An jî (halê wan) weke rewşa wî kesê rastî baranekî hatîye ku di wê (baranê) de tarîtî û gurmegurm (a ewran) û birûsk heye. Ew ji ber tirsa mirinê û dehşeta/erjenga birûskan tilîyên xwe dixin guhên xwe. Allah, li ser kafiran (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.
Birûsk giştîka/hindik mabû (zûka/bi lez) çavên wan jêbigire/vebigire. Dema ku (şewqa birûskê) pêşîya wan ronahî dike hinek dimeşin û çi gava tarîtî bi ser wan de digire (bi tirs û şaşîtî) di cihê xwe de disekinin. Eger Allah bixwesta helbet wê sehekên wan yê bihîstinê û yê dîtinê bistandiba. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Dema ku em ayetekî nesih dikin an jî didin ji bîr kirin; em an yekî jê bixêrtir an jî yekî mîna wê tînin (dixin şûna wê). Ma tu nizanî ku Allah li ser her tiştî qadir e?
Gelek kesên ji Ehlê Kitêb, piştî ku heq ji wan re eşkere bûye jî ji ber çavnebarîya xwe dixwazin piştî bawerîya we, hûn dîsa vegerînin bal bi kufrê ve. Hetanî Allah hûkmê xwe bide hûn li wan (ji karên wan) biborin/wan efû bikin û wan di halê xwe de bihêlin. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Rojhilat û rojava jî aîdê Allah e. Hûn berê xwe bi kîjan alî de bidin, wechullah (rûyê Allah) li wê derê ye. Bêşik Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Erd û esmanan bê mîsal/bê mînak xuliqandîye. Dema hukmê (çêbûna) tiştekî dide jê re dibêje: “Çêbe!”, ew jî çêdibe.
Teqez hêla/qibla herkesî ku berê xwe didinê heye. (Herwiha) di xêran de pêşbazîyê bikin. Hûn li ku derê dibin bibin, Allah dê we lihev bicivîne. Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e. Ne dihênije û ne jî xew pê digire. Li erdê û li esmanan her çi hebe yê wî ne. Ma heta îzna wî nebe kî dikare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştên ku mirov dikin û (tiştên ku) kirine pê dizane. Ew ji xeynî tiştên wî xwestî- ye, ji îlmê wî tiştekî fêm nakin. Kursîya wî erd û asîmân di xwe de vehewandîye/zeft kiriye. Parastina wan (erd û asîmanan) ji wî re giran nayê. Ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.
An jî te wî kesî ku di şarekî/di bajarekî de derbas dibû û banê wan di ser dîwarê wan de herifi bû/hedimî bû (serûbin bibû) te nedît? Got: “Allah wê piştî mirina wan wê çawa vê derê sax bike/bivejîne?” (Li ser vê yekê) Allah ew mirov hetanî sed salî mirand û paşê vejînandibû. Got: “(Her wiha) tu çi qas sekinî mayî?” Got: “Rojekî an jî ji rojekî kêmtir/danek.” Allah: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî tu, sed sal (wiha) mayî. De ka li xwarin û vexwarina xwe binêre, qet xera nebûne. Li kerê xwe jî binêre! -Ev hemû ji bo ku em te ji însanan re bikin îbret e- Li hestîyên (kerê xwe) binêre! Em wî çawa radikin pîya û goşt lê dikin.” Çi dema (ev mijar) eşkere bû, wiha got: “Ez dizanim ku Allah, li ser her tiştî qadir e.”
(Bi bîr bînin!) Demekî Îbrahîm gotibû: “Rabbê min! Tu mirîyan çawa divejînî/çawa sax dikî nîşanî min bide.” (Allah) gotibû: “Qey tu bawer nakî?” Gotibû: “Nexêr! Helbet ez bawer dikim. Lê ez (daxwaz) dikim ku qelbê min mutmeîn bibe/dilê min li ser rûnê.” (Allah) gotibû: “Çar heb teyr bigire. Wan hînî xwe bike. Paşê li ser her çiyayekî parçeyek ji wan deynê. Piştre gazî wan bike, wê bi lezûbez werin cem te. Bizanibe ku Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Çi tiştên li erd û esmanan hene yê Allah in. Hûn tiştên di dilê xwe de eşkere bikin jî û biveşêrin jî wê Allah we jê bikişîne hisabê. (Dawîya hisabê de) kî bixwaze wî efû dike û kî jî bixwaze ezab lê dike. Allah, li ser her tiştî qadir e.
Bêguman li erd û esmanan qet tu tiştek ji Allah re veşartî namîne.
Ew e yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Bibêje: “Ya Allahê min ê xwedîyê milk! Tu ji kî re bixwazî milk didî wî û ji kî jî bixwazî milk jê distînî. Û kî bixwazî wî (kesî) azîz dikî û kî jî bixwazî wî zelîl dikî. Xêr di destê te de ye. Bi rastî tu li ser her tiştî qadir î.”
Tu şevê dixî nava rojê û rojê jî dixî nava şevê. Ji mirîyan zindîyan û ji zindîyan jî mirîyan derdixînî. Û tu ji kî re bixwazî bêhisab riziq didî wî.
Bibêje: “Hûn tiştên di dilê xwe de veşêrin jî eşkere jî bikin Allah pê dizane. Ew bi tiştên li erd û esmanan de jî dizane. Allah, qadirê her tiştî ye.”
Di navê de nîşanên eşkere û meqamê Îbrahîm heye. Kî bikeve wê derê di ewlehîyê de ye. Eger rêya xwe lê bibînin (û bikaribin herin) çûna heccê (wek heqê Allah) li ser wan kesan ferz e. Kî vêya înkar bike, bila bizanibe ku bi rastî Allah ne muhtacê aleman e.
(Gelî ew ên îmân anîne!) We du qatî vê mûsîbetê (di Bedrê de) anîbû serê wan (muşrîkan), ligel vê yekê dema ku (li Uhudê) musîbetek hate serê we, we digot: “Ma ev, çawa çêbû?” Bibêje: “Ev (mûsîbet) ji destê we bixwe bû.” Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.
Sond be, Allah peyva wan kesên ku gotin: “Allah feqîr e, em dewlemend in” bihîst. Em ê van gotinên wan û bi neheqî çawa pêxemberên xwe kuştine binivîsin û em ê bibêjin: “De ezabê agirê sotîner tehm bikin/biçêjin.”
Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Allah qadirê her tiştî ye.
Li erd û esmanan çi hebin bitemamî aîdê Allah in. Ji wekîlîyê re Allah bes e.
Eger (Allah) daxwaz bike -Gelî însanan!- dê we ji holê rake û hinekên din bîne şûna we. Allah, ji kirina vê re muqtedîr e.
Sond be, ew ên gotin: “Mesîhê kurê Meryem, Allah bixwe ye” bûne kafir. Bibêje: “Eger ew (Allah) bixwaze, Mesîhê kurê Meryem û dêya wî û hemû heyînên ku li ser rûyê erdê dijîn helak bike, kî dikare li dij Allah wan biparêze?” Milkê erd û esmanan û yên di navbera her duyan de jî aîdê Allah in. Ew çi bixwaze dixuliqîne, Allah li ser her tiştî Qadir e.
Fille û Cihû dibêjin: “Em zarokên Allah û hezkirîyên wî ne.” Bibêje: “(Madem wisan e) çima Allah ji ber gunehên we ezab li we dike?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hûn jî beşer in ku wî hûn xuliqandîye. Ew kîjanê bixwaze mexfîret dike û kîjanê bixwaze jî ezab lê dike. Milkê erd û esmanan û yên navbera her duyan jî aîdê Allah in. Veger jê re ye.
Gelî Ehlê Kitêb! Dema di navberekê de şandina pêxemberan ji hev qût bibû (û rawest/fasila kete navbera wan de) ji bo ku hûn nebêjin: “Ji me re mizgînvan û hişyarker nehatîye,” Rasûlê me yê raveker hat. Bêguman ji we re mizgînvan jî û hişyarker jî hatîye. Allah li ser her tiştî qadir e.
Ma qey tu nizanî milkê erd û esmanan aîdê Allah e û ew kîjanê bixwaze ezab li wî dike û kîjanê jî bixwaze efû dike? Allah Qadirê her tiştî ye.
Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur'anê) bi heqî nazil kir. Di navbera wan de bi ya ku Allah daxistîye hukim bike. Şûna heqîya ku ji te re hatîye nede dûv hewesên wan (yên ku wê te bixerifînin). Me, ji bo her yek (ummetek) ji we re şerîetek û rêbazek danîye. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ummetek (ku şerîet û rêbaza wan yek e). Lê tiştê daye we ji bo îmtîhanê/ji bo ceribandinê ye. Nexwe di xêran de pêşbazîyê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. (Allah,) xebera ew tiştên ku hûn li ser wan ketibûn îxtîlafê dê bide we.
Serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan û tiştên di navbera wan de aîdê Allah e. Ew li ser her tiştî Qadir e.
Allahê ku li erd û esmanan (evdîtî lê te kirin) ew e. Bi veşarîtîyên we jî û bi eşkerehîyên we jî dizane. Bi tiştên we qezenc kiriye jî dizane.
Bibêje: “Tiştên li erd û esmanan aîdê kî ne?” Bibêje: “Aîdê Allah in.” Wî, rahmetê li ser xwe nivîsandîye. Sond be roja qiyametê ya ku tê (di rabûna wê) de qet tu guman tune, dê we hemûyan li hev bicivîne. Ew ên ku xwe xisirandine/zerar kirine! Ew îmân nayînin.
Hemû tiştên di şev û rojê de ne, yê wî ne. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”
Bibêje: “Digel ku xaliqê erd û esmanan Allah e û ew riziq dide û (ji hêla tu kesî ve) nayê xwedîkirin, ma ez ji Allah pê ve çawa yekî din ji xwe re dost bigirim?” Bibêje: “Bêguman li min hate fermankirin ku ez bibim ji ewilê muslîman/ew evdên ku şirkê terk kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah.” Û (ji min re wiha hat gotin:) “Nebe ku tu bibî ji muşrîkan.”
Bibêje: “Eger ez ji Rabbê xwe re îsyan bikim, ez ji wî ezabê roja mezin ditirsim.”
“Ew kesê wê rojê ji ezabê bête vegerandin, (Allah) rehma xwe lê kiriye. Ha ev, qezenceke vikîvekirî ye.”
Eger Allah zerarekî bide te, jê (ji Allah) pê ve tu kes nikare wê biborîne. Eger xêrekî bigihîjîne te, ew li ser her tiştî Qadir e.
Ew, li ser evdên xwe (yê ku sitû ji her tiştî re dide tewandin) Qahir e. Ew (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Gotin: “Ma ne hewce ye ku ji Rabbê wî jê re ayetek/mûcîzeyek bihatana?” Bibêje: “Bêguman Allah qadirê daxistina ayetê/mûcîzê ye. Lê pirên wan nizanin.”
Miftên/enextarên xeybê li cem Allah in. Ji wî pê ve tu kes (bi xeybê) nizane. Ew hemû tiştên di behr û bejîyê de hene dizane. Çi peleke ku bikeve muheqeq pê dizane. Çi liba/heba di nava tarîtîyên erdê de û çi tiştê ter û hişk hene hemû di Kitêbeke vikîvekirî de ne.
