Bakara
Ayet: 41Rûpel: 6
Bi wê (Qur’an) a min nazil kiriye îman bînin ku ew, ya li cem we (Tewratê) tesdîq dike û nebin ji wan ên ku wê pêşîn înkar dikin. Ayetên min bi bihayekî kêm nefiroşin. Û xwe bitenê ji min biparêzin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 41Rûpel: 6
Bi wê (Qur’an) a min nazil kiriye îman bînin ku ew, ya li cem we (Tewratê) tesdîq dike û nebin ji wan ên ku wê pêşîn înkar dikin. Ayetên min bi bihayekî kêm nefiroşin. Û xwe bitenê ji min biparêzin.
Ayet: 231Rûpel: 36
Dema we jinan berdan û wan jî wextê îddeta xwe qedandin, an bi qencî li cem xwe bihêlin an jî wan bi xweşî berdin. (Lê belê) ji bo ku hûn heqên wan binpê bikin û (bi qesta) zerar dayînê wan li cem xwe negirin. Kî jî wiha bike wî zilim li nefsa xwe kiriye. (Nîkah û berdan ji xwe re nekin lîstik û) tinazê bi ayetên Allah nekin. Nîmetên Allah ku li ser we ye û ew Kitêb û hîkmeta ji bo şîret bide we daxistîye bi bîr bînin. Ji Allah bitirsin û bizanibin ku Allah, li ser her tiştî zana ye.
Ayet: 252Rûpel: 40
Ev, ayetên Allah in ku em ji te re li ser heqîyê dixwînin û bi rastî tu bixwe jî ji pêxemberên (ji hêla/ji alîyê Allah ve) hatine şandin î.
Ayet: 4Rûpel: 49
(Berî ku Qur’an nazil bibe Tewrat û Încîl) ji bo ku ji însanan re bibin çavkanîya hîdayetê (nazil kir). Û (ji bo heq û batil ji hevdû veqetîne Qur’an) Furqan jî nazil kiriye. Bêguman ew ên ayetên Allah înkar dikin; ji wan re ezabekî biêş û jan heye. Allah (ew ê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û heyfê/zuntîqam e.
Ayet: 7Rûpel: 49
Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.
Ayet: 19Rûpel: 51
Muheqeq li îndallah/li cem Allah dîn (ê muteber) îslâm e. Ew ên ku Kitêb ji wan re hatîye dayîn, piştî ku bûn xwedî ilim ji ber bitirî û hesûdî û daxwaza komek ku ji ya din serdesttir be di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Her kî li dijî ayetên Allah bibe kafir, bila bizanibe ku Allah serîu’lhisab e (hisab dîtina wî sivik e).
Ayet: 58Rûpel: 56
Ev, ji (Kitêb) a ku şîretên bi hikmet dihewîne û ji ayetan em ji te re dixwînin.
Ayet: 70Rûpel: 57
Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn dibin şahid ku ev (Qur’ana ji Allah) heq e, hûn ayetên Allah çima înkar dikin.
Ayet: 98Rûpel: 61
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel Allah li ser tiştên ku hûn dikin şahid e, herwiha çima hûn ayetên Allah înkar dikin?”
Ayet: 101Rûpel: 62
Digel ku ayetên Allah ji we re tên xwendin û pêxemberê wî jî di nav we de ye, çawa hûn ê bibin kafir? Kî xwe bi (rêya) Allah bigire, bêguman wê li ser rêya rast bê hîdayetkirin.
Ayet: 108Rûpel: 62
Ev (ayetên hanê) ayetên heq yên Allah in ku em ji te re dixwînin. Allah, ji bo aleman zilim/neheqî daxwaz nake.
Ayet: 113Rûpel: 63
(Hemû Ehlê Kitêb) ne wekhev in. Ji Ehlê Kitêb komek heye ku; di şevan de di qiyamê de ayetên Allah dixwînin û di secdê de ne.
