Mizgînê bide wan ên îmân anîne û amelên salih dikin, muheqeq ji bo wan cennetên di bin wan de çemên diherikin hene (amadekirî ne). Çi dema ku fêkîyên wê (cennetê) ji wan re wek riziq tê dayîn û dixwin wiha dibêjin: “Berê jî em bi van hatibûn riziqandin.” (Bi rastî) ji wan re yên hevşêwe/mînahev hatibû dayîn. Ji bo wan li wê derê zewceyên/jinên pakîpaqij (ji her kêmasîyan paqijkirî ne) hene û ew ê di wir de ebedî bimînin.
Bibêje: “Ma ez agahîya ku ji vêya bixêrtir e bidim we? Ji bo Mutteqîyan li bal Rabbê wan cennetên di binî de çem diherikin û wê tê de ebedî bimînin hene. Hevjînên pakîpaqij û razîbûna Allah jî heye. Allah, li ser evdên xwe bînende/basîr e.
Heçî ew ên rûyên wan spî/ronahî ne jî di nava rahmeta Allah de ne. Û wê di wir de ebedî bimînin.
Xelata wan li cem Rabbê wan mexfîret û cennetên ku di binî de çem diherikin û di wir de ebedî ne. Mikafata (yên ji bo rizaya Allah bi dest bixin dixebitin) xebatkaran çi qas xweş e.
(Heçî) ew ên xwe ji Rabbê xwe parastine jî ji wan re cennetên di binî de çem diherikin hene û wê di wir de ebedî bimînin. (Ev ji wan re) wek îkrameke ji Allah e (hatîye dayîn). Ji bo Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) jî nîmetên li îndallah/li cem Allah bi xêrtir e.
Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine, em ê wan bixin cennetên ku di binê wan de çem diherikin. Wê di wir de bêdawî bimînin. Li wir, ji wan re hevjînên (ku ji hemû qisûran safîbûyî) pîrûpak hene. Em ê wan bidin bin sîgehan/sêhdaran.
Em ê wan ên îmân anîne û amelên salih kirine têxin cennetên ku di binê wan de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin. Weada Allah heq e. Ka kî ji Allah rastgotir e.
Eger Ehlê Kitêb îmân bianîya û ji (Allah) bitirsîyana û xwe biparastana me yê qisûrên wan binuxamta û ew bixistana cennetên Naîm.
Allah, muqabilê van gotinên wan de, cennetên ku di binî de çem diherikin û wê tê de bêdawî bimînin wan xelat dike. Ev, xelata muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin e.
Allah wiha dibêje: “Îro, ew roj e ku rastîya rastan wê feyde bide wan. Ji wan r cennetên di binî de çem diherikin hene û wê di wir de bêdawî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî (ji Allah) razî bûne. Ha ev, xelasîyeke/qezenceke mezin e.”
Heçî ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî em tu nefsî bi barekî ji quweta wî zêdetir binbar nakin. Evana, ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Me di singa wan de ji kînê/ji kerbê/ji xezebê her çi hebe bitevahî derxistîye/sitendîye. Di binê wan de çem diherikin. (Û wiha) dibêjin: “Hemd ji wî Allahê re be ku em gihandine vê. Eger Allah me negihîştandiba van (nîmetan) ji ber xwe ve gihîştina me (ya van nîmetan) ne mimkûn bû. Sond be Rasûlên Allah bi heq ji me re hatin.” Wê li wan wiha bê bangkirin: “Ji ber amelên we (yên salih) ew cenneta hûn jê re bûne waris, ev e.”
Ehlê cennetê, bang/gazî li cehennemîyan dikin: “Tiştê ku Rabbê me ji me re wead kiribû me heq/rast dît. Ma tiştê (ew ezaba) ku Rabbê we ji we re wead kiribû we jî rast dît?” (Ew) dibêjin: “Belê/Erê.” (Li ser vêya) bangvanek di navbera wan de wiha dike gazî: “Laneta Allah li ser zaliman be!”
Di navbera wan de perdeyek heye. Li A’rafê zilamên rawestî hene. Ew her kesî ji rûyên wan nas dikin. Ji wan ên ehlê (ku dê bikevin) cennetê re wiha dibêjin: “Silav li we!” Ev ên ku pir dilxwazê wê ne û hêvîdar in lê hêj neketine (cennetê).
