Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re got: “Ez ê li ser rûyê erdê xelîfeyekî bixuliqînim.” Gotin: “Ma tu yê yekî wisan ku li wê derê xwînê birjîne û fesadîyê derêxe bixuliqînî (bikî xelîfe)?” Hal ev e ku em te ji her sifetên kêmasîyê tenzîh dikin û ji te re hemd dikin û te teqdîs dikin. (Allah) got: “Bêguman tiştê ku hûn pê nizanin, ez dizanim.”
(Li ser heyînan) hemû navan hînî Âdem kir. Û paşê ew nîşanî melaîketan da û ji wan re got: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka navê van ji min re bibêjin?”
Gotin: “Em te ji hemû sifetên kêmasîyê tenzîh dikin. Ji xeynî tiştên ku te hînî me kiriye pê ve tu îlmê me tune. Bêguman tu (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.
Gotin: “Allah ji xwe re zarok girtîye.” Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her çi tiştên li erd û esmanan hene, aîdê wî ne. Û hemû jê re sitûxwar in.
Got: “Rabbê min! Ji bo min elametekî bide.” Got: “Nîşana te ev e ku (bi jest û mîmîkan) ji îşaretkirinê pê ve heta sê rojan dê tu bi însanan re nikaribî bipeyivî. Rabbê xwe pir zikir bike û sibeh û êvaran wî tesbîh bike.”
Bi bîr bîne, Allah wiha gotibû: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Ma te ji însanan re gotibû: “Ji xeynî Allah min û dêya min wek îlâh bigirin?” Got: “Ez ji hemû kêmasîyan te tenzîh dikim. Ji bo min (ne rast e) ez tiştekî ku ne heqê min e bibêjim. Eger min ew gotibe helbet te pê dizanîbû. (Lewre) tu ya di nefsa min de dizanî lê ez ya di nefsa te de ye nizanim. Bêguman tu, zanayê xeybê yî.”
Digel ku Allah wan cinan xuliqandîye (girtin û) cin ji Allah re kirin şirîk. (Bi vê jî têr nekirin û) bi cahilî (û nezanî) keçan û lawan nisbetê Allah kirin. Ew (Allah) ji wan wesfên ku ew jê re lêtînin munezzeh û berz/bilind e.
Mûsa, hat cihê kifşkirî û dema Rabbê wî pê re axivî/peyivî (wiha) got: “Rabbê min! Xwe nîşanî min bide, ez te bibînim.” (Allah) got: “Tu nikarî min bibînî. Lê belê li vî çiyayî binêre. Eger ew di cihê xwe de bimîne tu yê min bibînî.” Dema Rabbê wî tecellîyê çiya kir ew parçe parçe bû û Mûsa xeriqî/jidilborî û tera bû. Dema hate ser hişê xwe wiha got: “Ez te (ji hemû kêmasîyan) tenzîh dikim. Ez ji te re tobe dikim û ez pêşîkê mumînan im.”
Bêguman ew (melâiket) ên li cem Rabbê te ne, ji ber ku jê re îbadetê dikin tu carî mezinayîyê nakin. Wî tesbîh dikin û ji wî tenê re secde dikin.
Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.
Li wê derê dûayên wan ev in: “Allahê me, tu subhan î (ji her kêmasîyê munezzeh î).” Daxwaza wan ji hev re: “Silav/Xweşî!” ye û dûayê wan jî ev e: “Hemd bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.”
Gurîna ewrê bi hamd û melâîket jî ji xofa/ji tirsa xwe wî tesbîh dikin. Birûskan dişîne û bi wana ji kîjanê der heqê Allah de nîqaşê dikin re bixwaze li wî dixe. Ew (Allah,) ê ku zeftkirina wî ya bi ezabê pir dijwar e.
Sond be, em dizanin ku ji ber gotinên wan (pir aciz dibî) singa te teng dibe.
