Fâtiha
Ayet: 2
Hemd (Pesn/Sena) bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 2
Hemd (Pesn/Sena) bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.
Ayet: 22Rûpel: 3
Ew (Rabb e ku) erd ji we re raxistîye û kiriye doşek/binrax û asîmân jî (kiriye) tawan/arîk û ji esmanan av daxistîye û bi vê avê fêkîyên curbicur wek riziq ji we re (ji erdê) derxistîye. (Nexwe digel îqrara van rastîyan) hûn bi zanebûn ji Allah re şirîkan/hevalan/hevpişkan çênekin.
Ayet: 105Rûpel: 15
Ew kafirên ji Ehlê Kitêb û ew ên mûşrîk qet naxwazin ku ji Rabbê we xêrek nazilî ser we bibe. Lê Allah rahmeta xwe, ji kî re bixwaze dide wî. Allah, xwedî îhsaneke mezin e.
Ayet: 139Rûpel: 20
Bibêje: “Digel ku ew rabbê me û rabbê we ye jî herwiha hûn der heqê Allah de dîsa bi me re dikêvin nîqaşê? Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ne! Em (jê re tu şirîk çênakin û dîn jî) ji bo wî xalis dikin.
Ayet: 51Rûpel: 55
“Bêşik Allah, Rabbê min û Rabbê we ye. Jê re îbadetê bikin. Ev (rêya ku ez we gazî dikimê), sirati’l mustaqîm e/rêya rasterast e.”
Ayet: 28Rûpel: 111
“Ji bo (bi nîyeta) kuştina min tu destê xwe dirêjî min bikî jî ez ji bo kuştina te destê xwe dirêjî te nakim. Ez ji Allahê Rabbê aleman ditirsim.”
Ayet: 112Rûpel: 125
Hewarîyan gotin: “Ya Îsâyê kurê Meryem! Gelo tu dikarî ji Rabbê xwe daxwaz bikî ku ji asîmanan ji me re sifreyekî daxîne? (Îsâ) got: “Eger hûn mumîn in, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin.”
Ayet: 117Rûpel: 126
“Min ji wan re, ji tiştên ku te li min emir kiribû pê ve tiştekî din negotîye. (Ew jî ev ferman e): “Ji wî îlâhê ku Rabbê min e û Rabbê we ye re îbadet bikin. Heta ku ez di nava wan de bûm, li ser (kirinên) wan şahid bûm. Dema te ez rakirim cem xwe/ez teweffa kirim (êdî ne mimkûn e ku ez bi gotin û amelên wan bizanibim.) Li ser wan raqîb/çavnêr tu yî. Tu li ser her tiştî şahid î.”
Ayet: 45Rûpel: 132
Herwiha koka civaka zaliman hate birîn (û koka wan ziwa bû). Hamd ji Allahê Rabbê aleman re ye.
Ayet: 71Rûpel: 135
Bibêje: “Piştî ku Allah em bi (tewhîdê) hîdayet kiriye, ma em ê ji xeynî Allah ji wan (pût û tirbe û zîyaret) ên ku ne dikarin feyde bidin û ne jî dikarin zerarê bidin re îbadet bikin? Wekî wî kesî ku şeytanan ew xerifandîye û di çolê de berdaye û hevalê wî jî ew gazî rêya rast dikin û dibêjin: ‘Were hîdayetê!’, ma em ê jî wekî wî mirovê şaş li ser panîya xwe (bi bal kufrê ve) berepaş bên vegerandin?” Bibêje: “Bêguman hîdayeta heqîqî, hîdayeta Allah e. Û ferman li me hatîye kirin ku em teslîmî Rabbê aleman bibin.”
Ayet: 102Rûpel: 140
“Ha ew Allahê ku Rabbê we ye, ev e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew xaliqê her tiştî ye. (Nexwe) bitenê ji wî re evdîtî bikin. Ew, li ser her tiştî (çavnêr û venihêrvan û rêvebirê karûbaran) Wekîl e.”
Ayet: 161Rûpel: 149
Bibêje: “Bêguman Rabbê min ez gihandim ser rêya rasterast. Dînê Îbrahîm, ya ripîrast/qewî û henîf. Ew ne ji muşrîkan bû.”
Ayet: 162Rûpel: 149
Bibêje: “Bêguman nimêja min û qurbana min û jiyana min û mirina min ji bo Allahê Rabbê aleman e.”
Ayet: 164Rûpel: 149
“Digel ku ew Rabbê her tiştî ye, ma dibe ku ez ji xeynî Allah li Rabbekî din bigerim?” Keda/qezenca her kesî ji wî re ye. Qet tu kesê sûcdar cirma yekî din hilnagire. Paşê vegera we bi bal Rabbê we ve ye. Û ew, ji tiştên ku hûn li ser bi hev nakin (çi heq û rast e) dê we haydar bike.”
Ayet: 61Rûpel: 157
(Nûh jî) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de qet tu şaşîtî/xerifîtî tune. Lê ez qasidek im ji hêla/alîyê Rabbê aleman ve (ji hêla/ji alîyê Allah ve hatime şandin).”
Ayet: 67Rûpel: 157
(Hûd) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de kêmaqilî tune. Lê bi rastî ez qasidek im ku ji (hêla/alîyê) Rabbê aleman ve (hatime şandin).”
Ayet: 68Rûpel: 158
“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û ez ji bo we şîretkarekî ewledar im.”
Ayet: 104Rûpel: 162
Mûsa (ji Firewn re) gotibû: “Hê Firewn, bêguman ez Rasûlekî ku ji terefê Rabbê alemê ve (şandî) me.”
Ayet: 121Rûpel: 164
Gotibûn: “Me îmân bi (Allahê) Rabbê aleman anî.”
Ayet: 122Rûpel: 164
Bi wî (Allahê ku) Rabbê Mûsa û Hârûn e.”
Ayet: 134Rûpel: 165
Dema ku ezab bi ser wan de girt, gotibûn: “Ya Mûsa, tu bi xatirê wê ehda (ku Allah) daye te, ji bo me dûa ji Rabbê xwe re bike. Eger vê ezabê ji ser me rabikî, sond be em ê îmân bi te bînin û em ê Benî Îsraîl bi te re bişînin!”
Ayet: 172Rûpel: 172
(Bi bîr bîne!) Dema ku Rabbê te ji pişta Âdem zurîyeta wan girtibû û ji nefsa wan re kiribû şahid (û ji wan re got:) “Ma ez ne Rabbê we me?” Hemûyan gotin: “Belê (Tu Rabbê me yî), em ji vêya re şahid in.” (Ev,) ji bo ku hûn roja qiyametê nebêjin: “Em ji vêya ne haydar bûn”.
Ayet: 203Rûpel: 175
(Ew ên ku ji te bûyerên herînuwaze/harîqulade û mucîzeyan dixwazin) dema ku tu ji wan re ayetek/mucîzeyek naynî dibêjin: “Hema te yê ew berhev bikira!” Bibêje: “Ez bi tenê didim pey tiştê ku Rabbê min ji min re wehîy kiriye.” (Îlleh hûn ayetek/mucîzeyek bixwazin) ha ev (Kitêb), ayetek/mucîzeyek wiha ye ku besîretek ji Rabbê we dihewîne û di nava wê de ji bo qewmê mumîn hîdayet û rahmet heye.”
Ayet: 3Rûpel: 207
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?
Ayet: 10Rûpel: 208
Li wê derê dûayên wan ev in: “Allahê me, tu subhan î (ji her kêmasîyê munezzeh î).” Daxwaza wan ji hev re: “Silav/Xweşî!” ye û dûayê wan jî ev e: “Hemd bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.”
Ayet: 32Rûpel: 211
Ha ev, Rabbê we Allah ê heq e. Ji heq wêdetir ji rêşaşîyê pê ve çî heye? Çawa dibe ku hûn (ji îbadeta Allah bi bal îbadeta pûtan ve) tên vegerandin?
Ayet: 33Rûpel: 211
Va wisa! Kelîmeya/hukmê Rabbê te li ser wan kesên fasiq pêk hatîye. Ew qethîyen îmân naynin.
Ayet: 37Rûpel: 212
Qet nabe ku ev Qur'an ji xeynî Allah, ji alîyê hinekên din ve hatibe nazilkirin. Ew, (Kitêb) ên berî xwe tesdîq dike û Kitêb jî bi teferûet beyan (qismekî ayetan bi qismek ayetên din îzah) dike. Di wê de qet tu guman tune, ew ji hêla/ji alîyê (Allah ê) Rabbê aleman ve ye (ji alî wî ve nazil bûye).
Ayet: 94Rûpel: 218
Eger di tiştên ku me ji te re nazil kiriye de gumanê dikî, ji wan ên ku berî te Kitêb xwendinê bipirse. Sond be, heq ji te re ji Rabbê te hatîye. Êdî nebe ji gumandaran.