Dema berê wan bi hêla ehlê cehennemê ve tê vegerandin (wiha) dibêjin: “Rabbê me! Me bi qewmê zalim re ligel hev negire!”
Ew kesên ku we sond dixwar û digot: “Rahmeta Allah qet nagihîje wan?” ev in? Têkevin cennete! Ji we re tirs jî tune û hûn xemgîn jî nabin.”
Ew ên cehennemî bangî cennetîyan dikin û dibêjin: “Hinek av an jî ji rizqê ku Allah daye we tiştekî bidin me/bi alî me ve biherikînin.” (Cennetî jî wiha) dibêjin: “Bi rastî Allah her du jî ji kafiran re heram/qedexe kiriye.”
Ha ev ên ha mumînên heqîqî ne. Ji wan re li cem Rabbê wan derece (ku wesîleya serdestîyê ye) û mexfîret û rizqekî xweşik heye.
Rabbê wan ji cem xwe mizgîna rahmetê û razîbûnê û cennetên ku ji bo wan tê de nîmetên bêdawî hene dide wan.
Ew ê di wir de bêdawî bimînin. Bêguman li îndallah/li cem Allah xelateke mezin heye.
Allah, ji mêr û jinên mumîn re cennetên ku di binî de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin û meskenên xweş di cennetên Adn de wead kiriye. Razîbûna Allah ji hemûyan herî mezintir e. Xelasîya herî mezin ev e.
Allah, cennetên di binî de çem diherikin ku tê de ebedî bimînin ji bo wan hazir kiriye. Ha xelasîya herî mezin ev e.
Pêşeng ên ji muhacir û ensar û ew ên ewil û yên li ser îhsanê bûne tabiê wan (hene)! Allah ji wan razî bûye û ew jî ji Allah razî bûne. Allah ji bo wan cennetên di binî de çem diherikin amade kiriye û wê di wir de ebedî bimînin. Xelasîya herî mezin ha ev bixwe ye.
Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî; wê Rabbê wan ji ber îmana wan ve wan digihîjînê hîdayetê û ber bi cennetên Naîm ve ku di binê wan de çem diherikin.
Li wê derê dûayên wan ev in: “Allahê me, tu subhan î (ji her kêmasîyê munezzeh î).” Daxwaza wan ji hev re: “Silav/Xweşî!” ye û dûayê wan jî ev e: “Hemd bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.”
Bêguman ew ên îmân anîne û amelên salih kirine û bi axbet (bi sitûxwarî û bi dilhedanî) girêdayîyê Rabbê xwe ne, ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ew ên bextîyar jî; hetanî erd û esman li pîya bin/hebin wê bêdawî di cennetê de bin. Daxwaza Rabbê te ne tê de/mustesna. (Ev) xelateke bêdawî ye ku qutbûn jê re tune.
(Ew aqûbet jî ev e:) cennetên Adn in ku wê bikevinê. Ji bavên wan û ji hevjînên wan û ji zurîyeta wan ew ên salih in jî dê bikevin wê derê. Û melâîket jî ji her derîyê/dergehê ve dikevin cem wan.
(Dibêjin:) “Di muqabilê sebra we de silav li ser we be!” Aqûbeta vê warê çi qas xweş e.
Ji wan ên îmân anîne û amelên salih kirine re çi bextewarî! Cihlêvegera herî xweşik ji wan re ye.
Mîsala cenneta ku ji Mutteqîyan re hatîye weadkirin wiha ye; di binê wê de çem diherikin û xwarin û sîgehên wê jî bêdawî ne. Ha ev, aqûbeta Mutteqîyan e. Aqûbeta kafiran jî agir e.
Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî ew ê bi îzna Rabbê xwe bikevin cennetên ku di bin (wan) de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin. Li wir daxwaza/temenîya wan jî ji hev re “silav” e/xweşî” ye.
Bêguman kesên mutteqî, di cennetan de û li ser kanîyan e.
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Bi silametî û emînî têkevin wê derê.”
Me (hestên neyînî wekî) rik/neyartî/hêrs ji singên wan derxistin. Bi rastî ew li hember hev li ser textan wek birayan runiştî ne.
Li wir ji wan re qet betilandin tune û ji wir nayin derxistin jî.
Dikevin cennetên Adn ku di binê wan de çem diherikin û li wir her çi bixwazin ji wan re heye. Allah, xelata/mikafata Mutteqîyan a wiha dide.