Ayet: 118Rûpel: 64
Gelî ew ên îmân anîne! Ji xwe pê ve tu kesî (ku hûn sirrên xwe parve bikin û karên xwe yê di nav xwe de agahdar bikin) ji xwe re nekin hemsir/hemraz. (Lewre ew kafir) ji bo êşandina we tu carî xwe nadin paş. Kîna/Buxza wan di devê wan de eşkere ye. Lê tişt (kîn) a ku di singên wan de veşartî ye hê jî mezintir e. Eger hûn aqilmend in, birastî me ayetên xwe ji we re beyan kirine.
Ayet: 199Rûpel: 75
Ji Ehlê Kitêb hin kes hene ku; bi Allah û bi tiştên ji we re nazil bûye îmân tînin. Ji Allah ditirsin. Ayetên Allah bi bihayeke kêm nafiroşin. Mikafata wan li cem Rabbê wan e. Bêguman Allah hisaban pir zû dibîne.
Ayet: 140Rûpel: 99
Bêguman (Allah) di Kitêbê de ji we re (vê hukmê) daxistibû: “Dema we bihîst ku ayetên Allah tên înkarkirin û tinaz bi wan tên kirin heta ew dest bi axaftina mijareke din nekin bi wan re (di heman cîvatî de) rûnenin. (Eger hûn wê mijarê red nekin an wê cîvatê terk nekin) hûn ê jî bibin (ji kafir/ji muşrîk ên) weke wan.” Bêguman Allah ew e ku, wê temamê kafir û munafiqan di cehennemê de li hev kom bike.
Ayet: 155Rûpel: 102
Ji ber ku soza xwe xera kirin û li dij ayetên Allah bûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn û (ji sedema vê gotina xwe ku gotin:) “Qelbên me (li dij heq û heqîqetê) nuxamtî ye!” (me wan ceza kiribû). (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan Allah qelbê wan mohr kiriye. (Ji ber vê) ji hindikî wan pê ve ew îmân naynin.
Ayet: 44Rûpel: 114
Bêguman me Tewrat nazil kiriye. Di navê de hîdayet û nûr heye. Ew pêxemberên (bi dilsozî ji Allah re) teslîm bûne di nav Cihûyan de bi wê Kitêbê hikum didan. Ji ber ku ji parastina Kitêb (a Allah) mesûl bûn û li ser wê şahid bûn Rabbanîyan û Zanayan jî (di navbera însanan de bi wê Kitêbê) hikum didan. (Nexwe) ji însanan netirsin. (Bitenê) ji min bitirsin! Ayetên min bi bihayekî kêm/erzan nefroşin. Kî bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum neke; ew ên ha kafir bixwe ne.
Ayet: 4Rûpel: 127
Her çiqas ji wan re ji Rabbê wan ayetek hatibe, wan her berê xwe jê vegerandine.
Ayet: 98Rûpel: 139
Ew (Allah) e ku hûn ji nefsekê/ji Âdem xuliqandîye. Ji bo we cihêkî mayînê û cihekî (ku bi emanetî) hûn tê de bimînin heye. Bêguman ji bo civakeke fêmdar me ayetên xwe bi berfirehî beyan kiriye.
Ayet: 124Rûpel: 142
Dema ji wan re ayetek/mucîzeyek bê, dibêjin: “Heta ew (rîsalet) a ji pêxemberên Allah re hatîye ji me re jî neyê dayîn em tu carî îmân naynin.” Allah, herî çêtir dizane ku wê rîsaleta xwe bide kî. Ji gunehkarên mucrîm re ji ber kemînên danîne li îndallah/li cem Allah zillet/riswatî heye û wê ezabekî dijwar li wan bikeve/îsabetî wan bike.
Ayet: 157Rûpel: 148
An jî ji bo ku hûn nebêjin: “Kitêb ji me re bihata daxistin em ê ji wan zêdetir li ser rêya rast bûna.” Bi rastî ji we re ji Rabbê we delîleke apeşkere û hîdayet û rahmet hatîye. Ma ji wî kesê ku ayetên Allah diderewîne û rûyê xwe jê vedigerîne (an jî ji bo ku însanan ji rêya heq vegerîne li ber xwe dide) zalimtir kî heye? Ew ên ji ayetên me rû vegerandine ji ber rûvegerandina wan em ê wan bi ezabekî herî xerab ceza bikin.