Ayet: 34Rûpel: 224
“Eger Allah daxwaz kiribe ku we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî şîretên min bi kêrî we nayên. Ew Rabbê we ye û hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Ayet: 56Rûpel: 227
“Bêguman min tewekkulê wî Allahê kir ku ew Rabbê min û (Rabb) ê we ye jî. Perçema hemû zindîyan/candaran (ew ê wan kontrol û beralî dike) ew (Allah) e. Beşik Allah li ser rêya rast e.”
Ayet: 57Rûpel: 227
“Eger hûn rû vegerînin, ew hinarîya ku ez pê hatime şandin min ew ji we re teblîx kiriye. Rabbê min di şûna we de qewmekî din tîne û hûn qet nikarin bi tiştekî zîyanê bidin wî. Bi rastî Rabbê min li ser her tiştî Hafîz (parêzvan) e.”
Ayet: 61Rûpel: 227
Me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wî hûn ji erdê (ji axê) xuliqandin û ji ber ku hûn wê derê îmar bikin û heyata xwe bidomînin hûn li wir daye jiyandin. Ji wî mexfîretê bixwazin, paşê jê re tobe bikin. Lewre Rabbê min (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb û (îcabetî dûayan û daxwazan dike) Mucîb e.
Ayet: 66Rûpel: 228
Dema emrê me (emrê helakê) hat, me Salih û ew ên pê re îmân anîne bi rahmetekî ji alî xwe ji (ezabê) wê roja nizmker û riswaker xelas kir. Bêguman Rabbê te (yê xwedî hêz û quwwet) Qawiy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
Ayet: 83Rûpel: 230
(Ew kevir) li cem Rabbê te nîşankirî bûn. Ew (ezabekî wisan, ji wan ên amelên vê qewmê dikin) ji zaliman qet ne dûr e.
Ayet: 88Rûpel: 230
Gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn çi difikirin? (Ka bibêjin!) Eger ez ji cem Rabbê xwe li ser delîlekî bim û wî jî ji bal xwe ve min bi rizqekî xweşik xelat kiribe? Naxwazim tiştên ku min ji we re qedexe kiriye (ez bikim û) muxalefeta we bikim. Meqseda min bitene ew e ku bi qasî quweta xwe islah bikim. Muweffeqîyeta min (bi alîkarîya) Allah e. Min tewekkulê wî kiriye û ber bi wî de vedigerim.”
Ayet: 90Rûpel: 231
“Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin paşê ji wî re tobe bikin. Bêguman Rabbê min (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm û (ew ê hez evdên xwe dike û evdên wî jî hez jê dikin û di dilan de hezkirinê dixûliqîne) Wedûd e.
Ayet: 118Rûpel: 234
Eger Rabbê te bixwestaa wê hemû însanan bikirana yek ûmmetek bi tenê (ku qet îxtîlaf nekirana, feqet wiha nekir). Lê ew, wê îxtîlafê bikin û bidomînin.
Ayet: 119Rûpel: 234
Ew ên Rabbê te li wan hatîye rahmê ne tê de. Jixwe (Rabbê te) ew ji bo vêya xuliqandine. Ev gotina/hukmê Rabbê te: “Sond be, ez ê cehennemê bi cin û însanan tije bikim” hate vebirandin.
Ayet: 6Rûpel: 235
“Bi vî awayî wê Rabbê te, dê te hilbijêre û ravekirina gotinan/xewnan hînî te bike û wê (nîmeta xwe) wekî ku di berê de li her du kalikên te Îbrahîm û Îshaq temam kiribû wê nîmeta xwe li ser te û li ser malbata Yaqûb jî temam bike. Bêguman Rabbê te (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 24Rûpel: 237
Sond be wê jinê nîyeta xwe lê xera kiribû. Eger delîlên Rabbê xwe nedîtiba wê wî jî (Yûsuf jî qesda wê bikira). Herwiha me xerabî û fihûşê jê dûr xist. Lewre ew, ji evdên me yê muxlas (samîmî û dilsafî) bû.
Ayet: 37Rûpel: 238
Got: “Xwarina ku hûn pê hatine riziqandin hê ji we re nehatîye teqez ez ê tabîra wê ji we re bibêjim. Ev tabîr ji wê ilmê ye ku Rabbê min hînî min kiriye. Bêguman min dînê qewmekî ku bi Allah îmân naynin û roja axîretê înkar dikin terk kir.”
Ayet: 53Rûpel: 241
“Ez nefsa xwe tezkîye/berî nakim. Lewre nefs -ew ên ku Rabbê min li wan hatîye rahmê ne tê de- emrê xerabîyê dike. Bêguman Rabbê min (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 98Rûpel: 246
Got: “Ez ê ji bo we ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazim. Bêguman ew (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm bixwe ye.”
Ayet: 100Rûpel: 246
Dê û bavê xwe deranî ser text/runiştand. (Hemûyan) li ber wî secde kirin/bi rêzdarî silav kirin. Yûsuf got: “Bavê min! Ha ev tewîla/pêkhatina xewna min ya berê ye. Rabbê min ew anî cih. Bêguman dema ku ez ji zîndanê deranî û piştî ku şeytan navbera min û birayên min xera kir hûn ji çolê anîn Rabbê min pir qencî bi min kir. Bêguman Rabbê min çi tiştê daxwaz bike (bi ilmê xwe yê dorpêçker û bi lutfa xwe sebeban amade dike û) digihîne encamê. Bêguman ew (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe ye.”
Ayet: 101Rûpel: 246
“Rabbê min! Bêguman te milk/serwerî da min û tabîra xewnan hînî min kir. Ey xaliqê erd û esmanan! Li dinyayê û li axîretê jî dostê min/welîyê min tu yî! Tu min wek muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) bimirîne û min têxe nav evdên xwe yên salih.”
Ayet: 6Rûpel: 249
Ew berî qencîyê leza xerabîyê ji te dikin. Muheqeq berî wan (weke vê) pir mînak hatine û borîne. Bêguman digel ku însan zilmê li xwe dikin jî Rabbê te ji bo wan xwedî mexfîret e. Bêşik Rabbê te, ew e ku cezayê wî pir dijwar e.
Ayet: 16Rûpel: 250
Bibêje: “Rabbê erd û esmanan kî ye?” Bibêje: “Allah e!” Bibêje: “(Madem Rabbê erd û esmanan ew e, hûn dîsa) dev ji Allah berdidin û wan heyînên ku ne dikarin feydeyekî bi dest bixin û ne jî dikarin zerarekî ji xwe dûr bikin ji xwe re dikin welî/dost?” Bibêje: “Kor û bînende qet dibin weke hev? An jî zulûmat/tarîti û ronahî dibin weke hev? Nexwe ew şirîkên ku ji Allah re tayîn kirine (wekî Allah) xuliqandine (û xuliqandina Allah û) xuliqandina (şirîkên wan) ji wan re bi hev şibîyane (li ser mijara ‘kî îlâhe’ de serê wan tevlîhev bû)? Bibêje: “Allah xaliqê her tiştî ye. Û ew (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.”
Ayet: 18Rûpel: 250
Ji bo kesên ku îcabetî Rabbê xwe kirine El-Husna (cennet) heye. Ew ên îcabetî wî nekirine jî hemû tiştên li ser rûyê erdê û qatek din jî yên wan bin, bêguman wê wan (ji bo ku ji ezabê xelas bibin) bidana. Ha ev ên ha, hisabê herî xerab ji bo wan e. Wargeha wan cehennem e. Ew çi binraxeke/doşekeke xerab e.
Ayet: 27Rûpel: 251
Ew ên kafir dibêjin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihata daxistin?” Bibêje: “Allah, her kî bivê dixerifîne û ew ê ku bifetile heqîyê jî digihîne hîdayetê.”
Ayet: 30Rûpel: 252
Her wiha me tu ji ummetekî re (bi rîsalet) şandî ku berî wan gelek ummet borîne û ji bo ku me tiştê ji te re wehîy kiriye tu ji wan re bixwînî. Lê ew Rahmân înkar dikin. Bibêje: “Ew Rabbê min e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min bi tenê tewekkulê wî kiriye û toba min/vegera min jî jê re ye.”
Ayet: 39Rûpel: 259
“Hemd ji Allah re ku di kalîtîya min de Îsmaîl û Îshaq dane min. Bêguman Rabbê min dûayan dibihîze/îcabetî dûayan dike.”
Ayet: 25Rûpel: 262
Bêguman ew ê ku wan (bivejîne û) di hizûra xwe de bicivîne Rabbê te ye. Bêşik Allah (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 28Rûpel: 262
Bi bîr bîne, Rabbê te ji melâîketan re gotibûn: “Bêşik ez ê ji hişkeherîyeke reşeguherî însanekî bixuliqînim.”
Ayet: 86Rûpel: 265
Bêguman Rabbê te (ew ê pir dixuliqîne) Xellaq û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 98Rûpel: 266
(Ji bo ku tu ji vê tengezarîyê xelas bibî) Rabbê xwe bi hemd tesbîh bike û bibe ji secdebiran.