Ew in ku; dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: “Silav li ser we be! Ji ber kar û kirinên xwe bikevin cennetê.”
Ev ên ha (hene); ji wan re cennetên Adn ku di binî de çem diherikin hene. Di wê derê de bi bazinên zêrîn têne xemilandin. Libasên kesk li xwe dikin ku ji hevrîşima tenik û sitûr hatine çêkirin. Li wê derê li ser textan paldayî ne. Çi xelatekî xweşik û çi warekî xweşik.
Bêguman ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî cihê wan cennetên Firdews in.
Wê di wir de ebedî bimînin û qet naxwazin ji wir derkevin.
Lê ew ên tobe dikin û îmân anîne û amelên salih kirine ne têde. Wê ew bikevin cennetê û qet tu neheqî li wan neyê kirin.
(Ew) cennetên Adn ku; Rahmân ew bi xiyabî ji evdên xwe re wead kiriye. Bêguman dê weada wî were cih.
Ew li wê derê peyva batil nabihîzin. (Tiştê ku seh dikin) bi tenê silav e. Û ji wan re sibeh û êvar rizqê wan heye.
Ew cenneta ku em ê bidin evdên xwe yên xwedî teqwa ev e.
Cennetên Adn ku wê tê de ebedî bimînin û di binê wan de çem diherikin... Xelata wî kesê ku pak/paqij e ev e.
Me got: “Ya Âdem! Bêşik ev (şeytan) ji te û ji jina te re dijmin e. Nebe ku we ji cennetê derxîne! Nexwe tu yê bedbext/bextbireş bibî.
(Her duyan jî) jê xwarin û hema cihên eyb/ewretên wan ji wan ve hate xuyakirin. Bi pelên cennetê xwe nixumandin. Âdem, ji Rabbê xwe re îsyan kir û rêya xwe şaş kir.
Ew gurîna/qîjîna wê (agirê jî) nabihîzin. Di nava nîmetên ku dilê wan xwestîye de wê ebedî bimînin.
Ew tirsa mezin (ew tirsa dema vejîn û heşrê de) jî wan xemgîn nake. Melâîket wan pêşwazî dikin û wiha dibêjin: “Ev, roja ku ji we re hatibû weadkirin e.”
Bêguman Allah, wan ên îmân anîne û amelên salih kirine jî dixe cennetên di binî de çem diherikin. Li wir bi bazinên ji zêr û ji durr/ji lûlû dixemilin û libasên wan jî ji hevrîşim e.
Ew bal bi gotinên herî xweşik û bal bi wî yê hamîd/pesinandî ve hatine rasterêkirin.
Ew ên ku wê bibin waris ha ev in.
Ew ji cennetên Firdews re dibin waris û di wir de ebedî dimînin.
(Ji tiştên dixwazin) herî bi xêrtir bexçeyên ku di binê wan de çem diherikin û qesran jî; eger daxwaz bike ew Allah ê ku ji bo te dikare ava bike, çiqas berz û çiqas mubarek e.
(Nexêr, ne wisan e!) Jixwe wan roja qiyametê jî derewandibûn. Û me ji bo yên roja qiyametê derewandine re agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Dema ku (cehennem) ji dûr ve wan dibîne, hêrs û himûguma wê dibihîzin.
Dema bi awayekî girêdayî di cihekî teng de têne avêtin li wê derê daxwaza helakê dikin. (Dibêjin: “Hê mirin, hê tunebûn, de were me xelas bike.”)
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Îro ne carek tenê helakê bixwazin. (Berevajî) gelek caran daxwaza helakê bikin.”
Bibêje: “Erê ma ev an jî cenneta xuld/cenneta ebedîyetê bi xêrtir e? Lewre ew (cennet) xelat û cihlêvegera wan e.”
Di wan (cennetên) ku tê de ebedî dimînin de çi tiştê dixwazin ji wan re (tê dayîn). Ev weadeke Rabbê te ye ku dihê hêvîkirin/dihê xwestin/hêjayê daxwazê ye.
Cihwarê ehlê cennetê wê rojê bixêrtir e û îstîrahetgeha wan herî xweşiktir e.
Evana di muqabilê sebra xwe bi xurfeyên/odeyên (di cennetê de ji bo mêvanên taybet amadebûyî ne) tên xelatkirin. Û li wê derê bi silavdanê û bi peşnîyazîyên xweşîyê tên pêşwazîkirin.
