Şîret/Nesîhet

ÎLIM, BÎR BIRIN/AQILMENDÎ, TEFEKKÛR, ÎBRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

110ayet hatin dîtin
Şîret/Nesîhet
1

Bakara

Ayet: 66Rûpel: 9

Here Ayetê

Me ev (ceza), hem ji bo yên pêşîn û hem ji bo yên paşîn re kir cezayeke bi îbret û ji bo Mutteqîyan jî kire şîret.

2

Bakara

Ayet: 221Rûpel: 34

Here Ayetê

Heta ew îmân neynin bi jinên mûşrîk re nezewicin. Jineke mûşrîke li xweşa we here jî carîyeyeke/qerwaşeke mumîne jê bixêrtir e. Hûn (keçên xwe) hetanî ku ew îmân neynin bi zilamên mûşrîk re nezewicînin. Zilamekî mûşrîk li xweşa we here jî koleyekî/xulamekî mumîn ji wî bixêrtir e. Ew (jin û zilam ên muşrîk) gazî agir dikin. Lê Allah bi destûra xwe gazî cennetê û mexfîretê dike. Û ew (Allah), ji bo ku şîret bigirin ayetên xwe ji însanan re beyan dike.

3

Bakara

Ayet: 232Rûpel: 36

Here Ayetê

Dema we jinan berdan û wan jî wextê îddeta xwe qedandin, eger ew bi zilamên xwe re bi xweşî li hev werin û qerara vegera hevdu dan, ji vê (zewaca wan re) bi zorbazî nebin asteng/manî. Ev, ji we yên ku bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbin re şîret e. Ev ji bo we bixêrtir û paqijtir e. Allah dizane, hûn nizanin.

4

Bakara

Ayet: 269Rûpel: 44

Here Ayetê

Ji kî re bixwaze hikmetê (kamilbûn û bûyîna li ser peyv û helwesta rast) dide wî. Ji kî re jî hikmet hatibe dayîn, muheqeq pirzêde xêr lê hatîye dayîn. Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîretan digirin.

5

Bakara

Ayet: 275Rûpel: 46

Here Ayetê

Ew ên ku ribayê/selefê dixwin, weke rabûna wî yê sewsî ku (bi cinan ketîye) şeytan dest lê daye (ji qebrên xwe) radibin. (Ev ceza) ji ber ku digotin “Danûstendin jî weke ribayê ye.” Lê Allah danustendin helal û riba jî heram kiriye. Ji kî re (der heqê ribayê de) şîretek ji Rabbê wî were û ew dev ji ribayê berde, (piştî terka ribayê kir) malê/qezencê ku berê de bi dest xistîye ji wî re ye. Û rewşa wî hewalêyê Allah e (hukmê der heqê wî de aîdê Allah e). Kî dîsa li ribayê/li selefe vegere, ha ew ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.

6

Âl-i İmrân

Ayet: 7Rûpel: 49

Here Ayetê

Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.

7

Âl-i İmrân

Ayet: 138Rûpel: 66

Here Ayetê

Ev ji hemû însanan re beyan e (daxuyanî ye) û ji bo Mutteqîyan jî hîdayet û şîret e.

8

Nisâ

Ayet: 34Rûpel: 83

Here Ayetê

Bi sebebê ku Allah hinekan (mêran) di ser hinekên din (jinan) re girtîye û ji ber ku mêr malên xwe xerc dikin, mêr li ser jinan rêveber in. Jinên salîha ew in ku ji dilûcan îtaetkarê Allah in û tiştên (weke mal û îffetê) ku Allah parastine di xeybê (di cihên ku kes nabîne) de diparêzin. Ew jinên ku hûn ji nuşûza wan/ji serkêşîya wan ditirsin şîret li wan bikin, paşê ew di nivînên wan de bi tenê bihêlin, li wan bixin. (Dema ku we yek ji van kir) eger îtaetî we bikin (dev ji serkêşîyê berdin) êdî di aleyha wan de (ji bo zerardayîna wan) rêyekî din negerin. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe yê herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.

