Bakara
Ayet: 123Rûpel: 18
Xwe ji rojeke wisan biparêzin ku (ew roj) qet tu nefis nakeve şûna nefsekê din (kes di ber kesekî de nayê cezakirin) û ji tu kesî fidye nayê qebûlkirin û şefaet bi kêrî kesî nayê û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 123Rûpel: 18
Xwe ji rojeke wisan biparêzin ku (ew roj) qet tu nefis nakeve şûna nefsekê din (kes di ber kesekî de nayê cezakirin) û ji tu kesî fidye nayê qebûlkirin û şefaet bi kêrî kesî nayê û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 30Rûpel: 53
Wê rojê (roja qiyametê) hemû nefs, qencî û xerabîyên ku kirine dê li ber xwe amadekirî bibînin. Lê (ew kes) dixwaze ku di navbera wî û xerabîyên wî de dûrîngeke/mesafeyeke dirêj hebe. Allah, we ji nefsa xwe dide parastin (emir dike ku hûn jê bitirsin). Bêguman Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Ayet: 77Rûpel: 58
Ew ên ehd dabûn Allah û wê ehda xwe bi berdêleke erzan firotine hene! Ji wan re li axîretê qet tu par nîne. Roja qiyametê Allah bi wan re napeyive û li rûyên wan nanêre û wan paqij jî nake. Ji bo wan ezabeke biêş û jan heye.
Ayet: 106Rûpel: 62
Ew roj (a qiyametê) hinek rû spî/ronahî dibin û hinek rû jî reş/tarî dibin. Heçî ew ên rûreş jî (ji wan re wiha tê gotin:) “Qey hûn piştî îmanê vegerîyan bi ser kufrê ve? De ji ber kufra xwe ezab tam bikin/biçêjin (em bibînin)!”
Ayet: 107Rûpel: 62
Heçî ew ên rûyên wan spî/ronahî ne jî di nava rahmeta Allah de ne. Û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 22Rûpel: 129
Wê rojê em wan (divejînin û) hemûyan li cem hev dicivînin. Paşê em ê ji wan ên şirîk çêkirine re bibêjin: “Kane ew şirîkên (ku we digot ev ên ha wê li îndallah/li cem Allah ji me re bibin mehdervan/şefaetkar û) we ew tiştek dihesibandin, li ku ne?”
Ayet: 23Rûpel: 129
Piştre tu fitneya (mazereta) wan namîne, ji xeynî ku bibêjin: “Qasem bi wî Allahê ku Rabbê me ye, em ne ji muşrîkan bûn.”
Ayet: 24Rûpel: 129
De li wan binêre ku çawa di aleyha xwe de derewan dikin û ew îftîrayên wan (ku li hev anîne) çawa winda dibin diçin.
Ayet: 38Rûpel: 154
(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”
Ayet: 39Rûpel: 154
Ew ên pêşîn jîyîne ji wan ên paşîn re wê bibêjin: “Hûn ji me qet ne çêtir in/ne serdest in. Di berdêla tiştên ku we bi dest xistîye ezabê bitamînin.”
Ayet: 40Rûpel: 154
Bêguman ew ên ayetên me derewandine û li hemberî wan quretîyê dikin… Ji bo wan derîyên asîman venabe (dema dimirin rohê wan ji hêla/alîyê ehlê semayê ve bi xweşhalî/bi xoşnûdî nayên pêşwazkirin) û heta deve di qula derzîyê de derbas nebe nikarin têkevin cennetê. Em gunehkarên mucrîm wiha didin cezakirin.
Ayet: 41Rûpel: 154
Ji wan re ji cehennemê doşekekî (bi alav) û li ser wan jî lihêfekî ji agir (ku wan dinixumîne) heye. Ha em zilimkaran wiha didin cezakirin.
Ayet: 42Rûpel: 154
Heçî ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî em tu nefsî bi barekî ji quweta wî zêdetir binbar nakin. Evana, ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 43Rûpel: 154
Me di singa wan de ji kînê/ji kerbê/ji xezebê her çi hebe bitevahî derxistîye/sitendîye. Di binê wan de çem diherikin. (Û wiha) dibêjin: “Hemd ji wî Allahê re be ku em gihandine vê. Eger Allah me negihîştandiba van (nîmetan) ji ber xwe ve gihîştina me (ya van nîmetan) ne mimkûn bû. Sond be Rasûlên Allah bi heq ji me re hatin.” Wê li wan wiha bê bangkirin: “Ji ber amelên we (yên salih) ew cenneta hûn jê re bûne waris, ev e.”
Ayet: 44Rûpel: 155
Ehlê cennetê, bang/gazî li cehennemîyan dikin: “Tiştê ku Rabbê me ji me re wead kiribû me heq/rast dît. Ma tiştê (ew ezaba) ku Rabbê we ji we re wead kiribû we jî rast dît?” (Ew) dibêjin: “Belê/Erê.” (Li ser vêya) bangvanek di navbera wan de wiha dike gazî: “Laneta Allah li ser zaliman be!”
Ayet: 45Rûpel: 155
Ew in ku; pêşî li rêya Allah girtine û tê de daxwaza çewtî/xwarîtî dikin/digerin. Ew axîretê jî înkar dikin.
Ayet: 46Rûpel: 155
Di navbera wan de perdeyek heye. Li A’rafê zilamên rawestî hene. Ew her kesî ji rûyên wan nas dikin. Ji wan ên ehlê (ku dê bikevin) cennetê re wiha dibêjin: “Silav li we!” Ev ên ku pir dilxwazê wê ne û hêvîdar in lê hêj neketine (cennetê).
Ayet: 47Rûpel: 155
Dema berê wan bi hêla ehlê cehennemê ve tê vegerandin (wiha) dibêjin: “Rabbê me! Me bi qewmê zalim re ligel hev negire!”
Ayet: 48Rûpel: 155
Ew ên li A’rafê gazî hinek zilamên ku ji sîmayên wan nas dikin re wiha deng dikin: “Ne komkirina (hêz û serweta) we û ne jî quretîya we (li hember ezaba Allah) qet tu feyde da we.”
Ayet: 49Rûpel: 155
Ew kesên ku we sond dixwar û digot: “Rahmeta Allah qet nagihîje wan?” ev in? Têkevin cennete! Ji we re tirs jî tune û hûn xemgîn jî nabin.”
Ayet: 50Rûpel: 155
Ew ên cehennemî bangî cennetîyan dikin û dibêjin: “Hinek av an jî ji rizqê ku Allah daye we tiştekî bidin me/bi alî me ve biherikînin.” (Cennetî jî wiha) dibêjin: “Bi rastî Allah her du jî ji kafiran re heram/qedexe kiriye.”
Ayet: 51Rûpel: 155
Ew (kafir) in ku dînê xwe ji xwe re kirine lîstik û şahî û heyata dinyayê ew xapandine. Ji ber ku ewana rasthatina vê rojê ji bîr kiribûn û ayetên me înkar dikirin em ê jî îro wan ji bîr bikin.
Ayet: 26Rûpel: 211
Jî muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) re El-Husna (cennet) û hê zêdetir (rûyetullah/dîtina Allah) heye. Ne rûreşî bi wan digire û ne jî zillet. (Rûyên wan ronahî ye.) Evana ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 27Rûpel: 211
Ew ên karên xerab kirine jî cezayê xerabîya wan bi qasê gunehên wan (cezakirin) e. (Ji her alîyê ve) bi rûreşî û bi zilletê nuxamtî ne. Tu kesek tune ku wan ji Allah biparêze û li ber wan bikeve. Rûyê wan wisa reş e ku, tu dibêjî qey perçeyekî ji (tarîtîya) şevê ye. Evana ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 28Rûpel: 211
Em ê wê rojê hemûyan li hev bicivînin. Em ê ji yên şirîkatî dikirin re bibêjin: “Hûn û şirîkên xwe di cihê xwe de bisekinin/ji cihê xwe nelebitin.” Em wan ji hevdû vediqetînin. Ew ên ku (wan) şirîk çêdikirin (wiha) dibêjin: “We ji me re îbadet nedikir.”