Her ew e yê ku bi şev we dimirînê û bi roj jî ka hûn çi dikin pê dizane. Paşê hetanî ecelê we yê diyarkirî temam bibe we (bi roj) divejîne. Paşê vegera we jê re ye. Paşê wê agahîya karûkirinên we bide we.
Ew, li ser evdên xwe (yê ku ji her tiştî re sitû dide tewandin) Qahir e. Ji we re (melâiket) ên parêzkar dişîne. Dema yek ji we dikeve ber mirinê hingê qasidên me (meleku’l mewt) rûhê wî distînin. Û ew wezîfeyên xwe bi awayekî bêqisûr dikin.
Paşê, wê ew (rûh) ber bi Allah ve (yê ku çavkanîya heq û heqîqetê ye û) mewlayê Heq ve bên vegerandin. Baldar bin/Dîqat bikin! Hikum bitenê aîdê Allah e. Û ew, yê ku pir zû hisab dibîne/serîul hisab e.
Bibêje: “Ma kî ye ew ê ku we ji tarîtîyên behr û bejîyê xelas dike? Dema hûn bi dizî û bi eşkerehî jê re lavayî dikin (û dibêjin): “Eger tu me ji vî halî xelas bikî bêguman em ê bibin ji şikurdaran?”
Bibêje: “Allah e yê ku hûn ji vê (derdê) û ji hemû tengezarîyan xelas dike. Paşê hûn (dîsa) jê re şirîkan çêdikin.
Bibêje: “Ew, dikare di ser we de an jî ji binê pîyê we de ji we re ezab bişîne an jî hûn wek civakên (xwedî fikr û ramanên ji hev cuda) kom bi kom parî bike û qismek ji we bi qismekî din bide êşandin.” De binêre, ji bo ku baş fêm bikin em ayetên xwe ji wan re çawa bi awayên cuda rave dikin.
Bêguman ew ê ku (ji bo ji nava wan dar û nebatan derxîne) tov/bizir û dendikê diqelêşe û diderizîne û yê zindî ji mirî derdixîne û yê mirî jî ji yê zindî derdixîne Allah e. Ha Allah ev e. Êdî çawa hûn (dev ji îbadeta jê re berdidin û ber bi alîyê pûtên bêkêr ve) tên vegerandin?
Ew ê (tarîtîyan diqelêşe û ji navê) sibehê derdixîne (jî ew e). Şev (ji bo ku hûn bêhna xwe bidin û rihet bibin) kiriye sikûn û roj û hîv jî kir pîvana hesibandinê. Ev, teqdîra (wî Allah ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ew ê di tarîtîya bejîyê de û behrê de ji bo ku hûn rêya xwe bibînin stêrkan xuliqandîye (û ji bo we bikêrhatî/musexer kiriye) ew e. Bêguman ji bo civakeke zana me ayetên xwe bi berfirehî beyan kiriye.
Ew (Allah) e ku hûn ji nefsekê/ji Âdem xuliqandîye. Ji bo we cihêkî mayînê û cihekî (ku bi emanetî) hûn tê de bimînin heye. Bêguman ji bo civakeke fêmdar me ayetên xwe bi berfirehî beyan kiriye.
Ew ê ji esmanan av daxistîye ew e. Me (bi wê avê) nebatên cur bi cur derxistin. Me ji wê (avê jî bi her rengî) heşînahî deranî. Ji wê (hêşînahîyan) jî hebên/libên li hev siwarbûyî derdixin. Guşîyên ji bişkojên/ji kulîlkên xurmeyan (bi erdê ve) daheliye û rezên tirî û zeytûn û hinarên dişibin hev û naşibin hevdu jî (derxist). (Dema ew bexçe hilber dan) hûn li fêkî û gihîştina wî binêrin. Bêguman ji civakekî mumîn re di van hemûyan de (ji bo fêmbûna ezamet û qudreta Allah û ji îbret girtinê re) pir ayet hene.
Çav nikarin wî îdraq û dorpêç bikin. Lê wî bixwe hemû çavan (îdraq û) dorpêç kiriye. Ew (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutûf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Rabbê te (ew e ku her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û xwedî rahmet e. Eger bixwaze dê we tune bike û -wekî ku hûn ji zurîyeta qewmekî anîbûn- wê di şûna we de qewmekî din bîne.
Navên herî xweşik (el-esmau’l-hûsna) aîdê Allah in. (Nexwe) ji wî re bi van navan dûa bikin. Dev ji ew ên der heqê navê wî de ketine îlhadê/çewtîyê berdin. Ji ber tiştên ku kirine wê di nêzîk de bêne cezakirin.
Eger bi Allah û bi roja furqanê (ku heq û batil ji hev qetîyaye) tiştê (Qur'an a ku) me ji evdê xwe re (roja Bedirê) nazil kiriye û (bi wê) roja ku her du kom rastî hev hatine we bawerî anîbe; bizanibin ku xenîmetên we bi dest xwe xistine ji pêncan yek aîdê Allah û Rasûlê wî (û aîdê) eqrebayên wî (pêxember) û sêwîyan û feqîran û rêwîyan e. Allah li ser her tiştî qadir e.
Wê demê munafiqan û ew ên di qelbê wan de merez/nexweşî heye digotin: “Dînê wan ew xapandin.” Lê kî xwe bispêre Allah, bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Weke rewşa malbata Firewn û yên berîya wan (jîyîne)... Wan jî ayetên Allah înkar kiribûn û Allah ji ber gunehên wan ve bi wan girtibû. Bêşik Allah, (xwedî hêz û quweteke mezin) Qawî ye, cezayê wî jî pir dijwar e.
Eger hûn (digel hatin gazîkirin) dernekevin şer, dê we bi ezabekî pir bi jan bide ezabkirin. Wê di şûna we de qewmekî din bîne û hûn nikarin qet zîyanê jî bidin wî. Allah li ser her tiştî qadir e.
Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan bêşik aîdê Allah e. Dimirîne û vedijîne. Ji Allah pê ve ne dostekî we û ne alîkarekî we heye.
Vegera we hemûyan bi bal wî (Allah) ve ye. Weada Allah heq e. Ew (Allah) dest bi xuliqandinê dike, paşê ji bo ku bi edaletî mikafata wan bide wan, (piştî mirinê) ew ên ku îmân anîne û amelên salih kirine (divejîne û) dixuliqîne ew e. Ew ên kafir jî ji ber ku bûne kafir ji wan re ji ava kelandî vexwarinek û ezabeke biêş û jan heye.
Bibêje: “Ma ji wan şirîkên we (yên ku hûn ji Allah re şirîk çêdikin), yê cara ewil dixuliqîne û paşê xuliqandinê (bi vejandinê) dubare bike, heye?” Bibêje: “Ew ê cara ewil dixuliqîne jî û (bi vejandina mexluqên xwe) xuliqandinê dubare bike jî Allah e.” Çawa dibe ku hûn (ji xeynî Allah bi hêlên din ve) tên vegerandin?
Ew bi daxwazîya ku ji te agahîyekê bistînin dibêjin: “Ka gelo ew (Qiyamet) rast e an na?” Bibêje: “Erê, qesem bi Allah be; bêguman ew heq e. Û hûn nikarin wî (Allah, ji pêkanîna wê rojê) aciz bihêlin.”
Tu di çî karî de dibî bibe û ji Qur'anê kîjan ayetê bixwînî û hûn çî karî bikin, dema ku we xwe da îşekî muheqeq em li ser we şahid in. Bi qasî misqalê zerre be jî ne li erdê û ne jî li esmanan tiştek ji Rabbê te re veşartî namîne. Dixwazî bila ji vêya (ji zerreyê) biçuktir an mezintir jî be, hemû di Kitêba mûbîn (Kitêba apaşkere) de nivîsandî ye.
Vegera we bi bal Allah ve ye. Ew qadirê her tiştî ye.
Li ser rûyê erdê qet zindîyek/jîndarek tune ku rizqê wî ne aîdê Allah be. Ew (Allah), bi cihê sekna wan û bi cihê ku tê de bi muweqetî dimînin jî dizane. Hemû di Kitêbeke eşkere de nivîsandî ne.
Gotibûn: “Ya Nûh! Te bi me re pir nîqaş kir û tu di vê nîqaşê de pêş de jî çûyî. Eger tu rast dibêjî, ka ew (ezab) a ku te li me wead kiriye ji me re bîne (de em bibînin).”
Gotibû: “Eger Allah bixwaze dê wî (ezabê) di ser we de bîne û hûn qet nikarin wî aciz bihêlin!”
“Bêguman min tewekkulê wî Allahê kir ku ew Rabbê min û (Rabb) ê we ye jî. Perçema hemû zindîyan/candaran (ew ê wan kontrol û beralî dike) ew (Allah) e. Beşik Allah li ser rêya rast e.”
Misrî yê ku ew kirîbû ji jina xwe re gotibû: “Tu xweş qedrê wî bigire. Hêvî dibe ku ew bi kêrî me bê an jî em wî ji xwe re wek nevîsî/kurmarî bigirin.” Bi vî awayî ji bo ku em tewîla gotinan/xewnan hînî wî bikin me îmkan da Yûsuf û me wî li ser rûyê erdê bicîh kir. Allah di emrê xwe de Xalib e. Lê pirên însanan bi vêya nizanin.
Allah ew e ku; asîman bê sitûn bilind kiriye. Hûn wî dibînin. Paşê îstîwayê erşê kir. Roj û heyv kiriye bin emrê xwe. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî (di rêgeha xwe de) diherike û diçe. Her karê xwe bi rê ve dibe. Ji bo hûn li ser yeqînê bawer bikin ku hûn ê pêşberî Rabbê xwe bibin (Allah) ayetên xwe bi kitekit/bi teferûet eşkere dike.
Her mêyek ka çi berî hildigire û her rehim/malzarok ka çi berî diavêje û çi jî diwelidîne her Allah pê dizane. Li cem wî her tişt bi mîqdarekî şaşnebar (pîvan û sînora wî diyar) e.
Xwedîyê agahîya xeybê û şahidîyê ew (ê herî mezin) Kebîr û (bi zat û sifetên xwe yê herî bilind) Muteal e.
Ew ê gotina/peyva xwe vedişêre û ew ê eşkere dibêje û ew ê bi şev xwe vedişêre an ew ê nava rojê li holê digere jî; hemû weke hev in. (Allah bi hemûyan dizane, dibîne û dibihîze.)
Bi emrê Allah ji bo her kesî (melâîket) ên ku di pêş wî de û di paş wî de çavdêrê wî ne û wî diparêzin hene. Bêguman heta ku qewmek rewşa xwe neguherîne, bêguman Allah rewşa (ser û berê) tu qewmî naguherîne. Dema Allah ji qewmekî re xerabîyekê daxwaz bike, êdî tu kes nikare wî paş de vegerîne. Ji wan re jê (ji Allah) pê ve parêzvan/rêveber tune.
