Âl-i İmrân
Ayet: 10Rûpel: 50
Bêguman ew ên ku kafir in mal û zarokên wan li cem Allah tu feyde nadin wan. Ew bixwe ardûya/şewateya cehennemê ne.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 10Rûpel: 50
Bêguman ew ên ku kafir in mal û zarokên wan li cem Allah tu feyde nadin wan. Ew bixwe ardûya/şewateya cehennemê ne.
Ayet: 11Rûpel: 50
(Rêya wan) weke rêya xanedana Firewn û yên berîya wan (kafiran in ku dema ezaba Allah hat mal û ewladên wan tu feyde neda wan) in. Wan ayetên me derewandin/tekzîb kirin. (Li ser vê yekê) Allah jî ji ber gunehên wan ew zeft kirin. Allah, ew ê ku ezabê wî pir dijwar e.
Ayet: 137Rûpel: 66
Berî we jî gelek sunnet (şerîet û qanûnên neguherbar ku Allah der heqê qewmên qenc û xerab de tetbîq kiriye) bihûrîne. Li ser erdê bigerin û binêrin ka aqubeta mukezziban (ew ên derewandine) çawa bûye (bibînin).
Ayet: 10Rûpel: 108
Ew ên înkar kirine û ayetên me derewandine jî; ehlê wê agirê bi alav in.
Ayet: 86Rûpel: 121
Ew ên ayetên me înkar kirine û derewandine jî ehlê agirê bi alav in.
Ayet: 11Rûpel: 128
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û aqubeta ew ên derewandine çawa bûye bibînin.”
Ayet: 21Rûpel: 129
Ma ji wî kesî ku bi lihevanîna derewan bêbextîya li Allah dike û ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Bêguman ji wan ên zilimkar re felah/xelasî tune.
Ayet: 39Rûpel: 131
Ew ên ayetên me derewandine, ker û lal ên di nava tarîtîyê de ne. Allah kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze digihîne ser rêya rasterast.
Ayet: 49Rûpel: 132
Ew ên ku ayetên me derewandine jî ji ber fisqên (gunehên) ku kirine wê ezab bi wan bigire.
Ayet: 148Rûpel: 147
Ew ên ji Allah re şirîkan çêdikin wê bibêjin: “Eger Allah bixwesta ne me û ne jî bav û kalên me (jê re) şirîk çêdikir. Û me tiştek jî heram nedikir. Ew (muşrîk) ên berî wan (jiyîbûn) jî heta ezabê me tehm kirin bi vê awayê derewandin. Bibêje: “Li cem we ilmekî ku hûn ji me re têxin holê heye? Hûn bitenê didin pey zenê û hûn tenê bi texmîn kar/îş dikin.”
Ayet: 157Rûpel: 148
An jî ji bo ku hûn nebêjin: “Kitêb ji me re bihata daxistin em ê ji wan zêdetir li ser rêya rast bûna.” Bi rastî ji we re ji Rabbê we delîleke apeşkere û hîdayet û rahmet hatîye. Ma ji wî kesê ku ayetên Allah diderewîne û rûyê xwe jê vedigerîne (an jî ji bo ku însanan ji rêya heq vegerîne li ber xwe dide) zalimtir kî heye? Ew ên ji ayetên me rû vegerandine ji ber rûvegerandina wan em ê wan bi ezabekî herî xerab ceza bikin.
Ayet: 36Rûpel: 153
Lê ew ên ayetên me derewandine û li hemberî wan quretî kirine ehlê agir in û ew di wir de ebedî dimînin.
Ayet: 37Rûpel: 153
Ma ji wî kesê ku bi lihevanîna derewan bêbextî li Allah dike an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Nesîbê wan ê di Kitêbê de (xêr û şer a ji bo wan hatîye teqdîr kirin) digihîje wan. Dema ji bo can stendinê qasidên me tên cem wan dibêjin: “Kanê ew ên we ji Allah pê ve ji wan re dûa/lavahî dikirin?” Dibêjin: “Wan em (terk kirin û) winda bûn, çûn.” Û di aleyha nefsa xwe de şahidî dan ku kafir bixwe ne.
Ayet: 38Rûpel: 154
(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”
Ayet: 39Rûpel: 154
Ew ên pêşîn jîyîne ji wan ên paşîn re wê bibêjin: “Hûn ji me qet ne çêtir in/ne serdest in. Di berdêla tiştên ku we bi dest xistîye ezabê bitamînin.”
Ayet: 40Rûpel: 154
Bêguman ew ên ayetên me derewandine û li hemberî wan quretîyê dikin… Ji bo wan derîyên asîman venabe (dema dimirin rohê wan ji hêla/alîyê ehlê semayê ve bi xweşhalî/bi xoşnûdî nayên pêşwazkirin) û heta deve di qula derzîyê de derbas nebe nikarin têkevin cennetê. Em gunehkarên mucrîm wiha didin cezakirin.
Ayet: 41Rûpel: 154
Ji wan re ji cehennemê doşekekî (bi alav) û li ser wan jî lihêfekî ji agir (ku wan dinixumîne) heye. Ha em zilimkaran wiha didin cezakirin.
Ayet: 64Rûpel: 157
Wî derewandin. Me jî wî û ew ên bi wî re di keştîyê de bûn xelas kirin û ew ên ayetên me înkar dikirin jî xeniqandin. (Lewre) ew qewmekî kor bûn (heqîqetê nedidîtin).