Ayet: 99Rûpel: 266
Heta yeqîn (mirin) ji te re tê ji Rabbê xwe re îbadet/evdîtî bike!
Ayet: 7Rûpel: 267
Û giranîyên barê we hildigirin û dikişînin welatên wisan ku (eger ew nebûna) beyî telefbûna nîvê canê xwe we nikaribû bigihînin wan deran. Bêguman Rabbê we, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 24Rûpel: 268
Dema ji wan re tê gotin: “Rabbê we çi nazil kiriye?” dibêjin: “Çîrokên berê!”
Ayet: 30Rûpel: 269
Dema ji kesên mutteqî re tê gotin: “Rabbê we çi nazil kir?” dibêjin: “Xêr (nazil kir).” Di vê dinyayê de ji kesên qenc re (wek gerew) xweşikayî heye. Lê warê axîretê herî bi xêrtir e. Warê Mutteqîyan çi qas xweş e.
Ayet: 33Rûpel: 269
(Ew ên li nefsa xwe zilim dikin) ma qey lihêvîya tiştekî din in ku melâîket ji wan re bên an jî emrê Rabbê wan ji wan ras were? Ew ên berîya wan jî wiha kiribûn. Allah, zilim li wan nekir. Lê wan zilim li xwe dikirin.
Ayet: 47Rûpel: 271
An jî (ew emîn in ku) hêj di nav tirsa (kêmkirina mal û can û amelên xwe) de ne, bi wan negire? Bêguman Rabbê te li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 54Rûpel: 271
Piştre dema ku wê tengezarîyê ji ser we radike, (tu dibînî ku) komek ji nav we ji Rabbê xwe re şirîkatîyê dikin.
Ayet: 102Rûpel: 277
Bibêje: “(Ev ne Kitêbeke lihevanînî ye. Berevajî,) ji bo ku sebatê bide (pîyên) mumînan û ji muslîman re bibe hîdayet û mizgînî Rûhu’l Qudus (Cibrîl) wê (Qur'anê) ji bal Rabbê te daxistîye.”
Ayet: 119Rûpel: 280
Paşê bi rastî Rabbê te ji bo yên ku bi nezanî guneh kirine û piştre ji vêya tobe dikin û (rewşa) xwe rast dikin, ji bo wan (kesên wisan re) Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 125Rûpel: 280
Tu însanan bi hikmet û bi şîreta xweş dawet/gazî bike! Bi wan re bi awayekî xweşik têbikoşe. Bêguman Rabbê te bi ew ên ji rêya wî vegerîyane û bi ew ên li ser rêya rast in jî hê çêtir dizane.
Ayet: 25Rûpel: 283
Rabbê we bi tiştên di nefsên we de ye herî qenc dizane. Eger hûn bibin însanên salih, qet tu guman tune ku (Allah) ji bo wan ên ku berê xwe pirzêde didin wî/ji bo wan ên ewwabîn re pir bexşende ye/xafûr e.
Ayet: 46Rûpel: 285
Ji bo ku ji wê fêm nekin me perdeyek vezilandîye/vemitandîye ser dilê wan û li ser guhê wan jî giranîyek heye. Dema tu di Qur'anê de yekîtîya Rabbê xwe bi bîr tînî, bi kerb/bi nefret pişt xwe vedigerin û direvin diçin.
Ayet: 57Rûpel: 286
Ew (heyîn) ên ku ji wan re dûa dikin bixwe jî ji bo ku nêzî Rabbê xwe bibin li wesîleyan digerin û rahmeta wî dixwazin û ji ezaba wî ditirsin. Lewre ezaba Allah, pêwiste ku jê bê parastin.
Ayet: 65Rûpel: 287
Bêguman li ser evdên min qet tu serwerîya te tune. Wek Wekîl (ku hemû karûbar hewaleyê wî dibin) Rabbê te bes e.
Ayet: 66Rûpel: 287
Ji bo ku hûn (ji xwe re) ji lutf û îhsana wî bigerin Rabbê we, ew e ku ji bona we li ser behrê (bi hêsanî) keştîyan dimeşîne. Bêşik ew, ji we re pir bi rehm e.
Ayet: 102Rûpel: 291
Mûsa got: “Sond be tu bixwe jî dizanî, ji bo ku (însanan) bike xwedî besîret van (ayetên hanê) Rabbê erd û esmanan daxistîye. Û ez bixwe jî bi vê teqez bawer im ku tu ji helakbûyîyan î, hê Firewn!”
Ayet: 14Rûpel: 293
Û dema rabûn qiyamê û wiha gotibûn: “Rabbê me Rabbê erd û esmanan e! Em ji xeynî wî qet ji tu îlâhî re dûa/lavahî nakin. Sond be wê çaxê em ê gotineke batil/tewş bibêjin.” Me qelbên wan (li ser yeqîn û sebir û biryardarî) qewî kiribû.
Ayet: 22Rûpel: 295
(Ew ên piştî wan tên) dibêjin: “Ew sê kes bûn, yê çaremîn kûçikê wan bû.” Û dibêjin: “Ew pênc kes bûn, yê şeşemîn kûçikê wan bû.” Ev, bi xeybê ve kevir avêtin e/li ser mijarekî bi nezanîn axaftin e. Û dibêjin: “Ew heft kes bûn, yê heştemîn kûçikê wan bû.” Bibêje: “Rabbê min bi hejmara wan çêtir dizane. (Însan) ên ku bi wan dizanin pir hindik in.” Der heqê wan (Eshabu'l Kehf) de ji xeynî tiştê eşkere (ji wê agahîya xwe ya ji wehîyê) pê ve bi tu kesî re nîqaşê neke û (li ser vê mijarê) pirsa agahîya tiştekî ji kesî neke.
Ayet: 23Rûpel: 295
Ji tu tiştî re qethîyen nebêje: “Ez ê sibê vê bikim.”
Ayet: 24Rûpel: 295
(Bibêje:) “Înşaallah/Allah daxwaz bike (ez ê bikim).” Dema ku te ji bîr kir jî Rabbê xwe zikir bike. Û bibêje: “Hêvî heye ku Rabbê min, ez bigihînime rûşdeke/gehîştineke ji vêya nêztir.”
Ayet: 38Rûpel: 297
Lê ew Allah, Rabbê min e. Ez qet tu tiştî ji Rabbê xwe re nakim şirîk.”
Ayet: 58Rûpel: 299
Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û xwedî merhamet e. Eger ji ber kar û kirinên wan ve wan daraz/muaxeze bikira wê bi lezgînî ezab bigihandiba wan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, weadeke wan a pevgihîna (ezabê) heye û qet tu sitargehekê (ku xwe biparêzin) jî nabînin.
Ayet: 87Rûpel: 302
Got: “Kî zilmê bike em ê ezab li wî bikin. Paşê bi bal Rabbê xwe ve tê vegerandin û (Rabbê wî) dê ew bi ezabekî dijwar bide ezabkirin.”
Ayet: 2Rûpel: 304
Ev (ayetên ku wê bên xwendin) bibîrxistina rahmeta Rabbê te ye ku ji evdê xwe Zekerîya re kiriye.
Ayet: 3Rûpel: 304
Wî, wextekî bi dizîka gazî Rabbê xwe kiribû.
Ayet: 4Rûpel: 304
Got: “Rabbê min! Hestîyê min zeîf bûn û pora min jî sipspî bû. Ji ber dûayên ku min ji te re kirin ez tu caran bextreş/bêhêvî nebûme. (Min kengê ji te re dûa kiribe te îcabet kiriye.)”
Ayet: 47Rûpel: 307
Got: “Silav li ser te be! Ez ê ji bo te ji Rabbê xwe îstîxfarê/efûkirinê daxwaz bikim. Bêguman ew, ji min re (ew, yê ku birehm û lûtifkar e û li min xweyîtî dike) Hafî ye.”
Ayet: 48Rûpel: 307
“Ez we û ew ên ku hûn ji xeynî Allah dûayê wan dikin diterikînim û ji we vediqetim. Ez bi tenê ji Rabbê xwe re dûa dikim. Hêvî heye ku ez bi dûakirina Rabbê xwe bedbext nabim. (Wê Rabbê min îcabetî dûayê min bike.)”
Ayet: 64Rûpel: 308
Em enceq bi emrê/bi destûra Rabbê te dadikevin. Tiştên ku li pêşîya me û li dûv me û di navbera herduyan de hene hemû aîdê wî ne. Rabbê te ne jibîrker e.
Ayet: 65Rûpel: 309
Rabbê erd û esmanan û hemû tiştên di navbera wan de ye. Ji wî re perestî/evdîtî bike û sebir bike. Erê ma qet tu bi yekî wekî wî/yekî ku bi navê wî tê bîranîn nas dikî/dizanî?
Ayet: 12Rûpel: 311
“Bêguman ez, (erê) ez Rabbê te me. Solên xwe derxîne. Lewre tu li newala pîroz, li Tuwa yî.”