Ji bo tirs û hêvîyê (têxe qelbên we;) yê ku birûsk nîşanî we dide û ewrên (bi baranê) barkirî heyî dike ew e.
Gurîna ewrê bi hamd û melâîket jî ji xofa/ji tirsa xwe wî tesbîh dikin. Birûskan dişîne û bi wana ji kîjanê der heqê Allah de nîqaşê dikin re bixwaze li wî dixe. Ew (Allah,) ê ku zeftkirina wî ya bi ezabê pir dijwar e.
Eger (bi kitêbeke ku tê xwendin re) çiya bihata meşandin an bi wê erd bihata parçekirin an jî pê bi mirîyan re bihata peyivandin (bêguman dê ev Qur'an bûya) (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hemû emir/raye aîdê Allah e. Ma qey mumînan hêj jî fêm nekirine ku, eger Allah bixwesta wê hemû însanan bigihanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve heta weada Allah tê wê ji nîşka ve belayek bê serê kafiran ku wan serûbin bike an jî wê li nêzî malên wan de biqewime. Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Sond be bi pêxemberên berî te (hatibûn) re jî tinaz hate kirin. Min muhlet da wan kafiran û paşê min bi wan girt. Ka çawa bû cezadayîna min?
Ma ji wî (Allah) ê ku li ser kesba her nefsî çavdêr e (re şirîk çêdikin)? Lê wan ji Allah re şirîkan tayîn kirin. Bibêje: “De (wan şirîkan) binavînin (em binêrin).” (Allah, ne raye daye van heyînan û ne jî evana wek şirîk girtîye.) Nexwe, qey hûn agahîyên tiştên ku Allah pê nizane didin wî? An jî ev (navên hanê) peyvên gotinî yên pûç û vala ne? (Nexêr, ne wisan e!) Bilekîs kemînên wan kafiran ji wan re xemilandî hate xûya kirin û ji rêya (rasterast) hatin menkirin. Allah, her kî bixerifîne êdî kesê ku wî bigihîne hîdayetê tune.
Di heyata dinyayê de ji wan re ezab heye. Ezaba axîretê jî hêrî dijwartir û asêtir e. Û ji bo wan qet tu kesekî ku wan li dij Allah biparêze jî tune.
Ma tu nabînî ku Allah erd û esmanan bi heqî xuliqandîye? Eger ew bixwaze dê we bibe û (di şûna we de) civakekî nû bîne.
Û ev jî ji Allah re qet ne zor e.
Ew ê erd û esmanan xuliqandîye Allah e. (Wî) ji asîman av daxist û bi wê avê ji bo rizqê we fêkîyên cur bi cur derxistin. Bi emrê wî ji bo ku di behrê de here keştîyan xist ber xizmeta we û çeman jî ji xizmeta we re amade kirin.
Ew ê Roj û Heyv bi rewşên xwe yên wek adetî/bi berdewamî ji bo we musexer/ji emrê we re amade kiriye û şev û roj xistîye bin xizmeta we jî (Allah e).
Wî, her tiştên ku we jê xwestîye daye we. Eger hûn bixwazin nîmetên Allah bijmêrin hûn nikarin wan tevan bijmêrin. Bêguman însan heyîneke pirzêde zilimkar û pir nankor e.
Sond be, me li asîman bircan çêkirin û me ew ji bo lênêrên mêzeker re xemilandîye.
Û me ew ji her şeytanê recimandî/qewirandî parastîye.
Lê belê ew ê ku bi dizî guhdarî dike (Ew ê dikin ku axaftinên ji alema melekût bidizin) ne têde. Agirekî biriqî û jandar dide pey wî.
Me rûyê erdê raxist. Me li wê derê (ji bo hevsengîyê) ji çiyayên zexm singan çikand û me her tişt li gorî pîvanekê li wir hêşîn kir.
Me ji bo we û ji bo wan (zindîyên din) ên ku hûn rizqê wan nikarin temîn bikin re navgînên/wasiteyên curbicur pêk anî.
Heçî tiştê heye xezîneyên/çavkanîyên wê li cem me ye. Lê em ji wê bi pîvanekî diyarkirî dadixînin.
Me bayên fetrûmeker/aşîker şandin. Me ji asîman av daxist û me we bi wê av da. Ew ê ku wê avê dixezinîne/depo dike ne hûn in.
Bêguman em, (belê em bixwe) vedijînin û dimirînin. Û yê ku (piştî mirina we ji tiştên ku li pey we dimînin re) dibe waris jî em in.
Sond be, em bi (qewm) ên di berîya we de (jîyîne) jî û bi ew ên (ku di pey we re) bên jî dizanin.
Bêguman ew ê ku wan (bivejîne û) di hizûra xwe de bicivîne Rabbê te ye. Bêşik Allah (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Emrê Allah hat/wê bê. Ji bo zûhatina wî nelezînin. Ew (Allah) ji wan tiştên ku pê şirîkatîyê dikin munezzeh e, berz/bilind e.
Ji evdên xwe kî bixwaze bi rûh/bi wehîy melâîketan jê re dadixîne û wiha emir dike ku (wan kafiran wisan) hişyar bikin: “Ji min pê ve (yê ku îbadetê heq dike) îlâh tune, (herwisa) ji min bitirsin û xwe biparêzin.”
(Wî) erd û esman bi heq xuliqandîye. Ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin berztir e.
(Wî) însan ji nûtfeyekê/avikê xuliqand. (Lê tu çi bibînî!) Ew (însan li dij xaliqê xwe) bûye dijminekî eşkere.
Û (wî) heywanan jî xuliqand. Di wan de ji bo we (bi libasên ji hirîyên wan) germbûn û feyde (yên din) hene. Û hûn ji wan dixwin.
Dema hûn wan serê sibê berdidin û (paşê wan) êvarê tînin, ji we re xweşîyeke (hêjayê temaşeyê) heye.
Û giranîyên barê we hildigirin û dikişînin welatên wisan ku (eger ew nebûna) beyî telefbûna nîvê canê xwe we nikaribû bigihînin wan deran. Bêguman Rabbê we, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji bo siwarîya we û ji bo ku ji we re bibin xeml, hespan û hêstiran û keran xuliqand. Û tiştên ku hûn pê nizanin jî dixuliqîne.
Ravekirin û nîşandayîna rêya rast (ji însanan re) aîdê Allah e. (Ji wan rêyan) hinek jî xwar in. (Mirov nagihîne heqîyê.) Eger (Allah) daxwaz bikira, helbet dê we hemûyan bigihandana hîdayetê.
Ew ê ji bo we ji asîman av dadixîne ew e. (Ji wê avê) ji bo we vexwarin û (ji bo heywanên we jî) çêre heye. Û (hûn heywanên xwe di wê çêregehê de) berdidin/diçêrînin.
Bi wê (avê) ji bo we çandinî û zeytûn û xurme û her cureyên fêkîyan heşîn dike. Bêguman ji bo qewmekî difikirin re di vê de ayet (ên elametê lutf û îhsana Allah) hene.
Şev û roj û tav û hîv ji bo (xizmeta) we amade kiriye. Stêrk jî bi emrê wî (ji însanan re) stuxwar in. Bêguman di vê de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.
Hemû tiştên (hêşînahîyên) li ser rûyê erdê ku rengereng in ji bo we xuliqand (û belav kir û xist bin xizmeta we.) Bêguman di vê de ji bo qewmekî şîret digire re ayet hene.
Ji bo ku hûn goştê teze jê bixwin û zînetan jê derînin wî behr xistîye ber xizmeta we. Tu dibînî ku keştî (avê) diqelişînin û li ser dikişin. (Evana) hemû ji bo we ne ku hûn li lutf û îhsana Allah bigerin û jê re şikur bikin.
(Wî) ji bo ku we nehejîne li ser rûyê erdê (ji çiyan) singan çikand û ji bo ku hûn rêya xwe bibînin jî çeman û rêyan xuliqand.
(Ji bo ku hûn rêya xwe bibînin hin) elametên din (bi cih kir). Ew bi stêrkan jî rêyên xwe sererast dikin/dibînin.
Erê ma ew ê dixuliqîne qet dibe wekî wî yê ku naxuliqîne? Ma hûn qet şîret nagirin?
Eger hûn bixwazin nîmetên Allah bijmêrin, hûn nikarin wan (nîmetan) dorpêç bikin/bijmêrin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Allah bi tiştên ku hûn vedişêrin jî û eşkere jî dikin dizane.
Ji xeynî Allah ew ên ku ji wan re dûa dikin, qet nikarin tiştekî bixuliqînin. Ew bixwe xuliqandî ne.
(Ew) mirî ne, ne zindî ne. Nizanin wê kengê bên vejandin jî.
Îlâhê we yek îlâhek tenê ye. Ew ên ku îmân bi axîretê naynin qelbê wan înkar dike û ew quretîyê dikin.
Dema em daxwaza tiştekî bikin em tenê dibêjin: “Bibe!” ew jî hema çêdibe.
Eger Allah ji ber zilma ku însanan kiriye bidarizîne/muhakeme bike li ser rûyê erdê qet tu candarek nedihişt. Lê ew, heta demeke diyarkirî wan dide paş. Dema ecelê wan were ne seatekî paş de dimînin û ne jî seatekî pêş de diçin.
Ji we re di heywanan de jî îbret hene. Em di navbera ferşa zikê wan û xwînê de bi we şîrekî darivî û zelal ku vexwarina wê hêsan e, didin vexwarin.
Hûn ji fêkîyên (darê) xurme û ji tirî şerab/mey derdixin û rizqekî xweşik bi dest dixin. Ji bo qewmekî aqilmend di vê de ayet hene.
Rabbê te ji mêşa hingiv re wiha wehîy kir: “Di çiyan de û di daran de û di kewaran de ji xwe re malan çêke.”
“Paşê ji hemû cureyên fêkîyan bixwin û têkevin rêyên ku Rabbê te ji we re hêsan kiriye.” Ji zikê wan di rengên curbicur de şerbet/hingiv derdikeve. Di wê de ji însanan re şîfa heye. Bêguman di vê de ji bo qewmekî difikirin re ayet hene.
(Bi şibandina Allah bi hin heyînên din û bi şibandina hin heyînên din jî bi Allah) li ser Allah qet tu mînakan/mîsalan nedin. (Mîsala der barê Allah de bê dayîn enceq) Allah dizane, hûn nizanin.
(Agahîya) xeyba erd û esmanan aîdê Allah e. Rewşa roja qiyametê jî wekî (dema) çav girtinekî yê û belkî jê jî nêzîktir (lezgîntir) e. Bêguman Allah, qadirê li ser her tiştî ye.
Allah, hûn ji zikê dayîkên we deranîn ku we qet bi tu tiştekî nizanîbû. Ji bo ku hûn şikûr bikin (Allah) guhan û çavan û dilan daye we.
Erê, ma ew wan teyran nabînin ku di valahîya esmanan de sitû li wan hatîye tewandin? Ji Allah pê ve tu kes (di wê valahîyê de bi wê awayê) nikare wan bigire.