Ayet: 72Rûpel: 158
Me ew û ew ên bi wî re bi rahmetekî ji terefê xwe xelas kirin. Ew ên ayetên me derewandibûn jî me (koka wan qirand û) paşîya wan anî. Ew ne mumîn jî bûn.
Ayet: 92Rûpel: 161
Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); her wekî ku qet li wê derê bi dewlemendî bi cih nebibin... Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); ew ên esil bi xusranê ve ketibûn ew bixwe bûn.
Ayet: 96Rûpel: 162
Eger ehlê wan welatan îmân bianîna û xwe (ji Allah) biparastana, me yê di ser wan de ji erd û esmanan (derîyê) bereketê vekira. Lê wan derewandin. Me jî ji ber tişt (guneh) ên ku bi dest xwe xistibûn bi (ezab) wan girt.
Ayet: 136Rûpel: 165
(Li ser vê yekê) me heyf ji wan sitend. Ji ber ku ayetên me derewandin û li hember wan xafil bûn me ew di avê de xeniqand.
Ayet: 146Rûpel: 167
Ew kesên li ser rûyê erdê bi neheqî quretî û pozbilindî dikirin ez ê (wan) ji ayetên xwe vegerînim. (Wê bêpêwend/bêeleqe/guhnedêr bimînin û ew seh bikin jî fêm nakin.) Ew, hemû ayetan bibînin jî îmân naynin. Ew rêya rûşd/rast/avakirinê bibînin jî wê ji xwe re nakin rê (û pê de naçin). Lê ew rêya çewtîyê/şaşîtîyê/xerabîyê bibînin (di heman demê de dipejirînin û) ji xwe re wek rê digirin. Ev, ji ber ku ayetên me derewandibûn û ji wan xafil mabûn e.
Ayet: 147Rûpel: 167
Ew ên ayetên me û liqayî hatina axîretê derewandine; amelên wan pûç û betal bûye. (Qey li hêvîya çi bûn?) Ma wê ji amelên xwe pê ve bi tiştekî din bihatana cezakirin?
Ayet: 176Rûpel: 172
Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.
Ayet: 177Rûpel: 172
Mîsala ew ên ayetên me tekzîb kirine û bi tenê li xwe zilim kirine çi qas xerab e.
Ayet: 182Rûpel: 173
Ew ên ayetên me tekzîb dikin jî em ê ji cihekî ku pê nizanin wan gav bi gav/hêdî hêdî nêzîk (î helakê) bikin.
Ayet: 183Rûpel: 173
Ez muhletê didim wan. Kemîna min (ji bo wan danîye û wan gav bi gav nêzî ezabê dike) pir zexim e.
Ayet: 184Rûpel: 173
Ma ew qet nafikirin? Ku di hevalê wan (ew Nebîyê ji wan re hatîye şandin) de qet tu dînîtî tune. Ew, her hişyarkerekî eşkere ye.
Ayet: 185Rûpel: 173
Li melekûta erd û esmanan (ku bi ayetên bê jimar xemilandî ye û însanan heyirî dihêle) û li mexluqatên Allah û li îhtîmala ku mirina wan nêz bûye re narênin û nafikirin? Ma ew (piştî ku bi vêya bawer nekirin) êdî wê bi kîjan peyvê bawer bikin?
Ayet: 186Rûpel: 173
Allah her kî bixerifîne êdî yê ku wî hîdayet bike tune. Wan di nava tuxyanê de bi şaşîtî dihêle.
Ayet: 53Rûpel: 183
Ev, ji ber vê ye: Heta qewmek nîmeta ku Allah daye wan ew bixwe neguherînin, (Allah) nîmeta li ser wan naguherîne. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 54Rûpel: 183
Weke rewşa malbata Firewn û yên berîya wan (jîyîne)... Wan, ayetên Rabbê xwe înkar kiribûn. Me jî ji ber gunehên kiribûn wan helak kir û me malbata Firewn xeniqand. Hemû jî zalim bûn.
Ayet: 17Rûpel: 209
Ma ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne/dihêne an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Bêguman ew mucrîmên gunehkar nagihîjin felahê/xelasîyê.
Ayet: 45Rûpel: 213
Roja ku wan (vedijîne û) li hev kom dike, her wekî (li dinyayê) ji xeynî seateke rojê qet li wir nesekinîbin. Wê hevdû nas bikin. Bêguman ew ên leqayîbûna/derketina hizûra Allah derewandine di xusranê de ne. Ewana rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 73Rûpel: 216
Wî derewandin/tekzîb kirin. Me jî ew û ew ên bi wî re di keştîyê de bûn xelas kirin û ew (li ser rûyê erdê) kirin xelîfe. Me ew ên ayetên me derewandin jî di avê de xeniqand. De binêre ka aqûbeta wan ên hatine hişyarkirin çawa bûye!
Ayet: 36Rûpel: 270
Sond be, me ji her ummetê re ji bo ku bibêjin (teblîx bikin): “Ji Allah re îbadet/evdîtî bikin û xwe ji taxût biparêzin.” pêxemberek şand. Bi vî awayî Allah hinekên wan hîdayet kir û li ser hinek ji wan jî rêşaşîtî heq bû. Li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta derewkaran/mukezziban çawa bûye bibînin.
Ayet: 113Rûpel: 279
Sond be, ji nava wan ji wan re pêxemberek hat. (Lê belê) ew derewandin. Ew hêj di wê rewşê de bûn ku zilma xwe didomandin ezab bi wan ve girt.