Ayet: 50Rûpel: 313
Got: “Rabbê me (bi lêhatîya cureyan) xulqîyeta hemû tiştan dide û paşê jî rêya rast nîşan dide.”
Ayet: 51Rûpel: 313
(Firewn) got: “Nexwe rewşa wan ên berê wê çawa bibe?”
Ayet: 52Rûpel: 314
Got: “Îlmê wan di Kitêbekê de li cem Rabbê min e. Rabbê min ne şaş dike û ne jî ji bîr dike.”
Ayet: 67Rûpel: 315
Mûsa ji nîşka ve tirsek hest kir/tirsek niqutibû dilê wî.
Ayet: 68Rûpel: 315
Me got: “Netirse! Bêguman tu, helbet yê serdest tu yî.”
Ayet: 69Rûpel: 315
“Wî yê di destê xwe yê rastê de bavêje! Wê ew çêkirînên wan biqurtîne. Tiştê ku wan çêkiriye bi tenê hîleyeke sêhrbazî ye. Û sêhrbaz her çi bike jî bi ser nakeve/xelas nabe.”
Ayet: 70Rûpel: 315
(Li ser vê yekê) hemû sêhrbaz bi hev re çûn secdê û wiha gotin: “Me îmân bi Rabbê Mûsa û Hârûn anî.”
Ayet: 83Rûpel: 316
“Ya Mûsa! Çi tiştî tu bi zûka/bi lezûbez ji qewmê te veqetand (û hatî cem me)?
Ayet: 84Rûpel: 316
Got: “Ew li pey min in (min ew çawa hiştibe li ser wê halê ne). Rabbê min! Ji bo ku tu ji min razî bibî ez bi bal te ve bi lez hatim.”
Ayet: 90Rûpel: 317
Sond be, hêj berê de Hârûn ji wan re got: “Gelî qewmê min! Hûn bi vê (golikê) bitenê ketin fitnê/hatin ceribandin. Bêguman Rabbê we Rahmân e. Nexwe bidine pey min û îtaeta emrê min bikin.”
Ayet: 2Rûpel: 321
Çi dema ji Rabbê wan ji wan re zikrekî/ayetekî nû were, teqez ew bi îstîhza/bi tinazkarî lê guhdarî dikin.
Ayet: 3Rûpel: 321
Qelbê wan di lîstikê de ye... Ew ên zilimkar (di navbera xwe de) bi dizîka pistepistê dikin: “Ma ev ê ha jî ne mirovekî wekî we ye? Qey hûn ê ber bi çavan re bi sihrê bikevin (hûn ê teslîm bibin)?
Ayet: 4Rûpel: 321
Got: “Rabbê min, bi hemû gotinên di erd û esmanan de (tên axaftin) dizane. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”
Ayet: 56Rûpel: 325
Got: “Nexêr, Rabbê we Rabbê erd û esmanan e û wan ji tunebûnê xuliqandîye. Ez jî li ser vêya ji wan ên şahidî didin im.”
Ayet: 89Rûpel: 328
Zekerîya jî (bi bîr bîne)! Wî ji Rabbê xwe re wiha nîda kiribû: “Min tenê bi serê xwe nehêle. Tu herî bi xêrtirê warisan î.”
Ayet: 92Rûpel: 329
Bi rastî ev ummeta we, yek ummetek tenê (ummeta îslâmê) ye. Ez jî Rabbê we me. (Nexwe) ji min re îbadet bikin.
Ayet: 112Rûpel: 330
Got: “Rabbê min! Bi heqî hikum bide. Rabbê me, yê Rahmân e û li hember wan lihevanînên we (ew ê ku alîkarî jê tê xwestin) Mustean e.”
Ayet: 1Rûpel: 331
Gelî însanan! Ji Rabbê xwe bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman zelzela/erdhêja qiyametê tiştekî pir mezin e.
Ayet: 67Rûpel: 339
Me ji her ummetê re mensekek/rêyeke îbadetê diyar kiriye û ew li ser wê amel dikin. Nexwe bila tu kes li ser vê mijarê bi te re nîqaş neke/destûra nîqaşê nede. Tu dawetî Rabbê xwe bike! Bêguman tu, li ser hîdayetekî rasterast î.
Ayet: 77Rûpel: 340
Gelî ew ên îmân anîne! Herin rûkuê û secde bikin û ji Rabbê xwe re îbadetê/evdîtîyê bikin û amelên qenc bikin; hêvî heye ku hûn bigihîjin xelasîyê.
Ayet: 52Rûpel: 344
Bêguman ev ummeta we, yek ummet (a îslâm) e. Ez jî Rabbê we me. (Herwiha) ji min bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 57Rûpel: 344
Bêguman ew (mumîn) in ku, ji ber hûrmeta Rabbê xwe (qelbên) wan dilerize,
Ayet: 58Rûpel: 344
Û ew ên îman bi ayetên Rabbê xwe tînin,
Ayet: 59Rûpel: 344
Û ew ên ji Rabbê xwe re (qet tu tiştî) nakin şirîk,
Ayet: 86Rûpel: 346
Bibêje: “Rabbê heft asîman û erşê azîm kî ye?”
Ayet: 93Rûpel: 347
Bibêje: “Rabbê min! Ew (ezab) a ku bi wê hatine tehdîtkirin eger biteqezî tu nîşanî min jî bidî...”
Ayet: 94Rûpel: 347
“Rabbê min! Min daxilê nav koma zilimkaran neke!”
Ayet: 116Rûpel: 348
Ew Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û ( heq û heqîqetê) Haq, (ji zenên wiha yên batil çi qas) berz e/bilind e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew Rabbê arşê kerîm e.
Ayet: 74Rûpel: 365
Ew wiha dibêjin: “Rabbê me! Ji jin û zarokên me ên ku ji bo me bibin çavkanîya şahîyê/çavronahîyê û aramîyê bide me. Û me ji Mutteqîyan re bike pêşeng/îmam.”
Ayet: 77Rûpel: 365
Bibêje: “Eger dûayê we nebûna ka li îndallah/li cem Allah wê çi qedrê we hebûna? Lê we derewand. (Di berdêla derewandina we de wê ezab ji bo we) bibe çarenîn/jênerev.”
Ayet: 9Rûpel: 366
Ew Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 23Rûpel: 367
Firewn got: “Ma Rabbê aleman çi ye?”
Ayet: 24Rûpel: 367
Got: “Rabbê erd û esmanan û yên di navbera wan de ye. Eger hûn bi yeqînî pêbawer bin (wisan e).
Ayet: 25Rûpel: 367
(Firewn) ji wan ên hawîrdora xwe re got: “Ma hûn nabihîzin?”
Ayet: 26Rûpel: 367
(Mûsa) got: “Ew Rabbê we û bavûkalên berîya we ye jî.”
Ayet: 27Rûpel: 367
(Firewn) got: “Teqez ev pêxemberê ji we re hatîye şandin dîn e.”
Ayet: 28Rûpel: 367
(Mûsa) got: “Eger hûn aqil bigirin ew, Rabbê rojhilat û rojava û tiştên di navbera her duyan de ye.”
Ayet: 47Rûpel: 368
Gotin: “Me îman bi Rabbê aleman (bi Allah) anî.”
Ayet: 48Rûpel: 368
“Bi Rabbê Mûsa û Hârûn.”
Ayet: 68Rûpel: 369
Bêguman Rabbê te (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 77Rûpel: 369
“Bêşik ew dijminên min in. Lê (Allahê) Rabbê aleman mustesna/ne tê de.”
Ayet: 104Rûpel: 370
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 109Rûpel: 370
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ayet: 113Rûpel: 371
“Eger hûn bîrewer in (divê hûn vê bizanibin ku), hisabê wan aîdê Rabbê min e.”
Ayet: 127Rûpel: 371
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ayet: 140Rûpel: 372
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 145Rûpel: 372
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ayet: 159Rûpel: 372
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 164Rûpel: 373
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ayet: 175Rûpel: 373
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 180Rûpel: 373
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.”
Ayet: 188Rûpel: 374
Got: “Rabbê min bi kar û kirinên we çêtir dizane.”
Ayet: 191Rûpel: 374
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 192Rûpel: 374
Bêguman ew (Qur'an), daxistîyê ya ji (Allah ê) Rabbê aleman e.
Ayet: 8Rûpel: 376
Wextê gihîşte wê derê lê hate gazîkirin: “Ew ên li cem agir û yên li hawîrdora wî pîrozkirî ne. Allahê Rabbê aleman ji hemû kêmasîyan munezzeh e.”
Ayet: 26Rûpel: 378
“Allah... Ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Rabbê erşê ezîm e.”