Wê di wir de bêdawî bimînin. Ew der çi wargeheke rind û qonaxeke xweş e.”
Cennet, ji Mutteqîyan re tê nêzîkkirin.
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine, em ê wan têxin xurfeyên/odeyên (ji bo mêvanên taybet hatine amadekirin) ku di binê wan de çem diherikin û di wan de wê bêdawî bimînin. Mikafata kesên amel (ên salih) kirine çiqas xweşik e.
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî wê di nav bexçeyeke cennetê de bên hewandin û naîlî îkramê dibin.
Her kî berê xwe bide kufrê, di aleyha wî de ye. Kî jî amelê salih bike, êdî ew xwe ji bo (cihên xwe yê cennetê) amade dikin.
Bêguman ji bo wan ên ku îman anîne û amelên salih kirine re, cennetên Naîm hene.
Ew ê di wir de ebedî bimînin. Weada Allah heq e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî îkramekî di muqabilê amelên wan de ji bo wan cennetên Me’wa hene.
(Bedela amelên wan) cennetên Adn in ku wê têkevinê. Li wê derê bi bazinên zêrîn û bi dûrran/bi încîyan têne xemilandin. Û li wê derê libasên wan ji hevrîşmê ye.
Dibêjin: “Hamd ji wî Allahê re ku xem ji me birîye. Bêguman Rabbê me, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew ê spasîyê li evdên xwe dike û mikafata şikurdaran bi zêdehî dide) Şekûr e.
“Ew ê ku ji lutf û îhsana xwe, me li warê lêmayîna bêdawîn bicih kiriye. Li wê derê ji me re ne betilandin û ne jî kerixandin/acizbûn heye.”
Bêguman wê rojê ehlê cennetê, di nav şahîyê de (bi nîmetên cennetê) meşxul in.
Ew û hevjînên wan di bin sîgehan de li ser textan paldayî ne.
Li wê derê ji bo wan fêkî û çi tiştê bixwazin heye.
Ji cem Rabbê pir bi merhamet ve ji wan re bidevkî “silav” heye.
Ji bo wan rizqekî têzanîn heye.
Fêkîyan… Ew yên îkrambûyî ne.
Di cennetên Naîm (bihiştên nîmetan) de ne.
Li pêşberî hev, li ser textan (paldayî) ne.
Bi qedehên ku ji kanîyê hatine tijekirin li derdora wan tên gerandin.
(Di nava wan qedehan de) vexwarineke spî ku lezzetê dide vexwaran heye.
Di wê vexwarinê de ne serêşek (dikşînin) û ne jî serxweş dibin.
Li cem wan, hevjînên çavxezal hene ku rênîna wan tenê li ser mêrê wan in
Tu dibêjî qey ew durrên veşartî ne.
Berê xwe didin hev/li ser hev difitilin û berhemberê hev lêpirsînê dikin,
Ji nav wan peyvdarek wiha dibêje: “Birastî hevalekî min hebû.”
Digot: “Ma tu jî ji wan kesan î ku (jiyana axîretê) tesdîq dikin?”
“Ma dema em bimirin û bibin ax û hestî, em ê berdêla amelên xwe bistînin?”
“Hûn jî dixwazin bibînin (ka ew di çi rewşê de ye)?”
Lê nihêrt û wî di nîvê agir de dît.
Got: “Sond bi Allah be ku, hindik mabû te min jî bixistana (cihê ku tu tê de yî).”
Eger nîmetên Rabbê min (li ser min) nebûya, teqez ez jî dibûm ji wan amadekirî (yên cehennemê).”
Bêguman ev, (ha ev bixwe) qezencek û rizgarîyeke mezin e.
Ew ên wê bişixulin bila ji bo vê bixebitin.
Cennetên Adn… Derî ji wan re li ser piştê vekirî ne.
Ew tê de (li ser textan) paldayî ne û pirzêde fêkî û vexwarin dixwazin.
Li cem wan, jinên hevsal (ku hemû jî canê ciwan û) çavên wan bitenê li ser (mêrê) wan in hene.
Ev, ji bo roja hisabê ya ku ji we re weadkirî ye.
Bêguman ev, rizqê me ye ku tu carî naqede.