Ayet: 29Rûpel: 211
“Niha di navbera me û we de wek şahid Allah bes e. Bêguman em ji îbadeta we bê xeber bûn.”
Ayet: 30Rûpel: 211
Ha li wir, her nefs ji ber amelên xwe yên berê de wê bikişin hisabê. Paşê wê bi bal Allahê ( heq û heqîqetê) El-Haq ve bên vegerandin û ew tiştên ji ber xwe ve lihev anîne jî ji wan dûr dikevin/winda dibin.
Ayet: 18Rûpel: 222
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne û bêbextîya dike zalimtir kî heye? Evana wê ji Rabbê xwe re bên rapêşkirin. Wê şahid jî bibêjin: “Ew ên ku li hemberî Rabbê xwe derew lihev dianîn ha ev in.” (Û dibêjin:) “Baldar bin/Dîqat bikin! Laneta Allah li ser zaliman e.”
Ayet: 99Rûpel: 232
Ewana (li vê dinyayê û) roja qiyametê li ber lanetê ketin. (Laneta ku pê ketine) çi xelateke pîs e!
Ayet: 103Rûpel: 232
Beşik di vê (vegotinên me) de ji bo kesên ku ji ezabê axîretê ditirsin re ayetek (e bi îbret) heye. Ew roj civîna hemû însanan ji bo wê ye. Û ew roj (rojeke wisan e ku hemû heyîn) di wê rojê de wê şahidî bikin.
Ayet: 104Rûpel: 232
Em wê (rojê) heta demeke bijimar didin paş.
Ayet: 105Rûpel: 232
Dema ew roj hat, beyî emrê wî tu kes nikare bipeyive. Ji wan hin kes bedbext in (bextreş in û dê bikevin cehennemê) û hin ji wan jî dilşad in (bextîyar in û dê bikevin cennetê).
Ayet: 106Rûpel: 232
Ew ên bedbext di agir de ne. Ji bo wan li wê derê (wekî ku dixeniqin) nefes sitendineke bi xirexir û bi jan heye.
Ayet: 107Rûpel: 232
Hetanî erd û esman li pîya bin/hebin wê li wê derê bêdawî bimînin. Daxwaza Rabbê te ne tê de/mustesna. Bêşik Rabbê te ya ku daxwaz bike, dike.
Ayet: 108Rûpel: 232
Ew ên bextîyar jî; hetanî erd û esman li pîya bin/hebin wê bêdawî di cennetê de bin. Daxwaza Rabbê te ne tê de/mustesna. (Ev) xelateke bêdawî ye ku qutbûn jê re tune.
Ayet: 21Rûpel: 257
Hemû bi hev re derdikevin hizûra Allah. Mustezef (ên ku ji alî taxûtên mijokdar ve keda wan hatîye mijîn û bindest mane û bi îşkence û bi zordestîyê hatine bêrûmetkirin), ji mustekbîran re wiha dibêjin: “Em (li dinyayê) tabiên we bûn. Ma vêga hûn dikarin hinekî ji ezabê Allah ji ser me bidin alî/dê feydeyekî we bigihîje me?” Wê bibêjin: “Eger Allah hîdayet li me bikira, me yê hûn bigihandana ser rêya rast. (Êdî giringîya wê tune.) Em (li dij vê ezabê) sebir jî bikin û binalin jî ferq nake, ji me re cihê revê/xelasî tune.”
Ayet: 22Rûpel: 257
Piştî ku îş/kar pêk hat û qedîya şeytan jî wiha dibêje: “Bêguman Allah ji we re ya rast wead kir û min jî sozek da we lê ez li ser soza xwe nemam. Li ser we qet tu hêzekî min tune bû. Min bi tenê gazî we kir û we jî îcabetî banga min kir. (Nexwe) lomeyan li min nekin. Bi tenê xwe bixwe bilomînin. Ne ez dikarim we xelas bikim û ne jî hûn dikarin min xelas bikin! Bi rastî, jixwe ji berê de jî şirîkatîya ku we bi min dikir min nas nekiribû/min red kiribû. Bêguman ji bo zaliman ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 23Rûpel: 257
Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî ew ê bi îzna Rabbê xwe bikevin cennetên ku di bin (wan) de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin. Li wir daxwaza/temenîya wan jî ji hev re “silav” e/xweşî” ye.
Ayet: 27Rûpel: 269
Paşê (Allah) roja qiyametê dê wan riswa bike û bibêje: “Ew şirîkên min (ên we ji min re çêdikirin) û we ji bo wan (bi mumînan re) pozberî/berberî dikirin ka li ku ne?” Ew ên ku ji wan re ilim hatîye jî dibêjin: “Riswatî û xerabî îro li ser kafiran e.”
Ayet: 28Rûpel: 269
Dema melâîket canê wan kesên ku li nefsa xwe zilim dikin distînin, dibêjin: “Me qet tu xerabî nedikir” û mil datînin/teslîm dibin. (Nexêr, ne wisan e!) Qet guman tune Allah, bi kar û kirinên ku we dikir, dizane.
Ayet: 29Rûpel: 269
Di derîyê wê de têkevin cehennemê, hûn ê tê de bêdawî bimînin. Warê qureyan çi qas xerab e.
Ayet: 30Rûpel: 269
Dema ji kesên mutteqî re tê gotin: “Rabbê we çi nazil kir?” dibêjin: “Xêr (nazil kir).” Di vê dinyayê de ji kesên qenc re (wek gerew) xweşikayî heye. Lê warê axîretê herî bi xêrtir e. Warê Mutteqîyan çi qas xweş e.
Ayet: 13Rûpel: 282
Me (sahîfeya nivîsandî ya) amelên însan bi sitûyê wî ve daleqandîye. Em ê roja qîyametê jê re Kitêbekê derêxin. Ew jî wê (Kitêbê) li ber xwe vekirî dibîne.
Ayet: 14Rûpel: 282
“Kitêba xwe bixwîne! Îro ji hisab pirskirinê re nefsa te besî te ye.”
Ayet: 99Rûpel: 303
Ew roj qismekî ji wan li qismê (din) dikevin û em wan di rewşeke pêldayî de dihêlin. Li sûrê jî hatîye pif kirin. Em hemûyan li cem hev dicivînin.
Ayet: 100Rûpel: 303
Wê rojê me cehennem bi berpêşkirineke wisan pêşkêş kiriye û (anîye hafa) kafiran!
Ayet: 101Rûpel: 303
Ew in ku li dij zikrê (ayetên) min çavên wan nuxamtî bûn û ji guhdarîya (Qur'anê) re jî tehemûl/semax nedikirin.
Ayet: 75Rûpel: 309
Bibêje: “Kî di xerifîyê de be û Rahmân muhleta wî heta heta dirêj jî bike... Dema wê ezaba ji wan re hatîye weadkirin an jî qiyametê bibînin, wê bi yeqînî fêm bikin ka rewşa kî herî xerab e û ji hêla leşkerî ve/ji hêla alîkaran ve herî qelstir e wê baş bizanibin.
Ayet: 100Rûpel: 318
Kî jî rûyê xwe jê vegerîne bêşik ew ê roja qiyametê gunehekî hilgire.
Ayet: 101Rûpel: 318
Ew di bin wê (barê) de bêdawî bimînin. Ew roja qiyametê ji bo wan çi barekî (hilgirînin) xerab e.
