Bakara
Ayet: 24Rûpel: 3
Eger hûn nikaribin vêya bikin -ku qet tu demê hûn ê nikaribin bikin jî- nexwe, ji wê agirê ku ardûya/şewateka wê însan û kevir in, xwe biparêzin. (Ew agir) Ji bo kafiran hatîye amadekirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 24Rûpel: 3
Eger hûn nikaribin vêya bikin -ku qet tu demê hûn ê nikaribin bikin jî- nexwe, ji wê agirê ku ardûya/şewateka wê însan û kevir in, xwe biparêzin. (Ew agir) Ji bo kafiran hatîye amadekirin.
Ayet: 106Rûpel: 62
Ew roj (a qiyametê) hinek rû spî/ronahî dibin û hinek rû jî reş/tarî dibin. Heçî ew ên rûreş jî (ji wan re wiha tê gotin:) “Qey hûn piştî îmanê vegerîyan bi ser kufrê ve? De ji ber kufra xwe ezab tam bikin/biçêjin (em bibînin)!”
Ayet: 131Rûpel: 65
Ji wê agirê ku ji bo kafiran hatîye amadekirin bitirsin û xwe jê biparêzin.
Ayet: 56Rûpel: 86
Bêguman ew ên der heqê ayetên me de noqî kufrê bûne em ê wan bixin nava agir. (Agir) çi cara çermê wan bipijîne, ji bo ku jana ezabê biçêjin/tam bikin em ê çermên wan (bi çermê nû ve) biguherînin. Bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 38Rûpel: 154
(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”
Ayet: 41Rûpel: 154
Ji wan re ji cehennemê doşekekî (bi alav) û li ser wan jî lihêfekî ji agir (ku wan dinixumîne) heye. Ha em zilimkaran wiha didin cezakirin.
Ayet: 35Rûpel: 191
Wê rojê ew (zêr û zîvên ku zekâta wan ne didan) di agirê cehennemê de têne sorkirin û enîya wan û kêlekên wan û pişta wan bi wan têne daxkirin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Ha ew ên we ji bo xwe komkirine ev in. Êdî ezabê van tiştên we kom kirine tam bikin!”
Ayet: 81Rûpel: 199
Ew ên (ji şer) paş de man û muxalefetê li Rasûlullah kirine bi rûniştina xwe kêfxweş bûn. Bi mal û canê xwe şer a di rêya Allah de xweş nedidîtin û gotin: “Di vê germê de dernekevin şer.” Bibêje: “Agirê cehennemê herî zêde germtir e.” Xwezî fêm bikirana.
Ayet: 16Rûpel: 256
Li pey (têkçûna dinyayê) cehennem heye. Û ew ji ava bikêm/biavxûn/biedab tê avdan.
Ayet: 17Rûpel: 256
Ji bo ku qurt bi qurt dabiqurte wê bixebite (lê) di qirika wî de bi hêsanî nabore. Wê di hemû alî de ji wî re mirin were, lê ew namire. Piştre ezabekî hêj girantir/dijwartir heye.
Ayet: 43Rûpel: 263
Bêguman, cihê lihevcivîna wan hemûyan cehennem e.
Ayet: 44Rûpel: 263
Heft derîyên wê hene. Ji nav wan her komek para derîyekî ye (dê ji wê derîyê têkevin cehennemê).
Ayet: 60Rûpel: 287
(Bi bîr bîne!) Me ji te re wiha gotibû: “Bêguman Rabbê te, hemû însanan bi çaralî dorpêç kiriye.” Ew xewna (bûyera Îsra û Mîracê) me nîşanî te da û dara (Zeqqûmê ya ku) di Qur'anê de hatîye lanetkirin me ji însanan re kir fitne. (Van tiştan gotin “Di şevekê de çawa ew qas rê çû? Ma di cehennemê de dar hene? Ew dar ji agirê cehennemê naşewitin? û ketin fitnê.) Em, wan ditirsînin. Lê (ev), ji tuxyaneke zêde pê ve tiştekî din li wan zêde nake.
Ayet: 97Rûpel: 291
Allah her kî hîdayet bike, wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne, êdî tu ji wî pê ve ji wan re welîyan/dostan nabînî. Roja qiyametê em ê wan deverû/serdevkî, wek kor û lal û ker heşr bikin. Sitargeha wan cehennem e. Çi dema ku agirê wê kêm dibe, alavên bi erjeng/bi dehşet em ji bo wan zêde dikin.