Lê belê ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe diparêzin re xurfeyên/odeyên (ji bo mêvanên taybet hatine amadekirin) hene û li ser wan jî xurfeyên avakirî hene ku di binê wan de çem diherikin. Weada Allah… Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe biparêzin wê zumre ber bi cennetê ve bên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cennetê) ji wan re dibêjin: “Silav li ser we be, hûn pîrûpak hatin. Êdî wek mayîndarên ebedî têkevin wê derê.”
Dibêjin: “Hamd ji wî Allahê re ku ji weada xwe sadiq ma û em kirin warisê erzê (cennetê) da ku li wê derê em li gor daxwaza xwe tevbigerin. Xelata xebatkaran çi qas xweşik e.”
“Rabbê me! Tu wan bêxe cennetên Adn ku te li wan wead kiriye. Û wan û bavên wan û hevjînên wan û ji zurîyeta wan kesên salih jî (bêxe cennetên Adn). Bêguman tu, yê ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.”
“Kî xerabîyekî bike, bi qasî ya ku kiriye wê berdêlê bibîne. Mêr dibe jin dibe kî jî wek mûmîn amelê salih bike evana, wê bikevin cennetê û di wir de bêhisab tên riziqandin.”
Bêguman ew ên dibêjin: “Rabbê me Allah e” û paşê li ser îstîqametê ne, di ser wan de melaîket dadikevin (û dibêjin): “Netirsin, xemgîn jî nebin û bi wê cenneta ku li we hatîye weadkirin re kêfxweş bibin.”
Tu yê bibînî ku ew ên zilimkar ji sedema (kufr û masîyeta) ku bi dest xistine, bi tirsê ketine. Ew (ezaba ku jê ditirsin) hatîye serê wan. Heçî ew ên îman anîne û amelê salih kirine jî li bexçeyên cennetê de ne. Li cem Rabbê wan, ji wan re hemû tiştên ku daxwaz dikin heye. Ha lutf û îhsana mezin ev e.
Hûn û hevjînên xwe wek (ji alî Allah ve) tên ezimandin bikevin cennetê.
Li ber wan tebeq û qedehên zêrîn tên gerandin. Li wê derê hemû tiştên ku dilên wan dixwaze û çavên wan pê xweş dibe, heye. Hûn ê di wir de bêdawî bimînin.
Ew cenneta di berdêla amelên we ku hûn jê re bûne waris, ev e.
Li wê derê, ji bo we gelek fêkîyên ku hûn ê ji wan bixwin hene.
Bi rastî ew ên mutteqî, di meqamên ewledar de ne.
Di nava cennetan de û li ser kanîyan.
Ji libasên hevrîşim ên tenik û sitûr li xwe dikin û bi berhemberî rûdinin.
Ha wisan… Me wan bi horîyên çavgir (çavxezal) re zewicandin.
Li wir, di nava ewlehîyê de ji her cureyên fêkîyan dixwazin.
Li wir, ji mirina pêşîn pê ve ew mirineke din tam nakin. Û (Allah,) wan ji ezabê cehennemê parastîye.
Mîsala wê cenneta ku ji mutteqîyan re hatîye wead kirin wiha ye: Li wê derê çemên avê ku genî nabe û çemên şîr ku tama wê neguherîye û çemên şerabê ku ji yên vedixwin re lezzetê dide û çemên hingiva helandî ya sefandî heye. Li wê derê ji wan re ji her cureyên fêkî û mexfîretek ji Rabbê wan heye. Ma (yekî ku bi vê awayê xelasbûyî ye) dibe weke wî kesê ku di cehennemê de bêdawî dimîne û bi aveke kelandî tê avdan ku ew av rûvîyên wî parçe parçe dike?
Cennet, ji Mutteqîyan re ne dûr e, hatîye nêzîkkirin.
Bi selametî têkevin wir. Ev, roja ebedîyetê ye.
Li wê derê her tiştê dixwazin ji wan re ye. Li cem me zêdetir jî heye.
Qet tu guman tune ku ew ên mutteqî, di cennetan de û li ser kanîyan in.
Tişt (nîmet) ên ku Rabbê wan daye wan, werdigirin. Lewre ew berîya vêga ji wan ên muhsîn/ji kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin bûn.
Bêguman ew ên mutteqî di nava cennetan û nîmetan de ne.
Ew bi ya (nîmetên) ku Rabbê wan daye wan kêfxweş in. Rabbê wan ew ji ezabê cehennemê parastine.
“Di muqabilê amelên xwe de bi noşîcanî bixwin û vexwin.”
