 329
Wan karên xwe/dînê xwe di navbera xwe de kirin parçe parçe/ketin îxtîlafê. Lê ew hemû wê li me vegerin.
Ayet: 48Rûpel: 337
Gelek bajarên digel ku xelkê wan zilim dikirin min muhlet da wan û paşê min ew (bi ezab) helak kirin. Veger her bi bal min ve ye.
Ayet: 60Rûpel: 345
Û ew ên digel (hemû mesûlîyetên) li ser wan pêwist e dikin, ji ber ku wê vegerin bi bal Rabbê xwe ve (li ser dibetîya kirina amelekî nelêhatîya ezameta Allah an jî amelên ku kirine ji wan qebûl nebe) qelbê wan dilerize/direcife,
Ayet: 115Rûpel: 348
“Nexwe we zen dikir ku me hûn bêhûde/belesebep xuliqandine û hûn ê nezivirin hizûra me?”
Ayet: 64Rûpel: 358
Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman çi tiştên li erd û esmanan hene hemû aîdê Allah in. (Ew) tiştên ku hûn li ser in muheqeq pê dizane. Ew roja ku wê lê bêne vegerandin dê wan ji karên wan agahdar bike. Allah, zanayê her tiştî ye.
Ayet: 49Rûpel: 368
(Firewn) got: “Berîya ku min destûr daye we hûn îman pê tînin?” Bêguman ew mezinê we ye ku sêhr hînî we kiriye. Pir nêz de hûn ê bibînin/fêm bikin (Ka ez ê çi bînim serê we). Muheqeq ez ê dest û lingên we çeprastî jê bikim û ez ê we daleqînim.”
Ayet: 50Rûpel: 368
Gotin: “Qet ne muhîm e! Bêşik vegera me ji Rabbê me re ye.”
Ayet: 38Rûpel: 389
Firewn got: “Gelî giregiran! Ez ji bo we ji xwe pê ve îlâhekî din nas nakim. Ya Haman! Rabe li ser herîyê ji bo min agir pêxe û ji min re bircekî ava bike. Hêvî dikim ku ez (derkevim ser û) xwe bigihînim îlâhê Mûsa! Lewre ez bawer im ku ew teqez ji derewkaran e.”
Ayet: 39Rûpel: 389
Ew û leşkerên xwe li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin. Û ji wan we ye ku wê li me nevegerin.
Ayet: 88Rûpel: 395
Ligel Allah ji îlâhekî din re dûa neke. Ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Ji xeynî wî wê her tişt helak bibe. Hukim bitenê aîdê wî ye. Hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
Ayet: 16Rûpel: 397
(Me) Îbrahîm jî (ji qewmê wî re şand). Wê demê ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ji Allah re îbadet bikin û ji wî bitirsin û xwe biparêzin. Eger hûn bizanibin ev ji bo we ya herî bixêrtir e.”
Ayet: 17Rûpel: 397
“Hûn dev ji Allah berdidin û ji hinek pûtan re perestîyê dikin û derewên ku bêbinî ne lihev tînin. Bêguman ew ên ku hûn dev ji Allah berdidin û perestîyê ji wan re dikin, ne xwedî tu hêzî ne ku ew hûn birizqînin. Rizqê xwe li cem Allah bigerin/bixwazin. Îbadetê wî bikin û jê re şikur bikin. (Lewre di axir de) hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Ayet: 21Rûpel: 397
(Ew) her kî bivê dide ezabê û kî jî bivê merhamet lê dike. Hûn ê li wî bêne vegerandin.
Ayet: 57Rûpel: 402
Her nefs/her can wê mirinê tam bike/biçêje. Paşê hûn ê bi bal me de bên vegerandin.
Ayet: 11Rûpel: 404
Allah destpêka xuliqandinê dike, paşê (bi vejandinê) wê dubare dike. Piştre hûn bi bal wî ve tên vegerandin.
Ayet: 14Rûpel: 411
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hildigire û veqetana wî (ji şîr jî) di nav du salan de ye. Ji min re û ji dê û bavê xwe re şikur bikin. Veger bi bal min ve ye.