Ayet: 158Rûpel: 149
Ma ew (ên ayetên Allah tekzîb dikin/diderewînin û berê însanan jê vedigerînin) qey (ji van pê ve) li hêvîya tiştekî din in ku melâiket an Rabbê te an jî hinek ayetên Rabbê te werin? Roja ku hinek ayetên Rabbê te hatin ew kesê berê de îmân neanîbe an jî bi îmana xwe xêrek bi dest nexistibe, êdî îmana wî feyde nadê. Bibêje: “(De ka) li bendê bisekinin/li hêvîyê bimînin. Bêguman em jî li hêvîyê ne/li bendê ne.”
Ayet: 32Rûpel: 153
Bibêje: “Ma rizqên paqij û zînetên ku Allah ji bo evdên xwe derxistîye kî heram kiriye?” (Û dîsa) bibêje: “Ew, di heyata dinyayê de ji bo mumînan e. Li axîretê jî bitenê ji mumînan re ye.” Em bi vî awayî ji bo civakekî zana re ayetên xwe wiha bi kitekit/bi hûrgilî beyan dikin.
Ayet: 58Rûpel: 157
Gîhayê bajarê rind bi îzna Rabbê te derdikeve. Ji yê (bajarê) xerab jî ji gîhayekî bêkêr/bê feyde pê ve tiştek dernakeve. Ji bo civakeke şikurdar em a wiha ayetên xwe cur bi cur beyan dikin.
Ayet: 174Rûpel: 172
Em bi vî awayî ayetên xwe wiha bi kitekit/bi hûrgilî beyan dikin da ku (bi ser wê ehda xwe ya ku dabûn Allah) vegerin.
Ayet: 2Rûpel: 176
Mumîn enceq ew kes in ku; dema Allah tê zikirkirin qelbê wan dilerize. Dema ayetên wî ji wan re tên xwendin îmana wan zêdetir dibe û ew bi tenê tewekkulê Rabbê xwe dikin.
Ayet: 52Rûpel: 182
Weke rewşa malbata Firewn û yên berîya wan (jîyîne)... Wan jî ayetên Allah înkar kiribûn û Allah ji ber gunehên wan ve bi wan girtibû. Bêşik Allah, (xwedî hêz û quweteke mezin) Qawî ye, cezayê wî jî pir dijwar e.
Ayet: 54Rûpel: 183
Weke rewşa malbata Firewn û yên berîya wan (jîyîne)... Wan, ayetên Rabbê xwe înkar kiribûn. Me jî ji ber gunehên kiribûn wan helak kir û me malbata Firewn xeniqand. Hemû jî zalim bûn.
Ayet: 9Rûpel: 187
Wan ayetên Allah bi bihayekî erzan firotin û ber (ê însanan) ji rêya Allah girtin. Bi rastî tiştê ku ew dikin çiqas xerab e!
Ayet: 11Rûpel: 187
Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin êdî ew di dîn de birayên we ne. Em ji bo civakeke zana ayetên xwe wiha bi hûrgilî/bi teferûet beyan dikin.
Ayet: 65Rûpel: 196
Sond be, dema ku tu ji wan bipirsî wê bibêjin: “Em ketibûn nav xeberdanê û me xwe pê mijul dikir.” Bibêje: “Erê ma we tinazên xwe bi Allah û bi ayetên wî û bi Rasûlê wî dikir?”
Ayet: 1Rûpel: 207
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên Kitêba bi hukim/hikmet dagirtî ne.
Ayet: 5Rûpel: 207
Ew ê ku roj kiriye ronîker û hîv kiriye ronahî û ji bo ku hûn hejmarên salan û hisaban bizanibin ji hîvê re menzil/qonax tayin kiriye ew e. Allah, ev hemû (ji bo elameta hebûn û yekbûn û qudreta xwe) bi heqîyê xuliqandîye. Ew ji bo qewmeke zana re ayetên xwe wisa bi teferûet beyan dike.