Ayet: 57Rûpel: 338
Heçî ew ên înkar kirine û ayetên me derewandine, ha ji wan re ezabekî riswaker heye.
Ayet: 33Rûpel: 343
Di nava qewmê wî de ew giregirên ku rasthatina axîretê înkar dikirin û diderewandin û ew ên bi refah û dewlemendîyê me di heyata dinyayê de me ew rûdayî/mutref kiribûn wiha gotin: ““Ev ê ha, enceq mirovekî wekî we ye. Ew ji ya ku hûn jê dixwin dixwe û ya ku hûn jê vedixwin vedixwe.”
Ayet: 47Rûpel: 344
Gotin: “Erê ma bi du mirovên wekî xwe ku qewmê wan bixwe jî evdîtîya me dikin, em ê îman (bi wan) bînin?”
Ayet: 48Rûpel: 344
Wan derewandin û bûn ji wan ên helakbûyî.
Ayet: 11Rûpel: 359
(Nexêr, ne wisan e!) Jixwe wan roja qiyametê jî derewandibûn. Û me ji bo yên roja qiyametê derewandine re agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Ayet: 25Rûpel: 361
Esman bi ewran re wê rojê bibe parçe û melâîket jî di pey hev re bên daxistin.
Ayet: 26Rûpel: 361
Ew roj, hakimîyet/serwerî ya heq aîdê Rahmân e. Û ew, ji bo kafiran rojeke pir zor e.
Ayet: 27Rûpel: 361
Kesê zalim wê rojê destê xwe gez dike û wiha dibêje: “Xwezî min bi pêxember re bi rêyekî bigirta (ez bibûna tabiê wî)!”
Ayet: 28Rûpel: 361
“Xwelî li serê min be! Wey ev çi hate serê min! Xwezî min filankes ji bo xwe dost negirtiba.”
Ayet: 29Rûpel: 361
“Sond be, piştî ku ew zikir/Qur'an ji min re hat, wî ez ji wê averê kirim. Şeytan (pêşî weadan dike û piştre) însanan di nîvê rê de bêalîkarî dihêle.”
Ayet: 30Rûpel: 361
Pêxember dibêje: “Rabbê min! Bêguman qewmê min, ev Qur'an terikandî hiştin.”
Ayet: 31Rûpel: 361
Her wiha me ji her pêxemberî re dijminekî ji gunehkarên mucrîm/sûcdar çêkir. Wek rehber û alîkar Rabbê te bes e.
Ayet: 32Rûpel: 361
Kafiran gotin: “De bila Qur'an bi yekcar li ser wî nazil bibûya!” Me bi vê awayê (beş bi beş) daxist da ku em qelbê te qewî bikin. Û me ew li ser tertîlê/giran giran xwend.
Ayet: 33Rûpel: 362
Ewana çi dema (ji bo ku delîlan pûç bikin bi te re bikevin nîqaşê û) ji te re mîsalek anîbin, me jî (wek bersiv) ji te re heqîyê û beyaneke herî xweşiktir anîye.
Ayet: 34Rûpel: 362
Ew ên ku bi deverû/serdevkî ber bi cehennemê ve têne ajotin/civandin. Evana ew in ku yên cihwarê wan herî xerab û rêya wan jî herî averêtir in.
Ayet: 35Rûpel: 362
Sond be, me Kitêb da Mûsa û birayê wî Hârûn jî jê re kiribû alîkar.
Ayet: 36Rûpel: 362
Me got: “Herin cem wî qewmê ku ayetên me derewandine.” Axir me ew (qewm) serûbin kir.
Ayet: 37Rûpel: 362
Dema ku qewmê Nûh pêxemberên xwe derewandin, me wan (di tofanê de) xeniqand û me wan ji bo însanan kir ayetek (da ku jê îbret bigirin). Me ji bo zaliman ezabekî biêş û jan amade kiriye.
Ayet: 38Rûpel: 362
Me Âd û Semûd û ehlê Ress û gelek qewmên di navbera wan de (jîyîne) jî (helak kir).
Ayet: 39Rûpel: 362
Me ji her yekî ji wan re mîsal (ên ku pê şîret bigirin û beralîyê heqîyê bibin) daye. (Dema di înkarê de serhişkî kirin) me (bi ezabê) qela hemûyan anî.
Ayet: 77Rûpel: 365
Bibêje: “Eger dûayê we nebûna ka li îndallah/li cem Allah wê çi qedrê we hebûna? Lê we derewand. (Di berdêla derewandina we de wê ezab ji bo we) bibe çarenîn/jênerev.”
Ayet: 139Rûpel: 372
Wî derewandin, me jî ew helak kir . Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Ayet: 189Rûpel: 374
Wî derewandin. Ezabê rojeke bi sî/bi ewr wan girt. Bêguman ew ezabê rojeke mezin bû.
Ayet: 83Rûpel: 383
Wê roja em ê ji her ummetê civakek (pêşeng) ku ayetên me diderewînin heşir bikin û wê (ber bi cehennemê ve) bêne ajotin.
Ayet: 84Rûpel: 383
Ew, dema ku tên (e hizûrê) wê (Allah) bibêje: “Digel ku we heqîqeta ayetên min fêm nekiribû jî we ew derewandin ha? (De ka hûn bibêjin) we çi amel dikir/we ji bo çi ayetên min înkar dikir?”