9

Nisâ

Ayet: 58Rûpel: 86

Here Ayetê

Bêşik Allah emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema we di nava însanan de hikum kir, bi edaletê hikum bikin. Allah bi vêya çi şîretên xweş li we dike! Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

10

Nisâ

Ayet: 63Rûpel: 87

Here Ayetê

Ha ew in ku Allah, bi (meqseda wan ya esil ku) di dilê xwe de (veşartine) pê dizane. Ji wan rû vegerîne û şîret li wan bike û gotinên ku li wan tesîr dike (ku bi kurahî bandor li wan dike) ji wan re bibêje.

11

Mâide

Ayet: 46Rûpel: 115

Here Ayetê

Piştî (pêxemberê) wan de me Îsâyê kurê Meryem ku Tewrata li cem wan tesdîq dikir ji wan re şand. Me Încîl jî da wî ku tê de hîdayet û ronahî/nûr heye û Tewrata li ber destê xwe tesdîq dike û ji bo Mutteqîyan rehber û şîret e.

12

En'âm

Ayet: 90Rûpel: 137

Here Ayetê

Ha ew kesên ku Allah li wan hîdayet kiriye ev in. Tu jî bide pey rêya wan. Bibêje: “Ez, ji bo vê ji we qet tu heqekî naxwazim. Ew, ji hemû aleman re bitenê bibîrxistinek e.”

13

En'âm

Ayet: 126Rûpel: 143

Here Ayetê

Ev, rêya Rabbê te ya rasterast e. Bêguman em ji qewmekî ku şîretan digirin û difikirin re ayetên xwe bi kitekit/mufesselbûyî beyan dikin.

14

En'âm

Ayet: 152Rûpel: 148

Here Ayetê

“Heta ku bîrewer/kâmil/balix dibin, ji xeynî rewşa qencîyê nêzî malên sêwîyan nebin. Wezin û pîvanê li ser edaletê pêk bînin. Em li tu kesî ji xeynî taqata/quweta wî pê ve teklîf/bar lê nakin. Dema hûn peyîvîn, eqrebayên we bin jî dadwer/adil bin û girêdayîyê sozên xwe yên (ku we daye) Allah (an jî ya ku wî ji we sitendîye) bimînin.” Ji bo ku hûn bifikirin û şîretan bigirin (Allah) ev li we emir kir.

15

A'râf

Ayet: 2Rûpel: 150

Here Ayetê

(Ev) Kitêb (Qur'an), ji bona ku tu pê însanan hişyar bikî û ji mumînan re jî bibe şîret, me ji te re nazil kiriye. (Nebe ku) ji ber wê di singa te de tengasiyek çêbibe.

16

A'râf

Ayet: 3Rûpel: 150

Here Ayetê

Bidin pey wê ya ku ji Rabbê we ji we re daxistî ye. Ji wî pê ve nedin pey dostên/welîyên din. Hûn çi qas hindik şîretan digirin!

17

A'râf

Ayet: 21Rûpel: 151

Here Ayetê

Ji wan re sond xwar (û got): “Bi rastî ez qencîya we dixwazim/şîreta xêrê li we dikim.”

18

A'râf

Ayet: 26Rûpel: 152

Here Ayetê

Gelî zaroyên Âdem! Me ji we re libasên ku awretê we dinuximîne û hûn pê dixemilin daxist. Lê libasa teqwayê herî bi xêrtir e. (Hûn çawa derveyî xwe bi libasê dixemilînin qelbê xwe jî bi teqwayê bixemilînin. Ev ji bo we bi xêrtir e.) Ev (nîmet) ên hanê, ji bo ku ew bifikirin û şîret bigirin ji ayetên Allah in.

19

A'râf

Ayet: 62Rûpel: 157

Here Ayetê

“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û şîretê li we dikim. Û tiştên ku hûn pê nizanin ez bi wê ya (bi wehîya ku ji min re) ji Allah tê, dizanim.”

20

A'râf

Ayet: 68Rûpel: 158

Here Ayetê

“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û ez ji bo we şîretkarekî ewledar im.”