Ayet: 15Rûpel: 411
Di şirîk çêkirina ji min re tiştê ku zanîna te pê tune de eger te bidin zorê, îtaeta wan neke. (Lê) di dinyayê de bi wan re bi xweşî derbas bike. Bibe tabîê wî kesî ku berê xwe daye min! Paşê vegera we bi bal min ve ye û ya ku we dikir ez ê we pê agahdar bikim.
Ayet: 22Rûpel: 412
Kî jî wek muhsîn/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dike, xwe teslîmî Allah bike muheqeq wî xwe bi qulpeke herî zexim (bi kelîmeya tewhîdê) ve zeliqandîye. Aqubeta hemû karan digihîje Allah.
Ayet: 23Rûpel: 412
Kî jî bibe kafir bila kufra wî te xemgîn neke. Vegera wan bi bal me ve ye û em ê ya ku wan dikirin em ê wan pê agahdar bikin. Bêguman Allah ya ku di singan de ye dizane.
Ayet: 10Rûpel: 414
Gotin: “Dema em li ser rûyê erdê winda bibin (û tevlî axê bibin), ma em ê bi xuliqandineke ji nû ve (dîsa) bên xuliqandin?” Berevajî, ew leqayîhatina Rabbê xwe înkar dikin.
Ayet: 11Rûpel: 414
Bibêje: “Ew melaîketê mewtê (ku wekîlê rûhstendinê ye) dê we bimirîne. Paşê jî hûn bi bal Rabbê xwe ve tên vegerandin.”
Ayet: 18Rûpel: 435
Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Kesê ku barê wî (yê gunehan) giran e, ji bo (barê wî) hilgire gazî yekî din bike eqrebayê wî be jî gunehê wî lê nayê barkirin. Tu bitenê ew ên (digel ku nabînin an jî tu kes wan nabîne) di xeybê de ji Rabbê xwe ditirsin û nimêja xwe rasterast dikin hişyar dikî. Kî jî xwe pak bike, enceq ji bo xwe paqij dibe. Veger bitenê bi bal Allah ve ye.
Ayet: 20Rûpel: 440
Zilamek ji wî alîyê bajêr ve bezîya hat û got: “Ya qewmê min! Tabiê van qasidên şandî/mursel bibin.”
Ayet: 21Rûpel: 440
“Tabiê wan kesên ku ji we qet tu heqdestekî naxwazin bibin. Ewana, kesên ku gihîştine hîdayetê ne.”
Ayet: 22Rûpel: 440
(Ka bibêjin:) “Ma çi li min qewimîye ku ez îbadetê li wî yê ku min xuliqandîye nekim? Hûn hemû bi bal wî ve bên vegerandin.”
Ayet: 31Rûpel: 441
Qey ew wan qewmên berîya wan ku me ew helak kirine û careke din li wan nevegerîyane, nabînin?
Ayet: 32Rûpel: 441
Muheqeq ew hemû wê di hizûra me de bên amade kirin.
Ayet: 53Rûpel: 442
Bitenê qîrînek û hew! Hemû di heman demê de di hizûra me de tên amade kirin.
Ayet: 83Rûpel: 444
Ew (Allah) ê ku desthilatî û serwerîyê di dest xwe de digire, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Hûn ê bi bal wî ve bêne vegerandin.
Ayet: 7Rûpel: 458
Eger hûn beralîyê kufrê bibin, bêşik hewcedarîya Allah bi we tune û ew ji bo evdên xwe bi kufrê qayîl nabe. Hûn şikur bikin wê jê (ji şukra we) razî bibe. Qet tu gunehkarek, gunehê kesekî din nakişîne. Paşê vegera we bal bi Rabbê we ve ye. Ew, hûn ji karûkirinên we agahdar dike. Lewre ew, tiştê di dilan de veşartî ye dizane.