Ayet: 17Rûpel: 209
Ma ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne/dihêne an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Bêguman ew mucrîmên gunehkar nagihîjin felahê/xelasîyê.
Ayet: 24Rûpel: 210
Heyata dinyayê (ji alî bihorbarî/muweqetbûn û pêkhatina wê ya ji kêm feydeyê) mîsala wê, weke wê avê ye ku me ew ji esmanan daxistîye. (Bi wê avê) nebatên/hêşînahîyên ku xwarina însan û heywanan e têkilî nav hev bûn. (Gîyayên cûrbicûr li ser rûyê erdê şîn dibin û li hev dipeçikin) dema erd (ji nebatan) bi zînetên xwe yên cûrbicûr (bi şox û şengî) dixemile. n wê jî hizir dikin qey ew li ser (dar û berê) wê xwedî qudret in ku jê îstîfade bikin. Ha di wê hengamê de bi şev an jî bi roj emrê me bi ser de hat, vêca me wekî zevîya dirûtî (çinandî) lêkir her wekî ku do ew heşînahî tune bû. Em ji qewmekî ku difikirin re a wiha ayetên xwe bikitekit beyan dikin.
Ayet: 71Rûpel: 216
Ji wan re xebera Nûh bixwîne. Bi bîr bîne ku wî ji qewmê xwe re (wiha) gotibû: “Gelî qewmê min! Eger mayîna min di nav we de û şîreta min a bi ayetên Allah bi we giran bê, bizanibin ku min xwe sipartîye Allah. Êdî hûn û şirîkên xwe li hev bicivin û (der heqê min de) qerara xwe bidin. (Karên ku hûn der heqê min de bikin) bila ji we re nebe derd. Paşê qet nesekinin û qerara xwe li ser min tetbîq bikin/çav li min venekin.”
Ayet: 95Rûpel: 218
Û nebe tu bibî ji wan ên ku ayetên Allah diderewînin. Nexwe wê tu bibî ji yên xisirî/bi ber ketî.
Ayet: 101Rûpel: 219
Bibêje: “Li tiştên li erd û esmanan binêrin û bifikirin! Lewre ayet/delîl û hişyarkirin (a Rasûlan) feyde nade wan qewmên îmân naynin.”
Ayet: 1Rûpel: 220
Elif, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbeke wisan e ku ayetên wê muhkem in, paşê ji alîyê Allahê (xwedî hukim û hikmet) Hakîm û (ji her tiştî agahdar) Xebîr ve bi teferûet hatîye beyankirin.
Ayet: 1Rûpel: 234
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên Kitêba ronak/eşkere ne.
Ayet: 1Rûpel: 248
Elîf, Lam, Mîm, Re. Ha evana, ayetên Kitêbê ne. Û ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye heq e. Lê belê pirên însanan îmân naynin.
Ayet: 2Rûpel: 248
Allah ew e ku; asîman bê sitûn bilind kiriye. Hûn wî dibînin. Paşê îstîwayê erşê kir. Roj û heyv kiriye bin emrê xwe. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî (di rêgeha xwe de) diherike û diçe. Her karê xwe bi rê ve dibe. Ji bo hûn li ser yeqînê bawer bikin ku hûn ê pêşberî Rabbê xwe bibin (Allah) ayetên xwe bi kitekit/bi teferûet eşkere dike.
Ayet: 1Rûpel: 261
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên vê Kitêbê û Qur'an’a mûbîn/vikîvekirî ye.
Ayet: 104Rûpel: 278
Allah, ew kesên îmân bi ayetên wî neanîne nagihîne hîdayetê. Û ji bo wan ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 105Rûpel: 278
Enceq ew ên bi ayetên Allah îmân naynin derew lihev tînin û bêbextîyan dikin. Ha ev ên hanê derewker bixwe ne.
Ayet: 59Rûpel: 287
Tiştê ku me ji şandina ayetan/mucîzeyan paş ve dihêle tenê ev e ku, ew ên berê ew (ayet/mucîze) înkar kiribûn. Me wek (mucîzeyek) eşkere deveyeke mê da qewmê Semûd, (lê wan) zilim lê kirin. Em ayetan/mucîzeyan bitenê ji bo tirsandinê/xofandinê dişînin.