Ayet: 40Rûpel: 379
Ew kesê ku ji Kitêbê ilmek li cem wî hebû jî wiha got: “Berîya ku tu çavê xwe vekî û bigirî ez dikarim wê ji te re bînim.” Dema (textê wê) li cem xwe bicihbûyî dît (got:) “Ev, lutf û kerema Rabbê min e. Ji ber ku ka ez ê şikur bikim an jî ez ê bibim ji nankoran, min îmtîhan kir. Her kî şikur bike, wî ji bo xwe şikur kiriye. Kî jî nankorî bike, bêguman Rabbê min (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê destvekirî û lutfa wî zêde) Kerîm e.
Ayet: 73Rûpel: 382
Bêguman Rabbê te li ser însanan xwedî lutf û kerem e. Lê pirên însanan şikur nakin.
Ayet: 74Rûpel: 382
Û bêguman Rabbê te bi tiştên ku ew di singê xwe de vedişêrin û eşkere dikin jî dizane.
Ayet: 78Rûpel: 383
Bêguman Rabbê te, (Roja qiyametê) di navbera wan de wê bi hukmê xwe peyva dawî bibêje. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 93Rûpel: 384
Bibêje: “Hamd ji Allah re ye. Wê ew ê ayetên xwe nîşanî we bide û hûn ê wan (ayetan) nas bikin. Rabbê te ji amelên we ne xafil e.”
Ayet: 16Rûpel: 386
Got: “Rabbê min, min zilim li nefsa xwe kir. Min efû bike.” (Allah jî) ew efû kir. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 17Rûpel: 386
Got: “Rabbê min! Ji ber wê nîmeta (efûkirinê) ku te daye min êdî ez nabim alîkarê gunehkarên mucrîm/sûcdar.”
Ayet: 21Rûpel: 386
Ji wê derê bi tirs û bi çavdêrîya derdor derket. Got: “Rabbê min, tu min ji qewmê zaliman xelas bike.”
Ayet: 22Rûpel: 387
Dema berê xwe da bi Medyenê ve got: “Hêvî heye ku Rabbê min bigihîne rêya rasterast.”
Ayet: 30Rûpel: 388
Dema hat (cem agir), ji alîyê rastê yê newala pîroz de ji darekê wiha lê hate gazîkirin: “Ya Mûsa! Bêşik ez (belê, ez) Allahê Rabbê aleman im.”
Ayet: 33Rûpel: 388
Got: “Rabbê min, min mirovek ji wan kuştibû. (Ji ber vê yekê) ez ditirsim ku min bikujin.”
Ayet: 37Rûpel: 389
Mûsa got: “Rabbê min çêtir dizane ka kî ji cem wî bi hîdayetê hatîye û aqubeta (xweşik) ka ji kî re ye. Muheqeq ew ên zilimkar nagihêjin xelasîyê.”
Ayet: 53Rûpel: 391
Dema ku (ayetên wê) ji wan re tê xwendin wiha dibêjin: “Me îman pê anî. Bêguman ew, heqeke ji Rabbê me (hatî) ye. Bêşik em di berê de jî muslîm bûn/ew evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah bûn.”
Ayet: 63Rûpel: 392
Ew ên ku ehd (ezab) li ser wan heq bûye dibêjin: “Rabbê me! Ew ên ku me wan xerifandine ha ev in! Çawa ku em har bibûn me ew jî har kirin û em (a niha) ji wan dûrketin û hatin cem te. Ew, ne îbadetkarên /perestîşkarên me bûn.”
Ayet: 68Rûpel: 392
Rabbê te kî bixwaze dixuliqîne û hildibijêre (û serdest dike). Hilbijartin ne aîdê wan e. Allah, ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin munezzeh û berz/bilind e.
Ayet: 69Rûpel: 392
Rabbê te bi ya ku ew di singa xwe de vedişêrin jî û bi ya ku eşkere dikin jî dizane.
Ayet: 87Rûpel: 395
Piştî ku ayetên Allah ji te re nazil bûn, nebe ku destê te jê bigirin. Tu gazî Rabbê xwe bike û nebe ku tu bibî ji muşrîkan.
Ayet: 26Rûpel: 398
Lût, îman pê anî. Û wiha got: “Qet tu guman tune ku ez ê hîcretê Rabbê xwe bikim. Lewre ew, (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe ye.
Ayet: 30Rûpel: 398
Bibêje: “Rabbê min, li hemberî (vê) qewmê mufsîd/xerabker tu alîkarîya min bike.”
Ayet: 33Rûpel: 413
Gelî însanan! Hûn xwe ji Rabbê xwe biparêzin û ji rojeke wisan bitirsin ku; (wê rojê) qet tu bav nikare feyde bide kurê xwe û feyda tu kurî jî ji bavê wî re tune. Bêguman weada Allah heq e. Nebe ku hûn bi jiyana dinyayê bixapin. Ew (şeytan) ê pir xapînoker bila we bi Allah nexapîne.
Ayet: 2Rûpel: 414
(Ev) Kitêb, ya ku qet guman/şûbhe tê de tune, ji alîyê Rabbê aleman ve hatîye daxistin.
Ayet: 3Rûpel: 414
Nexwe ew dibêjin: “Wî, ew ji ber xwe ve lihev anîye?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew (Qur'an), rastîyeke ji Rabbê te ye, ji bona tu qewmên ku berîya te hişyarker ji wan re nehatine înzar/hişyar bikî. Hêvî heye ku bigihîjin hîdayetê.
Ayet: 25Rûpel: 416
Bêguman Rabbê te, li ser mijarên ku di wan de îxtîlafê kiribûn de wê roja qiyametê di navbera wan de hukim bide.
Ayet: 2Rûpel: 417
Bibe tabiê wehîya ku ji cem Rabbê te ji te re hatîye! Bêguman Allah ji ya ku hûn dikin xeberdar e.
Ayet: 19Rûpel: 429
Wan gotin: “Rabbê me! Navbera rêwîtîyên me veke.” û zilim li nefsên xwe kirin. Me wan kir çîrokên (ku însan ji aqubeta wan diaxivin) û me ew piç û parî kirin. Bêguman di vêya de, ji bo her kesê pirzêde sebirvan û pirzêde şikurdar in re ayet hene.
Ayet: 23Rûpel: 430
Li cem wî, ji xeynî kesê ku destûr daye wan pê ve şefaeta qet tu kesî feyde nade. Dema ku ji qelbên wan (melaîketan) tirs diçe wiha dibêjin: “Rabbê we çi ferman kir?” (Wek cewab hemû bi hev re) dibêjin: “Tiştê heq got. Ew, (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.”
Ayet: 26Rûpel: 430
Bibêje: “Rabbê me we em hemû li cem hev bicivîne û paşê wê bi ya heq hukim bide û navbera me bifesilîne. Ew, (yê ku di navbera evdên xwe de hukim dide û fetih û serkeftinê îhsan dike) Fettah û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 48Rûpel: 432
Bibêje: “Bêguman Rabbê min, heqê/nûbûwetê (ji bo kî bixwaze li ser wî) bi cih dike. (Ew,) zanayê xeybê ye.”
Ayet: 50Rûpel: 433
Bibêje: “Eger ez bixerifim, di aleyha xwe de dixerifim. Hîdayetê bibînim ev, bi ya ku Rabbê min li min wehîy kiriye pêk tê. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb e.”
Ayet: 13Rûpel: 435
Şevê dixe ser rojê û rojê jî dixe ser şevê. Roj û heyv jî stûxwar kiriye. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî di rêgeha xwe de diherike diçe. Ha ev, Rabbê we Allah e. Hikumranî/Serwerî bitenê aîdê wî ye. Ew ên ku hûn ji xeynî wî dûayê li wan dikin, bi qasî mûyekî jî ne xwedîyê tiştekî ne.
Ayet: 18Rûpel: 435
Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Kesê ku barê wî (yê gunehan) giran e, ji bo (barê wî) hilgire gazî yekî din bike eqrebayê wî be jî gunehê wî lê nayê barkirin. Tu bitenê ew ên (digel ku nabînin an jî tu kes wan nabîne) di xeybê de ji Rabbê xwe ditirsin û nimêja xwe rasterast dikin hişyar dikî. Kî jî xwe pak bike, enceq ji bo xwe paqij dibe. Veger bitenê bi bal Allah ve ye.
Ayet: 37Rûpel: 437
Li wê derê bi qîrînê alîkarî dixwazin. (Dibêjin ku:) “Rabbê me! Me ji vir derîne ku em ji xeynî karên xwe yên berê (wek cuda) amelên salih bikin.” Ma bi qasî ku kesê tê de bifikire û jê şîret bigire temenek/umrek me ne dabû we? Hişyarkerek jî ji we re hatibû. (Ezabê) bitamînin! Qet tu alîkarê zilimkaran tune.
Ayet: 16Rûpel: 440
Gotin: “Rabbê me dizane ku em ji we re hatine şandin.”
Ayet: 25Rûpel: 440
“Bêguman min, îman bi Rabbê we anî. Êdî guhdarîya min bikin.”
Ayet: 27Rûpel: 440
“Ku Rabbê min mexfîretê li min kiriye û ez kirime ji yên hatine îkramkirin.”