Ayet: 102Rûpel: 318
Roja ku di sûrê de tê pifkirin, (ji ber tirsa ku hest dikin û tî bûnê) em wan gunehkarên mucrîm/sûcdar wek reşûşînbûyî (divejînin û) di hizûrê de dicivînin.
Ayet: 103Rûpel: 318
Di navbera xwe de wiha pistepistê dikin: “Hûn (li dinyayê) bi tenê deh roj man.”
Ayet: 104Rûpel: 318
Dema ku ew ên rêya wan herî zêde nêzî rastîyê bû wiha gotin: “Hûn (li dinyayê) enceq rojek man.” em bi ya ku digotin herî çêtir dizanin.
Ayet: 105Rûpel: 318
Ew ji çiyan ji te dipirsin. Bibêje: “Wê Rabbê min wan hûr û hêra bike û ber ba bixe.”
Ayet: 106Rûpel: 318
“Wê cihê wan (çiyan wekî ku qet tu avahî tê de tune be) rast û (wekî ku qet tu heşînahî tune be) rût bike.”
Ayet: 107Rûpel: 318
“Tu li wê derê ne xwarîtî/çewtîtî û ne jî kumbalek/pozikek dibînî.
Ayet: 108Rûpel: 318
Wê rojê dê hemû însan bidin pey (dengê) wî bangevanî. Ji ber (ezameta) Rahmân hemû deng hatine birîn. Ji pistepistê pê ve tu denga seh nakî.
Ayet: 109Rûpel: 318
Wê rojê ji xeynî ew ê Rahmân destûr daye wan û ji gotina wan qayîl bûye pê ve şefaeta tu kesî wê feyde nede.
Ayet: 110Rûpel: 318
Ew ya li pêşîya wan û ya li dû wan jî dizane. Lê ew bi îlmê xwe nikarin wî dorpêç bikin.
Ayet: 111Rûpel: 318
Hemû rû ji wî yê (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm re bi zelîltî stuxwar in. Muheqeq ew ên zilim hilgirtine (ew ên bi barê zilmê/şirkê hatine) xisirîne/winda kirine.
Ayet: 112Rûpel: 318
Kî jî wek mumîn amelên salih kiribe, ew ji neheqîyê jî û ji binpêkirina heqê xwe jî natirse.
Ayet: 99Rûpel: 347
Axir ji wan ji yekî re dema ku mirin tê wiha dibêje: “Rabbê min! Min vegerîne.”
Ayet: 100Rûpel: 347
“Hêvî heye ku ez ji bo tiştên min di pey xwe de hiştîye amelên salih bikim.” Qet /Tu car! Gotina wî gotinek (betal) e. Û hetanî roja ku têne vejandin li pêşîya wan berzexek (ku tê de dimînin) heye.
Ayet: 101Rûpel: 347
Dema bi sûrê bê pifkirin di navbera wan de qet tu pêwendîyên eqrebatîyê namîne û ji hevdu pirsan jî nakin.
Ayet: 102Rûpel: 347
Êdî mêzêna/terezîya kî (bi îman û amelên salih) girantir bikişe, ha ev ên ha yên xelasbûyî bixwe ne.
Ayet: 103Rûpel: 347
Mêzêna/terezîya kî jî sivik bikişe evana; xwe bixwe xisirandine û yên di cehennemê de bêdawî bimînin jî ew in.
Ayet: 104Rûpel: 347
Agir rûyên wan dialêse/bi alastinê dişewitîne. (Lêvên wan bi qemçika/piştestûyê wan ve tê vezilandin û bi diranên xwe yê qîçbûyî) di nava wê de wekî qîçbeşkirî behitî dimînin.
Ayet: 105Rûpel: 348
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Dema ku ayetên min ji we re dihatin xwendin, ma ew ên diderewandin ne hûn bûn?”
Ayet: 106Rûpel: 348
Wê bibêjin: “Rabbê me! Dilneşadîya me bi ser me ket û em qewmekî xerifî bûn.”
Ayet: 107Rûpel: 348
“Rabbê me! Me ji vê derê derîne. Eger em careke din (li jiyana xwe yên berê) vegerin êdî em ji zaliman in.”
Ayet: 108Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Dengê xwe bibirin/biqeşitin! Bi min re neaxivin.”
Ayet: 109Rûpel: 348
Bi rastî, komek ji evdên min wiha digotin: “Rabbê me! Me îman anî, bi mexfîret û bi merhameta xwe bi me re bike! Tu bixêrtirê Rahîman î.”
Ayet: 110Rûpel: 348
We tinazên xwe bi wan dikir. Heta ku (tinazkarîya we ya bi wan) zikirkirina min bi we dabû ji bîr kirin. Hûn tim bi wan dikenîyan.
Ayet: 111Rûpel: 348
Min jî ji ber sebra wan îro ew xelat kirin. Bêguman ew ên biqezenc ew bixwe ne.
Ayet: 112Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Hûn li ser rûyê erdê çend salan man?”
Ayet: 113Rûpel: 348
Wê bibêjin: “Rojek an jî bi qasî danekî rojê. Ji yên ku jimartine bipirse.”
Ayet: 114Rûpel: 348
(Allah) dibêje: “Eger we zanîbûna hûn pir hindik mane.”
Ayet: 87Rûpel: 383
Roja ku li sûrê tê pifkirin, ji xeynî ew ên ku Allah daxwaz kiriye pê ve hemû kesên li erd û esmanan ji tirsa dikevin tayê. Û hemû wek sitûxwar/teslîmbûyî tên cem wî.
Ayet: 62Rûpel: 392
Wê rojê dê (Allah, wiha) gazî wan bike: “Kanê, ew ên we hizir dikir ku ew şirîkên min in?”
Ayet: 63Rûpel: 392
Ew ên ku ehd (ezab) li ser wan heq bûye dibêjin: “Rabbê me! Ew ên ku me wan xerifandine ha ev in! Çawa ku em har bibûn me ew jî har kirin û em (a niha) ji wan dûrketin û hatin cem te. Ew, ne îbadetkarên /perestîşkarên me bûn.”
Ayet: 64Rûpel: 392
Tê gotin: “Gazî wan şirîkên xwe bikin.” Gazî dikin, lê nikarin bersivê bidin wan. Ezabê jî dibînin. Qey ew li ser hîdayetê bibûna (wê çi winda bikirana)?
Ayet: 65Rûpel: 392
Wê rojê dê (Allah, wiha) gazî wan bike: “We çi bersiv da pêxemberan?”
Ayet: 66Rûpel: 392
Ew roj, agahî bitevahî ji wan re girtî dimînin (nizanin wê çi bersiv bidin). Ew nikarin pirs jî ji hev bikin.
Ayet: 74Rûpel: 393
Ew roj wê (Allah, wiha) gazî wan bike: “Kanê, ew ên we hizir dikir ku ew şirîkên min in?”
Ayet: 75Rûpel: 393
Em ji her ummetê şahidekî vediqetînin û derdixin û wiha dibêjin: “Ka wê delîlê xwe (yên li ser heqîya kar û kirinên we ku di wan de qet tu guman tune bînin (em bibînin)!” Fêm kirin ku heq aîdê Allah e û bêbextîyê/neweyîyê wan (a bi gotina ji bo ku me nêzî Allah bike li ser navê Allah mehdervan/şefaetvan lihev tînin) jî winda bûye, çûye.
Ayet: 25Rûpel: 398
Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”
Ayet: 51Rûpel: 442
Li sûrê hatîye pifkirin. (Tu dibînî ku) ji gorên xwe derketine û bi lez ber bi Rabbê xwe ve diçin.
Ayet: 52Rûpel: 442
Dibêjin: “Hey wax li me! Kî em ji gorên ku demeke dirêj e em tê de razayî bûn rakirîye? Tiştê ku Rahmân wead kiriye ev e. (Fêm dibe ku) pêxemberan rast gotine. (Vejîna piştî mirinê û axîret heq e.)”