Ayet: 85Rûpel: 383
Ji ber zilimkarîya wan qewl/ezab hatîye serê wan û êdî ew nikarin biaxivin.
Ayet: 36Rûpel: 399
(Me) ji Medyen re jî birayê wan Şuayb (şand). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadet bikin! Roja axîretê (ji sewab girtina ji Allah) hêvîdar bin. Bi fesadîya li ser rûyê erdê tevdanê/bênîzamîyê/zêde pê de çûnê nekin/dernexin.”
Ayet: 37Rûpel: 399
Wî derewandin. (Li ser vê) erdhêjeke erjeng/tirsnak bi wan girt û di warê xwe bixwe de çokdayî man.
Ayet: 68Rûpel: 403
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan li hev tîne û bêbextîyan dike an jî dema heq jê re bê ew biderewîne zalimtir kî heye? Erê ma ji bo kafiran di cehennemê de cih tune?
Ayet: 10Rûpel: 404
Paşê aqûbeta xeraban, bû herî xerabtirê aqûbetan. Ayetên Allah derewandin û tinazên xwe pê kirin. (An jî; “Ji ber derewandin û tinazkarîya ayetan bi aqûbeta herî xerab ve ketin.”)
Ayet: 16Rûpel: 405
Ew ên ayetên me û leqayîhatina axîretê înkar kirine û derewandine, ha ew ji bo ezabê tên amadekirin.
Ayet: 45Rûpel: 432
Ew ên berîya van de jî derewandibûn. Lê belê evana (ehlê Mekkeyê) digel ku dehyeka ya ku me dabû ew ên berîya wan bi dest nexistine (dîsa jî) pêxemberê min derewandin. (Di muqabilê înkarkirina wan de) ka înkara min çawa ye?
Ayet: 127Rûpel: 450
Wan ew derewandin. Bêguman ew, wê (ji bo ezabê) bêne amadekirin.
Ayet: 25Rûpel: 460
Ew ên berîya wan jî derewandin û ezab ji alîyekî ku qet haya wan jê tunebû, ji wan re hat.
Ayet: 26Rûpel: 460
Allah, di heyata dinyayê de riswatî bi wan da tamkirin. Ezabê axîretê mezintir e. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 32Rûpel: 461
Ma ji wî kesê ku li ser (navê) Allah derewan dibêje û rastîya ku jê re hatîye diderewîne zalimtir kî heye? Ma qey di cehennemê de ji kafiran re cih tune?
Ayet: 54Rûpel: 463
Hêj ku ezab ji we re nehatîye ber bi Rabbê xwe ve vegerin û teslîmê wî bibin. Paşê alîkarî jî li we nayê kirin.
Ayet: 55Rûpel: 463
Berîya ku haya we jê çêbe ji we re ezab ji nîşka ve nehatîye, bibin tabiê wê ya herî xweşiktirê ku Rabbê we ji bo we nazil kiriye.
Ayet: 56Rûpel: 463
Berîya ku her nefs bêje: “Ji ber qisûrên min ên der heqê Allah de weyl li min be û ez bi rastî ji tinazkaran bûm.” (Berê xwe bidin Allah û bibin tabiê yên ku nazil kiriye).
Ayet: 57Rûpel: 464
An jî berîya ku wiha bibêje: “Eger Allah ez bigihandima hîdayetê ez ê jî bibûma ji Mutteqîyan.”
Ayet: 58Rûpel: 464
An jî berîya wê dema ku ezabê bibîne, bibêje: “Xwezî ji min re fersendekî min a din hebûya û ez bibûma ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin.” (Berê xwe bidin Allah û bi ya ku daxistîye re îman bînin).
Ayet: 59Rûpel: 464
(Nexêr, ne wisan e!) Bi rastî ayetên min ji te re hatibû lê te ew derewandin û (li dij wan) te quretî kir û tu bûyî ji kafiran.”
Ayet: 60Rûpel: 464
Roja qiyametê tu dibînî ku ew ên li dij Allah derew kirine, rûyên wan reş e. Ma qey di cehennemê de ji qureyan re cih tune!
Ayet: 24Rûpel: 490
(Pêxember) got: “Ez ji we re ji wî dînê ku bavûkalên we li ser bûn rasttir dînekî jî bînim?” Gotin: “Bêguman, ew tiştên hûn pê hatine şandin em wan înkar dikin.”
Ayet: 25Rûpel: 490
(Li ser vê) me ji wan tol/heyf sitend. Tu binêre ka aqubeta mukezzîban çawa bûye.
Ayet: 5Rûpel: 517
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, dema ku heq ji wan re hatibû ew derewandin. Ew, di rewşeke tevlîhev/hevnegirtî de ne.
Ayet: 11Rûpel: 522
Ew roj, weyl li halê mukezzîban/derewkaran!
Ayet: 12Rûpel: 522
Ew in ku (di derewandina pêxember û tinazkarîya wî de) noq dibin û pêmijul in.
Ayet: 13Rûpel: 522
Wê roja ku ew bi bal agir ve bişîdet tên kişkişandin,
Ayet: 14Rûpel: 522
(Ji wan re tê gotin:) “Ha ev, ew agirê ku we diderewand e.”
Ayet: 15Rûpel: 523
“Erê ma ev jî dibe ku sêhr be? Nexwe qey hûn nabînin?”