Ayet: 29Rûpel: 296
Bibêje: “Heq ji Rabbê we hatîye. Êdî kî dixwaze bila îmân bîne û kî jî dixwaze bila bibe kafir.” Bêguman me ji zaliman re agireke wisan amade kiriye ku diwarên wê ew ji her alîyê ve dorpêç kiriye. Eger alîkarîyê bixwazin wê bi aveke wekî madena helandî ku (dema nêz dibe) rû dişewitîne û diperitîne dê bi hawara wan ve bê. Çi vexwarineke xerab û çi warekî xerab!
Ayet: 48Rûpel: 313
“Bi rastî ji me re wiha hatîye wehîy kirin: ‘Ezab li ser wan kesan e ku diderewîn in û rû vedigerînin.’ ”
Ayet: 19Rûpel: 333
Evana du dijmin in ku der heqê Rabbê xwe de nîqaş dikin. (Ji van herduyan) ji bo ew ên kafir re cilên ji agir hatine dirûtin. Di ser serê wan de jî ava kelandî tê rijandin.
Ayet: 20Rûpel: 333
Bi vê (ava kelandî) tiştên di nava zikê wan de û çermê wan tên helandin.
Ayet: 21Rûpel: 333
Ji wan re şivên hesinî (yên amadekirî) hene.
Ayet: 22Rûpel: 333
Ji bo ku ji derda/xema wê derê (xelas bibin) her cara ku dixwazin ji wir derkevin, ber bi wê de têne vegerandin û (ji wan re tê gotin): “Dê ezaba şewatok bitamînin.”
Ayet: 11Rûpel: 359
(Nexêr, ne wisan e!) Jixwe wan roja qiyametê jî derewandibûn. Û me ji bo yên roja qiyametê derewandine re agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Ayet: 14Rûpel: 360
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Îro ne carek tenê helakê bixwazin. (Berevajî) gelek caran daxwaza helakê bikin.”
Ayet: 20Rûpel: 415
Cihwarê fasiqan jî agir e. Her cara ku dixwazin ji wir derkevin, ew carekî din ji wir têne vegerandin. Û ji wan re tê gotin: “Wê ezabê ku we diderewand bitamînin (em binêrin).”
Ayet: 67Rûpel: 447
Piştî wê (xwarina zeqûmê) de, ji wan re vexwarineke kelandî ya têkilek heye.
Ayet: 68Rûpel: 447
Paşê cihê ku lê vedigerin helbet, wê agirê dojehê be.
Ayet: 69Rûpel: 447
Ya rast ev e ku; wan bavûkalên xwe wek rêşaşan dîtin.
Ayet: 70Rûpel: 447
Ew bixwe jî di şopa wan de dibezîyan.
Ayet: 55Rûpel: 455
Ha wisan… Bêguman ji bo ew ên ku ji hedê xwe borîne re cihlêvegerekî herî xerab heye.
Ayet: 56Rûpel: 455
Wê bikevin cehennemê… Çi ciheke/nivîneke xerab e ew.
Ayet: 57Rûpel: 455
Ev, ava kelandî û edab e. Bila wê bitamînin (em binêrin).
Ayet: 58Rûpel: 455
Û ji xeynî vê, ezabên cûrbicûr heye.
Ayet: 59Rûpel: 455
(Dema her koma nû tên, melâîket ji ehlê cehennemê re dibêjin:) “Ha ev jî komek in ku wê ligel we noqî cehennemê bibin. Ji wan re ‘merheba’ tune. Lewre ew ê têkevin nava agir.”
Ayet: 60Rûpel: 455
(Ew ên peyrew/dûvketî ji serokan re dibêjin:) “(Nexêr!) Esil ji we re ne ‘merheba’/hûn xweşîyê nebînin. We ev (cehennem) anî pêşîya me. Çi cihwareke xerab e.”
Ayet: 61Rûpel: 455
Dibêjin: “Rabbê me! Kî vê (aqubeta cehennemê) anîbe pêşîya me, tu ezabê wî di agir de qat bi qat zêde bike.”