Ayet: 5Rûpel: 445
Ew, Rabbê erd û esmanan û yên di navbera herduyan de ye. Rabbê rojhilatan e jî.
Ayet: 84Rûpel: 448
Dema bi qelbekî selîm/dilpak hate cem Rabbê xwe.
Ayet: 126Rûpel: 449
“Ew Allahê ku Rabbê we û bavûkalên we yên berê ye?!”
Ayet: 180Rûpel: 451
Ew Rabbê te yê ku xwedî îzzet e, ji ya ku ew wî pê diwesifînin munezzeh e/pak e.
Ayet: 182Rûpel: 451
Hamd ji Allahê Rabbê aleman re ye.
Ayet: 9Rûpel: 452
Ma qey xezîneyên rahmeta Rabbê te yê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (ew ê bê gerew/bê berdêl dide evdên xwe) Wehhab, li cem wan e?
Ayet: 35Rûpel: 454
Gotibûn: “Rabbê min! Min mexfîret bike û hukimdarîyeke wisan bide min ku piştî min tu kes negihîje wê. Bêguman tu, (ew ê ku bê gerew/bê dêl dide evdên xwe) Wehhab î.”
Ayet: 41Rûpel: 454
Evdê me Eyyûb jî bi bîr bîne! Dema wî gazî Rabbê xwe kir (û got:) “Bêguman şeytan ezab û bi betilandin gihandîye min.”
Ayet: 66Rûpel: 456
Rabbê erd û esmanan û yên di navbera wan de ye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e.
Ayet: 71Rûpel: 456
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re wiha gotibû: “Muheqeq ez ê ji herîyê însanekî bixuliqînim.”
Ayet: 6Rûpel: 458
(Wî) hûn, ji yek nefsekê xuliqandin û paşê jê jî hevjîna wî heyî kir. Ji bona we, ji heywanan heşt cot daxist/xuliqand. We di zikê dêya we de di nava sê tarîtîyan de û ji (merheleya) xuliqandinekî ber bi (merheleya) xuliqandineke din ve derbas dike û dixuliqîne. Ha ev, Rabbê we Allah e. Hakimîyet/Serwerî bitenê aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîne. (Herwiha) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Ayet: 10Rûpel: 458
Bibêje: “Gelî evdên min ên îman anîne! Ji Rabbê xwe bitirsin û xwe biparêzin! Ji bo kesên li vê dinyayê qencî kirine re qencî heye. Erdê Allah fireh e. (Ji cihê ku hûn nikaribin dînê xwe bijîn hîcret bikin.) Bitenê ecira/xelata sebirvanan bêhisab tê dayîn.”
Ayet: 31Rûpel: 460
Piştre jî hûn ê, roja qiyametê di hizûra Rabbê xwe de doz li hevdu bikin.
Ayet: 54Rûpel: 463
Hêj ku ezab ji we re nehatîye ber bi Rabbê xwe ve vegerin û teslîmê wî bibin. Paşê alîkarî jî li we nayê kirin.
Ayet: 55Rûpel: 463
Berîya ku haya we jê çêbe ji we re ezab ji nîşka ve nehatîye, bibin tabiê wê ya herî xweşiktirê ku Rabbê we ji bo we nazil kiriye.
Ayet: 69Rûpel: 465
Erd, bi nûra Rabbê te ronahî dibe. Kitêb (a ku amel tê de nivîsandî ne di nîverastê de) tê danîn. Pêxember û şahid têne anîn û di navbera wan de bi heq tê hukimkirin. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 73Rûpel: 465
Ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe biparêzin wê zumre ber bi cennetê ve bên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cennetê) ji wan re dibêjin: “Silav li ser we be, hûn pîrûpak hatin. Êdî wek mayîndarên ebedî têkevin wê derê.”
Ayet: 7Rûpel: 466
Ew ên erşê hildigirin û li dora wê ne, Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û îman pê tînin û ji bo mûmînan daxwaza bexişandinê dikin: “Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye. Tu wan ên tobe kirine û didin pey rêya te mexfîret bike û wan ji ezabê cehennemê biparêze.”
Ayet: 8Rûpel: 467
“Rabbê me! Tu wan bêxe cennetên Adn ku te li wan wead kiriye. Û wan û bavên wan û hevjînên wan û ji zurîyeta wan kesên salih jî (bêxe cennetên Adn). Bêguman tu, yê ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.”
Ayet: 11Rûpel: 467
Dibêjin: “Rabbê me! Te me du car kuşt û du car vejand. Me gunehên xwe îtîraf kir. Rêyeke derketina (ji vê derê) heye gelo?”
Ayet: 27Rûpel: 469
Mûsa got: “Bêguman, ji her kesê qure ku bawerî bi roja hisabê nayne ez xwe dispêrim (Allah) ê ku Rabbê min û Rabbê we ye.”
Ayet: 28Rûpel: 469
Ji malbata Firewn zilamekî ku îmâna xwe vedişart wiha got: “Ji bo ku dibêje ‘Rabbê min Allah e.’ hûn ê zilamekî bikujin? Bêguman ji Rabbê we bi delîlên vikîvekirî ji we re hatîye. Eger mirovekî derewkar be, derewa wî di eleyha wî de ye. Na eger rast dibêje, qismek ji (ezab) a ku we pê tehdîd dike wê bê serê we. Bêşik Allah, kesê ku pirzêde derewan dike û ji hedê xwe dibore hîdayet nake.”
Ayet: 55Rûpel: 472
(Nexwe) sebir bike. Bêguman weada Allah heq e. Ji bo gunehên xwe mexfîret bixwaze û sibeh û êvarê Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
Ayet: 60Rûpel: 473
Rabbê we wiha got: “Hûn dûa ji min re bikin ez jî îcabeta dûayên we bikim. Qet tu guman tune ku ew ên di îbadetkirina min de quretîyê dikin wê bi situxwarî/binpêkirî bikevin cehennemê.
Ayet: 62Rûpel: 473
Ha ev, Rabbê we û xaliqê her tiştî Allah e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Digel vê) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Ayet: 63Rûpel: 473
Ew ên ayetên Allah înkar dikin, ha wisan tên vegerandin.
Ayet: 64Rûpel: 473
Allah e; ew ê ku erd ji bo (ku li ser bê jîyîn) ji we re kiriye cihwar û asîman jî kiriye bîna/tawan. Sûret daye we û sûretên we herî xweşik çêkiriye û we bi tiştên paqij riziqandîye. Ha ev, Rabbê we Allah e. Allahê Rabbê aleman çiqas berz/bilind û mûbarek/pîroz e.
Ayet: 65Rûpel: 473
Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. (Di wê rewşê de) dîn bitenê ji bo wî xalis bikin û ji wî re dûa bikin. Hamd, bitenê aîdê Allahê Rabbê aleman e.
Ayet: 66Rûpel: 473
Bibêje: “(Bi sedema) delîlên vikîvekirî ku ji min re hatine ez ji îbadeta wan (heyînên ku) hûn dûa/lavahî li wan dikin hatime men kirin. Û ez bi teslîmîyeta Allahê Rabbê aleman re hatime emirkirin.”
Ayet: 9Rûpel: 476
Bibêje: “Nexwe hûn in, ji wî (Allah) ê ku erd di du rojan de xuliqandîye re kafirtî dikin û jê re hemkûfan/şirîkan çêdikin? Ew, Rabbê aleman e.”
Ayet: 14Rûpel: 477
Dema ku pêxember bi vê gotina “Bitenê îbadetê Allah bikin” li pêşîya wan û li dû wan hatin, wan wiha gotin: “Eger Rabbê me bixwestana (wek qasid) wê melaîketan daxistana. Bêguman em, tiştê ku hûn pê hatine şandin înkar dikin.”
Ayet: 23Rûpel: 478
Ha ev zenna we ya ku we der barê Rabbê xwe de dikir, hûn birin helake. Bi vî awayî hûn bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Ayet: 30Rûpel: 479
Bêguman ew ên dibêjin: “Rabbê me Allah e” û paşê li ser îstîqametê ne, di ser wan de melaîket dadikevin (û dibêjin): “Netirsin, xemgîn jî nebin û bi wê cenneta ku li we hatîye weadkirin re kêfxweş bibin.”
Ayet: 38Rûpel: 479
Eger xwe qure bikin (û nêzî secdekirina ji Allah re nebin), ew (melaîket) ên li cem Rabbê te wî bi şev û roj tesbîh dikin û aciz nabin/nakerixin.
Ayet: 43Rûpel: 480
Tiştên ji te re têne gotin, ji wan ên ji pêxemberên berê re hatine gotin pê ve ne tiştekî din in. Bêguman Rabbê te xwedî mexfîret û xwedîyê ezaba biêş û jan e.