Li ser textên rêzerêzbûyî paldayî ne. Me ew bi horîyên çavxezal re zewicandine.
Ji goşt û fêkîyên ku dilê wan dibijîyê me zêde zêde da wan.
Li wê derê qedehan ji dest hev digirin. (Ji ber şeraba di qedehan de) ne axaftineke kelevajî dibêjin û ne jî karekî gunehkarîyê dikin.
Xizmetkarên wan li derdora wan digerin. Ew, her wekî durên di sedefên xwe de veşartî ne.
Berê xwe didin hev û ji hevdu dipirsin.
Dibêjin: “Bi rastî em berê de di nav malbata xwe de (ji ezab) bitirs bûn.”
“Allah li me lutûf kir û em ji ezabê semûm/ezabê diperitîne parast.”
Hema li cem wê jî Cennetu’l Me’wa heye.
Ji bo kesê ku (ji bo hisabê) ji rawestana hizûra Rabbê xwe ditirse re, du cennet hene.
Çiqlên darên herdu cennetan jî bi sih û zêde bi fêkî ne.
Di herduyan de jî du kanîyên diherikin hene.
Li wir ji her çeşîdên fêkî cotecot hene.
Li ser binraxên/doşekên ku betanê wan ji hevrîşimê stûr paldayî ne. (Bi dest xistin û civandina) fêkîyên herdu cennetan jî nêzîk/hêsan e.
(Di herdu cennetan de jî) jinên wisan hene ku çavên wan her li mêrên wan in. (Berîya mêrê wan) ne ji însanan û ne jî ji cinan destê tu kesî li wan ketîye.
Ew, her wekî yaqût û mercan in.
Ma qey berdêla qencîyê ji qencîyê pê ve tiştekî din e? (Ew ê li dinyayê qencî bike wê li axîretê qencî bibîne.)
Ji xeynî wan herduyan du cennetên din hene.
Kesketarî ne/Kipîkesk in.
Di herduyan de jî du kanî hene ku bênavber dipijiqin hene.
Di herduyan de jî fêkî û xurme û hinar hene.
Li wê derê jinên bixêr (salîha û) xweşik hene.
Di nav konan de horî (yên ku bitenê mêrên wan ew dibînin) hene.
(Berîya mêrê wan) ne ji însanan û ne jî ji cinan destê tu kesî li wan ketîye.
Li balgihên kesk û binraxên/doşekên di xweşikahîyê de (dilkêş in) paldayî ne.
Ew ên (di îman û amelên salih de) di pêş de ne, (ewana) pêşeng in.
Evana nêzkirîyê (Allah) in.
Di cennetên Naîm de.
Pirên wan ji pêşîyan in. (Ji ummetên borî ne.)
Hinekên wan jî ji paşîyan in.
Li ser textên (bi zêr û zîvan) neqişkirî runiştî ne.
Li ser wan textan li pêşberî hev paldayî ne.
Li derdora wan (ji bo xizmetê) xortên nemir/ebedî digerin.
Bi qedeh û cer û kaseyên ku ji çavkanîya xwe hatine tijekirin.
(Ji ber wê vexwarinê) ne serê wan diêşe û ne jî (bi serxweş bûnê) aqlê wan diçe.
Fêkîyên ku hildibijêrin.
Goştê teyrên ku dilê wan dibijîyê.
Horîyên çavgir (çavxezal).
(Ewana) wekî durên veşartî ne.
Wek berdêla (amelên wan) ên salih.
Ew li wê derê peyveke pûç/bê feyde û gotineke gunehkarî nabihîzin.
Peyva ku wê (berhemberê hevdu) bibihîzin bitenê “Silav, Silav” e.
Ew Eshabu’l Yemîn (yên ku defterên xwe yê amelê ji milê rastê ve wê bistînin) çi Eshabu’l Yemîn e!
Darên gelyazê yên têr fêkî û bêsitrî ne.
Darên mûzê yên ku gûşî bi gûşî li ser hev in.
Sîyên dirêjbûyî.
Avên bênavber diherike.
Fêkîyên pirzêde.
(Fêkîyên) ne xelas dibin û ne jî tên qedexekirin.
Û li ser binraxên/doşekên bilindkirî ne.
Bêguman me, (jinên cennetê) ji nû ve xuliqandîye.
Me ew kirine kêçên xama/bakire.
Evîndarên hevjînên xwe û hevsal in.