(Ji bo ku tu ji vê tengezarîyê xelas bibî) Rabbê xwe bi hemd tesbîh bike û bibe ji secdebiran.
Emrê Allah hat/wê bê. Ji bo zûhatina wî nelezînin. Ew (Allah) ji wan tiştên ku pê şirîkatîyê dikin munezzeh e, berz/bilind e.
(Wî) erd û esman bi heq xuliqandîye. Ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin berztir e.
(Digel) munezzeh e, ew (dibêjin ku) keçik aîdê Allah in, lê ya ku dilxwazê wî ne (zarokên kurîn jî) dikin para xwe.
Ji bo hinek ayetên xwe nîşanî wî bide ew (Allah) ê ku ji sifetên kêm munezzeh e/berî ye, evdê xwe di şevekê de ji Mescîdu'l Heram bire Mescîdu'l Aqsayê ku hawîrdora wê pîroz kiriye. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ew (Allah) ji wan tiştên ku dibêjin munezzeh e/berî ye û herî berz û bilind e.
Heft esman û erd û tiştên di navbera wan de hene wî tesbîh dikin. Tiştekî ku wî bi hemd/bi pesinandin tesbîh nake, tune. Lê belê hûn tesbîhên wan fêm nakin. Bêguman ew, (wê cezaya ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.
Û wiha digotin: “Em Rabbê xwe tenzîh dikin! Bêguman weada Rabbê me pêk hatîye.”
Ji mîhrabê derket û hat cem qewmê xwe û ji wan re îşaret kir (got:) “Hûn sibeh û êvaran (Allah) tesbîh bikin.”
(Herwiha) tu ji ber gotina wan ve sebir bike! Berî derketina rojê û berî roj biçe ava û hinek ji wextê şevê û di serê (di destpêka) û di binê (di dawîya) rojê de Rabbê xwe tesbîh bike da ku (Rabbê te ji te û tu jî ji Rabbê xwe) qayîl/razî bibî.
Her yekê li ser erd û asîman hene aîdê wî ne. Ew (melâîket) ên li cem wî ji îbadetkirina wî quretîyê nakin û ji têrbûnê/ji acizbûnê navberê nadin (îbadetê).
Bi şev û roj bi awayê bênavber wî tesbîh dikin.
Eger (li erd û esmanan) ji Allah pê ve hin îlâhên din hebûna wê (pergala wan) xera bibûna. Ji ber sifetên ku lêhatîyê/nîsbetê wî dikin, Allahê ku Rabbê arşê ye ji wan munezzeh e.
Gotin: “Rahmân ji xwe re zarok girtîye!” Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexêr, ne wisan e! Ew melâîketên ku bi zaroktî nîsbetê Allah dikin) evdên (bi rûmet in û) gihîştine îkramê ne.
Zennûn/xwedîyê masî jî (bi bîr bîne)! Dema wî bi hêrs (dev ji qewmê xwe berda û) çûbû, zendikir ku em ê wî nexin tengezarîyê. (Çaxê me wî bi hepsa zikê masî ceza kir) di nav tarîtîyan de wiha nîyaz kiribû: “Ji te pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune! Tu ji her kêmasîyan munezzeh/dûr î. Bêşik ez bûm ji zaliman.”
Allah, ji xwe re qet tu zarok negirtîye. Digel wî qet tu îlâh jî tunin. (Eger ji xeynî Allah hin îlâhên din hebûna) her îlâhek wê mexluqên xwe bigirtana (cem xwe) û biçûna û qismekî ji wan bi ser hinekan biketana. Allah, ji wan wesfên ku ew lê tînin munezzeh e/berî ye.
Ew alîmê (alema) xeybê û eşkerehîyê ye. Ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berztir/bilindtir e.
Ew Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û ( heq û heqîqetê) Haq, (ji zenên wiha yên batil çi qas) berz e/bilind e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew Rabbê arşê kerîm e.