Ayet: 62Rûpel: 456
Û dibêjin: “Çi dibe ji me wiha? Ew ên ku me wan wek şerîr/bêqîmet dipejirandin em wan nabînin. (Ew mûmînên ku me wan biçûk didîtin çima ne li vê derê ne?).
Ayet: 63Rûpel: 456
“Me tinazên xwe bi wan dikir, ne wisan? (Xwelî li serê me be.) Nexwe (qêy ew jî di cehennemê de ne, lê) em nabînin?”
Ayet: 64Rûpel: 456
“Hevrikîya ehlê cehennemê helbet rast/heq e.”
Ayet: 16Rûpel: 459
Ji wan re di ser wan re tebeqeyên ji agir hene û di bin wan de jî tebeqe (yên ji agir) hene. Ev, ew (cehennem) e ku Allah bi wê evdên xwe ditirsîne. Gelî evdên min! Ji min bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 60Rûpel: 464
Roja qiyametê tu dibînî ku ew ên li dij Allah derew kirine, rûyên wan reş e. Ma qey di cehennemê de ji qureyan re cih tune!
Ayet: 71Rûpel: 465
Kafiran, zumre zumre ber bi cehennemê ve tên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cehennemê) ji wan re dibêjin: “Ma ji nav we pêxemberên ku ayetên Rabbê we ji we re dixwendin û bi leqayîhatina vê rojê hûn hişyar dikirin nehatibûn?” Dibêjin: “Belê (hatin).” Lê peyva ezabê li ser kafiran heq bûye.
Ayet: 72Rûpel: 465
Ji wan re tê gotin: “Di derîyê wê de têkevin cehennemê ya ku hûn ê di wir de bêdawî bimînin. Cihê ku ew kesên pozbilind wê tê de bimînin çi qas xerab e.”
Ayet: 49Rûpel: 471
Ew ên di agir de ne, ji nobedarên cehennemê re wiha dibêjin: “Ji Rabbê xwe re dûa bikin da ku rojek (be jî) ezabê me sivik bike.”
Ayet: 50Rûpel: 472
(Nobedar) dibêjin: “Ma qey pêxemberên we bi delîlên eşkere ji we re nehatibûn?” Dibêjin: “Belê.” (Wê demê nobedar jî wiha) dibêjin: “Di vê rewşê de hûn bixwe dûa bikin. Dûayê kafiran di her halûkarî de pûç û bê feyde ye.”
Ayet: 70Rûpel: 474
Ew ên Kitêb û (wehîy) a ku me pêxemberan pê şandîye, derewandine wê pir nêz de bizanibin/fêm bikin.
Ayet: 71Rûpel: 474
Bi toqa di sitûyên wan de û bi zincîran tên xirikandin.
Ayet: 72Rûpel: 474
Di nava ava kelandî de… Paşê wê di agir de bên vexistin.
Ayet: 73Rûpel: 474
Paşê ji wan re tê gotin: “Ew ên we bi wan şirîkatî dikirin ka li ku derê ne?”
Ayet: 74Rûpel: 474
“Ji xeynî Allah…” Dibêjin: “Winda bûn, çûn. (Bi rastî, fêm bû ku) me qet ji tu tiştî re dûa nedikir.” Ha Allah, kafiran wiha dixerifîne.
Ayet: 75Rûpel: 474
Ev, ji ber ku bi neheqî şaqizandin û nepixandina we ya li ser rûyê erdê ye.
Ayet: 76Rûpel: 474
Wek mayînde yên bêdawî ji derîyê cehennemê bikevinê. Cihwarê qureyan ya ku wê tê de bimînin çiqas xerab e.
Ayet: 44Rûpel: 486
Allah her kî bixerifîne, piştî vê ji bo wî (yê ku wî carekî din hîdayet bike) qet tu dost tune. Dema ku ezab dibînin tu dinêrî ku ew ên zilimkar wiha dibêjin: “Ji veger (a dinyayê) re rêyek heye gelo?”
Ayet: 45Rûpel: 487
Dema ew ji agir re tên rapêşkirin tu wan dibînî ku ew ji ber riswatîyê sitûxwar in û di bin çavên xwe de dinerin. Ew ên îman anîne wiha dibêjin: “Bêguman ew ên bi xusranê ketine (ew kes in ku;) roja qiyametê xwe jî û malbata xwe jî bi xusranê xistine.” Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên zalim di ezabekî bênavber de ne.