21

A'râf

Ayet: 79Rûpel: 159

Here Ayetê

(Salih) ji wan rû vegerand û (wiha) got: “Gelî qewmê min! Min rîsaleta/hinarîya Rabbê xwe ragihande we û şîret li we kir. Lê belê hûn hez şîretkaran nakin.”

22

A'râf

Ayet: 93Rûpel: 161

Here Ayetê

Ji wan rû vegerand û gotibû: “Gelî qewmê min! Sond be min rîsaleta/hinarîya Rabbê xwe ragihande we û şîret li we kir. Ma ez ê çawa li ber qewmê kafir bikevim/xemgîn bibim?”

23

A'râf

Ayet: 130Rûpel: 164

Here Ayetê

Sond be! Ji bo ku şîretê bigirin û bifikirin me Firewn û malbata wî ber bi xelayê û kêmkirina fêkîyan ve xist.

24

A'râf

Ayet: 145Rûpel: 167

Here Ayetê

Me ji wî re di wan lewheyan de ji şîret û der barê her tiştî de agahîyên mufessel nivîsand. “Bi quwet, xwe bi van bigire û ji qewmê xwe re jî emir bike bila bi xweşikayî xwe pê bigirin. Ew fasiqên (ku hatibûn cezakirin) warê wan (ka ketîye çi halî) ez ê nîşanî we bidim.”

25

A'râf

Ayet: 164Rûpel: 171

Here Ayetê

Dema ku ji wan komekî gotin: “Hûn ji bo çi ji qewmekî wisa re şîretan dikin ku Allah dê wan helak bike an jî wê bi ezabekî dijwar wan bide ezabkirin? (Şîretkaran) gotibûn: “Ji bo ku li cem Rabbê we bibe mazeret û hêvî dibe ku xwe biparêzin”.

26

Tevbe

Ayet: 126Rûpel: 206

Here Ayetê

Qey ew nabînin ku her sal carekê an du caran (ji hêla/ji alîyê Allah ve) tên îmtîhan kirin, (digel vê) şîret nagirin û tobe jî nakin?

27

Yûnus

Ayet: 3Rûpel: 207

Here Ayetê

Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?

28

Yûnus

Ayet: 57Rûpel: 214

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî însanan! Ji we re ji Rabbê we şîretek û ji bo (nexweşînên manewî) ya di singan de şîfayek û ji bo mumînan hîdayet û rahmetek (Kitêbek) hatîye.”

29

Hûd

Ayet: 24Rûpel: 223

Here Ayetê

Mîsala wan her du firqeyan (ku qismek cennetî ne û qismek jî cehennemî ne) weke mîsala (ew koma) kor û ker û (ew koma) dibînin û dibihîzin e. (Ev her du kom) wek mîsal qet dibin weke hev? Hûn qet şîret nagirin?

30

Hûd

Ayet: 34Rûpel: 224

Here Ayetê

“Eger Allah daxwaz kiribe ku we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî şîretên min bi kêrî we nayên. Ew Rabbê we ye û hûn ê li wî bêne vegerandin.”

31

Hûd

Ayet: 46Rûpel: 226

Here Ayetê

Got: “Ya Nûh! Bêguman ew ne ji malbata te ye. Ew, ne amelekî salih e. Tiştê ku tu pê nizanî ji min nexwaze. Ji bo ku tu nebî ji cahilan ez van şîretan li te dikim.”

32

Hûd

Ayet: 114Rûpel: 233

Here Ayetê

Di her du alîyên rojê de û ji şevê jî di seatên nêz (î rojê) de rasterast nimêj bike. Bêguman qencî xerabîyan jê dibe. Ev, ji bo wan ên (Allah) zikir dikin re şîretek e.

33

Hûd

Ayet: 120Rûpel: 234

Here Ayetê

Em qiseyên pêxemberan (yên ku em wehîy dikin) ji bo ku qelbê te qewî bibe ji te re dibêjin. Bi van (qiseyan re) ji te re (agahîyên) heq û ji mumînan re jî şîret û bibîrxistin hatîye.