Allah malên we/xanîyên we (wek ciheke rûniştinê ya bi ewlehî û bi parastina malbata xwe ji bo we) kir mesken. Ji çermên heywanan jî ji bo we hem di roja koçê de û hem jî di demên cihwarbûnê de xanîyên sivik (konan) ku hilgirtina wan hêsan çêkirin. Ji hirî û lîv û keja wan (heywanan) hetanî demeke diyarkirî eşya (yên lixwekirinê û raxistinê û xemlandinê) û metaên (ku hûn di danûstendinê de biemilînin) ava kiriye.
Allah, ji tiştên xuliqandîye ji bo we sîyan çêkiriye. Di çiyan de jî (ji bo parastin û sitarîya we) sîper û sitargeh xuliqand. Libasên ku we ji germê biparêze û cilên (bi zirx) ku we di şer de bisitirîne daye we. Bi vê awayê (Allah, ji bo bi tewhîd û îtaetê) hûn teslîm bibin ha wiha nîmetên xwe li ser we temam kir.
Rabbê we bi tiştên di nefsên we de ye herî qenc dizane. Eger hûn bibin însanên salih, qet tu guman tune ku (Allah) ji bo wan ên ku berê xwe pirzêde didin wî/ji bo wan ên ewwabîn re pir bexşende ye/xafûr e.
Dema di behrê de tengezarîyek bê serê we, ji xeynî wî (Allah) ew ên ku we ji wan re dûa dikirin winda dibin diçin, hûn bitenê jê re lavahî dikin. Lê çaxê ew, we derdixîne bejahîyê ve û we xelas dike hûn rû vedigerînin. Jixwe însan pir nankor e.
(Baş e) qey hûn ewle ne ku Allah ji hêla bejahîyê ve dê wê binerd neke an jî bahozeke/firtoneyeke neşîne ku erd serûbin dike? Paşê hûn ji xwe re wekîlek/parêzvanek jî nabînin.
An jî qey hûn ewle ne ku Allah carekî din we nevegerîne behrê û di muqabilê nankorîya we de bahozeke ku her tiştî serûbin dike di ser we de bişîne û we bin av bike/bixeniqîne? Paşê hûn li dij me toldarekî jî nikarin bibînin!
Erê ma qey ew nabînin Allahê erd û esman xuliqandîye qadir e ku yên wekî wan jî bixuliqîne? Ji bo wan ecelan danîye ku di wan de qet tu guman tune. Lê zaliman (şûna/dêla ku bifikirin û fêm bikin) di kufrê de di ber didin/israr dikin.
Ji wan re mîsala heyata dinyayê bide: (Ew,) weke aveke ku me ji esman daxistîye. (Dema digihîje axê) bi wî nebatê li ser rûyê erdê tevlîhev/geş bû. (Paşê jî ew hêşînahîyên ku demekê dilkêş/bi rewnaq bûn) vegerîya gîyayekî hişk ku li ber bayê dikeve. Bêguman Allah li ser her tiştî muqtedîr/xwedî îqtîdar e.
Bibêje: “Eger ji bo (nivîsandina) kelîmeyên Rabbê min hemû behr bibûna hibir û me ewqasî din jî lê zêde bikira, (dîsa jî) berîya ku kelîmeyên Rabbê min xelas bibin ew ê behr biqedîyana.”
(Melaîket got:) “Ha wiha!” Rabbê te qotîye: “Ew, ji min re pir hêsan e. Berê de tu ne tiştek bûyî lê min tu xuliqandibû. (Qey te ji bîr kir?)”
Got: “Digel ku qet (destê) însanekî li min neketîye û ez ne jineke nedirêde me jî (tiştekî pir ecêb e) ka çawa dibe ku wê zarokê min çêbe?
(Cibrîl) got: “Ha wisan! Rabbê te got: ‘Ev, ji bo min hêsan e.’ ” (Ev zarok) ji bo ku ji însanan re bibe ayetek/delîlek û ji alî me ve jî bibe rahmetek e. Û biryara vê karê hatibû dayîn û qedîyayî bû.
Rabbê erd û esmanan û hemû tiştên di navbera wan de ye. Ji wî re perestî/evdîtî bike û sebir bike. Erê ma qet tu bi yekî wekî wî/yekî ku bi navê wî tê bîranîn nas dikî/dizanî?
Hemû tiştên li erd û esmanan û di navbera herduyan de û (tiştên) di bin axa kamdar/hêwî/ birewa de hene aîdê wî ne.
Eger tu gotinê bi eşkerehî bêjî jî (nebêjî jî ferq nake). Ew (Allah) ya ku sir e (tiştê di dilê te de) û ya ku jê veşarîtir e (hêj ne ketîye dilê te) jî dizane.
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Esmayên/Navên herî xweşik bi tevahî aîdê wî ne.
Got: “Rabbê me (bi lêhatîya cureyan) xulqîyeta hemû tiştan dide û paşê jî rêya rast nîşan dide.”
(Firewn) got: “Nexwe rewşa wan ên berê wê çawa bibe?”
Got: “Îlmê wan di Kitêbekê de li cem Rabbê min e. Rabbê min ne şaş dike û ne jî ji bîr dike.”
(Ew Rabb e ku) erd ji bo we kiriye doşek (hûn li ser dijîn û we îstîqrar dîtîye) û li wê derê ji bo we rêyan vekirîye û ji asîman av daxistîye. Bi wê (avê) ji hêşînahîyên curbicur me cot bi cot derxistin.
(Ji bo ku hûn) bixwin û heywanên xwe biçêrînin... Bêguman di vê de ji bo aqilmendan ayet (ên biîbret) hene.
Me hûn ji wê (axê) xuliqand û em ê dîsa vegerînin wê û em ê carekê din we ji wir derxînin/bivejînin.
Erê ma ew ên kafir nabînin ku erd û esman berê bi hev ve bûn ku me ew ji hev kirin û me hemû zindîyan ji avê xuliqandin? Ma hê jî ew îmân naynin?
Ji bo ku wan nehejîne (û erd) xwe pê bigire me (çiyan) di erdê de çikandin. Ji bo ku rêyên xwe şaş nekin jî (di navbera wan çiyan de) rêyên fireh vekirin.
Me asîman jî (ji bo di ser wan de nekeve) kir banekî parastî). Wan, ji ayetên wî rû vegerandine.
Ew ê ku şev û roj û tav (roj) û hîv xuliqandîye ew e. Her yek ji wan di rêgeha xwe (ya diyarkirî) de diherike û diçe.
Gelî însanan! Eger hûn ji vejandinê (ya piştî mirinê) di gumanê de ne; (bizanibin ku) bêşik me hûn ji axê xuliqandîye. Ji bo em ji we re beyan bikin (da ku ew ê van kiriye, qadirê vejandina ji nû ve ye jî) piştre ji dilopek av û paşê ji xwîna meyandî (ji elaq/ji embriyo) û paşê ji parçeyek goşt ku xuliqandina wê diyar nediyar e... Em ya daxwaz bikin di malzarokan/di rahîman de digirin. Paşê em we wek dergûş/şîrmij (bebek) ji wir derdixin û paşê jî ji bo ku hûn bibin gihaştî/gihîyayî (em umir didin we). Ji we hinek dimirin û hinek jî di piştî zanîn (û hîn bûnê) bi tiştekî nizanibe û vegere, em wî digihînin dema ketinê. Tu erdê hişk û hola dibînî lê dema em avê di ser de dibarînin (pêşî) dilerize û (paşê) hildipeke û ji her hêşînahîyan cotên dilkêş derdixe.
Allah (van tiştan kir) lewre ew, (çavkanîya/menbaa heq û heqîqetê) Heq û yê ku mirîyan divejîne û qadirê her tiştî ye.
Ha wisan... Bi rastî Allah şevê tevlî rojê dike û rojê jî tevlî şevê dike. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ev wiha ye... Lewre Allah (çavkanîya/menbaa heq û heqîqetê) Heq bixwe ye. Tiştê ku ji xeynî wî lavayî/dûayê li wan dikin jî batil in. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.
Ma te nedît? Allah ji asîman av daxist. Erd pê hêşîn bû. Bêguman Allah (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutuf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Hemû tiştên li erd û esmanan aîdê wî ne. Bêguman Allah (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Ma te nedît? Allah hemû tiştên li ser rûyê erdê xist bin emrê we. Keştî jî li ser behrê bi emrê wî diherikin/dikişin û esman digire da ku heta bê îzna wî nekeve ser erdê. Bêguman Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ew ê ku we (bi heyîkirina ji tunebûnê) vejandîye û paşê bimirîne û (roja qiyametê) ji nû de bivejîne ew e. Bêşik însan pir nankor e.
Ma qey tu nizanî ku Allah, bi hemû tiştên li erd esmanan hene dizane. Bêşik evana di Kitêbekî de ne. Bêguman ev, ji bo Allah pir hêsan e.
Wan bi awayê lêhatî/layiqê wî, qedrê Allah negirtine. (Tênegihîştine qudret û ezameta Allah û fêm nekirin.) Bêguman Allah (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
Allah, ji melâîketan û ji însanan kî bivê wek qasid hildibijêre. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
(Ew) ya bi pêşîya wan de jî û ya bi dawîya wan de jî dizane. Hemû kar bi bal Allah ve tên vegerandin.
Bêguman ew tiştê ku me wan pê tehdîd kiribû em dikarin nîşanî te bidin.
Allah, nûra erd û esmanan e. Mîsala nûra wî dişibe fanosek/kulekek ku di navê de çirayek hebe (û ronahî jê belav dibe). Ew çira jî di nava şûşeyekê de ye. Ew şûşe jî her weke ku stêrkeke mîna durrê/ incîyê be. Ji dareke zeytûnê ku ne aîdê rojhilat û rojava ye tê pêxistin. Agir (bi wê) negire jî hindik dimîne donê/zeyta wê şewlê dide. Nûr li ser nûrê ye. Allah, kî bivê ber bi nûra xwe ve hîdayet dike. Allah, mîsalan dide însanan. Allah, bi her tiştî dizane.
Ma qey tu nabînî li erd û esmanan her çi hebe û teyrên ref bi ref difirin bi tevahî Allah tesbîh dikin? Her yek ji wan bi nimêj û tesbîhên xwe (ka wê çawa bikin) dizanin. Allah, zanayê fiêlên wan e.
Serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê Allah e. Û veger jî bi bal Allah ve ye.
Ma tu nabînî ku Allah ewran diajo û paşê wan li cem hev dicivîne û li ser hevdu kom dike? Axir tu dibînî ku baran ji nava wan (ewran) derdikeve. Ji asîman ewrên weke çiyan ku navê de teyrok/zîpik hene dadixîne. Ew ji kî re bixwaze îsabetî wî dike û ji kî re jî bivê jê vedigerîne. Hindik dimîne ku şewqa birûskê çavan biqemişîne û kor bike.
Allah, şev û rojê li hev vedigerîne. Bêguman di vêya de ji ew ên xwedî besîret re îbret heye.
Allah her candarekî/zindîyekî ji avê xuliqand. Hinek ji wan li ser zikê xwe dimeşin/bi markî digerin û hinek li ser du lingan û hinek jî li ser çar (ling) an dimeşin. Allah çi daxwaz bike dixuliqîne. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Sond be me ji we re ayetên eşkere/raveker nazil kiriye. Allah, kî bixwaze wî rasterê dike.