Ayet: 77Rûpel: 494
Wiha dibêjin: “Ya Malik! Rabbê te bila karê/îşê me biqedîne (rohê me bistîne).” (Malik) dibêje: “Bêguman hûn ê (di nava ezabê de) bimînin.”
Ayet: 15Rûpel: 507
Mîsala wê cenneta ku ji mutteqîyan re hatîye wead kirin wiha ye: Li wê derê çemên avê ku genî nabe û çemên şîr ku tama wê neguherîye û çemên şerabê ku ji yên vedixwin re lezzetê dide û çemên hingiva helandî ya sefandî heye. Li wê derê ji wan re ji her cureyên fêkî û mexfîretek ji Rabbê wan heye. Ma (yekî ku bi vê awayê xelasbûyî ye) dibe weke wî kesê ku di cehennemê de bêdawî dimîne û bi aveke kelandî tê avdan ku ew av rûvîyên wî parçe parçe dike?
Ayet: 30Rûpel: 518
Wê rojê em ji cehennemê re dibêjin: “Ma tu tije bûyî?” Ew jî wiha dibêje: “Ma hê zêdetir tune?”
Ayet: 11Rûpel: 522
Ew roj, weyl li halê mukezzîban/derewkaran!
Ayet: 12Rûpel: 522
Ew in ku (di derewandina pêxember û tinazkarîya wî de) noq dibin û pêmijul in.
Ayet: 13Rûpel: 522
Wê roja ku ew bi bal agir ve bişîdet tên kişkişandin,
Ayet: 14Rûpel: 522
(Ji wan re tê gotin:) “Ha ev, ew agirê ku we diderewand e.”
Ayet: 15Rûpel: 523
“Erê ma ev jî dibe ku sêhr be? Nexwe qey hûn nabînin?”
Ayet: 16Rûpel: 523
“Bikevin wê derê. Êdî hûn dixwazin (ji ezabê re) sebir bikin û dixwazin sebir nekin, ji bo we yek e. Hûn ê bitenê berdêla/gerewa amelên xwe bigirin.”
Ayet: 41Rûpel: 534
Ew Eshabu’l Şîmal (ên ku defterê amelên xwe ji milê çepê dê bistînin), çi Eshabu’l Şîmal e!
Ayet: 42Rûpel: 534
Ew di nava agirê diqewirîne/diperitîne û ava kelandî de ne.
Ayet: 43Rûpel: 534
Û di nava sîyekî ji dûyê de ne.
Ayet: 44Rûpel: 534
Ne hênik e û ne jî bi feyde!
Ayet: 45Rûpel: 534
Bêguman ew berî niha di nav xweşîyê de bi rûdayî/bi şaqizî dijîyan.
Ayet: 46Rûpel: 534
Di wê guneha mezin (di şirkê) de jî israr dikirin.
Ayet: 47Rûpel: 534
Digotin: “Piştî ku em mirin û bibin xwelî û hestî em ê hêj nû de bêne vejandin?”
Ayet: 48Rûpel: 534
“Bavûkalên me jî?”
Ayet: 49Rûpel: 534
Bibêje: “Ew ên pêşîn û ew ên paşîn.”
Ayet: 50Rûpel: 534
Di dema têzanîn/malum (qiyametê) ya diyarkirî de helbet wê bêne civandin.
Ayet: 51Rûpel: 535
“Paşê hûn, gelî derewkarên rêşaş!”
Ayet: 52Rûpel: 535
“Helbet, hûn ê ji dara zequmê/rûlê bixwin.”
Ayet: 53Rûpel: 535
“Û hûn ê (ji wê darê) zikên xwe tije bikin.”
Ayet: 54Rûpel: 535
“Hûn ê di ser wê de jî ji ava kelandî vexwin.”
Ayet: 55Rûpel: 535
“Wekî deveyên nexweş ku çiqas vedixwin jî tî bûna wan zêdetir dibe, hûn ê jê vexwin.”
Ayet: 56Rûpel: 535
Ev, zîyafeta wan a roja qiyametê yê!