Ayet: 56Rûpel: 299
Em pêxemberan (ne ku ji bo îcabetî daxwazên wan bikin,) bitenê wek mizgînvan û hişyarker dişînin. Lê ew ên kafir (li dij heqê) bi batil têdikoşin û dixwazin heq tune bikin/pîyê wî bişemitînin. Ew henekên xwe bi ayetên min û tiştên ku pê hatibûn hişyarkirin dikin.
Ayet: 57Rûpel: 299
Ma ji wî kesê ku bi ayetên Rabbê xwe hatibe hişyarkirin û paşê berê xwe jê vegerandibe û tiştên bi destê xwe (pêk anîye) teqdîm kiriye zalimtir kî heye? Bêguman me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danî da ku ew tênegihîjin. Eger tu bi bal hîdayetê ve gazî wan bikî jî ew ebedîyen rasterê nabin.
Ayet: 105Rûpel: 303
Evana ew kes in ku ayetên Rabbê xwe û leqayîhatina wî înkar kirine, (herwiha) amelên wan pûç û betal bûye. Em roja qiyametê qet tu rûmetê nadin wan.
Ayet: 106Rûpel: 303
Ev cehennem, ji ber ku înkar kiribûn cezayê wan e. (Hem) tinazê bi ayetên min û rasûlên min kiribûn.
Ayet: 58Rûpel: 308
Evana, ew in ku Allah nîmet daye wan; pêxemberên ji zurîyeta Âdem in û yên me bi Nûh re (di keştîyê de) kişandine û ji zurîyeta Îbrahîm û Îsraîl (Yaqûb) in û me ew hilbijartine û gihîştandine hîdayetê ne. Dema ku ji wan re ayetên Rahmân têne xwendin bi kelegirî diçin secdê.
Ayet: 5Rûpel: 321
Gotin: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ev ên ha taxeyek/desteyek xewnerojk in/xewnên tevlîhev in. Wî ji ber xwe lihev anîye... Nexêr! (Bibe nebe) ew enceq şairek e. (Ger ne wisan be) çawa ku ji wan ên berê re hatibûn, bila ji me re jî ayetek/mucîzeyek bîne (de em bibînin).”
Ayet: 16Rûpel: 333
Herwiha me ev Qur'an bi ayetên eşkere nazil kiriye. Bêguman Allah kî bixwaze wî hîdayet dike.
Ayet: 52Rûpel: 337
Me berîya te her çiqas rasûl û nebîyên şandine dema dest bi xwendina (Kitabullah) kiriye muheqeq şeytan her hewl daye/daxwaz kiriye ku hin tiştan tevlî xwendina wî bike. Lê Allah, tişt (weswese û guman) ên wî (şeytan) daxwaz kiriye ku tevlî wê bike, pûç dike/diborîne û piştre ayetên xwe muhkem/zexm dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 66Rûpel: 345
Ayetên min ji we re dihatin xwendin, lê hûn li ser pehnîya xwe ve vegerîyan (we guhdarî nedikir).
Ayet: 105Rûpel: 348
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Dema ku ayetên min ji we re dihatin xwendin, ma ew ên diderewandin ne hûn bûn?”
Ayet: 1Rûpel: 349
Ev, sûreyek e ku me ew nazil kiriye û (hukmên vedihewîne/îhtiwa dike) me ferz kiriye. Me tê de ayetên eşkere daxistîye da ku hûn şîret bigirin.
Ayet: 18Rûpel: 350
Û Allah ji we re ayetên xwe beyan dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 34Rûpel: 353
Sond be, me ji we re ayetên raveker/eşkere (ku bibin) mîsalên wan ên berî we hatine û çûne û ji Mutteqîyan re şîret in nazil kiriye.
Ayet: 46Rûpel: 355
Sond be me ji we re ayetên eşkere/raveker nazil kiriye. Allah, kî bixwaze wî rasterê dike.