Ayet: 16Rûpel: 523
“Bikevin wê derê. Êdî hûn dixwazin (ji ezabê re) sebir bikin û dixwazin sebir nekin, ji bo we yek e. Hûn ê bitenê berdêla/gerewa amelên xwe bigirin.”
Ayet: 9Rûpel: 528
Berîya wan qewmê Nûh jî derewandibû. Evdê me derewandibûn û gotibûn: “Ew, dîn e.” (Nûh, ji vegotina tewhîdê) hatibû girtin, astengkirin.
Ayet: 10Rûpel: 528
(Nûh) ji Rabbê xwe re dûa kir: “Bêguman ez, têkçûm, (alîkarîya min bike û ji wan) heyfa min hilîne.”
Ayet: 11Rûpel: 528
Me jî derîyên esman bi aveke “bênavber û wek tavî dibare” vekir.
Ayet: 12Rûpel: 528
Me ji erdê jî çavkanîyan pejiqand. (Ava erd û esman) li ser karekî teqdîrkirî gihîştin hev.
Ayet: 13Rûpel: 528
Me (Nûh jî) li ser (keştîyeke) ji depan/texteyan û mixan/bizmaran (çêkirî) kişand.
Ayet: 14Rûpel: 528
Li ber çavên me diherikî û diçû. (Ev, ji Nûh) a ku nankorî (li wî) hatibû kirin re xelatek bû.
Ayet: 15Rûpel: 528
Sond be me, ew wek ayetek (hewceye ku îbret jê bê girtin) danî. Kesê ku îbret bigire heye gelo?
Ayet: 16Rûpel: 528
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Ayet: 17Rûpel: 528
Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?”
Ayet: 18Rûpel: 528
(Qewmê) Ad jî derewand. Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Ayet: 19Rûpel: 528
Bêguman me, di wê roja ku felaketa wê daîmî ye bi ser wan ve bahozekî bi şîdet şand.
Ayet: 20Rûpel: 528
Mirovan her wekî ku ew qurmê dara xurmê ne ew ji rehên/kokên xwe hildikir û diavêt.
Ayet: 21Rûpel: 528
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Ayet: 22Rûpel: 528
Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?
Ayet: 23Rûpel: 528
(Qewmê) Semud jî hişyarîyan derewandin.
Ayet: 24Rûpel: 528
Gotin: “Ma em ê bidin pey mirovekî ji nav xwe (û yekî wekî me)?! Di wê rewşê de em ê bibin ji wan ên di nava xerifîtî û harîtîyê de.”
Ayet: 25Rûpel: 528
“Ma ji nav me zikir/wehîy ji wî re hatîye dayîn? Berevajî ew, derewkarekî rûdayî û qure ye.”
Ayet: 26Rûpel: 528
Ew ê sibê hîn bibin ka kî ye ew derewkarê rûdayî û qure?
Ayet: 27Rûpel: 528
Qet guman tune ku ji bo ceribandina wan, em ê ji wan re deveyê mê bişînin. Êdî tu bi çavnêrîya wan re sebir bike.
Ayet: 28Rûpel: 529
Agahîyê bide wan! Av, di navbera wan de hatîye parvekirin/parvekirî ye. Dora vexwarina avê ya kî be, bila li wir amade bibe.
Ayet: 29Rûpel: 529
Gazî hevalên xwe kirin. Wî jî rahişt (kêr) ê û (deve) serjêkir.
Ayet: 30Rûpel: 529
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Ayet: 31Rûpel: 529
Qet tu guman tune, me bi ser wan de qîrînek şand. Ew, di cih de bûn wekî pûş û pelaxên hûrbûyî û bi derdor ve reşandî.
Ayet: 32Rûpel: 529
Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?
Ayet: 33Rûpel: 529
Qewmê Lût jî hişyarkeran derewand.
Ayet: 34Rûpel: 529
Qet tu guman tune, me bagerekî kevir dibarîne bi ser wan de şand. Dema berbangê me bitenê malbata Lût xelas kir.
Ayet: 35Rûpel: 529
Ji cem me wek nîmetek… Em kesê şikurdar jî bi heman awayî xelat dikin.
Ayet: 41Rûpel: 529
Sond be, ji malbata Fîrewn re jî hişyarker hatin.
Ayet: 42Rûpel: 529
Ayetên me bitevahî derewandin. Me jî ew, bi zeftkirina wî (Allahê) ya ku xwedî îzzet û qudret e, zeft kir.
Ayet: 13Rûpel: 530
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 14Rûpel: 530
Wî, însan ji hişkeherîyeke reşeguherî wekî ku pehtî be xuliqand.
Ayet: 15Rûpel: 530
Cinan jî ji agirê bê dû xuliqand.
Ayet: 16Rûpel: 530
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 17Rûpel: 531
(Ew,) Rabbê herdu rojhilatan û herdu rojavayan e.
Ayet: 18Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 19Rûpel: 531
Ji bo ku bigihîjin hevdu (yek şîrîn û ya din şor) herdu behr hatin berdan.
Ayet: 20Rûpel: 531
Di navbera wan de astengek heye. Ji tixubên hevdu naborin (têkilî hev nabin.)
Ayet: 21Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 22Rûpel: 531
Ji herduyan jî dur û mercan derdikeve.
Ayet: 23Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 24Rûpel: 531
Ew keştîyên li ser behrê ku wekî çiyan diherikin û diçin jî yên wî ne.
Ayet: 25Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 26Rûpel: 531
Her kesên li ser wê hene hemû bihorbar in/fanî ne.