Ayet: 53Rûpel: 442
Bitenê qîrînek û hew! Hemû di heman demê de di hizûra me de tên amade kirin.
Ayet: 54Rûpel: 442
Îro, qet li tu nefsî neheqîyekî herî biçûk jî nayê kirin û ji xeynî kirinên xwe pê ve hûn tu gerew/berdêl nabînin.
Ayet: 55Rûpel: 443
Bêguman wê rojê ehlê cennetê, di nav şahîyê de (bi nîmetên cennetê) meşxul in.
Ayet: 56Rûpel: 443
Ew û hevjînên wan di bin sîgehan de li ser textan paldayî ne.
Ayet: 57Rûpel: 443
Li wê derê ji bo wan fêkî û çi tiştê bixwazin heye.
Ayet: 58Rûpel: 443
Ji cem Rabbê pir bi merhamet ve ji wan re bidevkî “silav” heye.
Ayet: 59Rûpel: 443
(Allah dibêje:) “Gelî mucrîman! Hûn wiha veqetin.”
Ayet: 60Rûpel: 443
Gelî Zaroyên Âdem! Ma min li we wiha ferman nekiribû: “Ji şeytan re evdîtîyê/îbadetê nekin, ew neyarê we yê vikîvekirî ye.”?
Ayet: 61Rûpel: 443
“(Ma min negotibû) ji min (tenê) re evdîtîyê bikin. Rêya rasterast ev bixwe ye.”
Ayet: 62Rûpel: 443
“Sond be, ji we gelek civakan xerifand. Erê ma we qet aqil nedigirt.”
Ayet: 63Rûpel: 443
“Ha ev, cehennema ku ji we re hatîye weadkirin e.”
Ayet: 64Rûpel: 443
“Di berdêla kufra xwe de îro têkevin wê (cehennemê).”
Ayet: 65Rûpel: 443
Îro, em devên wan mohr dikin. (Guneh) ên bi dest xistine destên wan ji me re dibêjin û pîyên wan jî şahidî dikin.
Ayet: 16Rûpel: 445
“Ma dema em bimirin û bibin ax û hestî, qey em ê dîsa bên vejandin?”
Ayet: 17Rûpel: 445
“Bavûkalên me yên berê jî?”
Ayet: 18Rûpel: 445
Bibêje: “Erê, hûn ê bi stuxwarî û wek riswakirî (bên vejandin).”
Ayet: 19Rûpel: 445
Ew, bitenê yek qîrek e. (Bi carekî tu lê dinêrî ku, li derdorên xwe) vedinêrin.
Ayet: 20Rûpel: 445
Dibêjin: “Xwelî li serê me be! Ev, roja dîn/roja hisabê ye.”
Ayet: 21Rûpel: 445
Ev, roja ‘Fesl ê’ ye (roja ji hev veqetînê ye) ku we ew, derewandibû.
Ayet: 22Rûpel: 445
Wan zilimkaran û hevalên wan (ên ku heman karî dikirin) û ew ên ji xeynî Allah îbadetê li wan dikirin li hev bicivînin! Wan bi rêya cehennemê ve bajon.
Ayet: 23
Meala vê ayetê hê nehatiye zêdekirin.
Ayet: 24Rûpel: 445
Wan bisekinînin, lewre ew wê bên pirsyarkirin.
Ayet: 25Rûpel: 446
Çi ji we bûye? Hûn çima alîkarîya hev nakin?
Ayet: 26Rûpel: 446
(Nexêr!) Berevajî ew, îro teslîm bûne.
Ayet: 27Rûpel: 446
Berê xwe didin hev/li ser hev difitilin û berhemberê hev lêpirsînê dikin.
Ayet: 28Rûpel: 446
(Ji serokên xwe yên averêker re wiha dibêjin:) “Bêguman hûn, ji rastê vê nêzîkî me dibûn.”
Ayet: 29Rûpel: 446
(Serokan) gotin: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ji xwe we îman neanîbû.”
Ayet: 30Rûpel: 446
“Tu otorîteya me ya li ser we tune bû. (Me zorê li we nekir.) Lê belê hûn bi xwe qewmekî har bûn.”
Ayet: 31Rûpel: 446
“Soza/hukmê (ezabê) ya Rabbê me li ser me heq bû. Bêguman em jî (ezab) ditamînin.”
Ayet: 32Rûpel: 446
“Belê me we xerifand (û xiste vê rewşê). Lewra em bi xwe jî kesên har bûn.”
Ayet: 33Rûpel: 446
Wê rojê ew di ezab de hevpar/şirîk in.
Ayet: 34Rûpel: 446
Em, bi gunehkarên mucrîm/sûcdar ha wisan dikin.
Ayet: 51Rûpel: 446
Ji nav wan peyvdarek wiha dibêje: “Birastî hevalekî min hebû.”
Ayet: 52Rûpel: 447
Digot: “Ma tu jî ji wan kesan î ku (jiyana axîretê) tesdîq dikin?”
Ayet: 53Rûpel: 447
“Ma dema em bimirin û bibin ax û hestî, em ê berdêla amelên xwe bistînin?”
Ayet: 54Rûpel: 447
“Hûn jî dixwazin bibînin (ka ew di çi rewşê de ye)?”
Ayet: 55Rûpel: 447
Lê nihêrt û wî di nîvê agir de dît.
Ayet: 56Rûpel: 447
Got: “Sond bi Allah be ku, hindik mabû te min jî bixistana (cihê ku tu tê de yî).”
Ayet: 57Rûpel: 447
Eger nîmetên Rabbê min (li ser min) nebûya, teqez ez jî dibûm ji wan amadekirî (yên cehennemê).”
Ayet: 58Rûpel: 447
“Nexwe em ê careke din nemirin, ne wisan?”
Ayet: 59Rûpel: 447
“Em ê careke tenê bimirin û em êdî nayên ezabdayînê jî ne wisan?”
Ayet: 60Rûpel: 447
Bêguman ev, (ha ev bixwe) qezencek û rizgarîyeke mezin e.
Ayet: 61Rûpel: 447
Ew ên wê bişixulin bila ji bo vê bixebitin.
Ayet: 59Rûpel: 455
(Dema her koma nû tên, melâîket ji ehlê cehennemê re dibêjin:) “Ha ev jî komek in ku wê ligel we noqî cehennemê bibin. Ji wan re ‘merheba’ tune. Lewre ew ê têkevin nava agir.”
Ayet: 60Rûpel: 455
(Ew ên peyrew/dûvketî ji serokan re dibêjin:) “(Nexêr!) Esil ji we re ne ‘merheba’/hûn xweşîyê nebînin. We ev (cehennem) anî pêşîya me. Çi cihwareke xerab e.”
Ayet: 61Rûpel: 455
Dibêjin: “Rabbê me! Kî vê (aqubeta cehennemê) anîbe pêşîya me, tu ezabê wî di agir de qat bi qat zêde bike.”
Ayet: 62Rûpel: 456
Û dibêjin: “Çi dibe ji me wiha? Ew ên ku me wan wek şerîr/bêqîmet dipejirandin em wan nabînin. (Ew mûmînên ku me wan biçûk didîtin çima ne li vê derê ne?).
Ayet: 63Rûpel: 456
“Me tinazên xwe bi wan dikir, ne wisan? (Xwelî li serê me be.) Nexwe (qêy ew jî di cehennemê de ne, lê) em nabînin?”
Ayet: 64Rûpel: 456
“Hevrikîya ehlê cehennemê helbet rast/heq e.”