Ayet: 58Rûpel: 356
Gelî ew ên îmân anîne! Ew (carîye) ên di bin destên we de ne û ew ên hêj balix nebûne bila sê caran ji we destûrê bixwazin: Berîya nimêja sibehê û dema nîvro (ji bo îstirahetê) hûn cilên xwe dertînin û piştî nimêja eşayê. Ev her sê dan (ên hanê dibe ku hûn ne wergirtî/lixwekirî bin) ji we re mahrem in. Ji xeynî van her sê danan (ku bêdestûr hûn bêne cem hevdu) ji we û ji wan re gunehek tune. Ew li dor we digerin/diçin û tên cem we. Dibe ku hûn jî li dor wan digerin û diçin û tên cem wan. Allah, ji we re ayetan wiha beyan dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 59Rûpel: 357
Dema zarokên we balix bûn, weke ku ew ên (mezin) destûr dixwestin bila ew jî (her dem) destûrê bixwazin. Herwiha Allah ayetên xwe ji we re eşkere dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 61Rûpel: 357
Li ser yê kor mehzûr tune û li ser yê qop/kulek mehzûr tune û li ser yê nexweş mehzûr tune. Li ser we jî tu guneh tuneye ku hûn ji mala/ji xanîyên xwe an ji mala bavên xwe an ji mala dayîkên xwe an ji mala birayên xwe an ji mala xuşk û birayên xwe an ji mala apên xwe an ji mala metên xwe an ji mala xalên xwe an ji mala xatîyên xwe an ji malên ku miftên wan di destê we de ne an jî ji malên hevalên xwe xwarin bixwin. Hûn tev bi hev re an ji hev cihê bixwin jî li ser we qet tu gunehek/mehzûrek tune. Dema hûn ketin malan ji alîyê Allah ve silaveke mûbarek û xweş/pak bidin hevdu. Allah, ji bo ku hûn aqil bigirin ji we re ayetan eşkere dike.
Ayet: 73Rûpel: 365
Dema ku ayetên Rabbê wan tînin bîra wan, ew ne wekî kesên kor û ker tevdigerin. (Gûh didin ser û dikin ku fêm bikin.)
Ayet: 2Rûpel: 366
Ev, ayetên Kitêba vikîvekirî/raveker in.
Ayet: 1Rûpel: 376
Ta. Sîn. Ev, ayetên Qur'anê û Kitêba vikîvekirî ye.
Ayet: 2Rûpel: 384
Ev, ayetên Kitêba mubîn/vikîvekirî ne.
Ayet: 87Rûpel: 395
Piştî ku ayetên Allah ji te re nazil bûn, nebe ku destê te jê bigirin. Tu gazî Rabbê xwe bike û nebe ku tu bibî ji muşrîkan.
Ayet: 23Rûpel: 397
Ew ên ayetên Allah û leqayîhatina wî înkar dikin... Ewana ji rahmeta min hêvîya xwe birîne. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 49Rûpel: 401
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew (Qur'an), di singên wan ên ku ilim ji wan re hatîye dayîn de ayetên vikîvekirî ne. Ji zaliman pê ve kesên din ayetên me înkar nakin.
Ayet: 50Rûpel: 401
Gotin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihatibana?” Bibêje: “Ayet, enceq li îndallah/li cem Allah in. Û ez bitenê hişyarkerekî eşkere me.”
Ayet: 10Rûpel: 404
Paşê aqûbeta xeraban, bû herî xerabtirê aqûbetan. Ayetên Allah derewandin û tinazên xwe pê kirin. (An jî; “Ji ber derewandin û tinazkarîya ayetan bi aqûbeta herî xerab ve ketin.”)
Ayet: 28Rûpel: 406
(Ji bo ku hûn tewhîd û şirkê fêm bikin) ji nefsa we bixwe mîsalek da we: Di nav wan koleyên we de; yên di rizqê ku em didin we de hevpar in an wekî ku ji hevdu ditirsin hûn ji wan ditirsin an jî ên ku bi we re wekhev in, hene gelo? Ha bi vê awayê em ayetan ji bo qewmekî aqilmend re rave dikin.
Ayet: 2Rûpel: 410
Ev, ayetên Kitêbeke xwedî hikum û hikmet e.