Ayet: 27Rûpel: 531
Lê Rabbê te yê xwedî celâl û îkram wê baqî bimîne.
Ayet: 28Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 29Rûpel: 531
Li erd û esman her çi kes hene (hewcetîyên xwe) jê dixwazin. Ew her roj di karekî de ye.
Ayet: 30Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 31Rûpel: 531
Gelî Seqelan (ên ji însanan û ji cinan pêkhatî ne)! Em ê (di demeke nêz de) hisabê we bibînin.
Ayet: 32Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 33Rûpel: 531
Gelî civaka însan û cinan! Eger,ji derketina sînorên erd û esmanan re quweta we bigihîjê, derkevin. Lê belê hêz û otorîteyeke we ya (herî mezin) nebe hûn nikarin vê bikin.
Ayet: 34Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 35Rûpel: 531
Bi ser we herduyan de jî alavê agir û dû tê şandin. Hûn nikarin (jê re) bibin asteng jî.
Ayet: 36Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 37Rûpel: 531
Dema asîman diqelişe û bibe wekî sorguleke mîsala rûnê helîyayî.
Ayet: 38Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 39Rûpel: 531
Ew roj ne însan û ne jî cin ji gunehê xwe tê pirsîn.
Ayet: 40Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 41Rûpel: 532
(Ne hewceyê pirsê ye, lewre) ew ên mucrîm/sûcdar ji rûyên xwe tên naskirin û ji perçem/ji bisk û lingên xwe tên girtin.
Ayet: 42Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 43Rûpel: 532
Ha ev, ew cehennem e ku mucrîman ew diderewand.
Ayet: 44Rûpel: 532
(Ew) di navbera vê û ava kelandî de diçin û tên.
Ayet: 45Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 46Rûpel: 532
Ji bo kesê ku (ji bo hisabê) ji rawestana hizûra Rabbê xwe ditirse re, du cennet hene.
Ayet: 47Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 48Rûpel: 532
Çiqlên darên herdu cennetan jî bi sih û zêde bi fêkî ne.
Ayet: 49Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 50Rûpel: 532
Di herduyan de jî du kanîyên diherikin hene.
Ayet: 51Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 52Rûpel: 532
Li wir ji her çeşîdên fêkî cotecot hene.
Ayet: 53Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 54Rûpel: 532
Li ser binraxên/doşekên ku betanê wan ji hevrîşimê stûr paldayî ne. (Bi dest xistin û civandina) fêkîyên herdu cennetan jî nêzîk/hêsan e.
Ayet: 55Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 56Rûpel: 532
(Di herdu cennetan de jî) jinên wisan hene ku çavên wan her li mêrên wan in. (Berîya mêrê wan) ne ji însanan û ne jî ji cinan destê tu kesî li wan ketîye.
Ayet: 57Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 58Rûpel: 532
Ew, her wekî yaqût û mercan in.
Ayet: 59Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 60Rûpel: 532
Ma qey berdêla qencîyê ji qencîyê pê ve tiştekî din e? (Ew ê li dinyayê qencî bike wê li axîretê qencî bibîne.)
Ayet: 61Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 62Rûpel: 532
Ji xeynî wan herduyan du cennetên din hene.
Ayet: 63Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 64Rûpel: 532
Kesketarî ne/Kipîkesk in.
Ayet: 65Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 66Rûpel: 532
Di herduyan de jî du kanî hene ku bênavber dipijiqin hene.
Ayet: 67Rûpel: 532
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin.
Ayet: 68Rûpel: 533
Di herduyan de jî fêkî û xurme û hinar hene.
Ayet: 69Rûpel: 533
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 70Rûpel: 533
Li wê derê jinên bixêr (salîha û) xweşik hene.
Ayet: 71Rûpel: 533
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 72Rûpel: 533
Di nav konan de horî (yên ku bitenê mêrên wan ew dibînin) hene.
Ayet: 73Rûpel: 533
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 74Rûpel: 533
(Berîya mêrê wan) ne ji însanan û ne jî ji cinan destê tu kesî li wan ketîye.
Ayet: 75Rûpel: 533
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 76Rûpel: 533
Li balgihên kesk û binraxên/doşekên di xweşikahîyê de (dilkêş in) paldayî ne.
Ayet: 77Rûpel: 533
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 51Rûpel: 535
“Paşê hûn, gelî derewkarên rêşaş!”
Ayet: 52Rûpel: 535
“Helbet, hûn ê ji dara zequmê/rûlê bixwin.”
Ayet: 53Rûpel: 535
“Û hûn ê (ji wê darê) zikên xwe tije bikin.”
Ayet: 54Rûpel: 535
“Hûn ê di ser wê de jî ji ava kelandî vexwin.”
Ayet: 55Rûpel: 535
“Wekî deveyên nexweş ku çiqas vedixwin jî tî bûna wan zêdetir dibe, hûn ê jê vexwin.”
Ayet: 56Rûpel: 535
Ev, zîyafeta wan a roja qiyametê yê!
Ayet: 92Rûpel: 536
Lê eger ew ji derewkarên rêşaş be.
Ayet: 93Rûpel: 536
Zîyafetekî ji ava kelandî.
Ayet: 94Rûpel: 536
Û werkirina bi cehennemê ve (li hêvîya wî ye).
Ayet: 95Rûpel: 536
Bêguman ev, heqîya qethî bixwe ye.