Ayet: 43Rûpel: 462
Nexwe ji xeynî Allah (wan ji bo xwe) hin şefaetvanan girtine? Bibêje: “Digel ku ew (ji bo şefaetê) ne xwedî (raye) ne û (li ser îbadeta we ya ji wan re) hiş di ber de nabin jî (hûn ê dîsa wan ji xwe re bikin şefaetvan)?”
Ayet: 44Rûpel: 462
Bibêje: “Hemû şefaet aîdê Allah e. Serwerîya/ nemirîye erd û esmanan aîdê wî ye. Paşê hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.”
Ayet: 43Rûpel: 471
“Çare nîne! Ew tiştê hûn min gazî dikinê ne li dinyayê û ne jî li axîretê qet tu rûmet û gerewa wan tune. Vegera me bi bal Allah ve ye. Yên ji hedê xwe borîne, ewana ehlê agir in.”
Ayet: 77Rûpel: 474
Sebir bike! Weada Allah heq e. Dixwazî qismek (ezab) a ku me li wan wead kiriye em nîşanî te bidin an jî berîya (tu bibînî) em te bimirînin (ferq nake). Ew ê bi bal me ve bên vegerandin (wê ezaba ku pê hatine tehdîdkirin bitamînin).
Ayet: 19Rûpel: 477
Roja dijminên Allah tên vejandin û li hevdu tên civandin, ew bi awayê di kontrolê de ber bi agir ve tên sewqkirin.
Ayet: 20Rûpel: 477
Dema ku ew têne wê derê, guhên wan û çavên wan û çermên wan der barê amelên (li ser xerabîyên) wan di aleyha wan de şahidîyê dikin.
Ayet: 21Rûpel: 478
Ew ji çermên xwe re dibêjin: “We çima di aleyha me de şahidî kir?” Dibêjin: “Ew Allahê ku her tiştî dide axaftin em jî dane axaftin. Yê ku cara pêşîn hûn xuliqandin ew e û hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.”
Ayet: 10Rûpel: 482
Hûn di her kîjan mijarê de îxtîlaf bikin, (di wê mijarê de) hukim aîdê Allah e. Rabbê min Allah ev e. Ez bitenê tewekkulê wî dikim û bitenê berê xwe didim wî.
Ayet: 14Rûpel: 483
Ew piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber ji harîtî/hesûdî/çavnebarîya xwe, di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Eger heta demeke diyarkirî ew ehda ku Rabbê te dabû nebûya, wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ew ên di pey wan de ji Kitêbê re bibûn waris, di nava gumanekî de ne ku bêaramîtî dide wan.
Ayet: 15Rûpel: 483
Tu (bi bal tewhîdê ve) bivexwîne/dawet bike. Wekî ku tu pê hatî fermankirin rasterast be. Nebe tabiê hewayên/hewesên wan. Û bibêje: “Min, bi her Kitêba ku Allah daxistîye îman anî. Ez di navbera we de bi (hukimdayîna li ser) edaletê hatime emirkirin. Allah, Rabbê me û Rabbê we ye jî. Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ne. Di navbera me û we de huccet (delîl anîna wek bi berhemberî û nîqaş) nîne. (Lewre heq, vikîvekirî li holê ye.) Allah, wê me hemûyan li cem hev bicivîne. Veger jê re ye.
Ayet: 12Rûpel: 489
Ew (Allah) ku; hemû cotan xuliqandîye û ji keştîyan û heywanan (siwareyên ku) hûn ê lê siwar bibin heyî kir.
Ayet: 13Rûpel: 489
Ji bo ku hûn li pişta wan siwar bibin û paşê dema hûn bi cih bûn nîmetên Rabbê xwe bi bîr bînin (û wiha bibêjin:) “Ew Allahê ku ev daye bin xizmeta me ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexwe) quweta me nedigihîşte vê.”
Ayet: 14Rûpel: 489
(Ji bo ku hûn bêjin:) “Û bêguman em ê bi bal Rabbê xwe ve bên vegerandin.”