Dema ku we ew bihîst ma ne hewce bû ku we wiha bigota: “Li ser vê mijarê axaftin bi me nakeve, em te tenzîh dikin. Ev, îftîrayekî apeşkere ye.”
(Ew nûr) di wan malan (mizgeftan) de ye ku Allah, ji bo zikirkirin û berzkirin/bilindkirina Allah destûrê daye wan. Li wê derê sibeh û êvaran wî tesbîh dikin.
Ewana zilam (ên wisan) in ku ne tîcaret û ne jî danûsitendin, wan ji bîranîna Allah û ji kirina nimêjê û ji dayîna zekâtê paş ve nahêle. Ew ji roja ku qelb û çav (ji toqînê) têne qelibandin, ditirsin.
Ma qey tu nabînî li erd û esmanan her çi hebe û teyrên ref bi ref difirin bi tevahî Allah tesbîh dikin? Her yek ji wan bi nimêj û tesbîhên xwe (ka wê çawa bikin) dizanin. Allah, zanayê fiêlên wan e.
Wê bibêjin: “Em te tenzîh dikin. Ne mijara axaftinê ye ku em ji te pê ve ji xwe re dostan bigirin. Lê te (bi nîmetên dinyayê) wan û bavûkalên wan îstîfade kirin. Heta wisan ku wan zikirkirina te/îman/Kitêb ji bîr kirin. Û bûne komekî ku helakê heq kirin.”
Xwe bispêre wî yê Hayy (Allah) ê ku qet mirin jê re tuneye! Wî bi hemd/bi sena tesbîh bike. Ji agahdarîya gunehên evdê xwe re ew bes e.
Wextê gihîşte wê derê lê hate gazîkirin: “Ew ên li cem agir û yên li hawîrdora wî pîrozkirî ne. Allahê Rabbê aleman ji hemû kêmasîyan munezzeh e.”
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku di tarîtîyên bej û behrê de rê nîşanî we dide û (berîya baranê ku rahmeta wî ye) wek mizgînvan bayê dişîne (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Allah, ji tiştên pê şirîkatîyê dikin berztir/bilindtir e.
Rabbê te kî bixwaze dixuliqîne û hildibijêre (û serdest dike). Hilbijartin ne aîdê wan e. Allah, ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin munezzeh û berz/bilind e.
(Herwiha) ber êvarê û destê sibehê Allah tesbîh bikin.
Allah, hûn xuliqandîye paşê riziq daye we; paşê we dimirîne û piştre jî we ji nû ve vedijîne. Di nava şirîkên we de kesekî ku ji van yekî jî bikaribe bike heye? Ew (Allah), ji tiştên ku pê şirîk çêdikin berz û berî ye.
Bi ayetên me (di heqîqetê de ev kesan) bawer in: Dema ku (ayetên me) bi bîra wan tê xistin hema diçin secdê û Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û (li dij ayetên me) quretîyê nakin…
Gelî ew ên îman anîne! Allah pirzêde zikir bikin.
Sibeh û êvarê wî tesbîh bikin.
Wê bibêjin: “Em te tenzîh dikin. Dostê me/welîyê me tu yî, ne ew in. (Nexêr, ne wisan e!) Rastîya vê karê, wan îbadetê cinan dikirin. Û pirên wan, bi cinan (bi gotinên “Melaîket, qîzên Allah in.”, “Evana hûn nêzî Allah dikin.” yên batil re) îman dianîn.
Ew (Allahê) ku ji tiştên ax heşîn dike û ji nefsên wan û ji ew (heyîn) ên pê nizanin cot bi cot xuliqandîye, ji hemû kêmasîyan munezzeh e/pak e.
Ew (Allah) ê ku desthilatî û serwerîyê di dest xwe de digire, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Hûn ê bi bal wî ve bêne vegerandin.
Allah, ji ya ku ew wî pê diwesifînin munezzeh e/pak e.
Ew Rabbê te yê ku xwedî îzzet e, ji ya ku ew wî pê diwesifînin munezzeh e/pak e.