Ayet: 19Rûpel: 539
Ew ên îman bi Allah û bi rasûlên wî anîne, ha evana li cem Rabbê xwe siddîq (yên dil û derê wan rast) û şahid/şehîd in. Ji wan re xelat û nûra wan heye. Ew ên ayetên me înkar dikin û diderewînin jî ewana ehlê cehennemê ne.
Ayet: 5Rûpel: 552
Mîsal a wan ên ku Tewrat li wan hatîye barkirin û digel vê pêwistîyên wê pêk neanîne, wekî mînaka wî kerê ku barê kitêbên kubkube hildigire ye. Mîsala civaka ku bi ayetên Allah îman neanîne çiqas xerab e. Allah, qewmê zaliman hîdayet nake.
Ayet: 10Rûpel: 556
Ew ên ayetên me înkar dikin û diderewînin, evana ehlê agir in û wê tê de ebedî bimînin. Ew der çi cihlêvegerekî xerab e.
Ayet: 8Rûpel: 563
(Nexwe) îtaetî derewkeran neke.
Ayet: 9Rûpel: 563
Ew, dixwazin ku tu bi wan re bi hevahengî tevbigerî (û li dij xerifîtîya wan de helwesteke nerm nîşan bidî). (Di muqabilê vê de) ew ê jî wê hevahengdarîyê bikin (û helwesta xwe ya li dij te nerm bikin).
Ayet: 11Rûpel: 573
Yalanlayan, nimet sahibi (şımarık zenginleri) bana bırak ve onlara biraz mühlet tanı.
Ayet: 12Rûpel: 573
Lewre li cem me qeyd û cehennemekî har û dijwar heye.
Ayet: 13Rûpel: 573
Xwarineke (xerab) ku di qirikê de nabore û ezabekî biêş û jan jî (heye).
Ayet: 14Rûpel: 573
Wê rojê erd û çiya bi şîdet dihejin. Çiya, dibin wekî loda qûmê ya ku hildiweşe/li ber ba diçe.
Ayet: 38Rûpel: 575
Her nefs, di gerewa (amel) ên bi dest xistîye de rehîn e. (Aqûbeta wî bi amelên wî diyar dibe.)
Ayet: 39Rûpel: 575
Eshabu’l Yemîn (yên ku defterên wan ên amelê ji milê rastê ve tên dayîn) ne tê de.
Ayet: 40Rûpel: 575
Ew di cennetan de ne. Ji hevdu dipirsin.
Ayet: 41Rûpel: 575
(Rewşa) mucrîman.
Ayet: 42Rûpel: 575
(Dibêjin:) “Çi tiştî hûn bi seqerê/bi cehennemê ve kaş kir?”
Ayet: 43Rûpel: 575
Dibêjin: “Em ne ji nimêjkeran bûn.”
Ayet: 44Rûpel: 575
“Me kesên miskîn/xîzanên hewcedar têr nedikir.”
Ayet: 45Rûpel: 575
Em jî ligel wan ên (noqî batil û şahîyê) bûne re, noqî batilê dibûn û diçûn.”
Ayet: 46Rûpel: 575
“Me roja dîn diderewand.”
Ayet: 30Rûpel: 577
Ew roj wê (însan) bi bal Rabbê te ve bêne ajotin.
Ayet: 31Rûpel: 577
Ne rastand û ne jî nimêj kir.
Ayet: 32Rûpel: 577
Lê belê derewand û pişta xwe lê vegerand.
Ayet: 33Rûpel: 577
Paşê bi quretî çû cem malbata xwe.
Ayet: 34Rûpel: 577
Xerabîya ku tu lê mustehaq î.
Ayet: 35Rûpel: 577
Tu ya hêj ji vê jî xerabtir heq dikî.
Ayet: 36Rûpel: 577
Nexwe însan zen kir ku wê (bê emirkirî û bê nehiykirî û bê tabîbûna şerîetekî) serberdayî bimîne?
Ayet: 15Rûpel: 579
Ew roj, weyl li halê derewkaran be!
Ayet: 16Rûpel: 579
Ma qey me ew ên berê helak nekirin?
Ayet: 17Rûpel: 579
Paşê me ew ên li pey wan tên jî da dûv wan.
Ayet: 18Rûpel: 579
Ha em gunehkaran wisan dikin.
Ayet: 19Rûpel: 579
Ew roj, weyl li halê derewkaran be!
Ayet: 20Rûpel: 580
Ma qey me hûn ne ji aveke bêqîmet xuliqandin?
Ayet: 21Rûpel: 580
(Paşê) me we li ciheke zexm (di rehmê) de bicih kir.
Ayet: 22Rûpel: 580
Heta demeke diyarkirî.
Ayet: 23Rûpel: 580
Em (li ser kirina van tiştan) qadir in. Em çi xweş qadir in.
Ayet: 24Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 25Rûpel: 580
Erê ma me erd nekire cihê civînê?
Ayet: 26Rûpel: 580
(Binê erdê) mirîyan û (serê wê jî) zindîyan (dicivîne).
Ayet: 27Rûpel: 580
Û me di wê de (ji Çiyan) qazixên bilind çikandin. Me avên şêrîn bi we da vexwarin.
Ayet: 28Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 29Rûpel: 580
Bi bal wê (cehennem) a ku we diderewand ve biçin.
Ayet: 30Rûpel: 580
Bi bal sîyên (dûmana agir ya) sê şax/sê çiql ve.
Ayet: 31Rûpel: 580
Ne dike sih û ne jî ji alavan diparêze.