Ayet: 5Rûpel: 482
Hema mabû ku esman (ji ber ezameta Allah) biqelişe. Melaîket jî Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û ji bo yên li erdê re mexfîret daxwaz dikin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman Allah, (belê) ew, Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 10Rûpel: 482
Hûn di her kîjan mijarê de îxtîlaf bikin, (di wê mijarê de) hukim aîdê Allah e. Rabbê min Allah ev e. Ez bitenê tewekkulê wî dikim û bitenê berê xwe didim wî.
Ayet: 15Rûpel: 483
Tu (bi bal tewhîdê ve) bivexwîne/dawet bike. Wekî ku tu pê hatî fermankirin rasterast be. Nebe tabiê hewayên/hewesên wan. Û bibêje: “Min, bi her Kitêba ku Allah daxistîye îman anî. Ez di navbera we de bi (hukimdayîna li ser) edaletê hatime emirkirin. Allah, Rabbê me û Rabbê we ye jî. Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ne. Di navbera me û we de huccet (delîl anîna wek bi berhemberî û nîqaş) nîne. (Lewre heq, vikîvekirî li holê ye.) Allah, wê me hemûyan li cem hev bicivîne. Veger jê re ye.
Ayet: 16Rûpel: 484
Piştî ku îcabet (li gazîkirina Allah) hate kirin, delîlên wan kesên ku der heqê Allah de nîqaş dikin li cem Rabbê wan betal e. Li ser wan xezeb heye û ji wan re ezabekî dijwar heye.
Ayet: 22Rûpel: 484
Tu yê bibînî ku ew ên zilimkar ji sedema (kufr û masîyeta) ku bi dest xistine, bi tirsê ketine. Ew (ezaba ku jê ditirsin) hatîye serê wan. Heçî ew ên îman anîne û amelê salih kirine jî li bexçeyên cennetê de ne. Li cem Rabbê wan, ji wan re hemû tiştên ku daxwaz dikin heye. Ha lutf û îhsana mezin ev e.
Ayet: 46Rûpel: 491
Sond be me Mûsa, bi ayetên xwe ji Fîrewn û giregirên wî re şand. Got: “Bêguman ez, qasidê Rabbê aleman im.”
Ayet: 64Rûpel: 493
“Bi rastî Allah, Rabbê min û Rabbê we ye jî. Îbadetê wî bikin. Ev, rêya rasterast e.”
Ayet: 82Rûpel: 494
Rabbê erd û asîman û Rabbê erşê (Allah), ji sifetên ku jê re lihev tînin munezzeh e/berî ye.
Ayet: 6Rûpel: 495
Rahmeteke ji Rabbê te… Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm bixwe ye.
Ayet: 7Rûpel: 495
Rabbê erd û esmanan û tiştên di navbera herduyan de ye. Eger hûn bi yeqînî pêbawer in (ev wisan e).
Ayet: 22Rûpel: 496
Ji Rabbê xwe re dûa kir: “Bêguman evana, civakekî mucrîm/sûcdar û gunehkar in.”
Ayet: 57Rûpel: 497
Wek lutf û îhsaneke ji Rabbê te… Ha ev, rizgarîya/qezenca herî mezin bixwe ye.
Ayet: 17Rûpel: 499
Me ji emrê (bi naverokîya helal û heram ê) delîlên vikîvekirî dane wan. Lê piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber harîtî/hesûdî/daxwaza serdestîya li komên din, di navbera xwe de ketin îxtilafê. Rabbê te, roja qiyametê li ser wan mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Ayet: 30Rûpel: 500
Heçî ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî Rabbê wan ewana daxilê rahmeta xwe dike. Ev, rizgarîyeke vikîvekirî bixwe ye.
Ayet: 36Rûpel: 501
Hamd, ji Allah re ye ku ew; Rabbê esmanan û Rabbê erdê û Rabbê aleman e.
Ayet: 13Rûpel: 502
Bêguman, ew ên piştî ku gotine: “Rabbê me Allah e” û li ser îstîqametê sebat kirine, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayet: 34Rûpel: 505
Roja ku kafir ji agir re tên rapêşkirin (ji wan re tê gotin:) “Ma ev, ne rast/ne heq bû?” (Ew jî dibêjin:) “Belê, Sond bi Rabbê me ku (rast e/heq e).” Bibêje: “De ji ber kafirbûna xwe ezabê bitamînin (em binêrin).”
Ayet: 30Rûpel: 520
Gotibûn: “Ha wisan e… Rabbê te wiha ferman kir. Bêguman ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 7Rûpel: 522
Bêguman ezabê Rabbê te wê pêk bê
Ayet: 48Rûpel: 524
Li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike. Lewre tu, li ber çavên me yî. Dema tu rabî jî Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
Ayet: 55Rûpel: 527
Ma tu yê di kîjan nîmetên Rabbê xwe de bikevî gumanê?
Ayet: 13Rûpel: 530
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 16Rûpel: 530
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 18Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 21Rûpel: 531
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ayet: 74Rûpel: 535
Di wê rewşê de, tu Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
Ayet: 96Rûpel: 536
Di wê rewşê de, Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
Ayet: 8Rûpel: 537
Çi dibe ji we; digel ku pêxember hûn gazî bawerîya bi Rabbê we ve dike lê hûn îman bi Allah naynin? Jixwe (li ser îman anîna we) peymaneke asê ji we stendibû. Eger hûn mûmîn bin (pêwistîya vê vexwendinê û ehda xwe pêk bînin).
Ayet: 21Rûpel: 539
Bi bal mexfîreta Rabbê xwe ve û bi bal wê cenneta ku firehîya wê bi qasî erd û esmanan e ve bilezînin/bibezin. (Ew) ji bo wan ên îman bi Allah û rasûlên wî anîne re hatîye amadekirin. Ev, lutf û îhsana Allah e, ji kî re bixwaze dide wî. Allah, xwedî lutfeke mezin e.
Ayet: 16Rûpel: 546
Wekî rewşa şeytan… Wî ji însan re got: “Bibe kafir!” Dema (ku însan jî) bû kafir wiha got: “Bêguman ez ji te dûr im/berî me. Lewre ez, ji Allahê Rabbê aleman ditirsim.” (Munafiqan, ji Ehlê Kitêb ên dostê wan bûn bi vî awayî xapandin û wiha gotin: “Eger hûn ji warên xwe bên derxistin em ê jî derkevin û hûn bikevin şer de em ê alîkarîya we bikin.” Dema ku şer dest pê kir jî ji wan dûr ketin.)
Ayet: 5Rûpel: 559
Eger ew we berde, hêvî heye ku Rabbê wî di şûna we de hinek jinên ji we bixêrtir ên bakîre û jinebî îhsanî wî bike ku ew; muslîmê ne û mûmîne ne û ji dilûcan û herûdaîm itaatkâr in û tobedar in û abîde ne/îbadetkar in û rojîgir in.
Ayet: 11Rûpel: 560
Allah, ji wan ên îman anîne re jina Fîrewn mîsal da. Demekê wê gotibû: “Rabbê min! Ji min re li cem xwe, di cennetê de xanîyekî çêke. Min ji Fîrewn û ji karên wî yê xerab û civaka zilimkaran xelas bike.”
Ayet: 12Rûpel: 560
(Allah) Meryema keça Îmran jî (wek mînak dide). Ew a ku îffeta xwe parast û me jî ji rûhê xwe pifkirê. Wê jî Kitêb û kelîmeyên Rabbê xwe rastand. Ew, ji dilûcan hertim ji îtaetkaran bû.
Ayet: 2Rûpel: 563
Tu, bi saya nîmetê Rabbê xwe qethîyen ne mecnun/dîn î.
Ayet: 7Rûpel: 563
Bêguman Rabbê te, yên ji rêya wî averê bûne û yên li ser hîdayetê ne jî herî çêtir dizane.
Ayet: 19Rûpel: 564
Dema ku ew radizan, ji Rabbê wan afatek (bexçeyê wan) dorpêç kir.
Ayet: 29Rûpel: 564
Gotin: “Rabbê me! Tu ji hemû kêmasîyan munezzeh î. Bi rastî em, zalim in.”
Ayet: 32Rûpel: 564
“Hêvî heye ku Rabbê me di şûna wî de yekî bixêrtir bide me. Bêguman em, li razîbûna Rabbê xwe digerin.”
Ayet: 48Rûpel: 565
Tu li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike û nebe wekî (Yûnus pêxemberê) xwedî masî! Wî bi derd û tengezarî (ji Rabbê xwe re) dûa kiribû.
Ayet: 49Rûpel: 565
Eger ji Rabbê xwe nîmetek negihîştibûna wî, di rewşeke şermezarkirî de wê bi valahîyê ve bihata avêtin.
Ayet: 50Rûpel: 565
Rabbê wî ew hilbijart û kir ji salihan.
Ayet: 43Rûpel: 567
Ji hêla/ji alîyê (Allahê) Rabbê aleman ve hatîye daxistin.
Ayet: 52Rûpel: 567
Di wê rewşê de tu Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
Ayet: 27Rûpel: 568
Ew ji ber ezabê Rabbê xwe di nava tirsê/xofê de ne.