34

Yûsuf

Ayet: 104Rûpel: 247

Here Ayetê

Tu (di muqabilê wê dawetê de) qet tu heqekî ji wan naxwazî. Ew (Qur'an), ji aleman re şîretek e.

35

Ra'd

Ayet: 19Rûpel: 251

Here Ayetê

Erê ma ew ê ku dizane tiştê ji alîyê Rabbê te nazil bûye heq e, qet dibe wekî wî yê kor? Bi tenê ew ên aqilmend şîret digirin.

36

İbrâhîm

Ayet: 25Rûpel: 258

Here Ayetê

(Ew dar) bi destûra Rabbê xwe her gav fêkîyên xwe dide. Allah mîsalan ji însanan re tîne da ku şîret bigirin.

37

İbrâhîm

Ayet: 52Rûpel: 260

Here Ayetê

Ev (Qur'an) ji bo pê bêne hişyarkirin û bizanibin ku (Allah) yek îlâhek tenê ye û ew ên aqilmend şîretan bigirin ji însanan re hinareyek e/peyamek e.

38

Nahl

Ayet: 13Rûpel: 267

Here Ayetê

Hemû tiştên (hêşînahîyên) li ser rûyê erdê ku rengereng in ji bo we xuliqand (û belav kir û xist bin xizmeta we.) Bêguman di vê de ji bo qewmekî şîret digire re ayet hene.

39

Nahl

Ayet: 17Rûpel: 268

Here Ayetê

Erê ma ew ê dixuliqîne qet dibe wekî wî yê ku naxuliqîne? Ma hûn qet şîret nagirin?

40

Nahl

Ayet: 90Rûpel: 276

Here Ayetê

Bêguman Allah edaletê û qencîyê û alîkarîya ji bo eqrebeyan emir dike. Ji fuhşîyatê û ji munkerê û ji zêdegavîyê (ji binpêkirina heqên mirovên din) men dike. Ji bo ku hûn bi bîr bînin û bifikirin şîretan li we dike.

41

Nahl

Ayet: 125Rûpel: 280

Here Ayetê

Tu însanan bi hikmet û bi şîreta xweş dawet/gazî bike! Bi wan re bi awayekî xweşik têbikoşe. Bêguman Rabbê te bi ew ên ji rêya wî vegerîyane û bi ew ên li ser rêya rast in jî hê çêtir dizane.

42

İsrâ

Ayet: 41Rûpel: 285

Here Ayetê

Sond be, ji bo ku şîretan bigirin me di vê Qur'anê de (heqîqetan) bi gelek awayî ji wan re beyan kir. Lê belê (ev ê ha,) rev û dûrbûna wan zêdetir kir.

43

Kehf

Ayet: 57Rûpel: 299

Here Ayetê

Ma ji wî kesê ku bi ayetên Rabbê xwe hatibe hişyarkirin û paşê berê xwe jê vegerandibe û tiştên bi destê xwe (pêk anîye) teqdîm kiriye zalimtir kî heye? Bêguman me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danî da ku ew tênegihîjin. Eger tu bi bal hîdayetê ve gazî wan bikî jî ew ebedîyen rasterê nabin.

44

Tâhâ

Ayet: 3Rûpel: 311

Here Ayetê

(Berevajî, me daxistîye da ku) ji bo ew ên ji Allah ditirsin re bibe şîret/bibîrxistin.

45

Tâhâ

Ayet: 44Rûpel: 313

Here Ayetê

“Jê re gotinên nerm bêjin. Hêvî heye ku şîret bigire an jî bitirse.”

46

Enbiyâ

Ayet: 48Rûpel: 325

Here Ayetê

Sond be, ji bo ku ji Mutteqîyan re bibe ronahî û şîret me Furqan (Tewrat) da Mûsa û Hârûn.

47

Mu'minûn

Ayet: 85Rûpel: 346

Here Ayetê

Wê bibêjin: “Aîdê Allah in.” Bibêje: “Hûn qet şîret nagirin?”

48

Nûr

Ayet: 1Rûpel: 349

Here Ayetê

Ev, sûreyek e ku me ew nazil kiriye û (hukmên vedihewîne/îhtiwa dike) me ferz kiriye. Me tê de ayetên eşkere daxistîye da ku hûn şîret bigirin.