Ayet: 47Rûpel: 462
Eger hemû tiştên li ser rûyê erdê û bi qasî wê jî ji zilimkaran re hebûya, ji ber xerabîya ezaba roja qiyametê (xelas bibin) wê feda bikirana. (Lewre ew roj) ya ku qet hisab nedikirin ji hêla/ji alîyê Allah ve tê eşkere kirin.
Ayet: 48Rûpel: 463
Ew xerabîyên ku kiribûn ji bo wan derkete holê û bi wê (ezab) a ku tinazê xwe pê dikirin re hatin dorpêçkirin.
Ayet: 56Rûpel: 463
Berîya ku her nefs bêje: “Ji ber qisûrên min ên der heqê Allah de weyl li min be û ez bi rastî ji tinazkaran bûm.” (Berê xwe bidin Allah û bibin tabiê yên ku nazil kiriye).
Ayet: 57Rûpel: 464
An jî berîya ku wiha bibêje: “Eger Allah ez bigihandima hîdayetê ez ê jî bibûma ji Mutteqîyan.”
Ayet: 58Rûpel: 464
An jî berîya wê dema ku ezabê bibîne, bibêje: “Xwezî ji min re fersendekî min a din hebûya û ez bibûma ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin.” (Berê xwe bidin Allah û bi ya ku daxistîye re îman bînin).
Ayet: 59Rûpel: 464
(Nexêr, ne wisan e!) Bi rastî ayetên min ji te re hatibû lê te ew derewandin û (li dij wan) te quretî kir û tu bûyî ji kafiran.”
Ayet: 60Rûpel: 464
Roja qiyametê tu dibînî ku ew ên li dij Allah derew kirine, rûyên wan reş e. Ma qey di cehennemê de ji qureyan re cih tune!
Ayet: 67Rûpel: 464
Wan qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/bi awayê lêhatî rêzdarîya wî negirtin. (Qudret û azameta Allah li gor pêdivîyê fêm nekirin û tênegihîştin.) Hal ev e ku roja qiyametê temamê erdê di qevza wî de ye. Asîman jî di destê wî yê rastê de li hev pêçandî ye. Ew (Allah), ji tiştên ku ew pê şirîk çêdikin munezzeh û berz/bilind e.
Ayet: 68Rûpel: 465
Li sûrê tê pifkirin. Ew ên ku Allah daxwaz kirine ne tê de, hemû heyînên li erd û esmanan (weke zerplêdayî ji tirsa) dimirin. Paşê cereke din tê pifkirin (tu dibînî ku) di cih de radibin û vedinêrin.
Ayet: 69Rûpel: 465
Erd, bi nûra Rabbê te ronahî dibe. Kitêb (a ku amel tê de nivîsandî ne di nîverastê de) tê danîn. Pêxember û şahid têne anîn û di navbera wan de bi heq tê hukimkirin. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 70Rûpel: 465
Her nefs çi kiribe (berdêla) keda wî bêkêmasî jê re tê dayîn. Ew, bi ya ku wan kiriye herî çêtir dizane.
Ayet: 71Rûpel: 465
Kafiran, zumre zumre ber bi cehennemê ve tên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cehennemê) ji wan re dibêjin: “Ma ji nav we pêxemberên ku ayetên Rabbê we ji we re dixwendin û bi leqayîhatina vê rojê hûn hişyar dikirin nehatibûn?” Dibêjin: “Belê (hatin).” Lê peyva ezabê li ser kafiran heq bûye.
Ayet: 72Rûpel: 465
Ji wan re tê gotin: “Di derîyê wê de têkevin cehennemê ya ku hûn ê di wir de bêdawî bimînin. Cihê ku ew kesên pozbilind wê tê de bimînin çi qas xerab e.”
Ayet: 73Rûpel: 465
Ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe biparêzin wê zumre ber bi cennetê ve bên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cennetê) ji wan re dibêjin: “Silav li ser we be, hûn pîrûpak hatin. Êdî wek mayîndarên ebedî têkevin wê derê.”
Ayet: 74Rûpel: 465
Dibêjin: “Hamd ji wî Allahê re ku ji weada xwe sadiq ma û em kirin warisê erzê (cennetê) da ku li wê derê em li gor daxwaza xwe tevbigerin. Xelata xebatkaran çi qas xweşik e.”
Ayet: 75Rûpel: 466
Tu dibînî ku melaîketan (bi awayê) dorpêçkirina hawîrdorê erşê, Rabbê xwe bi hamd tesbîh dikin. Di navbera wan de hukim hatîye dayîn û wiha hatîye gotin: “Hamd ji Allahê Rabbê aleman re be.”
Ayet: 19Rûpel: 477
Roja dijminên Allah tên vejandin û li hevdu tên civandin, ew bi awayê di kontrolê de ber bi agir ve tên sewqkirin.
Ayet: 20Rûpel: 477
Dema ku ew têne wê derê, guhên wan û çavên wan û çermên wan der barê amelên (li ser xerabîyên) wan di aleyha wan de şahidîyê dikin.
Ayet: 21Rûpel: 478
Ew ji çermên xwe re dibêjin: “We çima di aleyha me de şahidî kir?” Dibêjin: “Ew Allahê ku her tiştî dide axaftin em jî dane axaftin. Yê ku cara pêşîn hûn xuliqandin ew e û hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.”
Ayet: 29Rûpel: 478
Kafir dibêjin: “Rabbê me! Ji cin û însanan ew ên ku me xerifandine nîşanî me bide. Ji bo ku bibin ji wan ên herî kêmxistî/riswaker em ê wan binpê bikin.
Ayet: 67Rûpel: 493
Wê rojê hemû dost, dibin dijminên hevdu. Ew mutteqî (yên ji bo Allah/fîsebîlîllah hevaltîya hevdu dikirin) ne tê de.
Ayet: 68Rûpel: 493
Ya îbadên min! Îro ji we re tirs tune û hûn xemgîn jî nabin.
Ayet: 69Rûpel: 493
Ew in ku; îman bi ayetên me anîne û teslîm bûne.
Ayet: 70Rûpel: 493
Hûn û hevjînên xwe wek (ji alî Allah ve) tên ezimandin bikevin cennetê.
Ayet: 71Rûpel: 493
Li ber wan tebeq û qedehên zêrîn tên gerandin. Li wê derê hemû tiştên ku dilên wan dixwaze û çavên wan pê xweş dibe, heye. Hûn ê di wir de bêdawî bimînin.
Ayet: 72Rûpel: 493
Ew cenneta di berdêla amelên we ku hûn jê re bûne waris, ev e.
Ayet: 73Rûpel: 493
Li wê derê, ji bo we gelek fêkîyên ku hûn ê ji wan bixwin hene.
Ayet: 16Rûpel: 495
Roja bi zeftkirina herî mezin ku em ê zeft bikin, bêguman em tolhildar/heyfsitên in.
Ayet: 40Rûpel: 497
Qet tê de guman tune ku Yewmu’l Fesl/Roja Veqetandinê, dema (vejandina) wan e.
Ayet: 41Rûpel: 497
Wê rojê, dost nikare qet tu feyde bide dostê xwe û alîkarî jî ji wan re nayê kirin.
Ayet: 42Rûpel: 497
Ew ên ku Allah rahmetê li wan kirine ne tê de. Bêguman ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm bixwe ye.
Ayet: 43Rûpel: 497
Bêşik ew dara zeqqum ê,
Ayet: 44Rûpel: 497
Xwarina gunehkaran e.
Ayet: 45Rûpel: 497
Wekî madenê helandî di zikê wan de dikele.
Ayet: 46Rûpel: 497
Wekî pilçînîya/pilçepilça ava kelandî.
Ayet: 47Rûpel: 497
(Wiha tê gotin:) Wî bigirin û bi nîvê cehennemê ve bikişkişînin.