Hetanî ji wan hat bi hemû hêza xwe sond xwarin ku tu emrê şer li wan bikî wê bi te re derkevin şer. Bibêje: “Sond nexwin, îtaetê li ser marûfê (bikin). Allah, ji amelên we agahdar e.”
Ma tu nabînî ku Rabbê te sî çawa dirêj kiriye? Eger bixwesta dikaribû ew nelebitî bihêle. Paşê me roj jê re kire delîl.
Paşê me ew (sî) hêdî hêdî bi bal xwe ve kişand.
Ew e yê ku şev ji bo we kiriye libas û xew kiriye îstîrehat û roj (ji bo hûn li rizqên xwe bigerin) kiriye (dema) destpêkê û belavbûnê.
Ew ê ku di pêşîya rahmeta xwe/baranê de wek mizgînî bayê dişîne ew e. Me ji asîman aveke tahir/pakîpaqij daxist.
(Me baran daxist da ku) bi wê şarekî hişkemirî bivejînin û heywan û însanên ku me xuliqandine pê av bidin.
Sond be (wê baranê) me di navbera wan de li hev vegerand û belav kir da ku şîret bigirin. Lê pirên însanan (şûna fêm bikin an îman bînin) di kufrê de serhişkî kirin.
Eger me bixwesta, me yê ji her bajarî re hişyarkerekî bişanda. (Lê belê, me tu ji hemû însanîyetê re şandîye.)
Îtaeta kafiran neke! Û bi wê (Qur'anê) li dij wan cîhadeke mezin bike.
Ew ê ku her du behran (beyî ku tevlîhev bibin diherikîne) ew e. Ev a ha şêrîneke şêrîn e û ev jî şor û tehl e. Wî asteng û tixûbeke xwiya xistîye navbera her duyan.
Ew ê ku ji avê însan xuliqandîye û ew kiriye xwedî neseb/nîjad û bi sixrîyetê/bi rêya nîkahê (pêwendîya eqrebatîyê) pêk anîye ew e. Rabbê te (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Ew (Allah) ê ku erd û asîman û tiştên di navbera wan de hene di şeş rojan xuliqandîye û paşê îstîwayê erşê kiriye. (Ew,) Rahmân e. Wî ji yekî zane bipirse.
Ew (Allah) ê ku li esmanan bircan xuliqandîye û tê de qendîlek û hîveke ronak danîye çiqas berz û çiqas mubarek e.
Ew ê ji yê ku bixwaze şîret bigire an jî şikur bike re, şev û roj di pey hev re tîne ew e.
Ma ew li ser rûyê erdê nanêrin? Li wê derê ji her cotên nebatên xweşik me hêşîn kirine.
Bêguman di vê de ayetek heye (ku delaleta qudret û ezameta Allah dike). (Lê) pirên wan ne mumîn in (van ayetan nabînin/fêm nakin).
Bibêje: “Hamd ji Allah re û silav li ser evdên wî yên bijare be.” Ma Allah bixêrtir e an şirîkên (ku ji Allah re) çêdikin?
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê erd û esmanan xuliqandîye û ji bo we ji esman av daxistîye? Bi wê avê me ji bo we bi xweşikbûna dilkêş de bexçeyan hêşîn kirin. Lê hûn nikarin darekê jî hêşîn bikin! Ma bi Allah re îlâhekî din! (Nexêr, ji Allah pê ve qet tu îlâh tune!) Bi rastî ew qewmek in ku (hin heyînan ji Allah re denk digirin û) xerifîne.
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku rûyê erdê kiriye wargeh/jîngeh û di navê de çeman xuliqandîye û (ji bo ku nehejin ji çiyan) singan çikandîye û (ji bo ku tevlîhev nebin) asteng xistîye navbera du behran (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! (Nexêr, ji Allah pê ve qet tu îlâh tune!) Bi rastî pirên wan nezan in.
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê îcabetî dûayê wî kesê di tengezarîyê de dike û xerabîyan diborîne û hûn li ser rûyê erdê kiriye xelîfe (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Ma hûn çi qas hindik şîret digirin.
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku di tarîtîyên bej û behrê de rê nîşanî we dide û (berîya baranê ku rahmeta wî ye) wek mizgînvan bayê dişîne (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Allah, ji tiştên pê şirîkatîyê dikin berztir/bilindtir e.
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku serê pêşîn destpêka xuliqandinê kiriye û paşê (bi vejandinê) wê dubare bike û hûn ji erd û esman dirizqîne (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, de ka delîlê xwe (yê ku tê de qet tu guman tune) bînin.”
Bibêje: “Li erd û esmanan ji Allah pê ve kesekî din bi xeybê nizane.” Haya wan ji dema vejandina wan jî tune.
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger Allah heta roja qiyametê şev li ser we daîmî bihêle, ji Allah pê ve ka kîjan îlâh heye ku bikaribe ji we re ronahîyê bîne? Ma hûn nabihîzin?
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger Allah heta roja qiyametê roj li ser we daîmî bihêle, ji Allah pê ve ka kîjan îlâh heye ku bikaribe ji we re şeva ku ji bo we dema îstirahetê ye bîne? Ma hûn nabînin?
Ji bo ku hûn tê de îstirahet bikin û li lutfa Allah bigerin, xuliqandina wî ya şev û rojê jî ji rahmeta wî ye. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.
Qey nedîtin ku Allah çawa dest bi xuliqandinê dike û piştre jî (bi vejandinê) vêya çawa dubare dike? Bêguman ev ji bo Allah pir hêsan e.
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bifetilin ka Allah çawa dest bi xuliqandinê kiriye, bibînin. Paşê wê Allah, heyata axîretê bixuliqîne û heyî bike. Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.”
(Ew) her kî bivê dide ezabê û kî jî bivê merhamet lê dike. Hûn ê li wî bêne vegerandin.
Hûn, li erd û esman (di mijara astengîya pêkanîna weada Allah) de nikarin wî aciz/bêçar bihêlin. Ji we re ji xeynî Allah ne dostek û ne jî alîkarek heye.
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Çi tiştên li erd û esmanan hebe bi hemûyan dizane. Ew ên bawerî bi batil tînin û ji Allah re dibin kafir, yên ku xisirîne ha ew bixwe ne.
(Ew) yê sax ji yê mirî derdixe û yê mirî jî ji yê sax derdixe. Piştî mirina wî, heyat dide erdê. Hûn ê jî ha wisan (ji gorên xwe) bên derxistin.
Xuliqandina we ya ji axê û paşê (bi zêdebûna) wek însan belavbûna we jî ji ayetên wî ne (ku dibe delîlê qudret û ezameta wî).
Ji bo ku hûn sekînetê bibînin (bigihîjin hedanê) xuliqandina wî ya hevjînên ji nefsên we û pêkanîna hezkirin û merhameta di navbera we de jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî difikire re ayet hene.
Xuliqandina erd û esmanan û ji hev cudabûna ziman û rêngên we jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo zanayan ayet hene.
Di şevê de razana/raketina we û di rojê de (ji bo rizqê xwe) gera we ya ji lutf û kerema wî jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî bihîstkar re ayet hene.
Nîşandina birûskê ya ku nîşanî we dide (û dibe sebebê) tirs û hêvîyê û daxistina avê ku ji esman dadixîne û heyat dayîna wî ya ser rûyê erdê ku piştî mirina wî bi wê (avê) heyat didê jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.
Qayîmbûna erd û esman jî ji ayetên wî ne. Paşê dema ku ji erdê (bi pifkirina Sûrê) bi bangekî gazî we dike hûn hema/aniha (ji gorên xwe) derdikevin.
Li erd û esmanan çi hebin bitemamî aîdê Allah in. Hemû teslîmê wî bûne û jê re sitûxwar in.
Ew ê ku cara pêşîn dixuliqîne û paşê (bi vejandinê) dubare bike ew e. Ew (vejandina ji nû ve ji xuliqandina cara pêşîn) herî hêsantir e. Li erd û esmanan sifeta herî berz aîdê wî ye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
(Ji bo ku hûn tewhîd û şirkê fêm bikin) ji nefsa we bixwe mîsalek da we: Di nav wan koleyên we de; yên di rizqê ku em didin we de hevpar in an wekî ku ji hevdu ditirsin hûn ji wan ditirsin an jî ên ku bi we re wekhev in, hene gelo? Ha bi vê awayê em ayetan ji bo qewmekî aqilmend re rave dikin.
Ji bo ku ji rahmeta xwe bi we bide tamkirin bi fermana wî çûna keştîyan û ji bo ku hûn ji lutf û kerema wî ji xwe re bigerin wek mizgînî şandina bayê jî ji ayetên wî ne. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.
Allah, bayê dişîne, (ba) ewran dilevîne û (Allah) ewran li esmanan li gor daxwaza xwe belav dike û wan parçe parçe dike. (Dawî de) tu dibînî ku baran ji nava (ewran) derdikeve û dibare. Ew, ji evdên xwe kî bivê (wê baranê) lê dibarîne û ew jî pê hema kêfxweş dibin.
Tu li berhemên rahmeta Allah binêre! Piştî mirina wê çawa heyat dide ser rûyê erdê? Bêguman ew (Allah), wê mirîyan jî bivejîne. Ew, li ser her tiştî qadir e.
Ew ê ku we ji zeîfîyê xuliqandîye û piştî zeîfîyê quwet daye we û piştî vê quwetê we digihîne zeîfî û ixtîyarîyê Allah e. Ew çi daxwaz bike dixuliqîne. Ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Asîman bê sitûn xuliqandîyê. Hûn wê dibinin. Ji bo ku erd we nehejîne (li wê derê ji çiyan) qazixan çikandîye û ji her zindîyan li wir belav kiriye. Me ji esman av daxistîye û li wê derê ji her hêşînahîyên xweşik cot bi cot xuliqandîyê.
“Kurê min! Eger (amelê te) bi qasî heba/liba xerdelê be û ew di nav zinarekî de an li esmanan an jî di (kûrahîya) erdê de be jî Allah (roja qiyametê) wî tîne. Lewre Allah, (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutûf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.”
Eger tu ji wan bipirsî “Kî erd û esman xuliqandîye?” helbet wê bibêjin: “Allah!” Bibêje: “Hamd ji Allah re ye.” Berevajî, pirên wan nezan in.
Hemû tiştên li erd û esmanan aîdê Allah in. Bêguman Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Eger hemû darên li ser rûyê erdê bibin qelem û behr jî (bibin hibr) û heft behrên din hebin (bibin hibr) û lê zêde bibin (û bixwazin kelîmeyên/ilmê Allah binivîsînin) dîsa jî kelîmeyên/ilmê Allah xelas nabin. Bêguman Allah, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Xuliqandina we û vejandina we, enceq wekî (xuliqandina) nefsekî ye. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ma te nedît? Allah çawa şevê dixe nava rojê û rojê jî dixe nava şevê. Roj û hîv ji emrê xwe re amade kiriye û her yek heta demekê diyarkirî diherike û diçe. Bêguman Allah ji kirinên we agahdar e.