49

Nûr

Ayet: 17Rûpel: 350

Here Ayetê

Eger hûn mumîn bin, Allah vê şîretê li we dike ku cereke din ebedîyen berê xwe nedin tiştekî wiha.

50

Nûr

Ayet: 27Rûpel: 351

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji xeynî mala xwe heta ku hûn destûrê nexwazin û silavê nedin ehlê malê nekevin hûndir. Ev, ji bo we herî bixêrtir e. Hêvî heye ku hûn şîret bigirin.

51

Nûr

Ayet: 34Rûpel: 353

Here Ayetê

Sond be, me ji we re ayetên raveker/eşkere (ku bibin) mîsalên wan ên berî we hatine û çûne û ji Mutteqîyan re şîret in nazil kiriye.

52

Furkân

Ayet: 50Rûpel: 363

Here Ayetê

Sond be (wê baranê) me di navbera wan de li hev vegerand û belav kir da ku şîret bigirin. Lê pirên însanan (şûna fêm bikin an îman bînin) di kufrê de serhişkî kirin.

53

Furkân

Ayet: 62Rûpel: 364

Here Ayetê

Ew ê ji yê ku bixwaze şîret bigire an jî şikur bike re, şev û roj di pey hev re tîne ew e.

54

Şuarâ

Ayet: 136Rûpel: 371

Here Ayetê

Gotin: “Tu şîretan li me bikî jî û nekî jî ji bo me ferq nake.”

55

Neml

Ayet: 62Rûpel: 381

Here Ayetê

(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê îcabetî dûayê wî kesê di tengezarîyê de dike û xerabîyan diborîne û hûn li ser rûyê erdê kiriye xelîfe (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Ma hûn çi qas hindik şîret digirin.

56

Kasas

Ayet: 12Rûpel: 385

Here Ayetê

Di berê de (berîya ku em wî (Mûsa) li dêya wî vegerînin) me dêşîran jê re heram kiribû. (Şîrê tu kesekê nedivexwar.) Xwişka wî got: “Ma ez maleke ku wî xweş xwedî bikin û ew lê guhdar bin nîşanî we bidim?”

57

Kasas

Ayet: 20Rûpel: 386

Here Ayetê

Axir ji rexê bajêr ya din zilamek bi bezdan hat. Got: “Ya Mûsa! Giregiran ji bo kuştina te civînekî danîne. Ji vê derê derkeve. (Ji bo ku qencîya te dixwazim, ez) şîret li te dikim.”

58

Kasas

Ayet: 43Rûpel: 389

Here Ayetê

Sond be piştî ku me neslên ewwil helak kirin, me ji însanan re Kitêbeke dûrebînan/besîretan dihewîne û hîdayet û rahmet e da Mûsa. Hêvî heye ku şîret bigirin.

59

Kasas

Ayet: 46Rûpel: 390

Here Ayetê

Dema ku me gazî (Mûsa) kir jî tu ne li cem Tûr bûyî. Lê bi rahmeteke Rabbê te (em van ji te re wehîy dikin ku) qewmê berî te ku qet hişyarker ji wan re nehatine tu wan hişyar bikî. Hêvî heye ku şîret bigirin.

60

Kasas

Ayet: 51Rûpel: 391

Here Ayetê

Sond be ji bo ku şîret bigirin me peyv, bênavber ragihande wan.

61

Ankebût

Ayet: 51Rûpel: 401

Here Ayetê

Kitêba ku me ji te re nazil kiriye û ji wan re tê xwendin ma qey têra wan nake? Bêguman di vê de ji bo civakeke ku îman anîye rahmet û şîret heye.

62

Secde

Ayet: 4Rûpel: 414

Here Ayetê

Allah, erd û esman û tiştên di navbera wan de di şeş rojan de xuliqand û paşê îstîwayê erşê kiriye. Ji wî pê ve ji bo we qet tu welî û şefaetvan tune. Hûn şîret nagirin?