Ayet: 48Rûpel: 497
Paşê ji ezaba ava kelandî di serê wî de birijînin.
Ayet: 49Rûpel: 497
(De heydê, ezab) bitamîne! Kanê (goya) tu pir bi îzzet û bi rûmet bûyî!
Ayet: 50Rûpel: 497
Bêguman ev, ew tişt e ku hûn tê de bi guman ketibûn.
Ayet: 51Rûpel: 497
Bi rastî ew ên mutteqî, di meqamên ewledar de ne.
Ayet: 52Rûpel: 497
Di nava cennetan de û li ser kanîyan.
Ayet: 53Rûpel: 497
Ji libasên hevrîşim ên tenik û sitûr li xwe dikin û bi berhemberî rûdinin.
Ayet: 54Rûpel: 497
Ha wisan… Me wan bi horîyên çavgir (çavxezal) re zewicandin.
Ayet: 55Rûpel: 497
Li wir, di nava ewlehîyê de ji her cureyên fêkîyan dixwazin.
Ayet: 56Rûpel: 497
Li wir, ji mirina pêşîn pê ve ew mirineke din tam nakin. Û (Allah,) wan ji ezabê cehennemê parastîye.
Ayet: 26Rûpel: 500
Bibêje: “Allah, we divejîne û paşê dimirîne. Piştre ew roja qiyametê ku tê de qet tu guman tune de wê hûn li hevdu bicivîne. Lê pirên însanan nizanin.”
Ayet: 27Rûpel: 500
Serwerîya/hukimranîya erd û esmanan aîdê Allah e. Roja ku qiyamet rabe, ha wê demê ehlê batil wê bi xusranê bikevin.
Ayet: 28Rûpel: 500
Wê rojê tu her ummetî dibînî ku çokdayî ne. Her ummet bi bal Kitêba xwe ve tê vexwendin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Hûn ê îro berdêla amelên xwe bistînin.”
Ayet: 29Rûpel: 500
(Wiha tê gotin:) “Ev, kitêba me ye ku li dij we heqîyê dibêje. Bêguman me, kirinên we dinivîsand.”
Ayet: 30Rûpel: 500
Heçî ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî Rabbê wan ewana daxilê rahmeta xwe dike. Ev, rizgarîyeke vikîvekirî bixwe ye.
Ayet: 31Rûpel: 500
Heçî ji kafiran re jî (wiha tê gotin:) “Ayetên min ji we re nehatin xwendin? Ma qey hûn jî ne bibûn ji wan mucrîmên/sûcdarên gunehkar ku fortên mezinahîyê dikirin?”
Ayet: 32Rûpel: 500
Dema ku wiha tê gotin: ada Allah heq e, der heqê qiyametê de qet tu guman tune.” We wiha got: “Qiyamet jî çî ye? Em nizanin. Me enceq gumanekî kir û em li ser yeqînê ne bawer in.”
Ayet: 33Rûpel: 501
(Aqubeta) kirinên wan ên xerab ji bo wan derkete holê û ew (ezab) a ku tinazên xwe pê dikirin hawîrdor wan dorpêç kir.
Ayet: 34Rûpel: 501
Hate gotin: “Çawa ku we leqayîhatina vê roja xwe ji bîr kiribû, em jî îro we (ji ezabê re terk dikin). Sitargeha we cehennem e. Kesekî ku alîkarîya we bike tune.”
Ayet: 35Rûpel: 501
“Ev, ji ber vê ye ku; we tinazên xwe bi ayetên Allah dikir û hûn bi jiyana dinyayê xapîyan e.” Îro ji wê derê nayên derxistin û (ji bo amelên ku Allah pê razî bikin daxwaza wan a vegera dinyayê jî) nayê qebûlkirin.
Ayet: 20Rûpel: 518
Li sûrê tê pifkirin. Ev, roja ku wê waîdê min/tehdîdên min (pêk bên) e.
Ayet: 21Rûpel: 518
Her nefs, bi ajovanekî (ku wî bi qada mahşere ve dajo) û bi şahidekî (ku şahidî bi amelên wî dike) re hatîye.
Ayet: 22Rûpel: 518
Sond be ku tu ji vêya di xefletê de bûyî. Me îro perda te (ya ku ji dîtina rastîyê re dibe asteng) rakiriye. Êdî îro dîtina te (wek) hesin (tuj e).
Ayet: 23Rûpel: 518
(Melaîketê) ligel wî dibêje: “Ha ev (bi amelên xwe yên xerab a ku min heta îro qeyd kiriye) li cem min amade ye!”
Ayet: 24Rûpel: 518
“Her kafirê rikdar bavêjin cehennemê!”
Ayet: 25Rûpel: 518
“Ew kesê ku ji xêran re dibe asteng û ji hedê xwe borîye û gumankar e.”
Ayet: 26Rûpel: 518
“Ew ê ku; ligel Allah ji xwe re îlâhekî din girtîye. Wî bavêjin nava ezabekî dijwar.”
Ayet: 27Rûpel: 518
(Şeytanê averêker ya) ligel wî dibêje: “Rabbê me! Min ew bitir/har nekiriye. Lê ew, di xerifîtîyeke dûr de bû.”
Ayet: 28Rûpel: 518
Dibêje: “Li cem min bi hev nekevin û nîqaşê nekin. Min berê de hûn bi waîda/tehdîda xwe hişyar kiribû.”
Ayet: 29Rûpel: 518
“Li cem min peyv nayê guherandin û ez ne ew im ku zilim li evdên xwe bikim.”
Ayet: 30Rûpel: 518
Wê rojê em ji cehennemê re dibêjin: “Ma tu tije bûyî?” Ew jî wiha dibêje: “Ma hê zêdetir tune?”
Ayet: 31Rûpel: 518
Cennet, ji Mutteqîyan re ne dûr e, hatîye nêzîkkirin.
Ayet: 32Rûpel: 518
Ev, ji her yekî ji we ku berê xwe daye Allah (û hudûdên wî) diparêze re ya ku hatîye weadkirin e.
Ayet: 33Rûpel: 518
(Ji bo) ew kesê di xeybê de (digel ku nabîne û li cihê ku tu kes ew nedîtîye) de ji Rahmân ditirse û bi qelbekî selîm berê xwe daye Allah re (hatîye amadekirin).
Ayet: 34Rûpel: 518
Bi selametî têkevin wir. Ev, roja ebedîyetê ye.
Ayet: 35Rûpel: 518
Li wê derê her tiştê dixwazin ji wan re ye. Li cem me zêdetir jî heye.
Ayet: 41Rûpel: 519
Tu baldar be/guhê xwe bide wê roja ku bangvan ji cihekî nêzîk ve gazî dike.
Ayet: 42Rûpel: 519
Ew roj, dê ew qêrîna heq (pifkirina sûrê) seh bikin. Ha ev, roja derketina (ji goran) e.
Ayet: 43Rûpel: 519
Bêguman em, divejînin û dimirînin. Û veger bi bal me ve ye.
Ayet: 44Rûpel: 519
Wê rojê, erd wê (li ser wan) şeq bibe û vebe. Wê bi lez (ji goran) derkevin. Ha ev, ji bo me civandineke/heşreke hêsan e.
Ayet: 41Rûpel: 532
(Ne hewceyê pirsê ye, lewre) ew ên mucrîm/sûcdar ji rûyên xwe tên naskirin û ji perçem/ji bisk û lingên xwe tên girtin.
Ayet: 12Rûpel: 538
Wê rojê tu dibînî ku nûra mêr û jinên mûmîn li pêşîya wan dibeze û ji milê rastê ve jî (defterê amelên xwe) digirin. (Ji wan re tê gotin:) “Îro, mizgînîya we, cennet in ku di bin wan de çem diherikin û hûn ê di wan de ebedî bimînin. Ev, xelasîya/qezenca mezin bixwe ye.”