Ayet: 6Rûpel: 559
Gelî ew ên îman anîne! Nefsên xwe/Xwe bixwe û malbata xwe, ji wê agirê biparêzin ku ardûya/şewateya wê însan û kevir in. Li ser wê (agirê) melaîketên dijwar û xwedî hêz hene. Li wan çi emir bê kirin ew bêemrîya Allah nakin û ew tiştê ku pê hatine fermankirin dikin.
Ayet: 7Rûpel: 559
Gelî kafiran! Îro uzra/lêborîna xwe nexwazin. Wê bitenê berdêla karên we ji we re bê dayîn.
Ayet: 7Rûpel: 561
Dema ku bi wir ve tên avêtin, (agir) dikele û pilçepilç dike, ew xirînîya wê seh dikin.
Ayet: 30Rûpel: 566
(Tê gotin:) “Bi wî bigirin û girê bidin.”
Ayet: 31Rûpel: 566
“Paşê wî bavêjin nava cehennemê.”
Ayet: 15Rûpel: 568
Qet/Tu car! Lewre ew, cehennem e ku bi harkî dişewite û alavên wê bi şîdet in.
Ayet: 16Rûpel: 568
Ew çermê serîyan radike û derdixe.
Ayet: 17Rûpel: 568
Gazî wî yê ku (ji îman û amelê salih) rû vegerandîye û pişta xwe daye dike.
Ayet: 18Rûpel: 568
Kesê ku (mal dicivîne û) di kûpik/kîsik/qase/hisabê banqê de (didehev/kom dike).
Ayet: 12Rûpel: 573
Lewre li cem me qeyd û cehennemekî har û dijwar heye.
Ayet: 13Rûpel: 573
Xwarineke (xerab) ku di qirikê de nabore û ezabekî biêş û jan jî (heye).
Ayet: 26Rûpel: 575
Ez ê wî bavêjim seqer ê/cehennem ê.
Ayet: 37Rûpel: 575
Ji bo kesên ji we ku dixwaze bi pêş bikeve an jî li paş bimîne.
Ayet: 4Rûpel: 577
Qet guman tune me, ji bo kafiran zincîr (ên ku di stûyê wan de borandî ne) û destbendên/kelepçeyên (li destên wan tên girêdan) û agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Ayet: 29Rûpel: 580
Bi bal wê (cehennem) a ku we diderewand ve biçin.
Ayet: 33Rûpel: 580
Her yekî wekî deveyên zipîzer in (ku rengê wan bi ser reşahîyê dikeve).
Ayet: 21Rûpel: 581
Bêguman cehennem nêrîngehek e (ku ew ên muşrîk tên çavdêrîkirin).
Ayet: 30Rûpel: 581
De biçêjin/tehm bikin (em binêrin)! Êdî ji ezab pê ve em tiştekî din li we zêde nakin.
Ayet: 4Rûpel: 591
Wê bikeve agirê har.
Ayet: 7Rûpel: 591
Ne têr dike û ne jî birçîbûnê diborîne.
Ayet: 23Rûpel: 593
Û ew roj cehennem jî tê anîn. Wê rojê însan bi bîr tîne. (Lê belê) ma wê çi feydeya vê bibîranînê jê re hebe?
Ayet: 14Rûpel: 595
Min hûn bi agirekî ku biqijeqij dişewite hişyar kir.
Ayet: 15Rûpel: 595
Ji xeynî ew ên bextbireş pê ve tu kes nakeve.
Ayet: 16Rûpel: 595
Ew ê ku; derewandîye û rû vegerandîye.
Ayet: 17Rûpel: 595
Ew ên (ji Allah) ditirsin û xwe diparêzin (xwedî teqwa) jê dûr tên girtin.
Ayet: 11Rûpel: 600
Ew, agirekî sorbûyî ye.
Ayet: 6Rûpel: 600
Helbet hûn ê wê cehennemê bibînin.
Ayet: 7Rûpel: 600
Paşê helbet, hûn ê wê bi teqezî bibînin.
Ayet: 1Rûpel: 601
Weyl li wan kesên sebker û xeybker û bi îşaretên çav û birûyan tinazkar be!
Ayet: 9Rûpel: 601
Bi sitûnên dirêjkirî (wek girêdayî li wê derê ezab dibînin).