63

Sebe'

Ayet: 46Rûpel: 432

Here Ayetê

Bibêje: “Ez li we şîretekî tenê dikim: “Ji bo Allah (li ser navê dîtina heqîyê) dudo bi dudo û yek bi yek bilebitin û paşê bifikirin. (Hûn ê bibînin ku) di wî hevalê we (yê pêxember de) qet tu dînîtî tune. Ew, di berîya ezabekî dijwar de ji hişyarkerekî (ku we hişyar dike) pê ve ne kesekî din e.”

64

Fâtır

Ayet: 37Rûpel: 437

Here Ayetê

Li wê derê bi qîrînê alîkarî dixwazin. (Dibêjin ku:) “Rabbê me! Me ji vir derîne ku em ji xeynî karên xwe yên berê (wek cuda) amelên salih bikin.” Ma bi qasî ku kesê tê de bifikire û jê şîret bigire temenek/umrek me ne dabû we? Hişyarkerek jî ji we re hatibû. (Ezabê) bitamînin! Qet tu alîkarê zilimkaran tune.

65

Yâsîn

Ayet: 19Rûpel: 440

Here Ayetê

Gotin: “Bêoxirîya we bi we re ye. Ji bo ku şîret li we hatîye kirin loma (hûn me bêoxir dihesibînin)? Berevajî hûn, qewmekî ji hedê xwe borî û ser xwe de çûyî ne.”

66

Yâsîn

Ayet: 69Rûpel: 443

Here Ayetê

Me helbest/şiîr hînê wî nekiriye, ev ne babetê wî ye jî. Ew, bitenê zikrek/şîretek û Qur'aneke vikîvekirî ye.

67

Saffât

Ayet: 13Rûpel: 445

Here Ayetê

Dema ku têne şîretkirin, şîret nagirin.

68

Saffât

Ayet: 155Rûpel: 451

Here Ayetê

Ma hûn şîret nagirin?

69

Sâd

Ayet: 29Rûpel: 454

Here Ayetê

Ev (Qur'an) Kitêbeke pîroz e, me ji te re daxistîye da ku li ser ayetên wê bifikirin û yên aqilmend jê şîret bigirin.

70

Sâd

Ayet: 43Rûpel: 455

Here Ayetê

Me rahmeteke ji cem xwe û ji bo ku ji aqilmendan re bibe şîret/bibîrxistin me malbata wî û misleke din da wî.

71

Zumer

Ayet: 9Rûpel: 458

Here Ayetê

(Ma ev,) an jî ew kesê ku şevên xwe di qiyam û secdê de diborîne û xwe ji (ezabê) axîretê diparêze û bi hêvîya rahmeta Allah ji dil û bênavber (îbadetê Allah dike, bixêrtir e)? Ma ew ê zana û yên nezan qet dibin wekhev? Enceq ew ên aqilmend şîret digirin.

72

Zumer

Ayet: 21Rûpel: 459

Here Ayetê

Ma qey te nedît ku Allah ji esmanan avê dadixîne û li ser rûyê erdê bi avzênan (û kanîyan) ve diherikîne? Paşê bi wê jî çandinîyên rengîn derdixîne û piştre ew zûwa dibe û tu wê zerbûyî dibînî. Paşê dike qirş û qalên hişk û hilweşîyayî. Bêguman di vê de (li ser bihorbarîya jiyana dinyayê de) ji bo aqilmendan şîretek heye.

73

Zumer

Ayet: 27Rûpel: 460

Here Ayetê

Sond be, me di vê Qur'anê de ji bo însanan gelek mîsalan daye da ku ew jê şîret bigirin.

74

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 13Rûpel: 467

Here Ayetê

Ew ê ku ayetên xwe nîşanî we dide û ji bo we ji asîman riziq dadixîne ew e. Ji ew ên ku berê xwe didin Allah pê ve tu kes şîret nagire.

75

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 58Rûpel: 472

Here Ayetê

Kor û bînende nabin weke hev. Ew ê îman anîye û amelê salih dike û yê xerabîyê dike jî (nabe weke hev). Hûn çiqas hindik şîret digirin?