Eger Allah daxwaz bikira ku ji xwe re zarok bigire, ji mexluqatên xwe kîjan bixwesta wê ji xwe re hilbijartiba. Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Ew, (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.
Wan qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/bi awayê lêhatî rêzdarîya wî negirtin. (Qudret û azameta Allah li gor pêdivîyê fêm nekirin û tênegihîştin.) Hal ev e ku roja qiyametê temamê erdê di qevza wî de ye. Asîman jî di destê wî yê rastê de li hev pêçandî ye. Ew (Allah), ji tiştên ku ew pê şirîk çêdikin munezzeh û berz/bilind e.
Tu dibînî ku melaîketan (bi awayê) dorpêçkirina hawîrdorê erşê, Rabbê xwe bi hamd tesbîh dikin. Di navbera wan de hukim hatîye dayîn û wiha hatîye gotin: “Hamd ji Allahê Rabbê aleman re be.”
Ew ên erşê hildigirin û li dora wê ne, Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û îman pê tînin û ji bo mûmînan daxwaza bexişandinê dikin: “Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye. Tu wan ên tobe kirine û didin pey rêya te mexfîret bike û wan ji ezabê cehennemê biparêze.”
(Nexwe) sebir bike. Bêguman weada Allah heq e. Ji bo gunehên xwe mexfîret bixwaze û sibeh û êvarê Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
Hema mabû ku esman (ji ber ezameta Allah) biqelişe. Melaîket jî Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û ji bo yên li erdê re mexfîret daxwaz dikin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman Allah, (belê) ew, Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji bo ku hûn li pişta wan siwar bibin û paşê dema hûn bi cih bûn nîmetên Rabbê xwe bi bîr bînin (û wiha bibêjin:) “Ew Allahê ku ev daye bin xizmeta me ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexwe) quweta me nedigihîşte vê.”
Rabbê erd û asîman û Rabbê erşê (Allah), ji sifetên ku jê re lihev tînin munezzeh e/berî ye.
Ji bo ku îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û piştgirîya wî bikin û rêzdarî/hurmet nîşanî wî bidin û hûn sibeh û êvar (Allah) tesbîh bikin.
Tu li hemberî gotinên wan sebir bike. Berî hilatina rojê û berî avabûna wê hemdê Rabbê xwe bike û wî ji her kêmasîyan tenzîh bike.
(Demekê) ji şevê de û di piştî secdeyan de jî wî tesbîh bike.
An jî qey ji xeynî Allah îlâhekî wan heye? Allah, ji tiştên ku şirîk çêdikin munezzeh e.
Li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike. Lewre tu, li ber çavên me yî. Dema tu rabî jî Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
Di qismekî şevê de û piştî avabûna stêrkan de jî wî tesbîh bike.
Di wê rewşê de, tu Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
Di wê rewşê de, Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ew in ku; qesîsî dikin û qesîsîyê li însanan jî emir dikin. Kî jî (ji îtaeta Allah) rû vegerîne Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, wî Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û (ew ê muqeddes û ji her kêmasîyan munezzeh/berî) Quddûs û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e, tesbîh dikin.
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Hakimîyet/serwerî bitenê aîdê wî ye. Hemd, bitenê jê re ye. Ew, qadirê her tiştî ye.
Ji wan yê navîn/têgihiştî got: “Qey min ji we re negot ku ‘divê hûn Allah tesbîh bikin?’ ”
Gotin: “Rabbê me! Tu ji hemû kêmasîyan munezzeh î. Bi rastî em, zalim in.”
Di wê rewşê de tu Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
Di qismekî şevê de jê re secde bike û bi şev dûv û dirêj wî tesbîh bike.
Navê Rabbê xwe yê berz/bilind tesbîh bike.
(Wê demê,) Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike û îstîxfarê jê bixwaze. Lewre ew, (yê ku evdên xwe muweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab e.