Ayet: 32Rûpel: 580
Bêguman ew, çirûskên wisan davêje ku her yek ji wan wekî qesrekî ye.
Ayet: 33Rûpel: 580
Her yekî wekî deveyên zipîzer in (ku rengê wan bi ser reşahîyê dikeve).
Ayet: 34Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 35Rûpel: 580
Ev, rojek e ku nikarin biaxivin.
Ayet: 36Rûpel: 580
Ji bo ku ûzrê xwe bixwazin destûr jî li wan nayê dayîn.
Ayet: 37Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 38Rûpel: 580
Ev Yewmu’l Fesl e (ku hukim di nav însanan de tê dayîn û navbera wan tê veqetandin). Me hûn û yên berîya we civandin.
Ayet: 39Rûpel: 580
Eger kemînekî ku hûn deynin hebe, (kerem bikin) kêmîna xwe ya li dij min deynin.
Ayet: 40Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 41Rûpel: 580
Bêguman ew ên mutteqî, di binê sîyan û li ser kanîyan in.
Ayet: 42Rûpel: 580
Û di nav fêkîyên ku dilê wan dibijîyê de ne.
Ayet: 43Rûpel: 580
Di muqabilê amelên we (ên salih) de êdî bi noşîcanî bixwin û vexwin.
Ayet: 44Rûpel: 580
Muheqeq em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha xelat dikin.
Ayet: 45Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 46Rûpel: 580
Bixwin û hinekî din kêfa ser kêlekê bikin. Lewre hûn ji mucrîman in.
Ayet: 47Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 48Rûpel: 580
Dema ku ji wan tê gotin: “Rukû bikin.” ew naçin rukûyê.
Ayet: 49Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 26Rûpel: 581
Wek cezayekî li gorî (amelên) wan.
Ayet: 27Rûpel: 581
Lewre wan hêvî nedikirin ku wê hisab ji wan bê pirsîn.
Ayet: 28Rûpel: 581
Wan heta dikaribûn biderewînin ayetên me derewandin.
Ayet: 9Rûpel: 586
Nexêr! Berevajî, hûn hisabê diderewînin.
Ayet: 10Rûpel: 587
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 11Rûpel: 587
Ew in ku; Roja Dîn/Roja Hisabê diderewînin.
Ayet: 12Rûpel: 587
Hal ev e ku, enceq ew ê ji hedê xwe borîye û pir gunehkar e diderewîne.
Ayet: 13Rûpel: 587
Dema ku ayetên me jê re tên xwendin, dibêje: “çîrok û çîvanokên berê”.
Ayet: 14Rûpel: 587
Qet/Tu car (ne wekî gotina wan e)! Berevajî, (guneh) ên kirine di qelbê wan de zeng girtîye (ji bo fêmkirina heqîyê ji wan re bûye asteng).
Ayet: 15Rûpel: 587
Qet/Tu car! Bêguman ku ew, wê rojê ji Rabbê xwe hatine nuxamtin (wê nabînin).
Ayet: 16Rûpel: 587
Paşê ew, teqez/muheqeq wê bikevin cehennemê.
Ayet: 17Rûpel: 587
Paşê (ji wan re wiha) tê gotin: “Ev, tiştê ku we derewandîye.”
Ayet: 8Rûpel: 595
Kî jî qesîsî bike û wekî ku ne hewcedar (ê Allah) be tevbigere,
Ayet: 9Rûpel: 595
Û ya herî xweşik (Laîlâheîllallah) biderewîne,
Ayet: 10Rûpel: 595
Em jî jê re ya herî zor (masîyet û dojehê) hêsan dikin.
Ayet: 11Rûpel: 595
Û gava ku serberjêrkî (bi dojehê ve digindire) malê wî tu feydê nade wî.
Ayet: 12Rûpel: 595
Qet guman tune hîdayet aîdê me ye.
Ayet: 13Rûpel: 595
Bêguman, dawî (axîret) jî û pêşîn (dinya) jî aîdê me ye.
Ayet: 14Rûpel: 595
Min hûn bi agirekî ku biqijeqij dişewite hişyar kir.
Ayet: 15Rûpel: 595
Ji xeynî ew ên bextbireş pê ve tu kes nakeve.
Ayet: 16Rûpel: 595
Ew ê ku; derewandîye û rû vegerandîye.
Ayet: 9Rûpel: 597
Ma te wî yê astengker dît?
Ayet: 10Rûpel: 597
Wî evdê nimêjker (ku ji nimêjê men dike).
Ayet: 11Rûpel: 597
De ka bêje, eger ew evd li ser rêya rast be?
Ayet: 12Rûpel: 597
An jî ew, emrê teqwayê bike?
Ayet: 13Rûpel: 597
De ka bêje, an (ev astengker) derewandibe û rû vegerandibe?
Ayet: 14Rûpel: 597
Ma ew nizane ku Allah (wî) dibîne
Ayet: 15Rûpel: 597
Qet/Tu car! Eger ew dev ji vêya bernede, bêşik em ê bi perçema wî bigirin.
Ayet: 16Rûpel: 597
Bi perçema (wî) yê gunehkar û derewkar.
Ayet: 17Rûpel: 597
Ew jî bila gazî heval û civata derdora xwe bike.
Ayet: 18Rûpel: 597
Em ê jî gazî zebanîyan bikin.
Ayet: 19Rûpel: 597
Qet/Tu car! Îtaetî wî neke. Secde bike û xwe nêz bike.