76

Duhan

Ayet: 13Rûpel: 495

Here Ayetê

(Piştî ku ev bela hate serê wan) ka wê çawa şîret bigirin? Hal ev e ku ji wan re pêxemberekî vikîvekirî hatibû.

77

Duhan

Ayet: 58Rûpel: 497

Here Ayetê

Ji bo ku şîret bigirin me ew (Qur'an) li ser zimanê te hêsan kir.

78

Câsiye

Ayet: 23Rûpel: 500

Here Ayetê

Ma te nedît, ew ê ku hewayê xwe ji xwe re kiriye îlâh û Allah li ser ilmekî ew xerifandîye û gûh û dilê wî mohr kiriye û perde avêtîye ser çavên wî? (Niha) ji Allah pê ve kî dikare ew hîdayet bike? Hûn şîret nagirin?

79

Muhammed

Ayet: 18Rûpel: 507

Here Ayetê

Ma ew ji hatina qiyametê ku ji nîşka ve bi ser wan de bigire pê ve li hêvîya tiştekî din in? Ha va, elametên wê hatine. Dema ku qiyamet bi serê wan de bê wê çawa şîret bigirin?

80

Kâf

Ayet: 37Rûpel: 519

Here Ayetê

Bêguman di vê de, ji bo kesê (xwedî) qelbekî (aqilmend) û wek şahid (bîrewer) guhdarî dike re şîret heye.

81

Kâf

Ayet: 45Rûpel: 519

Here Ayetê

Em bi gotinên wan (ya li dinyayê) pir baş dizanin. Tu li ser wan ne zordar î. Tu wan kesên ku ji waîdê/tehdîdê min ditirsin re bi vê Quranê şîret bike.

82

Zâriyât

Ayet: 49Rûpel: 521

Here Ayetê

Me ji her tiştî cot bi cot xuliqand. Hêvî dibe ku hûn şîret bigirin.

83

Zâriyât

Ayet: 55Rûpel: 522

Here Ayetê

Bi bîr bîne/Şîret bike! Lewre bibîrxistin feyde dide mûmînan.

84

Tûr

Ayet: 29Rûpel: 523

Here Ayetê

Herwiha tu bi bîr bîne/şîret bike. Bi nimeta Rabbê xwe tu ne kâhin û ne jî dîn î.

85

Kamer

Ayet: 15Rûpel: 528

Here Ayetê

Sond be me, ew wek ayetek (hewceye ku îbret jê bê girtin) danî. Kesê ku îbret bigire heye gelo?

86

Kamer

Ayet: 17Rûpel: 528

Here Ayetê

Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?”

87

Kamer

Ayet: 22Rûpel: 528

Here Ayetê

Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?

88

Kamer

Ayet: 32Rûpel: 529

Here Ayetê

Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?

89

Kamer

Ayet: 40Rûpel: 529

Here Ayetê

Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, kesekî ku şîret bigire heye?

90

Kamer

Ayet: 51Rûpel: 530

Here Ayetê

Sond be ku me yên wekî we berê de jî helak kirin. Belê, yê ku şîret bigire heye?

91

Vâkıa

Ayet: 62Rûpel: 535

Here Ayetê

Sond be ku hûn bi xuliqandina pêşîn serwext bûn/we pejirand. Ma ne hewceye ku hûn (di mijara fêmkirina qudreta Allah û ji nû de vejandina wî de) bifikirin û şîret bigirin?

92

Vâkıa

Ayet: 73Rûpel: 535

Here Ayetê

Me ew, hem kiriye bibîrxistinek/şîretek û hem jî ji bo kesên hewcedar re kiriye metayekî ku jê sûdmend bibin.

93

Mucadele

Ayet: 3Rûpel: 541

Here Ayetê

Ew ên bi jinên xwe re zihâr dikin û paşê ji gotina xwe vedigerin, berîya ligelhevîya bi jinên xwe re bila koleyekî azad bikin. Ev şîret e ku li we hatîye kirin. Allah, ji kirinên we agahdar e.