Ayet: 84Rûpel: 494
Îlâhê li esman jî û îlâhê li erdê jî ew e. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 85Rûpel: 494
Ew (Allah) ê ku erd û asîman û tiştên di navbera wan de aîdê wî ne, çiqas berz/bilind e. Agahîya qiyametê li cem wî ye û hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
Ayet: 43Rûpel: 519
Bêguman em, divejînin û dimirînin. Û veger bi bal me ve ye.
Ayet: 39Rûpel: 526
Bêşik ji însan re, ji keda wî pê ve tiştekî din tune.
Ayet: 40Rûpel: 526
Û qet tu guman tune ku wê keda wî di pêş de bê dîtin.
Ayet: 41Rûpel: 526
Paşê wê di muqabilê keda wî de berdêlekî bêkêmasî bê dayîn.
Ayet: 42Rûpel: 526
Û bêguman çûyîna qazi (nuqteya dawî), wê bi bal Rabbê te ve be.
Ayet: 4Rûpel: 548
Ji we re di Îbrahîm û (mûmîn/rasûl) ên ligel wî de nimûnetîyeke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: “Em, ji we û ji wan ên ku hûn ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin dûr in/berî ne. Em we tekfir dikin (em we û rêya ku hûn li ser in red dikin). Heta ku hûn îman bi Allah tenê bînin di navbera me û we de kîn û neyartîyeke bêdawî dest pê kiriye.” Lê ew peyv ne tê de, ku Îbrahîm ji bavê xwe re (wiha) gotibû: “Bêşik ez ê ji bo te ji Allah daxwaza mexfîretê bikim. (Lê) li dij Allah qet tu feyda/sûda min nagihîje te.” Rabbê me! Me bitenê tewekkulê te kiriye û me berê xwe daye te û vegera me jî bitenê ji te re ye.
Ayet: 6Rûpel: 552
Bibêje: “Gelî Cihûyan! Eger hûn pêbawer in ku ji hemû însanan hûn bitenê dostên Allah in û hûn di vê (îdîaya xwe) de rastbêj in, de heydê mirinê daxwaz bikin (em bibînin).”
Ayet: 7Rûpel: 552
Lê belê ji ber karûkirinên xwe yên ku teqdîm kirine (ji ber amelên xwe yên xerab) ew tu carî/ebedîyen mirinê naxwazin. Allah, bi zaliman dizane.
Ayet: 8Rûpel: 552
Bibêje: “Ew, mirina ku hûn jê direvin, qet tu guman tune ku wê bigihîje we. Paşê hûn ê bi bal (Allah) ê xwedî agahîya (alema) xeybê (ya nexuya) û (alema) şehadetê (ya eşkere) dizane ve bên vegerandin û wê ji karûkirinên we hûn agahdar bike.”
Ayet: 3Rûpel: 555
Erd û esmanan bi heqî xuliqandîye. Sûret/sîma da we û sûretên we xweşik kiriye. Veger bitenê jê re ye.
Ayet: 26Rûpel: 577
Qet/Tu car! (Êdî dev ji kufr û inyadê berdin!) Gava rûh bigihîje hestîya gewrîyê.
Ayet: 27Rûpel: 577
Dema tê gotin: “Kes heye ku (nexweşîna mirinê) tedawî/sax bike?”
Ayet: 28Rûpel: 577
Êdî dizane ku ev veqetaneke (qethî) ye.
Ayet: 29Rûpel: 577
Dema ku (ji tirsan) pîyên wî li hev difetilin/li hev digerin.
Ayet: 30Rûpel: 577
Ew roj wê (însan) bi bal Rabbê te ve bêne ajotin.
Ayet: 25Rûpel: 592
Qet guman tune, vegera wan bi bal me ve ye.
Ayet: 26Rûpel: 592
Paşê, hisabdîtina wan jî li ser me ye.
Ayet: 6Rûpel: 597
Qet/Tu car! Qet guman tune, însan bitir dibe.
Ayet: 7Rûpel: 597
Dema ku xwe wek mustexnî (wekî ku ne hewcedarê tu kesî ye û têra xwe dike) dibîne.
Ayet: 8Rûpel: 597
Qet guman tune, veger bi bal Rabbê te ve ye.