Ayet: 28Rûpel: 568
Lewre ew ji ezabê Rabbê xwe ne emîn in.
Ayet: 40Rûpel: 569
Bi Rabbê rojhilatan û rojavayan sond dixwim ku, bêguman em kara ne/muqtedîr in.
Ayet: 2Rûpel: 571
“Ew, bi ya herî rast ve hîdayet dike. Me jî îman pê anîye. Em ji Rabbê xwe re qet tu tiştî şirîk çênakin.”
Ayet: 3Rûpel: 571
“Bêşik qudret û ezameta Rabbê me pir berz/bilind e. Wî ne hevjîn û ne jî zarok girtîye.”
Ayet: 10Rûpel: 571
“Ya rast ev e ku; (şandina Muhammed wek pêxember û êdî hew agahî sitendina me ya ji esman) ji bo însanan şer e, an jî Rabbê wan ji bo wan daxwaza xêrê kiriye em nizanin.”
Ayet: 13Rûpel: 571
“Qet guman tune, gava ku me hîdayet (Qur'an) bihîst me îman anî. Kî jî îman bi Rabbê xwe anîbe êdî ew, ji kêmkirina (xêrên xwe) jî û ji neheqîlêkirina (li xwe) jî natirse.”
Ayet: 17Rûpel: 572
Ji bo ceribandina/îmtîhana wan… Kî ji zikra Rabbê xwe rû vegerîne, dê wî bêxe ezabekî dijwar.
Ayet: 20Rûpel: 572
Bibêje: “Ez enceq ji Rabbê xwe re dûa dikim û jê re qet tu tiştî şirîk çênakim.”
Ayet: 25Rûpel: 572
Bibêje: “Ew (ezab) a ku Rabbê min ji we re wead kiriye nêz e an jî ji bo wê demeke dûr tayîn kiriye, qet nizanim?”
Ayet: 28Rûpel: 572
Heta bizanibe ku wan, hinareyên/peyamên ji Rabbê xwe (bê kêmasî û parastî) teblîx kirine. (Allah,) wê (agahî) ya li cem wan dorpêç kiriye û her tiştî (yek bi yek) xistîye bin qeydê.
Ayet: 8Rûpel: 573
Navê Rabbê xwe zikir bike (dev ji her tiştî berde) û bi awayekî kâmil berê xwe bide wî.
Ayet: 9Rûpel: 573
(Ew) Rabbê rojhilat û rojava ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Herwiha tu) wî wekîl bigire.
Ayet: 20Rûpel: 574
Bêguman Rabbê te dizane ku tu û hinek mûmînên ligel te, di sêyeka şevê nêzî du paran de, di nîvê wê de û di sêyeka wê de (ji bo nimêjê) radibin. Yê ku şev û rojê teqdîr dike Allah e. Wî zanîye ku hûn nikarin (bi dirêjahîya şevê nimêj) bikin. (Li ser vê) tobeyên we qebûl kir. Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Wî zanîye ku dê ji nav we yên nexweş bikevin çêbin û yên din jî dê li ser rûyê erdê li lutfa Allah digerin û hinekî din jî dê di rêya Allah de şer bikin. (Herwiha) Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û qerzê hesen/deynekî xweşik bidin Allah. We ji bo xwe wek xêr her çi teqdîm kiribe hûn ê wê li cem Allah herî bixêrtir û wek xelatekî mezintir bibînin. Lewre Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 3Rûpel: 574
Û Rabbê xwe tekbîr /berz bike!
Ayet: 7Rûpel: 574
Ji bo Rabbê xwe sebir bike.
Ayet: 12Rûpel: 576
Wê rojê cihê seknê/warê vegerê hizûra Rabbê te ye.
Ayet: 30Rûpel: 577
Ew roj wê (însan) bi bal Rabbê te ve bêne ajotin.
Ayet: 24Rûpel: 578
(Herwiha) li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike. Îtaetê gunehkar û nankorê wan neke.
Ayet: 25Rûpel: 578
Û sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike.
Ayet: 29Rûpel: 579
Bêguman ev, şîretek e. Êdî kî bivê bila bi bal Rabbê xwe ve rêyek bigire.
Ayet: 36Rûpel: 582
(Ev,) ji Rabbê te xelatek û diyarîyeke kafî ye/bes e.
Ayet: 37Rûpel: 582
Rabbê erd û esman û tiştên di navbera herduyan de, Rahmân e. Tu kes nikare li dij wî biaxive.
Ayet: 38Rûpel: 582
Roja ku rûh (Cibrîl) û melaîket sefgirtî rawestî ne, ew ên (li dinyayê) rastgo ye ne tê de kesê ku Rahmân destûra wî dide pê ve tu kes napeyive.
Ayet: 39Rûpel: 582
Ha ev roja heq e. Kî bixwaze (bi îman û taatê) bi bal Rabbê xwe ve rêyeke vegerê bigire.
Ayet: 16Rûpel: 583
Wê demê Rabbê wî li newala pîroz, li Tuwayê gazî wî kiribû.
Ayet: 40Rûpel: 583
Kî jî ji meqamê Rabbê xwe bitirse û ji daxwazên nefsa xwe (yên ne meşru re) bibe asteng,
Ayet: 44Rûpel: 583
(Agahîya) wê ya dawînî/paşîn li cem Rabbê te ye.
Ayet: 29Rûpel: 586
Heta ku Allahê Rabbê aleman nevê/nexwaze hûn nikarin bivên/daxwaz bikin.
Ayet: 6Rûpel: 586
Ya însan! Çi tiştî tu li hemberî Rabbê te yê Kerîm xapandîye?
Ayet: 6Rûpel: 587
Ew roj hemû însan, wê li ber Rabbê aleman li pîya bisekinin.
Ayet: 15Rûpel: 587
Qet/Tu car! Bêguman ku ew, wê rojê ji Rabbê xwe hatine nuxamtin (wê nabînin).
Ayet: 6Rûpel: 588
Ya însan! Qet guman tune ku (ji bo razîbûna) Rabbê xwe tu yê herûdaîm li ber xwe bidî û axir tu yê leqayî wî bibî.
Ayet: 14Rûpel: 589
Lewre wî, zen dikir ku wê (bi bal Rabbê xwe ve) nevegere.
Ayet: 12Rûpel: 590
Bêşik, zeftkirina Rabbê te pir dijwar e.
Ayet: 1Rûpel: 591
Navê Rabbê xwe yê berz/bilind tesbîh bike.
Ayet: 15Rûpel: 591
Û ew ê bi zikirkirina navê Rabbê te nimêj dike.
Ayet: 3Rûpel: 595
Rabbê te terka te nekiriye û ji te nexeyîdîye.
Ayet: 11Rûpel: 596
Û nîmetên Rabbê xwe vebibêje.
Ayet: 8Rûpel: 596
Û bitenê ji Rabbê xwe re rexbet bike/berê xwe bidê.
Ayet: 1Rûpel: 597
Bi navê Rabbê xwe yê xuliqandîye, bixwîne!
Ayet: 3Rûpel: 597
Bixwîne! Rabbê te (yê ku herî comerd û îhsana wî pirzêde) Ekrem e.
Ayet: 8Rûpel: 597
Qet guman tune, veger bi bal Rabbê te ve ye.
Ayet: 4Rûpel: 598
Melaîket û Rûh (Cibrîl), bi destûra Rabbê te ji bo her karî tê de dadikevin.
Ayet: 8Rûpel: 598
Mikafata wan li cem Rabbê wan, cennetên Adn in ku di binê wan de çem diherikin û wê tê de bêdawî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî jê (ji Allah) razî bûne. Ev, ji bo wî kesî ye ku ji Rabbê xwe ditirse.
Ayet: 5Rûpel: 599
Lewre Rabbê te jê re wehîy kiriye, (de “biaxive”).
Ayet: 6Rûpel: 599
Bêguman însan, li dij Rabbê xwe pir nankor e.
Ayet: 11Rûpel: 599
Qet guman tune ew roj, Rabbê wan ji wan agahdar e.
Ayet: 1Rûpel: 601
Ma te nedît ku Rabbê te çi bi serê Eshabê Fîl anî?
Ayet: 3Rûpel: 602
Bila bi îbadetkirina Rabbê vê beytê (şikur li vê nîmeta wî bikin û ew tewhîd bikin).
Ayet: 2Rûpel: 602
(Ji bo vêya wek şikur) ji Rabbê xwe re nimêj bike û ji bo wî qurban serjê bike.
Ayet: 3Rûpel: 603
(Wê demê,) Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike û îstîxfarê jê bixwaze. Lewre ew, (yê ku evdên xwe muweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab e.
Ayet: 1Rûpel: 604
Bibêje: “Ez xwe bi Rabbê feleqê/sibehê diparêzim.”
Ayet: 1Rûpel: 604
Bibêje: “Ez xwe bi Rabbê însanan diparêzim.”