Ayet: 22Rûpel: 416
Ma ji wî kesê ku bi ayetên Rabbê xwe ve tê hişyarkirin û paşê rû vedigerîne zalimtir kî heye? Bêguman em, ji bo gunehkarên mucrîm/sûcdar re tolhildêr/muntaqîm in.
Ayet: 34Rûpel: 421
Ayetên Allah ku di malên we de tên xwendin û hikmetê (sunneta ku ravekirina pêxember e) bi bîr bînin. Bêguman Allah (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutuf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ayet: 46Rûpel: 442
Dema ayetek ji ayetên Rabbê wan ji wan re tê, teqez jê rû vedigerînin.
Ayet: 59Rûpel: 464
(Nexêr, ne wisan e!) Bi rastî ayetên min ji te re hatibû lê te ew derewandin û (li dij wan) te quretî kir û tu bûyî ji kafiran.”
Ayet: 71Rûpel: 465
Kafiran, zumre zumre ber bi cehennemê ve tên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cehennemê) ji wan re dibêjin: “Ma ji nav we pêxemberên ku ayetên Rabbê we ji we re dixwendin û bi leqayîhatina vê rojê hûn hişyar dikirin nehatibûn?” Dibêjin: “Belê (hatin).” Lê peyva ezabê li ser kafiran heq bûye.
Ayet: 4Rûpel: 466
Ji xeynî kafiran tu kes der heqê ayetê Allah de nîqaş nakin. Gera wan a di nav welatan de (ya bi hêz û bi şatafat) bila te nexerîne/nexapîne.
Ayet: 35Rûpel: 470
Ew in ku; digel ji wan re qet tu delîl nehatîye jî der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin. Hêrsa li îndallah û li cem mûmînan (ji ber van amelên wan) mezin e. Allah, qelbê ew ê zordar û qure ha wisan mohr dike.
Ayet: 56Rûpel: 472
Digel ku ji wan re tu delîl nehatîye jî ew ên der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin (hene)! Di singa wan de quretîyek wisan heye ku ew tu car nagihîjin wê. (Nexwe) tu xwe bispêre Allah. Bêguman ew (belê ew), (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ayet: 69Rûpel: 474
Te wan ên ku der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin, nedît? Çawa (ji heqîyê bi bal batil ve) tên vegerandin.
Ayet: 3Rûpel: 476
(Ev,) ji qewmekî zana re Kitêbek e ku ayetên wê bi Erebî tên xwendin û wek mufesselbûyî/kitekitbûyî hatîye ravekirin.
Ayet: 44Rûpel: 480
Eger me ew Qur'an li ser zimanekî ne Erebî daxistana wê wiha bigotana: “Ma ne pêwist/ne hewce bû ku ayetên wê bihata ravekirin? Kitêbeke Erebî û (pêxemberekî) Ereb!” Bibêje: “Ew, ji bo ew ên îman anîne re hîdayet û şîfa ye. Di guhên wan ên îman neanîne de jî giranî heye û ew (Qur'an) ji bo wan korîtî ye. Ha ew ên hanê, wekî wan (însanan) in ku ji ciheke dûr tên gazîkirin (Qur'anê nabihîzin û fêm nakin).”
Ayet: 6Rûpel: 498
Ha evana, ayetên Allah in ku em ji te re wek heq dixwînin. Êdî ew piştî (pê ne bawerîya) Allah û ayetên wî, wê bi kîjan peyvê bawerî bînin?
Ayet: 8Rûpel: 498
Ku ew ayetên Allah yên jê re tên xwendin dibihîze, lê wekî qet seh nekiribe bi fortandina mezinahîyê (di kufra xwe de) asê dimîne. Mizgîna ezabekî biêş û jan bide wî.
Ayet: 11Rûpel: 498
Ev (Qur'an,) hîdayet e. Eger ayetên Rabbê xwe înkar bikin ji bo wan ji ya herî giran ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 31Rûpel: 500
Heçî ji kafiran re jî (wiha tê gotin:) “Ayetên min ji we re nehatin xwendin? Ma qey hûn jî ne bibûn ji wan mucrîmên/sûcdarên gunehkar ku fortên mezinahîyê dikirin?”