Ayet: 3Rûpel: 548
(Li îndallah/li cem Allah) ne feydeyekî eqrebayên we û ne jî (feydeyekî) ewladên we dê ji we re hebe. (Allah) roja qiyametê (der heqê we de hukim dide û) wê navbera we bifesilîne/biveqetîne. Allah, li ser karên we bîner e.
Ayet: 6Rûpel: 561
Ji ew ên Rabbê xwe înkar dikin re ezabê cehennemê heye. Ew, çi cihlêvegerekî xerab e.
Ayet: 7Rûpel: 561
Dema ku bi wir ve tên avêtin, (agir) dikele û pilçepilç dike, ew xirînîya wê seh dikin.
Ayet: 8Rûpel: 561
(Agir) ji hêrsa dike biteqe û ji hevdu biqelêşe. Her cara ku komek (bi agir ve) tên avêtin, parêzvanên wê derê ji wan dipirsin: “Ma qey hişyarkerek ji we re nehatibû?”
Ayet: 9Rûpel: 561
Dibêjin: “Belê! Muheqeq ji me re hişyarkerek hat (lê) me ew derewand û (wiha) got: “Allah qet tu tiştî danexistîye, hûn bitenê di nava xerifîyeke mezin de ne.”
Ayet: 10Rûpel: 561
Gotin: “Eger me seh bikira an aqil bigirta em nedibûn ji ehlê agirê ku alavên bi erjeng direşîne.”
Ayet: 11Rûpel: 561
Gunehên xwe îtîraf kirin. Ehlê agir bila (ji rahmeta Allah) dûr bikevin.
Ayet: 27Rûpel: 563
Dema ku dibînin (ezab) nêz bûye, rûyên kafiran dikeve rewşeke xerab. Hate gotin: “Ha ev, tiştê ku we dixwest (we înkar dikir û digot: ka kengê ye, ha ew) bixwe ye.”
Ayet: 42Rûpel: 564
Di wê roja ku saq/çîm/paq vedibe ji bo secdê tên gazîkirin, (lê) nikarin (secde bikin).
Ayet: 43Rûpel: 565
Çavên wan (ji tirsê di rewşeke) bêhiş/xayîs de ye. Zillet ew nuxamtîye. (Hal ev e ku) ew dema bisihhet bûn ji secdê re hatin gazîkirin.
Ayet: 13Rûpel: 566
Dema ku bi yek pifkirinek li sûrê bê pifkirin,
Ayet: 14Rûpel: 566
Dema erd û çiyan ji cihên xwe tên kişandin (paşê jî) li hev tên xistin û dibin parçe,
Ayet: 15Rûpel: 566
Ha ew roj Waqîe (qiyameta ku wê qethîyen rabe) waqî bûye.
Ayet: 16Rûpel: 566
Asîman qelişîye. Ew, wê rojê sistbûyî/dahelînî ye.
Ayet: 17Rûpel: 566
Melaîket li dora wê ne. Wê rojê heşt (melaîket) ên li ser wan de wê erşê Rabbê te hilgirin.
Ayet: 18Rûpel: 566
Wê rojê hûn li hizûra (Allah) tên derxistin. Qet tu tiştekî we veşartî namîne.
Ayet: 19Rûpel: 566
Heçî yê kitêba wî ji milê rastê ve tê dayîn, dibêje: “Va kitêba min! Bigirin û bixwînin.”
Ayet: 20Rûpel: 566
“Bêguman min li ser yeqînê zanîbû ku ez ê bigihîjim hisaba xwe.”
Ayet: 21Rûpel: 566
Êdî ew, di nava jiyaneke pê qayîlbûyî de ne.
Ayet: 22Rûpel: 566
Di cenneteke bilind de,
Ayet: 23Rûpel: 566
Fêkîyên wê pir nêz û berdest in.
Ayet: 24Rûpel: 566
(Ji wan re tê gotin:) “Di berdêla amelên ku we li dinyayê kiribûn, bi noşîcanî bixwin û vexwin.
Ayet: 25Rûpel: 566
Heçî yê kitêba wî ji milê çepê ve tê dayîn, dibêje: “Xwezî kitêba min nehatiba dayîn.”
Ayet: 26Rûpel: 566
“(Xwezî) min bi hisabê xwe qet nizanîba.”
Ayet: 27Rûpel: 566
“Xwezî (mirin) her tiştî biqedanda (vejîn û hisab nebûna).”
Ayet: 28Rûpel: 566
“Min ji malê xwe qet tu sûd newergirt.”
Ayet: 29Rûpel: 566
“Hêza min/otorîteya min winda bû çû.”
Ayet: 30Rûpel: 566
(Tê gotin:) “Bi wî bigirin û girê bidin.”
Ayet: 31Rûpel: 566
“Paşê wî bavêjin nava cehennemê.”
Ayet: 32Rûpel: 566
“Piştre jî wî li zincîreke ku dirêjahîya wî bi qasî heftê gaz e/erşin e bidin.”
Ayet: 33Rûpel: 566
“Lewre wî, bi Allahê azîm îman nedianî.”
Ayet: 34Rûpel: 566
“Xwarindayîna xîzanan jî teşwîq nedikir.”
Ayet: 35Rûpel: 567
“Îro, li vê derê ji bo wî qet tu dostekî nêz wê tunebe.”
Ayet: 36Rûpel: 567
“Ji xwîn û kêm/zûxav/edab pê ve tu xwarina wan jî tune.”
Ayet: 37Rûpel: 567
“Wê jî bitenê ew kesên bi xeta/gunehkar dixwin.”
Ayet: 8Rûpel: 567
Ew roja ku asîman dibe wekî madena helandî,
Ayet: 9Rûpel: 567
Çiya ji dibin wekî hirîya rengûreng (û belavbûyî).
Ayet: 10Rûpel: 567
(Wê rojê) dostê nêz/hogir li dostê xwe napirse.
Ayet: 11Rûpel: 568
Ew ji (hevdu re) têne nîşandan. Kesê mucrîm, ji ber ezaba wê rojê dixwaze ku zaroyên xwe yên kurîn wek fidye bide.
Ayet: 12Rûpel: 568
Jina xwe û birayê xwe,
Ayet: 13Rûpel: 568
Xwedî û eqrebayên ku ew hewandine,
Ayet: 14Rûpel: 568
Hemû tiştên li ser rûyê erdê… Paşê (dixwaze ku ev tiştên daye) wî xelas bike.
Ayet: 15Rûpel: 568
Qet/Tu car! Lewre ew, cehennem e ku bi harkî dişewite û alavên wê bi şîdet in.
Ayet: 39Rûpel: 575
Eshabu’l Yemîn (yên ku defterên wan ên amelê ji milê rastê ve tên dayîn) ne tê de.
Ayet: 40Rûpel: 575
Ew di cennetan de ne. Ji hevdu dipirsin.
Ayet: 41Rûpel: 575
(Rewşa) mucrîman.
Ayet: 42Rûpel: 575
(Dibêjin:) “Çi tiştî hûn bi seqerê/bi cehennemê ve kaş kir?”
Ayet: 43Rûpel: 575
Dibêjin: “Em ne ji nimêjkeran bûn.”
Ayet: 44Rûpel: 575
“Me kesên miskîn/xîzanên hewcedar têr nedikir.”
Ayet: 45Rûpel: 575
Em jî ligel wan ên (noqî batil û şahîyê) bûne re, noqî batilê dibûn û diçûn.”
Ayet: 46Rûpel: 575
“Me roja dîn diderewand.”
Ayet: 47Rûpel: 575
“Heta yeqîn (mirin) gihîşte me (wiha dewam kir).”