94

Talak

Ayet: 2Rûpel: 557

Here Ayetê

Dema ku mûddeta (iddeya) xwe qedandin êdî an bi xweşikahî li wan vegerin an jî bi qencî wan berdin. Ji nav xwe du şahidê dadwer/adil bigirin û şahidîya xwe ji bo Allah rasterast bikin. Ew ên îman bi Allah û bi roja axîretê anîne re bi vêya şîret tê dayîn. Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke.

95

Talak

Ayet: 10Rûpel: 558

Here Ayetê

Allah ji bo wan ezabekî dijwar amade kiriye. (Di wê rewşê de) gelî aqilmendan, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Muheqeq Allah, ji we re zikir/Qur'an daxistîye.

96

Hakka

Ayet: 12Rûpel: 566

Here Ayetê

Heta ku em wê ji bo we bikin şîret/bibîrxistin û guhên têgihiştî bila wê têbigîhînin (da ku pê amel bikin û rabigihînin yên di pey wan de tên).

97

Hakka

Ayet: 42Rûpel: 567

Here Ayetê

Ew ne peyva berbêjekî/kahînekî ye jî. Hûn çiqas hindik şîret digirin.

98

Hakka

Ayet: 48Rûpel: 567

Here Ayetê

Bêguman ew, ji bo Mutteqîyan şîretek e/bibîrxistinek e.

99

Muzzemmil

Ayet: 19Rûpel: 573

Here Ayetê

Bêguman ev, bibîrxistinek/şîretek e. Êdî kî bixwaze, bi bal Rabbê xwe ve rêyek digire.

100

Muddessir

Ayet: 31Rûpel: 575

Here Ayetê

Me ji melaîketan pê ve tu kesî nekiriye muhafizên cehennemê. Me jimara wan, ji bo kafiran kiriye fitneyek. Heta ku ehlê kitêb li ser yeqînê îman bînin û îmana mûmînan zêdetir bibe û ew ên ehlê kitêb û kesên mûmîn nekevin gumanê. (Û ji bo) ew di qelbên wan de nexweşî hene wiha bibêjin: “Bi vê mînakê meqseda Allah çi bû/xwest ku çi bêje?” Ha Allah, kî bixwaze wî dixerifîne û kî jî bixwaze wî digihîne hîdayetê. Ji wî pê ve tu kes bi artêşên/bi ordîyên Rabbê te nizane. Ew, ji bo însanan enceq şîretek e.

101

Muddessir

Ayet: 49Rûpel: 576

Here Ayetê

Ma çi bûye ji wan ku ji şîretê rû vedigerînin?

102

Muddessir

Ayet: 54Rûpel: 576

Here Ayetê

Qet/Tu car! Qet tu guman tune ku ew, şîretek e.

103

Muddessir

Ayet: 55Rûpel: 576

Here Ayetê

Kî bixwaze wê jê şîret bigire.

104

Muddessir

Ayet: 56Rûpel: 576

Here Ayetê

Heta Allah daxwaz neke şîret nagirin. Ew, ehlê teqwayê (ya layiqê tirsa jê û xwe jê parastinê) û ehlê mexfîretê (ya herî zêde layîqê bexişandina Mutteqîyan) e.

105

İnsân

Ayet: 29Rûpel: 579

Here Ayetê

Bêguman ev, şîretek e. Êdî kî bivê bila bi bal Rabbê xwe ve rêyek bigire.

106

Abese

Ayet: 4Rûpel: 584

Here Ayetê

An jî (ji ayetên guhdar dike) wê şîret bigire û ev şîret wê feyde bidana wî.

107

Abese

Ayet: 11Rûpel: 584

Here Ayetê

Qet/Tu Car (wisan neke!) Qet tu guman tune ew, şîretek/bibîrxistinek e.

108

A'lâ

Ayet: 9Rûpel: 591

Here Ayetê

Eger bi kêr bê şîretan bike/bi bîr bine!

109

A'lâ

Ayet: 10Rûpel: 591

Here Ayetê

Ew ê ditirse, şîret digire.

110

Ğaşiye

Ayet: 21Rûpel: 592

Here Ayetê

Bi bîr bixe! Tu bitenê bi bîr dixî/şîretkar î.