Ayet: 35Rûpel: 501
“Ev, ji ber vê ye ku; we tinazên xwe bi ayetên Allah dikir û hûn bi jiyana dinyayê xapîyan e.” Îro ji wê derê nayên derxistin û (ji bo amelên ku Allah pê razî bikin daxwaza wan a vegera dinyayê jî) nayê qebûlkirin.
Ayet: 26Rûpel: 504
Sond be, hêza/desthilatdarîya/îmkanên ku ji we re nehatîye dayîn, me dabû wan. Me gûh û çav û qelban dabû wan. Ne guhên wan û ne çavên wan û ne jî qelbên wan qet tu feyde neda wan. Lewre wan ayetên Allah înkar dikirin. Û ew (ezab) a ku tinazên xwe pê dikirin, hawîrdor ew dorpêç kir.
Ayet: 27Rûpel: 504
Sond be, me pirên belde/şar ên derdora we helak kirin. Ji bo ku (bi bal heqqê ve) bizîvirin me ayetan bi awayên pircure beyan kir.
Ayet: 9Rûpel: 537
Ji bo ku we ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne, ayetên vikîvekirî li ser evdê xwe daxistîye ew e. Bêguman Allah, li ser we (yê bi şefqet) Raûf û (yê bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 17Rûpel: 538
Bizanibin ku Allah, piştî mirina wê heyat dide erdê. Ji bo ku hûn aqil bigirin em ayetan ji we re beyan dikin.
Ayet: 5Rûpel: 541
Ew ên (sînor û qanûnên wan nas nakin û bi danîna hin sînor û qanûnên din) bi Allah û bi rasûlê wî re dijberîyê dikin; yên berîya wan çawa kêmxistî û riswa bûne ew ê jî wê wekî wan bên kêmxistin û riswakirin. Muheqeq me, ayetên eşkere daxistîye. Ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Ayet: 2Rûpel: 552
Ew ê ku ji nav ummîyan Rasûlekî ji wan re şand û (ew pêxember) ji wan re ayetên (Allah) dixwîne û wan paqij dike û Kitêb û hikmet hînî wan dike, ew e. Ew, berîya vê di rêşaşîyeke vikîvekirî de bûn.
Ayet: 5Rûpel: 552
Mîsal a wan ên ku Tewrat li wan hatîye barkirin û digel vê pêwistîyên wê pêk neanîne, wekî mînaka wî kerê ku barê kitêbên kubkube hildigire ye. Mîsala civaka ku bi ayetên Allah îman neanîne çiqas xerab e. Allah, qewmê zaliman hîdayet nake.
Ayet: 10Rûpel: 556
Ew ên ayetên me înkar dikin û diderewînin, evana ehlê agir in û wê tê de ebedî bimînin. Ew der çi cihlêvegerekî xerab e.
Ayet: 11Rûpel: 558
Ji bo ku wan ên îman anîne û amelên salih kirine ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne, pêxemberê ku ji we re bi ayetên Allah yên vikîvekirî dixwîne (şandîye). Kî îman bi Allah bîne û amelên salih bike, (Allah jî) wî dixe cennetên di bin de çêm diherikin û tê de ebedî dimîne. Allah, bêguman rizqekî xweşik daye wî.
Ayet: 15Rûpel: 563
Ew ê ku dema ayetên me jê re tên xwendin, dibêje, “çîrokên berê”.
Ayet: 16Rûpel: 574
Qet/Tu car! Lewre ew, li dij ayetên me rikdar e.
Ayet: 28Rûpel: 581
Wan heta dikaribûn biderewînin ayetên me derewandin.
Ayet: 13Rûpel: 587
Dema ku ayetên me jê re tên xwendin, dibêje: “çîrok û çîvanokên berê”.
Ayet: 19Rûpel: 594
Ew ên ayetên me diderewînin jî ewana Eshabu’l Meş’eme ne (ku defterên wan ên amelê ji milê çepê ve tên dayîn).