(Ev nîmetên ha) ji bo Eshabu’l Yemîn e (ku defterê amelên wan ji milê rastê tê dayîn).
Pirên wan ji ummetên borî ne.
Gelek ji wan jî (dê) ji yên paşîn (bin).
Eger ew ji wan ên nêzgirtîyan/muqerrebînan be,
Jê re rihetî û riziq û “Cenneta Naîm” heye.
Eger ew ji Eshabu’l Yemîn be,
Silav li te be ya Eshabu’l Yemîn!
Wê rojê tu dibînî ku nûra mêr û jinên mûmîn li pêşîya wan dibeze û ji milê rastê ve jî (defterê amelên xwe) digirin. (Ji wan re tê gotin:) “Îro, mizgînîya we, cennet in ku di bin wan de çem diherikin û hûn ê di wan de ebedî bimînin. Ev, xelasîya/qezenca mezin bixwe ye.”
Qewmekî ku bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe; tu nabînî ku ew hezkirinê didin wan kesên dijminantiya Allah û Rasûlê wî dikin, welew ku ew bavên wan an zaroyên wan an xwişk û birayên wan an eşîra wan bin jî. Evana, (ew kes in ku Allah) di qelbên wan de îman nivîsandîye û bi rûhekî piştgirîya wan kiriye. Wê wan bêxe wê cennetê ku di bin de çem diherikin û tê de ebedî dimînin. Allah ji wan qayîl bûye. Ew jî (ji Allah) qayîl bûne. Evana alîgirên Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên bi ser dikevin alîgirê Allah in.
Ehlê agir û ehlê cennetê nabin yek. Ehlê cennetê, ew ên gihîştine xelasîyê bixwe ne.
Ya Nebî! Eger jinên mûmîne ji bo beyatê bên cem te, ew qet tu tiştî ji Allah re nekin şirîk û dizîyê nekin û zinayê nekin û zarokên xwe nekujin û di nav lingên xwe de îftîrayekê neynin (zarokekî ku xeyrimeşrû welidandibin nisbetê mêrê xwe nekin) û di marûfê/qencîyê de ji te re îsyan nekin (li ser van mijara) beyata wan qebûl bike û ji bo wan ji Allah mexfîretê daxwaz bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Roja ku dê we ji bo Roja Civînê bigihîne hevdu, ha ew roj Roja Texabûnê/Roja Xapînê ye. Kî îman bi Allah bîne û amelên salih bike, dê qisûrên wan binixûmîne û wan bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin ku wê di wan de ebedî bimînin. Rizgarîya/qezenca mezin ha ev e.
Ji bo ku wan ên îman anîne û amelên salih kirine ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne, pêxemberê ku ji we re bi ayetên Allah yên vikîvekirî dixwîne (şandîye). Kî îman bi Allah bîne û amelên salih bike, (Allah jî) wî dixe cennetên di bin de çêm diherikin û tê de ebedî dimîne. Allah, bêguman rizqekî xweşik daye wî.
Allah, ji wan ên îman anîne re jina Fîrewn mîsal da. Demekê wê gotibû: “Rabbê min! Ji min re li cem xwe, di cennetê de xanîyekî çêke. Min ji Fîrewn û ji karên wî yê xerab û civaka zilimkaran xelas bike.”
Li ser textan (derdorê) temaşe dikin.
Dema ku wan didîtin, digotin: “Bêşik, evana rêşaş in.”
Qet guman tune, ji ew ên îman anîne û amelên salih kirine re, cennetên ku di binê wan de çem diherikin heye. Ha ev e rizgarîya/qezenca mezin.
(Hinek) rû jî hene ku, di nîmetan (de bextewar in).
Ji ber xebata xwe (ji ya ku bi dest xistîye ) razî ye/xoşnûd e.
Di cennetekî berz/bilind de ye.
Li wê derê peyveke pûç/bê feyde nabihîze.
Li wê derê kanîyek heye ku (bênavber) diherike.
Li wê derê textên bilindkirî hene.
Qedehên/qabên bicihbûyî,
Palgehên li bal hev rêzkirî
Xalîçeyên/mehfûrên bi rûmet ên vekirî û raxistî…
Ya ew nefsa mutmeîn bûye!
Wek razîbûyî û razîkirî li Rabbê xwe vegere.
Heydê, têkeve nav evdên min.
Û bikeve cenneta min.