Ha wiha… Allah, El-Haq bixwe ye. Ew tiştên ji xeynî wî dûa li wan dikin batil bixwe ne. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Aliy û (yê herî mezin) Kebîr e.
Ma te nedît? Wek nîmetê Allah keştî di behran de diherikin diçin. (Herwiha Allah) hin ayetên xwe yên (ku delaletê qudret û ezameta wî dikin) nîşanî we dide. Bêguman di vêya de ji bo her kesê pir sebirvan û pir şikurdar re ayet hene.
Bêguman agahîya qiyametê (ka wê qiyamet kengê rabe) li îndallah/li cem Allah e. (Ew) baran dibarîne û tiştê di rehîmân de ye dizane. Qet tu kes nizane ka wê sibê çi bi dest xwe bixe. Qet tu kes jî nizane ka wê li ku derê bimire. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Allah, erd û esman û tiştên di navbera wan de di şeş rojan de xuliqand û paşê îstîwayê erşê kiriye. Ji wî pê ve ji bo we qet tu welî û şefaetvan tune. Hûn şîret nagirin?
Ma nedîtin? Em avê ber bi erdeki şorax/bejî de diherikînin û em bi wê avê çandinîyên ku ew û heywanên wan jê dixwin, derdixînin. Qey nabînin?
Erê ma wan erd û esmanên li pêş û paşîya xwe nedîtin? Eger em bixwazin, em ê wan binerd bikin an jî ji asîman di ser wan de parçekirî daxînin. Bêguman di vêya de, ji bo her evdekî munîb (ên ku berê xwe pirzêde didin Allah) re ayetekî (bi îbret) heye.
Sond be di warê (qewmê) Sebe’ de, ji bo we (ji îbret girtine re) ayetek heye. (Warên wan) ji alîyê rastê û çepê ve bi du bexçe bûn. Ji rizqê Rabbê xwe bixwin û jê re şikur bikin. Bajarekî xweşik û Rabbekî Xafûr…
(Lê wan şikur nekirin û) rû vegerandin. (Di gerewa nankorîya wan de) me jî lehîya Arîm di ser wan de şand. Û herdu bexçeyên wan (ku li ser zimanan dasitan bûn) bi du bexçeyên (xerab) ve ku di nava wan de dara kifêrî ku fêkîyên wê tehl in û hinek jî serwîzad/dara erz hebûn guherand.
Ha ji ber nankorîya wan me ew wiha cezakir. Em ji ew ên nankor pê ve kesekî din ceza nakin.
Me (di navbera beledê wan û) warên ku me bereket dabûyê de bajarên ku tên xuyakirin ava kir. Me rêwîtîya wan (di navbera bajaran de bi ewlehî) teqdîr kir. (Me got:) “Li wê derê bi şev û bi roj bi ewlehî bigerin.”
Wan gotin: “Rabbê me! Navbera rêwîtîyên me veke.” û zilim li nefsên xwe kirin. Me wan kir çîrokên (ku însan ji aqubeta wan diaxivin) û me ew piç û parî kirin. Bêguman di vêya de, ji bo her kesê pirzêde sebirvan û pirzêde şikurdar in re ayet hene.
Bibêje: “Ji erd û asîman yê ku riziq dide we kî ye?” Bibêje: “Allah e! Em an jî hûn yek ji me an li ser rêya rast e an jî di nava rêşaşîtîyeke eşkere de ye. (Eger yek ji me li ser rêya rast be yê din teqez divê di nava xerifîyê de be. Li gorî ku ez ji cem Rabbê xwe li ser hîdayetê me, li paş vebijêrkek tenê dimîne.)”
Hamd, jî wî Allahê re ku wî erd û asîman xuliqandîye û melaîketan bi baskên dudo dudo û sisê sisê û çareçar kiriye qasid/ragihîner. Ew, di xuliqandinê de çi bivê zêde dike. Bêguman Allah, qadirê her tiştî ye.
Gelî însanan! Nîmetên Allah ya li ser xwe bi bîr bînin. Qey ji xeynî Allah xaliqekî ku ji erd û esman we dirizqîne heye? Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Her du behr jî ne wekehev in. Ev, şêrîn e û vexwarina wê hêsan e; ew jî şor û tehl e. Hûn ji herduyan jî goştê teze dixwin û tiştên ji bo zînetê jê derdixînin û li xwe dikin. Ji bo ku hûn lutf û îhsana wî bi dest xwe bixin, tu dibînî ku keştî (di behrê de) diherikin diçin. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.
Hûn ji wan re dûa bikin, dûayen we nabihîzin. Bibihîzin jî nikarin bersivê bidin we. Roja qiyametê şirka we red dikin. Tu kes wekî wî yê ku (agahdarê her tiştî) Xabîr e, nikare agahîyê bide te.
Gelî însanan! Hûn muhtacê Allah in. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Bêguman Allah, erd û asîman radigire da ku nekevin. Eger bikevin ji wî pê ve qet tu kes nikare wan ragire. Bêguman ew, (yê ku cezayên heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paşve davêje/texîr dike) Halîm û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.
Qey ew li ser rûyê erdê qet nagerin ku aqûbeta yên berîya wan (jîyîne) çawa bûye bibînin? Ew ji hêla hêz û quwwetê ve (ji van) herî dijwartir bûn. Qet tu tiştekî li erd û esmanan ku Allah aciz bihêle tune. Bêguman ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Bêşik yê ku mirîyan divejîne em in. Ew (amel) ên ku kirine û di pêş de şandine jî û berhemên ku li paş hiştine jî em dinivîsin. Me, her tiştî di Kitêbeke vikîvekirî de qeyd kiriye.
Axa mirî, ji bo wan ayetek e. Me heyat da wê û hebên/teneyên ku jê dixwin jê derxist.
Me tê de bexçeyên xurman û rezên tirî ava kir û me li wê derê kanîyan herikandin.
Ji bo ku ew ji fêkîyên wan û ji keda destê xwe bixwin… Hêj jî şikur nakin?
Ew (Allahê) ku ji tiştên ax heşîn dike û ji nefsên wan û ji ew (heyîn) ên pê nizanin cot bi cot xuliqandîye, ji hemû kêmasîyan munezzeh e/pak e.
Şev jî ji bo wan ayetek e. Em rojê ji ser wê radikêşin. (Tu dibînî ku) di nava tarîtîyê de mane.
Roj jî bi rêgeha xwe ya diyarbûyî û bi cihê sekna xwe ve diherike. Ev, teqdîra (wî Allah ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Me ji bo heyvê jî hin menzîlên seknê heyî kirin. Paşê ew dikeve şikilê çiqilê dara xurmê (dibe weke kevana zirav).
Ne roj digihîje heyvê û ne jî şev dikare bikeve pêşîya rojê. Hemû di rêgehekî de diherikin.
Ev jî ji bo wan ayetek e ku me zurîyeta wan di keştîya dagirtî de kişandîye.
Ji bo siwar bibin xuliqandina (keştî û) tiştên weke wan jî (ji bo wan ayet in).
Em bixwazin (keştîyan di avê de naherikînin û) wan dixeniqînin. Ne tu kes dikare xwe bigihîjîne alîkarîya wan û ne jî tên xelaskirin.
Ji ber rahmeta ku me li wan kiriye heta demeke diyarkirî (ku ecelê wan e) îstîfadekirina me ne tê de.
Qey nedîtin? Me bi karê destên xwe ji bo feydeya wan (ji pez û ji dewaran) ajalan/heywanan xuliqand. Ew, xwedîtî li (van) heywanan dikin (di karên ku ji wan re sûdmend in de diemilînin).
Me (ew heywan) ji wan re stûxwar kirin. Hem siwareyên wan ji (van) heywanan in û hem jî ji wan dixwin.
Û di wan de, ji bo wan vexwarin û feyde (yên din) hene. Ma ew şikur nakin?
Bibêje: “Ew ê ku wî cara ewil heyî kiriye wê bivejîne. Ew, bi her cureya xuliqandinê dizane.”
Ew (Allah) e ku ji dara hêşîn ji we re kiriye (şewateya) agirê. Hûn jî jê dişewitînin.
Ew ê erd û asîman xuliqandibe, ma ne qadir e ku yên wekî wan bixuliqîne? Helbet (qadir e). Ew, (yê ku pir dixuliqîne) Xellaq û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Dema ku tiştekî bixwaze, fermana wî ev e ku jê re bibêje: “Bibe!” Ew jî hema çêdibe.
Ew (Allah) ê ku desthilatî û serwerîyê di dest xwe de digire, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Hûn ê bi bal wî ve bêne vegerandin.
Wî erd û esman bi heq xuliqand. Şevê li ser rojê dipiçikîne û rojê jî li ser şevê dipiçikîne. Roj/Tav û Hîv ji emrê xwe re stûxwar kiriye. Baldar bin, ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e.
(Wî) hûn, ji yek nefsekê xuliqandin û paşê jê jî hevjîna wî heyî kir. Ji bona we, ji heywanan heşt cot daxist/xuliqand. We di zikê dêya we de di nava sê tarîtîyan de û ji (merheleya) xuliqandinekî ber bi (merheleya) xuliqandineke din ve derbas dike û dixuliqîne. Ha ev, Rabbê we Allah e. Hakimîyet/Serwerî bitenê aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Ma qey te nedît ku Allah ji esmanan avê dadixîne û li ser rûyê erdê bi avzênan (û kanîyan) ve diherikîne? Paşê bi wê jî çandinîyên rengîn derdixîne û piştre ew zûwa dibe û tu wê zerbûyî dibînî. Paşê dike qirş û qalên hişk û hilweşîyayî. Bêguman di vê de (li ser bihorbarîya jiyana dinyayê de) ji bo aqilmendan şîretek heye.
Allah, xaliqê her tiştî ye. Û ew, li ser her tiştî wekîl e.
Miftên/enextarên (xezîneyên) erd û esmanan yên wî ne. Ew ên ku ayetên Allah înkar dikin ha yên di xusranê de ne ew bixwe ne.
Rabbê we wiha got: “Hûn dûa ji min re bikin ez jî îcabeta dûayên we bikim. Qet tu guman tune ku ew ên di îbadetkirina min de quretîyê dikin wê bi situxwarî/binpêkirî bikevin cehennemê.
Allah e; ew ê ku ji bo hûn tê de sikûnetê bibînin şev xuliqandîye û (hûn bişixulin û li rizqê xwe bigerin jî) roj ronahî kiriye. Bi rastî Allah, li ser însanan xwedî lutf û îhsan e, lê belê pirên însanan ne şikurdar in.
Ha ev, Rabbê we û xaliqê her tiştî Allah e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Digel vê) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Ew ên ayetên Allah înkar dikin, ha wisan tên vegerandin.
Allah e; ew ê ku erd ji bo (ku li ser bê jîyîn) ji we re kiriye cihwar û asîman jî kiriye bîna/tawan. Sûret daye we û sûretên we herî xweşik çêkiriye û we bi tiştên paqij riziqandîye. Ha ev, Rabbê we Allah e. Allahê Rabbê aleman çiqas berz/bilind û mûbarek/pîroz e.
Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. (Di wê rewşê de) dîn bitenê ji bo wî xalis bikin û ji wî re dûa bikin. Hamd, bitenê aîdê Allahê Rabbê aleman e.
Bibêje: “(Bi sedema) delîlên vikîvekirî ku ji min re hatine ez ji îbadeta wan (heyînên ku) hûn dûa/lavahî li wan dikin hatime men kirin. Û ez bi teslîmîyeta Allahê Rabbê aleman re hatime emirkirin.”
Wî; hûn ji axê û paşê ji dilopek av û piştre ji xwînpareyekê (alaqê) xuliqandîye. Paşê hûn wek bebek (ji zikê dêya we) derdixe û paşê ji bo ku hûn bigihîjin çaxa gihandinê û piştre hûn ixtîyar bibin (umir/temen dibexşîne). Hinek ji we hêj berê de canê wan tên sitendin. (Allah, teqdîra jiyanê wiha kiriye da ku) ji bo hûn aqil bigirin û bigihîjin demeke diyarkirî.
Yê ku vedijîne û dimirîne ew e. Dema ji bo (çêbûna) karekî hukim dide, bitenê jê re dibejê “Bibe!” Ew jî çêdibe.
Allah, ji bo hûn li hinekan siwar bin û hinekan jî bixwin heywanan heyî kiriye.
Di wan (heywanan) de ji bo we feyde hene. Ji bo ku hun (bi rêwingîyê) bigihîjin daxwazên ku di nava we de ye me ew heyî kirin. (Wekî din) hûn li ser wan û hem jî li ser keştîyan (cihê ku hûn dixwazin bigihîjinê) tên kişandin.
(Allah) ayetên xwe nîşanî we dide. Ka hûn ê kîjan ayetê wî înkar bikin?
Bibêje: “Nexwe hûn in, ji wî (Allah) ê ku erd di du rojan de xuliqandîye re kafirtî dikin û jê re hemkûfan/şirîkan çêdikin? Ew, Rabbê aleman e.”
Li ser (erdê) de (ji çiyan) singên sabît çikandîye û bereketê xistîye wê derê û di çar rojên hevber de ji bo yên ku tê de li rizqê xwe digerin re (qûtê wan) teqdîr kiriye.
Paşê berê xwe da esmanê ku ew hêj dûman bû. Jê re û ji erdê re got: “Bi dilê xwe yan jî bê dilê xwe werin.” (Her duyan jî) gotin: “Em bi daxwaza xwe hatin.”
Di du rojan de wan wek heft esman xuliqand. Ji her (tebeqeya) esmanê re emrê xwe wehîy kir. Me esmana dinyayê bi qendîlan xemiland û (li dij şeytanan) parast. Ev, teqdîra (Allahê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Şev û roj, Tav (roj) û hîv jî ji ayetên Allah in. Eger hûn bitenê îbadetê wî dikin ji roj û hîvê re secde nekin. Ji Allahê xaliqê wan re secde bikin.
Eger xwe qure bikin (û nêzî secdekirina ji Allah re nebin), ew (melaîket) ên li cem Rabbê te wî bi şev û roj tesbîh dikin û aciz nabin/nakerixin.
Ji ayetên wî yek jî (ev e): Tu, ser rûyê erdê hişkeber/şorak/bêlebat dibînî. Dema ku em li ser wê avê/baranê dadixînin dilebite û hildipeke. Bêguman ew ê heyat dide (wê erda hişkeber), helbet wê mirîyan jî bivejîne/sax bike. Lewre ew qadirê her tiştî ye.
Agahîya qiyametê bi bal Allah ve tê sipartin/hewaleyê wî ye. Beyî ilma wî fêkî ji bûtika xwe/ji gulpika xwe dernakeve. Qet tu jin hamîle namîne û nawelidîne/zarok nayne. Wê roja ku (Allah) wiha gazî wan dike: “Ka, li ku ne ew şirîkên min?” wê wiha bibêjin: “Em ji te re îlân dikin û radigihînin ku (li ser hebûna şirîkên te) kesekî ji me ku şahidî bike tune.”
Em ê ayetên xwe hem di ufûqê de hem jî di nefsa wan de nîşanî wan bidin da ku bi awayekî teqez ji wan re diyar bibe ku ew (Qur'an) heq e. Şahidbûna Rabbê te ya li ser her tiştî ne bes e?
Tiştên li erd û esmanan bi tevahî aîdê Allah in. Û ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.
Nexwe, ji xeynî Allah dostan/welîyan girtin? Dostê/Welîyê heqîqî Allah e. Ew, mirîyan vedijîne. Ew, qadirê her tiştî ye.
Xaliqê erd û esmanan e. Ji nefsên we bixwe ji we re hevjînan xuliqand. Ji dewaran jî cot bi cot xuliqandîye. We (bi vî awayî, bi xuliqandina wek mêr û jin) zêde dike û belav dike. Qet tu tişt jê re ne heval/menend/himkûf e. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Miftên/enextarên (xezîneyên) erd û esmanan yên wî ne. Ew ji kî re bixwaze rizqê wî fireh dike û (ji kî re jî bixwaze rizqê wî) teng dike. Lewre ew, zanayê her tiştî ye.
Allah, li ser evdên xwe latîf e. Ji kî re bixwaze wî dirizqîne. Ew, (yê xwedî hêz û quwwet) Qawiy û (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
Xuliqandina erd û esmanan û di nav her duyan de zêdekirin û belavkirina her cureya candar jî ji ayetên wî ne. Û ew qadir e ku çi dema bixwaze wan (bivejîne û) li cem hev bicivîne.
Her çi mûsîbetê bê serê we, ji sedema ew tişt (guneh) ên we bi dest xistine ye. Herwiha (Allah) pirên wan jî efû dike.
Hûn li ser rûyê erdê (Allah, ji kirina ku ew dixwaze) nikarin aciz bihêlin. Ji we re ji Allah pê ve ne dost û ne jî alîkarek heye.
Ew keştîyên wekî çiyan ku di behrê de diherikin jî ji ayetên Allah in.
Eger bixwaze wê bayê bisekinîne û (keştî jî) li ser behrê behitî dimînin. Bêguman di vê de ji bo kesên pir sebirvan û pir şikurdar re ayet hene.
An jî bi sedema amelên (gunehên) ew ên (di keştîyê de) wan helak dike. Zehfên wan jî efû dike (ji helake xelas dike).
Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Çi daxwaz bike dixuliqîne. Ji kî re bixwaze (zarokê) keç, ji kî re bixwaze kur dibexşîne.
(Ew ji kî re bixwaze) ji zarokên kêç û kur bi hev re/cêwî dide wan. Kî jî bivê bernegir/aqîm dihêle. Lewre ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Eger tu ji wan bipirsî: “Erd û esman kî xuliqandîye?” teqez wê bibêjin: “Ew ê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm, wan xuliqandîye.”
Ew (Allah) e ku; erd ji we re kiriye binrax/doşek û ji bo ku hûn bigihîjin (armanca xwe) rêyan heyî kir.
Ew (Allah) e ku; ji ewran bi pîvaneke diyar av daxist. Me bi wê, welatekî mirî vejand. Hûn ê jî ha wisan (ji gorên xwe) bên derxistin.
Ew (Allah) ku; hemû cotan xuliqandîye û ji keştîyan û heywanan (siwareyên ku) hûn ê lê siwar bibin heyî kir.
Ji bo ku hûn li pişta wan siwar bibin û paşê dema hûn bi cih bûn nîmetên Rabbê xwe bi bîr bînin (û wiha bibêjin:) “Ew Allahê ku ev daye bin xizmeta me ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexwe) quweta me nedigihîşte vê.”
An jî ew (ezab) a ku me ji wan re wead kiribû em ê nîşanî te bidin. Bêguman em li ser wan muqtedîr in.
Ew (Allah) ê ku erd û asîman û tiştên di navbera wan de aîdê wî ne, çiqas berz/bilind e. Agahîya qiyametê li cem wî ye û hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
“Kî jî îcabetî dawetvanê Allah neke ew, dê nikaribe li ser rûyê erdê (Allah) aciz bihêle. Û ji bo wî ji xeynî Allah welî/dost jî tunin. Evana di nava rêşaşîtîyeke vikîvekirî de ne.”
Ma ew nabînin ew Allahê ku di ber xuliqandina erd û esmanan de newestîyaye, qadir e ku mirîyan jî bivejîne? Erê, bêguman ew li ser her tiştî qadir e.
Hukimdarîya/Serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Kî bixwaze dibexşîne û kî jî bixwaze ezab lê dike. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Allah, weada gelek xenîmetên ku hûn ê bi dest xwe bixin daye we. (Ev a we niha bi dest xistîye, nîmeteke) ku bi lez daye we. Destên însanan (ya ji bo zerar dayînê) ji we kişandîye. (Ev hemû,) ji bo ku ji mûmînan re bibe delîlek (ku Allah weada xwe anîye cih) û ji bo we rabigihîne ser rêya rasterast e.
Hin (nîmet) ên din ku we hêj bi dest nexistine jî (wead kiriye). Muheqeq Allah, (bi ilmê xwe tiştên ku wead kiriye) dor li wan girtîye. Allah, ew ê li ser her tiştî qadir e.
Ma ew qet li esmana di ser xwe re nanêrin? Me ew çawa ava kir û xemiland. Qet tu qelşa wê jî tune.
Ji bo ku ji evdan re bibe riziq… Me bi wê (avê) heyat da welatekî hişkemirî. Vaye derketin (a ji goran) jî wisan e.
Sond be, me însan xuliqand û nefsa wî çi wasewasê dide wî em çêtir dizanin. Em jê re ji rahjîyana/ji şahreha wî nêztirin.
Me asîman bi quwetekî pir mezin ava kir. Û em firehkarên wê ne.
Erd jî me raxist. Em çi xweş raxer in.
Me ji her tiştî cot bi cot xuliqand. Hêvî dibe ku hûn şîret bigirin.
Herwiha (ji her qeydên wekî pût û hezkirina dinyayê û malbat û zordestîya gel ku we ji Allah dûr dike xelas bibin û) bi bal Allah ve birevin. Qet tu guman tune ku ez, hişyarkerekî vikîvekirî û ji terefê wî ve (hatime şandî) me.
Bitenê ji bo ku îbadet li min bikin, min cin û însan xuliqandin.
Ez tu rizqekî ji wan naxwazim û ez ji wan têrkirina xwe jî naxwazim.
Bêguman Allah, yê ku pirzêde riziq dide û xwedî quwet e (û yê ku qet tu tişt nikare wî binûhîne/biperitîne û metanetê dide mûmînan) Metîn e.
Bi rastî, ew ên zilimkar jî wekî hevalên wan ên (berîya wan) xwedî guneh in. Bila nelezînin. (Çawa ku ew ên berê ji ber gunehên xwe bi ezabê ketin, ev ên ha jî wê ber bi ezabê bikevin.)
Ji ber wê roja ku pê hatine tehdîdkirin, weyl li halê kafiran.