Ayet: 13Rûpel: 576
Ew roj însan ji ya ku teqdîm kiriye û ji ya ku bi paş ve xistîye (nekiriye) tê agahdar kirin.
Ayet: 7Rûpel: 579
Ew (qiyamet) a ku hûn pê hatine weadkirin wê pêk bê.
Ayet: 8Rûpel: 579
Dema stêrk hatin jêbirin,
Ayet: 9Rûpel: 579
Dema asîman hate qelaştin,
Ayet: 10Rûpel: 579
Dema Çiyan (ji nîşka ve) hatin teriqandin û parçekirin,
Ayet: 11Rûpel: 579
Dema ku hemû pêxember ji bo wextê diyarkirî (ji bo qiyametê) hatin civandin.
Ayet: 29Rûpel: 580
Bi bal wê (cehennem) a ku we diderewand ve biçin.
Ayet: 30Rûpel: 580
Bi bal sîyên (dûmana agir ya) sê şax/sê çiql ve.
Ayet: 31Rûpel: 580
Ne dike sih û ne jî ji alavan diparêze.
Ayet: 32Rûpel: 580
Bêguman ew, çirûskên wisan davêje ku her yek ji wan wekî qesrekî ye.
Ayet: 33Rûpel: 580
Her yekî wekî deveyên zipîzer in (ku rengê wan bi ser reşahîyê dikeve).
Ayet: 34Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 35Rûpel: 580
Ev, rojek e ku nikarin biaxivin.
Ayet: 36Rûpel: 580
Ji bo ku ûzrê xwe bixwazin destûr jî li wan nayê dayîn.
Ayet: 37Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 38Rûpel: 580
Ev Yewmu’l Fesl e (ku hukim di nav însanan de tê dayîn û navbera wan tê veqetandin). Me hûn û yên berîya we civandin.
Ayet: 39Rûpel: 580
Eger kemînekî ku hûn deynin hebe, (kerem bikin) kêmîna xwe ya li dij min deynin.
Ayet: 40Rûpel: 580
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ayet: 46Rûpel: 583
Roja ew wê dibînin, wekî ku ew danekê êvarê an jî danekê sibehê (li dinyayê) mabin
Ayet: 33Rûpel: 584
Dema ku qîrîn (a Sûrê) tê ku ew guhan ker dike
Ayet: 34Rûpel: 585
Ew roj mirov, ji birayê xwe direve,
Ayet: 35Rûpel: 585
Ji dê û bavê xwe,
Ayet: 36Rûpel: 585
Ji jina xwe û ji zarokên xwe.
Ayet: 37Rûpel: 585
Ew roj, ji her yekî ji wan re karek/derdek wî ku wî meşxûl dike.
Ayet: 38Rûpel: 585
Ew roj (hinek) rû ronî ne/rûgeş in.
Ayet: 39Rûpel: 585
(Rûyên wan) bi ken û bi kêf in.
Ayet: 40Rûpel: 585
Ew roj (hinek) rû hene ku bi tozê wergirtî ne.
Ayet: 41Rûpel: 585
Reşetarêyeke (wekî tenîya dûmanê) sîmayên wan nixumandîye.
Ayet: 42Rûpel: 585
Ha ewana, ew ên kafir û facir bixwe ne.
Ayet: 1Rûpel: 585
Dema ku roj tê pêçandin (û tarîkirin),
Ayet: 2Rûpel: 585
Dema ku stêrk hildiweşin û belav bibin,
Ayet: 3Rûpel: 585
Dema ku çiya tên meşandin,
Ayet: 4Rûpel: 585
Dema ku deveyên avis di rewşa xwe de tên terikandin/bêxwedî dimînin,
Ayet: 5Rûpel: 585
Dema ku heywanên kovî li hev tên civandin,
Ayet: 6Rûpel: 585
Dema ku behr tên pêxistin,
Ayet: 7Rûpel: 585
Dema ku nefs tên hevcotkirin (rûh û ceset digihîjin hev),
Ayet: 8Rûpel: 585
Dema ku ji qîzika bi saxîtî hatîye binaxkirin tê pirsîn,
Ayet: 9Rûpel: 585
(Dema tê pirskirin:) “Ji ber çi sûcî hatîye kuştin?”
Ayet: 10Rûpel: 585
Dema ku sahîfe/rûpel belavbûn û vebûn,
Ayet: 11Rûpel: 585
Dema ku asîman ji hev ket û hate pêçandin,
Ayet: 12Rûpel: 585
Dema ku (agirê) cehennemê tê pêxistin û geş dibe,
Ayet: 13Rûpel: 585
Dema ku cennet tê nêzkirin,
Ayet: 14Rûpel: 585
Êdî her nefs, hîn bûye ku (ji bo roja qiyametê) çi amade kiriye (û bi xwe re anîye).
Ayet: 1Rûpel: 586
Dema ku asîman diqelişe,
Ayet: 2Rûpel: 586
Dema ku stêrk hildiweşin û belav dibin,
Ayet: 3Rûpel: 586
Dema ku behr tên teqîn/tên beliqîn û fûrandin,
Ayet: 4Rûpel: 586
Dema ku qebr/gor serûbinî hev dibin,
Ayet: 5Rûpel: 586
Her nefs (çi karên) teqdîm kiriye û (çi terk kiriye û) daye paş, hîn dibe.
Ayet: 13Rûpel: 586
Qet tu guman tune ew Ebrar (ên pirzêde qencî dikin), di nav nîmetan de ne.
Ayet: 14Rûpel: 586
Lê ew ên facir helbet di cehennemê de ne.
Ayet: 15Rûpel: 586
Di roja dîn de wê bikevin wê derê.
Ayet: 16Rûpel: 586
Ew nikarin (yek lehzeyekî jî) winda bibin û jê dûr bibin.
Ayet: 1Rûpel: 591
Ma agahîya (qiyametê) ya ku her tiştî digire û dinuximîne ji te re hat?
Ayet: 2Rûpel: 591
Ew roj, (hinek) rû di nav tirs û kindê de/zilletê de ne.
Ayet: 3Rûpel: 591
Xebitîye/amel kiriye û betilîye/westîyaye.
Ayet: 4Rûpel: 591
Wê bikeve agirê har.
Ayet: 5Rûpel: 591
Ji (ava) kanîyeke pirzêde kelijî tên vexwarin.
Ayet: 6Rûpel: 591
Ji bo wan ji sitirîya “darî” (ya bi jehr û bêhn pîs û qirik diqelişîne) pê ve xwarinek tune.
Ayet: 7Rûpel: 591
Ne têr dike û ne jî birçîbûnê diborîne.
Ayet: 8Rûpel: 591
(Hinek) rû jî hene ku, di nîmetan (de bextewar in).
Ayet: 9Rûpel: 591
Ji ber xebata xwe (ji ya ku bi dest xistîye ) razî ye/xoşnûd e.
Ayet: 10Rûpel: 591
Di cennetekî berz/bilind de ye.
Ayet: 11Rûpel: 591
Li wê derê peyveke pûç/bê feyde nabihîze.
Ayet: 21Rûpel: 593
Qet/Tu car! Gava ku erd diherife û parçe parçe dibe,
Ayet: 22Rûpel: 593
Dema Rabbê te tê û melaîket sef bi sef (rêz dibin),
Ayet: 23Rûpel: 593
Û ew roj cehennem jî tê anîn. Wê rojê însan bi bîr tîne. (Lê belê) ma wê çi feydeya vê bibîranînê jê re hebe?
Ayet: 24Rûpel: 593
Dibêje: “Xwezî min ji bo jiyana xwe hin tiştan (bikira û) li pêşîya xwe teqdîm bikira.”
Ayet: 25Rûpel: 593
Ew roj, tu kes nikare wekî ezaba (Allah) bikaribe ezab bide.