Û bêguman çûyîna qazi (nuqteya dawî), wê bi bal Rabbê te ve be.
Bi rastî yê ku dikenîne jî û digirîne jî ew e.
Û bêguman yê dimirîne jî û divejîne jî ew e.
Bêguman yê ku cotan wek nêr û mê xuliqandîye ew e.
Ji dilopek ava spermê (ya ku li rahîmê tê avêtin).
Qet guman tune ku vejandina ji nû ve jî aîdê wî ye.
Bêguman yê ku dewlemend dike jî ew e û qinyatê jî dide ew e. (An jî yê dewlemend jî û xîzan jî dike ew e.)
Bi rastî Rabbê (stêrka) Şî’re (ku perestîya wê dikin) jî ew e.
Bêşik yê ku qewmê Ad ên berê de (hebûn) helak kir jî ew e.
Semûd jî… Tiştek ji wan (di paş de) nehişt.
Qewmê Nûh jî ku hê berê de (hebûn)… Lewre ew yên herî zilimkar û hartir bûn.
(Qewmê Lût) serûbinî hev bûyî (jî) rakir û li erdê xist.
Tişt (Feleqet) ên ew nixumandibû wan jî dorpêç kir/pêçand.
Ma tu yê di kîjan nîmetên Rabbê xwe de bikevî gumanê?
Er-Rahmân,
Qur'anê hîn kir.
Însan xuliqand.
Beyanê (axaftin û îfadekirina xwe bixwe) hînî wî kir.
Roj û hîv li gorî hisabekî (diyarkirî tevdigerin).
Stêrk û dar ji wî (Allah) re secde dikin.
Me esman bilind kir û mîzan (edaletê di nav însanan de wek pîvan) danî.
Di mîzanê de (di pîvana edaletê de) neheqî nekin.
Kêşanê li ser edaletê bikin û mêzênê/terazîyê kêm nekişînin.
Ser rûyê erdê ji bo candarên (li wê derê dijîn) danî/nizm kir. (Ji bo jiyanê musexer/bikêrhatî kir.)
Li wê derê fêkî û darên xurmeyên bi gûşî/bi kulîlk hene.
Libên bi qaşil û gîyayên bêhnxweş hene.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Wî, însan ji hişkeherîyeke reşeguherî wekî ku pehtî be xuliqand.
Cinan jî ji agirê bê dû xuliqand.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
(Ew,) Rabbê herdu rojhilatan û herdu rojavayan e.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ji bo ku bigihîjin hevdu (yek şîrîn û ya din şor) herdu behr hatin berdan.
Di navbera wan de astengek heye. Ji tixubên hevdu naborin (têkilî hev nabin.)
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ji herduyan jî dur û mercan derdikeve.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ew keştîyên li ser behrê ku wekî çiyan diherikin û diçin jî yên wî ne.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Her kesên li ser wê hene hemû bihorbar in/fanî ne.
Lê Rabbê te yê xwedî celâl û îkram wê baqî bimîne.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Li erd û esman her çi kes hene (hewcetîyên xwe) jê dixwazin. Ew her roj di karekî de ye.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Divejîne û dimirîne. Ew, qadirê her tiştî ye.
Ew, (yê ku qadîm û ezelî) Ewwel û (yê ku mayînde û bêdawî) Axîr û (yê ku delîlên hebûna wî vikîvekirî ye) Zahîr û (yê ku aqil heqîqeta wî bitemamî nikare îdraq bike û nêzî evdên xwe ye) Batin e û ew zanayê her tiştî ye.
Ew ê ku erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û piştre li ser arşê îstîwa kiriye ew e. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve û bi ya ku ji esman tê xwarê û bi ya ku hildikişe esman jî dizane. Hûn li ku derê bin ew, ligel we ye. Allah, li ser karûkirinên we bîner e.
Serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Hemû kar bi bal Allah ve tên vegerandin.
Şevê bi rojê ve û rojê jî bi şevê ve dixe. Ew, bi ya ku di singan de veşartîye dizane.
Bizanibin ku Allah, piştî mirina wê heyat dide erdê. Ji bo ku hûn aqil bigirin em ayetan ji we re beyan dikin.
Ew fey a ku Allah ji wan (sitend û) da pêxemberê xwe, ji bo bi dest xistina wê (feyê), we ne hespek û ne jî deveyek ajotibû. Lê belê Allah, kî bivê dê li dijî wan pêxemberê xwe muselletê wan bike. Allah, li ser her tiştî qadir e.
Sond be di wan de, ji bo wan ên ku ji we hêvîya Allah û roja axîretê dikin re nimûnetîyeke xweşik heye. Kî jî rû vegerîne bêguman Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde ji hemd û pesinandinê re layiq) Hamîd bixwe ye.
Hêvî dibe ku Allah, di navbera we û yên dijminantîya we dikin de (bi hîdayeta wan a îslâmê ve) pêwendîyeke hezkirinê çêke. Allah (li ser her tiştî) qadir e. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Hakimîyet/serwerî bitenê aîdê wî ye. Hemd, bitenê jê re ye. Ew, qadirê her tiştî ye.
Allah ku; heft asîman û li erdê jî manendê/hevşêweyê wî xuliqandîye. Emrê (qeza û qadera Allah) di navbera herduyan de hertim dadikeve û disekine. (Ev) ji bo vê ye da ku hûn bizanibin Allah qadirê her tiştî ye û Allah bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye.
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah re bi tobeyeke nasuh (bi ezma carekî din lênevegera gunehan) tobe bikin. Hêvî heye ku Rabbê we qisûrên we binixumîne û we bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin. Wê rojê Allah, pêxemberê xwe û mûmînên ligel wî riswa nake. Nûra wan di pêşîya wan de dibeze (û diberiqe). Ji milê xwe yê rastê (defterên xwe yên amelê sitendine.) Dibêjin: “Rabbê me! Nûra me temam bike û gunehên me bibexşîne. Lewre tu, li ser her tiştan qadir î.”
Ew (Allah) ê ku serwerîyê/hukimranîyê di destê xwe de digire çi qas berz û pîroz e. Ew qadirê her tiştî ye.
Ew (Allah) e; ji bo ku ji we kî herî çêtir amelê xweşik dike îmtîhan bike/derxîne holê, mirin û jiyan xuliqand. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.
Ew (Allah) e ku; di rewşa tebeqeyan de heft esman (ên her yek bi yên din re hevaheng û li ser hevdu ne) xuliqand. Tu di xuliqandina Rahmân de qet tu bêahengîtî/hevnegirtî nabînî. Va (mexluqên wî li holê ne) çavê xwe lê vegerîne, ma tu yê qet tu qelşek/gedûgek tê de bibînî?
Paşê (ji bo lêgerîna qisûrê) du carê din çavê xwe lê vegerîne. Wê çav, tiştek bi dest nexistî û betilandî li te vegere.
Sond be, me asîmana dinyayê bi qendîlan xemilandîye û wan (stêrkan) ji bo şeytan (ên ku dixwazin agahîyên esman bihisînin) me kir (wasite) ya recimandinê. Û me ji bo wan agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.
Hûn peyva xwe dixwazin eşkere bêjin û dixwazin veşêrin (li cem Allah yek e). Lewre ew, tiştên di singan de ye dizane.
Ma yê ku xuliqandibe, qet nizane? Ew, (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutûf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ew ê ku ser rûyê erdê ji we re (ji bo jîyîne musexer) nizm kiriye ew e. Li ser rêyên wê bimeşin û ji rizqên wê bixwin. Vejîn jê re ye.
Ma qey ji wî (Allah) ê li asîman e hûn emîn in ku we binerd neke? Wê demê (hûn dibînin) ji nîşka ve diheje.
Nexwe qey hûn emîn in ku ew (Allah) ê li asîman bahozekî/bagerekî ku kevir di ser we de bibarine neşîne? Hûn ê fêm bikin ka hişyarîya min çawa ye!
Bi Rabbê rojhilatan û rojavayan sond dixwim ku, bêguman em kara ne/muqtedîr in.
Em dikarin ku hinekan ji wan bixêrtir bînin şûna wan û biguherînin… Kes wê nikaribe bikeve pêşîya me (ji ya ku em bikin re bibin manî).
“Ma çi li we qewimîye ku hûn qedrê Allah nagirin/ji Allah bi awayê lêhatî natirsin?
“Lê wî, hûn merhele merhele xuliqandîye. (Merheleya nutfeyê û ya embriyoyê…)”
“Ma we nedît? Allah, heft asîman çawa tebeqe tebeqe (ahengdarê hevdu) xuliqandîye.”
“Heyv (di nav esmanan de) kiriye nûrek û Roj/Tav jî kiriye qendîleke ronaker.”
“Allah, hûn ji erdê/ji axê (wekî) gîyayê heşîn kir.”
“Paşê (dema hûn dimirin) we vedigerîne wê. Piştre we (vedijîne û ji wir) derdixîne.”
“Allah ji bo we ser rûyê erdê raxistîye.”
“Ku hûn bikaribin di rêyên wê yên fireh de bigerin.”
“Wek qethî me fêm kir ku; em nikarin li ser rûyê erdê Allah aciz bihêlin. Û em jê birevin jî dîsa em nikarin wî aciz bihêlin.”
Nexwe însan, zen dike ku em ê nikaribin hestîyên wî li hevdu bicivînin?
Erê! Em li ser sererastkirina serê tilîyên wî jî qadir in.
Ma qey me hûn ne ji aveke bêqîmet xuliqandin?
(Paşê) me we li ciheke zexm (di rehmê) de bicih kir.
Heta demeke diyarkirî.
Em (li ser kirina van tiştan) qadir in. Em çi xweş qadir in.
Ma xuliqandina we zor e an (xuliqandin) a asîman? (Wî) ew ava kir.
Banê/tawanê wê bilind kir û ew sererast kir.
Şeva wê tarî kir û dema dûhâyê/berbangê eşkere kir.
Piştî vê jî li ser rûyê erdê belav kir (an jî gêr kir/gindirand).
Jê av û mêrga/çêreya wê derxist.
Çiyan çikand/qayîm kir.
Ji bo feyda we û heywanên we.
Qet/Tu Car! Wî, fermana (Allah) ku lê hatîye kirin hêj pêk neanîye.
Însan bila li xwarina xwe binêre.
Bêguman me avê pirzêde herikandîye.
Paşê me erd (bi derxistina hêşînahîyan) qelişand.
Me li wê derê teneyan hêşîn kirin.
Tirî û nefel (ên ji heywanan re dibe êm),
Dara zeytûn û xurmeyan,
Bexçeyên bi darên bilind û gungulî,
Fêkîyan û mêrgan/çêreyan,
Ji bo feyda we û heywanên we.
Lewre yê ku pêşanî heyî dike û (bi vejandinê) dizivirîne ew e.
Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew ê hez evdên xwe dike û evdên wî jî hez jê dikin û di dilan de hezkirinê dixûliqîne) Wedûd e.
Xwedîyê erşê ye. (Îhsana wê pir û bi rûmet û hertim tê pesinandin) El-Mecîd e.
Çi bixwaze dike.